Vegera "wezareta kolonîyan" a amerîkî

RDA di kontrola Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de

20ê adara bihurî jinûvehilbijartina sekreterê giştî yê Rêxistina Dewletên Amerîkî (RDA) Luí Almagro, hewaya şerê sar ê ji çend salan ve li Amerîka Latîn bi cih bûye, wê dirêj bike. Ji dema ku sala 2015an ew bûye sekreterê giştî yê rêxistinê û vir ve, kevnewezîrê karên derve yê Uruguayê, xwe daye ber jinûve avakirina hegemonîya amerîkî li herêmê.

 

 

Translator

Rêxistina Dewletên Amerîkî (RDA) sala 1948an di nava hatinahemberhev a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û URSSê de hat damezrandin. Ew yek ji amûrên projeksîyonên jeopolîtîk ên Washingtonê li Amerîka Latîn û Dewletên Karaîbê pêk tîne. Pê re pê re ku serxwebûna xwe bi dest xistin, di navbera salên 1960 û 1980yî de ev dewlet yek bi yek bûn endamên rêxistinê. Kanada heta bi 1991ê nebû endamê RDAyê û piranîya caran ew pê razîye ku tê de nûnerîya versîyoneke nerm a wê xetê bike ku Qesra Spî wê diparêze.

Çawa ku Fidel Castro dinirxîne, çepgir rêxistinê wekî “wezareta kolonîyan a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê” (1) bibîne jî, elîtan pesnê wê ewqasî da ku hema hema ew gihandin xasbûn û pîrozbûnê. Sefîrekî latîno-amerîkî yan jî karaîbî li DRAyê yek ji dîplomatên herî muhim e li welatê xwe. Herçî sekreterê giştî ye, giranîya wî heye li ser minaqeşêyên sîyasî yên li welatên endam; lê ne li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Li wir bi piranî, heta di nava elîtên sîyasî de jî ne rêxistin û ne jî sektreterê wê yê giştî nayê nasîn.

Tevî vê jî Konseya Daîmî ya RDAyê li avahîyeke girîng a ji mermer e –berê baronê mezin ê pîşesazîya hesin ev avahî dabû Yekîtîya Panamerîkî (pêşîyê RDAyê)– û ev avahî bi tenê çend sed metre dûrî Qesra Spî ye. Di dawîya salên 1940î de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji nû ve sîstema piralî ya dinyayê xêz dikin: Rêxistina Neteweyên Yekbûyî wê li New Yorkê be, DRA wê li Waşingtonê be. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixwazin bikin ku hegemonîyeke belav ava bibe, lê ne ewqasî belav ku destûrê bidin navend li welatekî kevîyê be.

Jixwe, serê pêşî, RDA bi roleke talî radibe, di kevîya sazîyên berê wan safî û bi tenê li ser ewlekarîyê; em behsa sazîyên wekî Rêxistina Înteramerîkî ya Bergirîyê (RÎB) ya sala 1942yan damezrandî û Peymana Înteramerîkî ya Alîkarîya Hevberî (jê re herweha Pakta Rîo jî tê gotin) ya sala 1947an dikin. Eva dawî wekî peyameke ji Yekîtîya Sovyetê re hatibû damezrandin: li gorî peymanê, êrişeke li dijî welatekî li parzemînê wê wekî êrişeke li dijî welatên îmzeker hemûyan bê dîtin.

Bi her halî, hêdî hêdî ya li pêş êdî dibe berfirehkirina “piralîbûna înteramerîkî”. Êdî dema ji dinyayê re îsbatkirina wê lihevkirinê ye ku dibêje, Waşington û elîtên latîno-amerîkî bi hev re komunîzmê red dikin. Kuba sala 1962yan bi biryarekê ji RDAyê hat avêtin; vê biryarê digot, “endamekî RDAyê alîgirê marksîzm-lenînîzmê be, ev bi sîstema înteramerîkî re li hev nake.” (2) Beramberî vê, wê tu dîktatorîya latîno-amerîkî ji rêxistinê nehatana avêtin; tevî ku Komîsyona Înteramerîkî ya Mafê Mirovan (KÎMM) hovîtîyên xweşik belgekirî yên gelek hikûmetan di salên 1970yî de eşkere kirin.

Dîsa jî wisa dibe ku welatên latînoamerîkî û karîbîkê piranîyê pêk tînin li Konseya Daîmî da ku li ber helwêstên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rabin –wekî helwêsta wan di dema şerên çekdarî yên deryayî de yên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Perûyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Ekwatorê de di dawîya salên 1960î de, wekî di dema Şerê Malouînî yê sala 1982yan de yan jî gava salên 1989 û 1990î de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Panama dagir kir. Lê belê di van halan de jî, Waşington guh nade biryarên dewletên endam û bi awayê yekalî, ya xwe dike.

Di dawîya Şerê Sar de RDA dikeve nav krîzeke hebûnê. Pêla demokratîkbûnê ya salên 1980yî rê-xistin ji wê bêdengîyê xilas kir, ewa ku wesayeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê beramberî dîktatorîyan li ser wê ferz kiribû. Gava ku bloka sovyetî hildiweşe, ew jî ji xwe re parastina norm û nirxên demokrasîya lîberal dike erk û wezîfe. RDA di nava gelek karan de bi berêxwedana çavdêrîya pêvajoyên hilbijartinê da ku bawe-rîanîna bi wan misoger bike, xwe ji nû ve çêdike. Ev mîsyona ku wê li Costa Ricayê sala 1962yan dabû destpêkirin, wê bibûya yek ji stûnên sazîya nû.

Lê belê ev nexşerê têrê nake ku RDA li navenda sehneyê were bicihkirin. Hingê, Waşington ne-xasim mijûl bû bi wê yekê re ku lihevkirin û bernameyên lihevanîna strukturel ên ku ji wê peyda dibin, ferz bike. Di vê mijarê de Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), Bankeya Cihanê û Bankeya Înteramerîkî ya Geşedanê (BÎG) bala latînoamerîkîyan dikişînin ser xwe.

Ji RDAyê êdî nayê ku xwe wekî sîwaneke fikran cihê di navbera welatên herêmê de ferz bike. Nexasim jî herçî bermahîyên lihevnekirinên postkolonyal ên li ser sînoran in. Tu qîmeta dengê RDAyê nîne di çareserkirina alozîya Beagle ya di navbera Şîlî û Arjantînê de sala 1984an tê halkirin, yan jî di aştîya navbera Ekwator û Perûyê de ya sala 1998an tê mohrkirin.

Bi salên 2000î re û bi wê pêla dest-hilatbûna çepgiran li Amerîka Latîn, bandora Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser sîstema înteramerîkî hinekî kêm bû. Sala 2005an ji bo cara yekê di dîroka rêxistinê de bêyî piştgirîya Waşingtonê sekreterekî giştî hat hilbijartin û sala 2010î ji nû ve hat hilbijartin. Sala 2009an biryareke Civata Giştî ya Wezîrên Karên Derve kirina der a Kubayê wekî nelê ragihand. Havanayê ev jesta hanê qebûl kir, lê di heman demê de red kir vegere nava rêxistinê.

Heman salê, darbeya eskerî ya li dijî serokdewlet Manuel Zelaya li Hondurasê bi betalkirina endametîya Hondurasê ya RDAyê hat cezakirin, cara pêşî bû tiştekî welê diqewimî. Hê nû, lihevkirineke li ser vegera Tegucigalpayê ya serokdewletê berê Zelaya di 2011an de destûr da ku Honduras ji nû ve bikeve nava rêxistinê. Hikûmetên pêşverû yên Amerîkaya Latîn ji lihevkirina xwe ya nisbî sûd werdigirin ji bo ku xwe ji hin alîyên sîstema înteramerîkî azad bikin. Piştî ku Meksîka ji Pakta Rîoyê sala 2001ê derdikeve, li pey wê di navbera 2012 û 2014an de Nîkaragua, Bolîvya, Venezuela û Ekwator ji vê paktê vediqetin.

Ji bo ku RDA êdî ne bikêr be ji bo Waşingtonê di şerê wê yê li dijî hikûmetên xwedî helwêsta dijemperyalîst, çepgirîya herêmî biryarê dide ya xwe bike yek bi Karaîbê re. Nexasim jî bi rêya wê alîkarîya Venezuelayê di dema zêde buhabûna petrolê de; hingê Venezuelayê bi buhayekî erzan petrol da wan welatan. Piranîyeke dengên 14 welatên Civaka Karîbîkê (Caricom) ên li RDAyê alîkarîyê didin xwegirtina li ber wan êrişên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dibe ser Venezuela û hikûmetên çepgir ên latînoamerîkî.

Lê belê tevî van bipêşketinên hanê, guman û şikbirîya ji RDAyê li cem pêşverûyên latînoamerîkî her dimîne. Ew dizanin ku guhertina di hevsengîya hêzê ya di nava Konseya Daîmî de struktura rêxistinê û wesayeta Waşingtonê ya li ser wê bi awayekî esasî naguhere. Ya ku herî zêde vê rêxistinê fînanse dike Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne, ew heta bi 60 ji sedê budceya wê ya salane –û temamê budceya hin dezgehên wê– tedarîk dikin. Bi vî halê xwe piranîya burokrasîya RDAyê, latînoamerîkî be jî ew li Waşingtonê dimînin û beramberî rêxistinê dilsozîyeke deqerû nîşan didin. Rêxistin jî heqê karmendên xwe dide bi dana prestîja pîşeyî.

Hikûmetên çepgir hingê biryarê didin ku herêmparêzîyeke nû sor bikin. Ev kêlîya hanê ya yekane bi kêrî avakirina Yekîtîya Neteweyên Başûrê Amerîkayê (Unasur) tê di sala 2008an de. Unasur bi xwe xweceribandineke, şertgirtineke bi azwerî ye. Di nava wê de înteg-rasyoneke sîyasî, aborî, bergirîyê û tiştên din hene ku ji armancên çerxên din ên întegrasyonê yên Başûrê Amerîkayê û bi wêde diçin û ev di herçî alîyên aborî û geşedanê yên Yekîtîyê ne, ji erka RDAyê jî dibihurin û ne tenê ev jî. Unasurê wê dest werdaya krîzên sîyasî yên navxweyî yên li Bolîvyayê (2008), li Ekwatorê (2010) û paşê li Paraguayê sala 2012an. Lê herweha wê dest werdaya alozîyên navnetweyî jî wekî ya sala 2010i di navbera Venezuela û Kolombîyayê de. RDA li derveyî van navbeynkarî û destwerdanan hemûyan hat hiştin.

Paşê Civaka Dewletên Latînoamerîkî û Karîbîkê (Celac) peyda bû. Ev civak welatên li nîvê başûr ê parzemînê dihewîne, li nîvê bakur ê parzemînê ew Kubayê dihewîne û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Kanadayê jî nahewîne. Ev mekan, fermî dibe da ku forumekê ava bike, lê helbet ji Unasurê kêmtir sazûmankirî û bêyî peymaneke damezrêner. Ew taybet e ji bo lihevanîna sîyaseta di navbera dewletên herêmê de û ji bo minaqeşeyên navneteweyî. Wekî din jî wê gelek civînên Celas-Yekîtîya Ewrûpayê, Celac-Çîn, Celac-Rûsya, Celak-Hindistan û yên din li dar biketana.

Sala 2015an Luís Almagro yê nêzî serokdewletê Uruguayê José “Pepe” Mujica, fîgurê çepgirîya latînoamerîkî, wekî sekreterê giştî yê RDAyê tê hilbijartin. Mujica ew pêşnîyaz kiribû û hikûmetên çepgir ên herêmê pişta wî girtin. Kevnewezîrê Karên Derve yê Uruguayê, Luís Almagro xwe da ber dewamkirina li ser rêya serxwebûnê ya ku selefê wî José Miguel Insulza danîbû. Lê belê bêhn li pêla pêşverû diçike. Û Almagro xwe li gorî rewşa nû eyar dike: Ew xwe bi lez wekî sazkerê lîstikê yê rastgirîyeke hîna jinûve tê cem hev, bi cih dike û bi awayekî biryardar vegera RDAyê ya bin sîwana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi rê ve dibe... Û ne dûr lê nêzîk, Donald Trumpekî dîyar wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi rê ve bibiraya.

Bi lez û bez Almagro berê xwe dide ser Venezuelayê. Ew alîkarîyeke milîtanî dide muxalefetê û li dijî her hewldana hevdîtinan e. Almagro weha vedigerîne li kevneserokê hikûmeta Spanyayê José Luis Rodrígez Zapatero yê ku alîgirê çareserîyeke sîyasî ya bi muzakereyan e: “Ehmeq nebe”. (3) Ev zilamê Uruguayî –wekî Washingtonê– biryarê dide ku di nava yekane çareserîya mimkin de guhertina rejîmê heye. Ew ji tevdîrên bi darê zorê yên aborî razî dibe, yên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser Venezuelayê ferz dikin. Rêveberîya Trumpî dibêje, “her îhtîmal li ser maseyê ye” û bi vê jî îşaret bi vebijarkeke eskerî dike. Almagro pişta vê gef-xwarinê digire û bi argumana destwerdana insanî gefê dixwe. Ev yek gelek hikûmetên latînoamerîkî yên Koma Lîma bi xwe jî dibizdîne; bi ser halan de jî Koma Lîma hevgirtinek e ku armanca damezrandina wê tecrîdkirina hikûmeta Nicolas Maduro ye.

Heyranîya sekreterê giştî ya ji bo parastina “demokrasîyê” bi her halî heta bi Brezîlyayê naçe. Ne ji wezîfeyê dûrkirina serokdewlet Dilma Rousseff û ne jî hepskirina bê delîl a serokdewletê berê Luis Inácio “Lula” da Silva yê ku ji kampanyaya serokdewletîyê ya sala 2018an hat menihkirin, ne xema wî ne. Binpêkirinên mafên mirovan ên bi destê hikûmeta Jovenel Moïse li Haîtîyê di çarçoveya xwepêşandanên 2018 û 2019an de jî nikarin bibin sedema reaksîyoneke wî. Piştî mezintirîn xwepêşandanên dîroka hevdem a vî welatî û pêleke tepisandinê ya ji adetê der, di dawîya 2019an de Almagro diçe serdana Ekwatorê. Ew serokdewlet Lenín Moreno ji ber şêwazê wî yê birêvebirina krîzê pîroz dike. Çaxê vê dike jî ew behsa wê yekê nake ku tepisandina xwepêşandanan kiribû ku gelek mirov bimirin. Li gorî wî, serokdewletê Şîlîyê Sebastán Piñera –ew jî berpirsê tepisandineke bi şidet a li dijî tevgerên civakî ye– “bi karîgerî nîzama dewletê parastîye û gava ev kirîye jî tev-dîrên taybet girtine ji bo ku mafê mirovan misoger bike”. (4) Herçî Kolombîya ye, Almagro tu tiştî nabêje li ser windakirina rojane ya sendîkavanan yan jî li ser wê yekê ku hikûmet dest ji pêvajoya aştîyê berdide: Ew mitale û fikaran dike ji ber şideta xwepêşandêrên ku sîyasetên neolîberal ên serokdewlet Iván Duque red dikin.

Lê li Bolîvyayê wî derba xwe ya hostekarîyê bire serî. Çirîya pêşîn a 2019an hilbijartinên giştî çêbûn. Serokdewletê hingê Evo Morales di hilbijartinan de di tûra yekê de bi ser dikeve. Ew 47.08 ji sedê dengan bi dest dixe, beramberî reqîbê xwe yê sereke Carlos Mesa. Wî li vî reqîbê xwe zêde kir bi bêhtirî % 10ê dengan (Carlos Mesa % 36.51ê dengan wergirtin). Li gorî destûra bingehîn a Bolîvyayê, çaxê ku kesek di tûra yekê de bêhtirî ji % 40ê dengan wergire û herî kêm % 10ê dengan li reqîbê di bin xwe re zêde bike, ew di tûra yekê de tê hilbijartin. Lê belê “Mîsyona çavdêrîya hilbijartinê” ya RDAyê hê bi ragihandina encamên destpêkê re dest bi gelacîyê dike. Ew behsa “guhertinên meylê yên nikarin bên ravekirin” (Daxuyanîya çapemenîyê ya 21ê çirîya pêşîn a 2019an) di hejmartina dengan de dike. Çawa ku ji hingê ve gelek lêkolînên statîstîkê jî eşkere nîşan dan, ev “guhertina meylê” encama dereng hejmartina dengan li hin deverên jeografîk ên gelekî alîgirê Evo Morales e. Gava ku ev yek cihê xwe nagire, medyaya mezin dest bi qarewarê dike û dibêje, hîle heye; Morales ji ber gefxwarina artêşê neçar dimîne mişext bibe. RDA wê tu carî nikaribe tohmetên xwe yên hîleyê li ser esasekî dayne û piştrast bike. Di nava gelekên din de, raporeke dirêj a Navenda Lêkolînên Ekonomîk Polîtîkê (CEPR) ya li Waşingtonê jî vê yekê eşkere dike. (5) Çend hefteyan piştî bûyeran, hikûmeta defakto ya Jeanine Añez piştgirîyê dide ji nû ve hilbijartina Almagro. Li gorî wezîra nû ya Karên Derve, Karen Longaric, Almagro “bi dewreke e-sasî rabû di parastina demokrasîya li herêmê de”. (6)

Ji nû ve hilbijartina Almagro nîşana vegereke berê nedîtî ya RDAyê ye ya ku bi kêrî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tê. Heger rêxistin hewl bide xwe ji nû ve çêke û hewl bide rewabûna wekî parêzvanê demokrasîyê bi dest bixe, hingê şertê xwe nebirîye serî. Bi rêveberîya Almagro, rêxistin êdî hevmane ye bi “monroîsmê” re, referansek e ji bo doktrîna serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê James Monroe, ev doktrîneke destpêka sedsala nozdehê ye; li gorî wê Amerîkaya Latîn “hewşa pişta malê” ye ji bo Waşingtonê. Li gorî wê, li wê derê Waşington tu destwerdana ji derve qebûl nake. Wezîrê Karên Derve yê amerîkî Mike Pompeo ev yek di çileya paşîn a 2020i de wê wekî “vegereke li ruhê RDAyê yê salên 1950 û 1960î” pîroz bikira. (7)

*Kevnewezîrê Karên Derve yên Ekwatorê, senior policy analyst (Analîzvanê sîyasetê yê dinyadîtî) li Center for Economic and Policy Research (CEPR), Waşington.

___________

(1) Axaftina Fidel Castro ya 4ê sibata 1962yan.

(2) Biryar VI ya Civîna Heştan a Şêwra Wezîrên Têkilîyên bi Derve re yên RDEyê li Punta del Este (Uruguay), 22-31.12.1962

(3) EFE, Waşington, 21.09. 2018

(4) EFE, Santiago de Chile, 09.01.2020.

(5) Jake Johnston û David Rosnick, “Observing the Observers: The OAS in the 2019 Bolivian Elections (Çevdêrîkirina çavdêran: RDE di hilbijartinên Bolîvyayê yên 2019an de)”, Center for Economic and Policy Research, Waşington, 10.03.2020.

(6) Alejandra Arredondo, “Bolivia apoya reelección de Almagro en la OEA”, 23.01.2020, voanoticias.com

Wergera ji fransî:

Luqman Guldivê