Gavên pêşî yên çapemenîya erebî

Ji vegotineke neteweyî zêdetir amûreke ragihandinê

Di destpêka sedsala XIXemîn de rojnameyên pêşî yên erebî demeke dirêj sirf ji bo armancên îdarî weşan kirin. Di pey re, hêzên kolonyal ew ji xwe re wekî amûrek dîtin da ku bi navgîna wan rasterast xîtabî gelên xwecih bikin û li nava tevahîya cîhana erebî progagandaya xwe belav bikin. Rojnameyên xwedî unwanên serbixwe jî ji hosteyîya vî warî ya Maronîtên ji Sûrîye û Lubnanê sûd wergirtin.

Translator

 

Ji Rabatê heta Bexdayê, herkes dikare heman rojnameyê bixwîne ji ber ku welatên ereb bikaranîna zimanekî nivîskî parve dikin (erebîya bi herfan an jî standart). Ev erebî bi xakeke sîyasî nayê îzahkirin. Şopdarên medyayên bi zimanî erebî, çi ji bo rojname, çi radyo an jî kanalên televizyonê, bi sînorên dewlet-neteweyekê ne sînorkirî ne. Eger tecrubeya ewropî wekî bingeh were dîtin, pêşketina çapemenîyê li vê herêma cîhanê wekî rewşeke awarte xuya dike. Bi rastî jî, ji civakzanê fransî Gabriel Tarde bigrin heta dîrokzanê îrlandî Benedict Anderson, gelek ronakbîran îdîa kirîye ku çapemenîya nivîskî jêdera hestê neteweyî ye. (1) Li gorî wan, rojname bi navgîna zimanekî rojane girseyeke xwendevanên yekbûyî diafirîne. Ev xwendevan giş dikarin bi xwendina heman nivîsaran li heman saetê li gel qehweya xwe ya serê sibê, bihizirin. Rojname civateke hizirînê» ya netewî saz dike.                

Lê belê çapemenîyeke ku ji Atlantîkê heta Kendavê berfireh çawa dikare neteweyekê saz bike? Alîgir û dijberên cîhaneke ereb a ji alîyê sîyasî ve yekbûyî pir caran fikirîne ku çapemenî dikare wekî amûrekî fabrîkasyona hestê neteweyî tevbigere. Ji alîyekî ve, yên ku difikirîn ku divîyabû ereb li bin banê heman dewletê bihatana yekkirin, ji ber ku ew heman zimanî parve dikin, alîgirên çapemenîyeke bi vî zimanî bûn. Li alîyê din, hin kesan jî dixwest weşana bi zimanê fûşa ango standart were rawestandin û zimanê xwecihî were teşwîqkirin da ku civakeke bi rastî jî neteweyî bi çapemenîya devoka misrî, marokî an jî surîyeyî were afirandin. Ev rexne di eslê xwe de pala xwe didin heman hîpotezê: rewşa çapemenîya erebî anormal e, di navbera ziman, medya, dewlet û netewê de divê asteke têrbûn û hevgirtinê hebe.

Kî bala xwe bide dîroka çapemenîya erebî, wê pir bi zehmetî karibe rengê wê yê «neteweyî» û « navneteweyî» ji hev derîne. Dîrokzan gelek caran dibêjin ku Al waqai’ al misrîyya (Bûyerên Misrê), a di 1828an de li Qahîreyê hatîye avakirin, rojnameya pêşî ya bi erebî ye. Lê belê «rojname» têgeheke zêde bilez e li vir, ji ber ku ew bêhtir bulteneke îdarî ya ji çend sed nusheyan pêk dihat û ji bo karmendên misrî dihat weşandin. Rojnameyeke fermî bû û tenê car caran hin nûçeyên giştî lê dihatin zêdekirin. Piştî demeke kurt, rayedarên împeretorîya Osmanî bi heman şêweyê weşanê, li Stenbolê Takvim-i vekayi [Teqwîm-î Weqaîye] (Salnameya bûyeran) derxistin, pêşî bi tirkîya osmanî dû re jî bi gelek zimanan, erebî jî yek jê. Li Qahîreyê wekî li Stenbolê, serdestên ku hingê hewl didin welatên xwe reforme bikin, li pey navendîkirina agahîyan e. Li destpêka sedsala XIXemîn, çapemenî di çarçoveyeke hem nûjenîgir hem jî otorîter de bi kêrî berfirehkirin û bihêzkirina kontrola dewletê tê. Derdê desthilatdaran qet jî ne demokratîzerkirina agahîyan an jî afirandina nêrîneke gelemperî ye, ew dixwazin bi awayekî yekalî karûbarên xwe û fikrên xwe belav bikin.

Ji Levantê heta Mexrîbê

Li cihên din, çapemenî zêde têkilîya wê bi îfadekirina hestê neteweyî an jî erebgirîyê re tune. Rojnameyên pêşî bi piranî ji alîyê hikûmetên kolonyal ve tên avakirin. Û ev jî wekî misirî an jî osmanîyan bi derbasbûna di heman tecrûbeyan re, dixwazin ji çapemenîyê amûrekî ragihandina raya giştî pêk bînin. Çi Muhammad Ali li Qahîreyê, çi jî Mahmudê IIemîn li Stenbolê an jî Louis-Philippe li Parîsê, yek ji van monarkan jî bi xwe bi erebî nanivîse. Ji ber vê yekê ji bo wan tiştê mijara gotinê rasterast xîtabkirina tebayên xwe yên erebîaxêf e. Piştî bidestxistina Cezaîrê di tîrmeha 1830yî de, hikûmeta fransî gelek caran hewl dide weşaneke ji bo xelkên erebîaxêv belav bike. Piştî pêdaketineke kurt di 1932yan de bi Moniteur algérien, a çend caran bi vî zimanî derdikeve, di îlona 1847an de li Algerê Al-Mubachir (Ragihandêr) an jî Le Mobacher bi fransî tê weşandin. Ev weşana dumehane ku bi taybetî ji bo tevahîya karmendên misilman tê şandin, ji alîyê Ismaël «Thomas» Urbain ve tê birêvebirin. Ev melezê guyaneyî ku muptelayê fikrên saint-simonî ye, piştî gelek serdanên xwe yên li Qahîreyê di 1835an de çûye ser ola îslamê. Di çapa xwe ya pêşî de, Mobacher nîyeta xwe ya nêzîkkirina cezaîrîyan ber bi qral Louis-Philippe ve weha radigihîne: «Hûn zanin ku qralên neteweyên xiristîyan her roj bi nivîsên ku biryarên hikûmetan û nûçeyan radigihînin, bi gelên xwe re di nava danûstandinan de ne. Siltanê Stenbolê, Paşayê Misrê jî dan ser vê rêyê û tebayên wan xwe baş hîs dikin». Dîrokzan Charles-Robert Ageron destnîşan dike ku ev weşan wê pir bi lez «nivîsarên bi zimanên kolanê û çanda giştî yên demeke dirêj ji alîyê karmendê fransî ve hatine nivîsandin û hatine wergerandin bo erebî» pêşkêş bike (2) Piştre û heta girtina wê ya di 1928an de, ew ê cih bide rojnamevanên misilman jî û bi vî awayî Mobacher dibe «yekemîn dibistana rojnamevanîya Cezaîra misilman.»

Hê ji destpêkê ve, ev rojname digihîjin wêdetirî sînoran. Rojnameya pêşî ya li tûnisî hat weşandin di 1860î de Al-Ra’id al-Tunsî (Pêşengê tunisî) ye. Her çendî yek ji armancên wê yên pêşî destekdayîna pêkanîna baş, bi rêya dadgehên tûnisî, ya koda nû ya hiqûqa cezayê û hiqûqa gumrukê be jî, ew dîsa jî li ser rûpela xwe ya pêşî destnîşan dike ku tenê kesên ji bajarên welêt (Tûnis, Kayruwan, Sfaks, Sûs, Bîzert), lê belê herweha kesên li Cezayir, Trablûs, Îskenderîye û Beyrûtê jî dikarin bibin aboneyên wê. Ji ber vê yekê tevna xwendevanên wê ji Derya Spî ya erebîaxêv heta bigihe Levant û Mexrîbê dirêj dibe. Ew heman girseya xelkên ku rojanameyan teze yên ji keştîyên lîmanan distînin û dixwînin dide ber xwe. Li Cezayirê ji salên 1870yî ve rojnameyên misrî li pirtûkxaneyeke li kolana Lyre a li Qesbeha Jêrîn (Basse-Casbah) tên kirîn.

Naveroka rojnameyan jî tu têkilîya wê bi neteweyî re tune. Telegrafa elektrîk û ajansên çapemenîyê, ku berî demeke kin derketin holê, dibin alîkar ji bo xuyabûna agahdarîyên bi awayekî giştî dibin yekform, çi ji bo bûyerên li Beyrûdê, çi yên li Roma an jî Buenos Aîresê rû didin. Bi pêşketina kabloyên pêşî yên bin-deryayî re li Derya Spî di salên 1860î de û buroyên pêşî yên ajansên Havas an jî Reutersê li Îskenderîye an jî Tûnisê, rola edîtoran ji wergerandina bi erebî ya nûçeyên pêşî yên telegrafên ewropî pêk tê. Nivîsarên ji bo rojnameyekê ji rojnameyeke din tên kopîkirin, carna jî bêyî ku jêdera wan bên destnîşankirin, ji ber ku wê serdemê mafê edîtorîyê hê pir şolî ye.

Ev rojnameyên ku bi pêş dikevin pêdivîyan wan bi edîtoran, bi hêza kar a êdî rêzê ji sînorên neteweyî re nagire, heye. Gelek caran bang li moronîtên lubnanî yên li semînerên olî yên bi erebîya nîzamî, bi zimanên ewropî perwerdekirî û fêrî bikaranîna çapemenîya nivîskî bûne, tê kirin. Farès Chidiac, nivîskar û rojnamevan ê di 1804an de li Girê-Libnanê hatîye dinê, rojnameya fermî ya misrî di salên 1830an de amade dike, dûre diçe gerûgeşta li Ewropayê –ew li Fransayê dibe sosyalîst– berî ku heman cure weşanê di 1860î de li Tûnisê ava bike. Piştî ku ji alîyê siltan Abdülmecidê I. ve hat vexwendin, di 1861ê de ji bo weşandina al-Jawa’ib (seyrûsefer) li Stenbolê bicih dibe. Ev kovara hefteyî ya çandî û wêjeyî ji alîyê hikûmeta osmanî ve tê fînansekirin û dibe nimûneyeke modelên rojnameyên mezin ên ewropî yên serdemê.

Birayên lubnanî û surîyeyî yên koçkirî gelek rojnameyên herî girîng ên cîhana erebî ji salên 1860î ve ava dikin. Cihê wan ê weşanê li gorî asta astengkirinên sîyasî diguheze. Di 1875an de, birayên Takla li Misrê Al-Ahramê derdixin. (Pîramîd) Ev rojname cih dide gelek ramangerên Nahdayê (Ronesansê) ku Cemal Edîn El Afganî û Mohammed Abdouh jî du kes ji wan in. Ev rojnameya rojane heta îro jî li cîhana erebî wekî referansekê tê nîşandan. Heta, li Marokê jî, tevî ku ji Lubnanê pir dûr e, rojnameya pêşî ya taybet bi zimanê erebî, Lissan al-Maghrib (Zimanê Marokî), di 1907an de li Tangerê ji alîyê Farajallah û Arthur Nemmour, du birayên libnanî ve tê derxistin. Ev rojname wê bibe dengê ne-fermî yê qralîyeta marokî berî ku bibe dengê derdora bijarte ya nasyonalîst a qralîyeta ku dibe hedefa armancên kolonyal ên fransî û spanî. (3) Koça ber bi Amerîkayê dike ku wê demê, hin navendên sereke yên çapemenîya bi erebî herweha li Sao Paulo û li Fîladelfîyayê bicih bibin. Di 1914an de, çardeh rojnameyên bi erebî li Brezîlyayê hene û New York jî ji 1898an ve dibe xwedî rojnameyeke rojane ya erebî, Kewkeb Amrîka (Stêrka Amerîkayê), ango demeke pir dirêj berîya Meke, bajarê pîroz ê Îslamê, an jî Fas, bajarê ji sedsala X. ve navenda zanîngeha marokî ye.

Lê belê dîsa jî her tişt hema wisa ji xwe re bi serbestî naherike. Li piranîya welatên ereb, rojnameyeke «li derve» pirsgirêkeke serwerîya dewletî ye, ji ber ku ew li cihekî ku nikare were kontrolkirin derdikeve û ji wir fikrên hilweşîner dikarin peyde bibin. Dewletên herêmê ji ber vê yekê gelek caran ketine nava hewldana qedexekirina rojnameyên erebî yên li derve tên çapkirin. Ew vê yekê carna bi sansurê carna jî bi çavdêrîkirina li xwendevanan dikin. Di 1897an de, hikûmeta fransî li Cezaîrê bo ninûme qedexeyê datîne ser tîtra misirê Al Mu’ayyad (Partîzan) a ku têkoşîneke bêhempa li dijî kolonyalîzma rojavayî ya li Misrê û li welatên din ên ereb dimeşand. Lê belê ji bo rayedarên kolonîyal pêkanîna kontroleke bi bandor pir zehmet e. Çunku rojname carna ji bo di gumrukan de rastî sansurê neyên bi navên din li nava paketên berhemên din tên bicihkirin. Geryaneke mezin a rojnameyan li sînorên navbera Cezaîra îlhaqkirî û Tûnisa li bin hîmayeyê heye. Tûnis ji desthilateke xwedî sansura hinekî din lîberal sûdê werdigire.

Ji hingê ve, gelek hikûmet hewl didin rojnameyên li wêdetirî sînoran ji alîyê madî ve destek bikin. Di salên dawî yên sedsala XIXemîn de, konsolosên brîtanî û fransî yên li Misirê bi navgîna rojnameyên Al-Ahram, a fransîgir û Al-Muqattam (navê girên li başûr-rojhilatê Qahîreyê), a brîtanîgir bi vî awayî şerekî veşarî dimeşînin. Çapemenîya ku serbixwe xuya dike jî gelek caran ji alîyê hukûmetên xwecihî an jî bîyanî ve tên destekkirin.

Fûrîna ronakbîrî

Rojnameyên progagandayê jî ji bo yekane armanca pêşxistina hedefên sermayeya bîyanî tên afirandin. Quai d’Orsay gelek rojnameyên bi zimanê erebî fînanse dike, lê belê li gel vê yekê jî ji bandora weşanên ji alîyê hêzên bîyanî ve tên destekkirin gazinan dike. Li nava pêşengên rojnamevanîya ereb wekî din rojnameyeke di 1880yî de li Cagliarî, Sardanyayê hatîye weşandin xwe dide der. Hikûmeta îtalî û derdorên karsaz ên Sardanyayê ji nêz ve dibin çavdêrên rewşa Tûnisa cîran ku li wir dilê wan dibije avakirina kolonîyekê. Lê ev herweha dibe tevdana tengezarîya li gel hikûmeta fransî ya ku ji bo ewlekarîya Cezaîrê fikarên wê hene. Bi armanca tesîrkirina li raya giştî ya tûnisî û ereb û pêşîgiritina li Fransayê ya dixwaze Tûnisê kontrol bike, edîtorê L’Avenire di Sardegna (Siberoja Sardînyayê) Giovanni De Francesco, helbestvanê libnanî Yûsif Baxus dixe kar da ku pê rojnameyeke bi erebî Al-Mustaqill (Serbixwe) derîne. Ev hewldanên propogandayê wê bi serkeftinê tacîdar nebin, ji ber ku Fransa di gulana 1881ê de li Tûnisê bicih dibe. (4) Rola hilweşîner a rojnameya pro-îtalî di çapemenîya fransî de tê şermezarkirin. Baxus dûre wê biçe Parîsê ji bo di Al-Bassir (Feraset)ê de bixebite. Ev jî kovareke hefteyî ya ji bo berjewendîyên Fransayê ye û hedefa wê ew e tesîrê li girseyên xwende yên ereb bike. Bi guhertineke fikrî ya ji nişka ve, ji alîyê Le Figaroya hingê ve tê silavkirin û bi bextîyarî destnîşan dike ku Al-Bassir «berevajîyê tiştên ku Mustaqillê îdîa dikir, dibêje». (5)

Gelê ereb li hemberî vê rewşê çawa tevdigere ? Weşanên ku bi awayekî zêde vekirî xwe dane propagandayê gelek caran ji alîyê xwendevanên xwe ve tên terkkirin. Hebûna van cure weşanan wextî ye ji ber ku nikarin zêde xwendevanan peyde bikin : mirov pê tengezar dibin, gelek caran ji zimanên ewropî xirab tên wergerandin, stîla wan bi mubalexe bi girseyên xwende û yên li pey derbaskirina wextekî xweş re nagunce. Xwendevanên ereb rêzenivîsan, îlustrasyonan dixwazin. Ji bo cezbkirina wan, divê naverokên xweser û resen werin hilberandin. Di konteksteke alozîya ronakbîrî de li gelek alîyên cîhana erebî (Misir, Lubnan, Tûnis), xwendevan herweha li pey lêgerîna gotina azad, serbixwe ne û ev jî ji alîyê weşanên hikûmetan ve gelek caran pir xirab tê kirin.

Ev e sînorê van hewldanên dewletî. Li komegiravên fireh ên kafeyan ku ji Fasê heta Basrayê dirêj dibin, nûçeyên dawî tên lêkolînkirin, weşanên fermî tên nirxandin û hewl didin texmîn bikin ka li pişt wan kî xwe vedişêre. Raya giştî naxwaze agahîyên ku jê re tên pêşkêşkirin daqurtîne û her tim amade ye bi lez biçe li deverên din li van agahîyan bikole.

* Dîrokzan û mamosteyê qedîm ê zanîngeha Cambridge. Nivîskarê berhema Nûçeyên Elektîrîk li Cezaîra Mêtingeh -, (2019, Çapemenîya Zanîngeha Oksfordê).

________

(1) Gabriel Tarde, Nêrîn û Girse, 1901. Benedict Anderson, xeyalsazîya neteweyî, 1996.

(2) Ji Cezaîra fransî ber bi Cezaîra cezaîrî, , Weşanên Bouchène, Alger, 2005

(3) «Gavên pêşî yên çapemenîya fermî bi Lissan al-Maghrib», Zamane, Kazablanka, 29 çileya paşî 2019.

(4) Binêrin li «1881, ‘‘sîleya’’ Tûnisê: vegera ser qonaxa ku bi berdewam mohra xwe li têkilîyên fransî-îtalyan daye», Francetvinfo.fr, 2 sibat 2019.

(5) Pierre Giffard, «Joseph Bokhos», Le Figaro, 19 çileya pêşî 1881.

Wergera ji fransî: Baran Nebar