Fuad Önen ji bo pirtûka Barış Ünlü “Peymana Tirkbûnê” (Türklük Sözleşmesi) çi dibêje?

Hevpeyivîn: Ferzan Şêr

Ji serî de bikaribin wekî pirsgirêka tirkan bi nav bikin, yanî di vê erdnîgarîyê de pirsgirêka tirkîtîyê heye. Kurd, ereb, ecem, pênaseyên wan hene, ehlên vê axê ne. Mirov wexta ku ji yekî re bêje kurd tête fahmkirin ku çi jê tê qestkirin. Tirkîtî ne wisa ye.  Tirkîtî aîdîyeteke çêkirî ye.

Halepce

Her çiqas di van demên dawî de kurdolojî geştir bûbe jî, di warê lîteratura sîyasî ya pratîkî de valahîyeke mezin heye, ango em dikarin bibêjin ku literatura sîyaseta kurdan di Marksîzmê de xitimîye. Îcar di van demên dawî de pirtûka Türklük Sözleşmesi (Peymana Tirkbûnê), her ku ji alîyê akademîsyenekî tirk ve, bo literatura tirkî ya sîyasî hatibe nivîsin jî dikare vê sekna hanê vejîne, dînamîzmekê bidê. Türklük Sözleşmesî bi teorîya xwe di cîhanê de, nemaze di warê (bîyo) polîtîkayên hestan de nimûneyeke balkêş e.

Her wekî din valahîyeke mezin jî ango dubendîyek jî di navbera akademîk û sîyaseta kurdewarî de heye. Kesên dûrî praktîk û çalakîyên sîyasî bi qelemê karekî dikin, wekî ku dîsa derdorê qelemê wan dixwînin. Yanî bandora wan li civakê nabe. Di warê sîyaseta praktîkî de jî halê “nexwendinê” li kar e, ew jî dike ku sinifa sîyasî ya kurdan derveyî dema heyî ya cîhanê bimînin. Ji bo şikandina vê yekê ji modernîzasyona şêweyên rêxistinîyê heye bi mektebên sîyasî, beşên sîyasî yên kurdî gelekî rê û rêbaz hene. Halê hazir bi ya min yek ji van jî ev ew e ku mirov têgehên akademîk bi sîyasîyan re nîqaş bike. Îcar Fuad Önen yek ji wan kesan e ku wî kirasê têkçûyîna nifşa xwe li xwe neanîye; yek ji nîşaneya vê redkirina têkçûnê jî di helwest û têkoşîna wî ya sîyasî de bi gotinên tiştên nû re xwe dide der. Wekî ku her axaftin û nivîsên Fuad Önen tiştekî nû, fikrekî nû, boçûneke nû rê xelkê dide. Bi giştî li ser çarçoveya Peymana Tirkbûnê, pey re jî me li ser hin mijarên navxweyî ên kurdan guftugoya xwe bi Fuad Önen re dirêj kir. Fermo, dora xwendinê ye.

- Barış Ünlü wekî ku di destpêka pirtûka xwe ya Türklük Sözleşmesi de çîroka xwe ya kurdan jî bi rasthatinî rave dike. Wekî ku em dizanin dema İsmail Beşikçi bo leşkerîyê tê Kurdistanê kurdan nas dike. Fîlozofê navdar ên fransiz Pierre Bourdieu jî li Cezayirê leşkerî dike, xebatên xwe li ser cezayirîyan dike. Barış Ünlü jî di destpêka kitêba xwe de qala rasthatinîyekê dike. Li mala hevalekî xwe yê kurd e. Li wir li malê atmosfera nasnameya kurdan bala wî dikşîne, ev yek jî meraqa wî li ser kurdan zêdetir dike. Ji bo ku mirov (kesên serdest), kesên bindest nas bike lazim e bi rasthatînî wan nas bike. Tu vê rasthatinîyê çawa dibînî, gelo ji bo ku di rewşenbirîya serdestan de mirov hin heqîqetan bibîne ma qey lazim e rewşenbîrên serdestan rêya xwe şaş bikin?

A Fransayê em deynin alîyekî, akademîya Tirkîyê ji rasteqînîya welat û miletê kurdan re girtî ye. Û evana temama perwerdeya xwe ji xwendegeh û akademîya tirkan digrin.

Bona wê çavên wan ji kêşeya Kurdistanê re girtîye. Pêwist e ku rasthatinîyek hebe? Na.

Yanî yê ku baş bişopînin, bi serê xwe bifikirin, bê rasthatin jî dikanin bigihîjin vê encamê. Lê di vira de kêşe ew e ku esas pirsgirêk pirsgirêka tirkan e. Lê vêya wekî pirsgirêka kurdan bi nav dikin. Pirsgirêk bi sedema ku a wan e, ji hundir wê pirsgirêka xwe de difikrin û dinêrin, loma jî rasteqînîya welat û miletê kurdan nabînin.

Ji serî de bikaribin wekî pirsgirêka tirkan bi nav bikin, yanî di vê erdnîgarîyê de pirsgirêka tirkîtîyê heye. Kurd, ereb, ecem, pênaseyên wan hene, ehlên vê axê ne. Mirov wexta ku ji yekî re bêje kurd tête fahmkirin ku çi jê tê qestkirin. Tirkîtî ne wisa ye. Tirkîtî aîdîyeteke çêkirî ye. Heger em qala miletê tirk dikin jî, mileteke allokton e. Bi destê dewletê miletek hatîye avakirin. Li Rojhilata Nêzîk, Navîn û li bakurê Afrîkayê pirsgirêk tirkîtî ye. Û tirk in. Lê ev vêya vedişêrin. Mesela dibêjin ereban ji paş re xencer li me xistin, berê digotin kurd eşkîyatîyê dikin, peyatîya îngîlîzan dikin. Bi sedem ku hay ji xwe nîn in.

Pirsgirêkê transfer dikin. Wekî pirsgirêka tirk lê nanêrin, kurd pirsgirêk in, ereb pirsgirêk in, vana ne sadiq in. Ermenîyan îxanet bi me re kirin, ereban îxanet bi me re kirin, kurdan îxanet bi me re kirin. Wexta ku pirsgirêkê ji alîyê xwe derdixin û transferî qewmên din dikin li ser qewmîyeta xwe ya çêkirî nafikirin û nas nakin. Bona wê heta ku di hundir wê hevkêşeyê de li xwe û li dor xwe binêrin ew ê tênegihêjin. Îcar bona ku têbigihêjin ji wan re şok lazim e. Ev şok ya dê ji alîyê miletê kurd ve bê kirin an jî şokek ilmî derbas bikin. Bi halê asayî, bi jîyana xwe ya asayî nikarin bigihêjin vê rasteqînîyê.

-     Ji bo çêkirinê, ji bo tiştekî çêkirî, armancek jê re divê, metodolojîyek jê re divê, hewlek jê re divê, sazî jê re divên. Ên xwezayî di hemdê xwe de dimeşin. Lê ji ber ku tiştekî çêbikin, rê û û rêbaz û metolojî lazim in. Hin kes jî hene li derveyî vê metolojîyê ne, li dijî vê metolojîyê ne. Dema behsa kurdolojîyê dikin, di destpêkê de wekî antî-kurdolojî ne. Lê di nav van zanistan de hin kes hene ku li xêra kurdan tiştin nivîsîne, hin karên ilmî jî kirine.

Belê wisa ye. Anuha mesela tu li propogandaya dewleta tirk binêrî her ku bona kurdan tiştekî dibêjin peyva “qaşo”(goya) tînin pêşîya wê. “Sözde Kürt milleti” (Qaşo miletê kurd), “Sozde Kürt bayrağı” (Qaşo Ala Kurdî), “Sözde Kürdistan” (Qaşo Kurdistan), “Sözde PKK Komutanı” (Qaşo Fermandarê PKKê). Halbûkî yên wan esasen qaşo ne. Îcar ku tu bi qaşobûna xwe nehesî, tu yê derveyî xwe wekî qaşo pênase bikî. Wan ala xwe ji ber alaya yewnanîyan çêkirine, alayeke qaşo ye. Vê nabînin. Ji alaya Kurdistanê ya xwezayî, têkoşîneke sed salî, têkoşîneke serxwebûnê re hatîye xêzkirin re dibêjin qaşo. Mesele dîyalektîka hundir û derve ye bi ya min.

Li Tirkîyê em nikarin bibêjin zanist heye, akademî heye û di van akademî an zaningehan de azadîya ramanî heye û bêsînor dikanin van kêşeyan guftûgo bikin.

- Di kitêbê de perspektîfa “spîbûnê/spîtîyê” tê şopandin ku stratejîyên wê jî “nezanî, bêeleqeyî û bêhestîyarî” ye. Ev fenomanên spîbûnê jî ji nijadperestîyê tê cudakirin. Te dî dema kurdek ji tirkekî re qala trajedîyeka ku hatîye serê kurdan dike ew kesê tirk dibêje “min nizanibû”. Ev stratejîya nezanîyê ye. Li gor te meseleya reşik, yên din û bindestan dikare di bin banê fenomenên spîbûnê ji nijadperestîyê cuda bibe, ango têkilîyeke xebatên spîbûnê û nijadperestîyê de heye?

“Türklük Sözleşmesi” (Peymana Tirkbûnê), redkirin û jiholêrakirina rastîya welat û miletê kurd e

Nuha ez ê bi giştî ji bo Barış Ünlü çend tiştan bibêjim. Pirtûkeke hêja ye. Û kedeke giran daye. Li ser fikirîye. Esasê vê pirtûkê analojîyek e. Yê ku bo tirkîtîyê bi hawê analojîyê, bi peymana tirkbûnê saz dike sê waqa hene. Yek li Amerîka reşik û spî, li wir xebatên spîbûnê. Ya din xebatên femînîzmê, bi taybet di nav jinên reşikan de dijderketina li femîmîzma jinên spî. Ya din jî başûrê Afrîkayê ye. Analojî jî carina bona fahmkirina bûyeran, wasîteyeke baş e. Lê dema tiştê esasî yê ne wekî hevûdu, di bingeha xwe de ne wekî hevûdu, tu bi rêya analojîyê bişibinî hev, tu rê li kêşeyan vedikî.

Di vira de kêşeya esasî ev e. Li Amerîka reşik û spî hene. Spîyan demeke dûr û dirêj, bi sedan sal zilm li wan kirine, nijadperestîyek li wan kirine. Lê li Amerîka Reşikistanek tune ye. (Ger pêwîstî bi qîyasekê hebe, divê kurd ne bi reşikên Amerîka lê bi çermsorên Amerîka re bên qîyaskirin). Tu were başûrê Afrîkayê, li başûrê Afrîkayê jî Spîstanek tune ye. Evên kolonyalîst hatine li wê derê, kolonîyeke spî ava kirine, di ser wê kolonîyê re zilm û zordarî li niştecihên Afrîkaya Başûr kirine û li reşikên Afrîkaya Başûr kirine.

Xala sisêyan femînîzm e. Her çend mesele di Lenîn de jî heye, mafê çarenûsî, bêtir dişibîne hevberdanê (gerek mirov bi hêsanî karibe hev berde). Ev her du mijar ji hev cuda ne. Kêşeya zayendî civatê tîkane dike du perçe. Halbûkî kêşeya dewleta Tirkîyê û Kurdistanê ne wisa ye, ne yekpare ne. Li vir dewleteke dagirker heye û Kurdistanê dagir dike, bi zilm û zorê bi rê ve dibe. Vêya em nikarin bişibînin kêşeya zayendî û hişmendîya mêrserdest ku mêr zulmê li jinan dikin. Ev bi ya min, zeafa vê pirtûkê ya esasî ye. Ev, ew çend zeafek e ku esasen di vê çarçoveyê de dikarim bêjim ku Barış Ünlü jî di hundir Peymana Tirkbûnê de difikire. Qest jê ew e: rastîya Kurdistanê dernaxe pêş. Kurdan derdixe pêş. Wekî nimûne li Tirkîyeyê pomak jî hene lê Pomakistan tune ye; çeçen jî hene lê Çeçenîstan tune ye. Halbûkî tiştê ku Barış Ünlü dike, li ser peyva Peymana Tirkbûnê, kurdan, pomakan û çeçenan dadixe astekê. Encama vê çi ye, encama vê yekê di ser rastîya Kurdistanê re gavkirin e. Ev esasen heger em ê Peymana Tirkbûnê gengeşe bikin, xala esasî ev e. Dewleta Tirkîyê rastîya welat û miletê kurdan red dike û dixwaze ji holê rake. Heger em têgeha Barış Ünlü bi kar bînin, esasen xala esasî ya Peymana Tirkbûnê, redkirin û jiholêrakirina rastîya welat û miletê kurd e. Bes Barış Ünlü jî di analîzên xwe de vê rastîyê dernaxe pêş.

Her çend cih bi cih qala Kurdistanê dibe jî, analîzên wî ne li ser rastîya welat û miletê kurd e. Di navbeyna spîtî û nijadperestîyê de cudahîyek heye an tune ye, yanî li Amerîkayê serdestîya spîyan şiklekî nijadperestîyê ye. Feqet bi sedem ku di nava hevûdu de ne, em bêjin ne wekî karê Fransa li Cezayirê kir. Ne wekî wê ye. Her cudabûnên wan hebin jî, li wir spîparêzî cinsekî nijadperestîyê ye.

Ev pirtûk ji bo tirkan hatîye nivîsîn lê yên ku pirtir dixwînin û dipejirînin kurd in

- Dîsa jî têgehên di pirtûka Barış Ünlü de hatine bikaranîn, hêjayî nîqaşê ne bi ya min. Mirov dikare bi wan tiştan re jî tiştinên din nîqaş bike. Yek bi yek fragmantên ku tê de ne divê mirov nîqaş bike. Belê li ser kurdan gelek analîz hatine kirin, lê li ser jîyana wan a rojane kêm xebat hene. Bi saya têgehên tê de em dikarin li ser van tiştan jî bifikrin, nîqaş bikin, bi awakî din li meseleyê binêrin.

Ev der muhîm e. Ka ez vêya jî bibêjim. Paradoksa vê pirtûkê ev e ku ji bo tirkan hatîye nivîsin. Bo fahmkirina tirkîtîyê ye. Mixabin, ê ku vê pirtûkê dixwînin û dipejirînin jî kurd in. Di nav tirkan de, ez bawer im di nav rewşenbîrên tirkan de nîqaş hene. Hinek rexne lê digrin, hinek dipesinînin. Lê bi giştî em bêjin, kurdan ev pirtûk pir ecibandin û parastin. Ev bi xwe problem e. Tu fêdeya vê pirtûkê li kurdan nîne. Kurdek ji vê pirtûkê fêrî tiştekî nuh nabe. Kurd ji xwe di jîyana xwe de dijîn. Yê ku lazim e bixwînin û têbigihijin û vê Peymana Tirkbûnê derbas bikin civaka tirk e. Lê ew bi xwe naxwînin. Bi ya min têgehên ku ew pêşnîyaz dike, piranîya wan jî nîqaţbar in.

Di serî de peyva ”peyman”ê nîqaşbar e. Peyva peymanê tê wateya ku hin teref hene û li ser tiştekî li hev kirine.

Di vir de terefekî wisa tune ye. Dewletê biryar daye, li gor biryara xwe bi muhendisîya civakî xwestîye miletekî allokton ava bike, miletên otokton jî ji holê rake.

- Lê belê ev jî heye, dewlet dawîya dawî ji kadroyan pêk tê. Ew kadro jî wekî ku civakeke çêkirî ye. Ew tiştê ku çêkirin jî mirov in. Bersiva mirovan jî girîng e. Dema Fransa diçe Cezayirê bersiva gelê Fransayê tiştekî din e. Dema Amerîka li dijî reşikan tiştekî dike bersiva civaka amerîkîyan tiştekî din e. Bûyerên 6-7 Îlonê em bînin bîra xwe. Dewleta tirk bêtirî bi destê civakê êrîşî mal û milkê xeyrî-misilmanan kirin. Em dibînin ne tenê bi kadroyan bi rêya civakê, bi rêya lînçkirinê ev muhendisî tê kirin. Ew kesên êrîşkar bi xwe ne xwedî nasnameya polîs û eskerî ne, lê wekî polîs û eskeran tevdigerin.

Belê hêlên civakî hene. Lê “peyman” vê îzah nake. Wekî encam, ne dewleteke nuh e dewleta Tirkîyê. Berdewama dewleta Osmanî ye. Lê ne dewleta Osmanî ye, êdî dewleteke nuh e. Dewleteke modern e. Di wê derbasbûnê de vê dewletê ji xwe re hin tişt kirin hedef. Û li gor wan hedefên xwe hegemonyayeke fikrî ava kirine. Piştî em bêjin sî salî, piştî çil salî êdî gel jî vê fikrîyatê wekî ya xwe dibîne. Halbûkî peyman [girêdan] divê di serî de tiştekî weha hebe. Tiştekî wisa di serî de tune ye.

Belkî em bên ser derketina Îttihad Tereqqîyê [Ittihat ve Terakki Cemiyeti], ferqa wê ya împeratorîya Osmanî. Di destpêkê de dewlet heye, cîhazekî dewletê heye. Esasen Îttihad Tereqqî û kemalîzm di warê fikrî de jî berdewama Osmanîyan e. Evan ji 1923yan vir de bi hêz û cîhazên dewletê, ew ramanên xwe bi gel dan qebûlkirin. Piştî sî-çil salan, gel jî wekî dewletê hest dike, wekî dewletê difikire. Vêya em ê bo çi bi têgeha peymanê îzah bikin. Têgehên di lîteraturê de ên berê hene, têrê dike bona analîzekê. Ew jî çi ye, ev dewlet dagirker û jenosîdkar e. Li gor vê karaktera xwe ya dagirker û jenosîdkar civakek jî ji xwe re ava kirîye. Hegemonîya îdeolojîk saz kirîye, wekî encam dezgehên dewletê ên îdeolojîk jî hene. Bi peyva Althusser cîhazên îdeolojîk ên dewletê. Di ser vana re û bi aparatên hêzan jî gel îqna kirîye, bi gel daye fahmkirin ku “ne em bin, em wisa nefikirin em ê ji holê rabin”. Feydeyeke wê heye. Feydeyeke vê terza fikirandinê heye, ji vê terza fikirandinê biratî dernakeve. Ew feyde ye. Lê yê ku dibêje “ew ê fahm bikin”, esasen civaka tirkan e. Civaka kurdan di jîyana xwe de van dizanin.

- Belê mamoste tu rexne li peyva “peymanê” digrî. Tu vê, em bêjin “ne peyman” lê hevkarîyê, ji alîyê dewletê ve jî bê, ji alîyê tirkan ve jî bê, vê yekbûyîna dewlet û miletê tirk çawa ţirove dikî?

Li her derê dewlet hegemonyayeke îdeolojîkî û fikrî li ser civatê ava dike. Ev ne tenê taybetmendîya dewleta tirkan e. Lê bi xwe, Peymana Tirkbûnê, têkilîya dewleta tirkan û Kurdistanê îzah nake. Heta dereceyekê, wê têkilîyê dinuxumîne. Îtîraza min ji wê ye. Ev yek nimûne ye. Wekî din jî têgîn hene. Esasen ev têgehên ku Barış Ünlü jî dibêje, ne ku wî îcad kirine. Di xebatên spîbûnê yê Amerîka û Afrîkaya Başûr jî, di xebatên femînîst de ev têgeh hene. Qesta min jê, her têgehek bi me xweş be, bê lêpirsîn û bê muhakeme divê em nepejirînin. Berê em lê bipirsin, di lêpîrsînekê re derbas bikin, muhakame bikin. Dû re heke rast be em bi kar bînin. Lê xwendeyên kurdan ji bo fikrên Rojavayê xwe, ne xwedî karaketereke rewşenbîrî ne. Bêyî ku lê bipirsin, ger dengekî nerm di layê tirkan de dibihîzin, dibêjin ev pir baş e.

- Te behsa têgehan jî kir. Li ser vê “nezanîyê” ne di mahneya cahiltîyê de di mahneya “min nedizanî” de pedagojîyek heye. Zarok ji bo ku nizanibin têne perwerdekirin. Psîkanalîst Allice Miller ne ji bo konteksteke sîyasî bibe jî, ji bo takekesan, ji bo civakê,  helbet sîyasî jî tê de têgehekê bi kar tîne dibêje “pedagojîya jehrîn”. Tu dikarî pedagojîya vê nezanîyê,  ku dibêjin “min nedizanîbû tiştên wiha hatine serê kurdan”, hem ji bo zarokên tirkan hem ji bo zarokên kurdan ţirove bikî?

Ez di wir de vê yekê wekî nezanîn napejirînim. Şaşzanîn e ev. Di perwedeya tirkan de, derheqê kurdan de, serhildana kurdan de hin zanîn hene. Îro ji xwe ji dibistan û zaningehan bêtir televîzyon hene, înternet heye, her kes kêm zêde xwedî zanîn e. Lê zanîneke şaş e. Esasen ji vê yekê re em dikarin bêjin îdeolojî. Sedem, Marks îdeolojîyê ji bo zanîna şaş bikartîne. Ev zanîn e, lê zanînek hatîye “îxfalkirin”, zanîneke şaş e. Tenê nimûneyekê bidim. Di salên nodî de li gor raporta meclîsa tirkan, 4300 gundên kurdan hatine şewitandin.

Li Tirkîyê jî bi hezaran gund hene. Em dikarin bêjin ku van gundîyan pê nizanîbûn? Na, va gundîyan zanîbûn, lê wan digotin “vana dijminê dewleta me ne, terorîst in, ew şewat û kuştinê heq dikin”. Nuha hemû tirk dibînin ku dewleta wan dadikeve Efrînê, Serêkanîyê, Girê Spî. Lê ne ku vêya nizanin, lê vêya dipejirînin. Dibêjin ku “bo bekaya dewleta me, divê ev bên kuştin, ji wir bên qeşitandin, bên avêtin”. Ji vê re em nikarin bêjin nezanîn. Ev zanîneke dagirker, jenosîdkar û kolonyalîst e. Û civata tirkan bi vê zanînê hatîye perwerdekirin. Mesela profesorên wan hene. Bi sedan zanîngehên wan hene. Rojek bi tenê dengek ji van zanîngehan derdikeve, îtîrazek derdikeve? Dernakeve. Ne ku nizanin. Wê dipejirînin. Zanîneke dagirkerane, jenosîdkarane di nava gel de belav dikin. Gel jî xwedîyê wê zanînê ye. Ji vêya re gotina “nezanîn” bi min rast nayê.

- Ji hêla kurdan ve jî Barış Ünlü dîyar dike ku ev îmtîyaza nezanîna tirkan li ba kurdan berovajî ye, kurd tim û daîm mecbur in bizanibin, tiştên ku hatine serê wan bizanibin.

Ji hêla kurdan ve, ji hêla zarokên kurdan ve em dikarin vê bibêjin. Derfet û çavkanîyên zanîna li ser xwe ji wan re hatîye girtin. Çavkanîyên zanîna wan ew e, yên ku dewlet dide ber wan. Ji vêya re nikarim bibêjim nezanîneke jehrîn, kanim bêjim zanîneke jehrdadayî. Bi min ew têgeh dê çêtir îzah bike.

- Te di nav axaftina xwe de hinekî bersiv da, lê dixwazim tu hinekî din zelaltir bikî. mimkin e mirov wekî bindest ji hêla derûnîyê ve ji serdestê xwe fahm bike, yanî qesta min ew e ku vê pêlê xebatên ku li ser mexdûran pir li pêş e, bindest ji rojevê paş dikevin, xebatên li ser serdestan bêtir bi pêş dikeve, mînak bi navê masculinity xebat ji ser mêran tê kirin? Faşîzm vê dawîyê pir tê axaftin. Tespîtên li ser faşîzmê her hebûye, lê vê dawîyê bi awakî akademîk qadeke dîsîplînerî bêtir li ser tê xebitîn.

Xebatên derûnnasî dikare feydeyê bide terza sîyasetê

Psîkolojîya miletên bindest, derûnîyeke birîndar e. Bi sedem jîyana wan, jîyaneke anormal e. Têkilîyên wan bi xwe bi yên din re têkilîyeke anormal e. Ev dihêle ku psîkolojîya miletên bindest birîndar be. Derbaskirina vê bi ya min, bi hêz û sîyasetê dibe. Xebatên derûnnasî, lêkolîna li ser derûnnasîya mexdûr û bindestan dikare feydeyê bide terza sîyaseta mirov. Lê li tu derê dinê ev derûnîya birîndar bi gotinê, bi lêkolînan tedawî nebûye, nabe jî. Bona ev derûnî tedawî bibe divê ew milet ji wê rewşê derkeve. Ev jî mijareke sîyasî ye, ne mijareke derûnî ye. Van salên dawîn li Tirkîyeyê, belkî hinek jî li Kurdistanê ji bo sîyaset li paş bimîne, her tişt derdikeve pêş. Ziman derdikeve pêş, derûnnasî derdikeve pêş, wêje derdikeve pêş, sîstem jî hebekî rê dide ber vê, rê li ber van çalakîyan vedike. Ev qadên çalakîyê, qadên apolîtîk an jî qadên derveyî polîtîkayê tên binavkirin. Bi ya min ev jî hûcûmeke sîstema dagirker e. Li wir xala esasî sîyasî ye.

- Qey bandora dîsîplînan li hev nabe? Mesela Fanon psîkyatr e, dawîya dawî, lê gelek xebatên wî bandor li sîyasetê kirine, li sîyasetmedaran kirine. Kesên herî radîkal bi xwendina Fanon re pêş ve diçin.

Belê têkilî û alîkarî û jihevfêrbûna di navbera dîsîplînan de heye, divê hebe jî. Bi rastî nizanim, bandora Fanon li Cezayîrê çiqas hebû. Qasî ku kurdan Fanon xwendin û jê fêr bûn, gelo cezayirîyan xwendin û jê fêr bûn? Ji vêya nebawer im. Ya ku dibêjim, ne ku ez van dîsîplînan paşguh dikim. Dixwazim bibêjim ku di ser van dîsplînan re hewl didin ku civateke apolîtîk ava bikin. Îtîraza min ji vê re ye. An na di destpêkê de jî min got sinifa me ya sîyasetê gerek ji van dîsplînan pir sûd wergirin. Bi sedem tu dixwazî rewşeke civakî biguherî, divê tu derûnîya wê bizanibî, dîroka wî bizanibî, zimanê wê jî bizanibî, tu van gişan bizanibî. Probelema me ev e ku, ev qadên pêwîst û elzem, wekî qadên apolîtîk, derveyî polîtîkayan têne pênasekirin.

- Dîsa li gor kitêbê berxwedan û serhildana kurdan, îmtîyazên ku tirkan (nedîtinê, nebihistinê, bêhestîyarîyê û bêleqeyî) ji destê wan girtine. Te cunta dîtine û tu li ser wan xwedî bîreke dîrokî yî jî. Tu vê krîzê çawa dinirxînî. Bi te jî krîzeke weha heye?

Krîza sîyasî rê lê vedike ku hegemonîya îdeolojîk jî parçe bibe

Krîzeke sîyasî heye. Krîza sîyasî rê lê vedike ku hegemonîya îdeolojîk jî parçe bibe, ew jî têkeve nav krîzê. Ya serdest bi ya min krîza sîyasî ye. Bi sedem serhildanên kurdan û bûyerên li dinyayê diqewimin, bi taybet li Başûrê Kurdistanê avakirina federasyonekê, ber bi serxwebûnê ve herîkandinek, li Rojavayê Kurdistanê xuyakirina sînorê Rojavayê Kurdistanê li temama rojeva cîhanê cih girtin. Çawa bêjim, îro di hilbijartina Amerîkayê de kêşeya kurd argûmenteke cidî li hember hevûdu bi kar tînin. Vêya rê li krîzeke sîyasî vekirîye. Dewleta tirkan ji damezrandina xwe heya îro, tu Qibrisê nehesibînî cara ewil ji derveyî sînorê xwe şer dike. Tûgayek şandin Koreyê wan nehesibinî. Îro li derveyî sînorên xwe hem li Iraqê hem jî li Sûrîyeyê şerekî didomîne, li ser Kurdistanê. Wexta sîyaset, nîzama wan a sîyasî di krîzekê de be, wekî encam fikrîyata wan, hegemonîya wan a îdeolojîk ya bi vê xurtîyê ve girêdayî jî dikeve krîzê. Heger tu xurtîya wan a fikrî bişkênî, hegemonîya wan a îdeolojîk jî parçe dibe. Bi vê wateyê em dikarin bêjin ku fikrîyata tirkîtîyê jî di krîzekê de ye.

- Di pirtûkê de qala “bixwebawerîyê-xwebawerîyê” tê kirin, ku bi tevgerên bedenî ya kurdan ve girêdayî ye. Gelek caran ez jî dibînim dema ez telefonî hevalekî xwe dikim, ger bi tirkî bipeyve ez dizanim ku li Stenbolê di otobusê de ye. Di pirtûka xwe de Barış Ünlü qala tevgerên bedenî ya kurdan bi vî rengî dike. Mesela behsa jinekê dike, mêrê wê kurd e, jin dîyar dike ku mêrê wê dema li loqenteyê bang li garson dike, bi awakî bêdeng dike. Gelo tevgerên kurdan ên bi vî rengî hene, sedemên wê çi ne?

Meseleya kêmxwebawerî rast e. Ger miletek bi nifûsa xwe ya çil milyonî, bi erdnigarîyeke 500.000 km çargoşe xwe îdare neke, ji dêvla dewletekê çar dewletên dagirker wan îdare bikin, ew rewş bi xwe sedema psîkolojîyeke xwebiçûkdîtinê ye. Eva din, eva ku Barış Ünlü qest dike bêtir di nav yên hewl didin entegreyê civatê bibin de, entegereyî Tirkîyê bibin de heye. Ew xwe vedişêrin, hin bi semt gavan davêjin, hez nakin ku kurditîya wan ji tevgerên wan ên bedenî bête fahmkirin. Nuha mesela, ê ku ez lê rast hatime sê serdemê koça ji Kurdistanê ber bi Tirkîyê ve hene. Yekemîn, salên şêstî ne. Pêleke xurt ji Kurdistanê ber bi Tirkîyê ve hat. Ewana bi nîyêt û hedefa entegreyî civata Tirkîyê bibin hatin. Kurdîya xwe jî kurdîtîya xwe jî vediţartin. Nifţeke din a piţtî hefteyî hatin, bi sedem 1968-1974 tevgera neteweyî ya Kurdistanê jî li bakur ji nuh de deng veda, ew ên di wan salan de hatin têkilîya wan û kurdbûna wan bi awayekî asayî bû. Ne beloq dikirin, ne jî vedişartin. Ya sisêyan piştî salên nodî ye. Ew ê ku bi hêrsekê, bi kînekê ji ser axa xwe mecbûr man û ber bi alîyê tirkan ve çûn, kurdîtîya xwe bi awakî beloq dijîyan. Dixwestin ku ên li hemberî wan bizanibin ku ew kurd in. Ji salê 2000î vir ve ji nuh de pêlek entegrasyonalîst xurt bû. Wê derûnîya têkçûyî rê li derûnîya lihevkirinê vekir. Lihevkirina kurdan û tirkan jî bi sedem ku tirk kurdan wekî milet û xwedî welat napejirînin, lihevkirina kurdan û tirkan li ser çarçoveya tirkîtîyê an jî tirkîyetîyê ye.

- Em vê yekê jî dizanin, serdest di meseleya kurd û tirkan de tirk e ji wê nezera serdestîyê, kurd ji bo tirkan wehşî ne, çîyayî ne, kurd pir xurt in, karê hemalîyê her tişt bi wan tê kirin. Ji ber ku kurd zexm in. Tu ji spîyan bipirsî reşik jî weha ne. Li gor spîyan reţik xurt in. Madem ku ewqas xurt in, çima bindest ji van serdestan ditirsin. Mesela hiqûq e? Tu li ber çavên wan wekî dêwekî yî lê tu ji wan ditirsî?

Ev derûnî ji berê de tune bû. Heya bi salên heftêyî çawa ku di hişmendîya tirkekî de “kurd wehşî ye, xedar e, şerbaz e, korefahm e” di derûnîya kurdan de jî tirk “tirsonek in, derewçîn in, bênamûs in”. Heya salê heftêyî jî wasatî kurdek, derûnîya kurdekî, hiţmendîya kurdekî bo tirkan bi vî rengî bû. Û bi xwe bawer bûn. Tecrûbeyên min ên şexsî jî hene. Di 1968an ez ji bo lîseyê hatim Stenbolê.

Wexta ku ez hatim min digot ev giş tirsonek in derewçîn in, bênamûs in. Em li hev bixin ew ê birevin, gerçî dema me lihevxist min gelek lêdan jî xwar, kafirbavan nedirevîyan. Lê ez bi piştgeheke xurt hatibûm Stenbolê. Ew ê cesaret dida min ku ez kanibim bi sê çar zarokên pola xwe re şer bikim. Ev piştî salên heftêyî şikest. Ev mijara mekanîzmayên entegresyonê û xurtîya entegrasyonê ye. Civaka kurdan a girtî belav bû pê ve derûnîya kurdan jî li hember tirkan di hundir derûnîya wan de xwebiçûkdîtin û tirsek ava bû. Bo çi tevî ku bi bedenê xwe ji wan xurtir in jî ew ditirsin? A wan dewleta wan heye. Ya kurdan dewleta van nîne. Dizanin kengî ku kurdek û tirkek pevdiçin dewlet jî civata tirkan jî bê ku bizanibin kî heq kî neheq ew ê tereftarê ê tirkan bin.

- Ne şaş bim li Konyayê ev bûyer diqewîme. Serbazekî pîlot li kolanê navnîşana cihekî dipirse, di navbera wî û du kesan de minaqeşe dertê, pevdiçin. Ew her du kes bang li derdorê dikin dibêjin ev “PKKyî” ye. Xelkên wê derê lê dicivin, zilam nasnameya xwe ya leşkerî rê wan bide jî dev jê bernadin heya ku polîs tê ji nav lepê wan derdixe.

Hatîye serê wan dîtîye. Bo derûnîya me ka vanan bibêjim. Di berxwedana Dêrsîmê de bang li jineke kurd dikin, dibên “eskerên tirk nêzîkî vir in, ew ê werin van çîyayan”. Bersiva wê jinika Dêrsîmê pir balkêş e. Dibêje “ji dola bavê min sed û pencî peya hene li vî çîyayî, artêşa tirkan dikarin çi bi min bikin”. Em ji wê derê hatin vê derê. Divê em wê derê jî ji bîr nekin, tim bînin bîra xwe.

- Li ser meseleya reşikan Barış Ünlü dîyar dike ku peyvên mîna negro dema tê nermkirin dibe “black (reşik)” komikên xwedî îmtîyaz li ber xwe didin li hemberî van peyvan. Wekî ku em dizanin ji bo ku nebêjin kurd dibêjin “Kürt kökenlî”, peyva “sözde” ya tirkan dema bê pêşîya kîjan peyvê heqîqata wê peyvê înkar dike. Di geleke axaftinên xwe de te jî bal kişandîye ser meseleya Lozanê ku Rojhilata Navîn e ango Rojhilata Nêzîk e. Navlêkirin çi bandor li ser fikrîyatê dike?

Esasen di dîrokê de jî tu lê dinêrî, binavkirin bêtirî ekzoneym e. Mirov xwe bi nav nake, yê derveyî mirov, mirov bi nav dike. Di serdema împeratorîyan de heya bi modernîteyê, tiştekî xwezayî ye, asayî ye, qestek tê de tune. Lê di serdema modernîteyê de û di mijara reşik û kurdan de qestek tê de heye. Dibêjin “em serdestê we ne” û dixwazin bi me bidin qebûlkirin ku me jî ev bindestî heq kirîye. Bo wê jî çi navên biçûkkirinê, çi navên bêîtîbarkirinê hebin, serdest wan li bindestan dikin. Ev binavkirina anuha ne wekî yên di dîrokê de xwezayî, asayî ye, ev binavirkirneke îdeolojîk e, binavkirneke dagirker e.

- Meseleya xelat û cezakirinê?

Esasen ev ne taybetmendîyeke vê dewletê ye. Her dewlet û her desthilat ji bo yên nêzîkî xwe rêya xelatê, ji bo ên dijî xwe jî rêya cezayê vedike. Li vir tenê li ser tirkîtîyê  jî nameşe. Wekî nimûne, di serdema desthilata AKPê de li ser îslamê meşîya.

Tirkên misilman jî kurdên misilman jî tê de. Xelat dan wan. Ên ne li wê derê cezakirin. Bi ya min Barış Ünlü hin taybetmendîyên bi her dewletê re heye tîne, tevê di hundirê Peymana Tirkbûnê de pênase dike. Evîya bi min ne rast e. Dewlet cîhazek e, li her derê dinê noqteyên wan ên hevpar hene, hin taybetmendîyên wan hene. Ev tiştê ku dewleta tirkan û Peymana Tirkbûnê ava dike hinek ji wan di her dewletê de dikare bê dîtin.

- Di dawîya pirtûkê de, Barış Ünlü hewlên li dijî Peymana Tirkbûnê jî dîyar dike. Yekemîn xalên ku vê peymanê dişkêne serborîya Îsmaîl Beşikçî ye. A din jî Akademîsyenên Aştîyê ne. Tu manifestoya Akademîsyenên Aştîyê çawa dibînî?

Ez “Barış Akademisyenleri” cidî nagrim. Evîya muxalefeteke lawaz e. Gotin em ne şîrikên van gunehan in.

- Ev ne muhîm e. Mesele tu tirkan rexne dikî tu dibêjî “hûn giş şirîkên vî sûcî ne”. Divê dijî van tiştek nekin?

Bo min xeta esasî pejirandina rastîya welat û miletê kurd e. Di belavoka Akademîsyenên Aţtîyê de ev tune ye. Wekî ku dewlet neheqîyekê dike.

- Di nameya sûcdarkirina dozgerîyê de “kurdish province” derbas dibe, yanî herêmên kurdan. Dozger dibêje “di metnên îngîlîzî de gotine Kurdistan”. Halbukî negotine. Lê dewlet her tim gavek li pêşê difikre.

Miletê kurd ev sed û pêncî sal in şerê serxwebûnê dide. Li bakurê Kurdistanê pêgava herî dawîn ev çil sal in di pêşengîya PKKê de dimeşe. Şerê ku dûr û dirêj bibe û encam negre, berê yê wî şerî dimeşînin dirizine, dû re têgeh dirizin, dû re gel jî bi wan re dirize. Dema hêvîya ku em ê vê dewletê ji vira derxînin nemîne, îcar dibêjin her ev dewlet heye wê dagirkerê me be, balo bila zêde zilmê li me neke. Bi vê derûnîyê wexta ku li alîyê tirkan dinêrin ji alîyê tirkan de dengekî hebekî nerm di mijara kurdan de tê, wê bi mubalaxa pêşwazî dikin, bi mubalaxa lê xwedî derdikevin. Wekî te jî gotîye akademîsyenan negotine Kurdistan, gotine herêmên kurdan. Ew jî di metnê îngilîzî de. Ji bo min a girîng ev e.

- Min ê jî ew bipirsîya. Min gelek hez ji pirtûka Barış Ünlü kir. Em ji Ismail Beşîkçî jî hez dikin. Lê tiştê ku wan gotîye ger ji alîyê kurdan ve, bo mînak ji alîyê Fuad Önen ve bêne gotin ewqas balê nakşîne. Ev gazinda gelek rewşenbîrên kurdan e. Gelo kurd dibêjin “jixwe rastîya me bi me aşkere ye” ji ber vê ye ango bi te sedema vê yekê çi ye?

Di nav rewşenbîr û sinifa me ya sîyasetê de derûnîya xwebiçûkdîtinê heye

Sedem ev e: Dibên evana tirk in, bo me tiştekî baş dikin. Di vê sedsalê de tirkekî ji bo kurdan tiştekî baş negotîye. Dibên hem tirk in hem bo me tiştên baş dibên, bi xurtî xwedî lê derdikevin. Sedema ku li yên xwe xwedî dernakevin, ger ku ji bo xwe bêjim ê min bi rastî xwedî li min derdikevin, evîya wekî xwezayî dibînin. Ji xwe karê wî ev e. Lê yê ku ji alîyê tirkan de sedem fahma me ya ku “tirk xedar in, ne baş in, zalim in” dengekî nerm û baş jê tê em jê ţaţ dimînin. Bi wê ţaţîyê em zêde bilind dikin. Di wir de psîkolojîya xwebiçûkdîtinê heye an tune ye? Heye. Ew psîkolojîya xwebiçûkdîtinê di nav gel de heye lê ew zêde ne girîng e, lê a grîng di rewşebîran de û sinifa me ya sîyasetê de ew psîkolojîya xwebiçûkdîtinê heye. Anuha yekî wekî Mehmed Uzun çima pirtûka xwe werdigerîne tirkî? Ji bilî kurdan xwendevanên Mehmed Uzun çend kes in gelo di nav tirkan de. Dema werdigerîne tirkî dîsa kurd dixwînin. Bona çi. Kurd îcar bi tirkî Mehmed Uzun dixwînin.

[*] Ev hevpeyvîna ku birêz Ferzan Şêr bi birêz Fuad Önen re çêkirîye, ji alîyê redaksîyona me ve hate kinkirin