Du rûyên sansurê

Dı navbera hıkûmetan û dêwên newala Sılîkonê de peyman

Dewlet û şirketên pirneteweyî yên dîjîtal bi rêkûpêk xwe wekî berevan destnîşan dikin; yê yekem ji bo sererastkirina yê duyem ê ku bi qanûnan dilîze tevdigere. Lêbelê, dema ku çavdêrîkirin û sansura înternetê dibe qala mijarê, têkilîya wan bi hevûdu re dibe hevpişk. Ev hevalbendîya di navbera hêza raya giştî û kapîtalîzma agahdarîyê [enformatîf] de ne nû ye ...

Translator

Foruma birêvebirina Internetê, di 12.11.2018an de li salona konferansê ya mezin a Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (Unesco) pêk dihat. Rêzdar Emmanuel Macron yê ku bi kelecan bû, ber bi maseyê dimeşîya. Serokkomarê fransî yê ciwan, yê ku biryar hatibû standin ku ew li hemberî populîzma liberal, rola parêzvanê demokrasîya lîberal bilîze, li hemberî temaşevanên navneteweyî yên ku ji bo bihîstina axaftina wî ya di derbarê zehmetîyên cihana dijîtal de hatibûn, rihet dihat xuyan. Bi awayekî ne matmayî, di axaftina xwe de li ser du modelên rêkûpêkkirina înternetê sekinî: li alîyekî “Înterneta kalîfornîyayî” ya azadîperwer “ya ku ji alîyê aktoren taybet, bihêz, sereke û cîhanîl ve hatîye xêzkirin” û ku herweha li hemberî kontrolkirina ji alîyê dewletekî ve pir dilsar e û li alîyê din jî “Înterneta Çînî” ya ku ji alîyê “dewletên otoriter” ve “hatîye dêrandin û bitemamî hatîye raçavkirin”. Alternatîfa ku rê dide da ku xeta sêyem çêbibe: -“bi tevahîya temamê aktoren înternetê”- “civatên neferma, aktoren taybet, sazîyên civatên sivîl (sazîyên ku bi hikmê fermî tevnagerin) ronakbîr, rojnameger û hikûmetan” “sazkirina kooperatîfeke hevpar” pêk anîn.

Li hemberî referansên ku ji alîyê civatên neferma ve hatine pejirandin, di bin efsaneya ku di xwe de “îdarekirina piraktorî” ya înternetê dihewîne de -li gor nêrîna serokkomarê fransî- projeya ku aktorên herî baş yên ji her du alîyan îfade dike heye: raçavkirina kapîtalîzmê ya bê hevsar (1) û kulma hesinî ya dewletê. Di tunebûna şampîyonên înternetê yên neteweyî de -yê xwe bi polîtîkayên kontrolkirina înternetê yên Çîn û Rûsyayê qure dikin- dewletên Ewropayê neçar dimînin ku bi çend şirketên Amerikayê yên li zîrweya kapîtalîsyonên pîyaseya cîhanî de cih girtine mijûl bibin. Hewildanên li hemberî mewzûatên -yên ku hatine pejirandin an jî hatine waadkirin- ku hewl didin platforman mibalexekirî (pozîsyonên sereke, îhlalên jîyana taybet û nûçe û agahîyên derewîn û sexte) bisînor bikin, didin xûyan ku gengeşîya eşkere ya di navbera dewlet û sazîyên dîjîtal yên pirneteweyî de, girêdana hevbeş ya di navbera wan de rûpoş dike.

Dîroka raçavkirin û sansura agahîyan ji bo têgihîştina vê meseleyê girîng e. Ji ber ku ji bilî konjuktora neolîberal, di dîroka medyayê de mantiqa hevkarîyê ya di navbera hêza raya giştî û rêveberên medyaya taybet de mayînde ye. Ev hevalbendîyên ku bi krîzên ji ber hemleyên teknolojîk û serîrakirinên polîtîk dîqewimin ve rû bi rû dimînin, rê didin ku li ser gerîna ramanan kontrola bibandor çêbibe.

Tevgera depolîtîsazyonê

Nexwe, di sedsala 16an de geşbûyina matbaayê, bi destxistina pirtûkan demokrasîze kir û bû alîkar da ku doktrînên polîtîk û olî yên dijber belav bibin. Herweha dewletê ji bo tijekirina vê derza protestoyî bi îştiraqên fermî û sivîl re hevkarî pêk anî. Li Fransayê, hê di demeke zû ya wekî sala 1539an de, François I şertên bikaranîna karên çapgerîyê û pirtûkfiroşîyê li navendên sereke yên çapemenîyê yên wekî Parîs û Lionê dîyar kir. Wekî din ji bo ku bi dewletê re bibin muxetab, ji bo hemû sektoran odeyên sendîkayê ava kir. Di sala 1618an de ji bo karê pirtûkan sendîkayeke tekane hat avakirin û ji bo wê selahîyet dan polîsan: endam, çapxane û pirtûkfiroşan zîyaret dikin û sepandina mewzûatê kontrol dikin û hwd. Ji bo qelskirina reqabetê, pirtûkfiroşên Parîsê di karê firotina pirtûkan de yekdestîya daîmî dixwastin. Herweha Kardînal Richelieu piranîya xwestekên wan pejirand, lê li hemberî vê pejirandinê ew mecbûr bûn ku wezîfeyên polîsan û krîterên duristîyê bi cih bînin.

Bi saya çend rastkirin û eyarkirinan -taybetî ji bo pirtûkfiroşên gundewar- vê polîtîkayê destûr da ku bi qasî sî  pirtûkfiroş-çapger di cografyaya keyanîyê de çapkirin û belavkirina pirtûkan kontrol bikin. Wekî dêwên dîjîtal yên îroyîn, vê navendîbûna aborîya çapgerîyê rê da ku dewlet hejmara navberan kontrol bike û herweha “malîyeta kirarîyên bazirganî” yên bi sansurê ve giredayî kêm bike.

 

Piştî pêvajoya azadîya derbirinê ya nedîtî ya destpêka Şoreşa Fransayê, împaratorîya Napolyonî rojnameyên serbixwe tune kir û wekî çermê ku her diçe pûç dibe hejmara çapger û nivîsaran kêm bû. Digel vê yekê, di despêka salên 1830î û taybetî bi sistkirina di destpêka qanûna serbestîya çapemenîyê ya 1881ê de hikûmetê bilindbûna çapemenîya navdar ya ku tîraja wê berfireh bû tolere kir. Divê ev wekî tawîzdayineke dilgerm a ji bo ramana azadîyê yan jî wekî kûrbûna têkilîya bibandor ya ku di navbera hêza polîtîk û endustrîya çapemenîyê de hatîye darxistin were nirxandin? Ev yek, digel dijî pêla zordest ya ku çapemenîya muxalîf -taybetî ya sosyalîst- derb dikir, wisa dihat xuyan ku mijar mimkinkirina lîberalîzmê ya ji alîyê cihana kar a ji bo sektoreke ku bi gurbûna aborîyê re şer dike ye.

 

Nûjenîyên di teknîka çapgerîyê de, destpêkirina çapemenîya “erzan” bi piştgirîya reklamê û geşbûna xwendin û nivîsandinê rê da ku çapemenî ji çapemenîya nêrîna polîtîk derbasî çapemenîya zewq û agahîyê bibe. Pêvajoyeke bi vî rengî, di navbera bazirganên çapemenîyê û desthilatîya rêveber de ji her demê pirtir girêdaneke nêzîk pêwîst dikir. Tawîzên ku ji bo azadîya raya giştî hatibûn dayîn, yên bi qanûna sala 1881ê a ku azadîya derbirînê bi awayê adilane diparast û sansur diqedand, divê bi tevgera depolîtîzasyona ku bi zêdebûna navgînên ragihandinê pêk hatibû were pîvan. Li gor vegotina ku xwe dispêre dîroka fermî ya medyayê, qanûna 1881ê serfirazîya çapemenîya qehreman ya ku êdî xwe ji desthilatdarîya polîtîk xelas kirîye ye. Lê ev qanûn, -bi kurtasî, ger ku şûrê dadê destûrê bide dîsiplînên kapîtalîzma zanistî- ji bo serîkirina bi lîberalîzmê re ya rêveberan îfadekirina hişmendîya bikaranîna hêza polîsan e. Herweha armanca rayedarîya qanûnsazîyê ya komara sêyem ew bû ku; bi hin hikmên ku li dijî rexneyên desthilatdarîyê hatine sazkirin xwe biparêze.

 

Hevalbendîtîyên bi vî rengî, ji salên 1860î dest pê kirin ku kontrolkirina torên telekomunîkasyona taybet bixin bin hikmê xwe. Di dawîya sedsala 20î de, piştî yekdestîya dewletê ya li ser medyaya bêqablo serdema teybetkirinê ev hevalbendî nû kirin. Careke din tora medyayê bi dewlet û bi bazarê re ket nav têkilîyeke dualî ya bendeyîyê.

 

Di salên 1990î de bi saya serê milîtanên pêşeng, Înternet wekî hêzeke ku rewş quliband derket holê. Înternet dê destûr bida ku medyaya alternatîf belav bibe û dê serwerîya komên mezin ên ragihandinê yên ku hêza xwe ji erka polîtîk distand biqedanda. Careke din krîzên ewlehîyê derketin holê û vê carê jî dewletê hewl da ku bi lîstina gurbûyîna hêza ekonomî-polîtîk ya Înternetê, ji nû ve desthilatdarîya xwe qewî bike. (2) Platformên dîjîtal yên mezin ji bo navendîkirina piranîya pergala agahdarîya me, raçavkirina nifûsê û sansurkirina qada xwe derbirinê, bi mêzekirina ceribandinên mantiqa xwe xizmeteke bêhempa pêk anîn. Herweha hîna gelek teknîk hene ku dewlet dixwaze wan bi kar bîne.

 

Belgeyên ku ji alîyê M. Edward Snowden ve di destpêka 2013an de hatin eşkerekirin, beşdarîya platformên dîjîtal yên mezin yên programên çavdêrî û raçavkirinê yên îstixbarata Amerîkayê derxistin holê. Wê demê rêveberên van şirketan xwe ji bikaranîna ji bo ewlehîyê dûr nexistibûn, ji hevkarîyê nerevîbûn û dema rayedarên îstîxbaratê ji wan agahîyên hesabên taybet yên bikarhênerên înternetê xwestibû, ew bi tu awayî li dijî vê xwestekê ranebûbûn. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di navbera salên 2013-2018an de, hejmara bikarhênerên ku marûzî Qanûna Îstîxbarata Derve ya ku destûrê dide daneyên taybet bên berhevkirin mane, ji bo Googleê % 680 û ji bo Facebookê jî % 1.300 zêde bûye. (3) Herweha li Fransayê ji 2015an heya roja îro, bi sazkirina “koma têkilîyê” ya di navbera Wezareta Karên Hundir û olîgopola înternetê, hejmara daneyên bikarhêneran yên ku ji bo rayedaran hatine dayîn pir zêde bûye: di navbera 2013-2019an de ev nîsbet ji bo Googleê % 670 û ji bo Facebookê jî % 800 zêde bûye. Bi saya serê vê dezgeha şêlû, yê wekî mîratxurê dûrê odeya sendikaya çapger û pirtûkfiroşên di bin hikmê rejîma bere de, ev şîrket di heman demê de meqamên fransî li hemberî protokolên veşartî yên wekî dikarin ku karên dewletê asteng bikin hişyar dikin.

 

Di heman demê de peymanên dadmendî yên ku di xwe de destûra xweragihandina daneyên li derveyî welat dide sazîyên neteweyî jî tên paşçavkirin. Herweha mewzûatên nû yên wekî hevcota Qanûna Ewrê (Cloud Act) -ya ku rêzdar Donald Trump di adara 2018an de kiribû rewacê- ku li Ewropayê bi navê “e-belge” (e-Evidence) tê zanîn ji alîyê Yekîtîya Ewropayê ve tê vekolandin û ji alîyê Google û Microsoftê ve bi awayekî çalak tên teşwîqkirin. Ew van şirketan dikin pozîsyoneke wisa, da ku tenê ew dikarin biryara rêzgirtin an jî rêznegirtina mafên sereke yên bikarhênerên ku bûne armanc bidin. Ev mekanîzma, bilez dikarin bi rêya peymanên wekî peymana tawanên sîber ya Konseya Ewropayê bibin mekanîzmayên navneteweyî.

 

Di enîya sansurê de hevbendîyên hevşêwe tên damezirandin û ev jî dide nîşan ku di warê azadîya derbirînê de daketinên dîrokî diqewimin. Ji êrîşa Parîsê, ya çileya paşî ya  2015an, pê ve ji bo têkoşîna li dijî propagandaya cîhadîst û “bilêvkirina rikberîyê”, hevkarîya îlegal û ya ji bo asayîkirina veşartina îfadeyên ku  nayên xwestin”-di axaftina xwe ya Unescoyê de rêzdar Macron ev têgeh weha bi nav kir- a di navbera platformên înternetê û hêza polîs de hatîye sazkirin, da nîşan ku ew hevkarîyeke mafdar e. Êdî bi qewirandin û bi otomatîkkirina prosedurên qanûnî bikaranîna sansurê a ji bo girseyan mesele ye. Armanca dewletê ew e ku ji bo ravekirin û astengkirina “naverokên” bêhawe yên di deryaya dîjîtal de, bikaranîna “mentalîteya çêkirî” (artifical intelligence) ya ku ji alîyê dêwên Newala Silîkonê ve hatîye afirandin berbelav bike. Herweha vê gavê, platformên înternetê hê jî serî li hezaran “ destên piçûk ên sansurê” dixin ku herweha ev karmendên bêtemînat ji ber ku polîtîkayên wan ên endazyarî tetbîq dikin tên tawanbarkirin.

 

Piştî ceribandinên di asta neteweyî de û bi destê sazîyên wekî Europolê, prosedorên qanûnî vê modela nû ya sansurê didomînin. Ev, qanûna almanî ya bi navê NetzDG ya ku ji bo di mecreya înternetê de têkoşîna li dijî “bilêvkirina rikberîyê”, di tîrmeha 2017an de hatine pejirandin û di heman demê de li hemberê vê qanûnê ya ku di parlamentoya Fransayê de vê gavê li ber pejirandinê ye (ku ji vê qanûnê re dibêjin “qanûna dijî naverokên rikberîyê yên li înternetê”) û ya ku li Brûkselê hatîye pejirandin, ya ku ji bo tekoşîna li hemberî propagandaya terorîstîyê hatîye çêkirin ya bi navê prosedora Ewropayê ne.

 

Wezîrên karên hundir yên Fransa û Almanyayê di nameya mişterek ya ku di nîsana 2018an de şandibûne Komîsyona Ewropayê, bi awayekî eşkere di derbarê armanca van qanûnan de diaxifîyan: amûrên sansurê yên ku ji alîyê Google û Facebookê ve hatine afirandin divê di mecraya înternetê de bi awayekî gelemperî bên bikaranîn. (4) Wekî din, dîyar dikin ku “parastina li dijî terorîzmê” -ku vê têgehê herdem li hemberî îtîrazan bi kar tînin û herweha pergala vê têgehê pir fireh e- gava yekem e. Û herweha lê zêde dikin ku “naverok, di derbarê pornografîya zarokan û bilêvkirina rikberîyê de (cihêkarî, tahrîka rikberîya li dijî nîjadê, êrişên li dijî rûmeta mirovan) divê bê firehkirin.” Çare, qanûna 1881ê û parastina azadîya derbirinê ya ji alîyê makeqanûnê ye. Lê her ku diçe, sansur bi rêya nedadkirin û rejîma taybet a otomatîk zexm dibe.

 

* Lêkolîner, endamê La Quadrature du Net. Ev gotar ji pirtûka wî ya bi navê L’Utopie déchue. Une contre-histoire d’Internet, XVe-XXIe siècle, hatîye girtin (Utopyaya wendayî: dijdîroka înternetê, Sedsala XV-XXImîn) Fayard, Paris, 2019.

 

____________

(1) bnr, Shoshana Zuboff, «Un capitalisme de surveillance» (Kapîtalîzma raçavkirinê), Le Monde diplomatique, kanûna paşî 2019.

(2) bnr, Dan Schiller, «Qui gouvernera Internet?» (Kî înternetê îdare dike?), Le Monde diplomatique, sibat 2013.

(3) Cf. les rapports «Transparence des informations», Google, https://transparencyreport.google.com, et «Government Requests for User Data», Facebook Transparency, https://transparency.facebook.com

(4) Joe McNamee, «Leak: France and Germany demand more censorship from Internet companies», European Digital Rights, 7 juin 2018, https://edri.org

  

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana