Şerê li ser madeyên nadîr wê rû bide?

Deranînên stratejîk di dilê nakokîya bazirganîya çînî-amerîkî de

Çînê, herçendî wekî xwedî monopola madeyên nadîr ango kêmdîtî yên zarûrî ji bo hilberîna berhemên teknolojîya bilind xuya dikir jî, di 2018 û 2019an de ji îxrackirina wan bêhtir îtxelata wan kir. Lê belê tevî ku mişterîyên wê hê jî pir girêdayî hilberîna wê ne, gelo bi rastî jî mirov dikare behsa jêvegerekê bike? Li gel vê yekê jî, Pekînê di warê rawestandina teslîmatan de hê jî dev ji gefxwarina li Dewletên Yekbûyî bernedaye.

Translator

 

Sehne 20ê gulana 2019an li bajarê Ganzhou yê xwedî duwanzdeh milyon şênî yê li eyaleta Jiangxî (başûr-rojhilatê Çînê) derbas dibe. Serokê Çînê M. Xi Jinping li korîdorên fabrîkayeke miqnatisên madeyên nadîr geh diçe wî serî geh tê vî serî. Ji bo vê «serdana venêrînê» ku di çapemenîya fermî de bi berfirehî cih girt, li gel wî, şewirmendê wî yê sereke yê aborîyê M. Liu He jî heye. Ev şewirmend herweha ji bo çareserkirina nakokîya bazirganî ya navbera Çînê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji alîyê Jinping ve wekî sermuzakerevan hatîye wezîfedarkirin.

Tarîxa vê serdana her duyan ne tesadufî ye: berîya deh rojan, rêveberîya serokê amerîkî Donald Trump, di şerê bazirganîyê de bi bilindkirina heta 200 milyar dolarî mafê gumrukên amerîkî li ser malê çînî, qonaxeke nû dida destpêkirin. Rêveberîya Waşîngtonê dû re jî hema di cih de dêwa telekomunîkasyonan Huawei li ser lîsteya reş bi cih kir û bi vî awayî nehişt xwe bigihîne hin parçeyên yedek ên amerîkî ku hin ji wan zarûrî bûn (nîv-konduktor, pergala xebitandina Androîdê). Bi van her du derban Pekîn adeta şaşûgêj bû.

Çend roj piştî vê biryara amerîkî, M. Xi Jinping bi danîna vê sehneya serdana li fabrîkeyeke madeyên nadîr, dixwest bi vê peyamê bibêje ku ev biryar wê tu tesîrê li Çînê neke: Çîn xwedî amûreke wisa ye ku dikare bersivê bide derbên Dewletên Yekbûyî lê xistin. Di şiroveyeke îngilîzî ya roj-nameya çînî Global Times de, Prof. Jin Canrong, ku li zanîngeha Renmin a Pekînê dersên têkilîyên navneteweyî dide, îdîa dike ku Çîn «xwedî sê derfetan e ji bo di şerê bazirganîyê de li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi ser bikeve» û yek ji van derfetan qedexekirina îxracata madeyên nadîr e. (1) Piştî demeke kin, rêxistina karsazên çînî yên pîşesazîyên vê sektorê bi awayekî fermî eşkere dike ku ew alîgir e ji bo bersivdayîna derbên amerîkî tedbîr bên wergirtin. (2)

Ev gef pir tirsnak xuya dike, çunku berê jî hatibû bicihanîn: piştî desteserkirina keştîyeke masîvanan a çînî ji alîyê keştîyeke şer a japonî ve li peravên kom-giravokên guftugobar Senkaku/Diaoyu, di îlona 2010î de, Pekînê –bêyî ku tu caran ji raya giştî re eşkere bike– bi carekê îxracata xwe ya madeyên nadîr a ji bo Japonyayê rawestandibû û ev yek li bazarên cîhanî bûbû sedema rabûna bayekî panîkê.

Baş e, çi ne ev ev madeyên nadîr? Komek madeyên ji 17 mîneralan pêk tê û xwedî taybetmendîyên nêzîhev ên kîmyewî ne –bo nimûne serîyûm, dîsprosîyûm û erbium û hwd- ku mîneralên zarûrî ne       –tevî ku bi rêjeyeke pir biçûk jî bên bikaranîn– ji bo hilberîna teknolojîyên ronîkirinên tranzîsyonê (hin cure baweşînên teknolojîk, erebeyên bi enerjîya nû dixebitin) û amûrên elektrîkê. Madeyên nadîr herweha li pîşesazîya parastinê jî tên bikaranîn. Û ji dawîya salên 1990î ve, Çîn ji sedî 90ê hilberîna wan a cîhanî dike.

Ber bi endustîrîyê ve tevbigerin

Li gel vê yekê jî, tenê ji sêyan yekê rezervên cîhanî yên teyîdkirî li ser xaka wê ye. Enstîtuya Amerîkî ya Lêkolînên Jeolojîk bi rastî jî nîşan dide ku mirov dikare madeyên nadîr li bin xaka Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Avûstralya lê herweha li gelek welatên Asyaya Başûr-Roj-hilat jî peyde bike. (3) Ji destpêka salên 2010î ve, ev projeyên keşf û vekolînan li Kanada, Afrîkaya Başûr, Kazakistan û Goenlandê jî dest pê kirine. Heta, Koreya Bakur jî îdîa dike ku rezervên wê yên pir mezin hene.

Demeke dirêj, Çîn di vî warî de xwedî pozîsyoneke hema hema monopolî ango yekdest bû. Li dawîya salên 1980yî li serdema Deng Xiaoping, Partîya Komunîst a Çînê (PKÇ) rahişt vê sîyaseta çalak a pêşxistina madeyên nadîr. Ev pîşesazî hingê li bin serwerîya Dewletên Yekbûyî bû. DYAyê wê demê ji bilî madenên Çîyayê Passê li Kalîfornîyayê, herweha dest avêtibû tevahîya çerxa hilberînê ya derdora şirketa Maqnequench, şaxê General Moros û keştîya amîral a Îndîyana ku aktîvîteyên wê yên serketî hebûn. (4) Lê belê, Deng di warê berjewendîya jeo-polîtîk a şuxulandina rezervên Çînê de pir hişyar e. Li gerûserdaneke xwe ya meşhûr a li başûrê Çînê di 1992yan de ji bo ku reforman bixe dewrê, lîderê ixtîyar bergeha xwe weha eşkere dikir: «Rojhilata Navîn petrola wê heye, Çîn jî xwedî madeyên nadîr e».

Ji ber vê yekê, ji bo pêşxistina vê pîşesazîyê hemû derfet guncaw in: rayedarên Çînê erdan ji bo vê yekê vediqetînin, enerjîyê bi fîyeteke erzan tedarîk dikin, ji bo vekirina madenên nû desteka aborî didin. Şertûmercên pir dijwar ên xebatê yên karkerên madenê jî zêde ne xema wan e. Heweha zêde guh nadin parastina hawîrdor jî. Di paralelê vê de, bazara hundir ji reqabeta derve tê parastin, aktîvîteyên derxistina madeyên nadîr tenê li karsazên pîşesazîya çînî tê spartin. Bi pîvana dûrbûna Dewletên Yekbûyî ji aktîvîteyên madenî –kana Çîyayê Pass jî ji sosretên hawîrdorî nehat muafkirin–, (5)  hilberîna fermî ya Çînê (ji bilî hilberîna qaçax a ji sedî 20 heta ji sedî 40 hilberîna giştî ye) bi lezeke sergêjker bi pêş dikeve: 60 000 ton di 1998, 80 000 ton di 2002, 100 000 ton di 2004, 120 000 ton di 2006an de. Hilberîna amerîkî di 2003yan de sekinî, gava ku ya welatên din ên hilberîner salê maksîmûm gihîşt   1 000 tonî.

Çîn ji alîyekî ve serwerîya xwe ya li vî warî diparêze, ji alîyekî ve jî ji bo zîncîra nirxê bilind bike, hewl dide şirketên bîyanî yên di destê wan de pêzanîneke baş a teknolojîyê heye, ber bi xwe ve bikşîne. Vê yekê jî bi awayên rasterast pêk tîne: ji sala 1995an ve, şirketa çînî Zhong Ke San Huan Magnequench a amerîkî dikire. Piştî pênc salan, fabrîkaya wê ya li Indîyana vediguhêze bajarê Tianjin ê li rojhilatê Pekînê.

Hikûmeta Çînê wekî din serî li teknîkên hinek îndîrekt jî dide. Peyderpey ew rêzek sînoran datîne pêşîya îxracatê (bac, destûra taybet, kota) hem ji bo bersivdayîna pêwistîyên her diçe zêde dibin ên bazara xwe ya hundir, hem jî ji bo zêdekirina taleba mişterîyên xwe. Di sala 2010î de dema ku ew xwedî pozîsyoneke hema hema monopolî ye di warê derxistina madeyên nadîr de, Çîn bi awayekî sert kotayên îxracatê, salane dadixe 30 000 tonî. Rêxistina cîhanî ya bazirganîyê (RCB) piştî çar salên din dê Çînê mehkûm bike, (6) lê belê zirarê çêbûye êdî çêbûye jî. Ji bo karibin bersivê bidin rîska îflasê an jî ji bo xwedûrgirtina ji berdêleke madî ya îlawe, şirketên amerîkî û japonî yên sektora parzûnkirina madeyên nadîr aktîvîteyên xwe li Çînê dan destpêkirin. Hemû zincîreyên vî karî, aktîvîteyên bi baceke zêde ya îlawe jî di navê de yên wekî hilberîna miqnetisan, hevparî hatin çêkirin û ev jî bû zemîna transfera teknolojîyê û bi kêrî şirketên çînî hat. Ev şirketên çînî îro êdî bûne şampîyonên cîhanî yên vê sektorê.

Ev sîyaseta pêşketinê ji bo Çînê dibe serketineke di warê pîşesazîyê de. Çîn êdî dikare –li ser axa xwe û bi şirketên xwe, bo nimûne Shenghe– madeya nadîr derîne, bijartina wê bike, parzûn bike û wê veguherîne. Armanca wê ya hilberandina berhemên xwedî nirxa îlawe ya bilind, ji madenê bigire heta hilberîna madeyên têkel ên sofîstîke, gihîşte serî û derbas jî bû: ew niha ji sedî 80yê hilberîna cîhanê ya miqnetisên neonîdyom, yek ji yên herî zêde tên bikaranîn (ji bo telefonên guhêzbar, motorên elektrîkê, amûrên IRMê, hin turbînên baweşînê, û hwd.) pêk tîne..

Di asta ekolojîk de, bîlanço pir kêmtir erênî xuya dike… Pêşketina piralî ya aktîvîteyên derxistina madeyên nadîr li herêmên têkildar bû hemwateya felaketê: Mongolîya navîn bû mexdûra zêdebûna golên bijehr, rewşên bijehrketina asîda sulfirîk û bû şahida peydabûna «gundên kanserê». Beşeke nifûsê, ji ber endîşeyên tendirustî û gemarbûna hawîrdorê di asta xwecihî de dikevin nava livûtevgerê, bo nimûne li Guangxî, xelkê dijberîya xwe ya li hemberî derxistina madeyên nadîr a dibe sedemê hewaya gemar, bi xwepêşandanekê protesto kir. Bi kurtî, berdêla zirarê hawîrdorî ya madenkarîyê her diçe zehmettir dibe ji bo xwe mafdar nîşandana rejîmeke ku baş zane têkoşîn jê tê payîn li dijî gemara hewayê ku ev yek li serdema M.Xi di «cenga bingehîn» a Partîya Komunîst a Çînê de pêk hatîye.

Wekî din, rezervên Çînê yên ku tê texmînkirin 44 milyon ton in, ne bêsînor in. Halbûkî, taleba cîhanî tê payîn zêde bibe. Xerckirina hin madeyên nadîr dikare ji niha heta 2035an 20 qet zêde bibe. Pekîn dikare xwe li nava rewşeke paradoksî bibîne û kontrola wê ya zincîra nirxê, nexasim jî ya çerxa veguherandina madeyê, dikare wê neçar bihêle ku xebatên xwe yên derxistina madeyê bisînor bike.

Rayedarên Çînê, ji ber vê yekê ji destpêka salên 2010î ve hewl didin hilberîna fermî salê di navbera 100 000 û 120 000 tonî de ragirin. Ji bo kêmkirina derxistinên bi rêyên qeçax jî, ew di ber de hewl didin pîşesazîyê, ku ji ber kevinbûnê êdî pir jihevketî ye, bi navgîna şirketên mezin zexim bikin. Bi taybetî, li nîvê dehsalê, ji bo tedarîkkirina pêwistîyên mîneralî ew çavên xwe li hevparên nû digerînin: ji bo herkesî ecêb xuya bike jî, Çîn di 2018an de bû şampîyona îtxalatê ya madeyên nadîr ên xam. Di sala 2019an de, Çînê, li gorî reqemên gumrukên çînî, 47 000 ton mîneralên madeyên nadîr û 36 000 ton oksîda madeyên nadîr îthal kir. Di her du waran de jî îtxalata wê ji îxracata wê zêdetir bû. Ev madeyên nadîr ên xam an jî kêm veguherandî ji Avustralya –di ser Malezyayê re ku li vir şirketa avustralyayî Lynas Corporation, bo nimûne, beşek ji xebatên xwe yên parzûnkirinê pêk tîne–, Bîrmanya, Vîyetnam an jî ji Afrîkayê tên.

Di vê rewşê de derdê Pekîn ewlekirina van îtxalatên nû ye. Di 2015an de, dêwa Shenghe li gel şirketeke avustralyayî ya ku madenê li Madagaskarê dertîne peymanek îmze kir. Sala din, heman dêw herweha bû pardara yekemîn a Greenland Minerals Ltd.ê, şirketa madenê ya avustryalyayî ku pê re jî peymanek îmze kir. Bi vê peymanê re jî Shenghe bû xwedî mafê piranîya hilberîna madeyên nadîr ên giran ên kana Kvanefjeld li Groenlandê. Gave hilberîna li vê derê dest pê bike, ew ê salê 32 000 ton vê cewhera pir bi nirx jê derîne.

Bengîtîyên xwe hindiktir bikin

Ya hê ecêbtir, beşeke girîng a îtxalatên dawî ji Dewletên Yekbûyî tên. Rêveberîya amerîkî, ku pê hesîya ku li hemberî «raqîbê xwe yê stratejîk» (7) ê çînî, nikare xwe ragire, destek da ji nû ve vekirina qada dîrokî ya Çîyayê Pass a ji destpêka 2018an ve ji nû ve dest bi hilberînê kir. Lê belê ev kan hê jî beşa wê ya parzûnkirinê tune ye. Ji ber vê yekê vê gavê, amerîkî madeyên nadîr ên xam îxracê Çînê dikin. Çîn wan parzûn dike û vediguherîne, berîya ku ji nû ve berhema wê ya ziravkirî (bo nimûne miqnetis) ji nû ve bişîne bazara amerîkî, lê herweha bazarên ewropî, japonî an jî hindî.

Bi vê re têkildar, gefa ambargoyeke nû ya çînî gelo cihê bawerîyê ye? Ferzkirina tedbîrên nû yên bisînorkirina îxracatê dikare bê guman, di kurtedemî de, bibe destek ji bo şirketên çînî, bi rêvekirina ji wan re ji bo xwe bigihînin berhemên êdî nemane û li gelek sektoran peydekirina alternatîfên wan jî pir zehmet e. Lê belê vê yekê wê dîsa jî cesaret bida hevparên wê ji bo pirçeşîtkirina rêyên xwe yên bazirganî –ev dikare navendîbûna Çînê di zîncîra nirxê de bixe nava xetereyê–. Bi awayekî paradoksî, ev sînordarkirinên îxracatê wê bi kêrî raqîbên wê bihatana. Bi rastî jî, ew ê muhtemelen bibûna sedemê «şokeke talebê» û bilindbûna fîyetan di asta cîhanî de. Di encamê de jî şuxulandina madenên nû yên zêdetir bi qezenctir bûya.

Bi her halî, vîna amerîkî ya êdî wê ne girêdayî Çînê be, pir eşkere tê nîşandan. Li Dewletên Yekbûyî, karûbarên veguherandina mîneralên xakên nadîr ên Çîyayê Passê tê payîn ji niha heta dawîya salê ji nû ve dest pê bikin û Pentagonê nîyeta xwe ya fînansekirina avahîya yekîneyên parzûnê [rafîne] li ser xaka amerîkî dîyar kir. Nêzîkbûna rêveberîya Trump li gel pir hevparan (Kanada, Avustralya di rêza pêşî de) ji alîyê rayedarên Çînê ve ji nêz ve tê şopandin. Li havîna 2019an, Global Timesê bi zimanekî îronîk dinivîsand ku kirêkarê Qesra Spî daxwaza xwe ya ji bo «kirîna» Groenlandê eşkere kirîye. Delîleke, li gorî rojnamê, «tengezarîya» amerîkî beramberî serwerîya Çînê li nava sektora madeyên nadîr. (8)

Salek piştî serdana M. Xi li fab-rîkaya miqnetisan a Jiangxi, Çînê hê jî gefa ambargoyê bi cih neanîye. Di pevçûna bi xirecir a di navbera her du hêzan de veguherîneke balkêş ji alîyê piranîya çavdêran ve nehat ferqkirin. Ji bo sala 2020î, Çînê kotayên xwe yên hilberina madeyên nadîr kêm nekirin, berevajî, ew ji sedî 10 bilind kirin. Dibe ku ev jî awayekî Pekînê be, bi armanca pêşkêşkirina erzeke hê zêdetir ji bo daxistina fîyetên cîhanî û hê di motikê de fetisandina projeyên nû yên madenkarîyê ku ji alîyê Dewletên Yekbûyî bi baldarî tên şopandin.

Şewba Covid-19, ku derî li madenên çînî û bi awayekî berfirehtir jî li aborîya cîhanê girt, van hesaban dike mijara jêpirsînê. Lê belê li vê kêlîyê ku cîhan giş li ser girêdanên xwe yên bi Çînê ve ji xwe pirsan dike, şik tune ku madenên nadîr wê ji nû ve vegerin ser dikê.

*Analîstê aborî li Midîrîyeta Giştî ya Xezîneyê, ji 2017an heta dawîya 2019an li Pekînê wezîfedar bû. Nêrînên di vê nivîsê de ji alîyê nivîskar ve hatine îfadekirin bi temamî şexsî ne.

____________

(1) Jin Canrong, «Çîn ji bo şerê li dijî DYAyê qezenç bike di destê wê de sê kart hene», Global Times, Pekîn, 15 gulan 2019.

(2) «Karsazên madeyên nadîr destekê didin wergirtina dij-tedbîrên li himberî ‘zextên’amerîkî», Reuters, 7 tebax 2019.

(3) Kurtenûçeyên li ser berhemên mîneral, US Geological Survey, Reston, kanûna paşî 2020.

 (4) Binêrin li nivîsa Olivier Zajec, «Çawa Çînê cenga li ser madeyên stratejîk qezenç kir», Le Monde diplomatique, çirîya paşî 2010.

(5) Cf. Guillaume Pitron, Şerê li ser madeyên nadîr, Weşanxaneya Les liens qui libèrent, Paris, 2018.

(6) Différend DS432, Çîn – Tedbîrên têkildarî îxracata madeyên nadîr ên wekî tungten û molîbden.

(7) Cf. Stratejîya nû ya ewlekarîya neteweyî ya amerîkî ya ji alîyê M. Trump ve di kanûna paşî 2017an de pêşkêşkirî.

(8) Wang Jiamei, «Eleqeya ji bo Greenlandê valahîya amerîkî ya di warê madenên nadîr de radixe pêş çavan», Global Times, Pekîn, 21 tebax 2019.

Wergera ji fransî: Baran Nebar