Nurettin Erkan

WENESAZE VE HEJMARE
Translator

nurettin-erkan

Nurettin Erkan, li bakurê Kurdistanê hatîye dinê û zarokatîya wî li bajarê Amedê derbas bûye. Niha li Amerîkayê, li bajarê Madisonê jîyana xwe didomîne. Li Bedlîsê dibistana mamostetîyê kuta kirîye. Dûre Beşa Endezyarîya Berhemên Avî ya Unîversîteya Stenbolê û herweha li Zankoya Mimar Sinanê jî li ser Hunerên Bedew beşa wêne perwerdahî dîtîye.

Pêşangeha xwe ya yekem, li Stenbolê, li Muzeya Çapemenîyê pêşkêş kîrîye. Bi hin hevpîşeyên xwe re Dibistana Hunerên Bedew ya Akdenîzê damezirandîye. 1500 şagirtên ku li vê derê perwerdahî dîbînin û mezûn dibin, hem li welêt û hem jî li derveyî welêt wekî hunermendên profesyonel xebatên xwe didomînin.

Di sala 2003yan de ji bo pêşangeheke navneteweyî bo Londonê tê vexwendin. Wêneyên wî, di koleksîyonên hunerî yên Londrayê de cihên xwe digirin. Ansîklopedîya hunerî ya Londrayê, wî jî dêxe nav ’’Hostayên îroyîn’’. Di nava şandeya rêveberîya organîzasyona hunerên plastîk yên navneteweyî de, ku di bin sîwana UNESCO şaxê Tirkîyeyê de ye, cihê xwe digire. Di vê heyamê de, di fûara hunerî ya TÛYAPê de, wekî kûreatorê pêşangehê kar dike. Dîsa di heman fûarê de, ji bo bîranîna kurdên sivîl ku li başûrê Kurdistanê di çarçoveya Enfalê de ji alîyê Îraqê ve hatibûn qetilkirin, enstalasyoneke boyaxî ya bi mezinahîya 25m x 2m, pêşkêş dike.

Di sala 2006an de ji bo Bîenala Wêne ya Navneteweyî a 5em ku li bajarê Pilsen yê Komara Çek çêdibe tê vexwendin. Di sala 2017an de xelata mezin ya Bîenalê digire. Herweha, di heman salê de li Bîenala Taşkentê ya Ozbekîstanê dîplomaya fexrî werdigire. 

Wêneyên hunermend Nurettin Erkan heta niha li welatên wekî; Belçîka, Komara Çek, Yûnanîstan, Îngiltere, Fransa, Moldovya û Amerîkayê di pêşangehan de hatine pêşkeşkirin.

Li gor nêrîna hunerî ya wênesaz, hewce nîne ku meriv li ser wêneyan serî li şirove û vegotinan bide û didomîne: ’’Divê wêne bi xwe vê yekê bide der. Zimanê xweser/taybet yê her wêneyekî heye. Hewcedarîya wêne bi metnên binî nîne. Heger hebe, ji xwe ew ne berhemeke hunerî ye.’’

Erkan, di berhemên xwe de cihekî taybet dide anatomîya însên. Nexasim bi teknîkên nû yên boyaxa rûnî û ji perspektîfên cuda, anatomîyê diresmîne.

Di der barê hunermend Nurettin Erkan de ji bo zêdetir agahî hûn dikarin ji malpera wî sûd werbigirin.

www.nurettinerkan.com

Amadekar:

Hasan Hüseyin Deveci

 

Wergera ji tirkî: 

Yado Ciwan