Fûrîna dîrokî ya leşkerên kirêkirî

Destwerdanên tirk, emîratî, rûsî, sûdanî, sûrîyeyî, yemenî...li Lîbyayê
Translator

Ji sala 2011an ve, Lîbya di nava agir û xwînê de ye. Şerê pêşî yê navxweyî berê artêşa rejîma Muammer Qedafî da ser koalîsyoneke serhildêrên ku bi mudaxeleya hewayî ya Rêxistina Peymana Atlatîka Bakur (NATO)yê dihatin destekkirin. Şer û pevçûnên duyemîn jî di sala 2014an de dest pê kirin. Ji vê tarîxê û şûn ve ev welat di navbera hêzên girêdayî Hikûmeta Trablûsê û artêşa bi navê niştimanî ya Lîbyayê ya bi pêşengîya mareşal Xelîfe Haftar ku navenda wê Bîngazî ye, kete nava pêvajoya parçebûnê. Ev şanoya şervanan ne tenê ji bo pevçûnên wekaletî ku gelek hêz têde cih digirin qadeke musaît e, bo nimûne li milekî Misir, Mîrekîyên Yekbûyî yên Ereb û Rûsya -hevalbendên M. Xelîfe Haftar- û li milê din Tirkîye û Qeter ku destekê didin hikûmeta Trablûsê. Ev herweha dibe qada şer ji bo leşkerên kirêkirî yên ji herderî tên. Ji dema hewldana veqetandina herêma Biafra li Nîjeryayê (1967-1970) û vir ve, tu caran xaka afrîkî ewçend «kûçikên şer» ber bi xwe ve nekişandibûn. Her çendî pala xwe bidin mîlîsên xwecihî jî, her du kamp jî ji desteka hêzên kontrolkirî yên bi pereyan kirêkirî sûdê werdigirin. Li vir leşkerên kirêkirî, ne ew kesên «beredayî» ne, ku berî demeke dirêj li çend meyxaneyên London an jî Brukselê dihatin anîn. Ji 1960î ve, mesleka şervanîyê bi pêş ketîye û şirketên li gelek noqteyên şerên germ ev kar ji xwe re kirine pisporî. (1)

Secopex, çawa ku xwe dide nasîn, şirketeke fransî ya «desteka stratejîk û operasyonel», yek ji şirketên pêşî yên leşkerî yên şexsî ye ku li Lîbyayê bi awayekî fermî faalîyet meşandine. 11ê gulana 2011an, patronê wê, Pierre Marziali, assûbayekî berê yê li 3. Alaya paraşûtvanên pîyadeyên deryayî ya Karkason bû. Ew li Bengazîyê ji alîyê hêzên ewlekarîyê yên Desteya neteweyî ya hikûmeta wextî (CNT) ve hat kuştin. Wê demê CNTyê serhildana li dijî rejîma Muammer Qedafî birêve dibir. Çar zilamên wî jî hatin girtin. Li gorî agahîyên ku wê demê hatin weşandin, Secopex xizmetên parastinê didan rojnamevan û personelên rêxistinên der-hikûmetî (ONG) yên li herêmê bûn. Lê belê guman hê jî zêde ne ku ew endamên Secopexê rasterast tevlî nava peçvûnên li Lîbyayê dibin.

Li gorî CNTyê her pênc fransî jî «karûbarên der-qanûnî yên ku ewlekarîya Lîbyaya azad dixistin xetereyê» didan meşandin. Gelo Secopex bi xwe li ser hesabê CNTyê dixebitî, berîya ku pê re bikeve nava nakokîyan? Bi fêrbûna mirina Marzialî re, çavkanîyên anonîm ketin nava livûtevgera bênirx nîşandana vê şirketê. Çavkanîyên mijara gotinê îdîa dikirin ku qanûna fransî destûrê dide karûbarên konseyê û formasyona leşkerî li welatên din, lê belê destûrê nade tedarîkkirina leşkerên kirêkirî. Wê demê sûbayekî fransî yê ji bo perwerdekirina milîsên taybet li Peravên Îvorîyê ev şirket pê re ketibû nava danûstandinan, ji ajansa nûçeyan a fransî AFPê re weha diaxivî: «Secopex, li cîhana leşkerî pir xirab tê pêşwazîkirin, ew li ser sifra herkesî rûdinê, ji her etîk û sincê bêpar e. Ew ê qebûl bike ku ji bo serokdewletekî xwînrêj jî bixebite lê herweha ji bo dijberên wî jî, bi wî şertî ku pereyê berdêla vê yekê bidinê ». (2)

Heta hilweşîna wî ya di çirîya pêşîn a 2011an de, leşkerên kirêkirî yên Muammer Qedafî jî wê pir bibin mijara gotinê. Piranîya wan ji Çad, Malî an jî Senegalê hatibûn. Hin ji wan bûn endamên «Lejyona Îslamî» ya li gorî modela Lejyona bîyanî ya fransî, ji alîyê «Rêberê Bilind» ve hatibû sazkirin. Dû re bi sazkirina komên kuştinê yên ji bo perçiqandina serhildana meha sibatê li Bîngazîyê derket holê, hatin sûcbarkirin. (3) DYA bi axaftinên sûcbarkirinê yên têkildarî lîderê Lîbyayê li ser vê mijarê rawestîya. Mme Hillary Clinton di sibata 2011an de, li civîneke Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî digot: «Em dixwazin ku Qedafî biçe û ji nû ve bang li leşkerên xwe yên kirêkirî bike».

Çeteyên kuştinê

Di pey re, li her du alîyan jî, ji bo peydekirina leşkerên kirêkirî yên di mijara leşkerîya hewayî de pispor lêgerînê dest pê kir. Di 2014an de hem Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya mareşal Xelîfe Haftar, hem jî Hikûmeta Lihevhatinê ya Neteweyî ya li Trablûsê her yek jê ji bo zeximkirina hêzên xwe yên bejahî, dikevin nava hewldana çareserkirina pirsgirêka têkildarî kêmasîyên hêza xwe ya hewayî. Destekvana kêlîya pêşî ya M. Haftar, welatê Mîrekîyên Yekbûyî yên Ereb balafirokên çandinîyê yên li bombeavêjên tîpa AT-802 veguherandî û balafirên bêmirov ên biçek ên çînî WingLoong2 radestî wî dike. Emîrat herweha pereyan didê û ekîpmanên ji bo veguherandina balafirgeha biçûk a El Xadim li baregehe mezin a hewayî jê re tedarîk dike. Lê belê hingê pirsgirêkeke pir girîng xwe dide der. Wê kî van balafiran bifirîne? Abû Dabî lîbyayîyan têr kalîfîye nabîne û hê kêmtir jî bawerî bi wan tîne. Ew bawer dike ku kêmasîyên derketin holê wê bi kêrî hikûmeta Trablûsê bên. Wekî din, ew naxwaze pîlotên xwe jî pêşkêşî xizmeta Haftar bike, ji ber ku yek ji wan were girtin ev ê bibe îspatek ku qralîyeta biçûk a Kendavê rasterast tevlî nava vê pevçûnê bûye.

Şirketa bi navê Reflex Responses (R-two), ku di 2011an de li Abû Dabî ji alîyê patronê berê yê şirketa ewlekarîyê Blackwater, M. Eric Prince ve hatibû avakirin, dibe çareserîya vê pirsgirêkê. Vê şirketê ji bo derefetê bide Emîratê ku «lejyoneke bîyanî» ya ji 800 kesan pêk tê  -ku hin ji wan kolombî bûn û di nava rasta tûndrew a welatê xwe de wekî mîlîs cih girtibûn- bi kar bîne, pê re peymaneke bi berdêla 529 milyon dolarî ji bo 5 salan îmze kiribû. Emîratê bi vê yekê dixwest amade be li hemberî tofana bi serhildanên ereb rabûbû û herweha karibe bersivê bide her hewldaneke bêaramîkirinê ya bi taybetî ji alîyê Îranê ve were pêşxistin. Di encamê de vê şirketê bi xwe, ango Reflex Responses ji bo Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê personelên venêrîna balafiran û herweha pîlot peyde kirin.

Li rojavayê Lîbyayê, rêveberên hikûmeta Trablûsê dikarin xwe bispêrin çend balafirên rizgarkirî ji hilweşîna fîloya hewayî ya Muammer Qedafî ya ji alîyê hêzên NATOyê ve hatibû bombebarankirin. Wan herweha du balafirên Mirage F1 ku pîlotên wan di destpêka serhildana gel de ji bo welatîyên xwe bombebaran nekin, revîyabûn Maltayê, bi dest xistin. Li hemberî vê rewşê, desthilatîya Trablûsê pîlotên kolombî, portugalî û heta amerîkî kirê dike. Mekanîsyen ji Ukrayna, Gurcistan û Ekwatorê tên, ev personel giş li «Misrata Airforce Academy-Akademîya Hêzên Hewayî yên Misrata» ji nû ve tên sinifandin.

Hikûmeta Trablûsê dikare herweha xwe bispêre desteka dewleta tirk a ku dronên wê yên TB-2 di şerê hewayê de avantajeke berbiçav danê û hevalbendê rûs ê mareşal Haftar neçar hişt di gulana dawî de bi Mig 29an destwerdanê bike. Rûsyayê bêyî ku tu îşaretekê bide an jî xwe bide nasîn ev destwerdan kir, lê belê tê zanîn ku Mig 29 ji baregeha rûs a Hmeimim a Sûrîyê rabûbûn. Jixwe pisporekî rûs ê pirsgirêkên parastinê jî vê yekê weha îzah dike: «Bikaranîna van balafiran nîşan dide ku Rûsya dikare li Lîbyayê qabîlîyetên leşkerî yên girîng bi pêş bixe û wan bixe nava livûtevgerê».

Ji bilî qada hewayî, herweha kontrolkirin û parastina qadên petrolê jî bangeke girîng e ji bo leşkerên bi kirê yên bîyanî, çi yên xwedî vê statuyê çi jî yên li gel mutahîdên (contractors) ewlekarîyê dixebitin. Ji bo pêkanîna razemenîyê li herêma Hîlal a petrolê -perava ku Kendava Sîrteyê vedigire- navenda piranîya termînalên petrolê, mareşal Haftar karî pala xwe bide desteka hêzên sûdanî ku berdêla wan a pereyî ji alîyê Abû Dabî ve tê dayîn. Bi awayekî fermî, ew tenê wezîfedarên ewlekarîyê ne û ji bo parastina tesîsên petrolê hatine bicihkirin. Di rastîyê de, zilamên korgeneral Muhammed Hamdan Daglo, bi nasnav Hemmetî (« xwedîyê min ê parastinê», bi erebîya sûdanî), ku hinan ji wan li Darfûrê şer kir, piranîyê pêk tînin li nava hêzên ku Mareşal ji bo êrişên ber bi rojava û başûrê welêt ve bikar anîn.

Li gel Mîrekîyên Yekbûyî yên Ereb, Rûsya hêzeke din a sereke ye ku hêmanên çekdar peyde dike ji bo xistina bin xizmeta Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya Mareşal Haftar. Di nîsanê de, pisporên wezîfedarkirî yên Neteweyên Yekbûyî raporek dan Konseya Ewlekarîyê û tê de bal kişandin hebûna hejmareke mezin a şirketên ewlekarîyê yên rûsî li sehaya livûtevgerê. (4) Yek ji wan, Russkie System Bezopasnosti (RSB Group), aîdî leşkerekî berê M. Oleg Kinitstyn e. Ev şirketa ku ji 2016an ve li Lîbyayê ye, li tesîsên petrolê û qadên rizgarkirî ji hêzên hikûmeta Trablûsê, bi karûbarên derxistina teqemenîyan radibe. Ew herweha ji venêrîna alavên hewayî yên ji alîyê hêzên Mareşal Haftar ve tên bikaranîn, berpirsîyar e. Lê belê rapora Neteweyên Yekbûyî bi taybetî balê dikşîne ser rola personelê şirketa ChVK Wagner ku hejmara wan, her çendî zehmet be jî were hesabkirin li gorî pisporan, texmînen wê di navbera 800 û 1 200 kesî de be. Hejmareke girîng ji wan ku li Sûrîyê şer kirine, li tenişt şervanên sûdanî û çadî li nava êrişa bihara 2019an a Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ji bo zeftkirina Trablûsê pêk anî, cih girtine.

Tevî ku hejmareke mezin leşkerên wî hene, çima mareşal Haftar qebûl kir ku leşkerên bi kirêkirî tevlî şer bibin û xwe da ber rîska çandina tovên şikandina bawerîyê ya gelek lîbyayîyên ku tênagihin, wekî ku kesekî ji Mîsratayê li ser facebokê dinivîse, «ku xiristîyan di berdêla pereyan de welatîyên libyayî dikujin?»  Ji bo lêkolînerê ensîtuya Clingendaele li Laheyê Celal Harşawî, ev tê wateya wê yekê ku mareşal hay ji daketina moralê hêzên xwe yên leşkerî heye: «Mirina li sedan kîlometre dûrî mala xwe ji bo zeftkirina Trablûsê zêde coş nedida leşkerên ji Bingazîyê, bi taybetî jî dema ku hêzên hikûmeta Trablûsê bi berxwedaneke xurt parastina bajêr dikir. Leşkerên kirêkirî derfetê didin mareşal Haftar îtîbarê winda neke li cem eşîrên ku wê tehamul nekin li hemberî windahîyên zêde li nava refên xwe.» Pevçûnên pêşî jixwe têra xwe hilweşîner bûn ji bo hêzên ChVK Wagner, şirketa rûs a ku di rojekê de çil elemanên xwe winda kirin. Dû re, leşkerên kirêkirî dij-êrişa hêzên Trablûsê ancax karîn bi mayinkirina xakên terkkirî bi derengî bixin. Stratejîyeke ku mareşal Haftar ji şikestina bi temamî rizgar kir.

Li Trablûsê, berdêla tirka ChVK Wagner grûba SADAT International Defence Consultancy -şêwirmendîya navneteweyî ya parastinê- ye. Ev koma di 2012an de bi destê generalekî berê yê hêzên taybet ên artêşa tirk, M. Adnan Tanriverdi -nêzîkî serokomar Recep Tayyip Erdoğan- hat avakirin, bi hevkarîyeke nêz a servîsên îstîxbaratî yên Enqerê kar dike. Hevparê M. Fawzi Boukatif, şefê Tûgayên Şehîdên 17ê Sibatê, hêzeke mîlîsan a destek daye rûxandina deshilatîya Mûammer Qedafî, M. Sadat ji perwerde û kontrolkirina şervanên sûrîyeyî berpirsîyar e. Ev şervanên sûrîyeyî di kanûna 2019an de ji bo zeximkirina artêşa Trablûsê ji alîyê dewleta tirk ve hatin «îthalkirin». Di nava wan de şervanên Heyat Tehrîr El Şam, koma cîhadî ya ji alîyê Waşîngtonê ve li ser lîsteya rêxistinên terorîst hatîye qeydkirin jî hene.

Wekî ku çavdêrekî baldar ê pevçûnê dest nîşan dike, «şervanên sûrîyeyî yên ji alîyê dewleta tirk ve kirêkirî û hemkarên wan sûdanî yên li kampa dijber ên ji alîyê Abû Dabî ve kirêkirî li nava şerekî ku wan eleqedar nake, bi rola mertalên zindî yên topê radibin.» Ji meha hezîranê ve, agahîyên ji alîyê çapemenîya erebî ve weşandî -lê belê ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve piştrast nekirî- didin zanîn ku li Lîbyayê herweha şervanên yemenî yên aîdî partîya El-Islah (Birayên Musliman) ku ji alîyê dewleta tirk ve biçekûrextkirî, hene. Li hember, ji bo hê jî dijwartirkirina rewşeke ku jixwe têra xwe tevlîhev e, mareşal Haftar di somestra pêşî ya 2020î de hêzeke destek a ji sedan leşkerên sûrî pêk tê pêşwazî kir. Rejîma M. Beşar El Esad ev hêz wekî nîşaneke piştgirîyê jê re şandîye.

Şerê bi înternetê

Leşkerên kirêkirî yên di pevçûnên Lîbyayê de çalak in, çi yên li ser hesabê Tirkîyê, çi jî yên li ser hesabê Rûsya an jî Emîratê li vir in, ne tenê ji bo teqandina çekan tên bikaranîn. Lêkolîneke ku ji alîyê zanîngeha Stanfordê ve hat weşandin, nîşan dide ku şer herweha dirêjî Înternetê dibe û li vê qadê şirketên taybet ên rûs, ku yek ji wan Wagner e, ji înformatîsyenên misirî destekê werdigirin, tevneke girîng a rûpelên Facebookê û malperên alîgirî mareşal Haftar zindî dikin. (5) Heman lêkolîn wekî din radixe pêş çavan ku Rûsyayê herweha rahiştîye karûbarê biserûberkirin û nûjenkirina televîzyona fermî El Cemahîrîya -«dengê» rastîn ê Qedafî li serdema wî ya muhteşem- ku studyoyên wê jî veguhestine Qahîreyê.

Delîleke din a hebûna vê hêza bi kirê ya înformatîkê ku alîyê tirk wisa xuya ye ku hê di vî warî de razemenî nekirîye, di meha gulana 2019an de li Trablûsê ji alîyê hêzên ewlekarîyê yên Hikûmeta Trablûsê ve girtina M. Maxim Shugaley e. Pisporê sîyasî yê xizmetê dide Weqfa parastina nirxên kevneşopî li Moskovayê, M. Shugaley ji bo lêkolînkirina rewşa mirovî, çand û sîyasî bi awayekî fermî li Lîbyayê bû. Di rastîyê de, rayedarên Trablûsê ji ber sedemên têkilîyên wî yên muhtemel ên bi grûba Wagner û tevlîbûna wî ya nava şerê elektronîk ê ji bo M. Haftar hate meşandin, wê biryara girtina wî dabe. Li gorî agahîyên din, M. Maxim Shugaley, di çarçoveya bergeha çareserîyeke sîyasî ya demdirêj de li ser îhtîmala vekişîna mareşal Haftar, herweha plan dikir ji bo kurê dîktatorê têkçûyî, M. Seif Al-Islam Kadhafi, îmajekê çêke. Çi li qadên şer çi jî li yên înternetê, wekî ku êdî tu mafekî lîbyayîyan ê gotinê tune.

* Rojnamevan, pisporê pirsgirêkên leşkerî û gerînendeyê weşana malpera MENA Defense.

_______

(1) Philippe Leymarie bixwînin. “Li Afrîkayê kuçikên şer yên nifşa nû’’. Le Monde diplomatik, Sermaweza 2004an.

(2) Francetvinfo, Paris, 17 gulan 2011, www.francetvinfo.fr

(3) «Kî ne leşkerên kirêkirî yên Qedafî?», Europe 1, Paris, 1ê adara 2011an, www.europe1.fr

(4) «Lîbya: leşkerên kirêkirî yên rûs û leşkerên sûrîyeyî yên destekê didin mareşal Haftar, li gorî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî», France 24, Paris, 7 gulan 2020, www.france24.com

(5) «Şîlokirina xetên azadiya Medyayê: koma bi Prigozhin re têkildar, weşana medyaya Lîbyayê fînanse dike», Stanford Internet Observatory, 20 adar 2020.

Wergera ji fransî: Baran Nebar