France Inter, li tercîhên wan guhdarî bikin

PÊŞÎ JI BO GUHDARÊN HALXWEŞ Û XWENDE

Di ev çend mehên dawî de, France Inter xwe dipesinîne ji ber ku ew bûye radyo ya herî zêde tê guhdarîkirin a welêt: 6,1 milyon kes her roj lê guhdarî dikin, li gorî anketa Médiamétrie. Em bêjin wisa ye. Lê belê bi kêrî çi tên ev weşan û bi taybetî ji bo kê ne? Bi nûkirinan (û tesfiyeyan) re, ev çerx êdî zêdetir bi performans û hindiktir balkêş bû. Ji aliyê civaknasî ve, ev kanala giştî ya ji bo gelemperî , ku jê dihat payîn « bibe dengê mumkun mertebe herî realîst ê civaka fransî », wisa xuya ye ku xîtabî Fransayeke taybet dike. Gelo ew êdî guhdarên xwe yên ku hêjayî ronîkirinê nabîne, biçûk naxe?

Translator

 

Duşem 18ê çirîya paşî ya 2019an, rojeke asayî li ser pêlên France Inter. (1) Şaredarê bajarekî mezin, ji bo saet 06:20 hatîye vexwendin. Rejîsorek saet di 07:50î diaxive. Hevpeyvînerên stêrk ên weşana danê sibehê Léa Salamé û Nicolas Demorand, navbera saet 7 heta saet 9, di saet 08:20î de jineke sîyasî pêşwazî dikin. Vê rojê du dîrokzan li pey hev wê werin, polîtologek, lêkolînerek, serokekî zanîngehê, sê pizîşk, psîkologek, du rojnamevan, sê aktor, hilberînerekî sînemayê, romannivîsek û xwendekareke bi bûrs. Tevî ku ji pêncan yekê nifûsa aktîf temsîl dikin, rêveber û meslekên bilind ên ronakbîrî mîkrofonên radyoya gelemperî adeta desteser kirine.

Di 18ê çirîya paşî de, di wateya fireh de çînên kedkar (cotyar, karmend û me wextê axaftina hemşîreyekê li wan zêde kir, her-weha çavdêrîyên xwendekarên bi bûrs û yên dê û bavên wan) ew 29 deqe wextê weşanê dadigirin, di navbera saet 5ê sibê û saet 11 û 16 deqeyê êvarê de: ango ji sedî 2,6ê beşa weşanê ya France Inter ku ji bernameyên nûçeyan, kêfûşahîyê û çandê pêk tê. Kesên ku anketvan wan di wateya biçûkxistinî de bi nav dikin  ”CSP- ” (wekî kategorîyên civakî-pîşeyî yên ”nizm”) dîsa jî ji sedî 47,9ê nifûsa gihîştîye temenê kar, pêk tînin (cotyar, ji sedî 1,5ê nifûsa çalak; karker, ji sedî 19,6; karmend, ji sedî 26,8. (2)

Rojnameyên sibehê, wê rojê, dîsa jî 3 deqe û 32 sanîye li ser sê mijarên ji bo êlekzeran veqetand. Tezmînata cotyarên bûne qurbanîyên teqîna fabrîkaya Lubrîzolbi, bi qasî deqeyek û 52 sanîye adeta bêyî ku nefesê bi guhdaran bide standin, xwe bi wan da guhdarîkirin. Ev mijarokên cihêreng ên civakî yên bi roportajeke 7 deqe ya weşaneke têkildarî dijberîya projeya otobana Strasbûrgê, bi awayekî xirab daristana tund a yekforma îdeolojîk û çandî ya France Interê vedişêre.

Di navbera 18 û 24ê çirîya paşî ya 2019an de, studyoyên kanalê pêşwazîya 177 mêvanan kir. Hemû jî ji sinifên navîn û berjor, ji alîyê çandî û aborî ve xwedî awantaj. Ji bilî du îstîsnayên piçûk, li saetên ku zêde guhdar tune ne. Xwendekara bi bûrs û bêkareke demdirêj li bernameya şoxûşengê ya bi navê randewûya nû”, ku di navbera saetên 2 û 23ê de tê weşandin ”çav-dêrî û şahidîyên xwe anîn ziman”.

Tesbît ne nû ye. Hê di sala 2014an de kolektîfa ”De l’air à France Inter”, a bi pêşengîya rojnamevan François Ruffin hat amadekirin, ji sedî 1,7ê mesaîya weşanê ya ji bo karker û karmendan pêk dianî. (3) Xemsarîya radyoya gelemperî beramberî sinifên kedkar ji alîyê van sinifan ve jî bi heman helwestê tê pêşwazîkirin. Li gorî lêkolîneke hundir a veşarî, tenê ji sedî 11ê guhdaran di nava CSPyê de cih digirin. (4) Di nava 6 radyoyên sereke yên gelemperî de, France Inter ya herî hindik tê ecibandin e ji alîyê karkerên beşa herî halnexweş a civakê ve. Lê ev yek dîsa jî nebû asteng ji bo ku di sala 2019an de bibe radyoya herî zehf hat guhdarîkirin li seranserî welêt. Ango “Populer” hertim nabe berdêla sifeta çîna kedkar.

Lêkolîna veşarî ya li ser ”struktura guhdarên France Inter”ê statuya wê ya radoyaya burjûwazîya per-werdebûyî piştrast dike. ”Dema pêşbazîya rasterast a guhdaran mijara gotinê be, France Inter bi rêjeya radeyeke girîng a guhdarên ji CSP+ (ji sedî 39) herweha gelek rayedarên şirketan/payebilindan û kategorîyên ronakbîrî yên bilind (19 %), rêjeya guhdarên ji meslekên navberê hinekî din (ji sedî 17 ) -yên mayî jî ji zenaatkar û esnafan- pêk tên. Li gorî lêkolînê, tenê France Info xwedî awantaja CSP+ e ”.

 ”Deftera misyon û berpirsîyarîyên” Radio France a heft kanalên gelemperî li hev kom dike, wezîfa wê ya ”çavdêrîkirina ji bo wê yekê ku bernameyên wê îmaja herî realîst a gengaz a civaka fransî bi hemû cihêrengîyên wê ve pêşkêş bike” piştrast dike. Lê belê bi keştîya xwe ya sereke, France Inter, berhema hatinên gelemperî ya piranîya fransîyan ji alîyê beşeke biçûk a civaka bûrjûwa û bi dîplome ve hatîye desteserkirin.

Zarokên dîplomat û wezîran

Rêveberîya ragihandina kanalê ku bi statuya xwe ya rêza yekemîn a tevahîya welêt îftîxar dike, xwe hêjayî vê desteka gelemperî dibîne, li gorî rapirsîneke di nava guhdaran de hatîye lidarxistin (5): ”France Inter pir baş tê nirxandin ji alîyê guhdaran ve li ser van mijarên problematîk. Zêdetirî ji sedî 90ê guhdaran li ser tevahîya van mijaran hemfikiri in: nirxandina pirrengîya civakî, etnîsîte û jêder, cinsî, nifşî”.

Endameke berê ya Konseya Bilind a Audiovisuel, Mémona Hintermann ku li herêma Réunion li nava malbateke xizan a xwedî yanzdeh zarok hatîye dinê, biryareke kêmtir bi îftixar dide. Ev nûçegihana mijarên girîng a France 3 bi me re van nêrîn û çavdêrîyên xwe parve dike: ”Gava ku ez li Interê guhdarî dikim, ez Fransaya bûrjûwa ya berîbûyî ji zehmetîyên jîyanê, ku bersivê nade rewşa heyî ya welêt, dibihîzim. Zarokên dîplomatan an jî wezîran, fîgurên saetên sibê di neqandina peyvên bikartînin de jî beşeke jîyana navbera xwe îfade dikin.”

Roja înê 22yê gulanê, saet 08:20, Alî Baddou li gel profesorekî felsefeyê yê Dibistana Polîteknîk Michaël Fœssel hevpeyvînê dike. Ev beşek rêze hevpeyvînên li gel ronakbîran e. Ronakbîr nêrînên xwe yên derbarê serdema koronavîrusê de tînin ziman. Di vê saetê de ku herî zêde guhdarên rojê hene, roj-namevanê, bi felsefeyê re eleqedar û dersdarê berê yê li Science Po, pirseke derbarê berhema bi navê ”Sobeya Descartes” jê dike. Piştî sê deqeyên din jî mijarê dibe ser ”firîna kundê felsefê li nav çirûskên dawî yên tavê”. Ji çarçoveya xwe dûrxistî, ev referansên sir îşaret bi ramangirên bijarte dikin (yê duyemîn Georg Wilhelm Hegel). Ew vê yekê bi rîska dûrxistina ji radyoyê ya guhdarên zêde bi klasîkên felsefeyê re ne aşîna ne, dike.

Xwendekarê berê yê dibistana normal a bilind, xwedî dîplomaya îngilîzî, Augustin Trapenard bernameya çandî ”Bûmerang”ê pêşkêş dike, ji duşemê heta înê saet di 9an de. Bernameyeke qeydkirî ya berdewam û atmosfereke sofîstîk e ya tam jî li taybetmendîyên France Interê. Wekî van bernameyan bo nimûne, ku her yek jê bi awayê xwe, weşana pêşxistina şexsî ”Bila kêf kêfa we be” (temaya 25ê hezîranê: ”Çawa Platon di jîyana sala 2020î de dikare alîkarîyê bide me”), bernameya têkildarî modayê ”Popopop”, l’ésotérique ”Saeta şîn”, ”Rûpoş û Pênûsa pirtik” an jî bernameya muzîkal ”Very good trip”. Çand -bi Ç’ya mezin- pênaseya wan a hevpar e.

 ”France Inter radyoya kesên xwedî dîplomayên perwerda bilind e. Li nava pirsên ji mêvanan tên kirin, rojnamevan û anîmator gelek caran bi bingeha zexm a çandî xemilandî xîtabî guhdaran dikin”, li gorî analîza dîrokzanê radyoyê Denis Maréchal. Fîgurê dîrokî yê kanalê ku ev 37 sal in lê dixebite, Daniel Mermet hê vekirîtir diaxive: ”France Inter ji alîyê çînên navîn û berjor ve hatîye desteserkirin”. Radyoya gelemperî hertim cihêrengîya xwe raxistîye pêş çavan: ”Li ferqê guhdarî bikin” û ”France Inter, ji bo kesên di navbera guhên wan de tiştek heyedîrûşmeyên wê yên berê yên danasînê bûn.

Dîruşmeyên wisa yên di cîhana radyoyê de taybetmendîyên wê yên xweser nîşan didin. Carna ji bo ya baştir: bi awayekî giştî, stasyon bi nirxandina bi serûber a enformas-yonê xwe dîyar dike. Dîrektorê navenda agahîyên navneteweyî ya Radio France, Jean-Marc Four jî weha pesnê radyoyê dide: ”Bi veqetandina rojê saetek û nîv ji bo rojeva biyanî, Inter fîyetan bi awayekî berbiçav dadixe, nîsbet bi medyayên din ên audiovîsuel ên gelemperî, ji bilî France médias monde”, koma medyayê ya ku France 24, Radio France internationale û radyoya bi zimanê erebî Monte Carlo Doualîya. Yê ku edîtorîya France Inter ji 2014 heta 2017an birêve bir, pirrengîya temayên hatine nirxandin û eleqeyeke ”dengekirî” ji bo tevahîya parzemînan desnîşan dike.

Serokê Radio France yê di navbera 2009 û 2014an de, Jean-Luc Hees balê dikşîne ser pîvanên edîtor-yalê yên Interê û weha bersiva pirsên me dide. Hees ku li Normandîyayê bicih bûye, piştî alif dide hespên xwe bersiva pirsên me dide. ”Şopînerên Europe 1 pir kêm bûn ji ber ku kalîteya bernameyên wê ketibûn. Heta ku ew cihêrengîya xwe ya li ser naverokan û hema hema nebûna reklamê bidomîne, France Inter wê xwedî paşeroj be”, li gorî vê, rojnamevanê ku bingeha karîyera xwe ya li ser kanala gelemperî derbas kirîye. Di rastîyê de, her saet 5 deqe reklam beramberî 16 heta 17 deqe reklamên raqîbên xwe yên taybet RTL û Europe 1, Inter dibe stargehek ji bo şopînerên ji reklaman dibizin. Ev ”tercîh ” bi awayekî xweber serketinên şopînerîya kanalê rolatîvîze dike.

France Inter a xwe ji xirecira reklamê parastîye, beramberî vê yekê girêdayî hejmara guhdaran e. Rêvebera radyoyê Laurence Bloch bi twîteke 9ê nîsanê, roja weşandina bernameya guhdaran a sêmehane weha dinivîsand: ”Hûn niha rojane 7 milyon kes in ku li kanala me guhdarî dikin, tu caran em negihîştibûn hejmareke ewçend bilind.” Zêdebûna rapirsînên li ser profîla guhdaran ”ji hev veqetandina” teklîfan li gorî kategorîyên cihêreng ên civakê: çawa ku li dezgehên din ên audiovisuela taybet tê kirin, ji bo tetmînkirina daxwaza guhdarên radyoyê, paleta teknîkên bazirganî hatîye bicihkirin. Frédéric Schlesinger ku wekî midûrê France Inter di sala 2006an de hat tayînkirin, ev rêûrêbaz endustrialîze kirine. Ew xwe dispêre tecrubeya xwe ya rêveberîya navenda audiovisuela muzîkal a koma Lagardère. Piştî derbasbûna cara duyem a nav Radio France, li vî cihê ku ji bo birêvebirina Europe 1 di sala 2017an de vegerîyayê, niha êdî bi statuya midûrê alîkar ê stasyonên radyoyê ye.

 

Rêzek bernameyên ji holê rakirî

Jean-Marie Cavada ku temenê wî gihîştîye heştêyî hê jî pir çalak e. Ew li bîraxaneyeke li rojavayê Parîsê, wekî ku li ser plaketekê navê wî jî hatîye nexşkirin, me li maseya xwe ya taybetkirî pêşwazî dike. Ev CEOyê ji 1999 heta 2004an ê Radio France ku wekî ”radyoya populer a bi kalîte” xwe pênase dike, bi gazin destnîşan dike ku di çavên guhdaran de ”hin nûnerên cîhana çandê her diçe zêdetir hewl didin xwe pir zana nîşan bidin”.

Lê belê midûra ragihandinê ya France Interê, Catherine Nayl, bi van gotinan weha xwe dipesinîne: ”France Inter li nava radyoyên gelemperî xwedî guhdarên herî ciwan e, temenê wan ê navînî 54,8 sal e. Di pênc salan de me milyonek guhdarên din jî ber bi xwe ve kişandin”. Tenê RMC, ku bêhtir cih dide agahî û bernameyên werzişê dikare bi guhdarên xwe yên ciwantir xwe bipesinîne. Lê belê herweha bi populerbûna guhdarên xwe jî.

Ev guftugo bi her halî tê wateya ku struktura guhdarên France Bleu, tevna radyoya lokal, bi temamî berevajîyê France Interê ye. Ji sedî 24ê guhdarên radyoyên herêmî karker, karmend an jî cotyar in û tenê ji sedî 18ê wan ji CSP+ tên. Li France Bleu karker û gundî, li France Inter çînên navîn? ”Rad-yo France bi awayekî giştî dikare daxwaza rêzgirtinê bike ji bo pirrengîya civaka fransî, ku bi navgîna kanalên xwe yên temamker rêyeke wisa vekir”, li gorî nirxandina rayedarekî Interê.

Daniel Mermet, produktorê bernameya ”Li wir, eger ez li wir bim”, îdîa dike ku guhdar wê nikaribe bibe ”yekane pûsûla”ya radyoya mezin a xizmeta gelemperî. (6) Dengê bêdengan, keşifkara berxwedanên civakî û sîyasî li nav nîzama neolîberal, bernameya wî ya rojane tam 25 salan dewam kir. Di hezîrana 2014an de hat rakirin. Lê belê li ser Web radyo û bi rêya vîdeoyan bernameya ”Li wir” hê jî heye.

Rawestandina bernameya ”Li wir, eger ez li wir bim” rêya rêzek windabûnan, ku tev jî ber bi heman hêlê ve bûn, vekir. ”Jîyana kargeha pêlîstokan”, ”Rojek ji rojên li Fransayê”, ”Derûber”, ”Gerûgeşta li welatê xwecihan”, ”Afrîkaya bi tenê”, ”Dema Komedyen Pauchon”, ”Dengê xirecirê tê”. Ev bernema bi giştî alîyê wan ê hevpar ew bû ku cihêrengîyên civakî û etnîk ên welêt dianîn ziman. Hilberîna hevpar a sê hevkarên Mermet, ”Dengê xirecirê tê” roja şemîyan ji saet 16 heta 17an dihat weşandin. Bi bernameya hevpeyvînên empatîk ên li gel êlekzeran re dawî lê hat, sezona 5 bû yeke kujer.

08.12.2018, mijar serhildan e. Şemîya berê, êlekzeran bi ser l’Arc de Triomphe ve girt. Endîşe dest pê dike, CEOya Radio France, Mme Sibyle Veil, li dema ku weşana bernameya ”Dengê xirecirê tê” dest pê kirîye, li gel midûra Interê derbasî studyoyê dibe. Bi vê pêşgotina Charlotte Perry, tona deng hat eyarkirin: ”Li çar alîyên (sic) Fransayê, em ablûkayan çêdikin, barîkatan saz dikin, em li hev kom dibin, em protesto dikin vê pergala heyî, vê serdestîya komek bijarte ya ku kêfûsefayê dike li ser pişta gelê ku êdî bêzar bûye”. Bi helwesteke xwînsar, Mme Veil dest li rewşê werdide. Rêhevala promosyonê ya M. Emmanuel Macron li dibistana neteweyî ya rêveberîyê, hevjîna M. Sébastien Veil, nêzî nasên pir nêz ên serokdewlet. Giv Anquetil, Antoine Chao û Charlotte Perry piştî çend rojan gazî wan tê kirin. Laurence Bloch her sê produktoran hişyar dike ku bernameyên zêde ”tengezar” dikin çênekin: ”Em ne ji bo tirsandina civakê li vir in.” Dû re li gotinên xwe zêde dike: ”Bernama we dişibe belavokeke CGTyê. Gava dibihîzim, radyoyê digirim.”  ”Dengê xirecirê tê” heta dawîya sezonê li weşanê dimîne. Berîya ku bi temamî ji holê were rakirin.

Çunku ”pêşvebirin” a ku mîdura Laurence Bloch dixwaze bêhtir guftugoyên civakî ye: ”Divê hesasîyetên civakê li her derê civakê werin îfadekirin”. (7) Eger em ji van gotinên wê bawer bikin, çalakgerên civakî û sîyasî giş xwe di weşanê de îfade dikin: ”zoomeke edîtoryal e ” li wê derê (çar deqe, ji duşemê heta înê saet 07:16 deqe); û  car caran, nûçeyeke di bernameya ”destwerdanan” de (sê çaryek, sibeha yekşemê). Di deh salan de, wextê ji bo têkoşînên civakî hatîye veqetandin bi dehan caran hatîye kêmkirin. ”Derûber”, bernameya li ser taxên kedkaran, dawîya dawî êdî ji çar deqe derbas nedibû. Sîte di rastîyê de mafê wê yê welatîbûnê li ser France Interê tune.

Ji bilî dema ku guftûgoya bi heraret a li ser turbana îslamî tê kirin, ku ev jî bivênevê bi taxên xizanan re tê girêdan. 11.10.2019, hilbijartîyekî herêmî yê partîya Le Pen Rassemblement national ji rêhbereke zarokên dibistanê dixwaze turbana xwe rake û serê xwe veke. Kurê wê yê li tenişt wan rûniştî ji girîyan di nava rondikan de şil dibe. Ev dîmen li ser kanalên nûçeyan tên weşadin. Ji 14 heta 17ê çirîya pêşî, Salamé û Demorand li gel pênc mêvanên bernameyên danê sibê wê li ser mijara turbanê guftûgo bikin. Salamé 14ê çirîya pêşî, ji serokê Komargeran (LR) M. Christian Jacob dipirse: ”Gelo we ji wî [wezîrê perwerdeyê] xwest turbanê qedexe bike?” Roja din, ji parlementer M. Jean-Louis Bourlanges, ku mêvanê fetîş ê Demorand e bi giştî, vê pirsê dike: ”Baş e, em bên ser gerûgeştên dibistanan, çawa be mijara rojevê ye, hûn çi difikirin?” Piştî du rojên din, wezîrê perwerdeyê Jean-Michel Blanquer red dike ”ku ev mijar her tim were ber wan. 17ê çirîya pêşî, Demorand ev çerxa berdewam ”belaya îslamî ” li gel parlementerê ewropî yê rastgir François-Xavier Bellamy weha girt: ”Nexwe, divê ew were qedexekirin?

Li bin xizmeta ronakbîr û reformîstan

Bi 4 milyon guhdaran, bernameya serê sibê ya France Inter, ya herî zêde tê guhdarîkirin e. Stratejîk, neqandina mêvanan bi her halî weşanê rengîn dike. ”Di navbera dilbijî û bîrbirinên xwe de em têkoşînê dikin. Laurence Bloch, ku dengê wî pir ne xurt e, ji me re gelek caran dubare dibêje: Eger hûn hîs nekin, çênekin’ ”, wisa bi detay dibêje Salamé, bi dengekî tije otorîte, li pêvajoya karantînayê di dema axaftineke telefonê de. Midûra Agahdarîyê, Mme Catherine Nayl jî weha zelal diaxive: ”Mêvan bersivê didin hesasîyeta hevpeyvîndaran, Nicolas Demorand bêhtir berê xwe dide sîyasetvan û ronakbîran, Léa Salamé keseke eklektîk e”. Ji bo vê ya duyemîn, refleksa wê ya zêde bi mubalexe ya ji bo çandî tê bibîrxistin. Salamé bi ken dibêje: ”Nivîskarên saet 7 û 50 deqe, yên min in, sînemavan jî herwisa; divê ji Nicolas zêde neyê xwestin”.  Nicolas û şûngirê wî yê roja înê Alî Badou herî zêde ji profesorên payebilind ên sazî û zanîngehên navdar hez dikin: Collège de France, Sciences Po, École normale supérieure, Polytechnique…

”Dilbijî”, ”Hesasîyet”, Rêveberîya France Interê pir hesas e ji pêkanîna bo hizûra ”Léa” û ”Nicolas”, ku portreyên wan ên qirase pêş dîwarê mezin ên Avahîya Radyoyê dixemilînin. Ew jî texsîr nakin ku mêvanên xwe yên favorî vexwînin û careke din vexwînin. Remzên vê kampa başîyê, ev her du kesayaetî bi coş destekê didin peymanên ewropî û bi xwezîyeke ferazî bangî ”Ewrûpaya civakî” dikin. Nêzîkî partîya sosyalîst an jî tevgera makronîst in û ew xwe li navenda çepê (an jî rastê) ya meydana sîyasî didin bicihkirin. Xaçên dij-populîzmê, qehwehîyê Le Pen, sorê Mélenchon, ew xeyal dikin bibin şovalyeyên nîzama lîberal, asoyê bêhempa yê demokrasîyê..

Serokê kursîyê dîroka nûjen û hemdem a sîyasî li Collège de France, Pierre Rosanvallon kehanetên xwe bi perîyodên birûkûpêk tîne ziman. 31ê tebaxa 2018an weha dibêje:Populîzm, li her derê cîhanê, formên sîyasî yên di rewşa bilindbûnê de ne. Mirov dikare behsa atmosfereke populîzmê bike.” Di çarçoveya rêzgirtineke berbiçav de Nicolas Demorand piştî şeş mehên din dîsa jê dipirse: ”Çima populîst [dema ku gotin hat ser çalakgerên êlekzer]?” Dû re, Alî Baddou bi wesîleya derketina berhema wî, Sedsala populîsmê, di 10.01.2020î de wî dike mêvan. (8)

Li nava heman qeydîya îdeolojîk, midûrê navenda aborî ya Dibistana normale supérieure Daniel Cohen, pisporê danûstanan e li France Interê. Şewirmendê nav-neteweyî yê bankaya Lazard, li pêşîya Demorandekî bi heyranî lê guhdarî dike, dersên xwe bêyî sîya nakokîyekê pêşkêş dike. Sezona 2019-2020an ne vala bû: hevpeyvîneke li gel Léa Salaméyê, sê sohbet û tevlîbûna li nava bernameya ”em ekoyê ranawestînin”, bernameya aborî ya roja şemîyê; di ser de jî bernameya mîzahî ”Bi Jupîterê re” ew vexwend da ku li ser Jêderên populîzmê, pirtûka kolektîf a ku ew birêve dibe, biaxive. Populîzm, bi her halî …

Li nîvê livûtevgera protestokirina pêşnîyarqanûna têkildarî xanenişînan, sekreterê giştî yê Konfederasyona Giştî ya Kedkaran (CGT) muameleyeke kêmtir dostane heq kir. Bi awirên tûj, dengekî qure, Nicolas Demorand bi livûtevgerên dest û rûyê xwe îxanetê dike li tengezarîya xwendekarekî dibistana normal. Çima ev M. Philippe Martinez ê melûn wekî sendîkavanên nazik ên ”reformîst” bi hikûmetê re bi delalî li hev nake? Şagirtê xirab bi jêpirsîneke fermî, ku hema hema dişibe dersekê, re rû bi rû dimîne: ”Her kes li pey lihevhatinekê ye, CFDT, heta hikûmet”; ”Hûn naxwazin ber bi hikûmetê ve gavekê bavêjin, hûn rasterast vekişandina reformê dixwazin, ev ji her tiştî re na ye.” Di dema sohbeteke berê de ku li gel M. Martinez hat kirin, 03.10. 2019, Léa Salaméyê jî mîlîtanî dikir: ”Eger roj bi roj zêdetir kes bibin xanenişîn, divê pere bên peydekirin. Wê çawa bên peydekirin? Hûn dijberîyê dikin li himberî hemû reformên berê yên xanenişînîyê, lê belê eger ew pêk nehatibûna, em ê îro li ku bûna, wê halê me çi bûya?”

Xwedî gelek dîplomeyan û fîgurê nas ê navneteweyî aborîzan Thomas Piketty jî bi xezeba Demorand re rû bi rû hat: ”Kapîtalîzm eger heta îro hatibe, gelo ev ji ber ku di nava sîsteman de ya herî hindik xirab e, an jî, ji ber ku em nikarin tam alternatîvekê jê re bibînin?” Salamé, ji alîyekî ve jî, xulaseya pirtûka 1232 rûpel a mêvanê xwe vedibêje: ”Gelo hûn dixwazin bi awayekî vekirî dawîyê bînin li milyarderên ku divê êdî tune bibin. Ma ji alîyê felsefî ve ne azadîkujî ye ku mirov bibêje, divê dawî li mil-yarderan were anîn?”

Di 03.11.2017an de, parêzerê birayê Mohammed Merah, cîhadîstê dij-cihû, kujerê heft kesan, ku sisê ji wan zarokên cihû bûn, mêvanê weşana saet 8 û 20 deqe ye. Nicolas Demorand têkildarî wê yekê ku Me Éric Dupont-Moretti ji dadgehê re bibîr xistîye ku dayîka Mereh jî kurekî xwe winda kiribû, bi şêweyekî bi taybetî agresîf wekî ”şerm û mustehcen” pênase dike. Bersiva parêzer Nicolas Demorand adeta dihejîne. Lê belê midûra enformasyonê wê bi leza bayê bezê bigihîje hawara ”bernamevanê xwe yê danê sibê”. Mme Nayl wê bi van gotinan destekê bidê: ”Di hinek rewşan de, hevpeyvîner dikare diltenik û hêrs bibe”. Demorand, bi xwe, daxwaza me ya hevpeyvînê bi lêborîn xwestinê red dike: ”Weşan li şûn min diaxive ”. Ne şaş e.

Gava em muhleta axaftinê ya li gorî çîna civakê bibîr dixin, serokê Radio France yê ji 2004an heta 2009an M. Jean-Paul Cluzel, bi hereketeke serê xwe vê yekê red dike û dibêje : ”Tu radyo û televîzyoneke din bi forma roportajan an jî analîzên lêkolîneran ewçend saetan ji bo Fransaya ku êşê dikşîne, veneqetîne”. Analîza ku dike jî weha ye: ”Çunku hevpeyvîna li gel civaknasekî ku, bo nimûne, şertên jîyana malkambaxan tarîf dike jî têra xwe balkêş e. Cihnedana van pisporan li nava muhleta ji bo çînên xizan û kedkar ji alîyê rêbaza zanistî ve şaş e”.

 ”Em bêhtir dixwazin mişterîyên baş dawet bikin, profesyonelên axaftinê yên dikarin mîkrofonê 7-8 deqeyan di destê xwe de bigirin, wisa şahidîyê dike Yann Gallic, raportorê mezin ê France Interê. Ev qebîlîyet para herkesî nakeve û hê hindiktir dibe para jineke malê an jî karkerekî zêde ne aşîna bi vê ezmûnê re. Cotyarek wê bêhtir li zevîya xwe rihet be ji bo bersivdayîna pirsên rojnamevenekî. Ji ber vê yekê ye ku cîyê roportajê divê mutleqe were parastin, ev bi her halî ne tandansek e.” Em dîsa jî zehmetîyê dikşînin ji bo têbigihin ka çima wê ne mimkin be peydekirina profîlên musaît ji bo lîstina lîstika roportajê. Yann Gallîc vê ferqa biçûk jî weha tîne ziman: ”Ji bo vê, bi her halî wê pêdivî bi hewldanên îlawe hebe, lê belê tu tişt îspat nake ku li Fransayê tu êlekzerek an jî tendirutkarek tune ku karibe bersivê bide pirsên Nicolas Demorand û Léa Salaméyê”.

”Ya rastî, divê em li ser meseleya pirrengîyê xebata xwe bidomînin”, bi van gotinan li xwe mikur tê. Gelo mikurhatina li şaşîya xwe, dikare bibe sedemê nîvefûbûnê? Mixabin, patrona enformasyonê bi sînorkirina qada îhtîmalan wekî ku aveke sar bi ser me de bireşîne, di cih de me bêhêvî dike. Ew weha diaxive: ”Pisporên jin li ser weşana me kêm tên temsîlkirin”. Rapora dawî ya CSA ya li ser temsîlîyeta jinan li medîyayan a di adara 2020î de hat weşandin, destnîşan dikir ku cara pêşî, para jinên beşdarî weşanê dibin -televîzyon û radyo di nav hev de- ji asta ji sedî 40 derbas dikir. Bravo. Biborin ji ber ku ez israr dikim lê belê, îca wê kedkar û karker rewşa wan çi be? Derveyî mijarê, bi me dide zanîn Mme Nayl, bi tûjkirina tona dengê xwe: ”Kategorîyên civakî-profesyonel ne pîvana herî destnîşankirî ye ji bo CSA, ku pir behsa cudahîyên rengê çerm dike. Pir ne emîn in ku qada temsîlîyeta karkeran girîngtir be ji yên jinan û kesên di wateya etnîk de ji jêderên cihêreng tên.”

Herçendî mêr di asta piranîyê de dimînin jî, rêjeya jinên dawetkirî ji bo bernameyên danê sibê her diçe bilind dibe, li gorî Léa Salamé ya ku vê yekê bi serbilindî tîne ziman. Jinên bihêz ên xwedî profîla sosyologîya ast bilind, wekî hempîşeyên xwe yên mêr. ”Jinên bihêz ”, tam jî navê rêze weşaneke ku Salaméyê mohra xwe lê xistîye. Proje hêşîn bû, dûre bi xwîn û goşt bû li pêvajoya vekişîna wê ya li ser daxwaza xwe ji bernameyên danê sibê. Tam li wextê ku hevaljînê wê Raphaël Glucksmann bikeve nava kampanya hilbijartinên Ewropayê, li ser serê lîsteya Place Publique-Partîya Sosyalîst. Mudawimekî bernameyên danê sibê, bila bê zanîn hazir mijar vebûye, li rojên ku kampanya wî di bêhnvedanê de ye.

”Ev bername, min ew xwest, tercîha roportajan bersivê dide zewqên min, jinên ku min pir dixwest bi wan re rû bi rû biaxivim”, wisa xêz dike binê gotinên xwe, Léa Salamé. Lîstikvaneke pênc stêrkî. Christiane Taubira û wezîrên berê Nathalie Kosciusko-Morizet; romannivîs, xelatgira Goncourt, keça kadroyê payebilind û wezîrê berê, Leïla Slêmanî; patrona weşanên Fayard, keça rojnamevanê navdar, Sophie de Closets; stranbêj-nivîskara gotinên stranan, şirovekara serketî, hevjîna serokomarê berê, mîrasgira malbatmezin a pîşesazên îtal-yan, Carla Bruni; fîlozof, hevjîna wezîrê berê, karsaz, mîrasgira avakarê grûba herî mezin a sêyem a reklamvanîya cîhanî, Elisabeth Badinter; şêwirmenda fermî ya ragihandinê ya patronên CAC 40, Anne Méaux. Axirî, keseke ji nava ”malê”: produktora bernameya ”Saeta şîn” ya France Inter, midûra berê ya France Culture û bi awayî tesadufî dosta qedîm a Laurence Bloch, Laure Adler.

France Inter ji têkelbûna alşîmîya pirdengîyê ya raman û nêrînên nakok parastî ye. Ji sî salan û vir ve ye bernameya danê sibê ya France Interê edîtoryala xwe ya aborî xistîye bin xizmeta fikrên neo-lîberal ên kêm zêde bi qabîlîyet û nezaketekê hatin ragihandin. Wezîfedara niha, Dominique Seux, herweha midûra alîkar e li rojnameya Echos a M. Bernard Arnault a nêzî derdorên karsaz. Seux di pirtûkeke di sala 2018an de hatîye weşandin de li hinek tiştan weha mikur hatîye: ”Ez tercîha xwe ya ji bo aborîya pîyaseyê venaşêrim, ango ez destekê didim pergala aborî ya ku tê de yek ji stûnan, lê ne yekane stûn, reqabet e û teşebusa taybet e. Di çavên hin kesan de, ev yek min dike ultra lîberal an jî hê xirabtir, neolîberal, ku texmîn dikim, tê wateya heqareteke giran, bi nêrîna çepê tundrew.” (9)

Berxwedana mîzahvanan

Şîrovekarê jeopolîtîk ê France Inter, Pierre Haski, wê hê bibêje ku ew texmîn dike Seux li stas-yona xwe ji kefaleteke rastê sûdê werdigire: ”Li qada aborî, hebûna qunciknivîsekî lîberal bi kêrî anîna ser xetê ya fikrên cuda tê, tevî ku nivîs li çepê hatîye destnîşankirin. Li vir, ya mijara gotinê vîneke berpirsîyar ji xwedîbûna dengekî bêaheng e”. Li vegera dibistanê ya destpêka salê, ”pirrengî” wê li ser qada aborî jî hebe, madem ku her sibeha înê Seux wê guftugo bike li gel Thomas Piketty, yê ku dê bibe xelefê rolê dijberî Bernard Maris, qûrbanîyê komkujîya Charlie Hebdo. Ji duşemê heta pêncşemê, midûrê rojnameya Les Échos wê monologa xwe bidomîne.

Di 2019an de, CEO ya Radio France biryar da tevlîbûna Cej-na L’Humanité ya weşana grûba xwe, Inter jî di navê de, rawestîne -bi awayekî fermî ji ber sedemên butçeyî-. ”France Inter û Radio France çawa ku li nava bûyerên din ên wekî salona pirtûkê an jî çandinîyê amade bûn, girîng bû ku li wê derê cih bigirtana. Rêveberîya Radio France ji me dixwaze em teserûfê bikin. Ev yek ne bi cej-na L’Huma ve têkildar e”, bi van gotinan hewl dide biryarê mafdar nîşan bide Mme Nayl. Rêveberekî berê yê grûba gelemperî dawîanîna li part-nerîya li gel L’Humanité bi zimanekî sert rexne dike: ”Ev şaşîyek e, cejna L’Huma bûyereke gelêrî ye, û di ser de jî France Inter ji xwe re kirîye wezîfe xîtabî çînên populer bike û ne tenê ji bo beşên halxweş ên li qata jor a civakê weşanê bike”.

Ne nakokî, ne jî nêrîneke alternatîf? Yanê hema hema. Komek mîzahvanên bi înad ên fransî-belçîkî li hemberî her guherînê li ber xwe dide. Hevhilberînerên ”bi Jupiterê re”, Charline Vanhoenacker û Alex Visorek her roj saet di navbera 17 û 18an de aktîf in. 27ê sibata 2020î, hevparê wan ê sûcê, Guillaume Meurice biryargeha neteweyî ya CFDTê wekî dekora hevpeyvînên xwe yên li ser pîyan hilbijart. Rojnamevan hewl dide bi fikrên hevdemên xwe re tinazan bike. ”Îro, lêkolîn li nava dilê şîdetê pêk tê. Roportaja şok. Îro ez bi dizî ketim nava grûba ecêb xetere ya bi navê CFDT. (…) Bi her halî hûn CFDTê nas dikin, ev ew sendîkaya xwedî rêbazên radîkal e. Şefê wê yê karîzmatîk Laurent Berger ji bernameya danê sibê ya France Interê di bîra me gişan de maye. Dîmenên ku nabe bên qebûlkirin, wî tevahîya hevpeyvînê li ser çûkên Dominique Seux kir û Seux pişta wî mist dida dema ku stûkura wî maç dikir, tiştekî sosret bû”. Bi çend taybetmendîyên ku tên hîskirin, sendîkavanîya li serdema Macron û partnera wî Les Echos wan tînin nav refên xwe. Seux qeşmerekî tercîhkirî yê Merurice û Vanhoenacker e. Evê dawî, di bernameya ya saet 7 û 47 deqe de bi awayekî rêkûpêk wî dike hedef. Li gorî Mme Neyl, ev azadîya tinazkirina bi cîranê xwe di bernameya danê sibê de delîla herî berbiçav a pirdengîyê ye. Lê belê gelo mirov dikare axaftineke rojnamevanî ya pêkhatî û salên dûrûdijê ji nû ve biserûberkirî û skeçên bi karaktera sîyasî deyne ser heman kefeyî? Li gorî çavdêrîya Yann Gallic, ”mîzah zemînek e ku li ser, France Interê karî cihêrengîyên jêderên civakî û nêrînan li hev biguncîne”.

Pierre-Emmanuel Barré di vê navberê de caxên qefesê vekirin û nema careke din hat dîtin. 26ê nîsana 2017an, komedyen nêrîna tevgera kesên ku red kirin di navbera Emmanuel Macron û Marine Le Pen de tercîhekê bikin, diparêze. Nagui bernameyê bi temamî red dike. Anîmatorê bernameya ”Xêzefîlmên resen” dibêje: ”Te divê bila Macron bişkîne an jî Le Pen, ok. Lê belê teşwîqkirina dengnedanê lîstikeke partîya Le Pen Front National (FN)ê ye. Ev berpisîyarîya min a produktorîyê ye.” (10) Bi redkirina banga dengdana ji bo Macron, Barré tabûya tabûyan dişkand. Dotira rojê, Thomas Legrand wê şermezar bike vî ”fikrê şandina mil bi mil Marine Le Pen û Emmanuel Macron, [yê] li çepa çepê bi ser dikeve.” (11)

Çendî bi qabîlîyet û xeyalxurt dibin bila bibin, Vanhoenacker û Meurice, nikarin bigihîjin asta guherandina xeta radyoyeke ji hêla çîneke xwedî îmtîyaz ve hatîye desteserkirin, çawa ku Didier Porte jî berê nekarî bike.

*Rojnamevan

__________

(1) Ev lêkolîn encama rêzek hevpeyivîn û guhdarîkirineke bi rêkûpêk a li bernamên France Inter ên demsala 2019-2020 e.

(2) Çavkanî : INSEE.

(3)  «Hewaya li France Inter», Fakir, Amiens, çirîya pêşî-çirîya paşî 2014.

(4) «Sazûmana guhdarên France Interê û rawestgehên raqîb», cumul îlon-çileya pêşî 2019, Rêveberîya lêkolîn û perwerdeyê ya Radio France.

(5) Lêkolîna OpinionWay, çirîya paşî2019.

(6) Binêre li nivîsa Daniel Mermet, «Mîkroyê nêzî pacê bikin», Le Monde diplomatique, gulan 2014.

(7)  «Inter France çawa di sinifê de bû yekemîn», Télérama, Parîs, 27 hezîran 2019.

(8) Binêrin li nivîsa Chantal Mouffe, «Tiştê Pierre Rosanvallon tênagihe», Le Monde diplomatique, gulan 2020.

(9) Dominique Seux, Destpirtûka biçûk a aborîya rojane, Grasset-France Inter, Parîs, 2018.

(10) Le Parisien, 26 nîsan 2017.

(11)  Ji alîyê Mathias Reymond ve hatîye wergitin, Li ser navê demokrasîyê, dengê xwe baş bidin! Agone, Marsîlya, 2019.

Wergera ji fransî: Baran Nebar