Kemal Soleîmanî: “Misilmanîya Kurdî hatîye tunekirin”

“Neteweparêzîya Misilmanan sîyaseta wan dîyar dike”

Hevpeyivîn:  Jînda Zekioğlu

Translator

 

Kemal Soleîmanî li gundekî rojhilat yê nêzîkî sînorê başûr û bakur ji dayik bûye.  Di nava dengê guleyan de û di nava atmosfera kurdîtîya awarte de mezin bû. Dema di 1999an de koçî Amerîkayê kir, ne ziman dizanibû û ne jî argumanên wî yên xweparastinê hebûn. Bi ser de jî ji bo bikaribe debara malbata xwe bike divê bixebitîya jî. Soleîmanî li gel gelek dijwarîyan giringî da perwerdehîya xwe. Berê beşa felsefeyê xwend, dû re li ser mijara netewe-dewlet û têkilîya dînî û li ser pevçûnên dewlet û misilmanîyê xebitî. Me bi Kemal Soleîmanî re li ser çîroka wî ya şexsî dest bi rêwitîyê kir û me li ser mijarên misilmanî, dewlet û têkilîyên neteweyî, sîyaseta kurdî û misilmanîya kurdî sohbet kir.

We di 1999an de wekî penaber koçî Amerîkayê kir. Bi nasnameya kurdekî îranî û misilman -ango du nasnameyên ku yek ji wan wekî tune tê hesabkirin û ya din jî li dij tê rawestan- û koçberî jî lê bê zêdekirin, gelo we xwe di nava têkoşîneke çawa de dît?

Salên ku ez nû hatibûm Amerîkayê gelek dijwar bû. Min çand û ziman nizanibû. Wekî penaber hûn herin kuderê jîyan zehmet e. Di heman demê de wekî nasnameya neteweyî ‘çewt’ hatin fehmkirin -bi taybetî wekî kurdekî- bêtir zehmettir dibe. Ger bûyera 11ê îlonê jî lê bê zêdekirin, divê meriv bibêje ku ev zehmetî hîn zêdetir dibe. Hûn herdem di nava mercên xweparastinê de dijîn. Lê ez dixwazim  li vê derê bîhnokekê deynim. Ger bûyereke wekî 11ê îlonê li Rojhilata Navîn pêk bihata... Û cihûyek, ermenîyek an jî kurdek kiryarê vê bûyerê bûna; dê hemû civat bihata sucdarkirin û hemû endamên wê civatê bihatana lînçkirin.  Divê em li her derê li dijî cudakarîyê bin. Hîn jî welatên misilman di vê babetê de gelek li paş mayîne, divê ez vê yekê jî bêjim.

Wekî kurdekî ku we jîyana xwe fedayî zanistên sosyalî kirîye. Di van xebatên we yên meslekî de motîvasyona we ya bingehîn çi bû û çavkanîyên ku li ser tercîhên we tesîr dikir û we jê feyz digirt çi bûn?

Di salên nêzî şoreşê de ez li gundekî Îranê yê nêzîkî sînorê Îrak û Tirkîyeyê ji dayik bûm. Di wan deman de li % 95ê gundên kurdan bi kurdî dihat axifîn. Du tiştên ku dewletê temsîl dikir hebûn; şidet û asîmîlasyon. Tenê li du cihan bi farisî dihate axaftin; yek dibistan ya din jî qereqol bû.. Mamoste dihat lê ew jî leşker bû. Wê demê wekî zarokekî min ev tişt fêm nedikirin. Lê dema ez mezin bûm, min fêm kir ku sedemên vê yekê sîyaseta kolonyalîzmê ye. Ez têgihiştim ku gelê me hatîye kolonîkirin. Di pêvajoya şoreşê de hemû qerekol û leşker ji herêmê vekişîyan. Em nêzî du salan di bin serdestîya kurdan de jîyan. Êdî em jî leşkeran neditirsîyan.

 

“NETEWEPARÊZÎYA MISILMANAN, SÎYASETA WAN DÎYAR DIKE”

Bi awayekî têkilîya sebeb û encamê, di encama şahidîya xwe de, we li ser navê nasnameya ku hûn jî aîdê wê ne rêya têkoşînê hilbijart...

10 sal, di pêvajoya şerê Îran û Îraqê de me jîyana xwe di nav mercên awarte de û domand. Bi şev û rojan di bin tehdîda bombeyên Saddam de em li malên xwe girtî man. Carekî ez di nava şer de mam. Gule berdan ser me, gule li ber nigên me diketin. Ez 12 salî bûm. Van bûyeran li ser jîyana me tesîr dikir û bi bîr dianî ku em civateke ji wan cuda ne. Helbet herkesê ku bawer dike misilman e, lê tiştê ku sîyaseta wan dîyar dike neteweparêzîya wan e..

We li Southernê perwerdeya felsefeyê qedand, di dû re li Unîversîteya Colombîyayê we doktoroya xwe li ser mijara ‘Li Rojhilata Navîn têkilîya di navbera fikra hevdem a misilmanîyê û netewparêzîyê de’ temam kir. Hûn li Rojhilata navîn pêvajoya derketina holê ya têgeha hevdem a misilmanîyê çawa şirove dikin?

Ev pirseke gelek girîng e. Qesta min ji peyva hevdem di wateya erênî/neyênî de nîne, di wateya wê ya tarîxî de ye. Ez lêkolîna xwe li ser dînê misilmanîyê wêdetir li ser veguherîna wê ya nasnameyê dikim. Dema Mahmudê duyem dibe desthilatdar cara yekem dewlet têgehên cuda yên di derheqê misilmanîye de sînordar dike. Ango misilmanîyê navendî (merkezî) dike. Şeyxul îslam dikin endamê rêveberîya hikûmetê û Şeyxul îslam li gorî biryarên Sultanî hareket dike. Ev sembolîk be jî cara yekem pêk tê û gelek girîng e. Wekî mînaka Şoreşa Fransî. Êdî dîn dikeve nava sînorên dewletê. Em li dewleta Osmanî di dema Mahmudê duyem de dibînin. Ev têgeh di misilmanîyê de şiroveyên cuda naxwaze û sînorê wê ew bi xwe tesbît dike. Sîstema merkezîkirinê tê armanckirin, lê civata li derveyî merkezê vê yekê wekî têgeheke kolonyal dijî. Veguherîna misilmanîyê a îdeolîjîya sîyasî jî li du vê pêngavê dest pê kirîye. Heta wê demê di derheqê misilmanîyê de wekî çavkanî bi tenê çend kitêb hebûn, misilmanî wekî dîn dihat binavkirin. Lê li dû vê merkezîkirinê misilmanîyê êdî hewl da ku xwe ji ‘yên din’ re şirove bike. Bi vê hewldanê xwe ji yên din cuda kir û binê navê misilmanîyê xêz kir. Pêvajoya postkolonyal jî bi vî awayî dest pê dike. Îslam bi vî navê xwe êdî berê xwe dide Rojava. Mînaka herî baş a di derheqê vê yekê de fîlmên Kemal Sunal e. Di van filman de kesek bi şalwarê kurdî heye, xoceyek heye û axayek heye. Xoce her tiştî berbat dike, dewlet jî dibe yê xelasker. Misilmanîya dewletparêz li her derê meqbûl e, lê misilmanîya nedewletparêz li ku derê bê dîtin divê bê tunekirin. Misilmanîya bi dewletê ve endekskirî bi vî awayî hatîye afirandin.

“MISILMANÎYA KURDΠ HATÎYE TUNEKIRIN”

Li gorî vê konteksê hûn misilmanîya kurdî çawa dinirxînin?

Mixabin misilmanîya kurdî misilmanîyek e ku hatîye tunekirin. Saîd-î Nursî yek ji nûnerê herî girîng ê misilmanîya kurdî bû. Pesnê misilmanîya kurdî dida.. Şêx Saîd jî weha bû. Lê di pêvajoya dû re sîyasetvanên kurdî, hêza misilmanîya kurdîyê neditîn û paşçav kirin. Helbet ez ne li dijî hebûna çepgirên kurdî me, ev jî gelek girîng e. Lê hebûna misilmanîya kurdî jî bi qasî wê girîng e. Divê tevgereke neteweyî neteweya xwe nas bike û wê fêm bike.

Ev nirxandina we bi taybetî ji bo kurdên kijan herêmê ye?

Kirde û hişmendîya îslamê, fenomeneke neguherbar nîne. Heta salên 70yî di vê wateyê de ji bo kurdan têgehên dîn û netewe ji hevûdu bilindtir an jî kêmtir nebûn. Kurdbûn û dîndarbûnê hevûdu red nedikir. Kurdek hem dikaribû xwedî li mafên xwe yê neteweyî derkeve û hem jî dikaribû di heman demê de jî neqşîbendî be, ev ne problem bû. Ev yeka ji bo Mela Mistefa Barzanî jî, ji bo Qazî Mihemed jî, ji bo Şêx Saîd jî wisa bû. Dînê wan ne li dijî mafên kurdan bû. Kurdbûn ne kêşeyeke misilmanîyê bû. Lê li Tirkîyeyê hem ji bo misilmanan hem jî ji bo çepgiran nasnameya kurdî hîn jî wekî kêşeyekê tê dîtin. Psîkolojîyek wisa pêk hatîye ku kurdek dema dibêje ez kurd im pewîst dibînê ku bêje “lê ez ne neteweparêz im”. Lê tirkek her roj dikare bêje “ez tirk im jêhatî me û xwezî bi tirkbûna min”. Dikare bibe çepgir jî, bibe misilman jî. Ev nabe pirsgirêk. Ev kolonyalîzma çandî ye. Ji ber vê yekê li Tirkîyeyê misilmanîya kurdî nema. Çiqas misilmanparêz hene hemû neteweparêzên tirkî ne. Çunku vê yekê wekî mafê xwezayî ya serdestîya dewleta tirkî qebûl dikin.  Ev yeka li seranserî dinyayê bi gotina herî sivik wekî “banal nasîyonalîzm [nationalism]” tê qebûlkirin. Kurdekî misilman vê yekê normal dibîne. Dema daxwaza mafê neteweyî ya kurdan hebe xwe dike cihê şerîatê. Difikire ku dê biratîya misilmanîyê xerab bike. Misilmanîya kurdî raste rast ji ber van sedeman tune bû. Di têgeha hevbeş a umetparêz û enternasyonalîstan de ev pirs heye: “Çima hûn kurdbûna xwe derdixin pêş?” Lê heman pirsê ji xwe napirsin. Çunku neteweyeke ku bi bûldozeran sînorên wan xera bike çênebû. Marksîst jî, neteweparêz jî vê yekê fêm nakin. Ger mijar kurd bin çepgir jî, misilman jî bê deng dimînin. Çunku ev meseleyeke dijwar e.

“LI TIRKÎYEYÊ DÎNÊ DEWLETÊ SERDEST E”

-Misilmanîya hevdem û sekulerbûn tiştên ji hev cuda ne. Hûn li gorî vê babetê civata kurdî çawa dinirxînin? Gelo nifşê nû her ku diçe dibe sekuler an têgeha misilmamîyê ya hevdem bi tesîr dibe?

Kesên sekuler serdestîya dînî naxwazin, ev rast e. Lê ne pêwîst e ku ji ber vê sedemê dev ji misilmanîyê berdin. Helbet em baş dizanin ku hikûmêtên Tirkîyê û Îranê dîn û ayînê pir baş bi kar tînin, serdest in. Grûpên terorîst ên li dijî Esad şer dikin û nêzîkî Tirkîyeyê ne hemû dîndar in. Tiştê ku ez dixwazim bibêjîm ev e; şêweya şirovekirina dîn û ayînan dikare bê guhertin.  Wekî mînak, hinek “kemalîzmê wekî dijminê dîn” şirove dikin. Di eslê xwe de kemalîzmê jî dîn û ayîn li gorî berjewendîya dewleta xwe derxist holê. Di vê şiroveya dînî de tirkbûn li pêş bû. Kemalîzm îdelojîyek e ku şiroveya dînî ya bi vî rengî jî dihewîne. Û em dikarin bibêjin ku beşek ji kurdên Tirkîyeyê yên parêzvanên vê şiroveya dînî jî kemalîst in. Hikûmeta AKPê li gorî sîyaseta xwe ya dijî Rojava li mizgeftan fetwayan dide xwendin û misilmanan vedixwîne talankirinê. Dewlet wisa bûye dewlet. Xwedîyê dewletê kî be, dîn û ayinê jî li gora sîyaseta xwe bi kar tîne. Li Tirkîyeyê dînê dewletê serdest e. Ne tenê li mizgeftan, li ser hemû mêjîyan jî serdest e. Ka bifikirin wekî mînak di nava Artêşa Tirkîyeyê de hevwelatîyek ermenî dikare cih bigire? Nikare, çunku bawerî bi hemwelatîyê nemisilman nayê. Em vê yekê di dema Atatürk de jî dibînin, di dema Kenan Evren de jî dibînin û niha jî ev têgeh serdest e. Bi kesê ku ne misilman be nayê bawerkirin! Ji ber vê sedemê,  dema ku li Sûrê [Amed], li Cizîrê kurd dikuştin digotin; jixwe “ev ermenî ne”.

Hûn helwesta rastîn çawa terîf dikin?

Kurdan di sîyaseta dinyayê de bi vê wateyê jixwe misilman kirine du beş. Dewletê kurdên dîndar û mihefezekar girtîye nav xwe. Dewlet vê hêzê li gorî daxwaza xwe bi kar tîne. Li gorî min, li vê derê xeletîyên tevgera sîyasî ya kurdî jî hene. Hin pêkanînên HDPê jî di vê sîyasetê de wekî xeletî bi kar tên. HDP û PKK di demên dawîyê de hêza kurdî baş nanirxînin.

“DIVÊ HER TIŞT JI GIRSEYA KURDÎ NEYÊ HÊVÎKIRIN”

HDP dibêje em tenê ne partîyeke kurdî ne, partîyeke hevbeş in. Gelo li gorî we tesîrên negatîf yên vê tesbîtê hene?

Belê ez wisa difikirim û dibînim ku HDP ber bi rêyeke xelet ve diçe. Hemû rengên civatê û sîyasetê anîn cem hev, lê bi vî awayî hem ji kurdan û tirkan û hem jî ji beşdarên din bêpar man, dê bêpar bimînin. HDP divê kurdan temsîl bike, lewra ji wan dengên mezin digire. Helbet divê tu mafê homoseksuelekî biparêzî, ev helwesteke mîrovî ye. HDP ji destpêkê ve wekî profîla projeyeke kolonîkirî dixwaze ji derdê herkesî re bibe derman. Girseya kurdî nikare her tiştî pêk bîne, girseya kurdî nikare her tiştî çareser bike. Hûn nikarin her tiştî ji girseya kurdî hêvî bikin. Ev 90 sal in kesî bi kurdan neda gotin, lê HDP hat têgeha tirkîyeyîbûnê xist rojevê. Birayê min çima tu diçî ser zemîna şemitok ya dijminê xwe? “Tu dikarî bêjî em li Tirkîyeyê serdestîyê bi tirkan re parve bikin”. Em li formulên cuda bigerin. Lê di mercên ku jixwe tirk hebûna te qebûl nakin tu çima forma tirkîyeyîbûnê îcad dikî?

Tirk jixwe te wekî netewe qebûl nakin, tu çima bi gotina zaza, alewî û êzîdî neteweyekê parçe dikî? Mixabin PKK di demên dawîyê de vê sîyaseta xwe li Rojhilatê jî bi kar tîne.

Ango li gorî we li Rojhilata Navîn ku têgehên dîn û netewe sîyaseta reel bi rê ve dibe gelo dê şer û gengeşî bi dawî bibin? An jî li gorî we hêzên ku pêla şerê zêde dikin li derveyî van hêzên herêmî ne? 

Îro li Rojhilata Navîn hemû şiroveyên misilmanîyê bi desthilatdarîyê ve girêdayî ne. Herkes misilmanîyê şirove dike. Misilmanî wekî ku kesek be, wekî ku karekterek be tê badan. Xetereya veguherîna wê ya sîyasetê jî li vê derê ye. Misilmanîya ku divê her misilman fehm bike divê misilmanîya Xwedê be, ne yê desthilatdaran. Ji ber vê yekê îro li Rojhilata Navîn dewletên ku misilmanîya xwe afirandine dema çek digrin destê xwe, hewl didin ku misilmanîya yê din ji holê rakin. Ji holê radikin jî. Tênê tu dikarî yê baştirîn hêvî bikî. Mirov dê heta kengî hevûdu bikujin?

Wergera ji tirkî: Nedîm Baran