Lîbya, qada qayîşkêşana rûs û tirkan

Li welatekî di nava toz û dûmanê de dijberî û li hev nêzîkbûnên jeopolîtîk

Li nava şerê sîvîl, şanoya lîbyayî  dibe navneteweyî, bi taybetî jî li gel zêdebûna leşkerên bi pereyan kirêkirî, ku rola wan ji ya hêzên besît ên alîkar pir zêdetir e. Rûsya û Tirkiye, her yek jê bi destekdayîna kampeke cuda û dijber, li dijî hev xuya dikin. Lê belê, ew ji bo heman parvekirinê dilîzin û xeyal dikin talanên ji Lîbyayeke parçekirî bên rakirin di nava xwe de parve bikin.

Translator

libya

Ji dema serhildana gel a sibata 2011an a berîya destwerdana hewayî ya hêzên Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) û mirina serokdewletê wê Muammer Qedafî û vir ve, Lîbya ketîye nava pençeyên kaos, parçebûn û destwerdanên derveyî. Sê herêmên kevneşopî yên welêt veguherîne parçeyên ji hevqetandî yên birakujîyê. (1) Li Rojhilat, herêma Sîrenayka, navenda parlemena nûnerên Bingazîyê, bûye keleha biryargeh a mareşal Xelîfe Haftarê xwe wekî serokê Artêşa Niştimanî ya Libyayê (ANL) îlan kirîye. Li Rojava, li Trablûsê, hikûmeta ehwenî şer a Lihevhatina Neteweyî (HLN) heye û ji alîyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY)ve hatîye venasîn û rengê wê yê sîyasî pir nêzî yê Îxwanî Muslimîn e. Herêma pir-qewmî ya Fezzan a li Başûr jî, ku lê ji çara yekê petrola Lîbyayê derdikeve, mîlîsên Tûbûsî serdest in, ew jî xwe li nava her du alîyan parve dikin.

HLN ango hikûmeta Trablûsê jixwe eşkere ye ku ji desteka aktîf a Tirkîyeyê sûdê werdigire. Di asteke kêmtir de Qeter jî destekê didê, wekî din Îtalya û Almanya jî hinekî din bi dizî piştgirîya wê dikin. Cewhera hêzên wê ji milîsên koalîsyona Fecr Libya (Berbanga Lîbyayê) pêk tê. Li enîya hember, Xelîfe Haftar, sûbayê berê yê artêşa Qedafî berîya veqetîna xwe ya li dawîya salên heştêyî, ew jî milîsên xwecihî û herweha leşkerên bi pere yên sûdanî û çadî li hev kom dike. Xwedîyên wî yên bîyanî jî weha dikarin bên rêzkirin: Misir, Emîratên Yekbûyî yên Ereb û Erebistana Suûdî -enîyeke li dijî Îxwanî Muslimîn- û bi taybetî jî Rûsya ya ku pir dixwaze qada xwe ya livûtevgerê ya li Derya Spî berfireh bike. Fransa jî, bêyî ku benê xwe yê bi Trablûsê re qut bike, tercîha wê ew e ku kampa mareşal Haftar bi ser keve. (2) Di tîrmeha 2019an de, vedîtina fuzeyên fransî li nêzî Trablûsa ku ji alîyê hêzên têkçûyî yên mareşal Haftar ve terkkirî, ev pozîsyona şîlo ya Fransayê derdixist pêş çavan. (3) Piştî salekê, vedîtina gorên komî yên li Tarhûna, ku li wir milîsên alîgirî Haftar ji înfazan berpirsîyar hatin girtin, desteka ji bo mareşal her diçû zehmettir dikir. (4) Wekî endameke herdemî ya Desteya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî, Parîs bi destekdayîna hikûmeta lihevhatinê ya neteweyî, ku heta niha ew tenê ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve hatîye venasîn, mecbûr e girêdana xwe ya bi legalîteyê ve nîşan bide.

Fransa niha li enîya rasterast dij-ber e, li hemberî dewleta tirk a ku ji serê vê salê ve, wekî hêz li Lîbyayê ye. Ji bo Enqerê, eleqeya ji bo vê herêmê digihîje sedsala XVIemîn, serdema ku Osmanîyan herêma Mexrîb dagir kiribû û sê eyaletên bi paytextên Cezaîr, Tunis û Trablûs afirandibûn. Herçendî li Afrîkaya bakur, ji nû ve sazkirina Împeretorîya Osmanî ya di 1920î de parçebûyî, ne mijara gotinê be jî, serokê tirk Recep Tayyîp Erdogan bêdudilî û bi awayekî rêkûpêk behsa mezinbûna wê dike. Û firsetên nîşandana kabîlîyetên pêşdeçûna artêşa xwe li wêdetirî sînorên xwe zêde dike: dagirkirina li bakurê Sûrîyeyê, destwerdana li Kurdistana Iraqê û li Libyayê, projeya baregeha li Yemenê, bicihbûna leşkerî li Qeterê û tehdîda bicihbûna ji alîyê leşkerî ve li tenişt Azerbaycanê di pirsgirêka Qerebaxa Jorîn de. (5)  Ev giş daxwaza berfirehkirina qada nifûzê ya dewleta tirk nîşan didin. Di sala 2018an de, Yeni Akit, rojnameyeke alîgirê hikûmetê, piştî bi navkirina deh welatên ku leşkerên tirk lê hatine bicihkirin, bêdudilî ev îdîa dikir: «Tirkîye vedigere ser xakên xwe yên osmanî.» Ev dilbijîya vegirkarîyê herweha bi careke din pijandina doktrîna deryayî ya di sala 2006an de ji alîyê amîralê xanenişîn M. Cem Gurdenîz ve xeyalkirî û ji alîyê Mavî Vatan (Welatê şîn) ve ji nû ve zindîkirî, bi gewde dibe. Eva dawî pêşekîyê dide ewlekarîyê, welew dîplomasî pê feda jî bibe-desteka Enqerê ji bo hikûmeta Trablûsê vê yekê bi awayê herî zelal nîşan dide.

Lîbyaya ku xitimîye li nava şerekî sîvîl ê bi tu awayî dawî lê nayê, tevî konferansên agirbestê jî (ya dawî li Berlînê di çileya pêşîn a 2020î de hat lidarxistin) ji bo hêzeke herêmê ya biryardar wekî fetheke hêsan xuya dike. «Xenîmeteke» ku wê alîkarîyê bide serok Erdogan ji bo ji nû ve xurtkirina otorîteya xwe li ser civaka ku her diçe zêdetir bi rexnegirî bersivê didê çawa ku têkçûna AKPê, partîya ku ew anî ser deshilatîyê jî vê nîşan dide. (6) Di hilbijartinên dawî yên şaredarîyê yên adara 2019an de muxelefetê şaredarîyên Stenbol û Enqereyê bi dest xistin. Wekî nîşaneke van zehmetîyan, AKP îsal bi parçebûnan re rû bi rû ma. Ev di heman demê de bû şahidîya lihevnekirinên cidî di formasyona nav serokatîyê de jî. Wekî ku rojnamevan Fehîm Taştekîn di malpera Daktîlo 1984an de destnîşan dike: «Sîyasetên hundir û derve yên Tirkîyeyê li nav hev ketine. Sîyaseta derve dibe ardûyê sîyaseta hundir.»

Serketina «sultan»ê Enqerê

Di çavên Enqerê de, Lîbya jî «baregeheke gavavêtinê» ye ji bo pêngava wê ya vegirtina aborî û îdeolojîk bi rêya ji nû ve dest avêtina Afrîkaya sahrayî ya tevnên waîz Fethullah Gulen, hevalbendê berê yê Erdogan heta derbeya biserneketî ya sala 2016an. Ji bo bicihbûna li ser xaka Lîbyayê, serokê tirk tu rêyê paşçav nake: fînansî tevî aborîya wê ya hesas jî, mirovî (bi piranî cîhadîyên di dagirkirina Rojava (7) de şer kiribûn û materyalên leşkerî weke bicihkirina pergalên balafirşikên MIM-23 Hawk û bikaranîna balafirên bêmirov Bayraktar TB2 ku, li gorî çavdêran, di dema şerên berî demek nêz yên li dijî hêzên Artêşa Niştiman yên Lîbyayê yên mareşal Haftar tesîreke mezin kirin.

Heta vê rojê, her tişt wekî ku li gorî dilê «sultanê Enqerê» be, dimeşe. Di 27.11. 2019an de, bi peymana li gel serokwezîrê Hikûmeta Trablûsê M. Feyaz El Serac, wî herêmên aborî yên munhasir ên sehaya parzemînî yên Lîbyayê ji nû ve dest nîşan kirin da ku Tirkîye karibe xwe bigihîne qadên lêgerîn û derxistina gaza xwezayî yên li Derya Spî ya rojhilat, li mintiqeyên ku Qibris û Yûnanistan jî li ser heq îdîa dikin. Ji bo Enqereyê ku ji sedî 84,4ê ardûyên xwe yên fosîl ji derve dikire, bicihbûna li Lîbyayê, sêyemîn welatê afrîkî yê herî zêde zêrê reş îxrac dike, wê rê jê re veke ku xwe bigihîne zengînîyên wê yên petrol û gaza xwezahî.

Serokomarê tirk li ser plana leşkerî bi alîkarîdayîna çar hêzên mezin ên mîlîs ên destekê didin hikûmeta Trablûsê ji bo şikandina êrişên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê û sistkirina dorpêça ku ji nîsana 2019an ve nefes li Trablûsê diçikand, pêngaveke girîng pêk anî. Şikestxwarina hêzên mareşal Haftar bi vî awayî dihat wateya vekirina bergeha fethkirina bajarê peravê Sîrte-ku li vir albay Muammer Qedafî hatîye dinê- di kanûna paşîn a 2020î de ji alîyê hikûmeta Trablûsê ve hatibûn windakirin û herweha fetihkirina balafirgeha qirase El Cufre ya li nava çolê. Helbet ev nayê wê wateyê ku hevalbendên M. Erdogan digihîjin van armancên xwe. 5ê tîrmeha borî, bombardmaneke hewayî ya ji alîyê Rafales ve dihat, baregeha El Watîya ya ku hikûmeta Trablûsê radestî xizmeta Tirkîyê kiribû, hingaft. Ev tevgera ku kesî xwedîtî lê nekir, pêşî xistin stûyê Misira ku balafirên wê yên nêçîrê hesas in ji bo pêkanîna êrişeke wisa ji baregeha hewayî ya Sîdî Barranîya li nêzî sînorê Lîbyayê. Dû re gotin ev îşê Fransayê ye ji ber ku vê dewletê di sibata 2029an de bêdudilî serhildêrên tûbûsî yên ji ber hêzên mareşal Haftar direvîyan dabûn ber bombeyan. Dawîya dawî jî hîpotesa destwerdana Mîrekîyên Yekbûyî yên Ereb derket pêş, ji ber ku eva dawî li Lîbyayê li ser xaka El Xadim xwedî baregehek e û bi vî awayî dikare xwe bigihîne baregeha Sîdî Barranî ya li Misirê. Lê belê kîjan rast be bila be, ev êriş bi her halî, ne mimkin e bêyî rizaya zimnî ya Rûsyayê pêk hatibe. Ji ber vê yekê Rêveberîya Enqereyê tenê bi protestokirinê û bi gefxwarinan nerazîbûna xwe bi sînor kir.

Bi rastî jî Tirkîye mecbûr e hesabê Rûsyayê bike, ji ber ku pêşenga din a dîyarker û biryardar a vê pevçûnê Rûsya ye. Rûsya ku di sefera hilweşîner a sala 2011an de cih negirt, niha dixwaze ji Lîbyayê palpişteke nû biafirîne û bi vê yekê re derfetê bibîne nifûsa xwe heta Mexrib, heta Afrîkaya bin-saharî fireh bike û nifûsa xwe ya li Rojhilata Navîn a bi saya krîza Sûrîyeyê bi dest xistîye zeximtir bike. Leşkerên bi père yên rûs û şervanên din ên sûrîyeyî yên alîgirî Esad ku ji alîyê rêveberîya Moskovayê ve pêşkêşî bikaranînê tên kirin, hebûna sereke ya hêzên M.Haftar in. Gava, ji ber sedemek ji sedeman, ew ji enîya şer kêm bibin, mareşal careke din xwe di nava zehmetîyeke mezin de dibîne, bo nimûne, şikestina wî ya li ber dergehên Trablûsê.

Moskova bûye hosteya «nakokiyên cemidandî»

Di «dosyaya Lîbyayê de» rûs bi firsetbazî û bêexlaqî tevdigerin. Alîkarîyê didin kesê xwe li wan digire lê belê tenê radeya destwerdanê nerm dikin, ji bo ku ew ê tu caran nikaribe bi temamî bi ser keve. Bo nimûne, Mig-29 û Sukhoi-24 di tîrmehê de danîn ser pîstên El Cufra, dûrahîyeke 800 km ji Trablûsê. Ev baregeh li bin kontrola hêzên mareşal Haftar e û hatina balafirên nêçîrê yên rûs hişyarîyeke belaş e ji bo Tirkîye û hikûmeta Trablûsê ku dixwestin ji bo vegirtinê berê xwe bidin îstîqameta Fezan ku binerda wê pir zengîn e ji alîyê petrol, gaza xwezahî û zêr ve û gelek çavkanîyên wê yên girîng ên avê hene. Lê belê balafirên rûs ji bo pêşîgirtina li şikestina hêzên Artêşa Niştimanî yên Lîbyayê, qet nebe li pêşîya Trablûsê be jî, tu destwerdanek nekirin.

Eynî wekî li Sûrîyê, (8) Rûsya li vir jî berê xwe dide dewleta tirk a destekê dide alîyê dijber lê belê, di heman demê de, jê re dibe hevalbendeke aborîyê û herweha hevalbendeke fiîlî ya ku probleman ji NATOyê û Yekîtîya Ewropayê re diafirîne. Ev yek îzah dike ka çima ev nakokî tu caran venaguhere pevçûneke germ. Hevalbendîyeke wisa nakok Pûtîn û Erdogan girê dide. Li ser xakên Sûrîyê û Lîbyayê, berjewendîyên wan her tim hev nagirin lê belê ew bi întîbaha ku didin wekî ku zanin heta kuderê ev û ew dikarin biçin bêyî ku ji sînorên hev îdarekirinê derbas bibin.

Rûsya «pevçûnên cemidandî» pir baş bi rêve dibe. Wê berê jî pevçûnên bi heman rengî li Ukrayna, Gurcistan û Moldavyayê bi rêve birin. Ev rêbaza zêde ne biha jê re nifûseke hilweşîner tedarîk dike û ji bo van welatan, hemû bergehên serlêdana ji bo endamtîya Yekîtîya Ewropa an jî ji bo NATOyê, dixitimîne. Ji bo Moskovayê vekirina enîyeke din li Lîbyayê, dema ji bo ji xwe re çêkirina hejmarek baregehên leşkerî -eynî weke li Sûrîyê- perspektîfeke realîst e. Beza li pey şerekî veşarî, bê serketî, ne jî binketî, tevî daxuyanîyên ji lihevhatinê re vekirî yên wezîrê karê derve yê rûs M. Sergey Lavrov, tercîheke Rêveberîya Kremlînê ye.

Di encamê de, li Lîbyayê, rewşeke «sûrîyeyî» bi gewde dibe, bi awayê parçebûna welêt li gorî herêmên nifûsê, cureyekî li hev dabeşkirina navbera tirk û rûsan a ji parvekirina talanê pêk tê, muhtemelen ne li ser bingeha parvekirineke adil. Û wê banga dawî ya Fransa, Îtalya û Almanyê ya «rawestandina derhal û bê şertûmerc a şer û hilawistina teqwîyeya hêza leşkerî li her derê» (9) wê nebe hêmana dîyarker a guherandina daneyan, eger dosya bala serokê amerîkî Donald Trump nekişîne. Daxuyanîyên sarûgerm ên serokê Misrê Abudlfettah El Sîsî jî, ku pêşî 6ê hezîranê agirbestek pêşnîyar kir bi hêvîya veqetîna «leşkerên bi pere» û jihevxistina milîsan, dû re 20ê hezîranê tehdîda destwerdana bi hêzên bejahî kir, wê daneyên rewşê neguherînin. Bêqabilîyeta artêşa wî ya ku nekarî li Sînayê serhildêran têk bibe, rengê bawerîyê zêde nade tehdîdên wî. Jixwe, Parlamena Misirê jî di tîrmehê de tenê destûr da bicihbûneke leşkerî ya wêdetirî sînor li «enîya rojava» -têkildarî Lîbyayê- ji bo bersivdayîna «mîlîsên çekdar ên sûcdar û hêmanên terorîst ên bîyanî.

Veguherîna dengeya hêzê di navbera tirkan û rûsan de çawa dibe bila bibe, siberoja Lîbyayê wê li derveyî aktorên neteweyî yên pevçûnê yên rola wan daketîye asta fîguranan were lîstin: Li Konferansa Berlînê ne M. Fayez El Sarraç ne jî M. Xelîfa Haftar hatibûn vexwendin. Lê belê, nexasim, nêrîna gelê Lîbyayê jixwe qet nayê pirsîn.

*Nivîskar, endamê desteya weşanê ya Orient Orient XXI. Romana dawî ya weşandî: Retour à Kobané-Vegera li Kobanê, Weşanên A-Eurysthée, Jongny (Swîsre), 2018.

___________

(1) Binêrin li nivîsa Patrick Haimzadeh, « Lîbya li nava lepên milîsan», Le Monde diplomatique, cotmeh 2012.

(2) Cf. Ariane Bonzon, «Li Lîbyayê tesîra felaketwarî ya Fransayê», Slate, 25 hezîran 2020

(3) Cf. Nathalie Guibert û Frédéric Bobin, «Tengezarîya Parîsê ya piştî vedîtina fuzeyan li baregeheke Haftar a li Lîbyayê», Le Monde,10 tîrmeh 2019.

(4) «Şefê NYê beramberî gorên komî yên li Lîbyayê şaşbûna xwe tîne ziman», The Guardian, Londres,13 hezîran 2020.

(5) Binêrin li nivîsa Philippe Descamps, «Rewşa şerê berdewam li Qerebaxa-Bilind», Le Monde diplomatique, kanûna pêşîn 2012.

(6) Binêrin li nivîsa Jean Marcou, «Lêpirsîna wesweseyî ya ji bo desthilatiyeke xurt», Le Monde diplomatique, nîsan 2017.

(7) Binêrin li nivîsa Mireille Court û Chris Den Hond, «Siberroja hilawistî ya Rojava », Le Monde diplomatique, sibat 2020.

(8) Binêrin li nivîsa Akram Belkaïd, «Enqere û Moskova, lîstika ehmeqan li Sûrîyeyê », Le Monde diplomatique, çirîya paşîn 2019.

(9) Daxuyaniya hevpar ya 25ê hezîranê.

 

Wergera ji fransî: Baran Nebar