Gohdar Salahaddin Bazaz

Wênesazê vê hejmarê
Translator

Wênasazê vê hejmarê Gohdar Salahaddîn di 1967an de li Duhokê ji dayik bûye. Perwerdeya xwe li Enstîtuya Suleymanîyê û li Zanîngeha Hunerên Bedew a Bexdayê, beşa wênesazî û çapê temam kirîye. Endamê Komeleya Hunermendên Kurdistanê ye. Yek ji damezrênerên Enstîtuya Hunerên Bedew a Duhokê ye.

Di 1994an de wekî penaber hatîye Almanyayê, hîn jî li Berlînê dijî û xebatên xwe yên hunerîyê li wê derê didomîne.  Gohdar, hunermendekî gelek ezmûndar û kedkar e. Pêşangeha xwe ya yekem di 1982yan de vekir. Di navbeyna salên 1982-2019an de li Almanya, Kurdistan, Iraq, Tirkîye û hin welatên Ewropayê beşdarî gelek pêşangeh û projeyan bûye.

Di nava wênesazên kurdan de hunermendên bi teknîka çapê wêneyan çêdikin hene, lê çapgerên profesyonel yên ku wekî Gohdar Salahaddin raste rast ji Beşa Çapê ya Hunerên Bedew mezûn bûne, kêm in.

Ji berhemên çapê yên herî bi tesîr û balkêş ên reş û spî ne. Di teknîka çapê de alav û teknîkên ku herî zêde tên tercîhkirin gravur, linolyum û axşab (darîn) in.

Jîyan, berhemdarî û xeyalên hunermend Gohdar, bi kultur û hunera kurdîtîyê hatîye hûnandin û bi çalakîya afirîner ya li ser wê bingehê didome. Ligel ku hunermendekî profesyonel û serkeftî ye; aramî û mutewazîbûna wî taybetmendîyeke balkêş e ku divê wekî karekterê hunermendîyê mînak bê girtin.

Gohdar di xebatên xwe de mukemel e, ji jiyan û rastîya kurdan a rojane derdikeve rê, şopên çanda  rabirdû û îroyîn di çap û wêneyên xwe de nemir û ebedî dike.  Hunermend, girîngîyê dide endîşeya estetîk û berpirsîyarîyê. Em pirî caran ligel gelek mijarên cuda bi taybetî; di xebatên wî de motîvên jin, şehwet, hewes, stembarî, dîn, azadî ûhw. dibînin.

Bi taybetî pêşangeha wî ya bi navê ‘’Koleyên Seksê yên Bêsînor’’ xebateke wî ya gelek girîng e û hêjayî ditînê ye. Ev rêze xebata wî drama jînên êzîdi ên ku ji alîyê Daîşê ve hatibûn kolekirin radixe ber çavan. Pêşangeh di 2015-2016an de li Duhokê hat lidarxistin.

Wêneyên Gohdar, wêneyên ji bûyerên ku li herêma me tê jîyîn û ji alîyê me ve jî tên nasîn pêk tên.

Vegotinên wan ên vîzuel, formên wan, rengîn wan rastîn in û ji tiştên nas in. 

Dema meriv li wêneyê hunermend Gohdar Salahaddin dinêre, meriv dibêje ‘’ev wêne ji min re ne xerib in, wekî min berê ji ditîbin’’. Lewra dîzayn, motîf û mijarên wêneyan ji me ne, an go wêneyên ji jîyana me ne’’

Gohdar, bi danehevên xwe yên akademîk, ezmûn û tecrûbeyên Ewropayê li Kurdistanê pêşangeh û projeyan li dar dixe. Ev xebat ji bo hunera wênesazîya kurdan destkevtîyeke gelek girîng e. Parvekirina tecrûbe û ezmûnên hunermendên dîyasporayê bi hunermendên ciwan û xwendevanên akademîya hunerê li Kurdistanê, bêşik helwesteke gelek girîng e û ji bo kultur û hunera kurdî wateyeke wê ya stratejîk heye.

Hasan Hüseyin Deveci

Wergera ji tirkî:

Nedîm Baran