Dewleta stratejîst dipelişe

Translator

 

Di plana xwe ya rizgarkirinê de, hikûmet roleke sereke dide Sazîya Depozît û Sewqîyatê ku tê payîn 1,6 milyar ewro razîne qada lîstik û şahîyan. Lê belê gelo ev sazîya diravî ya gelemperî bi rastî jî hertim li gorî berjewendîyên giştî tevdigere? Veguherîna yek ji şaxên wê yên bingehîn, Şirketa Alpan (Compagnie des Alpes), dihêle ku mirov ji vê yekê bikeve gumanê.

Çi ne, xalên hevpar ên navbera hesp-morîstankên parka Astérix, asansorên berfeçîyayên La Plagne û peykerên ji şima yên muzeya Grévin? Coronavirusê neçar hişt ku ev her sê dever jî ji ahalîyê re werin girtin. Lê belê, bi giştî dûvên dorê ku çê dibin tenê bi kêrî yek û heman şirketê tên: Şirketa Alpan (CDA). Herçendî ji alîyê piranîya civakê ve neyê naskirin jî, «CDA» qiraseyeke pîşesazîya fransî ya gerûgeştê ye. Li seranserî cîhanê di warê teleferîkên mekanîk de yekemîn e, ew yanzdeh qadên werzişa li ser berfê ango kaşokê yên herî mezin ên rawestgehên gerûgeştê yên fransî, dişuxulîne. Hin ji wan bo nimûne ev in: Tignes, Val d’Isère, Méribel, Les Ménuires, Les Arcs, Serre Chevalier. Çaremîn operatorê herî mezin ê parkên lîstik û şahîyan e û sêzdeh wargehan kontrol dike. Bo nimûne: Futuroscope, cîhana Chaplin, parka Walibi Rhône-Alpes an jî France Miniature. Bi tevahî, di sala 2019an de bi 23 milyon mişterîyan, wê 854 milyon ewro cîro kir. (1) Di salên dawî de ev hejmar her bilind dibin û hatinên wê bi awayekî wekhev di navbera her du şaxên wê yên çalakîyan de tên parvekirin.

Hindik e eger mirov bêje şewba cîhanê derbeke mezin li vê şirketê û 5 hezar karmendên wê yên tam wext dixebitîn, xist. Wekî encama rasterast a mecbûrbûna rawestandina kar, hîseyên grûbê di nava du mehan de ji sedî 50 bênirx bûn û belav bûn. Encama operasyonel di somestra pêşî de (01.10.2019 –30.03.2020) (2) ji sedî 29 daket û cîroya li wargehên kaşokê bi lezeke mezin helîya (- % 20). Li gel vê yekê jî, serok-gerîndendeyê giştî (PDG) Dominique Marcel bi xwînsarîyeke ecêb vê peyamê dide: «Ev şokeke pir mezin e, lê belê me xwe pir baş bi çek û rext kirîye ji bo serederkirina bi buhraneke wisa mezin re». Li buroya xwe ya li bulvar Haussmannê ku li wir peluşên Astérix û Obélix serdestîyê li banên Operaya Parîsê dikin, PDG axaftina xwe weha didomîne: «Fransî wê hindiktir derkevin û hê hindiktir biçin deverên dûr: em cihveguheztinên nêz, mazûvanîya kurtedemî ya li gorî şertên piştî Covîdê eyarkirî temsîl dikin. Me qadeke qabîlîyet û pîşeyan bi pêş xistîye di van salên dawî de. Ji bo grûba me wê ji vir derfetên girîng derkevin holê». Şirketa M. Marcel avantajeke wê ya din jî heye; ew dikare pişta xwe bide desteka sînornenas a pardarîya xwe ya referans: Sazîya Depozît û Sewqîyatan (la Caisse des dépôts et des consignations-CDC), dezgeha gelemperî ya diravî ku li ser hesabê dewleta fransî û rêveberîyên xwecihî tevdigere. M. Marcel li gel vê yekê jî destnîşan dike ku nîyeta wan tune ji bo sûdwergirtina ji plana gerûgeştê ya ku hikûmetê ragihand, serlêdanê bikin, û li gotinên xwe weha zêde dike: «Vê dezgehê hertim rola xwe ya pardarîya stratejîk lîstîye û hertim pêşketina me, bi taybetî jî bi rêya zêdekirina sermayeyê destek kirîye. Di vê qonaxa ku em tê re derbas dibin, em zanin ku em dikarin bi dilrehetî xwe bispêrin desteka wê».

Şirketa Alpan, Companie des Alpes ku xwedî sazûmanîyeke têkel e, şaxê (heta ji sedî 39,2) vê amûra mezin a hîseya gelemperî ye û berpirsîyar e ji destekkirina misyonên berjewendîyên giştî û di heman demê de, şirketeke limîted a li borsayê jî xwedî hîse ye. M. Marcel bi bîr dixe ku ew û «bi sermayedarên ku li bendê ne li gorî pîvanên bazarê tevdigerin, vegerin ser vê sermayeya razandî». Vê «tansîyon»ê hertim ev grûb ji hev berbelav kirîye, li gorî îtîrafa wî. (3) Lê belê dengeya hêzê êdî ne wekî berê ye. Dema Şirketa Alpan di 1989an de ji bo rizgarkirina rawestgeh û wargehên kaşokê yên li ber topavêtinê, hat sazkirin, pêşî wekî ofîseke gel a ji bo destekdayîna pêşxistina qadên çîyayî tevgerîya. Hingê, şirketên taybet ên bi karên teleferîkên manetan radibûn ên li Arcs û Tignesê, di nava deynan de difetisîn. Baş e ew çawa wisa guherî ji bo bibe împeretora pîşesazîya lîstik û şahîyan, pispora «bazarvanîya ceribandêr» û lêkolînera li çar alîyên cîhanê?

CDA ya ciwan a ji 1994an ve li Parisê navê xwe li Borsayê qeyd kirîye, li ser xezîneyekê her xwe mezintir dike: «Şandeyên xizmeta gelemperî» ji alîyê rêveberîyên xwecihî ve jê re hatine bexşkirin û bi vê yekê re li gorî qanûna Çîyê (la loi Montagne) ya 1985an, bûye berpirsîyara hilkişînên mekanîk ên bi teleferîkan. Sedemên diravî jî ji ber vê yekê dibin palpişt ji bo vê hevparîya gelemperî-taybet: «Karê herî biçûk ê teleferîkên mekanîk jî berdêla wî di navbera 6 û 10 milyon ewroyî de diguhere, nexasim eger telekabîn ango kabîna navendî ya teleferîkan be mijara gotinê, ev reqem hê bilindtir dibe. Ev kar wextê amortîsmanê jî wisa dirêj dike ku dikare heta 30 salan bidome. Ev pîşe, di esasê xwe de bersivê nade karê şirketeke ketîye nava borsayê, ji ber ku rêjeyên qezencê pir ne bilind in û marjên qezenca brut jî têra xwe qels in», li gorî M. Laurent Chelle, endamê berê yê komîteya rêveberîya CDAyê, ku îro êdî bûye şewrimend û perê xwe radizîne nava projeyên otêlvanîya li çîyê. Li bin çavdêrîya parastinî ya CDCê, divîyabû CDAyê derfet çêkira ji bo anîna cem hev a kapasîteyên sermayedanînê û rêvebirina li nava vê binesazîya veguhestinê ya hinek cihêreng, lê belê di heman demê de sazûmankar ji bo faalîyetên li herêmên çîyayî yên Alpan.

Hevalbendekî gelemperî an jî sermayedarên safî û har ?

Piştî derbasbûna di nava Havas Tourismeê re, M. Jean-Pierre Sonois hew dibîne ku serokatîya şirketê di rojbûna wî de lê tê spartin. Ev hevkarê berê yê Roger Godino -pêşengê zêrê spî li Arcs û mirovê nêz ê Michel Rocard- li CDAyê bazareke pir cihêreng dihûne. Bi desteka depozîtoyê, ew destkeftîyan zêde dike, bi awayê sermayedanîna tenê li tesîsên gerûgeştê yên li warên bilind ên bilindahîya wan ji 2000 metreyî derbas dibe, xwedîyê kapasîteya pêşwazîkirina 15 hezar kesan û garantîya qezenceke mezin e di demeke navincî de. Pir bi lez nîyetên CDAyê van pirsan bi xwe re bi gewde dikin: «Zêdetirî deh sal in ez li gel CDAyê muzakereyan dikim, kêlîyek tenê jî bi min re hîsa ku ez bi hevparekî gelemperî re kar dikim peyde nebû, berevajî wê, ji min kirî ez bi kapîtalîstên safî û har re di nava kar de bûm», wisa tîne ziman M. Michel Charlet, şaredarê berê (baskekî rastê) yê Chamonix, di 2003an de. (4) M. Sonois jî ev yek bi şêweyê xwe weha îzah kiribû : «Li alîyekî endustrî û reqabet hene; li alîyê din zenaetkarî û berjewendîyên xwecihî hene. Pîşeya me, endustrî ye» (5). Li qadê, awayekî nû yê pîşeyê xwe ferz dike : «Gava CDA daket qadê, em neçar man peyvên nû entegre bikin. Bo nimûne, “yield management” («rêvebirina veanînê» û pê re jî, fîyetên dema reel, bi fîyetdanînên li navendê) û “reporting” («nirxandina reveberîyê»). M. Bernard Jean jî ku hingê di rêveberîya Plange de dixebitî û niha jî şewirmendê tûrîzmê ye, vê agahîyê bi me re parve dike: «Salê du caran, divîya bû em der barê pirsgirêkê de raporan amade bikin».

Tenê di deh salan de, CDA rengûrûyê tesîsên gerûgeştê yên fransî vediguherîne: dawîya 2019an, yanzdeh qadên wê bi pêkanîna 14 milyon «rojên-skîbazan», gihîştin cîroya ji sedî 30yê tevahîya van cure tesîsên fransî. Li gel vê yekê jî CDA xwe hê jî sînorkirî hîs dike. Ji salên 2000î ve, stratejîya wê ber bi pircûrekirin, taybetîkîrin û navneteweyîkirinê ve diguhere. CDA pêşî gruba Grévin & Compagnie û pê re jî, parka Astérix bi dest dixe. Armanc? Belavkirina hejmarên cîroyê li seranserî salê bi aktîvîteyên demsalî yên temamker û kêmkirina xetereyên xebitandina tesîsan. M. Mohammed Soccoba, delegeyê sendîkaya CGT di warê lîstik û şahîyan de vê analîzê dike: «Pircûrekirina ber bi parkên lîstik û şahîyan bi bîrbirineke diravî hat kirin û vê yekê ji alîyê civakî ve li pey xwe şop hiştin û di encamê de cuda muameleya di navbera şaxan de hebûna xwe didomîne, bi taybetî jî ji bo karkerên demsalî. Ev rewş herweha bi dîroka CDAyê re jî têkildar e: Qadên kaşokê xwedî bergeheke xurtir a sîyasî ne, ji ber ku ew yên şaredarîya ne».

Zêdetirî deh parkên zêde biçûk û pir ne bi qezenc, bi lez û bez hatin firotin. Di van operasyonan gişan de, rayedarên gelemperî tu caran ne dûrî meselê ne. Karmendekî nû dest bi kar kirîye vê şîfreyê weha ji hev dixe: «Bûna şaxekî CDAyê, li gel markaya dewleta li pişt, garantîyeke herî baş e ji bo bankayan. Îro CDA xwedî rêjeyên herî baş ên cîhanê ye!» Ev civakîbûna potansîyel a rîskan rê li qezencên biçûk jî nagire: dema Sazîya Depozîto û Sewqîyatan dixwaze meaşê herî bilind ê ji bo şirketên gelemperî bigihîne tevahîya rêveberên şaxên xwe û yên şirketên anonîm jî (heta 450000 ewro), ew bi vî awayî bi dijberîyeke sert a rêveberîya CDAyê re rû bi rû dimîne... û di 2017an dest jê dikşîne.

Gaveke îlawe ya ber bi feraseta bazarê di 6ê gulana 2004an de hat avêtin. «Li sektora taybet dewrkirina venêrîna şirketa CDAyê» bi biryarnameyekê ji alîyê wezîrê aborîyê yê demê M. Sarkozy ve hat îmzekirin. (6) CDC tenê xwedî mafekî biçûk ê xitimandinê ye û nikare bi tena serê xwe li ser stratejîya grûbê biryarê bide. Derî ji sosretên îhtîşamên navneteweyî re heta dawî vekirî ye. Ew pêşî dikeve dirûvê misyonên konsey û mihendizîya li derve, bo nimûne li Rûsyaya berîya Lîstikên Olîmpîyata Soçî ên 2014an bi serketineke bi temamî îzafî. Dûre li bazara biriqîner a Çînê ya werzişên zivistanî, eldoradoyeke ku CDA xeyal dike lê bi pêşkeve. Di vê çarçoveyê de li dawîya 5 salên serokatîya M. François Holland, derî hatin vekirin ji bo hevdîtinên ku di encamê de destûr danê li nava rêze-şirketên çînî Fosun ku berê jî xwedîya Club Med an jî Lavinê bû, ji sedî deh bibe xwedî par. Du armancên wê hene: bûna hevpara referans ji bo firotina pisporîya xwe, li qadê, lê belê herweha «afirandina pêla geştîyarên çînî ber bi Fransayê», bi gotinên Mme Agnès Pannier-Runacher, (7) pispora rêveberîyê û rayedara hejmar 2 ya demê ya CDAyê û ji cotmeha 2018an ve jî sekretera karên derve ya dewletê li wezaretên aborîyê û fînansê (nemaze wezîfedarkirî bi armanca peydekirina materyalên ji bo xebatkar û dezgehên tendirustîyê di dema şewba dawî de).

Buhrana Şewba Covîd-19 dikare bibe bersiveke baş li dijî vê obses-yona ji bo navneteweyî

Projeya ku wê CDA veguheranda şirketeke pir-dewletî, berîya ku rayedarên hilbijartî bikevin nava livûtevgerê, ber avêt. Serokê konseya herêma Savoie, enîya pêşî yê vê cengê, Hervé Gaymard şahidîya xwe ya rewşê weha parve dike: «Fosun eger dihat, teqez ne ji bo lîstina rola pasîf a sermayedaner bû. Tu tiştî ev pêngava ber bi çînê mafdar dernedixist: CDA ne ku sermayeya wê kêm bû û eger wê bi rastî bixwesta devê kîsê xwe vekira, rêveberîyên xwecihî yên herêmên çîyayî wê bibûna pardarên herî guncaw û munasib». Opsîyoneke ku M. Marcel jixwe li xwe danayne berê xwe jî bidê: «Ev pirsek e ku divê berî herkesî ji pardaran were pirsîn. Heta niha, ez dibînim ku parvekirina sermayeya şirketê pala xwe dida dengeyeke navbera pardarîya gelemperî, hevparên taybet û temsîlîyeteke girîng a herêmî. Têketina her pardarekî wê bihata wateya ku ew dibû parçeyekî stratejîya CDA ku li gorî hesabê wê destwerdan û pêşketina şirketê wê bigihîjîn wêdetirî herêma Rhône-Alpînê ».

Şewba Covîd-19 dikare bibe bersiveke baş li dijî vê obsesyona ji bo navneteweyî. Nûnerê CGTê yê komîteya grûbê M. Pascal Charvaux vê yekê weha rexne dike: «Tiştekî pir tewş e anîna çînîyan nav gelîyên me, hin niştecih bi xwe tu caran neçûne (skîyê). Berê, me didît ku komeleyên ku ji Lyonê bîst otobus tije kes, wekî sinifên berfê an jî komên li gel komîteyên şirketê dihatin… Kaşoka (skî) li deverên nêz êdî nemaye. Rêveberî tercîh dike Clubên Med û navendên 5 stêrk ji bo anîna mirovên bi pereyan dagirtî veke.! »

Vê vîzyona kurtedemî di hin fetlonekên stratejîk de berê CDAyê da ser rêyên şaş, bo nimûne fetloneka derbaseka ekolojîk. Helbet mirov war û karê xwe «hêşîn dike». Li Tignesê, navenda nû ya teleferîkan ji bo hem zivistan hem jî havînê were şuxulandin, hat fikirîn û êdî ne tenê ji bo kaşokvanan (skîbazan). Lê belê ev wargehên gerûgeştê yên normal ên herêmên çîyayî ne, ji alîyê CDAyê ve bi zanebûn hatin paşçavkirin. Li ser vê yekê şewirmenda rêveberîya wargehên gerûgeştê, Mme Armelle Solelhac ecêbmayîna xwe weha tîne ziman: «Halbûkî ew wargehên ku CDAyê îhmal kirin, yên herî pêşketî ne, ji bo modela şirketa ku xwe spartîye mono-actîvîteya skîyê veguhere modela pir-aktîvîtetî û pir-demsalîyê». Berevajî, Şirketa Alpan CDA hê jî karûbarê çêkirina berfa sûnî didomîne û di guherîna avhewayê de bêhtir çav berdide firsendeke aborî (ya kurtedemî), çunku ew xwedîya qadên herî bilind e. Berî du salan, M. Marcel pesnê xwe dida ji ber «avantaja muqeyesekirî» ya ku derfetê dide ku wargehên gerûgeştê yên CDAyê «ji lîstikê vekişin» bi xêra «tesîra texîrkirina wargehên ne zêde baş bicihbûyî», di dema salên hewaxirab de… (8) Lê belê heta kengê?

Ev orîyantasyon û beralîkirin dibin nîşaneyên averêbûn û jirêderketina CDAyê, li gorî midûrekî berê yê CDCê û di heman demê de pisporê zîrek ê çerxên dewletê, ku gotinên xwe weha didomîne: «CDA ne ji bo hilberandina encamên li ser aktîvîteyên biqezenç, lê belê ji bo destekdayîn û rêhevaltîya li gel tûrîzma zivistanî ya li Fransayê hat afirandin. Ji alîyê dîrokî ve eleqeya wê ji bo berjewendîya giştî heye». Lê belê berjewendîya giştî gelo ferz dike ku her û her were mezinkirin kargeheke tûrîstîk a endusrîyel a ku wargehên herî xweşik ên çîyayî hildiweşîne, tenê ji bo anîna pir ji dûr a mişterîyên ji cîhaneke din? Sozên demokratîkkirinê yên aktîvîteyên afirîner û azadîya di demên vala de ji endîşeyên vî çeşîdê sazûmanîyên nêzî dewletê pir dûr xuya dikin.

*Her du jî rojnamevan in.

______________

(1) Hejmarê fermî yên grûbê, ji bo karûbarên di 30yê îlona 2019an de bi dawî bûn, www.compagniedesalpes.com

(2) Daxuyanîya çapemenîyê, 26 gulan 2020.

(3) Rapora li Parlemenê ya komîsyona çavdêrîya Sazîya Depozît û Sewqîyatan, 2018.

(4) L’Expansion, çirîya paşî 2003.

(5) L’Express, 13 sibat 1997.

(6) Biryarnameya n°2004-398, di rojnameya fermî de weşandî.

(7) Rapora navborî.

(8) Ibid.

Wergera ji fransî: Baran Nebar