Encama "Şoreşa Çileya Pêşî" ya Sûdanê  çi ye?

Salek piştî ji desthilatdarîyê xistina Omer El-Beşîr
Translator

 

Xartûm bajarek e ku wekî zincîrê bi ser hev de tê û her xelek ya din diçilmisîne: Bakurê Afrîkayê û Afrîkaya binê Sehrayê, vegera li eslê xwe û erebbûna kêm û zêde qemirî, bajarvanî û gundewarbûn, xweşhalîya nisbî û perîşanîya mezin. Evqas kontrastên bi ton û dereceyên dawî li wan nayê di vê loda deverên şên a mezin a li sê herêmên bajarî dabeş bûyî –Xartûm, Behrî (Xartûma Bakur) û Omdûrman– de diçilmisin. Di vê loda deverên şên a mezin de avahîyên bilind, heta yên ku welê hindikî bilind jî, kêm in. (1) Ji bo paytexta Sûdanê birca ji 18 tebeqeyan a bi rengê babireke deryayê ya otela Corinthia ya ku Lîbyaya Muamer Qedafî lêkiribû, wekî birca Eiffel a Parîsê ye.

Ji bilî vê birca amblema bajêr, tekane avahîyên xwe ji loda avahîyên bajêr qut dikin, li alîyekî avahîyên ji serdema mêtingerîya brîtanî mayî ne, li alîyê din avahîyên fermî ne. Ev avahîyên fermî di nava van salên dawîyê de ji alîyê Çînê ve hatine avakirin. Çîn ew hevkar bû ku rejîma Omer el-Beşîr ew biribû welêt. Di nava van avahîyan de yên herî zêde bi îhtîşam ew avahî ne ku bi zewqeke mirov şik û gumanê jê bibe, hatine avakirin. Ew jî, yên fermandarîyên branşên cihê yên hêzên çekdarî yên Sûdanê li nava aqarên fireh ên fermandarîya wan a giştî dihewînin. Li pêşîya vê kompleksa avahîyan ji 6ê nîsana 2019an û pê ve girse kom bûn; 6ê nîsanê jî salvegera ji desthilatîyê xistina dîktatorekî din bû: Gaafar el-Nîmeyrî piştî ku 16 salan desthilat bû ji desthilatê hat xistin. (2) Dotira rojê, greveke giştî dê welat bitevizanda. Çar roj paşê, di 11ê nîsanê de êdî dora el-Beşîr hatibû ku ji desthilatê bê xistin piştî serokdewletîya sîh salan a bi bîlançoyeke felaketwarî.

Serîrakirina miletê sûdanî 19.12.2018, ji ber zêdekirina buhayê nên bi biryarnameyeke hikûmetê dest pê kiribû; ev hikûmet jî biryardar bû ku hikmên neolîberal ferz bike da ku bike ewên herî xizan xizneyên dewletê dagirin. Protesto her zêde bûn, mezinahîya wan jî zêde bû û radîkaltir bû, heta ku gihîşt qonaxa herî bilind a 6ê nîsanê. Armanca civîna daîmî ya li ber meqamê fermandarîya giştî bi awayekî zelal ew bû ku bike, artêş xwe ji rêveberê xwe yê herî jor xelas bike. Ji sûdanîyan ên navsere û yên bêhtir xwende, dizanîn ku sala 1985an gava ku artêşê Nîmeyrî ji desthilatê anî xwarê, tenê salekê li ser hikim ma û piştî hilbijartinekê desthilatdarî da hikûmeteke sivîl. Hema hema li ber çavên hemûyan ew dîmenên balkêş ên Meydana Tehrîr a Qahîreyê yên sala 2011an hebûn; Meydana Tehrîrê navenda serhildana gel a ku eskerîya Misrê neçar kir ku hevpîşeyê xwe Husnî Mubarek 11ê sibatê li wir jî piştî sîh salên serokdewletîyê ji desthilatê bîne xwarê.

Xwepêşandêrên Xartûmê, yên li bajar û deverên din ên Sûdanê dersa ji Misrê girtî xweş li rewşa xwe anîn, eynî wekî xwepêşandêrên cezayîrî yên ku ew tecrûbe di sibata 2019an de li rewşa xwe anîn û kirin ku berîya wan artêş bi zorê bike ku serokdewletê desthilat 2yê nîsanê îstîfa bike. Van serketinan kir ku serhildana sûdanî wêrek be û ji eskerên li Xartûmê bixwaze ku ew îlhamê ji hevpîşeyên xwe yên li Cezayîrê bigirin, tevî ku eskerîya Cezaîrê gelekî zêdetir zextker bû li dijî milet. Cezayîrî û sûdanî bi her halî pê dizanin ku wesayeta fermandarîya eskerî li ser desthilata sîyasî parçeyê navendî yê wê “rejîma” ku “milet dixwaze hilweşîne” pêk tîne, çawa ku sloganên herî naskirî yên serhildanên gel ên herêmî jî didin zanîn.

Ya ku me karî çavdêrîya wê bikin ew bû ku guhertinên bi carekê yên li serê dewleta misrî, bêyî ku hîmê rejîmê bixwe biêşîne –ya ku tevî Sûdan û Cezayîrê, wê jî dike yek ji sê welatên herêmê yên ku hêzên çekdarî dezgeha sereke ya sîyasî ne– qewimîn, piştî bi sê salan bi vegera dîktatorîyeke bi formeke têra xwe xirabtir, bi dawî bûn. Vê carê tevgera gel nehatibû xapandin hem li Cezayîrê û hem jî li Sûdanê; û ya baş jî ew bû piştî ji desthilatê, anîna xwarê ya serokdewletî, wan doza hikûmeteke sivîl dewam kir, ya ku wê tevahîya erk û desthilatê bi cih bîne. Kontrast nexasim balkêş bû di navbera reaksîyonên heyranîyê yên beramberî ji wezîfeyê girtina Mubarek bi destê eskeran li Misra 2011an ya ku Birayên Misilman lê hêza sereke ya birêxistinkirina tevgera gel bûn û reaksîyona serhildêr û sorker a tevgera gel li Sûdanê ya ku berdevkên wê yên wezîfedarkirî hene û ev cihêtîya wê ji tevgera li Cezayîrê jî bû. Daxuyanîya ku pê Hêzên Ragihandina Azadî û Guhertinê (HRAG) karî bikin ku bi destê eskeran 11ê nîsana 2019an Omer el-Beşîr ji wezîfeyê bê girtin weha dest pê dike: “Rayedarên rejîmê darbeyeke eskerî kirin ya ku pê ew nîyet dikin heman kesayet û dezgehan ji nû ve hilberînin, ew ên ku miletê me yê mezin li ber wan serî hilda.

Ji tecrûbeyên misrî yên li rewşa Sûdanê hatin anîn û wêde, esas bi şêwazên xwe yên rêxistinê, radîkalîya tevgera sûdanî karî bê parastin. Em bi rola ku Komeleya Xwedîpîşeyên Sûdanî (KXS) û HRAG pê rabûn, dizanin. (3) KXS di salên 2010an de gav bi gav hatibû avakirin, wekî encama têkoşînên ku li pey hev kategorîyên cihê yên xwedîpîşeyan bi rê ve bir: bijîşk, rojnamevan, parêzer, beytar, muhendîs û dersdarên dibistanan û zanîngehan. Ew, sala 2016an dema ku pizîşk, rojnamevan û parêzeran destûrek qebûl kir, fermî bû; ev jî bêyî ku desthilat komeleyê fermî nas bike. Ammar el-Bagîr, endamê konseya KXSyê, vê wekî pevhelîyana çînên navîn û xwende rave dike, gava vê dike jî lê mikur tê ku ne tam rast e ew mamosteyên dibistanan asîmîleyî nav pîşeyên lîberal û çînên navîn bike. Mirov vê dikare ji bo beşeke rojnamevanan re jî bibêje.

Wekî nimûneya tevahîya welatên ji demeke dirêj a dîktatorîyê û sendikavanîya dewletê derdikevin, Sûdan wekî din ji 2019an ve şahidîyê dike li jinûve hatina cem hev a tevgera karkeran û herweha komeleyên cotkaran. Sîyaseta çepgir milîtanîyê dike ji bo guhertineke qanûnî ya ku şûna sendîkayên şirketan ên korporatîst ên ku rejîma berê bi rêya sendîkayên pîşeyî ferz kiribûn. Minaqeşeke din jî partîzanên pirrengî û pirdengîya sendîkal tîne hemberî yên ku sendîkalîzmeke navendî, yekbûyî tercîh dikin; ew doza jinûve bidestanîna demokratîk a meclîsên giştî dikin. Bi her halî, çîna karker bi destê rejîma têkçûyî têra xwe hatibû lawazkirin; vê rejîma têkçûyî pîşesazî bi awayekî berfireh ji hev xistibû, ji bo xêra wê bide aborîyeke rantîyê ya mêhtina kanan (Petrol heta ku Sûdana Başûr jê sala 2011an qut bû, zêr û gelek metal û mîneralên cihê) û bi heman rengî wê sektora xizmetan a dewletê jî jihevde xistibû û beşek ji van xizmetan dewrî derve kiribûn, ev jî bûbû sedem ku sektora ne fermî gelekî berfireh bibe.

KXS [Komeleya Xwedîpîşeyên Sûdanî] bi lez cihêtîya xwe ji yên din da der bi kapasîteya xwe ya navendîkirina agahîyên li ser têkoşînê, bi xêra bikaranîneke zêde ya înternetê û medyayên civakî. Vê yekê kir ku berdevkek bê wezîfedarkirin ji zêde û boşbûna têkoşînan re ji çileya pêşî ya 2018an û pê ve û herweha kir ku bihara sendîkalîzma karkeran çêbe. Fermandarîya eskerî helbet hezîrana 2019an înternet qut kir, çaxê ku wê xwest bi şidetê dawîyê li seferberîya gel bîne. Piştî ku manevraya wê bi ser neket, piştî bi mehekê ew neçar ma dîsa tevna înternetê li xelkê veke. Di wê navê de milîtanên sûdanî yên li dîasporayê di rêveberîya ragihandina KXSê de nobet dewr girtibû û ev ragihandin misoger kiribû.

Bi destûra HRAGê ya ku di 01.01.2019an de hat ragihandin, KXS kete nav lîgeke berfireh a bayê koalîsyonên sîyasî û rêxis-tinên civaka sivîl ên ku nûnerîya meylên cihê yên mixalefeta li dijî rejîma Omer el-Beşîr dikin, ji lîberalên laîk û dîndarên nerm –wekî Partîya Kongreya Sûdanî û Partîya Ûmma ya bi rêveberîya Sadek el-Mehdî– heta bi komunîst, neteweparêz û herêmparêzan.

Milîtana femînîst û komeleyî, fîgura tîpîk a “çîna navîn û xwende” ya ku KXS nûnerîya wê dike, Aşa Elkarîb gazincan ji wê yekê dike ku KXS ne bi heman statu û mafên pêkhateyê din di nava HRAGê de cihê xwe digire. Wê tercîh dikir ku KXS [Komeleya Xwedîpîşeyên Sûdanî] di rola xwe ya federator a li cihana kar paralelî koalîsyona hêzên sîyasî de bimana, loma vê yekê bi ya wê, wê giranîyeke mezintir jê re misoger bikira di dîyarkirina berê pêvajoyê de. Wekî din jî û muhtemel e ku nirxandina herî muhim jî ev be, hevsengîya hêzê ya navbera hestîyarên cihê yên sîyasî yên di nava KXSê de ya ku tê de ew wisa nehatina temsîlkirin, wê ne bi heman rengî bin di nava HRAGê de ya ku tê de giranîya rêûresmê muhim e li ser bihara ku bi serîrakirinê re derket meydanê.

Dabeşbûn û jihevcudahîya dûbel û ducarî ya di navbera nifşan û ya di nav jin û mêran de xwe di nava meydana fireh a çalakîya sîyasî û civakî ya sûdanî de dide hiskirin, ew meydana ku tê de ciwan û jin –û pêşîya pêşî jî nexasim jinên ciwan– gazinan dikin ji serwerîya pederşahî bi her du maneyên gotinê, hem di nava partîyan de û hem jî di nava jîyana sîyasî ya giştî de. Femînîst û ciwan xwe wekî hêzên kontrolê yên demokratîk û rexnegir ên pêvajoyeke sîyasî ya ku rêveberîya wê li alîyê mixalefetê di destê partîyên ji rêûresmê de ye. Êdî, giranîya sîyasî ya her du kategorîyan jî têra xwe zêde ye li Sûdanê.

“Şoreşa Çileya Pêşî” çawa ku navê şoreşa hîna diqewime li wir tê hildan, destûr da ku mirov karibe bipîve ka heta bi kîjan radeyê teknolojîyên ragihandinê yên nû, nexasim jî medyayên civakî hêza zemîna civakî û sîyasî têra xwe xurt dikin. Resmekî balkêş bû sedema pêleke xwepêşandanên ji ber pêkhatina heyeta HRAGê ya ji bo muzakereyên bi eskeran re piştî ji desthilatê xistina el-Beşîr. HRAG neçar ma ku li ber raya giştî doza efûkirina xwe bike ji ber ku wê tenê jinek hewandibû nava heyetê, tevî ku jin di nava seferberîya gel de piranî bûn.

Ew di nava tevgerê de serê pêşî bi Komên Femînîstên Sîvîl û Sîyasî (bi kurtîya xwe ya erebî, Mansam) tên temsîlkirin. Ev koalîsyonek e ku bi serhildanê re hat avakirin; ew rêxistinên jinan ên girêdayî hêzên sîyasî yên mixalefetê (ji wan ya muhim û ya gelekî kevin Yekîtîya Jinên Sûdanê ye ku nêzî Partîya Komunîst e) û herweha gelek komeleyên cihê tîne cem hev. Bi her halî li vir jî yekûn ji partîyên sîyasî tevde bêhtir e, bi maneya li wî cihê dînamîka bi hatina cem hev a jinên strukturên sîyasî û komeleyên cihê, hatî afirandin meyldarîya dozeke mezintir a femînîst heye, mezintir ji wê ya ku heger wan ji hev cihê di nava her partîyê de îfade bikira. Tevî Însîyatîfa Na ji tepisandina jinê re, ku komeke femînîst a dînamîk e ya ku sala 2009an hatîye damezrandin û nûnerîya wê jî di nava HRAGê de heye, Mansamê karî kotayeke % 40 ji bo jinan di nava konseya qanûnçêker a ku divê hê bê damezrandin, misoger bike. Bi her halî femînîst zivêr dibin ji ber ku di nava hijdeh endamên hikûmeta HRAGê destnîşankirî de tenê çar jin hene –di nava van postan de jî yên bergirîyê û karê hundir hene– û ew doza wekhevîyê di her astê de dikin.

Heger çavdêrên ji derve ev alîyên “Şoreşa Çileya Pêşî” gelek caran tesbît kiribin jî, aktorekî dînamîka heyî heye ku li derveyî welêt kêm caran bûye mijara şiroveyan: Komîteyên Berxwedanê (KB). Lê belê ew hem serê rima vê pêvajoyê ne û hem jî motora wê ya heyatî ne, ev hêza rêxistinkirî ya van ciwanên serhildêr ên ji her du cinsan, di nava kezeba vê serhildanê de bûn û pêkhateya herî radîkal yanî ya zexta şoreşgerî li ser pîyan digire, pêk tînin. Şoreşa Çileya Pêşî ciwan seferber kirin bi wî awayê ku serhildan û şoreş timî dikin (îfadeya “şoreşa ciwanan” ji sala 2011an ve ketîye devê medyayê, bi vê maneya xwe zêdeyî hedê xwe bikaranîna peyvên ne lazim [pleonasm] e). Lê belê çawa ku halê hazir mirov dikare di nava seferberîyên mezin ên ciwanan ên li asta kurewî [global] hemûyan de bibîne, mesele nexasim jî ev asta bilind a xwebirêxistinkirinê ye ku teknolojîyên nû yên ragihandinê destûra wê didin; ev asta bilind a xwerêxistinkirinê jî nûyîtîya di nava tevgerên herêmê de ye ku herêmê ji “bihara erebî” û vir ve şahidî lê kirîye.

Ji gelek salan û vir ve rehberên birêvebirina şirketan bi awayekî ji awayên materyalîzma besît rave dikin ku ev teknolojî divê heta bi wir biçin ku şûna xebitîna wekî pîramîdê ya navendîkirî bi xebitîna ufqî ya tevna înternetê bigirin. Di meseleya rêxistina şoreşgerî de ev çavdêrî ya herî rast e. Mutasyona teknolojîk êdî gihîşte nuqte-yeke ku namzedê mimkinkirina ketina nav serhildaneke kolektîf ya nifşekî gelekî hestîyarbûyî ye beramberî forma partîzanîya navendîbûyî (û machîst) a ku serkêşîya felaketên çepgirîyê yên sedsala 20î kirin. Ev yek li beşeke dinyayê ya ku lê barên bi vî rengî heta bi serî hatibûn birin, rasttir e. Li tevahîya meydanên “bihara erebî” ya 2011an, herweha di “bihara duyem” a herêmî ya li Sûdanê dest-pêkirî de, bi milyonan ciwanan karîn xwe seferber bikin bi xwe bigurçûpêçkirineke xwebirêxistinkirina di ser tevna înternetê re, bi awayê ji partîyên sîyasî serbixwe (çawa ku li Fransayê Êleg Zeran kir). Beramberî vê navendîbûna caran, têgeha “kordînasyonê” (bi maneya komîteya kordînasyonê) xwe ferz kir, ev kordînasyon di beşa yekê ya serhildana li Sûrîyeyê de bi xurtî hebû, çawa ku îro li Sûdanê heye. Kordînasyonên cihî KByên [Komîteyên Berxwedanê] taxan bi tevneke fireh ve ya di asta welêt de girêdide.

Vê fenomenê di meha pêşî ya serhildanê de, ji tevizîna çerxa tepisandinê û herweha ji zexmkirina azadîyên nû sûd wergirt, nexasim jî piştî hewldana tepisandinê ya hezîrana 2019an û gihîşt mezinahîyeke têra xwe mezin. KB li taxên bajarên mezin û deverên şên ên gundewar jî çêbûn, wan hejmareke gelekî mezin a mirovan anîn cem hev, piranîya wan ciwan û di warê sîyasî de nerêxistinkirî bûn. Bi vî awayî, li Behrî (Xartûma Bakur) 80 KB [Komîteyên Ber-xwedanê]  hebûn û her yekê çend sedek endam dianîn cem hev. Van komîteyên li zemîna civakî di nava xwe de kordînasyonên cihî ava kirin, wan navendîkirin tev red kir, dilê her yekê ji wan bi xweserîya wê ve bû û xweş dixwestin vê xweserîyê biparêzin. Ji ber vê yekê wan mafê peyivîna li ser navê tevgereke gel ya ku ew zûzûka jê re bûn serê rimê, da HRAGê. Di heman demê de ew wisa hizr dikin ku wezîfeya wan e ku kontroleke hişyar û baldar li ser partîyên sîyasî pêk bînin, yên ku îroroj ketine nava pêvajoyeke derbasbûna ji ya berê ya ne misoger, bi lihevkirineke bi eskeran re.

Ji vê dewra sîyasî û wê de, Kbyan [Komîteyên Berxwedanê] valahîya ji ber hilweşîna “Komîteyên Gel” dagirt, ev komîteyên yên gelekî bertîlxurê rejîma kevin bûn û wan wezîfeyên wekî yên şaredarîyan li taxan û herweha wezîfeya kontrolkirina xelkê jî digirtin ser xwe. KByan li şûna wan “Komîteyên Xizmetê” bi cih kirin, wezîfeya wan e ku rêzek xizmetên cihî organîze bikin, nexasim jî levakirina zad, qût û malên kêm ên wekî nan û sotemenîya ji bo wesaîtan. (4) Çirîya paşî ya bihurî, wezîrê nû yê hikûmeta federal hewl da KByan bisazûman bike, bi navlêkirina wekî “komîteyên guhertin û xizmetê” û wan di bin wesayeta HRAGê de bi cih bike, lê wan bersiveke dijwar da wezîr. Danezaneke ku qederê çil KByan îmze kirî, bû qamçîyek hem li wezîr û hem jî li HRAGê ket, û wan her du hişyar kirin da ku tu hewlê nedin ji bo jiholêrakirina serxwebûna KByan û fonksîyona wan a “berxwedanê” li dijî hêzên rejîma kevin û wezîfeya ku wan dayî xwe, ya kontrolkirina pêvajoya sîyasî ya dewam dike.

Di wê çarçoveyê bi xwe de ya ku tê de KB [Komîteyên Berxwedanê] serê rima dînamîka şoreşger a ji çileya pêşî ya 2018an ve destpêkirî pêk tînin, kedîkirina wan yan jî jiholêrakirina wan wê bibe şertekî pêş ê bivênevê ji bo betalkirina vê dînamîkê, yan jî xetimandina wê di lihevkirineke bi hêzên rejîma kevin re. Ev e ya ku sûdanî jê re dibêjin “danîna nermokî” a şoreşa wan, peyveke din a ji bo binavkirina alternatîfa ku ji bo hinan dewama rêwîtîyê ye û ji bo yên din danîna li nav felaktekê ye. Ji peymana 17ê tîrmehê û vir ve, wê peymana di navbera HRAG û eskeran de ya ku dualîteyeke desthilatê di navbera hêzên çekdarî û tevgera gel de bi sazûman kir, “Şoreşa Çileya Pêşî” hatîye ber çerxerêyekê û li ber wê ev her sê senaryo hene.

Vê peymanê di heman demê de lihevnekirineke di nava refên mixalefetê de jî derxist holê, li alîyekî partîyên lîberal û reformîst ên HRAGê û li alîyê din Partîya Komunîst (PKS) a ku hestyar e beramberî zexta radîkal a ku ciwanên di nava refên wê bi xwe de lê dikin, piştgirîya hev bi dawî kirin. Kevneendamê navdar ê rêveberîya PKSê yê ku sala 2016an ji ber îtaetnekirinê ji partîyê hat avêtin, El-Şafi Xodr Seîd bi nermî be jî, tenê xweşbîn e derbarê serketina pêvajoya heyî de. Ew wekî hêza nedarîçav, lê tesîrker a li ser serokwezîrê kabîneya pêvajoya derbaskirinê tê dîtin. Serokwezîr Abdalla Hamdok sekreterê rêveber ê berê yê Komîsyona Aborî ji bo Afrîkayê (CEA) ya Neteweyên Yekbûyî bû û ew bi xwe jî kevneendamê PKSê ye.

Siberoja pêvajoya şoreşger a sûdanî li dora pirsên kilît digere: ya polîtîk ekonomîkê û ya dana sîvîlan a desthilatê. Wekî nimûneya hêzên encama “bihara erebî” li Tûnis û Misrê, hikûmeta dema derbasbûnê heta niha hewl da xwe li qaîdeyên neolîberal bîne, ew qaîdeyên ku kirin Omer el-Beşîr ji desthilatê bikeve. Ibrahim el-Badawî yê berîya ku li navendên lêkolînê yên li Dubaî û paşê Qahîreyê bixebite demeke dirêj li Bankaya Dinyayê xebitî, niha wezîrê vê hikûmetê yê darayî ye. Wî çileya pêşî ya bihurî ragihand ku subvansîyona buhayê mazot û benzinê wê di nava sala 2020î de pêde pêde her bê zêdekirin. Ji ber protestoya gel ji HRAGê hat ku bikin da ku ew ji ya xwe vegere. Heta ew neçar ma ku soz bide xelkê ku di navê de ya buhayê nên jî, ew ê subvansîyonên din dewam bike.

Wekî ku xuya dike, rewşa aborî xirabtir dibe: enflasyon çarpîne xwe bi lez û xar berdide, pereyê Sûdanê bi xwe li bazara ne fermî tenê êdî nîvê heqê xwe yê fermî dike, li gorî texmînan rêjeya bêkarîya ciwanan qederê % 30 ye, em behsa wan ên din jî nakin, yên ku gelek in û li nava sektora ne fermî yan jî bi karên neewle (Sûdanê jî derb xwarîya ji uberizasyonê) hewl didin debara xwe bikin, ewqas hêmanên din hene ku bivênevê ji ber pandemîya ku Sûdan wekî dinyaya mayî tevizand, xirabtir bûne. Tevî ku hikûmeta dema derbasbûnê têra xwe zû û bi awayekî xurt û enerjîbarkirî reaksîyon nîşanî vegirtina vîrusa koronayê da jî, mirov dikare hêdîbûneke xurt a abo-rîyê texmîn bike.

Wekî li Tûnis û Misrê, hikûmeta Sûdanê wê li benda alîkarîya pîroz a ji welatên dewlemend û nîyetbaşîya gelek stûnên cihê yên nîzama aborî ya kurewî yên li Waşîngtonê bimîne. Hêvîya deblokekirineke alîkarîya amerîkî jixwe wekî din jî sedema general Abdel-Fetah el-Burhan –şefê Konseya Eskerî ya Dema Derbasbûnê (KEDD) û serokê niha yê Konseya Hikimranîyê (KH)– derxistî pêş e da ku hevdîtina xwe ya sibata bihurî li Ûgandayê bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re rewa bike. Dîsa jî ev yek li Sûdanê bû sedema nerazîbûneke berfireh. Berîya ku krîza meseleya sihetê ya kurewî [global] tevahîya kartên lîstîkê ji nû ve tevbide, zexta radîkalbûna civakî ya tevgera sûdanî gelekî giran bû li ser perspektîfa alîkarîya aborî ya navneteweyî. Di vê qonaxê de ne mimkin e mirov texmîn bike ka ev radîkalbûn wê ji vê pandemîyê sax bifilite, pandemîyeke ku yek ji encamên wê dawîhatina li seferberîyên xwepêşandanên protestoyî di asta cihanê de ye, ji Hong Kongê heta bi Şîlîyê, ji Cezaîrê heta bi Fransayê.

Ji aborîyê û wê de, pirsgirêkeke din heye ku hîpotek e li ser siberoja lihevkirina heyî ya li Sûdanê û ev ji ya aborîyê zehmettir e: ya eskeran. Hêzên lîberal û reformîst ketine nava duserîyên ku wan dieciqînin, di navbera zemîna civakî ya radîkal û eskeran de mane. Zemîna civakî ya radîkal dixwaze veguhes-tineke bi temamî ya desthilatê ya ber bi sivîlan ve biçe serî û di nava vê de kontrola li ser hêzên çekdarî bi destê sazîyên hilbijartî jî heye. Hêzên çekdarî jî dev xweserîya xwe bernadin û heta dev ji wê kontrola xwe ya ku wan li ser sazîyên sivîl pêk dianî jî bernadin. Sadek el-Mehdî yeqîn dike ku karibe her du serîyên dijber li hev bîne, bi wê yekê ku dema derbasbûnê li zemanekî dirêj belav bike. Ev koneyê ji çanda çîna bilind (ew ji Zanîngeha Oxfordê mezûn bûye), ev rêberê dînî û sîyasî yê 85 salî di çax û benda xwe de ye, hem bi bedena xwe û hem jî bi aqlê xwe. Partîzanê sereke yê “danîna nermokî” ye, di gelek warên gelekî ji hev cihê de ew ji çareserîyên di xeta navberê ya li nîvî de bawer dike. Ji ber vê ye ku ew li ser pirsa laîkbûnê, bihevrehbûna şerîet û destûreke medenî ya şexsî ya ku mirov dikare bibijêre, disêwirîne. Le gava mirov navbeynkar e di meseleya hêzên çekdarî de, mesele vedigere ser bawerîanîna bi nîyetên eskeran ên baş...

Gelek kes vê bawerîya hanê dispêrin parçebûna wê, di navbera li alîyekî hêzên nîzamî yên ku general Abdel-Fetah el-Burhan nûnerîya wan dike û li alîyê din hêzên desteka lezgîn de hebe; van hêzên paramîlîter di qirkirina li Darfûrê de cih girt û bûn pêkhateyeke bi serê xwe ya hêzên çekdarî yên ku general Mohamed Hamdan Dagalo yê jê re Hmedetî tê gotin, wan bi rê ve dibe, û ew cîgirê serokê KEDD û yê KHyê. Hewldana kuştina Hamdok 9ê adara bihurî, herweha serhildana çileya paşîyê ya beşekê ji hêzên ewlekarîyê yên nostaljîkên rejîma berê, pirrenigîya hêzên dijşoreşger ên cihî bi bîr xist; û ev ne sînordar in bi du beşên hêzên çekdarî yên ku Hevgirtina Sêalî ya paşverû ya ji Erebistana Siûdî, Mînişînên Ereb ên Yekbûyî û Misr, destêkê dide wan.

Êdî niha, hîna şoreşger neketine nav çalakîya sîyasî ya ber bi zemîna pêkhîner a hêzên çekdarî ve. Halbûkî, xwişkûbiratîya eskeran bi tevgera gel re hêmaneke dîyarker e di biryara fermandarîya wan a xwe xilaskirina ji el-Beşîr de û herweha di ya dewamnekirina tepisandina di hezîrana par de. Bi her halî, tevgera sîyasî ber bi hêzên çekdarî ve tesîra xwe dike, ev jî xwe ji destpêka serhildanê ve dide der; vê yêkê xwe berîya demeke kurt careke din pir dîyar eşkere kir. Sibata bihurî, bi zorê teqawîtkirina efserên ciwan ên ku red kirin li dijî tevgera gel şidetê bi kar bînin –ji wan ê herî navdar Muhammad Sidiq Ibrahîm e ku bû qehremanekî gel– bû sedema pêleke mezin a xwepêşandanên protestoyî yên ku bi hatina hember hev a bi hêzên tepisandinê re bi encam bûn. Fermandarîya eskerî neçar ma ji ya xwe bê xwarê û efseran li wezîfeyên wan bihêle

Koz û keysa sereke ya bereya şoreşger li Sûdanê biryardarîya wê ya mezin e. Rêveberê Rêxistina Malbatên Şehîdan, Kaşa Abdel-Selam ê ku kurê wî di destpêka serhildanê de hatibû kuştin, ji her kesî çêtir îfade kir, gava ku bi bîra wî hat xistin ku esker wê ji bo parastina îmtîyazên xwe bê dudilî bikujin: “Ew hazir in bikujin, lê em, em hazir in bimirin”.

* Profesor e li Dibistana Lêkolînên Rojhilatî û Afrîkî (SOAS) ya li Zanîngeha Londonê, nivîskarê kitêba Symptômes morbides. La rechute du soulèvement arabe (Sîmptomên nexweşîyê. Ji nû ve ketina serîrakirina erebî), Actes Sud, coll. “Sindbad” , Parîs,  2017.

_______________

(1) Mala Anwar Awad, Mustafa Khamis, Khadija El-Dewehi, Mohammed Abd-El-Gyom û Talal Afifi ava be; ev hevpeyvîna hanê ya sibatê çêbû, gelekî deyndarê wan e. Bi heman rengî mala gelek kesên din ên me dîtî ava be ku li vê derê em navê hemûyan hilnadin.

(2) Bixwîne, Alain Gresh, «Le Soudan après la dictature (Sûdan piştî dîktatorîyê)», Le Monde diplomatique, çirîya pêşî ya 1985an.

(3) Bixwîne, “Le Soudan et l’Algérie reprennent-ils le flambeau du ‘printemps arabe’  (Gelo Sûdan û Cezayîr nûnerîya meşaleya ‘bihara erebî’ dikin)?”, Le Monde diplomatique, hezîrana 2019an.

(4) Bigire li ber, Aidan Lewis, “Revolutionary squads guard Sudan’s bakeries to battle corruption (Pelên şoreger nanpêjên Sûdanê diparêzin da ku şerê bertîlxurîyê bikin)”, Reuters, 19ê sibata 2020î.

Wergera ji fransî:

Feryal Guldawîya