“Hec” Nefta Siûdî ya din

MEKEYA BI GERÛGEŞTA OLÎ YA GIRSEYÎ DOPÎNGKIRÎ

Heca li Mekeyê, yek ji pênc stûnên îslamê, ji bo rayedarên suûdiyê avantajeke berdewam garantî dike. Ji bo pêşwazîkirina hejmareke hê zêdetir a seredanan, rêveberên wahabî texsîr nakin bajarê pîroz veguherînin şantîyeyeke herdemî, bi berdêla nexweşikkirinê be jî. Daxwaza anîna hertim zêdetir hacîyan pirsgirêkên cidî yên ewlekarî û tendirustîyê jî giran û dijwar dikin.

 

Mekke

Hinardekarê (ixracatkar) neftê yê herî mezin ê cîhanê (10 milyon bermîl di rojê de) keyantîya Erebîstana Siûdî dergûş û herweha navenda toreya îslamê ye. Tekane dewleta ku di bin banê Neteweyên Yekbûyî de bi navê malbatekê ve tê naskirin, bi sembola nexşkirina Eşhedê -ku tê wateya îtîqada îslamî- ya li ser ala xwe, bi eşkere dide zanîn ku ew “xizmetkarên qadên pîroz” ên 1,8 milyar bawermendî ne. Cihê dayîkbûna Pêxember Mihemed Meke -heman demê de Qible ye ku ji bo nimêjê ku rojê pênc caran berê xwe didinê- û rawestgeha wî Medîne di bin hikmê vê hikimranîyê de ne. Bi hatinî û amûrên petrolê yên gewre, serwerîya xwe ya li ser Ometê (girseya bawermendan) xurt dike. Lê Monarşî di ferqê de ne ku divê her dem, wekî parêzerê qadên pîroz, meşrûtîyeta xwe biparêze. Loma, ji bo ku di erdnîgarîya wê de serdanên hecê bi rêk û pêk bên pêkanîn, bi awayekî awarte tevdigere. Di 2019an de Rîyadê qet fikar nekir ku wezîfeya ewlehîya derdora Hecê bide sazîyeke şirîkê şirketeke îsraîlê ya bi navê G4S. Pirsgirêka lojîstîkê, tendirustîyê û ewlehîyê herweha pir mezin e. Her sal di navbera du û sê milyon hecî tên Hecê û ev wezîfe pêncemîn şertê Îslamê ye. Di jîyanê de herî kêm carekê mecbûrîye ku her ferdekî misilman ê bijûndar û halxweş, di meha Zîlhîcceyê de -meha dawî ya teqwîma hicrî ye (heyvê)- wê wezîfeyê herî kêm di pênc rojan de pêk bîne. Ew cewhera jîyana bawermendan e û wan ji hemû gunehên wan dişo. Herweha ji bo hemî misilmanên li Cîhanê cihê hevdîtinê, dema yekbûnê û xwe guhertinê ye jî.

Hec di salê de kêmzêde di navbera 10 û 15 milyar dolar pere digîhîne keyatîyê.(1) Herweha divê em 4 an jî 5 milyar dolarên hecîyên ku di nav salê de ji bo Umreyê tên Mekeyê -(ku ev hec ne mecburî ye) û di meha Remezanê de dibe- jî li vê hatinîyê zêde bikin. Li gor Odeya Bazirganî û Pişesazî ya Mekeyê, di her du bajarên pîroz de hatinîyên sektora taybet bi nîsbeta % 25 - % 30 girêdayî Hecê ne. Di yekûnê de piştî firotina neftê, Hec û Umre di hatinîya dewleta Siûdî de sektora duyemîn e. Di sala 2018an de Rîyadê texmîn dikir ku ev her du hec dê di nav pênc salên paşerojê de 150 milyar dolar hatiniyê bîne. Û herweha keyantî bêhtir hatinîyê dixwaze. Li gor pisporên ku rapora “vizyon 2030” amade kirine, plana curbicurkirina aborîyê di bin serwerîya mîrzayê welîehd Muhemed Bîn Selman de hatîye çêkirin, tê texmînkirin ku di nav deh salan de her sal sîh milyon mirov bên Umreyê. Li gor vê raporê, di vê serdemê de -a ku dida xuyan ku bihayê nefta xam a welêt amûrên îstîqrara xwe wenda kirîye- “tûrîzma olî ji bo Erebistana Siûdî alternatîfeke domdar e” (2)

 

Markayên luksê û fast-restorantên xwarinên bi lez çêkirî

 

Ji bo zêdekirina hatinîya Hecê, ji sala 1988an pê ve sektora kar a Siûdî dixwaze ku kotaya Hec a li hemberî her dewletê pêk hatîye ji holê rabe. Her çiqas guhê xwe nedin vê îtirazê jî, rayedar her dem hewl didin ku hejmara hecîyan zêde bikin û ji bo wê cih û warên nû rêk û pêk bikin. Fona Sermayedanîn a Raya giştî a Siûdî ya ku xwedîyê 230 milyar dolarî ye, ji bo ku bi lehîya girseyî ya mirovan a ku serdanîya bajarê pîroz Mekeyê dike re serî derê, binesazîyeke dêwasa saz kir. Di navbera salên 1950-2017an de hejmara hecîyan (ji bo Hec û Umreyê), bi saya balafiran -bê mirina bi hezaran û dilşewatîyên trajîk- ji 50.000î derkete 10 milyonan (hûn dikarin kronolojîyê mêze bikin).

Meke bixwe guherî, ew bi hejmara 100.000 odeyên otelan, heftê xwaringehên luks, pênc pîstên helîkopteran û çendan qadên ji bo çadirên hecîyan ên kêmtirîn xwedî şans hatine damezirandin, bûye wekî daristaneke bê dar a betonê; bi erdê xwe yê mermerkirî “Birca Beyta (Mala Xwedê)” (Ebrac el Beyt), vînc û balaxaneyan -dilê pîrozîyê- Ka’be dorpêç kirine. Ji bo çûnûhatina her sê qadên Hec ên din, bi çêkirina nêzî şêst serdabên gehîneyê, ev bajarê pîroz ji bajarekî Rojhilata Navîn zêdetir êdî dişibe “têkilhevî û tevlîhevîyeke Disneylan û Las Vegasê”. (3) Li gor antropologê Marokî Abdellah Hammoudî, “avahîyên sosret ên ku çermê wan ji cam û polayê ne” ku bi metamorfoza xwe nemaze kirêt e, “di navbera esalet û sînemayê de tewş bûye.” Li hawirdora Ka’be û Herema Şerîf de -mizgefta mezin a ku dikare di xwe de du milyon perestişkaran bi cih bike- û tenê otelên luks ên çil qatî, maxazeyên markayên luks û xwaringehên fastfoodî hene. Tu cihên çandî tune ne, tu cih û berhemên ku dîroka bajêr dîyar dikin nikaribû li hemberî hêrsa wehabî ya îkonoklastîk a li dijî pûtparêzîyê bisekine, herweha destpêkerê rûxandina wan cih û waran, di serdema fetihkirina bajêr a di sala 1924an de melîk Ebdulezîz îbnî Siûd bû. Herweha îro cihê xanîyê ku Pêxember tê de ji dayîk bûye, bûye otopark û xanîyê hevjîna wî ya yekem Xatîceyê jî bûye destavxane! Berhema kevneşop a bi navê “muşrefîye” ya ku xwedî amûrên xwezayî ye ku herweha xwe adapteyî mercên tundî yên siriştê kirîye, ji bo qirêta betonê û gurînîya klîmayan hatîye xerabkirin; ji ber ku divê tu sembol an jî tişt, paşeroja bajêrê pîroz a serdema Osmanîyan a dirêj neyne bîra mirov. Belê di vê hawirê de hec -a ku tê meneya hewldanê- ji wateya xwe ya olî, dîrokî û manewî hatîye valakirin û êdî bûye raçavkirineke mekanik a rîtûelan û teşwîqa danûstandinê.

Ev guherîn û geşbûna timîdom bajêr bi lehî, genîbûna avê û xerabûna dorhêlî rû bi rû dihêle. Li gor lêkolîneke di derbarê heca 2012an de pêk hatîye, di rê, serdab û xaçerêyên di bajêr de bi nîsbeteke bilind madeyên wekî ozon, karbonmonoksît, benzîn û toksîkên wekî gazên organîk (VOC) yên ku xwe dispêrin gazên egzozên tirmpêlan û yên klîmayan ên ku tura wan florên CF 12 ne hene. (4) Herweha dema ku hecî ji mizgefta mezin diçin Çîyayê Erefatê  -ku ev qad di nav her sê qadên mecbûrî de cih digre- mecbur in 20 km di van rîyên xitimî de, di nav wê mija fotoklîmatîk de rêwîtîyê bikin.

Nivîskar û akademîsyenê Anglo-pakîstanî Ziauddin Sardar ku bi Navenda Lêkolînê ya Hec a Mekeyê (Navenda Lêkolînê ya Hecê) ya Cîddeyê re pênc salan xebitîye weha dinivîse: “Otobus û otomobîlên li Mînayê (ku 5 km dûrê Mekeyê ye û ji bo karê hecê serlêdana vî cihî jî mecbûrî ye) di serdemên mijûl de her roj 80 ton gaza egzozê berdidin. Piranîya hecîyan ji îbadetkirinê zêdetir demê ji bo kuxikê xerc dikin. Zirara gazên egzozê, heraret û bêhalîyê pir eşkere ne: min dît ku mirov ji xwe diçûn û dimirîn”. (5) Sardar, ji bo çareserkirinê, li ser pirsgirêkên lojîstîk ên “apokalîptîk (nefehmbar)” xebitî, Her çend wî dida hişyarkirin ku “bedewî” û “bêdawîtî”-ku du taybetmendîyên bajarê pîroz in- dê wekî encameke plansazîya nûjen ji holê rabin”, lê dîyar dibe ku navendê qet guh nedaye pêşnîyarên wî.

Hec ji bo yên ku Siûdî nînin, kulfeteke mezin a aborîyê û lojîstîkê ye. Her hecî divê kêmzêde di navbera 5.000 - 8.000 euroyan de (ji bo ragihiştin, hêwirîna herêmî û xwarin-vexwarinê) fedakarîyeke giran a fînansî pêk bîne (herweha ku Îslam, ji bo temamkirina Hecê deyn qedexe kirîye). Hin caran dewlet qismekî vê meblaxê peyda dike lê yê mayî aydê hecîyê siberojê ye (yê ku wezîfeya hecê bi cih tîne). Li Nîjeryayê, wekî piranîya welatên misilman, kêmbûna mûçeya kêmtirîn (30 $) rê nade ku piranîya şênîyên welêt seyahat bike û ev yek jî dibe sedem ku li hemberî rayedaran hêvîyên wan pûç bibin û li wan hêrs dibin.

Li Tûnisê, îslamolog Badri Madani yê ku mesrefên Hecê yên ji hedê xwe zêde rexne kir û di nîsana 2020î de biryar da ku lênêrîna dibistan û nexweşxaneyan ji Hec û Umreyê çêtirtir e.(6) li Fransayê, ku her sal kêmzêde 25.000 mirov ji bo Mekeyê vîzeyê werdigrin, tenê nêzî 60 şirket ji hêla Wezereta Siûdî ya Hec û Umreyê ve tên pejirandin. Ew ji van nîv-yekdestîyan bi temamî sûd werdigrin lê mirovên ne çak, serlêdanerên ku vîzeya xwe nikarin bi rêyên legal werbigrin dişêlînin û ji ber vê yekê jî qet fedî nakin. (7)

Hec di heman demê de mijara rageşîyên dîplomatîk e. Ji ber ku têbinîyê xwe negotîye, Rîyad dikare ku ji bo “darizandinê”, li hemberî wî welatî kotaya hecîyan bi yekalî kêm bike. Ew mijar ji alîyê Tirkîye, Îran û heya Endonezya û Malezyayê ve bi tundî tê rexnekirin, ku herweha ev dewlet duçarê bergîdaneke vî şiklî -a ku bi rêkûpêk her dem vatîkaneke misilman a di bin diktaya Siûdî de ne tîne bîra mirovan- jî mane.

* Akademîsyen, Endamê Akademîya Tûnisî ya Zanist, Edebîyat û Şêwekarîyê Beït El Hikma (Qartaca).

_________

1) Paul Cochrane, «The economics of the hajj», Accounting and Business Magazine, Glasgow, tîrmeh 2018.

2) Lire Sadek Boussena, «Pétrole, accord et désaccords», Le Monde diplomatique, hezîran 2020.

3) Ziaudddin Sardar, «The destruction of Mecca», The New York Times, 30 îlon 2015.

4) «Air quality in Mecca and surrounding holy places in Saudi Arabia during hajj: Initial survey», Environmental Science & Technology, n° 48, Waşîngton, 2014.

5) Ziauddin Sardar, «Histoire de la Mecque. De la naissance d’Abraham au XXIe siècle», Payot, Paris, 2015.

6) Siyassi.tn (bi erebî), 22 nîsan 2020.

7) «Le grand laisser-faire du marché du hajj en France», Orient XXI, 13 tebax 2019.

 

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana

 

 


Kronolojîya Mekeyê Çend trajedî

Bajarê pîroz a îslamê ji 1975an pê ve bûye qada rêzebûyerên mirinê.

14.12.1975. Li nêzîkî kampeke hecîyan ji ber teqîna tupa gazê, şewateke mezin derket holê û di vê şewatê de 200 kes mirin.

20.11.1979. Bi sedan radîkalên Siûdî û Misrî yên ku xwe bi çekên giran xemilandibûn, bi dehan hecî di mizgefta mezin de heya du hefteyan rehîn girtin. Hikûmeta Siûdî ji bo ku bikaribe di qadên pîroz de zextê bi kar bîne, ji ulemeyan fetwa wergirtin û paşê jî ji bo alikarîyê bang li hêzên amerîkî û fransî kirin. Li gor rapora fermî di pevçûnan de 244 kes mirin (117 êrişkar û 127 hêzên ewlekarîyê) û 600 kes jî birîndar bûn û herweha êrişkarên ku hatin desteserkirin jî dê paşê bihatana îdamkirin.

31.07.1987. Hêzên ewlekarîyê yên Siûdî li hemberî xwepêşandana Hecîyên îranî yên ku ji ber nêzîkbûna li bal “Şeytanê gewre” Amerîkayê ya keyayê Siûdî şermezar kirin û bi vî avayî heca xwe polîtîze kirin, hêz bi kar anîn û li gor daxûyanîya fermî jê 275 îranî yekûn 402 kes hatin kuştin.

10.07.1989. Li derveyî Mizgefta Mezin du êriş pêk hatin û di encamê de kesek mir û 16 kes jî birîndar bûn. Ji ber van êrişan şanzdeh Şiîyên kuweytî hatin tawanbarkirin û hefteyek şûn de jî serên wan hatin jêkirin.

02.07.1990. Pergala vantîlator û perwaneyê xerab bû ji ber germahîya tundî di serdabeke Mînayê de -ku rawestgeheke mecbûrî ye û pênc kilometre dûrî Mekeyê ye- îzdiham derkete holê û di encamê de 1.426 kes -piranîya wan asyayî bûn- mirin. Ev bûyer qezaya herî mezin a serdema modern a Mekeyê bû.

24.05.1994. Di îzdihameke Mînayê de 270 hecî mirin. Rayederan ev trajedî spartin hejmara rekorî ya bawermendan. Ev karesat bû sedem ku desthilatên Siûdîyê ji bo geşkirina qadên pîroz bikevin nav tevgerekê.

15.04.1997. Di konekî hecîyan de -her çiqas kon neşewitî bin jî- şewate derket, bayê bi hêz rewş xerabtir kir û di encamê de 343 hecî mirin û 1500 kes jî birîndar bûn.

05.03.2001. Di roja dawî ya Hecê de îzdiham çêbû. 35 hecîyî jîyana xwe ji dest dan.

11.02.2003. Di yekem roja recimkirina Şeytên de li Mînayê 14 hecî mirin.

01.02.2004. Di roja dawî ya Hecê de, li Mînayê, di nav girseyê de îzdiham qewimî û di encamê de 250 hecî mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

06.01.2006. Di destpêka Hecê de li nêzî Mizgefta Mezin avahîyeke heşt qat hilweşîya û di encamê de 73 kes mirin.

12.01. 2006. Li Mînayê di îzdihamekê de, dema ku hecîyan şeytan recim dikirin, ji 360î zêdetir hecî mirin

11.09.2015. Ji ber rewşa hewayê ya awarte, vînceke avahîsazîyê hilweşîya ser hecîyên di hundirê Mizgefta Mezin de. Li gor daxûyanîya fermî 107 kes mirin û 400 kes jî birîndar bûn.

24.09.2015. Li Mînayê îzdîham qewimî û di encamê de bi sedan kes mirin (li gor daxûyanîya fermî 700 kes) û bi sedan kes jî birîndar bûn.

 


Dorpêçkirina Mekeyê Girtina miweqet

Ji sala 631ê pê ve kêmzêde Hec çil caran hat qedexekirin (ji ber şer, şewat û nexweşîya kolera û hwd) di 2020î de pandemîya Kovîd-19 bi giştî hat berlêgirtin.  Hec dê ji 28ê tîrmehê heya 2yê tebaxê were pêkanîn û ev  destûr 4.3 milyon mirovên 180 welatî û 1,7 milyon hemwelatiyê Siûdî werdigre. Di sibata 2020î de, Wezareta Karên Derve ya Siûdîyê, serlêdanên ji bo Umreyê hîşt bo demeke din, di 21ê hezîranê  de,  Rîyadê tenê destûr da  girseyeke piçûk a ji hezar kesî pêk hatîye,  yên li Keyatîyê (Siûdî) dijîn û emrê wan di bin 65î de ne, da ku wezîfeya hecê bi cih bînin. Herweha hin dewletên misilman zaten qedexeya hec a ji bo welatîyên xwe pêşengtî kirin. Piştî îlankirina qedexeyê ya ku bawermend kirin nava behreke xemgînîyê, -keştîya sereke  a  Sunîtîyê  ku herweha ji alîyê Keyatîyê ve tê destekkirin- Zankoya El Ezherê ,  ya ku li hemberî vê  biryarê bêhest mabû, her çiqas di Quranê de  li ser giringîya Hecê sûreyeke bi rêk û pêk heye jî,  ji bo pejirandina biryara Rîyadê pir lez kir. 

M. L. B