Jeopolîtîka qeşaşkênîyê

Vegırtına okyanûsên cemseran

Okyanûsên Bakur û Başûr dilbijîyeke peyderpey mezintir diafirînin. Helîna qeşayê ya di demsala havînê de li Bakur ji niha ve li ber çavan dikeve, dikare rêyên mezin ên deryayî û kevîderyayîyê ji bo keştîvanîya li pey talankirina çavkanîyên xwezayî veke. Veguherîna fîloyên neteweyî yên qeşaşkên dihêle mirov bikare dilbijîya zêde ya welatên ku diwazin ji germbûna avhewayê li van latan sûdê wergirin, bipîve.

Translator

Okyanûsên Bakur û Başûr dilbijîyeke peyderpey mezintir diafirînin. Helîna qeşayê ya di demsala havînê de li Bakur ji niha ve li ber çavan dikeve, dikare rêyên mezin ên deryayî û kevîderyayîyê ji bo keştîvanîya li pey talankirina çavkanîyên xwezayî veke. Veguherîna fîloyên neteweyî yên qeşaşkên dihêle mirov bikare dilbijîya zêde ya welatên ku dixwazin ji germbûna avhewayê li van latan sûdê wergirin, bipîve.

Çend saet berî îstîfaya xwe, 15yê çileya paşî, serokwezîrê rûs Dîmîtrî Medyedev îmza xwe datanî bin çekeke bi berdêla 127 milyar rûbleyî, (1,85 milyar ewro) ku derfet dide hilberîna qeşaşkêneke herî mezin a heta îro ya bi navê projeya Lîder. Bi dirêjîya 200 metre, firehîya 50 metre û hêza xwe ya 120 megawatt, ev dêwa deryayan wê du caran bikêrhatîtir be ji her pênc qeşaşkênên nukleer ên li seranserî cîhanê halê hazir di xizmetê de ne -giş li Saint-Pétersbourgê hatine çêkirin û bendera wan a lêmanê jî Mourmansk e.- Berîya radestkirina yekemîn ji her sê Lîderan, ku di 2027an de tê payîn, şirketa dewletê Rosatomflot wê bibe xwedî sê avahîyên atomî yên giran ên karibin tevahîya salê xwe ragirin li nava okyanûsa Arctîque bi vekirina rêyên di tehtên qeşayî yên herî stûr de, li gorî projeya 22220. Rûsya bi daxwaza firehkirineke nû ya berê xwe yê li nav rêya deryayî ya bakur, vegera xwe ya li okyanûsan eşkere dike. Tevnerêya esasî ya neteweyî ya serdema Yekîtîya Sovyetê, Sevmorpout dikare bibe rêyeke her diçe zêdetir navneteweyî.

Berî şeş mehan, 14ê tîrmeha 2019an, rawestgeha meteorolojîk a kanadayî ya Hawarê, ku 900 km li dûrî Cemsera Bakur hatîye sazkirin, nîşan dida ku germahî 21 derece bû. Ev rekor 15 derece derbas dibû ji dereceya asayî ya di tîrmehan de li vê baregehê, li herî bakurê cîhanê dihat pîvandin. Bi awayekî hê berbiçavtir, rapora dawî ya Koma pisporên navhikûmetî ya têkildarî veguherîna avhewayê(GIEC) destnîşan dike ku li Cemsera Bakur germbûna cîhanê li gel «hejmarên du caran bilindtir ji yên hercarî», ku ji niha ve gihîştîye dereceyeke Celsius. (1)

Encam ev in: teht û latên qeşayî zivistanê zehmettir çêdibe, ew kêmtir stûr dibe û qadeke her diçe biçûktir digire di dawîya havînê de (li nexşeya li himber binêrin). Qada qeşayî ya deryayê di 18ê îlona dawî de ya herî qels bû ji sala 1979an û vir ve, piştî rewşa xwe ya 2012an. (2) Li gorî pêşbînîyên GIECê «havîneke Cemsera Bakurî ya bê qeşaya deryayê ya sedsalê carekê di rewşa germbûna cîhanî ya 1,5 derece de» tê payîn. Ev frekans wê bibe «herî hindik havînek ji bo her deh salan di rewşa germbûna cîhanî ya 2 dereceyî de».

Eger bilindbûna dereceya germê teqez be jî, siberoja tehtên qeşayê şîlo ye. Li okyanûsa başûrê cîhanê, ku berfirehîya wê bîst caran li Derya Spî ye, (3) helîna berdewam a qeşayên li kevîyan bi awayekî nakok vê gavê dibe sedema parastina qeşayên deryayên ku parzemîna qeşagirtî dorpêç dikin; û zêdebûna şilîyên bi şiklê berfê dîsa dikare beşeke helîyayî ya vê pêçeka mezin a qeşayê telafî bike.

Li ser rûyê okyanûsa bakurê cîhanê (pênc caran li mezinahîya Derya Spî ye), lêkolîneke berî çendekê dihêle mirov bifikire ku nêzî nîvê germbûnê xwe dispêre gazên zirardar ên ji malbata klorur karbon ên li ser perdeya ozonê. (4) Peyderpey qedexekirî ji dema peymana Montreal a 1987an û vir ve, tê payîn ew di nav 50 salan de hêdî hêdî tune bibin. An na, rîskên serûbinbûna avhewayê nikarin bên paşguhkirin, lewre kêmbûna herêmên deryayî û bejahî ji ber qeşa û berfê, wê qadên tîrêjên rojê xwe digihîninê jî teng bike. Bi vî awayî, erd û okyanûsên tîrêjê vedikişînin, wê zêdetir germ bibin, dema ku pergelîsol hev berde -ev axa hertim qeşagirtî, li binê deryayê jî- wê bibe sedemê serberdana gazên nû yên serra bi taybetî jî ya [gaza] metanê.

Bi tevahî, qeşaya deryayê di salên pêşîya me de, muhtemelen wê kêmtir sitûr û kêmtir berfireh bibe. Ev nayê wê wateyê ku keştî wê li nava avên serbestên ok-yanûsên cemserê seferan bikin. Beşeke mezin a salê, wê hê jî tehtên qeşayî xwe bigewde bikin. Paradoks jî di vê de ye: çiqas qeşaya deryayê bihele, ewqas jî daxwaza qeşaşkênîyê wê mezin bibe û ev yek jixwe ji nîveka salên 2000î û vir ve tê dîtin. Ev keştî wê hê demeke dirêj pêwistîyên nebe-nabe bin ji bo pêşxistina rêyên cemserî ku dibin avantajek ji bo kurtkirina mesafeya navbera gelek benderên Pasîfîk û Atlantîkê. Sefereke ji Rotterdamê heta Yokohama bo nimûne di ser kanala Suweyşê re 20700 kîlometre ye, lê belê bi rêya Bakur dadikeve 12700 kîlometreyî. (5) Ji New Yorkê heta Şangayê, di ser Panamayê re mesafeya deryayî 19600 kîlometre, di ser bakurê Kanadayê re 14500 kîlomotre ye.

Ev keştîyên alîkarîyê di demsala havînê de, li bin tava nîvê şevê, an jî giranbûyî bi zemherîya nava şeva cemserî li nava hewaya ku dikare dakeve heta bin pêncî dereceyî tûristan ber bi Cemsera Bakur ve dibin. Wan, heta niha tu caran li nava okyanûsan berê xwe ewçend fireh nekiribûn. Yekane fîloya atomî ya rûsî di 2019an de rê ji 510 keştîyan re vekir. Ev hejmar di salên berê de kêm zêde 400 bû. Eger hemû keştîyên li nav deryayên sar seferê dikin divê xwedî gewdeyeke zexim bin jî, komeleya navneteweyî ya şirketên sinifandinê van ên ku hecm, profîl û hêza wan têrê dikin ku tehtekî qeşayî yê herî kêm 70 santîmere stûr derbas bikin, wekî «qeşaşkên» bi nav dike. Keştîyên xwedî motorên herî giran dikarin bi lezeke biçûk qeşayên gelek salan ku ji 4 metreyî û şembelîlkên qirase yên navbera du tewên qeşayî yên ji deh metreyî mezintir bişkînin. Ev keştîyên ku ji seyrûsefer û bazirganîya deryayî yên li nav van herêmên sar rê vedikin, di qonaxa pêşî de, li devê deryayên Saint Laurent, Baltik, Spî û Okhtoskê peywira wan a pêşî jî karekî bazirganî ye... Lê belê ev di heman demê de keştîyên serwerîya deryayî ne, li nava herêmên cemserî yên dibin sedemê harkirina dilbijîyên nû.

Li Antartîkayê, peymana 1961ê îdîayên li ser herêman dicemidîne û destûrê dide tenê livûtevgerên aştîyane yên ji bo karûbarên zanistî. Bi qasî sî dewlet xwedî baregehên zanistî ne. Û li van baregehan hewl didin têbigihin ji veguherîna avhewayê û herikînên bingehîn ên okyanûsên cîhanî ku ji van avan zêde dibin. Helbet gelek ji van dewletan dibe ku di ber de hin hesabên wan jî hebin da ku rojekê ji xwe re rêya çavkanîyên xwezayî jî bibînin.

Li nava avên navneteweyî yên Cemsera Bakur, Rûsya, Norweç û Danîmarkayê daxwaz kirin ku herêmên wan ên aborî li ser vê qada parzemînê were firehkirin -Kanada jî wê di nêzîk de daxwazên xwe yên bi heman armancê pêşkêş bike.- Parvekirina hin herêman bi taybetî jî herêmên pişta Lomonosov wê bi her halî bibe mijareke ku guftgoyên dijwar ên hiqûqî û sîyasî li ser bên kirin. Ev daxwaz li nav Konvensîyona Neteweyên Yekbûyî ya li ser hiqûqa deryayê ku di 1994an de ket merîyetê cih digire. Ev Konvensîyon hê ji alîyê dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve nehatîye îmzekirin. Venasîna mafên nû li ser talankirina çavkanîyên bin-deryayî û avan wekî prensîp rasterê firsetê nade ji bo seyrûsefera ku li deryayên vekirî yên navneteweyî serbest e. Li gel vê yekê jî, kanadayî û rûs li ser pênaseya «xeta bingehîn» ku tengavên sereke yên li nav avên xwe yên hundirîn, dîrokî, bi serwerîyeke bêkêmasî li hev dikin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku xwe wekî şampîyona azadîya seyrûseferê dibîne, li dijî vê vîzyonê derdikeve û van derbasekan wekî tengavên navneteweyî, (6) yên ne aîdê tu kesî, dinirxîne. Kanadayî û rûs wekî din xwe dispêrin «xala Cemsera Bakur» a vê konvensîyonê ya têkildarî xetereyên gemarkirina hewayê û parastina hawîrdor, ji bo astengkirina derbasbûna keştîyên nakevin çarçoveya pîvanên ferzkirî. Ji sala borî ve, her keştîya dixwaze berê xwe bide ser vê rêya bakur, divê herî hindik 45 roj berê rayedarên rûsan haydar bikin. Rayedarên rûs hebûna pîlotekî û heta qeşaşkênekê ku pêşîya wê veke, li ser her keştîyê ferz dikin.

Cemsera Bakur ne berî ye, li himberî îdîayên serwerîya li nava hewaya her ku diçe zêdetir dibe bêewle. Di tebaxa 2007an de, noqareke rûsî li bin kûrahîyeke 4261 metreyî, berê xwe dida Cemsera Bakur ji bo aleke spî-şîn-sor a bi madeyeke zengnegir, têde biçikîne. Mîg jî bi rêkûpêkî li raserî Cemsera Bakur dewrîyê dikin. Girava Kotelny, ji 1930yî ve terkkirî, dibe malovana baregeheke nû, dema ku ya Nagurskoïe, li ser xaka François-Joseph, hat firehkirin. Di îlona 2018an de, tetbîqatên herî mezin ên dîroka piştî Sovyetê, li gel Çîn û Moxolistanê, 300 000 rûs ber bi Rojhilata Dûr ve kirin nava livûtevgerê. Kesên di Fîloya Bakur de jî beşdarên tetbîqatê bûn. Ji alîyê xwe ve, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî li gel hevalbendên xwe yên Rêxistina Peymana Bakur (NATO) ji bo organîzekirina operasyona «Trident Juncture» li bakurê Norweçê, di meha 10an a 2018an de 50 hezar leşker kirin nava livûtevgerê. Axi-rî, 18ê tebaxa dawî, serok Donald Trump, eleqeya her diçe zêdetir mezin dibe û bi giştî fikreke hevpar e ji bo çavkanîyên mîneral ên potansîyel ên herêmê, bi zimanê xwe yê wekî hercar qebe, bi teklîfa kirîna Gronlandê dianî ziman.

Giranîya Rûsyayê di fîloya cîhanî de berî her tiştî bi dîrok, jeolojî û avhewayê tê îzahkirin. Ba û bahoz û herikînên deryayî, bi taybetî jî yên avên germ ên Atlantîka Bakur, dihêlin rêya Bakur-Rojhilat li ber Sîbiryayê bi rêkûpêkî vebe. Li nîvê labîrenta giravên bakurî yên Kanadayê, derbasbûna di tengava Bakur-Rojava re wê hê demeke dirêj pir zehmet be. Jixwe berê jî, hê berîya serketina Norvégien Roald Amundsen (navbera 1903 û 1906), li vê tengavê gelek dram pêk hatibûn û heta salên 2000î jî pir kêm caran ev rê dihat ceribandin. Lê li alîyê din, rêya deryayî ya Bakur (ji Norweçê heta tengava Beringê) ji 1878 û 1879an vir ve ji alîyê Otto Nordenskjöldê swêdî ve bi temamî bûye rêya seyrûseferê. Gelek destanên sovyetî -û gelek qeza jî- jî çêbûne bigewdebûna Sevmorpout, enîya pêş ji bo nirxandina beşa Asyayê ya welêt.

Di 1932yan de, qeşaşkêna Sibiriakov tenê di demsalekê de girêdana xwe ya pêşî di navbera Arkhan-gelsk û Yokohamayê (Japonya) de pêk tîne. Ji nîveka salên 1930yî û vir ve, peravên bakur havînan bi rêkûpêk hatin zîyaretkirin. Rêya deryayî ya Rojhilat-Rojava jî zêde dibe li rêyên çemûçem ên Başûr-Bakur ên çemên mezin ên Sîbîr-yayê, Ob, Ienisseï, Lena û Kolyma ku ew jî havînan ji qeşayê xalî dibin. Ji bo xebitandina çavkanîyên madenî yên Sîbîrya û Rojhilata-Dûr bi xweserîyeke bêhempa a gelek mehan, yekemîn qeşaşkêna atomî, Lenîn, di 1959an de dest bi seferan dike û heta 1989an xizmeta wê didome. 14ê tebaxa 1977an, yek ji xelefan, Arktika, dibe yekemîn keştîya ser rûyê avê ya ji bo xwe gihandina Cemsera Bakur. Sala din, beşa rojavayî tevahîya salê heta Dikson a li nêzî devê Ienisseî vekirî dimîne. Dîrokzan Pierre Thorez weha behsa rewşa wê demê dike: «Li destpêka salên 1970yî, YKSS li hewzeya Cemsera Bakur xwedî 138 keştîyên barhilgir ên sinifa qeşayê bû. Li dawîya serdema sovyetî, [ev hejmar] nêzî 350 dibû û 16 qeşaşkênên demdirêj ku 8 ji wan xwedî enerjîya nukleer bûn, li wan zêde dibû». (7)

Qaçaxçîtî jî di dawîya salên 1980yî de bi 7 milyon ton, bi piranî komir, petrol, dar û mîneralan, digihîje asta herî bilind. Dûre kêm dibe, piştî hilweşîna YKSSyê di 1998an de dadikeve asta milyonek û nîv tonî. Hejmara niştecihên li van herêmên zemherî jî bi lezeke sergêjker kêm dibe. «Doktrîna deryayî» ya di 2001ê de ji alîyê serok Vladimir Pûtîn ve hat pêşkêşkirin berevajîkirina vê guherînê ji xwe re dike armanc. Piştî bilindbûneke hêdî, hecmê malê veguhestî, asta 1989an ancax di 2017an de derbas kir, berî ku bigihîje 20 milyon tonî di 2018an de û zêdetirî 31 milyon tonî di 2019an de. (8) Ev bilindbûna ji nîşka ve berîya her tiştî bi talankirina kana gazê ya nîvgirava Iamal a li deltaya Obê tê îzahkirin. Bi qasî panzdeh hilgirên LNG yên sinifa «qeşa» berî demeke nêz ketin xizmetê da ku vê gaza ronkirî ber bi Ewropaya Bakur û Asyayê ve bibin. Nirxandina vê çavkanîya hêja (9) ancax bi alîkarîya teknîk û diravî ya rojavahî û çînîyan bû mimkin. Hevşirketa Yamal LNG, ku seyahê dişuxulîne û keştîyan bi çek dike, parên wê % 20 yên Total a fransî, % 20 yên PetroChina û % 9,9 yên foneke serdeste a Çînê ya bi navê Fona Rêya Hevrîşîm in. Piranîya vê sermayeyê (% 50,1)  li gel vê yekê jî dimînin li bin kontrola şirketa rûs Novatek.

Bi berdewamî razemenîyên mezin hatin ragihandin: nûkirin an jî firehkirina benderan, balafirgehan, xetên rêyên hesînî û hwd. Qeşaşkên xwedî şûneke baş xuya dikin li gel projeyên Lider û 22220. Arktîkaya nû, Ûral û Sibirya divîya bû bi rêzê di salên 2020, 2021 û 2022yan de berê xwe bidana deryayê. Ji bilî ku hêzeke bêhempa ne, têgeha wan a resen jî dihêle bi alîkarîya avdankan avkêşa keştîyê were eyarkirin ji bo geryana li nava çemên avên wan hindiktir kûr. Piştî dandestpêkirina planeke pêşxistina Rêya deryayî ya Bakur di dawîya 2019an de, serokwezîrê nû Mîhayl Mîçûstîn 30yê vî çileyî dengdana qanûneke têkildarî kêmkirina bacê ji bo teşwîqkirina razemenîyên li wêdetirî bazineya cemserê eşkere kir. Li gel arezûya xwe gihandina barkêşîya 80 milyon tonî di 2024an de û di nava deh salên di pey re jî, bi du car mezinkirina vî çendeyî, hedefa dîyarkirî ji niha heta 2030î (10) ji 200 milyar ewroyî derbas dibe. Planeke pir zêde wêrek jî be, îro Sevmorpût, li gorî M. Hervé Baudu, profesorê zanistên têkildarî avê li dibistana neteweyî ya bilind deryavanîyê ya Marsîlya, (11) «tenê ji bo trafîka tomerî a têkildarî talankirina çavkanîyên hîdrokarbur û mîneral balkêş e». Her çendî sefera konteynirhilgira Vanta Marsek a bi masîyên rûs û malzemeyên elektronîk ên koreyî barkirî di îlona 2108an de pir hat medyatîzekirin jî, di eslê xwe de ev bazirganî bêhtir a veguhestina madeyên xav ên di navbera Rûsya û derve yan jî di navbera benderên rûs bi xwe de bû. Veguhestina malê saf, her sê salên dawî, salê bi kêmtirî sî keştîyan, zêde negirîng e. Wekî hecim, ev kêmtirî % 3 qeçaxçîtîya Rêya Bakur e û ji sê hezaran yekê veguhestina di ser kanala Sûweşê re ye.

Li hêla din a okyanûsa Cemsera Bakur, tu bergeheke pêşketina mezin ji bo demeke navîn nayê çêkirin: «Kanada jî eynî wekî Dewletên Yekbûyî zehmetîya wê heye di warê peydekirina pereyan û arezûya sîyasî de ji bo pêşxistina fîloyeke qeşaşkên a karibe bibe bersiva mezinahîya îdîayên wê yên têkildarî seyrûsefera deryayî», li gorî analîza Hervé Baudu. (12) Fîloya kanadayî di nava xwe de 15 keştîyan hildigire, lê belê tenê yek jê bi qasî pêwist «giran» e. Ev keştîya bi navê Louis Saint-Laurent, bi mîsyona lêgerîna zanistî û tedarîkkirina pêwistîyan ji bo civatên inuît ji 1969an ve seferan dike. Bêyî xweserîya kafî û binesazîya ji bo mayîna li nava okyanûsa Cemsera Bakur, nikare bi keştîyên rûs re were muqeyesekirin. Bêkapasîtebûna vî welatê bakur ê ji bo serwerîya wî ya li nava deryayên qeşagirtî, dibe mijara hişyarîyên birêkûpêk li parlamenê an jî di medyayê de. Di tebaxa 2008an de, serokwezîr Stephen Harper li serdana xwe ya Înuvîkê tarîxa sazkirina keştîyeke xurt John Diefenbaker, wekî 2017 radigihand. Li gorî nûçeyên dawî, 1,3 milyar dolarê kanadayî, (900 mîlyon ewro) butçe hê jî nehatîye peydekirin. Pêşikahî ji bo keştîyên biçûktir ên ji bo sererastkirina rêya deryayî ya Saint-Laurent hat naskirin. Helîna qerîseka li ser gola bilind heta bigihîje Giravên Atlantîkê zivistanan gelek qeşaşkênên sivik dixe nava livûtevgerê. Ev rêze tesîsên qirase û coyên ku di 1959an de vebûn, ji alîyê girîngîya rola xwe ya aborî ve bi yên herêmên Cemsera Bakur re nayên muqeyesekirin. Tevî ku ji salên 1970yî ve kêm dibe, trafîka çemûçem di 2018an de hê jî bi qasî 41 milyon ton bû.

Eger du cîranên Amerîkaya Bakur li ser Golên Mezin hevkarîyê bikin, azadîya çûnûhatinê wê bibe çavkanîya xirûcirê. Piştî keşifkirina petrola li Alaskayê, Waşîngtin ji 1969an ve navîgasyona xeta rê ya bi navê Manhattan test dike. Ev petrolhilgira bi gewdeyeke zeximkirî ya 300 metre dirêj, xwedî hêza veguhezandina 100 hezar ton bar e. Ottowa sala din qanûneke ji bo pêşîgirtina li hewaya gemar a Cemsera Bakur bi dengdanê erê dike. Ev qanûn normên keştîyên dikarin di van avan re derbas bibin tarîf dike. Hindik dimîne bûyereke dîplomatîk rû bide, gava Polar Sea, qeşaşkêneke giran a parastina peravên Dewletên Yekbûyî (îro nayê bikaranîn), di 1985an de hewl dide derbas bibe. Ji ber ku nikare dest lê werde, Kanada rê didê derbas bibe, lê belê qelsîya fîloya xwe baş ferq dike. Wezareta parastinê ya ku bi zêdebûna êrişên noqerên bîyanî re rû bi rû dimîne, di 1987an de herweha radihêje projeya kirîna noqareke nukleer a êrişê ji Fransa an jî Brîtanyayê. Saleke din, ev peyman li ser Waşîngtonê tê ferzkirin: «hemû livûtevgerên qeşaşkênên amerîkî yên li nava avên ku Kanada wekî avên xwe yên hundirîn bi nav dike, divê bi rizaya hikûmeta Kanadayê bên pêkanîn». (13) Lê belê teks di heman demê de destnîşan dike ku «li ser hiqûqa deryayê ya ji bo vê herêmê an jî vê qada deryayî tu tişt di vê peymana hevkarîyê ya navbera dostan û cîranan de» tesîrê li pozîsyonên pêwendîdar nake. Anonsa kirîna noqarekê nehat şopandin, eynî çawa di 2007an de jî anonsa çêkirina bendereke li nava ava kûr a Nanisivik, a ji bo hêsankirina dewrîyeyên parastina peravên li herêmê bêşopandin mabû. Axirî, sala bê wê rawestgeheke besît a sotemenîyê li bakurê girava Baffîn were sazkirin.

Fîloya amerîkî hê jî ji ya cîranê xwe melûltir xuya dike. Keştîya herî bihêz, Polar Star, berî 44 salan dest bi rêwîtîya deryayî kir! Hêza wê ya têkel a ji dîzel û gazê pêk tê, rê nade heman xweserîya motorên atomîk. Healy ku di sala 1999an de dest bi lêkolînên zanistî kir, bû yekemîn keştîya amerîkî ya ser-rû ya ji bo xwe bigihîne Cemsera Bakur, di 2015an de, tam sî û heşt sal piştî rûsan. Lê belê di vê sibatê de, fermandarê parastina kevîyan dîyar dikir ku ev keştî li nava avên Cemsera Bakur derdiket seferê, hem jî «beyî ragihandinên pêbawer li piranîya dema dewrîya gelek mehan» ji ber nebûna îşaretên sererdê û ragihandineke baş a peyka li van latan. (14) Li gel vê yekê jî amîral Karl Schultz çakbîn bû dema ku îdîa dikir fînansmana ji bo sê keştîyên nû yên qeşaşkên li ser rêya rast bû û ev keştîyên ji mêj ve dihatin payîn, dikaribûn di her demsalê de derketana sefera li okyanûsa Cemsera Bakur. Lê belê tenê ji bo yekê butçe hat veqetandin û ji bo yên din hê jî dengdana li Kongreyê tê payîn.

Xuyakirina Çînê li dika cemsera Bakur naşibe ku wê dawî li van paşdexistinan bîne. 14ê tebaxa 1999an, nêzîkbûna li qeraxê ya Xue Long (Ejderhaya berfan), qeşaşkêna ku Pekînê ji Ûkraynayê kirîye, bû sedemê heyecanekê li bendera biçûk a Tuktoyaktuk, gundê Inûît ê Herêmên Bakur-Rojava. Tevî ku hatibû haydarkirin jî, rêveberîya kanadayî agahî bi awayekî rast ranegihandibû. (15) Dema ew dikeve ser tengava Bakur-Rojilat, di havîna 2012an de, vê carê keştîya bi enerjîya nukleer a rûs a bi navê Vaygaş, pê re rêwîtîyê dike... Di îlona sala borî de, Xue Long II, ku li Şangayê hat çêkirin, hat ev fîlo bi serûber kir. Tevî ku wekî keştîyeke ji bo lêgerîna zanistî hat danasîn jî, mîna ku di pirtûka xwe ya spî ya çileya paşî ya 2018an a der barê Cemsera Bakur de jî Çînê destnîşan kirîye, ev proje dibe remza «Rêgeha Cemsera Bakur a hevrîşîm». Mezintirîn îthalatkara madeya xam a cîhanê eleqeyeke gav bi gav mezintir nîşan dide ji bo çavkanîyên hîdrokarbûr ên Rûsyayê, herweha ji bo madenkarîya potansîyel a Kanada û Gronland û Îzlandayê. Gelek projeyên keştîyan li Pekînê hatin rojevê û di hezîrana 2018an de, şirketa nukleer a neteweyî ya çînî bangek kir ji bo îhaleyeke çêkirina qeşaşkêneke atomî ya xwedî giranîyeke 30 000 ton, (16) ku hempaya wê ji bilî li Rûsyayê wê li welatekî din tunebûya. Keştîyeke wisa wê di heman demê de bibûya zemîneke ceribandinê ji bo sazkirina balafirhilgireke bi enerjîya nukleer bixebitîya. Û ev qadek e ku DYA li wê xwedî avantajeke pir zelal e bi yanzdeh keştîyên xwe, li ser rûyê cîhanê tenê yeke din a wisa Charles-de-Gaulle heye.

Ji alîyê xwe ve, Yekîtîya Ewropayê jî di 2002yan de dilbijîya xwe ya xurt ji bo herêmên Cemsera Bakur bi projeya Aurora Borealîs, «qeşaşkêna herî mezin a hemû deman» ragihand. Piştî hijdeh salan, proje bihostekê jî bi pêş ve neçû... Gelek welatên din jî xwe xemilandine, lê belê bi daxwazên hinek mutewazîtir. Bo nimûne niştecihên kevin ên kendavên Fînlanda û Bothnie (Swêd, Fînlandîya, Estonya) ku her zivistan bi qerîsekên tenik ji nû ve tên vegirtin. Norweç û Danîmarkayê pêdivî heye bi keştîyên alîkar ji bo girêdanên xwe yên bi Svalbard û Gronlandê re. Piranîya keştîyên din ji bo lêkolîn û girêdanên li gel parzemîna antartikî yên wekî keştîyên berî demeke nêz ji Şîlî, Afrîkaya Başûr û Avustralyayê hatin, tên bikaranîn. Li perzemîna qeşagirtî herweha yekane keştîya arjantînî û hempîşeyên wê yên ji Ewropayê (Îtalya, Îspanya, Almanya, Qralîyeta Yekbûyî) an jî Asyayê (Japonya, Koreya Başûr, Hindistan) bi rêkûpêk li hev kom dibin. Fransa vê gavê qeşaşkênek tenê bi çek dike. Ev keştîya bi navê Astrolabe, ji 2017an ve ragihandin û desteka milkên firansî yên li Okyanûsa Hindî (giravên Kerguelen, Saint-Paul, komgiravên Crozet) û herweha yên baregehên Dumont d’Urville û Concordia yên li Cemsera Bakur tedarîk dike. Tevî vê yekê jî tûrîst dikarin gerûgeşta xwe ya siberojê li ser Commandant Charcot rezerve bikin. Ev keştîya 150 metre dirêj, a bi turbînên gazê û motorên elektrîk dişuxule, wê karibe 270 rêwîyan zivistanê bigihîne Bakurê Dûr, havînê jî Başûrê Mezin. Xebat ancax heta 2021ê biqede (Li Romanyayê dûre jî li Norweçê), lê belê ji niha ve şirketa Ponant «gerûgeşta sibê» a bi «lukseke veşartî ya a la franga» xeyal dike.

Di axaftineke xwe ya navdar a li Mormanskê 1ê çirîya paşî ya 1987an, sekreterê giştî yê dawî yê Partîya Komunîst a Yekîtîya Sovyetê Mîhaîl Gorbaçev, rêyeke aştîyane ya hevkarîya li Bakurê Dûr a xwe bispêre pevbawerîyê pêşnîyar kir. Li gorî wî, ewlekarî nikare tenê bi navgînên leşkerî pêk were û divê çekên nukleer li herêmê werin qedexekirin. Avakirina Konseya Cemsera Bakur di 1996an de ji bo parastina hawîrdoreke bi taybetî hesas qismen bersiv dida vê bergehê. Ev foruma guftugoyê li navbera hemû welatên xwedî xak li bakurê bazineya Cemsera Bakur dûre ji civatên xwecihî û welatên mezin ên ewropî û asyayî re, wekî beşdarên çavdêrîyê hat vekirin.

Tevî tansîyonên ku carinan ew li hev radigeşandin jî, Norweç û Rûsyayê di nîsana 2010an de bi îmzekirina peymanekê, li ser mijara parvekirina herêmên li derya Barents ku mijara gengeşîyê ne, rê nîşandan. Konseya Cemsera Bakur lihevhatina peymana lêgerîn û rizgarkirina keştîyan an jî balafiran a 2013an jî di navê de gelek peymanên girîng îmze kirin. Nimûneyeke din jî, îmzekirina peymana navneteweyî ye ku pê her cure bazirganîya masîvanîyê ya li deryaya vekirî a li okyonusa Cemsera Bakur, ji 15ê adara 2019an ve, herî hindik ji bo 16 salan hat qedexekirin. Ev peyman li hemû welatên herêmê yên îmzeya xwe danîn binî -welatên li peravan, wekî din welatên Yekîtîya Ewropayê, Çîn û Japonya- ferz dike ku bikevin nava xebata bernameyeke hevpar a çavdêrî û lêgerînê ya ji bo were zelalkirin ka masîvanîyeke xweragir wê rojekê mimkin be yan na. Lê belê em hê jî pir dûr in ji peymaneke li ser Cemsera Bakur a hempa bi ya Antartîkayê re. Ancax gefên giran ên li ser ekosîstemê dikarin qadeke navbeynkarîyê çêbikin. Konseya Cemsera Bakur ku wê herî dawî di gulana 2019an de li Fînlandîyayê kom bûbûya, neçû wir. Civîn bi danezaneke hevpar bi encam nebû, ji ber ku Dewletên Yekbûyî ku beramberî hebûna Çînê pir bi şik tevdigere, herweha red dike ku germahîya avhewayê ji bo herêmê wekî «gefeke cidî» were binavkirin.

Helîna qeşaya Cemsera Bakur, di nuqteya lihevnêzbûna îşaretên erdî yên kardînalî de xeyaleka kevin a Serdema Ronesansê ji nû ve zindî dike: Lihevnêzbûna Şerq û Xerbê, a hatîye sembolîzekirin bi projeksîyona cemserî ya cîhanê li ser ala Neteweyên Yekbûyî. Di warê pratîkî de, gelek astengî wê pêşxistina van rêgehan hê jî sist û giran bikin: kêm benderên starê, kûrahîya lawaz a tengavan, hîdrografîya netemam, alîkarîyên nezelal ên li seyrûseferê li van qadan, parastina bar û amûran ji sermayê, berdêla eskort û sîgortayê... Kirîna fîloyeke biha ya qeşaşkên ên bi performans di vê çarçoveyê de qûmareke der barê siberojê de ye. Çîn berî hertiştî dixwaze rêyên xwe yên bazirganî û ardûyên xwe yên enerjîyê pircure bike. Ji bo Rûsyayê jî ku hewl dide îxracata madeyên xwe yên xam garantî bike, ev pêşikîyek e. Rûsya ku gihîştîye qonaxa pêwîst ji bo bibe yekemîn hilberînera cîhanî ya gazê, niha êdî li vê bazarê bi Dewletên Yekbûyî re ser bi ser di nava reqabetê de ye û di heman demê de jî li dijî serwerîya wê ya deryayî derdikeve, qet nebe li deryayên sar.

*Rojnamevan.

_________

(1) «Rapport spécial du GIEC sur les conséquences d’un réchauffement planétaire de 1,5°C par rapport aux niveaux préindustriels  », Organisation météorologique mondiale, Programme des Nations unies pour l’environnement, 2019.

(2) Artic report card  2019, Agence gouvernementale météorologique des États-Unis, www.arctic.noaa.gov

(3) Par convention, l’océan Austral regroupe toutes les eaux au sud du 60e degré de latitude sud, soit une superficie de 20 millions de km2, contre 12 millions de km2 pour l’océan Arctique.

(4) L. Polvani (coll.) “Substantial twentieth-century Arctic warming caused by ozone-depleting substances”, Nature Climate Change n° 10, février 2020.

(5) Distances calculées sur le site https://app.aquaplot.com

(6) Hélène de Pooter, L’emprise des États côtiers sur l’Arctique, éd. Pedone, Paris, 2009.

(7) Pierre Thorez, «  La Route maritime du Nord, Les promesses d’une seconde vie  », Le Courrier des pays de l’Est, n°  1066, mars-avril 2008.

(8) NSR Shipping traffic-transits in 2019”, Centre for high north logistics, arctic-lio.com

(9) Lire « Iamal, un océan de gaz dans la Russie arctique », Le Monde diplomatique, juillet 2016.

(10) Atle Staalesen, “Moscow outlines a €210 billion incentive plan for Arctic oil”, The Independant Barents Observer, 5 février 2020.

(11) Hervé Baudu, « La Route maritime du Nord, réalité et perspectives », Regards géopolitiques, n° 5, automne 2019, Conseil québécois d’études géopolitiques, Université Laval, Québec.

(12) Hervé Baudu, « La Flotte mondiale de navires brise-glaces », Regards géopolitiques, n° 4, hiver 2018.

(13) Accord entre le gouvernement du Canada et le gouvernement des États-Unis d’Amérique sur la coopération dans l’Arctique, 11 janvier 1988.

(14) Arctic Today, 21 février 2020.

(15) Sébastien Pelletier et Frédéric Lasserre, «Intérêt de la Chine pour l’Arctique: analyse de l’incident entourant le passage du brise-glace Xue Long en 1999 à Tuktoyaktuk, Territoires du Nord-Ouest», Monde chinois, 2015

(16)"Why is China building a 30,000-ton nuclear-powered icebreaker?”, China Military online (site de l’Armée populaire de libération), 2 juillet 2018.

Wergera ji fransî: Baran Nebar