JI ÇAPEMENÎYA CÎHANÊ

Berhevkar: Perwer Yaş

 

Vecernji-List

"Ez di zîndanê de hatim dinê"

 

Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma fûtbolê ya Gorica de dilîze. Bavê wî li dijî rejîma Sedam Huseyin şer kirîye, malbata wî ji ber vê jî baz daye Swêde. Jiloan Hamad çîroka xwe weha ji me re vedibêje:

“Piştî 40 rojan em gihiştin Sovyetê, lêbelê tu dokumentek di destê malbata min de tunebû, li Bakuyê tevahîya malbata min avêtin zîndanê. Wê demê ez di zîndanê de hatim dinê. Piştre em gihiştin Swêde û ez li wir mezin bûm. Di betlaneyên dibistanê de min her tim gokê dilîst, rojekê mamosteyê min hat mala me û ji bavê min re got, divê ev zarok bibe lîstikvanê futbolê. Lêbelê bavê min swêdî fêm nedikir û ji bo ku wergêrekî peyda bike û ji mamosteyê min fêm bike, em bi hev re çûn klubê. Bi vî awayî ez bûm endamê kluba futbolê. Lê cihê klubê dûr bû wesayîta me jî tunebû. Bavê min, bi biskilêta min ez dibirim û dianîm.“

2ê tîrmehê, Večernji list (Xirvatistan)

 

Daily-Telegraph

Sê îngiliz ji ber ku piştgirîya kurdan kiribûn,

hatin darizandin

 

Sê îngiliz ên ku li cem kurdan li dijî DAÎŞê şer kiribûn bi hinceta qanûnên terorê binpê kirine, hatin darizandin. Leşkerê berê Daniel Burke, Paul û Samuel Newey (bav û kur in) li Surîyeyê, tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê bûbûn û piştî vegeriyabûn welatê xwe, di derbarê wan de dozgerî doz vekiribû. Daniel Burke ev 7 meh in di girtîgehê de dihat darizandin. Hefteya borî ji ber nebûna delîlên ne saxlem, doza li dijî wan hat betalkirin. Dozgerê bilind ê berê Nazir Afzal jî doza li dijî her sê dilsozên YPGê rexnekir û destnîşan kir ku YPG ne rêxistineke terorîst e.

9ê tîrmehê, The Daily Telegraph (Îngiltere)

 

 

jarusalem-host

Kurdistana di bin destê Tirkîyeyê de

 

Dîmeneke wisa bidin ber çavên xwe; malbatek ji bo seyranê diçe cihê herî xweş ê tûristik. Li ber avê, di bin tava xweş de, keyf keyfa herkesî ye. Ev kêlîyên keyfxweşîyê ji alîyê kamarayekî ve jî tên qeydkirin. Piştî çend sanîyeyan dengê teqînekê tê, herkes direve cihekî. Di vê êrîşa hawayî de, ku li Kanimasîya ser bajara Silêmanîyê, li başûrê Kurdistanê (Kurdistana Iraqê) diqewîme, malbatek hedef tê girtin. Keywan ku yek ji endamê vê malbatê ye, qala êrişê ji me re kir û destnîşankir ku kurê wî yê biçûk birîndar bûye û hê jî parçeyên şerebnelê di serê wî de ne.

Keywan û malbata wî qûrbanîyên dawî yên çalakîyên leşkerî yên ku ji alîyê dewleta Tirk ve li herêmê pêk tên. Hikûmetê Tirk dibêje ew van operasyonan li dijî PKKê pêk tînin, lê di rastîyê de tevahîya herêma Başûrê Kurdistanê dibe armanca van operasyonan. Rastî ne mîna tê gotin e, di encama êrişên drohnên Tirk de cotkar, gundî û pêşmerge, gelê sivîl jî jîyana xwe ji dest dide. Bêguman ev êrişên Tirkîyeyê ne nû ne, dewleta Tirk bi hinceta “têkoşîna li dijî terorîzmê“ ne tenê Başûrê Kurdistanê, herweha herêmên Efrîn û Serêkanîyê jî ku dikevin Rojavaya Kurdistanê istila kiribû û di encamê de bi deh hezaran kurd bêcihûwar hatibûn hiştin.

12ê Tîrmehê, The Jerusalem Post (Îsraîl)

 

Die-Presse

Kurd lêpirsîneke nû dixwazin

 

Ev roj li tevahîya cîhanê ji bo kurdan sembola zext, çewisandin û kuştina wan e. 31 sal berê serokê kurdan Dr. Abdulrehman Qasimlo, tevî 2 hevalên xwe ji alîyê komandoyên îranî ve hatin kuştin. Lê îsal ji ber tedbîrên koronayê bîranîna 13ê Tîrmehê tenê bi rêya Internetê pêk hat. Cihê bûyerê li taxa sêyemîn a Vîyanayê, li kolana Linken Bahngasse bû. Kujer jî bêyî ku rastê astengîyekê werin, bi hêsanî ji Awusturyayê derketin û xwe gihandin Îranê. Ev bi salan e, partîyên kurdan ji dezgehên Awustiryayê daxwaza darizandina kujeran dikin.

Di derbarê mijarê de ji Partîya Demokrat a Kurdistanê Ali Majoudi jî, ji Wezîra Dadê ya Awustiryayê Alma Zadic re nameyek rêkir. Majoudi ji Zadic ku ev demeke bûye wezîr daxwaza lêpirsîneke nû kir. Di nameyê de weha hat gotin: “Em dixwazin di derbarê kuştina Dr. Abdulrehman Qasimlo, Abdullah Ghaderi Azeri û Dr. Fadil Rasul de pêvajoyeke nû ya lêpirsînekê were destpêkirin û em li bendê ne ku bi vî awayî dadmendîya ku ji alîyê dezgehên Awustiryayî ve hatibû ji bîr kirin, pêk were.“Ali Majoudi ji rojnameya me re jî dîyar kir, rejima Îranê him li hindurê welêt û him jî li derveyî welêt mîna berê dîsa gelek êrîşkar e, gelek kurdan davêje zindanê û wan bi dar ve dike.

14ê Tîrmehê, Die Presse (Awusturya)

Irish-Times

Kurdek dixwaze penabertîya wî were qebûl kirin

 

Zanyar Rasul Ahmadi di sibata 2016an de tevî 8 penaberên din di kamyonekê de gihiştibûn Îrlandayê. Kamyona ku wan xwe têde veşartibû, li Wexfordê, bêyî ku derbasî keştîyekê bibe rastî kontrolê hatibû û ew bi vî awayî hatibûn dîtin. Ji bilî Ahmadi, serlêdana panabertîya her 8 kesan heta niha nehat pejirandin. Dezgehên Îrlandî dibêjin, li Almanya û Awustiryayê şopa tilîyên Ahmedî hatîye girtin. Li dijî vê bersivê, Ahmedî dîyar dike ku ew mexdurê şer e û bi zorê şopa tilîya wî li van welatan hatîye stendin, piştî 50 saetên rêwîtîya di kamyonê de, bêxwarin û vexwarin wan xwe gihandîye Îrlandayê.

17ê tîrmehê, Irish Times (Îrlanda)

 

Qatar-Tribune

"Me birazîya sîyasetmedarê kurd radestî Tirkîyeyê nekirîye"

 

Li Iraqê dezgehên kurd dîyar dikin ku wan birazîya sîyasetmedarê kurd ku Tirkîye lê digere, radestî Tirkîyeyê nekirîye. Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarî di derbarê radestkirina birazîya Salih Muslim ku yek ji sîyasetmedarên serekî yê kurdê Surîyeyê ye, ev daxuyanî da: “Derbarê qaşo kesek bi navê Daliya Mehmûd Muslim ji Herêma Kurdistanê radestî Tirkîyê hatîye kirin, em pêwîst dibînin raya giştî agahdar bikin, ku ev nûçe ti bingeheke vê nîne û nûçeyeke derewîn e.”

Ajansa Anadoluyê berî çend rojan di derbarê Daliya Mehmûd Muslim de nûçeyek belav kiribû. Di nûçeyê de hatibû gotin ku ev keça 21 salî ku demekê di nav YPGê de cih girtibû, li ser sînorê Tirkîyeyê, xwe radestî rayedarên tirk kirîye. Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dîyar dike ku Daliya Mehmûd Muslim, piştî ku ji hêzên YPJê vediqete, li gel çekdarekî din ê xelkê Bedlîsê yê bi navê Selam Remezan Mihemed ku di nava refên YPGê de bûye, peywendîyeke evîndarî çêdike û her du bi hev re biryara destberdanê didin û direvin. Wezerata Kurd dibêje, tu pêwandîya wan bi vê bûyerê tuneye.

21ê tîrmehê, Qatar Tribune (Qatar)

 

SRF

Kurd dixwazin bi xwe DAÎŞîyan mehkeme bikin

 

Fermandarê SDFê (Hêzên Demokratîk a Surîyeyê) Mazlum Abdu daxûyanîyek da me û dîyar kir ku ew dixwazin ji bo girtîyên endamên DAÎŞê yên di destê wan de, dadgehekê ava bikin. Abdu dibêje, hewldanên wan ên ji bo dadgeheke navneteweyî bi ser neketîye û neçar in ku êdî 4 hezar DAÎŞîyên ku li Surîyeyê, di zindanên kurdan de girtî ne, bi alîkarîya hin dezgehên navneteweyî bixwe mehkeme bikin. Di nava van DAÎŞîyan de 3 welatîyên Swîsreyî jî hene. Di mehên dawî de girtîyên DAÎŞê sê caran di zîndanê de isyan derxistine û ji ber vê jî Abdu dibêje; “Dîvê êdî cezayên wan were dîyarkirin û şert û mercên zindankirina wan bên başkirin.“

31ê tîrmehê, SRF (Swîsre)

 

wdmen-home

Malbata min di lîsteya Sedam Huseyin de bû"

 

Malbata Taban Şoreş ku niha 37 salî ye, ji destê rejîma bi xwîn a Sedam Huseyin bi tesadufî difilite. Piştî xwevaşartina bi salekê, malbat xwe digihîne Brîtanyayê. Taban niha sazîyeke alîkarîyê bi rêve dibe û bi serê xwe kurê xwe yê 17 salî mezin dike. Ew wisa qala jîyana xwe dike: “Ez û birayê xwe yê mezin li Kurdistanê, li Bakurê Iraqê hatin dinê. Bavê min têkoşerekî azadîyê û helbestvanekî politîk bû. Hemû kesên ku di berxwedana gelê kurd de cih digirtin dibûn armanca Sedam Huseyin, malbata min jî di lîsteya wî ya ‘most-wandet‘ (herî zêde li wan digerin) de bûn. Wekî îro tê bira min ka polîsên îstixbaratê çawa avêtin ser mala me û malbata min zindanî kirin.“

Hejmara tîrmehê, Kovara Woman & Home (Îngiltere)