JI ÇAPEMENÎYA CÎHANÊ  II.

Translator

 

ny-times

Xwerexnekirin

 

New York Times (11 tîrmeh 2020) bi nivîsareke bi sernavê «Gelo xwepêşandan xetere ne? Li gorî pisporan bersiva vê pirsê dimîne li ser wê yekê ka kî çi protesto dike» meraqeke siyasî-pizîşkî destnîşan dike.

Gava xwepêşandêrên konservatîf ên dij-karantînayê di mehên nîsan û gulanê de li ser derencokên avahîyên Capitol li Kolumbusa Ohio, Lansinga Michigan, li hev kom dibûn, pisporên şewbê gilî û gazin ji wan dikirin û pêşbînîya zêdebûna belavbûna vîrusê dikirin. (...) Di 25ê gulanê de, qetilkirina bi awayê hovane ya George loyd ji alîyê polîsên Minneapolis ve her tişt guherand. Bi deh hezaran kesî berê xwe dan kolanan û tevgera ku hê jî didome, bi xwepêşandan û hilweşandina peykeran werimandin. Lê belê li şûna şermezarkirina lihevkombûna girseyan, zêdetirî 1300 berpirsîyarên tendirustîya gel 30yê gulanê îmze xwe danîn bin nameyeke destekê û gelek ji wan jî tevlî xwepêşandanan bûn.

 

Die-Zeit

Berdêla Kemerşidandinê

 

Kovara Die Zeit, Tîrmeh 2020, li ser malpera xwe ya Înternetê têkildarî xebateke di derbarê serwetên mezin ên alman de ku ji aliyê Ensîtuya Alman a Lêkolîna Aborî DIW (www.zeitonline.de) ve hatine tesbîtkirin, van agahîyan dide :

Pardarîya aktîf a safî -piştî jê daxistina deynan- li Almanyayê ji texmîna ku berê dihat kirin pir zêdetir dûrî wekhevîyê ye. Beşa pêşî ya dehê (ji sedî 10ê herî zengîn) nifûsê wekî ku berê dihat temînkirin ne xwedîyê ji sedî 59ê dewlemendîyê ye, lê belê kêm zêde ji sê paran xwedî duduyan e. Ji bo ji sedî yekê kesên herî zengîn, rêje ji binê ji sedî 22 hilkişîyaye nêzî ji sedî 35an. «Asta têra xwe bilind a neyeksanîya dewlemendîyên Almanyayê heta niha bi giştî girîng nedihat dîtin», li gorî Johannes König, yek ji nivîskaran. Siyasetê tesîr li vê pêşketina neadil kir.. Aborîzanê DIWê Carsten Schröder vê rewşê weha îzah dike: «Kêmkirina rêjeya herî bilind a bacê ji alîyê koalîsyona sor-kesk ve hişt ku derdorên xwedî hatinên bilind teserûfên xwe zêde bikin. Di encamê de, serwetên li lûtkeya silmê pir zûtir zêdebûn». Ji dawîya salên 1990î ve, baca ku pêşketina neadil sist dikir êdî li ser serwetan tine.

 

Jutrni-list

Dostên Yekîtîya Ewropayê

 

Piştî boykota hilbijartinên giştî ji alîyê muxelefetê ve, serokê sirbî Aleksandr Vučić şîdeta xwepêşandanan ji bo bêqîmetkirina her cure protestoyê bikar tîne û li gorî rojnamevan Milan Ćulibrk ew vê yekê bi hevkarîya sûc a Yekîtîya Ewropayê pêk tîne (Jutarnji list, 12 tîrmeh 2020, ji aliyê Courrier des Balkans ve hatîye wergerandin).

M. Vučić ne tenê karî tovê xirabîyê bireşîne nava rêveberên muxelefetê, herweha ev ên dawî ji alîyê medyayên rejîmê ve wisa zêde xirab tên nîşandan ku wextê xwe bi temamî bi xwe parastinê re derbas dikin. Pirsgirêk ew e ku M. Vučić bi vekirina muzakereyên li gel Yekîtîya Ewropayê (YE) û bi îdîaya ku endamtîya ewropî projeya wî ya stratejîk e, adeta qada livûtevgera siyasî ji muxelefetê dizî. Li ser vê noqteyê, livûtevgera YEyê neheq e. Bruksel difikirî ku di şexsê M. Vučić de ew ê li ser pirsgirêkên herêmî û Kosovayê hevalbendekî zêdetir nerm bibîne. Di rastiyê de, Ewropa beramberî her tiştekî li vir rû dide zêde bêhnfireh û xweşbîn e, tevî ku Sirbistanê ev şeş meh in tu fasileke nû ya muzakereyan venekirîye. M. Vučić kesekî pragmatîk e. Ew Yekîtîya Ewropayê diparêze heta ku bi kêrî mayîna wî ya li desthilatîyê were. Eger pêwist be ew ê bi Rûsya û Çînê re jî heman tiştî bike.

 

novastan

Bayê xirab

 

Eger Covîd-19 bi awayekî fermî li Turkmenistanê tine be jî, serok Gûrbangulî Berdîmûhamedov ji bo tedbîrên pêşîgir ên demên dawî hatin destpêkirin, bahaneyên akrobatîk formule kirin. (Turkmenportal, 7 tîrmeh 2020, ji alîyê malpera frankofon Novastan.org ve hatîye wergirtin):

Li pey pîvandina çawahiya rewşa hewayê, navenda ragihandinê ya wezareta tendirustî û pîşesazîya pizîşkî ya Turkmenistanê tesbît kir ku tundbûneke zêde ya tozên bi bayê re ji alîyê başûr-rojhilat, bakur-rojhilat û bakur ve gihîştine ser xaka welêt.  Bi armanca kêmkirina tesîra li ser tendirustîyê ya zêdebûneke muhtemel a li nava madeyên nexweşîhilgir a atmosferê, divê karmendên pergala tendirustîyê, bazirganîya perakende, veguhestina gelemperî û xizmetên din, amûrên parastina şexsî yên ji bo dev û poz bikar bînin.

 

Wergera ji fransî  : Sedat Ulugana