Hêja: "Xwe nîşandan tiştekî dijwar e, wêrekîyê dixwaze"

Hevpeyıvîn: Mela Mihyedîn

heja

Bi stranên klasîk bi rîtma dengbêjî û bi strana Michael Jackson  ya bi navê “They Don’t Care About Us” tevlî jîyana me û muzîka Kurdî bû. Niha jî bi albuma xwe ya yekê li pêşberî me guhdarvanê xwe ye. Dengê wê wisa nerm û xweş diherike wekî seanseke terapîyî dil û hişê merivan rehet dike. Ji ciwana bigre heta extîyarên me di dilê gelek kesan cihekî qewîn ji xwe re çê kirîye.

Me xwest em wê û xebatên wê ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe ji cenabê wê kirin û wê jî bersiv da pirsên me.

Tu ji me re dikare hebekî qala jîyana xwe bikî? Hêja kî ye?

Ez niha wek pênaberekê li Almanya dijîm. Ev bûye 2 salê min ez hatime vir.

Min li Zanîngeha Bogazîçîyê beşa Edebîyata Ingilîzî xwend.  Ew 5 salên min ên li Zanîngehê bihara emrê min bû. Min li wir xwe nas kir û di gelek waran de xwe pêşxist. Min li Zanîngehê xwe fêrî muzîk û stranbêjîyê kir. Min xwe fêrî zimanasî û edebîyata Kurdî û rexneya edebiyatê kir. Ez hînî zimanên Înglîzî û Îspanyolî bûm. Ez wê deme fêrî biçekî Farisî jî bûm. Lê niha min Farisî ji bîr kirîye. Ji bo pirsa Hêja kî ye ez dikarim bejim ez jî yek ji zarokên miletê xwe me.

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev çend sal in tu karê muzîkê dikî?

Ji zaroktî ve min kengî derfet bidîta min stran digotin. Lê cara yekem min li zaningehê bi awayekî profesyonel têkilî li gel muzîkê danî. Li Kluba Folklorê ya Bogazîçîyê ez tevlî gruba muzîkê bûm û endamên "Kardeş Türküler" dersên muzîkê didan me. Lê ji ber ku min bawer dikir wê malbata min nexwaze ez stranbêjîyê bikim, dema zanîngeh qedîya min dev ji muzîkê berda û ez ketim nav edebîyat û akademîye. Min dixwest ez herim Amerîkayê û li wir Edebîyata berawirdî bixwînim. Minê edebîyata Kurdî û Edebîyata Reşikên Amerîkî, Edebîyata Amerîkaya Latînî an jî Edebîyata Îrlandî bi Edebîyata Kurdî muqayese bikira. Piştî kedeke giran min bursa Fullbrightê stend û ez ketim Zaningeha Columbiayê. Ew ê salê 90 hezar dolar bursa Masterê bidana min. Dema min xwe ji bo çûna Amerîkayê amade dikir, ez ji ber sedemên sîyasî hatim girtin.

Sedema girtina min jî ew bû, keçeke kurd li mala min ma. Polîs îddîa kir ku ew keç endamê PKK ye û ez alîkarîya wê dikim da ku ew li Stenbolê teqînekê pêk bîne. Lê ev hemî derew bûn. Ji ber ku ez nevîya Ahmet Türk im, dewletê xwest bi senaryoyeke wisa sîyaseta legal ya Kurdan ya li bakûrê Kurdistanê reş bike. Wê deme ez li ser hemû rojnameyên tirkan wek bombekar hatim afîşe kirin. Ji min re bi tevahî ji sûcên cûda 19 sal ceza dihat xwestin. Lê ji ber ku di deste dewletê de delîlên ku tewanên li ser min pişrast bikin tunebû, piştî 9 mehan ez ji hepse derketim.

Min di hepsê de xwe fêrî gîtarê kir. Ez baş li gîtarê naxim lê ez dikarim bi saya wê strana çekim. Min di hepsê de stranên xwe yên neşûştî çêkirin. Piştî ez derketim jî min biryar da stranên xwe bi albumekê bigihînim guhdarvanan.

Muzîk ji bo te çi îfade dike?

Muzîk cihek e ji bo min. Cihek meriv dikare xwe tê de veşêre… Cihekî meriv dikare lê mêvanan rake û deyne…

Dema te biryar da tu yê albuma xwe derxî ji malbat û derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di derxistina albuman de ji te re bûne alîkar?

Ya rast haya malbata min jê tunebû ku ez dikim albumekê derxim. Piştî album derket ez bi malbatê re li ser albumê neaxivîme. Çend jinên ji malbatê serxêrî li min kirin. Bav û ap û pismamên min bêdeng man. Ew jî baş e. Lê ez însaneke sosyal im û heval û hogirê min pir in. Wan alîkarî da min. Piştî ez ji hepsê derketim kurmê derxistina albumekê avêt dilê min. Min xwe gihand Cansun Küçüktürk, ew aranjor û gîtarîstê koma Bajar e. . Wî stranên min ecibandin. Û me dest bi xebatê kir. Ji bo qeydê du hunermedên Hunera Aktuel Savaş Boyraz û Hito Steyrel alîkarîya aborî dan min. Lê ji ber ku ceza ji min re derket û divîyabû min pere bida qaçaxçî, nîvîyê pereyê albumê çû ji qaçaxçî re.

Niha jî ez gelek bertekên xweş ji guhdarvanan distînim. Zarok stranên min ji ber dikin, pir kêfa min tê. Strana NeNe pir dikeve sere jinan ev jî kêfa min tîne.

Li ser Twitterê hinek cahil mahilên êrişî min dikin hene, lê tevahîya wan ji nezanî wisa dikin. Hemû jî bi pêş hukim tevdigerin. Hinek ji wan bawer dikin ez bi xêra malbata xwe serkeftî dibim. Lê min hê îro bi birê xwe re şer kir, ji bo min dest bi karê muzîkê kirîye. Tiştekî wisa tune ye. Heke ne ji malbatê ba min ê heta niha gelek tiştên din kiriba. Min dereng dest bi hertiştî kir.

Tiştê bala mirovan dikşîne afirînerî ye. Ez şanogerî û muzîkê bi hev girêdidim.  Hinek dibêjin tu çima derketîye ser Stêrk TV. Çima ez dernekevim ser Stêrk TV. Kanaleke Kurda ye. Hê dema tu weşanên Kurdî tunebû ev kanal hebû. Programa me jî gelekî xweş derbas bû. Herwiha, derîyê Stêrk TV ji herkesî re vekirîye. Bes divê ew kes dijminatîya gelê kurd û nirxên tevgera kurd nekiribin.

Sekneke min a femînîst heye ev jî hin kesan aciz dike. Hinek kes jî pê serbilind dibin, tiştê ez dibînim yên ku bi sekna min serbilind in ji yên ku ji sekna min acizin gelekî zêdetir in.

Ji alîyê muzîkê jî, şêweyeke nûjen bikartînim, normal e ku gelek kes vî tiştî nêzî xwe nebînin. Lê peyamên gelek şêrîn ji min re tên, wek mînak jinekê gotibû “bi xêra strana te ya NeNe êdî zilamê min û zarokê min newêrin tiştekî ji min bixwazin.”

Albuma te ya pêşîn “Stranên Neşûştî” ye. Di vê albumê de bêhn feminîzma Kurdî difûre. Ev terza femînîst cara pêşîyê tê ceribandin di muzîka Kurdî de. Bi awayekî serkeftî û bê tirs te muzîka xwe anî meydanê. Gelo dema te ev album derxist ji derdorê çi rexne ji te re hatin? Leqayî çi zehmetîyan hatî?

Belê ez jineke femînîstim. Ka ez dîsa bînim bîra xwendekaran, femînîstî îdeolojîyeke ku wekhevîya cinsan diparêze, ne ku dibêje jin bi ser mêran re ye. Yanî em nefretê ji mêran nakin. Ev yek. Ya duda, min bi qestî navê albumê “Stranên Neşûştî” danî. Ji ber ku min zanîbû tiştê ku ez dikim wê bi xweşa hinekan neçe. Neşûştîbûna me ji vir tê. Peyva neşûştî, wateyek wê ya cinûbetîyê heye, lê tiştekî jê firehtir e. Henekeke sempatîk e. Herwiha, cinûbetî peyveke pir nêrane ye. Lê neşûştî ne wisa ye. Mesela tiştekî bala min kişand, dema xelk behsa albuma min dikin, ne bi navê albumê, bi tercumeya navê albumê referansê didin albumê. Min dît ku hin kesan hêvîya erotîzmê kirîye, dema ev nav bihîstine. Kenê min bi wan tê. Sadebûna peyvên stranên min bû meseleya niqaşê. Rebena fêm nekirine ev tercîheke. 

Em dizanin her stran xwedî çîrokek e. Gelo çîroka strana “Ne Ne” çi ye?

Çîroka NeNe gelekî vekirîye. Hewce nake em ekstra şîrove bikin. Lê bingeha vê klamê bi saya pirtûka nivîskara femînîst Selma James ya bi navê (Netew, Çîn, Zayandîtî)  hatîye danîn. Di vê pirtûkê de James behsa keda bê berdêl ya jinan dike. Dibêje ji bo mêrek tevlî kar bibe, li malê jinek karê malê dike, li zarokan dinêre, şîvê çêdike, sal 12 meh, 24 seatan dixebite û ji alîyê aborî heqê wê nayê dayîn. Ew li mala mêrê xwe ye, û mêrê wê li wê dinêre. (Ne mala wê ye)

Hê dema ez zarok bûm, rojekê min û pîrka min me li strana Eyşe Şan ya bi navê “Lê lê Bêmal” guhdar dikir. Min got: “Yadê, ji bo çi dibêje bêmal? Pîrka min aciz bû ji nezanîya min. Got: Ma keça min mala me heye? Min wê demê fêm nekir pîrka min behsa çi dike. Lê piştî ez mezin bûm û min baştir têkilîyên malbatî fêm kir, min dît:  dema yek bi mêrê xwe re şer dike, mêrê wê jê te re dibêje: “Heke nayê hesabê te, bicehime here mala bavê xwe.” Ew birînên xwe û zarokê xwe li pişta xwe dike û tê malê, bavê xwe.  Bavê wê jê re dibêje: “Keçika min here mala xwe, cem mêrê xwe.” Yanî em bêmal in. Madem em bêmal in, em ê terka malan bikin, bila kesek li qisûrê nenêre.

Li ser twîtterê strananên klasîk yên kurdî bê muzîk, carna jî bi defê û timî bi dengekî xweş dighîne guhdarvanên xwe. Guhdarvanên te ji vê yekê pir hez dikin. Ez bawerim ya Hêja Netirk dike Hêja Netirk ev yek e. Gelo ji bo pêşerojê îhtîmal heye tenê li ser klasîkên Kurdî albumekê derxînî?

Ez bawer nakim ez li ser klasîkên Kurdî albumekê derxînim. Ji ber ku halê wan ê orjînal ji xwe pir xweş in. Û stranbêjên nû yê ku wan bi awayekî gelekî serkeftî îcra dikin jî hene. Helbet di pêşerojê de konserê min çêbibin, ez ê li wan konseran stranên klasîk bibêjim. An dibe ku em bi hevalan re li muzîkê xin û xwe bikşînin vîdeoyê û wan vîdeoyan bavêjin ser youtubê. Lê ez bawer nakim ez ê bi awayekî profesyonel stranên klasîk qeyd bikim. Ez dixwazim tiştên nû biafirînim. Ji bo nifşê nû ji kurdî û kurdayetîyê dûr nekevin, divê em bi rê û rêbazên serdema nû tiştan biafirînin.

Cara Pêşî bi wergera strana Michael Jackson  ya bi navê “They Don’t Care About Us” te deng veda. Gel ji vê stranê pir hez kir. Gelo tu dikarî çîroka vê xebatê ji me re bêjî?

Ev fikra Wedat Yildirim bû ya rast, wî ji min rica kir got rîtma vê stranê pir li rîtma sitranên Kurdî tê. Karê min ê sereke tercumanî ye nexwe. Werhasil, min dest pê kir, hê 4 sal berê bû. Min naqarat wergerand û wisa ma. Yanî nizam çima wê demê min guh nedayê. Werhasil, di vê navberê de ez ketim hepsê û derketim. Min û Wedat me dîsa hevdu dît, go ka te çawa kir. Min got ka hefteyekê bide min. Û ew werger derket. Berîya wê jî min ji bo wergerê alîkarî daye çend albumên Bajar. Min di albuma Reşwan Çelîker ya yekemîn de û albuma di Rûşen Alkar ya duyemîn de peyvên stranan ji Kurdî wergerandine Îngılîzî.

Em dizanin her album xwedî çîrokek e. Gelo çîroka albuma “Stranên Neşûştî” çi ye û çawa derket meydanê?

Çîrok wisa ye: Hêja ket hepsê. Di wir de li ser jîyana xwe fikirî û Stranên Neşûştî lêkir. Dûre ji hepsê derket, dest bi qeydê kir. Di vê navberê de ceza jê re derket, ew jî revîya çû surgunîyê. album li wir derket. (Çîrok qedîya.)

Gelek caran hunermend hêza xwe ji helbestê digrin û ji helbestan stranên nemir derdixînin meydanê. Gelo têkilîyek çawa di navbera helbest û muzîkê de heye? Tu ji kîjan helbestvanan hez dikî?

Belê stranbêjên ku ji helbestan sûdê werdigrin serkeftî dibin. Wek mînak, Şivan Perwer gelek helbestên Cegerxwîn kirine stran. Ciwan Haco jî helbestên Rojen Barnas… Van Demên dawî, Yunus Dişkaya yek ji navên herî serkeftî ye di vî warî de. Herwiha Rewşan Çelîker jî di albuma xwe ya dawî de gelek sûd ji helbestan wergirtîye.

Li gor min, helbest muzîkê di nava xwe de dihewîne, lê her muzîk helbestekê nikare bihewîne.

Ji xwe min edebîyata Îngilîzî xwendîye û ez ne dûrî Edebîyata Kurdî me. Di Stranên Neşuştî de Strana Belkî helbesta Roşeng Rojbîr e. Navê Helbestê 17e. Helbesteke dirêj e. Min beşek jê kir beste. Ez dixwazim gelek stranan çekim ji helbestan. Min heta niha 4 stranên din çêkirine “Pistepistek” a Şêrko Bêkes, “En El-Welat” a Roşeng Rojbîr du heb ji wan in. Ez ê di pêşerojê de wan jî bi guhdarvanan xwe re parve bikim.

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Ez terzên gelek cûda guhdar dikim, ji dengbêjan bigre heta Reggieyê. Rock, Pop, Etnîk, Blues Elektro-muzîk… Ya rast ez ne li terzan, lê li stranan guhdarî dikim. Ez nikarim bêjim ez heyranê bluesê me, lê stranên bluesê hene ku ez pir ji wan hez dikim. Leonard Cohen, Ciwan Haco, Aram Tigran, Saîd Yûsiv Mehmed Atli, Ahmet Aslan, Bob Marley, Beyonce, Goran Bregovic, Eleni Karaindrou, Esma Redjepova, Fairouz lîste dirêj e.

Tu gelek caran ji starnên Aram Tîgran dibêjî. Meriv fam dike ku Aram Dîkran têsîrek mezin li ser te çê kirîye. Lê belê dîsa jî dixwazim pirs bikim: Tu kîjan muzîsyenan wek “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî û bêhtir kîjan muzîsyen li ser te bandor çê kirine?

Ayşe Şan, Aram Tîgran, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Nizamettîn Arîç, Mihemed Arif Cizrawî, Mihemed Şêxo, Saîd Yûsiv, Keremê Gerdenzerî, Ekremo, Rotînda ev lîste dirêj e.

Di nava Albumên muzîka Kurdî de bi te albuma herî serkeftî kîjan e? Tu dixwazî bi kîjan hunermandan re bixebitî?

Serhildan,  Blura Min, Girtîyên Azadîyê (Ciwan Haco)

Azadî, Dayê (Nîzamettin Arıç)

Hevra (Aynûr Doğan)

Tov  (Rewşan Çeliker.)

Na-Mükemmel  (Ahmet Aslan.)

Birîn (Mehmet Atli)

Hez  (Agit Işık)

Sara (Xalid Tarî)

Ez dixwazim bi her muzîkjenî re bixebitim.

Berê komên muzîkê hebûn û piştre her muzîkjen ji komê vediqetîyan diketin ser rêya xwe. Niha komên muzîkê kêm bûne, heta meriv dikare bêje ku nemane. Li gorî te sebeba vê yekê çi ye?

Yekem Koma muzîkê ya ez dizanim Koma Wetan e. Ew di sala 92an de belav dibe. Tê gotin sedem têkçûna Sîstema Sovyet bû. Lê nizanim.

Dûre di salên 90î de piranîya komên muzîkê di bin konê Navenda Çanda Mezopotamya derdikevin; Koma Azad, Şahîya Stranan, Koma Asmîn, Koma Gulên Xerzan, Koma Berxwedan, Koma Çîya, Koma Amed, Koma Dengê Azadî, Koma Dengê Soreşger, Agirê Jîyan. Di salên 90î de li Tirkîyê ne pêkan bû ku yek bi tena sere xwe muzîka Kurdî çêbike. Wek mînak tiştê hat sere Ahmet Kaya li holê ye. Lê di heman demê de, muzîkjenên NÇMê û BGSTê muzîka Kurdî dikir. Herroj duroj dewletê digirt ser NÇMê. Ji bo muzîkjenan mecbûrîyetek bû bi rêxistinbûn.

Piştî sala 2000an ev mecburîyet her ku çû kêmtir bû. 1) înternet bi awayekî berfireh ket nav jîyana me. 2) Qeyd kirina muzîkê erzantir bû.  3) Di navbera 2009-2014an de pêvajoya aşitîyê hebû lewma qedexeya li ser çand û zimanê Kurdî jî hinekî nerm bûbû. Van faktoran bandoreke erênî li ser, çêkirin û belavkirina muzîka Kurdî kir. Ango piştî sala 2000an muzîka kurdî di pîyasê de cihekî mezintir girt. Ji bo ku yek karibe muzîka Kurdî çêbike êdî hewce nedikir muzîkjen bi rêxistin be. Wek mînak ji nav koma Asmîn Rojda û Zelal Gokçe wek stranbêjên takekes derketin holê.

Dibe ku muzîkjenên di nav komên NÇMê de nikarîbûn bi awayê muzîkal xwe baş îfade bikin. Ango xwe îfadekirina wan ne li gor dilê wan bû. Ji xwe bandora NÇMê ya li ser muzîka Kurdî ne wek salên 90î ye. Li hela din, ev tiştekî gelekî normal e. Ne tenê di nav Kurdan de belavbûn çêdibe, li cîhanê jî wisa ye. Ya rast ez dibêm qey komên ku belav nebûne ji yên belavbûne kêmtir in li Cîhanê. Lê di nav komên kurdan de belavbûn zêdetir çêdibin ji ber ku pirsgirêkên sîyasî û aborî jî hene. Piranîya muzîkjenên kurd debara xwe bi muzîkê nakin. Ji ber ku bazara muzîka Kurdî tune ye. Dibe ku endamên komê ji ber kar û barên jîyanê mecbur dimînin bajarê xwe biguherin û kom bi vî rengî ji hev diqetin. Lê niha Koma Sîya Şevê heye, Bajar heye belav nebûne.

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Belê rast e. Wek mînak straneke Şivan Perwer ji hezar axaftinên propagandayê bêhtir bandor li ser keç û xortên ciwan kirîye û ew tevlî tevgera azadîyê bûne. Ji ber ku muzîk tişteke ku hîtabî hestên meriv dike. Yek ji amûreyên jîyanê yê herî kevn ew e.

Bi kurtasî, berî her tiştî rîtm û dans hebû. Di nav kabîleyên ewil de dans û rîtm amûreyeke olî bû. Heke rîtm hebe muzîk heye. Ango muzîk tiştekî archaic e. Bêyî ku em wê fêm bikin, bandorê li ser me dike. Lê sîyaset, wêje û çîrok prosesa analîzê dixwaze. Analîza muzîkê ji alîyê binhiş tê kirin. Ji ber vê yeke muzîk tiştekî pir bi bandor e.

Krîterên muzîka baş çi ne? Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Muzîka baş an ya xerab tuneye. Muzîka hîtabî te dike û hitabî te nake heye. Muzîkên komplîke û cûda hitabî piranîya gele kurd nakin. Yê cûda û nûjen, ku ew bala me dikşîne, ew jî ji alîye me û kesên wek me xêrnedî tê guhdarkirin.

Herkes dikare starnan bêje û bibe hunermend?

Herkes dikare stranan bêje, lê herkes nikare bibe hunermend. Ji bo hunermendîyê afirînerî divê. Hunermend ew kes e ku dikare perçeyekî ji xwe têxe nav objeyekê û wê li pêşîya mirovahîyê deyne. Ango hunermend ew kes e ku dikare xwe perçe bi perçe belav bike. Ez naxwazim hunermendîyê li cihekî elîtîst deynim. Xwe nişandan tiştekî dijwar e. Wêrekîyê dixwaze. Û her însanek xwedî hestên hunerî ye. Yên ku van hestên xwe birêxistin dikin hene û yên ku guh andin wan hene. Ji bo hinekan jî, ne pêkan e ku guh nedin wan.

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî/e Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Na! Tenê yên ku dikarin heftê carekê konserekê bidin dikarin. Kî heye wisa? Çar pêncek in. Ji bo solîstan rewş wisa ye. Heke enstrumanekê lêxe, dikare here konserên kesên cûda û bi vî rengî belkî karibe debara xwe bike. Wêjekar û Muzîkjenên kurd herî kêm 2 karan dikin di jîyana xwe de.

Ji bo muzîka Kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Dewlet! Perwerdehî! Konservatuar û akademîya Kurdî! Bazar! Pere!  Wêrekî! Têkçûna Feodalîteyê. Jihevhezkirin! Qîmetêdayîna Hunermendan! Maşale Kurdên me hetika hunermendên xwe tînin. Kes xatirê kesî nizane.

Pêşerojê em dikarin li stranên te yên akustîkî guhdarî bikin. Projeyeke te wisa heye? Ji bo pêşerojê projeyên te çi ne?

Wele derfetên min çi be, ez ê li gor wê tev bigerim. Derfetê akûstîkê, hebe akûstîk yê elektronîkê hebe elektronîk. Ya rast di albuma min de 8 stran hebû, 5 heb ji wan hê di deste aranjore min de ye. Ez ê teqez wan derxim. Niha ez xwe fêrî programeke muzîkê dikim. Min li wir jî 3 stranên din çêkirine. Besteyek min heye bi vê peyvê dest pê dike: “Li bajarê Ewrûpa, xortekî kurd rast hatim.” Wek bersivekê ye ji bo strana Şivan Perwer ya bi navê Delalê. Ez ji dîyaloga nav hunermendan hez dikim. Lê hê dem divê ji bo ez wê stranê biqedînim.

Ji bo guhdarîkirinê:

Spotify: https://open.spotify.com/album/6VFjjZh53pGNrTzdPMOwr8?autoplay=true&v=L

Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCc7lmeLd3VpEfnMxRU6P1cA