Di serê rêveberekî sor de...

Translator

 

Nîsan 1976. Dema gilyazan tîne bîra M. Anatolî Petrov (nav û rewşa xeyalî) ku divê ew wezîfeya xwe ya demsalîyê bi cih bîne: eşkerekirina ji wezareta çavdêrîyê re hedefên xwe yên hilberîna ji bo sala bê. Midîrê fabrîkayeke kincşûştinê M. Petrov bi tedbîr e: ew soza hezar yekîneyî dide, ev hejmareke ku wezaret bi awayekî giştî ber bi jor ve revîze dike –tam li gorî dilê Gosplan–, organa navendî ya plansazîyê ya Yekîtîya Sovyetê, bêyî ku şirketê jî bixe nava zehmetîyê (vê carê hezar û du sed yekîne). Di heman demê de, M. Petrov pêdivîya xwe ya bi malzemeyan ji Komîsyona dewletê ya teslîmata materyal û ekîpmanan re (Gossnab) tîne ziman: metal ji bo bobîn û lûleyan, kartên elektronîk ji bo bernameyan, polayên zengarnegir yên rûkirin û pêçandinê û hwd. Piştî komkirina wan, Gosplan û Gossnab tabloyên xwe didin ber hev: bi giştî, pêdivî (taleb) ji texmînên paşerojê yên hilberînê (erz) zêdetir in. Divê werin eyarkirin. Bi vî awayî, li derdora meha çirîya paşîyê, M. Petrov wê kuponan bistîne û wan pêşkêşî tedarîkvanên destnîşankirî bike, da ku talebên hatine kirinê jê re peyde bikin. Dû re sala nû dest pê dike. M. Petrov ê bi berfa çile dorpêçkirî, bi heyecan, dimîne li benda tekhnopromfinplanê («plana hilberîna teknîkî û diravî»). Ev belge dikare bigihîje heta sed rûpelî, ji tevahîya hedefên salane, derfetên ji bo xwe gihandina van hedefan, bi taybetî jî ji bordroyên meaşan pêk tê. Di salên baş de ew ê bi ekîbmaneke nû were xemilandin.

M. Petrov «rêveberekî sor» e: di wextê xwe yê derveyî kar de, nîsbet bi hemkarên xwe yên kapîtalîst, jîyana wî dikare pir bi hizûr xuya bike. Ne pêwist e ew serê xwe bi bazaran re, ne jî bi çavkanîyên tedarîkkirinê re biêşîne. Cîroya wî garantîkirî ye û berdêla hilberînê jî ji mêj ve hatîye dayîn. Li gel vê yekê jî gelek rûdanên nepayî karê wî tevlî hev û dijwar dikin: teslîmateke derangmayî, şaşîyeke di qeydîyan de, ekîpmaneke kêmtir bi bandor ji tarîfa wan a di belgeyan de... Yanê tiştê herî biçûk jî dikare bibe asteng li pêşîya pêkhatina plana ku prîmên wî û promosyonên wî yên siberojê giş pê ve girêdayî ne. Ji bo serederkirina bi vê yekê re, M. Petrov gelek caran serî li tolkwatchî daye. Tolkwatchî cureyekî ajantayên bazirganî yên xeyrî-fermî ne û dibin alîkar ji bo pêkanîna peymanên qaçax bi armanca bilezkirina teslîmîyetekê an jî bidestxistina xizmeteke «li derveyî planê».

Wergirtina kesan ji bo kar obsesyoneke wan e. Bêyî kêmkirina lêçûnan, şirket hewl didin bêwestan xebatkaran bixin kar û bi vî awayî dikevin pozîsyona hêzeke li bazara kar. Lê belê ji ber ku ew ji sendîkayên serbixwe bêpar in, bi pîyên xwe «protestoyan dikin» . Di 1975an de, bo nimûne ji sedî 20ê wan di pêvajoya salê de karên xwe li cih hiştin. Rêveberî hewl didin bi pêşkêşkirina xizmetên belaş wan li cem xwe ragirin: lojman, tatîlên havînê, kantînên hevpar, maxazayên taybet... Ji ber ku karmendên sovyetan ji hêza kirînê bêhtir li pey xwegihandina malê xwarin û vexwarinê ne. Bi vî awayî, şirket li navenda modela sovyetî ya dewleta refahê ye. Ev xwe dispêre belaşbûna li qadeke fireh a xizmetan û mal, nexasim jî lojman, perwerde, tendirustî. Li nîvê salên 1970yî, ev xizmet her meh û ji bo her şexsî, bi qasî sêyekê meaşekî navînî ye

H. R.

Wergera ji fransî: Baran Nebar