Tiştê ku darek dikare bi rastî jî veşêre

Lorîna li ser giyana daristanan an jî çanda hawîrdorparêzîya zengînan?

Gelo canê daristan heye? Dar çi hîs dikin? Ji deh salan û virve ye, serêşîya hawîrdorparêzîyê di çapemenîyê û weşana medya mezin de her van pirsan dike. Ji alîyê xwe ve, antropologan û civaknasan jî qutbûna navbera xweza û civaka mîrasgira Ronesansê kirîye mijara guftûgoyê. Hin kes ne-mirovan wekî «aktorên» xweser  dinirxînin. Ev helwest ber bi ku ve dibe?

Translator

 

Pirtûka Anna Tsingê, Le Champignon de la fin du monde (1) / Kuvarka dawîya dinyayê, wekî yek ji xebatên herî girîng ên antropolojîya nûjen hate pêșwazîkirin û șik tê tuneye ku birastî jî weha ye, lê ev yek belbî jî ne ji ber sedemên hatine dîyarkirin e. Bi alîkarîya nivîseke xweș û nûjenkirina anket ango lêpirsînên heta radeyekê nû ku meriv karibe xwe bighêne wan, ew heybereke nemerivî, matsutake: kuvarkek e, ku bi tenê li daristanên talankirî çêdibe. Ev organîzma ji alî merivên hejar ve tê berhevkirin ku di encamê de wekî berhemeke luks li Japonyayê tê frotin û dibe mijara çîrokeke ku xebata bê ewlekarî –xazîyên amerîkî, berhevkerên Eyaleta Oregon, koçberên neyînî– û bitaybetî jî, têkilîyên di navbera meriv û xwezayê de dianî ser sehnê.

Berhem tevgereke entelektuelî sembolîze dike, ku mebesta wê nûjenkirina hûrnêrîna têkilîyên meriv û hawirdorê ye. “Di maweyê dehsalên dawîn de, gelek lêkolînerên ji warên cihê destnîșan kirine ku bisînorkirina çîrokên me bi lehengên merivî, ne bitenê ponijîneke ji rêzê ye, herweha jî pêșnîyarîyeke çandî ya bi xewnên pêșketinê yên girêdayî nûjenkirinê avakirî ye, ku gelek caran serî lê hatîye dayin.” Beșekî mezin ê pirtûkê bi taybetî jî li ser daristanan (li Japonyayê, li Oregonê, li Finlandîyayê û hwd.) e, wekî “tevayîya çalakîyên li pey hev ku ji bo afirandina dinyayekê ji alî aktorên merivî û nemerivî ve pêk tên (…) Kuvarkên matsutake û darên çaman ne bitenê li nav daristanan șîn dibin: ew di heman demê de daristanan jî pêk tînin”.

Mijara daristanan, ev serê çend salan e, bûye mijara serekî ya edîtorîya zanyarî û gelêrî, tiștê ku herî kêm meriv lê matmayî dimîne: Jîyana nepenî ya daran e. Tiștê ku ew his dikin. Çawa ji hev têdigihên an bi hev re dipeyivin (2015) ji Peter Wohlleben, Les Arbres, entre visible et invisible / Dar, di navbera xuya û nexuya de (2016) ji Ernst Zürcher, Être forêts / Daristan bûn. Habiter des territoires en lutte / Li ser erdên têkoșînê jîyan (2017) ji Jean-Baptiste Vidalou, Main basse sur nos forêts / Desdirêjîya li ser daristanên me (2019) ji Gaspard D’Allens, Aux arbres citoyens / Ji darên hevwelatî re. Pour renouer avec l’écosystème Terre / Ji bo dîsa têkilîdanîna bi ekosîstema erdê re (2019), ji Jean-Louis Etienne, Quand la forêt brûle / Dema daristan dișewite (2019), ji Joëlle Zask, divê em Nous les arbres / Em dar (2019) ê jî jibîr nekin, ku ji alî “Kom”ekê ve hatîye nivîsin û ji alî Fondation Cartier ve hatîye weșandin, ev çend sernivîs in ku me li jor rêz kirin. Di pirtûka xwe ya Daristanê de, ku ceribandineke li ser xeyala rojavayî ye û di 1992yan de derketîye, profesorê wêjeyê Robert Harrison, hîn wê demê nivîsîye ku heke “sazîyên serdest ên rojavayî –dîn, hiqûq, malbat, bajar– di serî de li dijî daristanan hatibin avakirin” jî, bi talankirin û wêrankirina wan, divê dîsa em “çîroka rola daristanan ya di xeyala çandî ya rojavayî de ku em jê tênegihîștine” rave bikin.

Hisabê ne-mirovan

jî bikin

Heram yan pîroz, ji derveyî qanûnê yan di bin banê dadê de, xeter an ewleyî, ew rikeberîyên mentiqî tevlîhev dike. Di demeke weha de, ku krîza hawirî ya hatîye ragihandin gihîștîye asteke bilind û vegera jê nemimkin xuya ye, dema daristan beșeke bala ji bo parastina xwezayê dikșînin ser xwe divê em șaș nebin. Ji tasewasên hevdem bêtir, mijara bêdaristankirinê ji dema Antîk de cure metirsîyeke hawirî xistîye dilê merivî. “Lê, hîn di wê demê de, Platon gilîyê vê yekê dike, hîn dema ku welat ava bû… Li ser çîyan hîn daristanên mezin hebûn (…). Hîn di ser re pir wext derbas nebûye ku me darên wê yên baș ji bo sergirtina banê avayîyên herî fireh jê dikirin, ku ew beșt heta îro jî hene. Herweha gelek darên mezin ên meywe û erda ku gîha û nebat bêhisab ji bo ajelan lê șîn dibû hebû. (Critias, 111c). Daristan herweha bûne navenda gotûbêjeke li ser bingeha hawirnasîyê, ku lêkolîner êdî qet jî wê bi tevgera bakurê Amerîkayê ya parastina hawirî bi rîya avakirina parkên neteweyî, ya li gor fikra ku Henry David Thoreau di 1858an de ragihandibû, lê li gor hin polîtîkayên ku li hin herêmên meder [tropîkal] ên împaratorîyên brîtanî û fransizî hatibûn tedbîqkirin pêk hatibû. (2)           

Ji bo meriv han bide ku têbigihê bê çi vê azwerîya li hember cîhana hem hesas û hem jî nepenî ya daran vedișêrê, ku carinan wekî “modêleke ji bo pêșerojê” (3) tê ravekirin, divê meriv nirxandinên raporên hisî, gîyanî, ragîhandinî, ku divîya meriv bi hawira wî re bibananda û ku li gor gelek nivîskarên gelêrî, divîya hesabê yên nemeriv jî bihata kirin. Redkirina hesabkirina van ên dawîn wekî heyberên hêjayî balê, li gor Tsing, ji ramana pêșketinê tê ku vê hesasîyetê “bi zarok û seretayîyan re” jî girêdide. Em dê bibînin ku heke ev antropolojî karibe xwe ji xefika pesindaneke mihafezekar a pașerojê rizgar bike jî, ew dê vê bitenê bibihayê ketina nav rêza hin tiștan ku têkilîyên serdestîyê têde bi helwesteke estetîk a pir tevlîhev hatine veșartin bike: “Divê em dîna xwe bidin tiștê ku li derdora me, di çivanek û valahîyên kapîtalîzmê de dibin û bi wê jî mijûl bibin. Ev yek dê derfeta ku em têbigihên jixwe, heta radeyekê, em li derveyî kapîtalîzmê dijîn dide. Û ku em ji tiștê hizir dikin hîn kêmtir pê ve girêdayî ne.” (4) “Derveyek” kapîtalîzmê ew cihê ku yên di xerabeyan de lê dijîn –ew koçber û yên bêewleyî ku Tsing șayesên wan bi çavdêrîyên pir dike– belbî jî bi tevayî qîmet nedinê.

Felsefeya Émilie Hache ya di berhevoka wê ya Écologie politique / Hawîrnasîya sîyasî de “pêdivîya estetîkeke nû, têgihîștineke nû” ya ku bi bandora danasîna merivî wekî hêzeke jeolojîk – Antroposen hatîye afirandin baș rave dike. Û bitenê têgihîștineke li ser pirtûkên li ser daristanan, daran, nebat û bi awayekî giștî, tiștên ji xeynî merivî ne. Pir balkêșe ku du berhemên herî berbiçav ên li ser her beșekî bazara weșangerîyê tên dîtin, birêzê Comment pensent les forêts / Daristan çawa difikirin a antropolog Edwardo Kohn ya ji bo pispor û zanayan (5) û ji bo gel bi giștî jî, La Vie secrète des arbres / Jîyana nepenî ya daran a Peter Wohlleben, endazyarê daristanê yê almanî ye (li Fransayê ji 250  000î bêtir belav bûye), (6) ku xwe dispêre pîrozbahîyeke têkilîya nepenî ya heyberan. Problem dê ew bûya, ku me yê têkilîya xwe ya hesas a bi dinyayê re wenda bikira. Nepenîtîya daran wekî bangeke ji yên nayên dîtin, bi mezinkirina zanatîya bavûkalên «gelên xwecîhî», barhilgirên «zanîneke din» re olan dide: lêgerîneke wateya wendabûyî ya hebûna merivî ye. (7) Li gor antropolog Philippe Descola, heke têkilîya vê bi dana wateyekê ji “piranîya niștecîyên dinyayê” re –û bitaybetî jî ji daran re– hebe, divê em tê bighên ku “xala werçerxê ya zanyarîya heyberî”, ew çend “hêsan, zarîf û tundrew” (8) be jî, dikare sedemên felaketeke hawirî ya ku dom dike derxe holê.

Heman «tevahîbûneke

kosmolojîk»

“Pirtûka xweșik”tirîn a bi tekst, nîgar û wêneyên xwe ve ya ku Weqfa Cartier, li ser Amazonê, di 2003yan de (9) çap kir, wê demê serketineke mezin bi xwe re anîbû. Xebateke din a ji alî yek ji antropologên herî berbiçav ên wê demê koordînekirî, ya Bruce Alberts, nivîskarê xebatên li ser civatên amazonî bû, ku di gel yek serekên xwecîhî, Davi Kopenawa, berdevkê doza yanomami çap kir û ji ber tevkarîya xwe ya parastina hawirdorê bi gelek xelatên navneteweyî hate xelatkirin û șabașa erdeke mezin a daristana tropîkal ji bo bikaranîna taybetî ya civata xwe girt. Çîrok li ser du rêyan pêș diket, bi rêya afirandinên hunerî yên hemberhevkirina derveyîya metafizîk a gelêrî û “fikra hovî” di dilê Rojavayê de zîldayî, ku awayê jîyana civatên amazonî di gel daristanê, girîngîya șamanan û hwd. tîne bîra merivî: dinyayeke ku meriv û nemeriv bibin yek beșê “tevayîya kozmolojîk” û girêdayî heman “aborîya veguhastinê” bin. Lê forma pirtûkê û bi taybetî jî estetîka wêneyan, çavdêrîya ku serekê xwecihî bitenê vegotina seretayî ya ku kijan komeleya hawirî jê hêvî bike dubare dike xurt dike; madîyata erdî ya daristanê bi vî awayî dê bibûna xwedî “nefeseke jîyanî” ku “yên Sipî” qet nikaribûn ji vê yekê tê bigihîșta. Parastina daran, bi vî awayî dibe dozeke sîyasî ya cîhanî: ya civatên xwecihî ku bi rastîya xwezayê re bûne yek û di bin metirsîya neçîra kapîtalîst de ne, ku tucarî bi vî navî nehatine binavkirin.

Gava ku vedigere Ewropayê, fîlozof Jean-Baptiste Vidalou (10) dîroka tora erdê ya li gorî birêveberîyên –teknîk û endazyarî– ku wekî berpirsên vê wendabûna têkilîya hesas a cîhana xwezayî hatine pêșkêșkirin dinivîse. Em li vir temaya “kokbirkirinê” ku dîtina karesata hawirî ya ku ji alî Tsing ve hatîye ravekirin nas dikin: “Em baș nizanin ku em ê çawa jîyana xwe berdewam bikin û bi ser de jî em qet nizanin ku em ê çawa rê li ber wêranbûna gerstêrka xwe bigrin. Xweșbextane, em hîn jî karin hevalbendên, merivî û nemerivî peyde bikin. Em hîn jî karin rexên bisitrî yên dîmenên xwe yên perîșan, ku her weha jî rexên sîstema kapîtalîst (…) in û çewligên bicîhiștî keșif bikin. Em hîn jî karin bêhna bêhnên misêwa ên neyînî û bêhna xweș a payizê ku bidest nakeve bikin.»

Li șûna teslîmbûna vekișîyaneke kirdewarî ya mahkûmî lêgerîneke bênavber a hevalbendên newekhev, Vidalou berî her tiștî dest bi rexneyê sîyaseteke hawirî ya ku karesatê radigihîne dike: “Ev dewran bitevayî ya birêveberîyê ye. Ew aborîyê bi rê ve dibe, nifûsê bi rê ve dibe, bedenê bi rê ve dibe, herwekî ku șebekeyeke elektirîkê bi rê ve dibe, wekî ku odeyeke kontrolê bi rê ve dibe, ku kabîneyeke pîlotîyê bi rê ve dibe. Her çend ku ew dixwaze ji xwe re bihiștekê ava bike, ev e ew dîsa jî dojeheke rastîn dijî. Nexșekarîya ku ew dide ber me da ku em bibînin, li ser vî dîmenê bicihiștî êdî wenda dibe: ji alîyekî ve șantîyeyên biheybet ên wêrankirina heyberî, ji alîyê din ve cûrbecûrîya bîyo ya muzeyî. Heke em wekî wê demê di dinyayên herî biçûk, yên endazyaran de girtî nemana, me dê tucarî ew hinde ji ‘gerstêrk’ê, ji ‘avûhewa’yê, ji ‘hawîra tomerî’ bahs nekira.” Dinyayeke “ji derveyî erdê”.

Ev hîsa “ji derveyî axê”, li bal fîlozof Bruno Latour, meriv dibe ser rexneyeke ji qalibê bêșermîya bijarteyên cîhanîbûyî ku dê xwe ji bandora sîyasîyên ku wan ew teșwîq kirine biparêze: “Hemî tișt wekî ku beșeke girîng a çîna rêveber gîhaștîye wê bawerîya ku dê cihê li ser erdê têra wan û niștecîyên din neke derbas dibe. Ji ber vê jî wan biryar dan ku êdî wateya ku meriv wekî dê dîrok dom bike û me ber bi asoyekî hevbeș de bibe tevbigere nemaye.” (11) Vekișîna Dewletên Yekgirtî ji lihevkirinên Parîsê yên 2017an, dê vê cudaxwazîya gerstêrkî ya yên herî dewlemend dîyar bike, ku cîhanîbûnê dike mijara minaqeșê. Di vê “rejima nû” ya îqlimî de ku kes li mala xwe nemaye, li gor wî divê meriv di navbera “xeyalên revê” û lêgerîyana ji bo herkesî «erdeke meriv karibe lê rûnê», çi li Bakur çi jî li Bașûr dibe de tercîhekê bike. Li cih û warên pevçûnên civatî yên gelerî, Latour serîlêdana “têkoșîneke jeo-civatî” tercîh dike, ku rê û rêbazên cihbicihkirina wê ne zelal in.

Vidalou bi kêmanî dixwaze vegere ser lihevnekirinên ku daristan hem cihê wan û hem jî miza wan e; ew di “propagandaya li dora birêveberîya berdewam a xwezayê” de nîșaneke “temambûna dîrokî ya serdestîya hisab” dibîne. Ev rexneyê pîvan û hisabê aborîyî ji bawerîya bi “girêdana heyînparêzîya” meriv û daristanê avê hiltîne û ji endazyarî, plankirin û rêkûpêkirina erdê bêtir qîmet dide têkilîyeke hesas a bi dinyayê re: “Li her derê, li her dera cîhanê, ev têrnekirina hesas ku xwe wekî serdestîyekê ferz dike, ev e bi rastî jî karesat bixwe ye. Û ji bo kesên ku ji bo wan hîn jî wateya dinyayê heye, pêdivîya tercîhekê heye. Ji ber ku em ê rojekê mecbûr bimînin ku di navbera girêdanên bi jîyanê re û yên ku li ser navê kokbirkirineke gerdûnî han didin wê tune bikin de tercîhekê bikin. Ev sîyaseta bitenê hêjayî zahmetîyê ye, ku meriv wê bijî”. Lê çawa em ê karibin wê ber bi hindurê sazîyên ku ew dixwaze hilweșîne de seferber bikin, yan jî ber bi derveyî refên “rûhanîyetê” yên pirtûkfiroșîyên ku xwendeyê dijkapîtalîst lê gîyanê zêde yê ku zanyarîyan bizahmetî dayîyê bibîne de bibin. Dema ku astrofîzîsyen Aurélien Barrau, nivîskarê berhemên gelêrî yên serketî pișta xwe dide darekê û bahsa «nêzîkbûna cîhana li dor me ku çi bigre wekî meriv destê xwe pê bike» (12)dike, rojnameya Le Mondeê jî ji xwendevanên xwe yên havînî re lîsteya wêneyên endamên «ramana nû ya hawirî» (13) pêșkêș dike.

Ji bo rûniștandina nepenîbuneke weha ya cîhana hesas, çend meșrûbûnên ronakbîrî birastî jî ne pir in, bi taybetî jî yên wekî Latour û antropolog Philippe Descola, ku êrîșên li dijî “parvekirina mezin” a di navbera xweza û civatê de gîhandin girseyeke navneteweyî ya bîneran têr nakin. Tișta herî balkêș bi hatina cem hev a van nivîskaran – wekî ku divîya ji bo teorîyek ji yên fransizan yên ku li kampusên emerîkî xwedî rewac in bibûya– axavtin carinan nedihatin fêmkirin û awayê wan radikal bûn. Divîya meriv Kohn piștrast bikira, ku dibêje “divê cudakirina di navbera hiș û dinya mayî de bê rakirin”. (14) Lê heke ev ji ber karesata hawirî ya berdewam be, encameke weha ji pêșdarazîyeke îdealîzmê mûzdarîb e: dîsa jî dualîzma beden / heș an xweza / civat, dê berpirsîyara bitenê ya bandorên bêkontrol ya rasyonalîteya «rojavayî», bi jêbirineke hêsan a jihevkirina heș û vekirina «ji însan wêdetir a antropolojîyê» ku meriv li hêvîya rêlibergirtina wê be, xwîya ye dê vala be. Ji zindîtîyê re –ev kevneșopîya fîlozofîk ku li gor wê jîyan ne bitenê pêvajoyeke fizîko-kîmyayî ye, lê her weha jî ew hêzeke jîyanî ya ku wekî prensibekî organîsator ê made ye– (15) idealîzma ku xwe wekî ramaneke pir bihêz heta radeya ku ew kare mentalîteyan, reftaran, rasyonalîteya aborî û hwd. biguhere pêșnîyar dike jî bi ser ve dibe.

Bêguman Kohn bersiva vê yekê dide û weha dibêje “piștî têbinîyên me yên analîtîk ên hevdem, dê zor be ku meriv dinyaya bîyolojîk wekî ku ji ramanên zindî pêk hatibe bibîne”, yan jî, ji bo ku meriv ji nû ve biwêja fîlozof bigre destê xwe, “ji nîyetan-wate derdikevin”. Heke Henri Bergson, filozofê pir mihafezekar ê Peresana afrîner (1907), berî niha ji sedsalî bêtir, serdana Amazonê kiribûna, dê nikaribûna pesindaneke baș a zindîtîya seretayî ya ku ji daristanan belav dibû û zanîna xwe ya ji bapîran mayî bikira. «  Kohnê, ji Bergson bêtir anîmîst, dibêje Descola, ew birastî jî ji jîyanê hez dike: gelek tișt û pêvajo zindî ne, helbet îșaret jî, raman û heta bi fenomenên xwebixwe organîze dikin jî, ne ji ber ku diherikin û ne ji ber ku ji alî tevgereke berdewam ve șên dimînin, lê ji ber ku kapasîteya wan a bandoran biafirînîn, li dinyayê tiștan pêk bînin heye  ». (16) Lê heke hemî tiștê bandoran diafirînin zindî bin, dê nehêsan be ku meriv tiștê ji retorîka saf a zanyarî pêk tê û derhênana zanîneke bi awayekî li ser yên nemerivî bê îsbatkirin «ji hev derxe»: hemî tiștê ku li gor zanînê hêja ye û xewna jaguarekî dê bi pêșnîyareke zanyarî re wekî hev be.

Di asta razberkirineke weha de, rastîya analîza antropolojîk dê bêgûman êdî nikaribe pêk bê ku Rousseau dixwest di navbera tiștê çêkirî yê merivî û rewșa xwezayî de cudakarîyekê bike dibêje «tiștê ku tuneye, belbî qet ne jîyaye û miheqeq dê hergîz nejî” (Gotarên li ser destpêk û bingeha newekhevîyê di navbera merivan de). Bi nêrîneke civatnasîyî, wekî civatnas David Dumoulin rave dike, divîya berî hertiștî me li ser guherankarîyên zanîngehî yên ku ev çend dehsal in, li gel “belavbûna desthilatabîyo ber bi jîyana meder a daristanan ve” pêk tên pirs ji xwe bikrana  (17): ketina nav desthilata dinyayê ya van sîstemên hawirî ew “ji xeyalekî ber bi yê din de: daristan, ji magmaya ku meriv nizane çi navî lê bike ber bi komplekseke newaze ya cûre û têkilîyan; fauna mederî, ji metirsîyên xeter ta çavkanîyên pir biqîmet, û merivên ku lê dijîn, neamade yan pasîf, ta parêzerên çalak ên erdên xwe” derbas kir. Ev beșdarbûna hem zanyarî, çandî, sîyasî, hem jî aborî ya daristanên mederî li îstgehên zanyarî, lê herweha jî li nav «gelek torên ku bazarên daristanên mederî dixebitînin» ku her yek li ser bingeha zanîn û desthilatên taybetî avabûne pêk hat: dar / daristan ji bo girtina karbonê (…), daristan û cîhêrengîyabîyo ji bo xizmetên hawirsîstemî (…) bêyî ku em nirxên bikaranînê yên çêbûna gelek ciohên seyranê ango turîstîk ên ku li gel dînamîkên herêmî yên mîratî û seyranî yên daristanên mederî ji bîr bikin. Ji xeynî têkilîyeke basît a bi dinyayeke hesas re ji bo rêza daristanan a di cudakirineke sîstematik ya bikaranînên gelêrî ya xwezayê de ye bê girtin, bi kêmanî divê berî her tiștî ew wekî «xwecihî» bibin hevwelatî.

Lê dê hîn baștir be ku meriv hemî bikaranînên civatî yên daristanan bigre ber çav û pir bi awayekî giștî, jêderên xwezayî ku awayê birêveberîya wan bi șiklê rêxistina giștî ve girêdayî ye, ku ew jî di rejimeke li ser bingeha xwedîtîya taybetî de dikare her dem neqanûnî be. (18) Hergav nayê bîra antropologan ku daristan mizayeke sîyasî di tevgera rojavayî ya «enclosures» (hemandina mêrgên serbest) de pêk tînin ku ew jî bihêzbûna kapîtalîzmê bi xwe re têne: Edward Thompson, li Ingilîstana sedsala XVIIê Black Act (Qanûna Reș) û nivîsên pêșîn ên Karl Marx, dizîya daran a li Rhinelandê (19) analîz kir. Her duyan jî, destnîșan dikir ku bikaranîna gelêrî û wêrankirina «malên hevpar» di berjewendîya xwedîtîya taybetî de tawan ango suc e. Marx bi taybetî dibêje piștgirîya xwedîyên zevîyan ji alî qanûnî ve, wê bibe sedema ku ew «dara kesk jêkin û wê ji alî moral ve girseyeke merivên ku qet nîyeteke wan a tawanî tuneye, wekî darên hișk, bilez bișînin dojeha tawanî, birçîtî û hejarîyê». Di encamê de, «îdolên textikî wê bi ser kevin û cangorîyên merivî jî bimrin».

Xwestina zêde ya berfirehkirina antropolojîyê

Her çend awayên serdestîyê ji sedsala XXî de guherî bin, dîsa jî divê em bala xwe bidin tiștekî ku neguherîye: «çi bigre li her dera dinyayê, dagîrkirina daristanê derfeta pêșketina civatî da û șertên jîyana gundîyên bêzevî baștir kir». (20) Bi qîmetbûna daristanan wekî awayên nûjen û manewî, ji nû ve vegera li xwezayê di cîhaneke bi vî awayî hilhilî (21) de șiklekî din ê «kêmdîtina çînan» ji bo cotkarên biçûk xwe nîșan dide ku sîstema kapîtalîst dixwaze jêderên debarkirinê ji wan re bihêle. (22) Herweha em dikarin kêmdîtinekê ji bo neteweyên «Bașûr» û awayên pêșketinê ku sîstema kapîtalîst ji wan re wekî tercîheke bitenê ya qebûlkirinê hiștîye jî bibînin. Hawirnasîya nepenî ya daran carinan jî êrîșî bikaranîna «xwecihî» ya daristanan û çandên șewatê yên ji alî civatên li Amazona bolîvyayî yan jî brezîlyayî rûdinin hatîye pêșxistin, dike.

Li ber ronîya van pirsan ku Kuvarka dawîya dinyayê bi kêfa xwe, helbet ji berhemên din ên li ser jîyana nepenî ya daristanan hîn bêtir bi hosteyî ji nû ve wergerandîye, meriv dikare qîma xwe pê bîne wekî Tsing bi pesnê «daristanên talankirî» û “tevlîhevî” ya “sîstema dinyayê”, ji Oregonê ta Japonyayê tîne. Bi pir xwestina berfirehkirina antropolojîyê “ji antropoyan ango merivan wê de” (23)da ku yên nemerivî jî bixe nav “dilê jîyana civatî” –lê ne têkilîyên serdest–Tsing bi têkilîyeke estetîk li dinyayê ku “demên katî yên tevlîhevîyê” ku “bi derfetên pêknehatî dikele” ji bo li “tevlihevîya ku li dinyayên derdikevin holê hikim dike bigere, li gêncîneyên ku her yek ji wan bêhempa ye digere”.

Di pesnê bêhempabûna mijara estetîkê de xwebixwe baweșînkirin û xwe bera nav cîhana hesas a daristanan dayin, ku li gorî Tsing, divê meriv ji xwe re “hunerekî jîyana li gerstêrkeke hilhilî” hîn bibe, (24) ku ji bo sernivîsa kitabeke wî ya din bikaranîye. Ev antropolojîya yên nemerivî, di encamê de li dinyayê têkilîyeke pir taybetî û pir bi îmtîyaz pêk neyne gelo -ya niștecîyên peravê rojava yê Dewletên Yekgirtî- ku karin luksa di nav wêranên kapîtalîzmeke ku êdî nema li îtirazkirinê jî difikire de “li jîyanê mayinê” ji xwe re hildibijêrin. Herwekî ku «hawirparêzîyeke hejaran» heye, hawirnasîyeke dewlemenda jî heye.

* Sosyolog (CNRS / Navenda Neteweyî ya Lêkolînên Zanistî)

___________

(1) Anna Lauwenhaupt Tsing, Le champignon de la fin du monde. Sur la possibilité de vivre dans les ruines du capitalisme / Kuvarka dawîya dinyayê. Li ser derfeta di nav wêranên kapîtalîzmê de jîyanê. LA Découverte, Paris, 2017 (2015).

(2) Li Richard Grove, Les Iles du Paradis. L’invention de l’écologie aux colonies / Giravên bihiștê. Li mêtingehan hawirnasî (1660-1854), Paris, La Découverte, 2013.

(3) Ernst Zürcher, Les Arbres, entre visible et invisible / Dar, di navbera xuya û nexuya de, Actes Sud, 2016.

(4) Anne Tsing, hevpeyvîn bi Libérationê re, Paris, 24ê hezîrana 2020î.

(5) Edwardo Kohn, Comment pensent les forêts. Vers une anthopologie au-delà de l’humain, Zones sensibles / Daristan çawa difikirin. Ber bi antropolojîyeke ji merivî wê de, Herêmên hesas, Paris, 2017.

(6) Peter Wohlleben, La Vie secrète des arbres. Ce qu’ils ressentent. Comment ils communiquent / Jîyana nepenî ya daran. Ew çawa bi hev re dipeyivin, Les Arènes, Paris, 2015.

(7) Ernst Zürcher, op.cit  . Cf. aussi David Abram, Comment la terre s’est tue. Pour une écologie des sens / Çawa dinya hiș bû. Ji bo hawirnasîyeke hestan. La Découverte, Paris, 2013.

(8) Philippe Descola, pêșgotina E. Kohn, berhema navborî

(9) Bruce Albert, Davi Kopenawa, Yanomami, l’esprit de la forêt / Yanomami, gîyanê daristanê, Actes Sud-Fondation Cartier pour l’Art Contemporain, 2003.

(10) Etre forêts. Habiter des territoires en lutte / Daristan bûn. Li ser erda têkoșînê jîyan, La Découverte, Paris, 2017.

(11) Bruno Latour, Où atterrir? Comment s’orienter en politique / Meriv xwe li ku deyne? Di sîyasetê de çawa rîya xwe bibîne, Paris, La Découverte, 2018, r.10.

(12) Bitaybetî jî li «Aurelien Barrau sur le métier d’enseignant-chercheur en astrophysique / Aurelien Barrau li ser pîșeyê mamoste-lêkolinerîyê di astrofizîkê de (2/3)» binêre, 9ê adara 2019an, www.youtube.fr

(13) Nicolas Truong, «Le souci écologique à la source d’une révolution intellectuelle française / Endîșeya hawirnasîyî di jêdera șoreșeke ronakbîrîya fransizî de», Le Monde, 9ê tebaxa 2020î.

(14) Edwardo Kohn, berhema navborî

(15) Li Gilles Deleuze, Le bergsonnisme / Bergsonîzm binêre, Paris, PUF, 1964.

(16) Philippe Descola, pêșgotina E. Kohn, berhema navborî

(17) David Dumoulin, Tropicaliser la science. Politique du terrain et biologie tropicale, vol. 1 / Mederîkirina zanyarîyê. Sîyaseta li qadê û bîyolojîya mederî, cild 1, rayedarîya rêveberîya lêkolînan, bi rêveberîya Dominique Pestre, EHESS, 2018.

(18) Sur le braconnage / Li ser nêçîra revok: Sergio Dalla Barnardina (dir.), L’appel du sauvage. Refaire le monde dans les bois / Banga hovî. Ji nû ve afirandina dinyayê di nav daran de, Presses universitaires de Rennes, 2012.

(19) Edward Thompson, La Guerre des forêts. Luttes sociales dans l’Angleterre du XVIIIe siècle / Şerê daristanan. Têkoșînên civatî li Ingilîstana sedsala XVIIIê, La Découverte, Paris, 2014. Herweha li. Kark Marx (1842), «Les débats sur la loi relative aux vols de bois / Gotûbêjên li ser qanûna dizîya daran» binêre, Œuvres III Philosophie, Bibliothèque de Pléiade, Gallimard, Paris.

(20) Michael Williams, Deforesting the Earth. From Prehistory to Global Crisis / Bêdaristankirina dinyayê. Ji berîdîrokê ta krîza tomerî, An Abridgment, Chicago & London, The University of Chigaco Press, 2006.

(21) Li «Vivre dans un monde abîmé / Li dinyayeke hilhilî jîyan», Critique, Paris, n° 860-861, 2019.

(22) Li ser pîșesazîya daran Guillaume Pitron, «Braderie forestière au pays de Colbert / Li welatê Colbert erzanîya daran» bixwîne, Le Monde diplomatique, çirîya pêșîn a 2016an.

(23) Cf. Elise Demeulenaere, «L’anthropologie au-delà de l’anthropos. Un récit par les marges de la discipline / Ji antropo ango merivan wê de antropolojî. Nivîseke li derdora dîsîplînê», in Eric Blanc et al., Humanités environnementales. Enquêtes et contre-enquêtes / Zanyarîyên hawirî yên merivî. Lêpirsîn û dijlêpirsîn, Publications de la Sorbonne, Paris, 2017.

(24) Ana Tsing et al., Art of living in a damaged planet. / Li gerstêrkeke hilhilî hunerî jîyanê, Ghots&Monsters, University of Minnesota Press, Minneapolis, 2017.

 

Wergera ji fransî:

Yaqup Karademîr