Ragirtîyên li "kargeh-bajarên" atoma sovyetî

Civateke lêkolîner û mihendizan a ku makîneyên kurkê yên şirketên start-up jî îro bi zehmetî digihîjin asta wê

Ji bombeya û heta bigihe fetha fezayî, piraniya bernameyên mezin ên teknolojiya sovyetê li nava çar dîwarên bajarên veşarî hatin afirandin. Zanyar, mihendiz û karkeran di nava camekaneke girtî de li nava derdoreke nîsbeten parastî jiyana xwe didomandin. Ji hilweşîna Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst û vir ve, ev bajar hewl didin ji nû ve bi ser xwe ve werin. Wekî Sarov ku yek ji navendên lêkolîna li ser nukleera leşkerî bû.

Translator

 

Salên baş û nebaş di zik hev de, her sal 50 000 hacî ji bo bidin ser şopa Ezîz Serafim dikevin rê û tên Dîevîevoyê. (1754-1833). Li nîvê daristanê, zinarek heye ku çilekêşê rûs di dema dûakirinê de bi rojan xwe li ser radigire; hinekî din ji wir dûrtir, kanîyeke qeşayî ku jê sewîl û şûşe bi avê tên dagirtin, yên herî bi coş jî li nava gola biçûk a hema li teniştê xwe noqî avê dikin; axirî, tên ser meydana Katedralê ku li pêşîya wê her kes bi îşareta xaçê dûa dike. Lê belê, qedexe ye ketina nava avahîyên rastîn ên dîrokî yên ezîz, dêra Sarov û manastira Assomption ku duwaz-deh km ji wir wêdetir in. Bajarê berî demek pir nêz bi nasnavê xwe yê Arzamas-16 hat nasîn, ji serdana gel re ne vekirî ye.

Dîveïevo, wargeheke dorpêçkirî bi têlên rêsayî yên dewrîyên leşkerî, ji nexşeyên welêt ên pêvajoya serdema sovyetî hatîye birin. Niştecihên wê pir bi hesasî hatine neqandin û hema piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê bi awayê herî veşarî, ketine bin barê «zeximkirina mertala atomî ya welêt». Ji vir û şûn ve sir êdî hat eşkerekirin û bajar ji nû ve gihîşt navê xwe yê resen. Lê belê ketina navê hê jî bi rêzik û qeydeyên pir şidîyayî tê pêkanîn. Tenê niştecihên bajêr, nêzî 100 000 kes û seredanên ji mêj ve xwedî destûr, dikarin noqteya kontrolê ya têketina bajêr derbas bikin. Berîya dest bavêjin kar û mijûlahîyên xwe, niştecihên Sarovê kartên xwe yên badje yên taybet datînin ser lektorê, kod-şîfreyeke şeş hejmarî dinivîsin û di pey re jî di kontrola nasnameyî re derbas dibin. Ji seredanên akredîte tê xwestin ku pêşî telefon, kamera û amûrên xwe yên din ên ragihandinê radest bikin; dûre jî bi refaqata hin karmendan heta ba şefê protokolê yê şirketa ew vexwendine diçin. Ji ber ku ev şef êdî wê ji wan û her cure livûtev-gerên wan berpirsîyar be, heta ku vegerin heman noqteya kontrolê û li wir tiştên radest kiribûn li wan bên vegerandin, berîya ku bi temamî êdî ji wargehê veqetin.

Bi awayekî ecêb, dêra ortodoks van astengîyên li pêşîya ketina cihê hecê baş pêşwazî dike û li gorî wê tevdigere. Li pîrozbahîya, di sala 2017an de, şêstemîn salvegera damezrandina 12emîn rêveberîya wezareta sovyetî ya parastinê, ya berpirsîyar ji nukleera leşkerî, serok Vladîmîr Pûtîn axivî. M. Pûtîn bi vê axaftina xwe ya li dêra Chirst-Sauveur a li Moskovayê, lihevhatina ku di sala 1990î de di navbera mihendizên leşkerî û rayedarên manewî de pêk hatibû bibîr xist. Atomîstên Sarovê avahîyên parastî yên manastirê li dêrê vedigerandin û Patrîark jî di berdêla vê yekê de Serafîm wekî ezîzê parastinê yê atomvanan pênase dikir!

Li gel vê yekê jî serpêhatîya Sarov li bin hîmayeya rejîmeke ku ji sir û razên xwedayî zêdetir girîngîyê dide zanîna zanistîyê, dest pê dike. Li konferansa Yaltayê, di sibata 1945an de, Stalîn ji serokwezîrê brîtanî Winston Churchil û serokê amerîkî Franklîn Roosevelt re dîyar kiribû ku ew ditirse dawîya dawî Waşîngton û London nakokîyeke bi Moskovayê re provoke bikin. Ew bi xwe jî nedifikirî ku gotinên wî dê wisa zû wî mafdar derînin: Van hevalbendên Sovyetê, çawa Berlîn feth kir, hema di cih de ketin nava guftugoyeke têkildarî firseta sûdwergirtina ji serdestîya xwe ya stratejîk. Armanca wan ew bû ku Yekîtîya Sovyetan a ji ber şer zêde jihalketî êdî bi temamî hal bikin û ji holê rakin. 16ê tîrmeha heman salê, tehdît zelal dibe: projeya Manhattan diçe serî û yekemîn teqîna nukleer a dîrokê çola Meksîkaya Nû dihejîne. Dûre, di meha tebaxê de Hîroşîma û Nagazakî ji holê tên rakirin. Bi vê yekê re êdî gumanên dawî yên ji biryardarîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya bikaranîna vê çeka tîpa nû jî ji holê radibin.

Hikûmeta sovyetê di vê nûçeyê de hişyarîyeke rastarast a ji bo xwe dibîne: li demeke ku welat bi xwe-fedakirina nêzî 26 milyon xelkên sovyetê û hilweşîna pîşesazîya xwe bêhal ketîye, tehdîda ku hevalbendên doh lê dixwin ji ya berî çar salan a nazîyan ne kêmtir xetere xuya dike. Ji ber vê yekê, konseya wezîran a di 20ê tebaxa 1945an de li hev kom dibe, du biryarên dîrokî werdigire; geşkirin û lezandina karûbarên lêkolînê ji bo sazkirina wekhevîya stratejîk li gel Cîhana Rojava; pêşxistina van lêkolînan bi awayê herî dizî û veşarî, ji bo ku dijmin pê nehise û ji wan zûtir negihîje encamekê.

Ji dawîya sala 1945an ve, lêgerîna ji bo wargeha îdeal a ku bibe navenda van lêkolînên ultra-veşarî dest pê dikin. Piştî lêkolînên têra xwe demdirêj, koma xebatê ya li bin dîreksyona Lavrentî Nerîya wezîfedarkirî, ji bo bicihanîna projeyê tercîha xwe dike. Tercîha koma xebatê gundê Sarovê bi qasî 350 kîlometre li rojhilatê paytext Moskovayê ye. Gund bi xwe û herweha çend gundik û gundên din -hejmara niştecihên gişan wê demê li derdora 9500 kes bû- ji bin rêveberîya erdnîgarî ya Mordov-yayê hat vekişandin û ji tevahîya nexşeyan û belgeyên fermî hat rakirin. Dû re neqandina niştecihên gund hat kirin. Kesên li fabrîkaya n° 550 karmend bûn û di hilberîna obusan de bûbûn pispor li wir hatin ragirtin, rayedaran kesên din giş li derveyî herêma qedexe bicih kirin.

Bi anîna hejmareke mezin karker û pisporan re, gundê Sarov bi demê re veguherî bajarekî biçûk: bi lêkirina avahîyên lêmayînê gava pêşî ya xebatê dest pê kir, dûre nexweşxaneyek, stadyûmek, maleke çandê, pirtûkxaneyek, avahîyeke şanoyê û parkek bûn pêdivî. Înşakirin di nava lezgînîyê de bêyî planeke pêşamadekirî an jî texmînkirî, hema wisa bêserûber bipêş diket. Ji bo qezençkirina ji demê, beşeke laboratuwaran li avahîyên manastirê hat bicihkirin. Li nava karkerên li şantîyeyê dixebitîn, nûnerên «kontenjana taybet» hebûn (girtî di belgeyên fermî de bi vî awayî dihatin binavkirin).

Berîya her girtina kesek ji bo kar, dezgehên ewlekarîyê «heta sê neslên berê» yên namzed lêkolîn û tesbît dikirin, eger mihendisîya buroya lêkolînê «KB-11», an jî karkerîyeke têkildarî yek ji gelek şantîyeyên taybetbûna namzedîyên mijara gotinê. Karmendên wargehê ancax bi destûra servîsa ewlekarîyê dikaribûn derketana derveyî wê derê. Derketina ji wir a ji ber sedemên şexsî pir pir sînordar bû. Tatîlên li derveyî herêmê qedexe bûn. Ev di heman demê de sînordarkirineke wisa bû ku dikaribû bibûya sedemê tezmînata meaşan. Imtîyazeke girîng a serdemê, maxazayên Sarov ji tevahîya maxazayên deverên din ên welêt baştir têrtije bûn.

Arzamas-16 wekî navê kod li bajêr hat kirin. Ji hingê ve, pênasekirina wî ya bi navê berê wekî teşhîrkirina agahîyên îstîxbaratî hat nirxandin. Name û nivîsandinên şexsî ji bo kesên li derve bi navgîna qutîyeke postê ya taybet a bi navê «Moskova Navend-300» dihat pêkanîn. Wekî din, navên sikakên bajêr û yên Moskovayê wisa hevûdin digirin ku karmendên KB-11 yên li derve dikaribûn kontroleke nasnameyê bikin bêî ku karmendê polîs bikevin gumanê ji navnîşana rastî.

Ev pêwistîya sirî û li hundir ragirtin li gorî şexsan tesîrên wan ên cuda hebûn: fizîsyen Andreï Sakharov, di bîranînên xwe de, (1) wê behsa «bêparbûna ji azadîya jêre giran bû» bikira. Kesekî din, berevajî, wê bi pesindarî bipeyivîya li ser nermbûna karmendên ji ewlekarîya rewşên-sînordar wezîfedarkirî. (2) Qanûna xwe li hundir ragirtinê pir dijwar bû û Sarov, ji bo van mihendîsan, ji nû ve bûbû manastireke derîyê wê li tevahîya cîhanê girtî. Sérafim wê paşî gotiba: «Bawerîya rastîn nikare bêkarûbar bimîne; kesê bi rastî jî bawer dike her tim tiştekî ku bike heye». Ev tesbîta şablon wekî lepikekê li zanyarên Sarovê dihat, ji ber ku wan saetên xwe yên nadîren ji bo bêhnvedanê jî bi axaftin û guftugoyên li ser taybetmendîyên madeyên nukleer û çerxa tundkirinê ya notronan derbas dikir.

Serkêşên lêkolîna bingehîn

12ê adara 1947an, wekî ku ji bo destekeke îlawe bide ekîbên lêkolînê yên zêde westîyayî yên adeta xwe dikuştin bi karûbarê danîbûn ber xwe, serok Truman doktrîna xwe ya navdar pênase dike û şerê sar dide destpêkirin. Li Waşîngtonê, ekîba wî ya payebilind plana Dropshot amade dike. Ev plan ku ji destpêka 1950yî ve «bi avêtina 200 heta 300 bombeyên atomî li dijî navendên sereke yên endusrîyel, leşkerî û zanistî yên Yekîtîya Sovyetê» ji bo êrişeke surprîz a Yekîtîya Sovyetê wê were biserûberkirin.

Encama xebata bi koordîne ya zanyarên herî bijarte yên welêt, mihendis û înşakar, herweha servîsên îstîxbaratê û «casûsên atomîk» bû afirandina, tenê di pêvajoyeke 4 salan de, bombeya pêşî ya atomî ya Sovyetê, ku navê kod RDS-1 lê dihat kirin. Çend deh sal şûn de yek ji şefên bernameyê, Yûlî Xarîton, derbarê wê qonaxê de weha dinivîsî: «Ez şaşûmetal dimînim û herweha bi rêzgirî bejna xwe ditewînim li ber tiştên ku yên me ji sala 1946 heta sala 1949an kirin. (…) Ev serdem bû yeke lêhûrbûn, lehengî, afirînerî û fedekarîyeke ku ne mimkin e were tarîfkirin. Çar sal piştî dawîya şerekî man û nemana li himberî faşîzmê, welatê min karî dawî bîne li monopola amerîkî ya li ser bombeya atomî». (3)

Li ser pêşketina vê serketinê, ekîbên Sarov, çar salên din jî, wê bi pêşxistina bombeya pêşî ya H. wê Dewletên Yekbûyî têk bibirana. Ew, divê binê vê were xêzkirin, tevî rewşa kambax, birîndar û jihevketî di encama şer de, ji nû ve înşabûneke paralel dimeşîne, li hemberî Dewletên Yekbûyî ku, berevajî, zengînbûyî, sûdwergir ji gelek derfetên zêde mezin ên fînansê û xwedî amûrên bêhempa yên leşkerî û endusrîyel in. Di 1950yî de, aborîya amerîkî ji sedî 27ê hilberîna neteweyî ya brut a cîhanê temsîl dike, li beramberî ji sedî 9,6ê Yekîtîya Sovyetê.

Ev modela bajarê girtî yê li derdora «şirketeke-bajar» (gradoobrazouïouchtcheïé predpriatie) înşakirî, ji bo gelek xelekên zîncîreya atoma sovyetî dibe nimûne. Eger Sarov, bi navên pêşeng ên lêkolîner bû navenda projeya atomî, bi dehan wargehên din jî yên wisa têra xwe beşdarîya van hewldanên neteweyî kirin. Bi vî awayî, ji sala 1945an ve, gelek bajarên biçûk ên Ûral û Sîbîryayê ji bo madeyên xam ên van ezmûnan hatin destnîşankirin. Di sala 1946an de, reaktoreke prototîp a ji alîyê enstîtuya zanist-teknîk a Mayak ve hatibû amadekirin, li bajarê girtî yê Ozersek, li nêzî Çelîabînskê (bi navê kod Çelîabînsk-65) plutoniûma bi kalîteya leşkerî hildiberand. Û di 1949an de, bajarekî din ê girtî yê wekî Tomsk-7 dihat binavkirin dîsa bi awayê herî dizî, dikete nava karûbarê hilberîna ûranyûm 235. Li vir, lêkolîn zêde ne kûr bûn, armanca van lêkolînan bêhtir bicihanîna wezîfeyên pratîk bû. Navenda dîktekirina van wezîfeyan jî Arzamas-16 (Sarov) bû. Girtîyên sîyasî an jî adlî yên Gulagê ji bo xebatên herî xetere, yên wekî derxistina mîneralên ûranyûmê an jî manîpulasyona madeyên parçebar, li gorî vê prensîba bêwijdan a Stalîn dihatin seferberkirin: «Di avakirina sosyalîzmê de, dijminên gel bi xwe jî roleke wan a pê rabin heye». Di 1945an de, wekî ku dîrok-zan Yûrî Fiodorov dide zanîn, sêzdeh kampên xebatê yên ji alîyê NKVD (wezareta karûbarên hundir) ve tên birêvebirin, 103 000 girtîyan komî ser hev dike û dixe bin xizmeta projeya atomî. Paşî, 190 000 girtîyên din jî ku di deranîna mîneralan de dihatin xebitandin, li van hatin zêdekirin. (4) Gelo çend ji wan vegerîyan malê?

Dema ku lêkolînên teorîk baş dimeşîyan û tedarîkên madeyên xam dihatin misogerkirin, pêwist bû wargeha ceribandinan bihata veguhestin û bar bikira herêmeke çolistan a xwedî şertûmercên musaît ên jeolojîk. Ji bo vê yekê çoltera Qazaxistanê ya li nêzî bajarê Semîpalatînsk, hat hilbijartin. Li wir jî şantîyeyeke qirase: li derdora baregeha navendî ya plankirî, gelek avahî, stargeh, rawestgehên metroyê li gorî nirxandina hêza hilweşîner a makîneyê hatin kategorîzekirin. Karkerên şantîyeyê, lê belê herweha bîyolog, fîzîsyen û pisporên seferberkirî ji bo vekolînkirina tesîrên hilweşîner ên pêla şok û belavbûna radyasyonê, li devereke bi qasî sed km dûrî noqteya ceribandinê hatin bicihkirin. Ev noqte jî li vir veguherî bajarekî din ê ku ket bin xizmeta rejîma sira mutleq: Moskova-400.

Rizgarkirina welêt

Mirov dikare bêdestûr biçe serdana vî bajarokê ku nifûsa wî hezar û tiştek e. Ji bo xatirê dîrektorê zanistî yê bernameya nukleer a Sovyetê, ji nû ve navê Kûrçakov lê hatîye kirin. Edî zêde tiştek nemaye ji biriqînerîya wî ya berê ku niha jî kêm caran bi melûlî be jî diçirise li nava kolanên bi qalibên betonê raxistî û bi daran dorpêçkirî, tevî avahîyên wî yên der-demî yên xwedî stîleke stalînî û çend otelên dîsa bi stîla berê hatine çêkirin. Wargeh hê jî diparêze Enstîtuya Fîzîka Nukleer a bi hevkarîya ekîbeke zanyarên japonî rewşên krîzê li nav reaktoreke lêkolînê ya li ser polîgoneke kevin bicihkirî wekî maketan hildiberîne û testan dike. Cihekî din ê ji serdema Sovyetê vemayî, Enstîtuya Ewlekarîya Radyolojîk, hê jî ji serdana gel re girtî ye. Lê belê mirov dikare biçe serdana muzeya biçûk a Polîgonê, ku li navê, destana bombeya Sovyetê, bi nexşeya ekîbên xebatê û fotografên reş û spî hatîye vegotin. Amûrên pîvandina lerza sîsmîk, hejmargirên Geiger, kamerayên wê demê û heta navenda fermana şer lê hatîye dayîn, giş li vir e, rêzkirî bi halekî tozgirtî, bi hemû giranîya xwe lê dîsa jî jihevketî. Li qata jor, rehberek we vedixwîne rêzgirtinê li nava «buroya Kûrçatov». Wî, dema bi wesîleya ceribandinan, serdanên kurt ên wargehê dikir, ev buro wekî cihê xebatê bikar anîye. Bi amûreke kurkê ya bi navê Parka teknolojîyên nukleer hewl tê dayîn taybetmendîya zanistî ya wargehê ji nû ve were zindîkirin…

Tevna bajarên girtî yên atomê girseyeke mezin a zanyar, mihendis, lêkolîner û ceribanderan didan ber xwe. Rizgarkirina welêt ji xetereyên nû yên gef lê dixwarin, armanca yekane ya vê girseyê bû. Dîrokzan Vladîmîr Matîyûşkîn di nivîseke xwe ya derbarê Sarov de wê ew rewş weha bianîya ziman: «Çiqas paradoksal karibe xuya bike jî, ev bajarê ji yên din re girtî, bi hezaran parçeyên xwe, ji gelek dêwên pîşesazîya neteweyî yên li bajarên mezin pir zêdetir girêdayî bû bi sedan rêxistin û şirketên li navenda hêza super ve. Û bêguman, gelek niştecihên vî bajarî hebûn ku ji welatîyên din ên sovyetê pir zêdetir jenîna nebza deverên din ên cîhanê hîs dikirin. Cihê wî yê di dîrokê de, têkilîya wî ya bi bûyerên cîhanê re, her xelkekî bajêr hîs dikir, belkî jî bêzanebûn û pê jî îftîxar dikir». (5)

Lê belê vê serdema lehengîyê nikaribû demeke dirêj dewam bikira û livûtevgera tomerî ya hêzan divîyabû pergal jihev bixista. Ji leşkerekî xanenişîn ê biryardar bigirin heta sekreterekî giştî yê şûmî, rêveberîya Sovteyê dawîya dawî kete nava konformîzmeke hişk, amûra pîşesazîyê jî bi pêşneket û ji hev ket. Civak jî ku zêde westîya ji ber dafdana bêrawestan ber bi serketinê ya ji alîyê rêveberan ve, li pêşberî astengîyan êdî bi xwe re nabîne û herweha naxwaze gavekê jî bavêje; ango civak êdî naxwaze demeke dirêjtir xwe bixe bin barê vê rejîma ku nikare, li şûna xweşxeyala wekhevî û biratîyê, pêwistîyên xwarin û debarê jî jê re tedarîk bike. Ev civak êdî ketîya nava xeyala bidestxistina gezek nan û pêdivîyên bingehîn ku her tim bi navê rewşên awarte û lezgîn, ji wan bêpar hatîye hiştin. Gel êdî diket nava bêhêvîtîyê û heta, xwe bi destê alkolê ve berdida. Gorbaçev, ê ku pirsgirêk başteşhîs kir, ew ê jî nikaribe vê rewşê bisekinîne.

Salên 1990î bi ceribandinên welidandina aborîyeke bazarê li nav xirbeyên planên pêncsalane wê bibin salên winda. Tam di vê demê de hewldaneke tesadufî ya demok-ratîk jî rû dide. Gava ku aborîzanên rûs û bîyanî hêjahîya awayên derbasbûna pergaleke din diwezinînin, olîgarkên keysbaz, bi fîyetên berdêla gezek nan; şîrketan, refînerîyên petrolê, pîşesazîya madenê, fabrîkayên polayê, kanên madenê û fabrîkayên kîmyayê bi dest xistin. Îflas li pey îflasê tên, bêkarî adeta diteqe û şirketên li hemberî vê tofanê li ber xwe didin, neçar dimînin bi rûbleya ku tûşî devaluasyonê bûye, meaşan bidin. Ev rewşa ‘kî bikare bila xwe rizgar bike’ li hemû sektoran belav dibe, yek li du yekê ji hatina madî bêpar dimînin, ji tendirustîyê bigirin heta perwerdeyê, ji polîs bigirin heta dadgerîyê.

Kîn û nefret difûrin, tovên veqetînxwazîyê dibişkivin. Şerê li Çeçenistanê di nava civaka şokbûyî û biçûkxistî de, ne coşê, lê belê hestê tolhildaneke xirab bipêş dixe. Dema ku herkes li bendê ye komara dudil êdî bilive û bi gavên bi lez li xwe vegere -M. Pavel Graçev soz dabû ku «ev karê du saetan e ji bo yekîneyeke paraşutvanan»-, artêş dişemite nava avzêlkeke bixwîn.

Komunîstên rûs ên li ser bîlançoya tirsnak a demografîk a tesfîye, zextûzor û kampên komkirinê yên serdema Sovyetê, hatin jêpirsînkirin, bal kişandin ser lîberalîzma şokê ya li pêvajoya panzdeh salên piştî hilweşîna rejîma Sovyetê di pîramîda temenê mirovan de li pey xwe hişt. Bi vî awayî komunîst jî li gel yên din careke din bûn alternatîfeke hilbêjeran: di navbera 1992 û 2008an de hejmara mirîyan ji ya zayînan 11 milyon zêdetir bû. (6) Sedemên mijara gotinê: xirabûna xizmeta tendirustîyê, teqîna krîmînalîteyê, bilindbûna hejmara xwekujan, qeza û felaketên her cure, di ser de jî şerê li Çeçenistanê. Ji sala 1990î heta 1994an, bendewarîya dirêjbûna temenê mirov ji nîşka ve ji bo mêran ji 65an daket 58an û ji bo jinan jî ji 74an daket 71ê, berîya ku careke din îcar pir bi zehmetî bilind bibe.

Di vê çarçoveyê de, bajarên girtî wekî xişrikên sembolîk ên dawî yên împeretorîyê hebûna xwe didomînin. Qadên parastî ne, têde di navbera mirovan de hevaltîyên baş mane. Ji gendelîyê zêde ne dûr bin jî, qet nebe ji formên wê yên herî bêehlaq, ji mafyayê, ji karên krîmînel dûr in. Nexasim, amûra zanistî ya Sovyetê, ku li deverên din hatîye avêtin an jî firotin, li vir hê jî parastî ye ji çavbirçîbûna kesên şemitîne nava lîberalîzmê. Li van wargehan hê jî mirov bi karûbarên esasî re mijûl in. Bo nimûne; hilberîna madeyên parçebar (bi armancên leşkerî û sîvîlî), ji nû ve bidestxistina sotemenîyê, bêçekkirin û pêşxistina çekên nû.

Ev bajarên, di destpêkê de wekî taxên razanê yên ji bo karmendên «şirket-bajar» hatin plankirin û hema hema piranîya karmendên şirketê xwecihî bûn, niha êdî ne hemreng in. Magaza, restorant, sînema, navendên bazirganîyê hatin vekirin, herweha ajansên gerûgeştê û yên xanî û avahîyan jî li van bajaran êdî hene. Di encama felaketa aborî ya piştî sovyetê de bi kêmbûna aktîvîteyên lêkolînê re, hêza kar berê xwe da warên din ên bêhtir bi qezenç. Xizmetên gelemperî (peydekirina enerjîyê, îdarekirina avê, veguhestinên gelemperî), ên wekî gundên tatîlê, binesazîyên çandî an jî werzişî êdî girêdayî şaredarîyê ne, an jî transferê şirketên taybet hatine kirin. Heta, wargehên zanistî jî ku statuya bajarên girtî parastin, normalîze dibin, tevî parastina taybetmendîyên xwe yên çandî.

Li niştecihekî Sarovê teklîf bikin ku bajarê xwe ji we re veke, ew ê derhal vê bersivê bide we: «tu caran nabe!» Her çendî di roja me de, avantajên serdema sovyetî êdî nemabin jî, tiştê veşarî êdî li ba jî bûbin, her kesek êdî karibe bi her derê cîhanê re bikeve nava danûstandinê jî, niştecihên bajarên girtî xwe li «navbera xwe» radigirin û jê nayên xwar. Leşkerên xanenişîn ên serdema lehengîyê ji bo cîhaneke baştir çûn, lê belê zarokên wan û nevîyên wan bi piranî li vir man. Bi qasî nîvê wan li şirket-bajaran dixebitin. Li van şirket-bajaran «xanedanên» lêkolîner û mihendisan di rêzek sektorên sîvîl û leşkerî de di karûbarên pêşvebirina teknîkê de kar dikin. Enstîtuyên lêkolîna atomî û fabrîkayên hewadarkirin û veanîna sotemenîya parçebar ên nûjenkirî, lêgerîna xwe ya ji bo «atoma paqij a sîvîl» didomînin. Her çiqas negihîştibin vê îdeala xwe jî, qet nebe ji niha û şûn ve li bin kontrola Ajansa Nav-neteweyî ya Enerjîya Atomî kar dikin û di ser de jî li gorî normên bi temamî cihêreng ji yên serdema destpêkê ku çem wekî amûra herî baş dihat nirxandin ji bo xwe rizgarkirina ji madeyên xetere.

Pircarbûna hejmara «teknokratan»

Nîvê din jî li şaxên cihêreng ên şirketa destpêkê û bin-şirketên girêdayî dezgeha bingehîn ji xwe re kar peyde kirin. Li Sarovê, bo nimûne, enkubatorê Bînar ev panzdeh sal in projeyên teknolojîya bilind yên curbecur pêşwazî dike: lensên nava çavan, enstrumanên pîvandina bêtemas a gelek amûrên hesas ên mekanîk, teknîk an jî yên ji bo parastina navendên nukleer. Asta bi awayekî berbiçav bilindtir ji asta navînî ya perwerdaya neteweyî bi saya atmosfera aram û muasît ji bo xebatê ya bajarê girtî û nêzîkbûna şirketên ultra-pisporbûyî, dibin zemîneke teşwîqê da ku projeyên teknolojîya bilind li vir zêde bibin. Ji ber vê yekê rêjeya bêkarîyê jî li vir pir kêmtir e ji ya bajarên din ên xwedî heman mezinahîyê (ji sedî 4 beramberî ji sedî 6ê asta neteweyî). (7) Ev binçanda «sînorkirî» jixwe ji alîyê kluba bajarên girtî ve jî tê domandin. Ev klub ji bo niştecihên van bajaran çalakîyên danûstandin, staj, kampên tatîlê li dar dixe.

Beşek ji van bajarên veşarî li gel vê yekê jî hinek derbasî nava hiqûqa hevpar bûye. Wekî Obnînsk, ku têde yekemîn navenda nukleer a sîvîl hat pêşxistin, an jî Dûbna ku bûye mazûvan ji bo kargeha çerxa lezandina hûrparçeyan û navendeke lêkolîna bingehîn, an jî Zagorsk-7, ku navenda wê ya lêkolînên li ser çekên bakteriolojîk hatîye jihevxistin. An jî bajarên li derdora van wargehên lêkolîna fezayê, yên ji 1986an ve radestî «jîyana sîvîl» hatine kirin. Bajarên ku hê jî girtî ne, tenê yên girêdayî wezareta parastinê ne, an jî yên ji nû ve bi dezgeha dewletê ya tevahîya aktîvîteyên sîvîl ên têkildarî atomê li bin banekî kom kirine, Rosatomê ve hatine girêdan, ango bi tevahî bi qasî çil heb. Komegiravên zanistê hêdî hêdî vediguherin rewşeke asayî.

Rosatom bi qasî deh bajarên girtî û enstîtuyên wan ên lêkolînê, navendên wan ên zengînkirin û ji nû ve bidestxistina sotemenîyê kontrol dike. Li Îranê, li Çînê, li Bengladeşê, deftera wê ya sîparîşan ji sed milyar dolarî derbas dibe û sî projeyên sentralan di qonaxa çêkirinê de ne. Li qada fezayî teknolojîyên rûs kevn in lê belê zexm in jî. Wan hêjabûna xwe îspat kirîye û niha bûne girêdankeke girîng a hevkarîya navneteweyî ya ku li ser Rawestgeha ezmanî ya navneteweyî ISS konsantre bûye. Gelek pergal, ji modulên hawarê bigirin heta motorên fuzeyê, demeke dirêj e ku di roketên amerîkî û ewropî de tên bikaranîn.

Teşebûsên din ên pêşketinê yên aîdî demeke nêztir ji alîyê serketinê ve xwedî asteke nizimtir in. Bo nimûne yên li qada zekaya çêkirî, kompîturên super, nanoteknolojî an jî lêkolînên pizîşkî. Dezgeha dewletê Rosnano ya di 2011an de bi fonên gelemperî ji alîyê M. Anatoly Çûbaîs ve (yek ji îdeologên «terapîya şokê» bi şêweya rûsî) ji bo teşwîqkirina pêşxistina teknolojîyên ku xwe dispêrin hûrparçeyên nano, bo nimûne şoreşa teknolojîk a ku piştgirên wê radigihandin pêk neanî û ji ber bidestxistina qezenca neheq a ji bacê mûafkirî ji alîyê Dadgeha Hesabgirîyê ve hat girtin.

Gelo Rûsya wê nema bibûya xwedî qabîlîyeta pêkanîna serketinên bernameya zanistî ya sovyetî ya piştî şer, tevî ku qonaxeke ji ya niha pir zehmettir û biêştir bû? Derbasbûna nava kapîtalîzmê heta vê astê jî dê ew bêperûbask bikira? Lê belê ev ne ji ber ceribandinan e. Ji destpêka sedsalê ve, her bajar, her herêm, her dezgeha mezin a gelemperî ya ku ji xwe re rêzgir serbilind e bi xwedîbûna enkubatora xwe, teknopola xwe, navenda xwe ya lêkolînê û enkubatora xwe ya ji bo agirtên nû. Ev «teknoparkên» carna ji alîyê ensîtuyên lêkolînê ve destekkirî û bi piranî li ser fînansmaneke geleperî-taybet veniştî, wekî kufkarikên piştî baranê ji nîvê salên 1990î û vir ve gurûgeş bûn. Di dawîya 2019an de hejmara wan digihîşt 169î û ji bo teşebuskarên afirîner dibûn zemîneke pir musaît a pêşxistina projeyên nû. Lê belê, wekî ku komeleya Teknokparkan sal bi sal tesbît dike, rêjeya serketina şirketên destpêkê pir qels e (Ji sedî 27ê şirketan bi dawîbûna serdema kurkê re li ser lingan mane, ev rêje li Dewletên Yekbûyî ji sedî 87, li Ewropayê jî ji sedî 88 e). Dibe ku li vir divê tesîra efsaneya li Rûsyayê were dîtin, efsaneya carna îdealîzekirî ya şirketa pêşî zend û bendê xwe badaye li garajeke dehayên piçûk ên nenas lê amade ji bo pêkanîna şoreşa cîhanê. Bêguman, Bill Gates, Steve Jobs û yên din ên wekî Mark Zuckerberg ku bi awayekî biriqîner pêşxistina têknolojîyê teşwîq kirin, ne wan teknolojî bi pê ve bir. Çunku tovê cewherî yê serketinê -çîroka bajarên girtî vê yekê têra xwe tîne bîra me, herweha ya bajarên Gelîyê Silîkon an jî MIT- ne garaj, lê belê lêkolîneke bingehîn a demdirêj û bêhempa bû û ev xebat bi saya fonên gelemperî hat fînansekirin. Yanê tam berevajîyê van teşebusên bêserûber.

*Rojnamevan

___________

(1) Andrey Sakharov, Souvenirs, Alfa-Kniga, Moscou, 2019 (édition originale, 1978)

(2) V. I. Joutchkine, A. N. Tkaçenko, referansên ji alîyê Vladîmîr Matîyûşkîn ve, Jîyana Rojane li Arzamas-16 (bi rûsî), weşanên Molodaya gvardîya, Moskova, 2008.

(3) Îyûlî Xarîton û Îyûrî Smîrnov, Mît û rastiyên projeya atomî ya sovyetê, VNIIEF (Enstîtuya panrûs a lêkolîna zanistî di fîzîka ceribandinî de ), Arzamas-16, 1994

(4) Yûrî Fîodorov, «Gulaga atomîk», Kevneşopîya rûs (rojnameya li ser înternetê), Prag, 30 îlon 2015.

(5) Vladîmîr Matîyûşkîn, Jîyana rojane li Arzamas-16, Molodaïa gvardia, Moskova, 2008.

(6) Çavkanî: Goskomstat.

(7) Çavkanî: Rosstat, Faïkov.

Wergera ji fransî: Baran Nebar