Jinên kurd di têkoşînê de berdewam in

Translator

Bala medyaya navneteweyî ya li ser şervanên jin ên kurd, nemaze li dijî Daîşê, nû nîne. Dîplomat û arkeologê brîtanî Claudius James Rich (1787-1821) di kitêba xwe ya bi navê Narrative of Residence in Koordistan de wan wekî “ji jinên li welatên cînar azadtir” pênase dike. (1) Alphonse de Lamartine jî di Voyage en Orient (1841) de wan wekî “amazonan” teswîr dike û di 22yê nîsana 1854an de, kovara brîtanî Illustrated London News, Kara Fatma Xanimê (Fata Reş) wekî “keybanû an jî pêxember” pênase dike.

Bêguman ev nêrîna heyrantîyê, tevlihevîya jîyana jinên kurd, an jî wekî kêmnetewe, pirsgirêkên wan ên ku li çar welatên xwedî parçeyên cuda yên Kurdistanê ne, destnîşan nake. Lê belê îmaja wan mîrateyeke dîrokî temsîl dike.

Dîroka dirêj a kurdan ku bi mohra têkoşîna çekdarî û protestoyên ji bo doza neteweyî eyan e, rê li ber jinan vekir ku beşdarî sîyaset û berxwedana çekdarî bibin. Çalakîyên jinên kurd, bi taybetî di rêxistinên partîzan de xwedî şêweyên cuda ne. Ya herî balkêş, tevî rêhevalên xwe yên mêr hilgirtina çekan e. Lê belê jinên kurd beşdarî çalakîyên nepenî û lojîstîk jî bûn. Wekî mînak tedawîkirina birîndaran li Kurdistana Iraqê, aşpêjî, dirûtina cil û bergên Pêşmergeyan.

Jinên kurd, bi tecrûbeyên curbicur, li hemberî pergala pederşahî rastî alozîyan hatine.

Li Sûrîyeyê, li herêma xweser a Rojava; hêzên kurd, di çirîya pêşî ya 2019an (2) de tevî vekişîna hêzên amerîkî, him bi hêzên cîhadîst û him jî bi artêşa tirk re rû bi rû man.

Ji ber tradîsyona xurt a çepgirî û wekhewîxwazîyê ya li Rojavayê, jinan di van pevçûnan de roleke girîng leyîst. Îlham Ahmed, hevseroka Encûmena Rêveber a Rojavayê, di vê babetê de mînakeke sembolîk e; hebûna wê û pêşengên jin ên wekî wê, nîşan dide ku Peymana Civakî ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûrîyeyê giringîyê dide wekhevîya zayendî.

Li Îranê, Partîya Komala ku bingeha xwe ji qaîdeyên marksîzmê digire, xwedan gelek aktîvîst û şervanên jin e; îro, ev jin, digel rewşa zordarîyê di rêxistinên çandî û însanî de jî çalak in.  

Li herêma kurdan ya Tirkîyeyê, jin di têkoşîna kurdewarîyê de bi taybetî çalak in; Partîya Karkerên Kurdistan (PKK), bi îdeolojîya xwe ya Marksîst-Lenînîst, ji bo wekhevîya zayendî ji destpêkê ve xwedan sîyaseteke taybet bû û jinan di pozîsyonên berbiçav de cih digirt.

Di salên 1990-91ê de, piştî şerê yekem li dijî Iraqê ku Amerîkayê serkêşîya wê kir û di pey serhildana li dijî rejîma Seddam Huseyn re, di warê bidestxistina xweserîya Kurdistana Iraqê ya di 2005an de, jinan roleke cot-alî list: ew beşdarî hêzên Pêşmerge bûn û di sîyasetê de bi awayekî çalak cih girtin, ji bo wekhevîya zayendî di hikûmet û parlamentoyê de kampanya li dar xistin. Bibiryarîya wan, rê li ber hibijartina 34 jinan vekir ji bo Parlementoya Herêmî û destûr da ku di sibata 2009an de Vala Ferîd wekî berdevka Parlementoya Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê (KRG) were hilbijartin.

Di tîrmeha 2019an de jineke din, Dr. Rêwaz Fayeq Hussein kete şûna wê. Di dîroka parlamentoyên Rojhilata Navîn de cara ewil tişteke wisa diqewimî.

Jinên kurd, di heman demê de di têkoşîna li dijî cureyên şîdetê de jî çalak in ku ji hêla civakeke pederşahî û kevneşopî ve wekî formên cînayetên namûsê, sineta jinan (FGM), zewaca bi zorî û bin-temenî derdikevin pêş.

Beşdarîya şervanên jin ên kurd, hin teorîyên femînîst cardin radipirse, lew ew weha îdia dikin ku şer bi eslê xwe karê mêran e û ji ber xwezayîya aştîxwaz a jinan, divê jin li malê bimînin. Ev felsefeya hanê ji ber tecrubeya jinên êzidî (endamên kêmîneyeke kurd ya dînî) qels û lawaz bûye ku ew jin bûne hedefên Daişê, wekî xenîmetên şerî hatine hesibandin û koletîya seksê jî tê de, ew bûne qurbanên şêwazên curbicur ên şîdeta seksê. Dûrketina ji şerî, jinan ji encamên wêranker ên alozîyên çekdarî naparêze. Mînaka Nadia Murad, êzidîyeke iraqî û xelatgira Xelata Nobelê ya Aşîtîyê bo 2018an, nîşanî me dide ka di çarçoveya şerî de bidestxistina çarenûsa xwe bi xwe çiqasî girîng e. Murad, di 2014an de ji hêla Daişê ve hat revandin û kolekirin. Piştî bidestxistina azadîya xwe, ji bo mafên êzidîyan û li dijî şîdeta seksê, bû parêzvaneke çalak.

Bi tecrubeyên celeb celebî, jinên kurd bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane ku gelek caran koka wan di pergala pederşahîyê de ye. Têkoşîna li dijî pratîkên newekhev ên tradîsyonel û bi ser de jî têkoşîna li dijî şîdeta dewletê şerekî mezin û zexm e ku jê re fedakarî û hişyarîyeke mezin divê. Jinên kurd pê bawer in ku projeyeke sîyasî ya pêşketî ya ku mafên wekhevîyê û edaleta civakî dihundirîne, kilîta rizgarîya esil e.

Nazand Begikhani*

Nazand Begikhani bi çarçoveya bernameya Vincent Wright Chair, mamosteya mêvan e li Sciences Po’ya Parîsê. Di heman demê de di Le Monde Diplomatique kurdî (soranî) de gerînendeya weşanê ye.

_________

(1) Narrative of a Residence in Koordistan, and on the Site of Ancient Nineveh , vol. 1, Cambridge Library Collection – Archaeology, Cambridge Universtity Press, United Kingdom, 2014.

(2) Akram Belkaïd, “Tirkîye û Rûsya nexşeya Bakur-Rojhilata Sûrîyeyê ji nû ve xêz dikin” Le Monde diplomatique, çirîya paşî 2019.

Wergera ji îngilîzî: Bîlal Ata Aktaş