Balyoz û peyayên cîhana Azad

Dîplomasî
Translator

Di serî de cih û pozîsyona îdeolojîk ya Gerard Araud pir bi hêsanî xuya dikir. (1) Balyozê  Tel Avîvê û paşê jî yê Waşîngtonê, di serî de ji bo qewîkirina têkilîyên di navbera Fransa û Îsraîlê de û paşê jî ji bo yên di navbera DYAyê de qewî bike, li wir xebitî. li hemberî “bêhna ku di xwe de fermanxwendina li dijî pergala heyî û antî-amerîkancîtîyê ya salên 1970yî dihewîne”, bikaranîna Konseya Ewlehîyê ya Netewên Yekbûyî ya “ji bo Berjewendîyên Rojavayê” bi “peroşîner” dibîne. Wekî din, ew rêzdar Macron wekî “rêya tekane ya ji bo modernkirina welêt” dibîne. Bi vî esasî, mirov dikare pirtûka wî wekî bernameyeke kronolojîya politikaya derve ya di radyoya fermî ya fransî de bişopîne. Wisa dide xuyan ku, lîberalên rewşenbîr yên ewropayî li hemberî muxalîfên dijî mafên mirovan yên ku ji alîyê Moskova û Pekînê ve tên piştgirîkirin kampek çêkirine, Lê ne wisa ye.

ji ber ku nivîskar dizane dê li hemberî xwe çawa jî bifikire. Yan jî, bi rastî pratika wî di xwe de dijîtîyê dihewîne û wî neçar dihêle ku ew vê yekê pêk bîne. Herweha unwana neo-kevneparêzîyê ya ji bo wî hatîye dayîn, di serdema ku piranîya welatên Yekîtîya Ewropayê (YE) bi avayekî îtaetkar ku piştgirî dane hewla şerê Amerîkayê yê li Îraqê, bi şanazîya wî ya welatparêzîyê re ditewişe: “Dema ku Amerîka bi amûrên xwe yên bergirîdanê ku hêzeke sereke ye, tu nikarî di karê dîplomatîk de her gav di telefonê de (ku çawa em dizanin telefon tên guhdarkirin) bibêjî “ez nikarim tevli te bigerim an jî nikarim bi te re lihevkirinê pêkbînim”

Lêbelê dema ku Gerard Araud behsa tecrubeyên xwe yên li YEyê dike, mirov têdigihîje ku pê re -bi qurebûn- hêvîya aktorbûyîneke bihêz û serbixwe ya navneteweyî heye. Ew îfade dike ku “NATO bi awayekî xwezayî di bin hikmê Amerîkayê de ye” û “hemî terefên Natoyê jî dixwazin ku ev hakîmîyeta Amerîkayê ji holê rabe,” û herweha hîn hurgulîyan jî tîne ziman: “dewletên rojhilatî alîgirîya amerîkî wekî garantîya tekane dibînin”, Îngiliz dixwazin bibin “Yûnanîyên nû di nav Romayê de, lê şaşbûn”, Alman, hemî çalakîyên ku dê bibe sedema bêhtir bilindbûna budçeya leşkerî, red dikin. Hemî hevalbend difikirin ku wesayeta amerîkî ji rêveberîya serkêşekî ewropî -çi îngiliz, çi alman, çi fransî- çêtir e û ji ya amerîkî kêmtir biçûk dixe.” Dema ku wî di NATOyê de Fransa dinimînand, koledarîya Holandayê ya ji bo DYAyê “dile wî li hev dixist.”

Dema ku Rojhilata Navîn dibe mijara -qalê ku di wê qadê de, Ewropa dilşahe e ku bi salan e tenê piştgirîya fînansî ya ji bo binesazîya welêt dide Filistînê û herweha Îsraîl kengê bixwaze dikare vê binesazîyê tune bike- rewş ne baş dibe. “Dema ez bûm balyozê Tel Avîvê, di navbera balyozên YEyê de cudahîke mezin hebû. Li alîyekî rûmên Qibrîsê û îspanyol û li alîyê din jî macar û çek. Bala alîyê yekem li ser pirsgirêka Filistînê bû. Alîyê duyem jî wekî Likoudê difikirî.” Lê çi dibû bila bibûya, li gor wî, hikmê Ewropayê heya cihekî bû û nikaribûn zêde pêşve biçin. Ji ber ku “cîdêra ku Amerîkayê ji bo alîgirên xwe kifşe kirîye, tenê alîkarî ye”.

 

Ger ku ev rol li wan were, xulam hê jî li wê hêvîyê ye ku axa ji wî re rêzê bigre. Herweha mêla George W. Bush û Barack Obama li ser vê yekê nebû. Sezarê vê demê jî di vê mijarê de kêmtirîn xwedîyê balê ye. Wekî din, piştî jiholêrabûna “xeteri”ya ku ev alîgir anîne bal hev, piçûkxistinên ku tên dubarekirin ew neelimandine. “Belê ne hêsan e ku mirov, vê çerçoveya mûezam -ku ev çil sal in di xwe de refleksên her dû alîyên giregir ên Atlantîkê dihewîne- pirsyar bike û li ser bifikire”. Encam, piştî betalkirina peymana Varşovayê “ her yek wekî ku “qet tu tişt neqewimîye tevgerîya û ev şêwaz ji bo berjewendîyên xwe pêwîst dît”. Ma di van mercan de, berdewamîya têkildarîya qedera dewleta Fransa a bi şirîkên wê yên Ewropayî re, nayê wê wateyê ku Fransa carek din bûye hêsîrê kampa Rojavayî ya pêkan?

 

Ger ku mafê bersivdayînê jî nedin rêzdar Biden dê baş bibe. Li gor analîza ku di van rojên dawî de pêk hatîye ku bi avayekî gewre wasat e -namzedê demokrat- ji bo “cihana azad” rola leşkerên peya daye ewropîyan. (2) Helbet operasyonên li dijî Çîn û Rûsyayê di bin selehîyeta Waşîngtonê de ne. Ji ber ku bilî Amerîkayê tu dewlet xwedîyê vê hêzê nîne. Herweha, “heya niha tu netewe li ser vê ramanê nehatîye damezirandin.” Belê, “cihgir” ên parzemîna kevn dizanin da ku çi li hêvîya wan e.

 

(1) Gérard Araud, Passeport diplomatique. Quarante ans au Quai d’Orsay,(Pasaporta Dîplomatîk, Li Qua d’Orsayê Çil Sal ), Grasset, Paris, 2019, 22 euro.

(2) Joseph Biden, «Why America must lead again», Foreign Affairs, adar, nîsan, 2020.

 

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana