Ronesansa pêşengan

Sînema

Jibîrkirîyên dîrokzanan, derhêner an jî senarîstên jin hê li destpêka sedsala XXemîn, wekî beşdarên çaxê zêrîn ê sînemaya bêdeng, bi dehan dihatin hejmartin. Li nava wan, Lois Weber, a jiyana rojane ya amerîkiyan û mijarên civakî, dinirxandin, piranîya berhemên wê şewitîn.

Translator

afiş

Di 1896an de, salek piştî çêbûna sînematografîyê, Alice Guy a fransî, bîst û sê salî, fîlmê La Fée aux choux-Perîya keleman dikşîne. Ev fîlmê 51 sanîye wê dike yekemîn nivîskara fîksîyona xweşxeyalî ya dîroka sînemayê û herweha yekemîn sînemavana jin. Ew karûbarên xwe yên derhênerîyê dirêjahîya bîst salan, li Fransayê û Amerîkayê ku li wir, li gel mêrê xwe Herbert Blaché, didomîne û şirketa xwe ya hilberînê li nêzî New Yorkê saz dike. Ew bi sedan filmên metraj kurt û dirêj çêdike, berîya ku xwe bavêje meydana şer, lê êdî ji hal ketî, ji ber ferqnekirina di wext de ku siberoj li Hollywoodê bû. Ew bi her halî hat paşguhkirin, jibîrkirin, heta ji berhemên xwe bêpar hat hiştin, bo nimûne dîrokzanê sînemayê Georges Sadoul navê wê jî bibîr nayne. Piştî ku wê dawîya dawî li Fransayê komek temaşevan peyde kirin -ji 2017an ve, xelatek li ser navê wê tê dîyarîkirin ji bo derhênerên jin da ku nebûna wan a li ber çavan li seremonîyan were telafîkirin-, ew niha li Amerîkayê (DYA) mijara belgefîlmeke Pamela R. Green, Be Natural e. Ev belgefîlm a bi jêr-navê Jîyana veşartî ya d’Alice Guy-Blaché hat çêkirin, ji alîyê aktrîstên femînîst ên wekî Jodie Foster ve bi şiroveyên bi coş hat teqdîrkirin. (1) Li gel vê yekê jî, ev venasîn fikrê ku cîhana sînemayê berdewam ji xwe re çêdike, qet naguherîne: gerdûna mêran, ku Alice Guy ancax bi saya kalîteyên xwe yên awarte karî dest lê werde.

Lê belê ev vîzyoneke gumanbar e: di navbera 1908 û 1920an de, li nava hilberînerên hunera heftemîn ne tenê jineke pêşeng heye. Tenê li nava jêrenoteke rûpela La Parade est passée-Meşa merasîmê derbas bû, ku şahesera derhêner û dîrokzan Kevin Bronlow a derbarê sînemaya bêdeng a Hollywoodî de ye, heşt nav cih digirin. (2) Di lêkolînên roja me de, bi dehan nav hene ku îmza xwe avêtine bin zêdetirî 200 fîlman an jî rêzefîlmê pir populer ku di wan de her hefte em beşeke nû ya serpêhatîyên qehremanekî dilovan dişopînin.

Di 1918an de, ji sed fîlmên ji alîyê studyoya Universel ve hatin kişandin, bi qasî bîst jê, wê ji alîyê jinan ve hatibin çêkirin. Ew wekî din bi hejmareke mezin dikevin nava xebata nivîsandina senaryoyan û dibin xwedî hostetîyeke ku wê pir bi kêrî wan were, nexasim jî gava ku metraja dirêj bibe norm. Ew ê hingê karibin bi temamî tevlî çaxê zêrîn ê sînemaya bêdeng bibin û hin nav jixwe ji mêj ve bûne efsane: June Mathis bi Les Quatre cavaliers de l’apocalypse-Çar siwarîyên mahşerê, bi derhênerîya Rex Ingram (1921) an jî Ben Hur, ê Fred Niblo (1925); Anita Loos, bi Intolérance-Ne-xweşbînî yê David Ward Griffith (1916) û Les hommes préfèrent les blondes-Zilam zerikan tercîh dikin, ê Malcolm St Clair (1928), yekemîn adaptasyona romana wê (1925) dû re ji alîyê Broadway ve ji nû ve hat çêkirin û ji vê yekê Howard Hawks di 1953an de wê versîyoneke navdar hilberîne; Frances Marion, bi Le Fils du Cheikh-Lawê Şêx (1926) ê George Fitzmaurice, bi lîstikvanîya Rudolph Valentino, Le Vent-Ba (1928) ê gewre Victor Sjöström, û hwd. Heta Cecil B. DeMille ê pir paşverû ku wê ji vê femînîzasyonê gazinan bike, ew bi xwe jî wê bi senarîsta jin Jeanie Macpherson re bixebite. Ev senarîsta pir berhemdar (Forfaiture, L’admirable Crichton-Sonda xwe xwar, Crichtonê dilovan...) wê herweha pir bi kêrî meşhûrbûna wî jî bê.

Bi piranî, jinên ku derbasî derhênerîyê dibin pêşî senarîstîyê dikin. Bo nimûne Frances Marion (1888-1973), a ku wê sê fîlman çêke, pêşî senarîst bûye. Ev giş beşdarîyên girîng in ku ji alîyê dîrokzanan ve wê hatibin paşçavkirin û ji ber vê yekê di salên 1920î de wê jin adeta li derveyî derhênerîyê bên hiştin. Karîyer û mayîndebûna muhteşem a Lois Weber (1879-1939) şahidîya vê yekê dikin. Weber a xwedî fikrên evanjelîst û rihê misyonerîya Church Army Worker (hemtaya Artêşa Rizgarkirinê), dibe derhênera pêşî ya filmekî dirêj (Le Marchand de Venise-Bazirganê Venîsê, 1914). Ew dirêjahîya zêdetirî 20 salan karê derhênerîyê dike û ew ê bibe yekane kes li gel Dorothy Arzner (1897-1979) ku dê îmza xwe deyne hem bin filmên bêdeng hem jî yên bideng .

Berevajîyê hevxwişkên xwe yên, ku di salên 1920an de piştî çêkirina tenê çend fîlman ji bo heta hetayî ji ber çavan winda bûn, Lois Weber di navbera salên 1911 û 1938an de îmza xwe datîne bin xebateke dewasa ku herî hindik ji 200 fîlmên kurt û 30 fîlmên dirêj pêk tê. Ew ê herweha bibe derhêner«ê» xwedî meaşê herî bilind ê Hollywooda berîya şer, ji ber ku tevî ku ew bi mêrê xwe re dixebite, gumana tu kesî tune ji serdestîya wê ya di berpirsîyarîya berheman de -bi giranî, ew senaryoyan, bin-nivîsan dinivîse, dilîze, bi rê ve dibe, dekor û kincûbergan destnîşan dike-. Di 1915an de, li gorî bîyografîsta wê Shelley Stamp, (3) ew di asta David Ward Griffith û Cecil B. DeMille de tê nirxandin. Lê belê dema yê pêşî bi Naissance d’une Nation-Jidayîkbûna Neteweyekê, bi navûdengdana Ku Klux Klan derdikeve pêş û yê duyemîn bi Forfaiture tovên klîşeyên nijadperest diçîne, ku têde tarîf dike ka çawa japonekî rafîne jineke spî ya belengaz bi bisteke sorkirî dax dike, Lois Weber jî bi jîyana rojane ya amerîkîyan re eleqedar dibe û mijarên civakî dinirxîne. Ji ber ku ew hêza xwe ya şexsî bi kar tîne û wê fam kirîye ku ew xwedî wê hêzê ye û dikare wê bixe bin xizmeta sînemayê bi armanca afirandina hesasîyetê ji bo mijarên girîng ên dikarin bibin sedemê tengezarîyan, bo nimûne pêşîgirtina li ducanîbûnê, plankirina malbatî, (Where are My Children-Ka zarokên min? 1916), ku wê bibe sedemê nerazîbûnên pir mezin, xizanîya ku berê mirovan dide fuhûşê, (Shoes-Cotek Sol, 1916), cezayê îdamê (The People vs John Doe, 1916 )… Ew herweha bêyî tabû, herçendî femînîzma wê hin caran hinek moralîst be jî, balê dikşîne ser pirsgirêkên jinan li nava civakeke ku mêr lê serdest in. Di Hypocrites de (1915), ew, heta destûrê dide galayeke pir cihêreng û serketina film misoger dike: jineke bi temamî tazî xuya dike wekî alegorîya rastîyê, radixe pêş çavan.

Lois Weber ku wekî keseke hoste û afirîner tê qebûlkirin, hem li ser formê hem jî peyamê serê xwe diêşîne. Fîlmê wê yê metraj kurt Suspense-Tengezarî (1913) vê yekê îspat dike. Ew di vî fîlmî de di sê aksîyonan de ekranê diteqîne û her carê aktrîstên xwe vediguherîne stêrkên navdar, bo nimûne Mildred Harris an jî Claire Windsor û ew herweha ji bo afirandia star-sîstemê jî zemînê çêdike. Gava Laemmle, avakarê Universalê ku Weber jî lê dixebite, dansoza rûs a navdar Anna Pavlova îqna dike ku di fîlmê The Dumb Girl of Portucci (1916) de xuya bike, ew vê projeyê radestî Lois Weber dike.

Lê belê tevî navdarîya xwe ya mezin jî, Weber vê pozîsyona xwe ya ku herkes dilê xwe dibijînê, wê hêdî hêdî winda bike. Sînema, ku berê zêdetir zeneatkarî bû, eynî wekî yên din veguherî pîşesazîya kapîtalîst. Di dirêjahîya salên 1920î de, studyoyên sereke li hev hatin gihandin, heft «qadên bingehîn» ên ku Hollywoodê kontrol dikin, afirandin. Rêveberên wan ên girêdayî «big business», ji wir û şûn ve li ser hesabê şirketa civaka luks dixebitin û dibin xwedî pozîsyonên pir kevneparêz. Ew ji 1922an û şûn ve ji bo bicihanîna rêzikên sansûra li dijî fikrên pêşverû û berterefkirina êrişên li ser adetên baş, bang li Komargerekî nêzî serok Warren Harding, William Hays dikin. 1922 dibe tarîxa jidayîkbûna Motion Picture Producers and Distributors of America (MPPDA) ku wê di 1934an de koda Hays çêke. Ev kod ji bo demeke dirêj wê bibe garantîya pîvana exlaqî ya Hollywoodê (qedexekirina hevmaçkirinên «bi şehwet», yekîtîya şexsên ji «nijadên» cuda, temsîla neyînî ya olê, û hwd..).

Bi zêdebûna lêçûnên fîlman, studyo jî hatin «rasyonalîzekirin». Êdî dawî hat li wê serdema ku, ji qewlî Lois Werber ve, «her kesek hinek her tiştî dike». Beşa senaryoyê ji vir û pêve dikeve bin kontrola beşa hilberînê. Nivîskar-derhêner, D. W. Griffith jî di navê de, peyder pey êdî li setên şînemayê cih ji wan re namîne, dema ku yek ji «împaratorên» nû yên hilberîna Universelê Irving Thalberg jî selteneta xwe saz dike û Eric von Stroheimê ku kesî nikaribû kontrol bikira, ji fîlmên xwe Folies de femmes -Dînîtîya jinan- (1922) davêje û çend derhênerên kedîtir li şûna wî bicih dike. Bi kurt û kurmancî, ev dibe dawîya «nivîskar-derhêneran».

Jin jî, hedefên rexneyên taybet in. Hin kes wisa bawer dikin ku peyama bijarte di fîlmên wan de bi xwezaya xwe «femînîst» e û bi înad hewl dide îspat bike ku «cinsê qels» tune. Bi rastî jî, gava, li destpêka salên 1910î, di rêzefîlman de serdestîyê bi dest dixin, komedyen û derhênerên jin qehremanên jin ên wêrek, çalak, nûjen û dij-konfromîst ên wekî Pearl White di fîlmê Les Périls de Pauline-Teşqeleyên Paulînayê (1914) de derdixin pêş. Eva dawî di ser de jî, xwedî fizîka jineke pir sade bû, tam berevajîyê mexlûqata «bi cazîbe» ya mêran ji xwe ve dibe û dixe nava xeyalan û hevalên wan ên jin adeta daf dide ji bo kirîna kinc û kozmetîka li ser ekranê dibînin. Li serdema xweşîyê ya salên 1920î, pîşesazîya sînematografîk ji xwe re dikir wezîfe ku bibe camekana luksa ku xwe demokratîze dikir, lê nedibû teşwîqkirineke ji bo azadîya jinan an jî dengvedana pirsgirêkên rojane yên dayîka malbatê ku ewçend hêja bûn ji bo Lois Weber.

Dîsa jî eva dawî wê hê gelek fîlmên din çêke, statuya xwe û wergirtina meaşekî pir bilind bidomîne. Lê belê ew pê dihese ku ew bêhêz dibe û dişemite kevîyê. Li hemberî star-sîstema ku ew bi xwe jî di sazbûna wê de xwedî par e, fîlmên wê êdî xeyalan neafirînin. Ew gazinan dike ji ber ku ew ketîye nîvê pergaleke hîyerarşîk a ku wê neçar dihêle her tiştê ku wextekî wê bi dilê xwe dikir, bê navber bike mijara guftugoyê: fîlmçêker ji niha û pêve karmend in, êdî ne populerkirina guftugoyan lê hilberîna kêfûşahîyan mijara gotinê ye. Di salên 1930î de ew tenê dikare fîlmekî bi deng çêke. Ew hingê li gel rêveberîya Roosevelt li ser pêşxistina perwerdeyê ya bi rêya sînemayê difikire. Ew wisa bawer dike ku tenê sînema dikare di siberojê de neyeksanîyên çandî û civakî kêm bike. Di 1939an de, mirina wê ya bi carekê dema ku 60 salî ye nahêle ku ew projeyên xwe bibe serî.

Çend sal piştî mirina wê, arşîvên Universal dişewitin. Tê zanîn ku seluloît, an jî fîlmê nîtrat, pir zêde sotîner bû û dikaribû bibûya sedemê teqînan jî. Di vê rojê de ji sedî 75ê fîlmên di serdema fîlmên bêdeng de hatibûn çêkirin bi temamî telef bûn. (4) Hema hema tevahîya berhemên Lois Weber bi dûmanê re çûn. Di roja me de, mirov dikare êdî tenê çend fîlmên wê yên metraj kurt bibîne. Hin ji wan fîlman ev in: Fîlmê bi navûdeng Suspense û sê fîlmên wê yên metraj dirêj (Shoes, The Dumb Girl of Portucci, The Blot)(5): restorasyonan di serî de li derhênerên ku dîrokzanên sînemayê navê wan deranîbû pêş, tesîr kir.

___________

(1) Be Natural (2018) di 24ê hezîranê li salonan hat nîşandan. Bîyografîyek li cem Denoël-Gonthier hat weşandin (1976).

(2) Kevin Brownlow, Rêûresim derbas bû, Actes Sud, 2011.

(3) Shelley Stamp, Lois Weber in Early Hollywood, University of California Press, 2015. Herweha binêrin: Weber, Lois, A Dream in Realization, Interview with Arthur Denison. Moving Picture World (21 tîrmeh 1917) li Hollywood Directors, 1914-1940, Richard Koszarski (sous la dir.), Oxford University Press, Oxford, 1976. Herweha Antonia Lant (sous la dir.), Red Velvet Seat: Women’s Writing on the First Fifty Years of Cinema-,Verso, Londres - New York, 2006, û Lois Weber: Interviews, Martin F. Norden (sous la dir.), University Press of Mississippi, 2019.

(4) Cf. Dawson City: dema hilawistî, belgefîlma Bill Morrison (2016). 5ê tebaxê li salonan hat nîşandan, 120 deqe.

(5) Seteke ji 4 DVD, Pêşengên sînemayê (2018) fîlmên Alice Guy, yên Lois Weber (The Blot), yên Mabel Normand, Dorothy Arzner û Dorothy Reid Davenport tîne ba hev. Lobster, 480 deqe, 35 ewro.

Wergera ji fransî: Baran Nebar