Dîroka rûsofobîyê

Belgeyên sexte û potikên sor ên birra û rast
Translator

Şoreş

Otokratekî makyavelî ku ji Moskovayê, xeyala lawazkirina azadî û demokratîyê dike; servîsên ewlekarîyê yên hêza wan têra her tiştî dike, li ser çerxên felaketê dixebitin û tevnên xwe li seranserî cîhanê girêdidin; welatekî asyayî û barbar ê gefa li şaristanîya rojavayî dixwe: ev lehîya îmajên karîkaturî yên desthilatîya rûs li benda hatina Kremlînê ya M. Vladimir Pûtîn nema ji bo birije ser Rojava [Ewropa]. Şopên wan hê ji sedsala 15an ve mane. Di sedsala 19an de, hêrs û hêçîtîya antî-rûs di asteke wisa de bû ku bijarteyên ronakbîr têgeha «rûsofobî (rûstirsî)» afirand. Hem ji bo pênasekirina kesên tirseke wan a der-aqilî hebû ji Rûsyayê hem jî ji bo destnîşankirina kesên bi zanebûn tehdîta rûsyayê mezin dikirin, ev têgeh dihat bikaranîn.

Ev rewşên panîkê hema wisa ji ezmanan daneketin xwarê. Di sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de, dema ku newekhevîyên civakî zêde dibûn û dibûn sedemê zexteke her mezintir a tevgera kedkaran ji bo çareserkirin vê rewşê, rûstirsî [rûsofobî] êdî gihîşt zîrweyê. Gelo, ji bo pêşîgirtina li hêrsa tebayê, ev hîleyeke sinifa zengîn bû?

Di wê serdemê de, Rûsya ji bo bijarteyên lîberal ên ewropî, bi taybetî jî li Brîtanyaya Mezin adeta bûye serêşî. Di 1817an de, hema hema du sal piştî şerên nopolyonî, rojnameyeke brîtanî, Morning Chronicle, îdîa dike ku «nîyeta sereke ya Rûsyayê firehkirina xaka xwe ye». Tam wê demê general Sir Robert Wilson jî li gorî zewqa rojevê belgeyeke sexte ya bi sernavê «Wesîyeta Peterê Mezin» pêşkêşî pîyasê dike.

Sir Wilson cara pêşî ev belge di 1812an, sala ku artêşa Napolyon ji bo tolhildana ji ber dansûtandinên wê yên li gel dijminê wî yê herî mezin -Mezin, Rûsya dagir kir. Sir Wilson wekî şande li rojhilat, hingê ji bo birêxistinkirina livûtevgerên li dijî fransîyan, li biryargeha rûsîyan karê îrtîbatê birêve dibir. Belgeya ku dikeve destê wî goya ji wesîyetên Peterê Mezin (1672-1725) ên ji bo xelefên wî pêk dihat û bi armanca firehkirina xaka împaratorîya rûsî, fetihkirina Rojhilata Navîn û Ewropaya Rojhilat li wan wesîyet dikir. Yekîneyên Fransî yên ku ji alî ”General Winter (General Zivistan)” ve  tên têkbirin, di dema vekişînê de li pey xwe çend nimûneyên «wesîyet»ê dihêlin..

Wê demê, Sir Wilson baş têdigihe ku belgeya di destê wî de sexte ye û bi armanca rewakirina dagirkerîya ku Napolyon biryara wê dabû, ev belge encameke operasyona propogandayê ya Fransayê bûye. Li gel vê yekê jî, ew ji ya xwe nayê xwarê û pênc sal şûnde dîsa heman îdîayan dertîne pêş. Di pirtûkeke ku ew di 1817an de diweşîne, Sir Wilson pêşbînîyê dike ku Rûsya wê ji xwe re ji Fransaya binketî xirabtir dijminek çêkira. Ji ber tevlîbûna xwe ya şer, ya rastî ew têra xwe haydar bû ji rola mezin a ku artêşa muazam a rûsî di têkbirina împaratorê fransî de pê rabûbû. Lê belê bi carekê, ev jê re dibe wekî bîranîneke zêde dûr. Ev vegera wisa ji nişka ve çawa dikare were îzahkirin? (1)

Brîtanyaya Mezin ew sê sedsal bûn ku bi Rûsyayê re di nava têkilîyên dostane de bû. Li vî welatê fireh ku mirov dibêje kan û deramet û dewlemendîya wî tu caran xelas nabin, brîtanî kenevîr, keten, qîr, kereste û tiştên bingehîn ên ji bo pêşvebirina fîloya xwe ya ji sedsala 16an ve peyde dikin. Di sedsala 18an de, di sazkirina pîşesazîya li ser jora Manşê de hesinê rûsî jî dibe xwedî roleke girîng. Û gava teknolojîya brîtanî pîşesazîya metalurjîk a rûsan di despêka sedsala 19an de ji hev dixe, Moskova ji nû ve vedigere ser îxrackirina zêde ya genim. Bi vî awayî ev zad û qûtên rûsî, karkerên birçî yên Manchester û Liverpoolê xwedî dike. Di berdêla wê de jî Rûsya dikare teknolojîya brîtanî bi dest bixe.

Moskovayê sîyaseta bazirganîya serbest di destpêka sedsala 19an de kir mijara guftgoyê. Aleksandrê Yekem (1801-1825) û Nîlokasê Yekem (1825-1855) bi danîna pergaleke qanûnên ku nahêlin Brîtanyaya Mezin malê xwe yê hilberînê bişîne ser bazara rûsî, ji bo teşwîqkirina pîşesazîya neteweyî çi ji destê wan tê dikin. Burokratên welêt jî dest bi zextkirina li ser bazirganên brîtanî dikin. Bi vî awayî, dengeya bazirganîyê ya navbera her du welatan hêdî hêdî ber bi alîyê Rûsyayê ve giran dibe. (2)

Bi pêkanîna vê yekê Moskova ne tenê berjewendîyên xwe yên aborî diparêze. Ji şerên napolyonî û vir ve, Împaratorîya Rûsî ber bi rojhilat û başûr ve xaka xwe berfireh dike. Pêngavên wê yên li nava Împaratorîya Osmanî bi koalîsyoneke franko-brîtanî ya di navbara 1853 û 1856an de bi şerekî li Kirimê bi encam dibin. Wekî din, fethên rûsan li Kafkasya û Asyaya Navîn dibin sedemê tirsa dagirkirina cehwerê taca Împaratorî ya Brîtanî, Hindistanê.

Pêvajoya bi dehan salên piştî weşandina pirtûka Sir Wilson, a goya-belgeya «wesîyeta Peterê Mezin», ew hê jî wekî îspata bêkêmasî ya dilxirabîyên Rûsyayê, bi berdewamî dibe mijara gengeşîyan li Ewropayê. Ji nasyonalîstên macar, polonî an jî baltikî û qurbanîyên zexta rûsî bigirin heta bigihîje Marks û Engels (ku van jî tu caran Nîkolasê Yekem ji ber destwerdanên wî yên dij-şoreşgerî li Polonya û Macaristanê efû nekir) û heta mihafezekarên brîtanî, herkes êdî wê wekî belgeyeke otantîk dihesibîne. Bi wê çendê ku di 1876an de, dema dîplomatekî brîtanî mijarê li gel Aleksandrê II. vedike, Çar bi zimanekî teqez vê bersivê didê: «Hemû tiştên li ser wesîyeta Peterê Mezin û nîyetên Catherîna ya II. hatin gotin an jî nivîsandin, tenê îluzyon û xweşxeyal bûn». (3) Divê sala 1895an were payîn ji bo ku lêkolîner dest li mijarê werdin û 1879 jî were hawarê ji bo ku ew li ser hîpoteza sextebûna belgeyê li hev bikin. Li gel vê yekê jî, piştî sedsaleke din, hê jî gelek kes berdewam vê belgeyê ji xwe re dikin palpişt, wekî kevirê Roseta be û wê bibe vekera kilîda sîyaseta bîyanî ya rûsî.

Endîşeya ji Rûsyayê herweha têkildarî kapasîteyên wê bû. Li ser vê nuqteyê jî îngilîzan tehdît pir mezin nîşan dida. Fetihkirina Împeretorîya Osmanî an jî dagirkirina Hindistanê bi rastî jî li derveyî derfetên wê bûn. Her çendî xwedî gewdeyeke mezin jî bû, artêşa rûsî bêtesîr bû û nikaribû bi teknolojîya nûjen a ragihandin û veguhestinê tevna xwe girêbide. Jixwe bi cot têkçûnên wê jî, ya pêşî li Kirimê di 1856an de dû re ya li enîya japonî di 1905an de ev yek îspat bû.

Kesên xwe pispor îlan kirine li gel vê yekê jî tovê panîkê direşînin. Gava hikûmeta brîtanî sîyaseteke bîyanî ya berevajîyê zewqa rûstirsîyê dimeşîne, ew texsîr nakin bi dijwarî êrişî wê bikin. Yek ji van pisporan, serokwezîrê wê demê Lord Palmerston, tevî ku dîsa jî alîgirê helwesteke şer bû li dijî Rûsyayê, weha sûcbar dike: «Di projeya jiholêrakirina Îngilistanê de ew ne tenê bi Rûsyayê xapîya, herweha bû hevkarê wê jî». (4)

Tevî vê çendê jî, li nava bijarteyên sîyasî li ser asta xetereya rastîn ku ji alîyê Moskovoyê ve tê plankirin, hemfikirbûnek tune. Rayedarên dewleta brîtanî geh bayê wan germ e geh sar. Eger mihafezekarên wekî Lord Palmerston û Benjamin Disraeli xeteke dijwar diparêzin, lîberalên mîna William Gladstone û Richard Cobden jî dikevin nava helwesteke bêhnfirehtir. Li pişt van helwestên cihêreng, di eslê xwe de berjewendî û taktîkên sîyasî yên nelihev hene. Yên pêşî fînansa bajarê Londonê ku sermayedarê bingehîn ê Împeratorîya Birîtanî ye, temsîl dikin. Herçî lîberal in, ew jî sektorên musaît ji bo îxracatên ber bi Rûsyayê, nexasim jî pîşesazîyê temsîl dikin. (5) Îzaheke din a vê rewşê, ji ya berê, ne kêm girîngtir, alîgirên partîya mihafezekar hêvî dikin ku bi girêdana tevna rûstirsîyê [rûsofobî], ew ê karibin daxwazên têkildarî berfirehkirina mafê dengdanê (hilbijêran ji  % 10ê nifûsê temsîl dikirin heta sala 1867an, berîya ku bibin % 20) asteng bikin. Lîberal bi xwe, beramberê vê, tu pêwistîya wan bi hîleyên wisa tune. Ew gewdeya firehkirî ya hilbijêran bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Di 1907an de, Rûsya û Brîtanyaya Mezin li ser nakokîya veşarî ya ku ji dawîya şerên napolyonî wan tîne pêşberî hev, peymanekê îmze dikin. Lê belê Şoreşa Çirîya Paşîya 1917an [Oktober 1917] hesabên wan xera dike. Yekîtîya Sovyetê xewnereşkek e ji bo mihafezekarên brîtanî. Ji dijberîya wê ya li hemberî bazara serbest wêdetir, yekemîn dewleta komunîst sendîkayan û tevgerên dij-kolonyalîst wekî hevalbendên xwe dibîne û ji wan hêvî dike ku pê re bibin alîkar ji bo ji nava tecrîda dîplomatîk rizgar bibe.

Di salên 1920î de, mihafezekarên brîtanî adeta navqetandî dibin ji tirsa ku hilweşînerî û propagandaya komunîst hîmên împeratorîyê bihejînin, bi taybetî jî li Çînê. Ji ber vê yekê rûstirsîya [rûsofobî] îngilîz vediguhere fobîya komunîzmê. (6)

Navên xuyayî yên konservatîf ên wekî Stanley Baldwin û Winston Churchill jî ji hatina ser desthilatdarîyê ya partîyeke karker, cara pêşî di dîroka Brîtanyaya Mezin de, fikaran dikin. Hikûmeta karker a di çileya paşî ya 1924an de ji alîyê Ramsay McDonald ve hat avakirin, serokwezîr bi xwe jî di navê de, yanzdeh endamên wê ji sinifa navîn in. Her çendî wextî be jî, ev hikûmet, tevî her tiştî dikare mafên bêkarîyê berfireh bike. Ew wekî din dikare qanûna Housingê ya bike zemîn ji bo karkerên xizan karibin derbasî malên kirêya wan erzan bibin, bi dengdanê bide qebûlkirin. McDonaldê ku dibe şopdarê sîyaseta vebûnê ya lîberal Lloyd George di navbera 1916 û 1922yan de, hewl dide îxracatan teşwîq bike ber bi Yekîtîya Sovyetê ku ew jî çav li rêya hatina makîneyên pîşesazîya brîtanî ye. Mihafezekarên ku bi serhişkî li dijî vê projeyê ne, bi berdewamî hikûmeta alîgirê karkeran a 1924an, bi hevkarîya Moskovayê sûcdar kirin.

Li berbanga hilbijartinên mijdara 1924an, belgeyeke din a sexte li nava stûnên rojnameya brîtanî ya mihafezekar Daily Mailê xwe nîşan dide: nameyeke Grigory Zinoviev, hingê serokê Komîtern,  Enternasyonala 3. a bi pêşengîya Moskovayê partîyên komunîst ên seranserî cîhanê li hev kom dike. Naveroka nameyê wekî ku îspat dike ku Yekîtîya Sovyetê hewl dide di lehê partîya karker de bandorê li hilbijartinan bike. Hat tesbîtkirin ku partîya mihafezekar ew belgeya teqîner ji îstîxbarata brîtanî (MI6) wergirtibû û jixwe, ne tiştekî ecêb e ev, gava mirov zanibe ku berpirsîyarên servîsa îstîxbarat û polîsên mihafezekar ji heman zanîngehên bijarte tên û bi heman derdoran re didin û distînin. Piştî vê îfşaya muhteşem, ku pir zehmet e tesîra wê were pîvandin, partîya mihafezekar di hilbijartinên 1924an de, bi ser dikeve. (7)

Ev hê destpêkek e. Hewaya civakî ya tengezar rê li greva giştî ya 1926an vekir. Hikûmeta mihafezekar îdîa dike ku wê delîl hene ku Yekîtîya Sovyetê coş û kela civakî tevdaye, tevî ku hilweşînerîya pîşesazîya komurê têde rola sereke lîstîye. Di 1927an de London, bi îdîaya ku Moskova tilîya xwe dixe nava karûbarên wê yên navxweyî, têkilîyên xwe yên dîplomatîk jê qut dike. Pêvajoya nîveka duyem a salên 1930yî, rêveberên mihafezekar, tevî bilindbûna hêza Îtalyaya faşîst û Almanyaya nazî, hê jî Yekîtîya Sovyetê wekî dijminê sereke yên Brîtanyaya Mezin dinirxînin. Hevgirtineke dij-faşîst li gel Yekîtîya Sovyetê wekî tiştekî derî aqil xuya dike. (8)

Parlamenterekî mihafezekar ê navdar, Leo Amery, di 1936an de dixwaze «her sê jêderên xetereyê, Almanya, Rûsya û Japonya hevdu ji hal de bixin». Ev stratejî piştî çend mehên din ji alîyê serokwezîr Stanley Baldwin ve bi van gotinan ji nû ve tê rojevê: «Eger divîyaba li Ewropayê şerekî rûbida, min ê bixwesta ew di navbera Bolşevîk û Nazîyan de bûya». (9)

Bêyî ku têkilîya Rûsyayê pê hebe, dîyardeyên wekî vepirsîna bazirganîya serbest, bilindbûna partîyên karker û tevgerên dij-kolonyalîst gefeke cidî bûn ji bo bijarteyên sîyasî. Hewldana girêdana van xetereyan bi tevgera stûneke pêncemîn ve hingê gelek bi avantaj bû, lê belê ji alîyê din ve sazkirina koalîsyoneke navneteweyî ya pêkhatî ji bo pêşîgirtina li nazîzmê xist xetereyê.

Rûstirsîya[rûsofobî] berê li alîyekî, bilindbûna bêbawerîya beramberî Rûsyayê hin qonaxên dema borî tîne bîra mirov. Dîrokzanên nifşên siberojê gelo wê paralelîyekê bibînîn li navbera nameya Zînoviev û dosya Steele a bi heman navê ajanê berê yê servîsa saloxdarîyê ya brîtanî ku bû yekemîn pêşkêşvanê hîpoteza hevkarîya bi dizî di navbera namzed Donald Turmp û Rûsyayê de? Gelo wê ji xwe bipirsin ka çawa welatek ku zengînîya wî ya salane bi qasî ya Spanyayê ye dikaribû bibûya tehdîdeke wisa mezin ji bo nîzama cîhanê? Gelo wê xemgîn bibin, ji ber ku di serdemên bêaramîya navneteweyî û pêşbazîyên leza biçekbûna nukleerî de, tu rayedarekî sîyasî nebûye xwedî wêrekîya pêşnîyarkirina danûstandineke çêker li gel Rûsyaya Vladîmîr Pûtîn? Û dibe ku bibin şahidên girêdaneke neyeksanîyên beloq ên civaka me û zindîbûnên rûstirsîyê [rûsofobî] ? Hê zêde zû ye ji bo bersiva van pirsan, lê belê bi qasî em ji dîrokê fêr dibin, tercîhên sîyasî yên bi aqil zû bi zû nebûne jêdera hestên li dijî rûsan.

* Li Zanîngeha Qudusê profesorê têkilîyên navneteweyî

______________

 (1) Cf. Albert Resis, «Rûstirsî û “Wesîyet”a Peterê Mezin, 1812-1980», Slavic Review, Vol. 44, n°4, zivistan 1985; û John Howes Gleason, Jêdera Rûstirsîyê li Brîtanyaya Mezin, Harvard University Press, Cambridge, 1950.

(2) Cf. Boris Kagarlitsky, Împaratorîya Derûberê: Rûsya û Pergala Cîhanê (London: Pluto Press, 2008), pp. 81-82, 127-131; û Margaret Miller, Pêşketina Aborî ya Rûsyayê, 1905-1914, Franl Cass, London, 1969.

(3) Ji alîyê Albert Resis ve hatîye wergirtin, Art. cit.

(4) C. W. Crawley, «Têkilîyên Îngilîz-Rûs 1815-40   », The Cambridge Historical Journal, Vol. 3, n°   1, 1929.

(5) Cf. Kevin Narizny, Aborîya Sîyasî ya Stratejîya Mezin, Cornell University Press, 2007.

(6) Paul Hanebrink, «Gava kîna komunîzmê tovê dij-semîtîzmê diçand», Le Monde diplomatique, kanûna paşî 2019.

(7) Richard Norton-Taylor, «Nameya Zinoviev hîlebazîyeke qirêj a MI6   bû», The Guardian, London, 4 sibat 1999.

(8) Gabriel Gorodetsy, «Çîrokeke din a Peymanên Munîhê», Le Monde diplomatique, çirîya paşî 2018.

(9) Di berhema Anne Perkins, Baldwin de derbas dibe, Haus Publishing, London, 2006.

Wergera ji fransî: Baran Nebar