Kurd û Kurdistan 2020

Dewletbûn helbet zor girîng e. Ger dewleta te tunebe, tu dê nikaribî arşîva xwe jî, goristanên xwe jî biparêzî. Tu dê nikaribî ji bo welatparêzên ku di rêya serxwebûna Kurdistanê de şehîd bûne goristanan jî çêbikî. Tu dê nikaribî kultura xwe, zimanê xwe biparêzî. Ger ev tunebin, jixwe tu nikarî bibî tu tiştek. Tu dê nikaribî bibî takekes jî...

Translator

Mişext

Peter Galbraith dibêje, "Dijminê kurdan gelek in. Lê dijminê wan ên herî xirab ew bixwe ne". Peter Galbraith van gotinan, di hevpeyvîneke bi Rudawê re çêkiribû de got. (Nêrînaazad, 24 tebax 2020)

Li gorî qenaata min tesbîta herî baş a di 2020î de rewşa kurdan û Kurdistanê vedibêje, ev hevok e. Di vê îfadeyê de tiştê dîyarker ne zêdebûna dijminê kurdan e. Ya dîyarker dijminbûna wan a xwebixwe ye.

Peter Galbrait sîyasetmedarek e ku kurdan û Kurdîstanê ji nêz ve nas dike. Li gelek welatan wekî sefîrê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wezîfedar bûye. Peter Galbrait yek ji wan dostên kurdan e ku li dinyayê kêm tên dîtin.

Ev hevoka Peter Galbrait dibe sedema fikirînê. Divê bi taybetî sîyasetmedarên kurdan li ser vê tesbîtê pir bifikirin.

Li Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk ji 50 mîlyonî zêdetir nifûsa kurdan heye. Lê kurd û Kurdistan hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Em ji nêzik ve dizanin ku ev pêvajo di salên 1920î û serdema Cemîyeta Milletan de ji alîyê hêzên emperyal ên wê demê û desthilatdarîyên tirk, ereb û fars ên herêmî çawa pêk hat.

Li du wê pêvajoyê, kurd li Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzik bi operasyonên gelek giran û mezin re rû bi rû man. Li herêmê desthildarên tirk, ereb û fars bi armanca asîmîlekirin kurdan, jiholêrakirina kurdan a tevî kultur û zimanên wan ketin nava hewleke mezin. Asîmîlasyon li her parçeyên Kurdistanê bi metodên cuda dihate bikaranîn. Lê kîjan metod bê bikaranîn jî, di encamê de tiştê ku pêk dihat asîmîlekirin bû.

Yên ku li dijî asîmîlasyonê li ber xwe dan, ji bo wendanekirina ziman û kultura xwe hewl dan bi opersyanên jenosîdî re rû bi rû man. 16 adara 1988an Helebçe jenosîd bû. Di navbera salên 1983-88an de bi lêkolînên “gelo kîjan gaz bi jehrtir e, em wê tesbît bikin û bi vê gazê vî gelê îptîdayî ji holê rakin“ dihate kirin. Bi van metodan li ser gelê kurd jenosîdeke demdirêj dihate pêkanîn.

1937-1938 Dêrsim, 1935 Sason, 1930 Zîlan, 1921 Qoçgirî jenosîd bûn. Dîsa tê zanîn ku hemû berxwedanên kurdan bi tevkuştinên girseyî hatin têkbirin.

Di 13ê çirîya paşîn a 1960î de li Sûrîyeyê, li bajarê kurdan Amudê, li sînemaya Amudê 253 xwendevanên kurd bi zanebûn û bi metodeke hovane hatin şewitandin û qetilkirin. Di 2004an de li Sûrîyeyê, li bajarê Qamişloyê di musebeqeya navbera du tîmên futbolê yên kurd û ereb de pevçûn çêbû û di encamê de bi kêmasi 52 kurd ji alîyê hêzên ewlehî yên dewletê ve hatin kuştin.

Li dijraberî van tevkuştin û jenosîdan dewletên rojavayî ne wekî dewlet û ne jî rêxistinên civata sivîl tu reaksîyonek nîşan nedan. Di salên 1910î de, bireveberên Yekîtîya Sovyetan mafên çarenûsîyê ya gelan diparastin. Lê paşê dema ew bûn desthilatdar, yekser ji vê prensîba bingehîn çerx kirin. Di 1988an de di jenosîda Helebçeyê de jî bi biryardarî piştgirîya planker û bikarhinerê tevkuştinê, Sedam Huseyn kirin. Xwe kiribûn ker û kor maf û azadîyên kurdan û Kurdistanê nedidîtin; nedixwestin bibînin û bizanin.

Îro li dinyayê 220 dewlet hene. Ji van dewletan 193 dewlet endamê Neteweyên Yekbûyî ne. Lê mixabin kurd li gel ku xwedîyê nifûseke ewqas mezin in, li ser axeke mezin ku jê re Kurdistan tê gotin dijîn, ne endamê malbata neteweyên dinyayê ne. Hin gel hene ku nifûsa wan bi sed hezaran, heta bi he-zaran in û xwedî dewlet in. Li gel vê rastîyê bêdewletbûna kurdan ku xwedîyê nifûsa ji 50 mîlyonî zêdetir in, rewşeke gelek balkêş e.

Ji ber sedema ku kurd bê dewlet mane, rexnekirina hêzên emperyal ên 1920î, desthilatdarên tirk, ereb û fars ên li Rojhilata Navîn û Roj-hilata Nêzîk, hêzên rojavayî yên piştgirîyê didan desthilatdarîyên herêmî û Yekîtîya Sovyetan helbet girîng e. Lê li gel van rastîyan rexne li kurdan girtin, hîn girîngtir e. Êdî baştir tê fêmkirin ku yek ji sedemên girîng û dîyarker a bêdewletmayîna kurdan jî ev e; dijminbûna wan a xwebixwe.

Dewletbûn helbet zor girîng e. Ger dewleta te tunebe, tu dê nikaribî arşîva xwe jî, goristanên xwe jî biparêzî. Tu dê nikaribî ji bo welatparêzên ku di rêya serxwebûna Kurdistanê de şehîd bûne goristanan jî çêbikî. Tu dê nikaribî kultura xwe, zimanê xwe biparêzî. Ger ev tunebin, jixwe tu nikarî bibî tu tiştek. Tu dê nikaribî bibî takekes jî.

Wekî tê ditîn, li dinyayê, di salên 2020î de sîstemeke li dijî kurdan hatîye damezrandin. Hêzên ku sedemên vê sîstema dijkurd baş fêm bikin û di derheqê vê mijarê de bigihîjin hişmendîyeke bilind, dikarin bi hêsanî têkilîyên di navbera xwe de baştir bikin; hevkarî û yekitîya xwe biafirînin.

 ***

Di 22-23yê tebaxê de li Helebçeyê xwepêşandan çêbûn. Di pêvajoya van xwepêşanan de arşîvên bajêr jî hatin şewitandin.’Şaredarê bajarê Helebçeyê Kwêstan Ekrem, daxuyand ku arşîvên bajêr yên di êrişa kîmyewî ya 1988an de jî tu zerarê netidtibûn di xwepêşandanên do êvarê de hatin şewitandin’

Xwepêşandêran li gel avahîyên fermî, bûroya PDKê ya Helebçeyê jî şewitandin. 100 mîlyon dînar (83 000 dolar) zerar çêbû. Birêvebêrê bûroya PDKê ya Helebçeyê Besam Alî dibêje: ‘’pirsa ku divê bê pirsîn ev e; gelo hin kes çima bi taybetî PDKê kirin armanca êrişên xwe. Lewra ji bilî partîya me êrişê avahîyên tu partîyê nekirin. Pirî car em di navbeyna desthilatdarîya herêmî û gel de navbeynkarîyê dikin.’’ (nêrinaazad, 25 tebax 2020)

Bûyerên bi vî rengî li Helepçeyê gelek caran rû didin. Êrişên li ser avahîya PDKê jî ne nû ne. Li Helebçeyê û Suleymanîyeyê li ser avahîyên PDKê pirîcar êriş çêdibin.

Em rojên Referanduma Serxwebûnê ya 2017an bi bîr bînin. Herî zêde kê piştgirîya Referanduma Serxwebûnê dikir? Bê şik serok Mesûd Barzanî û Partîya Damokrat a Kurdistanê piştgirîya referandumê dikir. Hêzên wekî YNK (Yekîtîya Niştimanî Kurdistan), Tevgera Goran û PKK/KCK jî li dij derdiketin.

Em îxaneta ku di 16ê çirîya pêşîn a 2017an de hat kirin, ji nêz ve dizanin. ‘Kurdên dijminê herî baş ên kurd û Kurdistanê’ pêşî li pêvajoyeke erênî girtin, bûn asteng.

Bi rêya kêfxweşkirina dijminên xwe û şikandina xeyalên dostên xwe yên ku li dinyayê gelek hindik in, kurd dê nikaribin bigihijîn armancên xwe. Tenê bi van kiryaran dê dijminên xwe kêfxweştir bikin.

Divê gelê kurd berî her tiştî bi armanca ku bikaribin bibin endamê malbata neteweyên dinyayê têbikoşin. Dû re jî divê kurd, hewl bidin ku di nava malbata neteweyên dinyayê de statuya wekhevîyê bi dest bixin. Di salên dawîyê de tê ditîn ku hin hêzên navneteweyî ji bo berjewendîyên kurdan hewl didin. Divê kurd, vê pêvajoyê jî li ber çavan bigrin û ji nêz ve bişopînin.

Peter Galbraith, di hevpeyvîna ku li jorê hat behskirin de, dest nîşan dike ku li dû hilbijartina DYAyê ya dê di 3 çirîya paşîn a 2020an de bê çêkirin, ger Joe Biden qezenc bike, dê li herêma Kurdistanê jî veguherînên girîng pêk werin. Peter Galbraith dibêje Joe Biden kurdan û Kurdistanê ji nêz ve dizane, dê helwesteka ji bo berjewendîya kurdan nîşan bide.

Di heman demê de divê nêrînên şêwirmendê ewlehîyê yê serok Trump ê kevn John Bolton û Prof. Dr. Michhael Gunter jî bi baldarî bê şopandin. John Bolton dibêje li du hilbijartinên serokatîyê ya 3yê çirîya paşîn dê derheqê kurdan de geşepêdanên girîng rû bidin. (nêrinaazad, 3 tîrmeh 2020) Dibêje, dewleta kurdî dê tesîra Îranê ya li ser Iraqê bişkîne. (nêrinaazad, 17 tebax 2020) Michael Gunther jî dibêje, ger Iraq parçe bibe dê kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe. (nêrînaazad, 3 tîrmeh 2020)

Di heman demê de divê bal bê kişandin li ser nivîsa Ibrahim Halil Baran a bi sernavê ‘Sînorê Rojavaya Nû’. (kurdistan24, 30 tîrmeh 2020) Îbrahîm Halîl Baran di nivîsa xwe de dibêje, di encama têkoşîna di navbera DYAyê û Çînê de avakirina dinyayeke dubendî nêzîk e, êdî sînorên rojavayê hemû Kurdistanê digre nava xwe. Bi kêmasî li dû peymana Qasr-î Şîrîn parçeyê ku di destê Osmanîyan de mabû êdî sînorê dewletên rojavayî ye.

Îbrahîm Halîl Baran dibêje Çin dê li Kurdistanê bê blokekirin û jeopolîtîka kurdan dê Kurdistanê bi pêşve bibe. Berê sînorên rojava li tengavan diqedîya, tenê rojavayê Tirkîyeyê digirt nava xwe. Kiryarên Tirkîyeyê yên li Kurdistanê nedihat ditîn an jî wisa neditîbûn dihate hesabê wan. Halîl Îbrahîm Baran dest nîşan dike ku Tirkîye û Îran hewl didin da ku li pêşîya vê rewşa nû bibin asteng. Dibêje operasyonên ku Tirkîye li Rojava û Başûr didomîne, bi vê armancê tên kirin. Armanca van oprasyonan wekî qelskirin û rûxandina Kurdistanê bi lêv dike. Dibêje, ‘li gel van hemû geşepêdanan jeopolîtîka Kurdistanê êdî dê Kurdistanê bi pêşve bibe. Dîsa îşaret dike ku li dijî cepheya Tirkîye-Îmrali û Tehran-Qandîlê hewl tê dayin ku cepheya Waşîngton-Hewlêr-Rojava bê damezrandin. Îbrahîm Halîl Baran vê yekê jî dibêje: ‘Di vê rewşê de roleke nû dikeve ser milê diyasporaya kurdan a Ewropayê ku bi salan e xebateke berbiçav nekirine. Êdî dem hatîye ku kurdên li Ewropayê dijîn projeyên aborî, kulturî, sosyal û pêşketinê amade bikin, di navbera welatên ku lê dijîn û Kurdistanê de bibin pireke têkilîyê û dest û qerta kurdan bihêz bikin. Divê li ber çavan bê girtin ku DYA û desthilatdarîya Rojavayê dê piştgirîyeke bi vî rengî bi erênî pêşwazî bikin’.

Gelek girîng e ku hemû tesbîtên jorîn tevî tesbit û nêrînên Peter Galbrait bên nirxandin. Helbet girîng e ku gelê kurd problemên xwe yên navxweyî bi dînamîkên xwe yên navxweyî çareser bike. Lê gelê ku di bin zordestîyê de ne, di vê pêvajoyê de nikare bi dînamîkên xwe yên navxweyî bi ser keve. Kurd û Kurdistan, ji ber sedema dabeşbûn, parçebûn û parvebûnê dînamîkên navxweyî hatîye qelskirin û bêhêzkirin. Bêyî alîkarîya hêzeke dinyayê serkeftina vê pêvajoyê gelek dijwar e. Divê kurd, van geşepêdanan ji nêz ve bişopînin û ji hewlên ku ev pêvajoya erênîyê sabote bike dûr bisekinin.

Wergera ji tirkî: Nedim Baran