Ciwanên di navbera nirxên rojavayî û kevneparêzîyê de

Translator
Bermayeke

Bi nîvê nifûsa xwe ya li bin 25 salî, Asyaya Navîn yek ji herêmên herî ciwan ên cîhanê ye. Li Qazaxistanê jî ku temenê navînî herî bilind e, ji sedî 51ê welatîyan piştî serxwebûna 1991ê hatine dinê. Bilindbûna nifşê Y ê milenial (yên salên 2000î hatine dinê) û «Nifşê Z» (yên salên 2010î hatine dinê) li serdema cihêrengbûna berdewam a civakî û çandî ya piştî hilweşîna dewleta tabû ya Sovyetê û sî salên reformên lîberal rast tê.

Li derdorên gundewarîyê, çandinî û esnafîya biçûk a ne-resmî tevî rewşa xwe ya qels jî, dimînin wekî karên ku hê jî xelk debara xwe pê dikin; koça ber bi Moskova, Sent-Petersbourg, lê herweha ber bi bajarên Sîbîryayê (Krasnoyarsk), yên Rojhilatê Dûr (Vladîvostok) an jî yên herêma arktîk (Mûrmansk, Yakûtsk), bi piranî yekane hêvî ye ji bo bidestxistina sermayeyeke biçûk.. Bajarên biçûk ên gundewarîyê, ji ber zêdebûna xirabûna tevna perwerdeyî, nexweşxaneyî, pîşesazîyî û herweha ji ber tengasîyên derfetên diravî û nebûna jîyana çandî, bi zehmetî li ber xwe didin. Di rewşên kambax de, li hin wan bajaran rewşên mîna şerê Îraq û Sûrîyê derketin holê: li Qazaxistanê, navçeyên berê yên madenê yên li derdora Jezkazgan, bo nimûne, hejmara ciwanên bi dilxwazî çûn şerê cîhadî zêde bû. (1)

Di serî de li paytextan, li gelek bajarên mezin, hin perspektîfên din vedibin, nexasim ji bo çînên navîn ên nû derketine holê û derfeta wan a madî heye zarokên xwe li dibistanên taybet qeyd bikin an jî ji bo xwendinê wan bişînin welatekî bîyanî. Ji ber zêdebûna derfetên xwegihandina tevnên civakî, derfetên çandî jî rengareng bûne. Bi vî awayî, li demeke ku zêdetirî ji sedî 60ê ciwanên nû gihîştî yên tacîkî derfeta wan tune xwe bi rêkûpêkî bigihînin tevnên înternetê,(2) li Almatayê -paytexta berê ya Qazaxistanê-, bi bar û kafeyên wê yên cihêreng û restorantên wê yên bio, navendên wê yên çandî yên alternatîf û pratîkên wê yên «glokalîzebûyî» (peyveke çêkirî ya pevekirî ji gotinên globalîzasyon û lokalîzasyonê ango, adaptekirî li gorî çanda ku ew pê xîtab dikin) çandeke hîpster bi pêş dikeve.

Nifşên ciwan ku bi awayên jîyana xwe ji hev cuda û cihêreng bûne, ji alîyê îdeolojîk ve jî her diçe zêdetir ji hev dûr dikevin û diçin qutibên dijber, wekî ku lêkolînên berfireh ên bi taybetî li Qazaxistanê hatine çêkirin jî ji vê rewşê re şahidîyê dikin. (3) Li herêmeke ku ji alîyê îbadetên olî ve îslam bi ferqeke mezin derdikeve pêş, piranîyeke mezin a ciwanan kevnegirîyeke sincî diparêzin û xwe li nava nirxên kevneşopî ji nû ve dinasin: welatperwerî, rêzgirtina ji bo tiştên berê, parastina malbata li ser bingeha mêrûjin, redkirina mafên hindikahîyên qewmî û cinsî. Li Qazaxistanê, tenê ji sedî 4ê ciwanan dibêjin ew homoseksuelîyê qebûl dikin û ji sêyan duduyê wan li dijî kurtajê ne. (4) Li ser tevnên medyaya civakî an jî li zanîngehan, tengezarîyên li derdora cins an jî seksualîteyê sor dibin. Medyayên rûsî jî, ku li herêmê pir zêde belav dibin, mijarê bi kar tînin û fantazma Gayvropa (Ewropaya «geybûyî») tev didin. Li ser bingeha koçkirina girseyî ya zilamên di temenê zewacê de, hejmareke mezin kesên li bin 25 salî polîgamîyê qebûl dikin (bi awayekî fermî qedexe, lê belê li nava elîtan wekî îşareteke venasîna civakî pir zêde ye). Mafên jinan ên li serdema Sovyetê hatine bidestxistin, ne bi guhertinên qanûnî, lê belê bi veguherîna jîyana civakî dibin mijara guftûgoyê.

Li hemberî vê piranîya konservatîf ango kevnegir, li her serekî qada îdeolojîk du hindikahî dikarin bên pênasekirin. Ya pêşî ji ciwanên li paytextan dijîn pêk tê. Ev kes bi piranî xwedî dîplome ne, zimanên bîyanî dizanin, li Ewropa û Asyayê di nava geryanê de ne û nirxên pirçandî û pêşverû diparêzin. Li gel vê yekê ew heta radeyeke mezin ji realîteyên xwecihî qut bûne, ji alîyê beşên din ên civakê ve nebaş tên dîtin, hin caran wekî «ajanên welatekî din» an jî wekî kesên ji sinc û exlaqê bêpar jî tên binavkirin. Hindikahîya duyem ji kevneperestan pêk tê; ji bo fikrên xwe di nava civakê de belav bike, ew amade ye bikeve nava livûtevgerê.

Dîyar e ku ev taybetmendîyên giştî li gorî her welatî duguherin. Pir kêm agahdarî hene, bo nimûne, der barê raya giştî ya Tirkmenistanê de. Qazaxistan jî wisa xuya ye, dide ser rêçeke nêzî ya Rûsyayê ku li vir, nirxên kevneşopî, heta asteke bilind ji alîyê Kremlînê ve tên destekkirin. Li vî welatî wekî din ji werçerxa muhefezekarîyê ya serdema 2011-2012an û vir ve, guftûgoyên civakî li ser nirxên kevneşopî zêde bûne. Li Qirgizistanê, netewperwerîya qewmî berê xwe fireh dike û komên welatperwer ên wekî qirgizên Korolorû bi rola nobedarên paramîlîter radibin, li ser navê sazkirina nîzamê li kolanan dewrîya kontrol dikin.

Çavên wan li ser bîyanîyan, li ser rojavahîyan û çînîyan e, û di destê wan de kamera, êrişan dibin ser qehpikan, homoseksuelan û jinên qirgizî yên bi bîyanîyan re dertên. Dema van êrişan dikin, ew xwe dispêrin bahaneya ku ev kom neteweya qirgiz dilewitînin û kevneşopîyên civakê binpê dikin. (5)

Li Tacikistanê ku ji sêyan yekê nifûsê dixwaze şerîatê derbasî hiqûqa welêt bike, (6) ciwan bêhtir berê xwe didin nava komên selefî an jî dîndar, bi taybetî jî di dema xwe ya koçberîyê de. Ji ber ku li Rûsyayê di nava şertûmercên biçûkxistinî de dijîn, ew di dîndarîya tundrew a îslamî de ji xwe re rêya xilasîyê dibînin. Li gorî wan ev rê dihêle ku ew ji nû ve bi xwe serbilind bin, qîymetê bidin paqijîya beden û rihê xwe û vegerin gundê xwe yê bi kesên dîndar dorpêçkirî ye. (7) Ozbekistan ku demeke dirêj ji çavdêrên derve re girtî ma, hê jî eşkere nekirîye ka ew ber bi kîjan îstîqameta civakî ve diçe, lê belê xuyabûna zêde ya derdorên îslamî li ser tevnên civakî nîşan dide ku vegera kevneparêzîya exlaqî, li vir jî, êdî ji zû ve dest pê kirîye. (8)

Cihê îslamê li nava qada gelemperî ji ber vê yekê wê bibe yek ji mijarên sereke yên ku çav li rê ye ciwanên Asyaya Navîn di salên bên de li ser guftugo bikin. Ji bilî hindikahîyên ortodoks ên rûs û slav, piranîyeke mezin ji wan xwe bi îslamê pênase dikin, lê belê ev referansa bi olê gelek têkilîyên cihêreng jî dide ber xwe. Di damarê sovyetî yên dêûbavan de, hin kes formeke kevneşopîya neteweyî, kombînezona karûbarên çandî yên sînorkirî û ayînên wekî sinetkirina zarokan, merasîmên cenazeyan, heca li xakên pîroz, redkirina xwarina goştê berazan û vexwarina alkolê û şertê zekatê dibînin.

Yên din, ku bi hejmara xwe her zêde dibin, girêdaneke pir şidandîtir a bi şertên îslamê ve diparêzin: xwarina helal, rojê pênc caran nimêjkirin, rêzgirtina ji bo jihev veqetandina jin û mêran, perwerdeya îslamê li dibistanê, li dewletên Asyaya Navîn yên piştî sala 1991ê laîk man li dibistanê dersê olî tune. Xwarina tiştên helal bi vî awayî di salên dawî de Asyaya Navîn vegirt û li Qazaxistan û Qirgizistanê ji bo çînên navîn û bilind ên bajarî veguherîye adetekî çandî. Li cem malbatên karsazên hinek bijarte, serketina aborî bexşeke îlahî ya ji bo fezîletên wan ên exlaqî ye. (9)

Tevî ku çavdêrên rojavayî bal dikişand îhtîmala bi gewdebûna Asyayeke navîn a parçebûyî di navbera modela tirk û modela îranî ya îslamê de, xeta li ser rêgeha Emîratê dawîya dawî zêdetir bala ciwanan dikşîne, ji ber ku ev rêgeh globalîzm, nûjenîya teknolojîk û girêdana exlaqî li hev digihîne. Malezya jî ciwanên ku wê wekî lihevgihandina otorîterî, xweşîya aborî û nasnava îslamî dibînin, dibe navenda cazîbeyê.

Sêyemîn koma hindikayî, îslameke tundrewtir a bawerîya selefî ya ku qedexeyên olê li beşên din ên civakê jî ferz dike, diparêze. Ew sekulerîya ku mîrasa Yekîtîya Sovyetê ye wekî dijminekî mirinê heq dike dibîne û wê ji rizandin û gendelîya rejîmên heyî berpirsîyar digire. Li nîvê dilê tengezarîyên navbera koman, pirsgirêka turbanê ya ku bawermendan wekî du beş ji hev parçe dike heye. Beşek ji wan dixwaze lixwekirina turbanê bimîne li ser biryara şexsî, beşê din jî dixwaze lixwekirina wê li ser herkesî were ferzkirin. (10) Nifşên nû ji ber vê yekê, ew bi xwe wê neçar bimînin serê xwe bi çareserkirina tengezarîyên çandî re biêşînin û bikevin nava hewldana afirandina modeleke nû ya civakî ya ku karibe bersivê bide pêdivîyên pêşketina aborîyê.

 

___________

(1) Cf. Noah Tucker, «Terrorism without a god. Reconsidering radicalization and counter-radicalization models in central Asia--Terorîzma bê xweda», CAP papers, n° 225, Waşîngton DC, îlon 2019, https://centralasiaprogram.org

(2) «Adolescent baseline study 2018», Center for Strategic Research under the President of Tajikistan, tîrmeh 2018 (consultable sur le site de l’unicef, www.unicef.org).

(3) Cf. Marlene Laruelle (sous la dir. de), The Nazarbayev Generation. Youth in Kazakhstan, Lexington books, Lanham, 2019.

(4) Tolganay Umbetalîyeva, Botagoz Rakisheva, and Peer Teschendorf, «Youth in central Asia: Kazakhstan», Friedrich Ebert Foundation Kazakhstan, Almaty, 2016.

(5) Zhyldys Orospakova, «“Kyrgyz tchorolorou”- echtchio odna peshka v polititcheskikh igrakh», Radio Azattyk, Almaty, 16 sibat 2015, https://rus.azattyk.org

(6) «The world’s muslims: religion, politics and society-Cîhana mislimanan, sîyaset û civak», Pew Research Center-Navenda Lêkolînê ya Pew, Waşîngton DC, 30 nîsan 2013.

(7) Cf. Sophie Roche, «Illegal migrants and pious muslims. The paradox of bazaar workers from Tajikistan», in Marlene Laruelle (sous la dir. de), Tajikistan on the Move. Statebuilding and Societal Transformations, Lexington books, Lanham, 2018.

(8) Cf. Eldar Asanov, «Who are the new uzbek opinion leaders on social media?», in Marlene Laruelle (sous la dir. de), New Voices from Uzbekistan, Central Asia program, Waşîngton DC, gulan 2019.

(9) Cf. Aurelie Biard (sous la dir. de), «“Bourgeois” islam, prosperity theology and ethics in muslim Eurasia », CAP Paper n° 198, Waşîngton DC, kanûna paşîn 2018.

(10) Cf. Emil Nasritdinov, Nurgul Esenamanova, «The war of billboards: hijab, secularism and public space in Bishkek, Central Asian Affairs vol. 4, n° 2, 2017.

 

Wergera ji fransî: Baran Nebar