Kî dixwaze şerê li Afganistanê dirêj bibe?

Translator

 

Leşkerên amerîkî yên hijdeh salî ku îro diçin li Afganistanê şer bikin, gava ku şerê li vê derê dest pê kir hê nehatibûn dinê. Hê di sala 2012an de M. Donald Trump gihîştibû vê encamê   : «Dema veqetîna ji Afganistanê hatîye». (1) Lê belê ew jî ji selefê xwe Barack Obama baştir di gihîştina vê armanca xwe de bi ser neket. Çunku her ceribandineke vekişandina leşkerî ya dewletên Yekbûyî ji welatekî -Sûrî, Lîbya, Kore, Alman-ya- li Waşîngtonê dibe sedema kişandina şûran. Di cih de lobîya şer dest bi qîrînê dike   : Rûs li wê derê ne! Va rûs tên! Butçeya leşkerî ya Dewletên Yekbûyî (738 milyar dolar di 2020î de) ji ya Rûsyayê deh qat zêdetir be jî, hejandina zingilê Moskovayê têrê dike ku komarger û demokrat bi hev re tirsa xwe ya mezin bi dengekî bilind bînin ziman. Û ew dikarin pala xwe bidin desteka edîtoryala New York Timesê.

26ê hezîranê, rojnameya amerîkî agahîyeke Central Intelligence Agency-Ajansa Îstîxbarata Navendî (CIA), belav kir. Li gorî agahîyê, Rûsyayê prîm dabe serhildêrên afgan ji bo ku leşkerên amerîkî bikujin. (2) Lê belê di bîra herkesî de ye ku çend meh berî şerê Iraqê jî New York Timesê di belavkirina çîrokên têkildarî «çekên hilweşandina girseyî» yên Saddam Huseyîn de dîsa bi roleke dîyarker rabûbû. (3) Jixwe her kesê ku di motora lêgerîna peyvan de peyva «Rûsya» an jî «Putîn» dinivîse, dikare pir bi hêsanî vê psîkoza dij-rûsî ya belloq a vê rojnameya lîberal bibîne.

Nûçeya sansasyonel a têkildarî Afganistanê  -ku New York Timesê tenê 8 roj piştî ku bi heytehol weşand wekî ku jê ketîye gumanê- bi xwe re hin pirsên din bi gewde dike. Li demeke ku amadekarîya vekişîna hêzên amerîkî li ber temambûnê xuya dikir, ev «agahî» bi kêrî kê tê? Gelo tu sedemeke Amerîkayê heye ku hêrs bibe tenê ji ber ku yek ji alîyên ku wê dijber îlan kirine, destekê dide serhildêrên afganî? Ji ber ku hevalbenda wê Pakistan demeke dirêj e heman tiştî dike û DYAyê bi xwe jî, di navbera 1980 û 1988an de, di şerê li dijî Moskovayê de çekên herî pêşketî dan mucahîdînan û bi saya van çekan mucahîdînan bi hezaran leşkerên sovyetî kuştin? Axirê, divê mirov çawa îzah bike ku rojnameya new-yorkî ku di nûçeyeke xwe de dûr û dirêj cih dide portreyên sê leşkerên deryayî yên li gorî îdîayan bûne qurbanîyên «prîmên rûsî» -portreyê kesekî simbêl boq û masûlkên bazûbendên xwe diwerimandin, portreya kesekî din jî ku pir hez dikir careke din fîlmê Star Wars bibîne, yê dawî jî heyranê sê keçên xwe bû- berî her tiştî «ji bîr bike» ji me re ragihîne ku ajanseke din a îstîxbarata amerîkî, National Security Agency-Îstîxbarata Ewlekarîya Neteweyî (NSA), tu qîymet neda îdîaya sansasyonel a CIAyê? (4)

Li gel vê jî, yekê tîrmehê, koalîsyoneke berfireh a parlamenteran, demokrat û komarger, ji bo zehmetkirina vekişîna amerîkî ji Afganistanê, nirxeke mezin dan «pêşbînîyên» New York Timesê. Lê belê, awayê herî baş ê astengkirina mirina leşkerên bîyanî li Afganistanê, nebûna wan a li wê derê ye.

_________

(1) Twitter, 27 sibat 2012.

(2) «Rûsyayê prîm daye afganan da ku leşkerên amerîkî bikujin, li gorî rayedaran», The New York Times, 27 hezîran 2020.

(3) Cf. «   Fake News, şewbeke cîhanî ya sexte   ?», Manière de voir, tebax-îlon 2020, ji niha ve li kîoskan tê firotin.

(4) «NSA di îdîaya prîma Rûsyayê de ji CIAyê cuda difikire», The Wall Street Journal, New York, Yekê tîrmehê, 2020.

Wergera ji fransî: Baran Nebar