Sextekar û Dîmenên Xapînok

HEJMARA NÛ YA «MANIÈRE DE VOIR»
Translator

 

 

Fake-news

Tê îdîakirin ku avakarê Microsoftê Bill Gates, ji bo derzîya têde mîkroçîps hebin enjekteyî mirovan bike, vîrusa Covîd-19 belav kirîye; ji bo serokê amerîkî Donald Trump jî dibêjin, bûye qirdikê pêlîstokê Vladîmîr Pûtîn û vî jî benê şaşagahdarkirinê li welatên rojava xistîye destê xwe. Paşgotinîya pêşî bi lezeke sergêjker li ser tevnên medya civakî berbelavbû; ya duyemîn bi mehan bû manşeta rûpela pêşî ya New York Timesê. Ji dema Breksîtê û hilbijartina M. Trump û vir ve, dîmenê agahdarîyê di navbera komplogerên xeşîm û rojnamevanên profesyonel de veguherîye lihevreşandineke çeprast a «nûçeyên derew».

Hejmara dawî ya Manière de voir (1) yekîneyên heyî, stratejîyên wan û zîvirîna çerxa wan di ber çavan re derbas dike. Bi awirekî bi lez: eger nûçeyên şaş ên herî navdar ên bi nîyeta şaşagahdarkirinê hatine amadekirin, carna li girseyeke endîşedêr rast werin, dîyarde marjînal dimîne beramberî hêza medîyayên serdest, ên di wê zanebûnê de ne ku tên guftogokirin. Blogvanekî nenas ku karî di çend ‘tik’an de bigihîje asta rûmeta tesîrkar, ku ev berê îmtîyazeke qunciknivîsên mezin bû, wekî heqareteke zêde giran dihat dîtin. Wekî ku Frédéric Lordon îzah dike, bersiva meslekê ji bo vê sînornenasîya sêber felaket bû: bi sazkirina dîyardeyê û «kontrolkirina rastîyê» rojnameyên rêzbar, wekî dadgerên bilind ên profesyonalîzmê, rola xwe ya di neqandin û şirovekirina îdeolojîk a bûyeran de înkar kirin. Ev hejmara kovarê bi vê wesîleyê bi bîr dixe ka vê rojnamevanîyê çawa li dijî her rastîyê M. Jeremy Corbyn wekî dij-cihû pênase kir, namzedîya M. Bernie Sanders a li ser navê partîya demokrat reş kir û hwd. Rojnamevanîya demeke dirêj efsaneya objektîvîteyê ji xwe re kir mertal, bi ketina şerê li dijî kesên ku wekî «populîst» bi nav dike, rûyê xwe yê rastîn nîşan dide: sîyasetê bi rê û rêbazên din dirêj dike.

Wekî din, kulta ku tê îdîakirin a «rastîya biçûk a birra » pirsgirêkeke din jî dertîne pêşîya desthilatîya dogmatîk a rojnamevanîyê: pirsa derewên wê yên pirbarekirî, bi zanebûn an jî bêzanebûn. Dîroka medyayên nûjen hêla wê ya tarî ya li bin forma tizbîyeke olî ya «nûçeyên sexte» yên fermî di vê hejmarê de wekî mistek morîk ji hev tê xistin û nirxandin. Karaktera wan qirdikîyeke qeba ya. Dişibin mîzansenên layîqî Hollywoodê yên têkildarî leşkerên amerîkî ku fişekên xwe direşînin hewayê ji bo «rizgarkirina» hemşîreyekê ji lepên desthilatîya Iraqê. Bi vî awayî encamên dramatîk ên van virên ji bo mafdar nîşandana îlankirina şer, hema hema didin jibîrkirin. Li van «nûçeyên sexte» yên pala xwe didin bîrûbawerîyên atlantîst ên edîtokrat, yên ji ber leza sergêjker ên înformasyona berdewam zêde dibin: ji bo ku berîya reqîban girseyeke şopîner were çêkirin û nivîs bên ‘tik’kirin, baştir e bê piştrastkirin werin belavkirin. Gilles Balbastre bi gelek nimûneyan bi hûrbînî radiweste (ji derewa «xiyara kujer» heta derewa «mirovê pêşî yê klon) li ser vê bîrbirina enformasyona metayî ya ku, wekî Sophie Eustache jî destnîşan dike, li ser malperên enfo tiştên kêfxweşkirinê zemîneke îdeal peyde kirîye. Em vê hejmara Manière de voir bi vê gotinê biqedînin: medya agahîyan nede jî, ew zane mirovan bi tiştên kêfxweşker mijûl bike.

(1) «Nûçeyên Derew. Şewbeke cîhanî ya sexte?»,   Manière de voir n°   172, tebax-îlon 2020, 100 rûpel, 8,5 ewro.

Wergera fransî: Baran Nebar