Ji nû ve îcadkirina merivatîyê…

EV GIRÊDANÊN KU ME AZAD DIKIN

Hesasiyeteke nû ya ku bihilweşandinên jîngehî û kuçeyên kor ên “sîstem”ê zindî bûye: redkirina desthilata merivî li ser xwezayê. Carinan li dijî egoîzma taybet bi cûreyî derketin û berevajiya vê pîrozkirina kapasîteyên alîkariya navxweyî ya zindiyî, ev teşebûsa ji nû ve avakirina antroplojiyî gelo dikare wekî gaveke siyasî ya azadbûna civatî bê qebûl kirin.

Translator

 

Di pêşanîya (şow) xwe ya dawîn a G5ê de, Rocio Berenguer “yekem qanûna cîhanî ya nav cûreyan” pêşnîyar dike, ku pêşeroja jîyanê bixwe jî misoger bike. Di bawerîya xwe ya xurt a bi “di çêbûna merivî de pozbilindîyek heye ku dest pê kirîye ji ber pêdivîbûnê dişkê” de, ew bi vî awayî daxwaza beşdarbûna xwe ya vebûna “zevîyeke nû ya tiştên mimkin” (1) rabighîne. Sehneya neteweyî ya Besançonê her bi vê bîr û bawerîyê komeke pîyes, fîlm, konferans dixe bernameya xwe û di pêşanîya xwe de dipirse: “aya têkoşîna di navbera yên ku bawer dikin ew gelê vê dinyayê ne û yên ku dibêjin qey ev dinya malê bavê wan e de, pir dirêj ajot? Û heke huner derfeta berxwedana li dijî van têkilîyên rizîyayî bide û rê li ber pêşerojeke hevpar veke nabe gelo?”(2) Herweha nivîskarê zanista xeyalî Alain Damasio jî dibêje “Miza n°1ê, têkilî ne”. Paşê, balê dikşîne ser girîngîya “girêdana heywan, nebat û xwezayê bi dinya derve re”. (3)

Ev daxwaz, ev lêpirsîna di derbarê “yê din” de, wekhevî, cudabûna di navbera merivî û dinya mayî de, rêyên bersivdana vê, bawerîya ku em di Antroposenê de ne û wê ew bi hêzeke weha ew derxistine holê ye. Têgeh nû ye, bîst salek di ser re derbas bûye, lê tiştê ku ew destnîşan dike têra xwe hatîye naskirin: ew îşareta ku dewreke jeolojîk a nû vebûye dide me, ku tê de meriv û çalakîyên wan bûne motorên serekî yên guhertinên ku bandorê li sîstemên jîngehî yên dinyayê dike. Ev analîz, dema ku endîşeya guherîna îklîm û derûdorê zêde dibe, li şûna merivê ku berê “wekî efendî û xwedîyê xwezayê” silav lê dihate kirin hesasîyeteke nû derdixe holê, ku îro pirê caran li potansîyela xwe ya têkdanê vedigere, ku pêdivîya avakirina awayekî din ê jîyanê ango “jîyaneke baş” li dinyayê pêk bîne anî bîra wî.

Gelek tevger bi vî awayî hatin bal hev û bi gotinên cihê, sîstema antroposantre ango meriv dikir navendê, ku gelek caran wekî sîstemeke taybet bi Rojava û têgeha wê ya modernbûnê ku wekî kapîtalîzmê dihate qebûlkirin red kirin, û lêgerîyana exlaqekî aktîf, serdestîyên ew çend bi tasewas bigiranîya îdeolojîyeke sekuler têk dan ku ew jî bûn wekî tiştên xwezayî. Van pêngavên, ku carinan zêde dibûn, ji zadîstan bigrin heta alîkarên “dermankeran”, ji antîspesîstên ku serdestîya cureyê merivî li ser yên din red dikin, heta ekofeminîstên ku têkdana xwezayê û çewisandina jinan û hwd bi hev ve girê didin digirtin nav xwe. Wan girîngîya têkilîya di navbera zindîyan de destnîşan dikir û lêpirsîna mercên derfeta pêşerojeke hevpar dikirin. Tiştê ku ji nû ve pêkanîna van girêdanan derbas bûbûn, herweha jî bi xwe re têkilîyeke bitevayî cihê ji ya; azadkerî, wekhevî û bratîyê dianî. Vê guhastina ber bi cîhaneke di encamê de bi alîkarîxwazîyê (4) –têgeheke ku bûye mode– şên, vekirîbûna ji yê din re û piştgirî bû, ku ne bitenê di nav komên çalak de hebû. Ev yek di civateke bi endîşe, ku duçarî newekhevîyan, hesasîyetê û metirsîyên dorûberê û civatî dibû de, bi awayekî vekirî xuya dibû. Gelek ronakbîr, antropolog, fîlozof, zanyar –ji femînîsta amerîkî Donna Haraway, dîroknasê zanyarîyan, heta kollapsolog Pablo Servigne, endazyarê kiştûkal, ji antropolog Philippe Descola ta sosyolog Alain Caillé yan jî filozof Bruno Latour– îro têgeheke merivî ya ku tê piştgirîya vê pêdivîya giştî bike radighînin.

Di vê teşebusa jinûveavakirina îdeolojîk de, mesele ne ku em bitenê bi rexnekirina aborîya alternatîf bimînin, lê dîsa di ber çavan re derbaskirina ji bo ku em zanibin bê kapasîteyên cûreyan a avakirina birceke nû ya nirxan çi ne. Ontolojîyeke –lêkolînên li ser jîndaran û bûyerên takekesî– nû ji tesbîta “girêdananavxweyî” dest pê dike û xwe dide qebûlkirin. Li gor fîlozofê awistralyayî Glenn Albrecht (5) bîyolojî dîyar dike ku bingehên jîyanê “têkilîyênavxweyî, cûrbecûrî, hevkarî, homeostazî û sîmbîyoz” in û ji bakterîyan heta nebatan, tevayîya jîndaran e ku jîyana merivî mimkin dikin. Bi kurtayî, “jîyan teşebuseke hevkarîyê ye”.

 

Li dijî darwînîzma civatî bûn

Ev girêdana dualî, ev “pevgirêdana” ku di encamê de hatîye naskirin, me vedixwîne ku “em hevkarîyan bihêz bikin û yên nû îcad bikin”, ku “cûre girêdaneke bi afirander û organîzmayên din (nebat, ajal, mikrob) re” çêkin da ku “em bi hev re derfetên pêşeroja yek û din bihêztir bikin”. (6)

Lê çawa merivê “promethean”, di egoya xwe de hefsbûyî, bi bêhemtabûna xwe û ji serdestîya xwe ya di cîhana zindîyan de serbilind, hînbûye dinyayê wekî arenayeke şerî bibîne ku lê yê derfetên wî pir in qezenc dike û dikare ew çend bi awayekî radîkal xwe biguherîne? Tam jî li vir ravekirina têgeheke kevn dikeve dewrê, heta berevajîya klîşeya “meriv gurê merivî ye”: kapasîteya alîkarîya hevkirinê û operasyona bi hev re, hêza biçûkkirî heta ji alî îdeolojîya kapîtalîst ve paşguhkirî, ne bitenê taybetmendîyeke “dinyayîyên din” e, lê herweha jî ya merivî ye.

Berevajî “darwînîzma civatî”, ev doktrîn teorîya hilbijartina xwezayî radighîne civata merivî da ku qanûna yê herî xûrt piştrast bike. Ev dîtina merivî ku em tama wê ya reqabetê kêm nabînin lê hêza wê ya hevkarîyê ji nû ve di ber çav re derbas dikin, gelek caran li ser çavdêrîyên zanyaran dimîne. Keşfên zanistên zanînê û bîyolojîyê bi taybetî jî ji bo Pablo Servigne û Gauthier Chapelle (7) weha ne. Li gor wan bi vî awayî bi rihdana biolojik, “alîhevkirina merivî ya jixweber” hatîye îsbatkirin. Ji bo Alain Caillé, ku xwe dispêre teorîya antropolog Marcel Mauss, divê meriv qebûl bike ku hemî civat ne bi bazarê yan peymanekê, lê bi pêdivîyeke sêalî: dan, standin ango girtin, bi şûn de danê tên birêvebirin. (8) Hin bîyolojîstên wekî Richard Dawkins ku ji bo wan girîng e xwe di nav yên bitevayî li dijî “gena egoist” bibînin, têgeheke “xwezaya mirovî” pêş dikeve ku ne bitenê wekî tiştekî qenc an xirab, lê yên genetîk jî di nav de wekî komek potansîyel in ku dê kadir û îdeolojîyên civatê aktif bikin.

Ev fikrên li jor ne bitevayî nû ne. Di sedsala XIXan de jixwe, girêdananavxweyî û piştgirîyê, dîsa li ser şopa pêşketina zanyarîyên xwezayî serketineke ku nayê înkarkirin bi xwe re anî bûn. (9) Claude-Henri de Rouvroy, kont de Saint-Simon (1750-1825), ilhamgirê bizava reformker ku navê xwe jê girtibû, pêşnîyara tedbîqkirina “laşê rêkxistî” li civatê dikir, ku li gor qanûnên organîk; rêxistin û hevkarî ye û tu organa wî bêyî yên din nikare bijî. Ji bo sosyalîst Pierre Leroux (1797–1871), “meriv bi merivên din û dinyayê re di têkilîyê de ye. Merivên din û dinya, ev e ew jî bi wî re dibin yek, wî temam dikin û wî derdixin holê, yan jî weha dikin ku ew derkeve meydanê.  (10) Ew ji vê yekê encama ku em hemî yek ji yên din berpirsîyar in derdixe. Hîn bi awayekî yeksertir di warê sîyasetê de Léon Bourgeois (1851-1925), endamê serekî yê Partîya radîkal, ku gelek caran bûbû parlamenter û wezîr, dê “doktrîna piştgirîyê” ferz bikira: (11) herkes dê wekî deyndarê komeleya merivî bihata dinyayê, ev deynê ku ji maf û berpirsîyarîyan pêk dihat, girêdaneke biratîyê bû ku hemî meriv, yek naçarî yê din dikir. Piştgirî ev e. Ji bo derfetdayîna bikaranina mafan, ji bo pêkanîna têkilîyeke hevkêşîyê û ne bitenê wekhevîyê, Bourgeois prensîbên parastina civatî ji alî Dewletê ve derdixe pêş û dixwaze ku rêxistineke karkerên xanenişînbûyî pêk bê.

Lê bêgûman Pierre Kropotkine (1887-1921) milîtan û teorîsyenê anarşîst, ronakbîrê girîng ê xwebirêvebirinê, merivê harî nêzîk ê endîşe û nirxên îro ye. Ew bawer dike ku di nava her cûreyî de, “alîkarîyahevkirin qaydeyê giştî” û “rastîya serdest a xwezayê” ye û ew piştgirîya ku “dozînîyeke sempatîya yek û du” dibe “sedema hisên xêrxwazî û naskirina parekî nasnameya xwe bixwe li gel koma xwe” ye. Ev yek jî paşê bi pêş dikeve û dibe hisa edalet, duristî û fedekarîyê.. (12) Çavdêrîkirina xwezayê tîne bîra meriv û dinivîse: “Reqabet tuneye! (...) Ev parola ye, ku devî, daristan, rûbar, okyanûs dide me. “Bibin yek! Alîkarîya hev bikin! Ev rêya herî ewle ye, ku meriv nîşanî her takekesî û her kesî, ewlehîya herî mezin, misogerîya herî baş a jîyan û pêşketina fizîkî, entelektuelî û exlaqî bide”. (13) Digel pir rexnekirina şaristanîyeta nûjen, bala xwe dana dewlemendîyên eşîrtîyê, ew dê wekî mînak temambûna serdema navîn a ku tê de loncayan û li gor wî biratîyê hikim dikir nîşan bide.

Ewinde mijarên ku îro di bin mercên taybetî yên cihê de, ku dîsa grêdayî tiştê wekî pêdivîya belavkirina têgehên wan li hemî zindîyan tê nîşandan û mohra dij-rojavayîbûnê li wan tê dan, “sedema” wê menfaetperestî û gerdûnîbûna wê ya nerast û jahrdadayî ye. Lê, ji alîkarîyahevkirin û bihevrekarkirinê wêdetir jî, tiştê ku herî girîng tê dîtin têkilîyên navxweyî ne. Mînaka projeyeke gîyanî û exlaqî di vir de ye, ku dixwaze pîvanên hîyerarşîyan pêk tînin û fikrên ew çend îstisna yên bi xurûrê mezinbûyî ji nû ve dîzayn bike. Wê gavê divê em dev ji mixalefetên kevn ên wekî; ez û yê din, rasyonel-nerasyonel, tekekesî-komelayetî, civata nûjen-eşîrtîya paşverû û hwd. berdin, ji bo ku em rêya xwe gîhandina berhemê kêmdîtî yên ronahîyê li ber çav bigrin, wekî mînaka modêla koma zindîker, (14) an dinyayê bixwe, axa wê, ku berhemdar e, ku li gor Bruno Latour, ya girîng destnîşankirina “hêzên wê yên tevgerê” ye.  (15)

Carinan ne hêsan e ku meriv texmîn bike bê çima ev eleqeya ji bo girêdana di navbera her tiştê ku bi awayekî radîkal xwe ji bazara şiîrî, zindîker, ku carina têkilîya wê bi moda nû re jî heye cihê dike. Tevî vê jî, dîsa gelek caran bi awayekî çalak redkirina dinya “globalbûyî” ya neo-liberal di nav wê de tê erêkirin. Meriv çawa kare van tesbîtan û van keşfan biguhêze bike hêzeke sîyasî ya kolektif? Ji bo azadbûneke bextewer meriv dikare çi pêşnîyaran bike? Weha xuya ye ku, ji bo kesên ku dixwazin ji kapîtalîzmê biqetin, divê meriv serdestî “çalakîyên berhêner ên ji bo parastina awayên jîyanê yên bi serbestî dîyarkirî” be, di “qadên serbest”, ku lê cihê “ez”ekê çêkirî be û xwe tê de bibîne “gelek benan bihûne ku ji wî bixwe jî wêdetir biçin”. (16) Helbet divê berî her tiştî meriv ji herêmê dest pê bike, di nav komên biçûk de, meriv dikare weha bi pêş keve “bi awayekî jixwe nebawer”, awayekî din ê “bihevrejîyanê”, bi nêzîkbûneke di navbera kapasîteya kooperatif û pêşketina takekesan de. (17)

Helbet em li vir qet behsa bernameyeke sîyasî nakin, lê xeyalkirineke nû, gîyanî, nîvfantazîyî carinan di bin banê zanistîyî de û heta tu bixwazî lîrik dikin. Lê dîsa jî nabe ku meriv ji xwe pirseke ku serê meriv tevlîhev bike neke: çima û ji bo çi rêza her şiklê jîyanê û girêdanên navxweyî, bi awayekî konkret azadker in? “Û heke vegera bêmerivî, bi xweşbînîya xwe ya dilşadker, ne tenê dîyarbûna bêbasîretîyeke sîyasî ji bo guhastina rewşa tiştên ku kapîtalîzmê ravekiribin be?” (18), her du ceribînerên ku tevî vê jî di pirsa vê vegerê de hesas in, ji xwe dipirsin. Helbet, têkoşîna li dijî neheqîya civatî, li dijî mijokerîyê, li dijî bîyanîkirinê, di pîrozkirina têkilîyên navxweyî de wenda dibe. Û ev teşwîqa berzkirina gîyanî û redkirina “berjewendîya dîyar”, li gor jêgirtina Alain Caillé, ev dikare dilê paşverûyên ku gilîyê pêşketinê dikin, utopîperestên hisî, sergermên aîdîyeta komeke zindî, ku tê de têkoşîna çînan kêm dibe xweş bike. Lê, ew dikare herweha bi fikreke materyalîst perspektîfeke rexneyî pêk bîne, ku bi dengvedana xwe xurt, bi daxwaza xwe ya parvekirinê dewlemend be û heta radeyekê ferz bike ku meriv beşdarî nûjenkirina hêzên pêşverû bibe.

___________

Catherine Mary, Rocio Berenguer, chorégraphe de l’après-anthropocène / koreografa piştî antroposenê, Le Monde, 8ê sibata 2020î.

(« Habiter les possibles. Anthropocène #1 », du sehne – Sehneya neteweyî ya Besançon, heta 18ê gulanê

Alain Damasio, «       Le transhumanisme est une impasse totale / Transhumanîzm tam kuçeya kor e», Le Point, 19ê nîsana 2019an.

Bixwîne, Clothilde Dozier et Samuel Dumoulin, «La “bienveillance”, cache-misère de la sélection sociale à l’école», Le Monde diplomatique, septembre 2019. .

Glenn Albrecht, Les émotions de la Terre / Hisên Dinyayê, Les Liens qui Libèrent, Paris, 2020.

Donna Harraway, «Réparer la Terre à l’ère du chthulucène / Di dema chthulucene de tamîrkirina Dinyayê», 20 penseurs pour 2020, Philosophie Magazine Editeur, Paris, 2019.

Pablo Servigne, Gauthier Chapelle, L’entraide. L’autre loi de la jungle / Alîkarîyanavxweyî, qanûneke din a qereqûşî, Les Liens qui Libèrent, Paris, 2019.

Alain Caillé, Extensions du domaine du don / Berfirehkirina warê alîkarîya komekî, Actes Sud, Arles, 2019.

Bixwîne, Marie–Claude Blais, La solidarité. Histoire d’une idée / Piştgirî. Çîroka ramanekê, Gallimard, Paris, 2007.

Pierre Leroux, De l’Humanité, de son principe et de son avenir / Li ser mirovayetîyê, prensîb û pêşeroja wê, Miguel Abensour et Patrice Vermeren, Fayard, Paris, 1985.

Léon Bourgeois, Solidarité / Piştgirî, Le Bord de l’eau, Latresne, 2008.

Pierre Kropotkine, L’éthique / Exlaq, Stock, Paris, 1979.

 Pierre Kropotkine, L’entraide, un facteur de l’évolution / Alîkarîya hevûdu, yek ji sedemên evolusyonê, Ecosociété, Paris, 2001. Herweha li: Renaud Garcia, Pierre Kropotkine & l’économie par l’entraide / Pierre Kropotkine û aborîya alîkarîya hev kirinê, Le passager clandestin, Paris, 2019.

Philippe Descola, dans le colloque Les Natures en question, sous sa direction / Di konferansa Xwezayên navborî ya bi birêveberîya wê de, Odile Jacob, Paris, 2018.

Emanuele Coccia, Gaïa ou l’anti-Léviathan, Critique, n° 860 – 861, çileya paşî-sibata 2019.

Her wiha, Serge Halimi, « Notre utopie contre la leur / Utopya me ya li dijî ya wan» bixwîne, Le Monde diplomatique, gulana 1998ê.

Jérôme Baschet, Une juste colère. Interrompre la destruction du monde / Hêrsbûneke bitenê. Têkdana dinyayê radiwestîne, Divergences, Paris, 2019.

Léna Balaud, Antoine Chopot,    «Suivre la forêt     / Weke daristanê kirin»,    20 penseurs pour 2020, op. cité..

 

Wergera ji fransî:

Yaqûb Karademîr