Bombeyên Bîyolojîk li Balafirgehan

Avên karêz û kanalîzasyonan, nobedarên tendirustîyê
Translator

XEWNEK

Her çiqas di warê “şopandina diravan”, vekolîn û lêpirsîna di derbarê nelirêtîyê û xerabkaranîna peywirhêzê de şêwazekî teqes bibe jî, “şopandina avan” jî tê xuyan ku pêvajoyeke tendirustîyê ya bibandor e. Heya vê demê ji bo şopandina bikaranîna afyon û dermanên antîbîyotîk,  encamdayîna van avên berşo û aravê dihat zanîn lê di heman demê de ew di derbarê gerîn û belavbûna vîrûsa Covid-19 (SARS-COV-2) de jî agahîyên balkêş didin.

Em difikirîn ku em di derbarê senaryoya hatina vîrusa koronayê bo Ewropayê  ku bû sedem di çileya paşîn de yekem patolojîyên girîng û di meha sibatê de jî mirinên ji ber şewbê biqewimin, pir tiştan dizanin. Li Îtalyayê Enstîtûya Bilind ya Tendirustîyê -çawa ku di derbarê vê de di 18ê meha hezîranê de daxûyanî jî da- bûyereke din kifş kir: “ji Departmana kalîteya avê û tendirustîyê Giuseppina La Rosa da zanîn ku, li gor du encamên rêbaz û xebatên du laboratûwarên cûda, di nimûneyên avên berşo û aravî yên bajarê Milan û Turin yên ku di 18 çileya pêşîn a 2019an de hatine hildan de hebûna RNAya SARS-Cov hatîye tespîtkirin. Herweha encamên nûmûneyên heman bajêran yên ku di mehên çirîya pêşîn û çirîya paşîn a 2019an de hatine hildan jî negatif derketine.” (1) Ev keşfa giranbuha ya ku mekanîzmaya belavbûna vîrûsê ya ji Çînê dide zanîn, îmkan da ku nimûneyên hewayî yên pozîtîf ên çil roj berî bûyera fermî ya yekemîn û nimûneyên avên berşo yên Fransa û Barselonayê yên di dawîya çileya pêşîn  a 2019an de hatine hildan, bi awayê çeprast bên hevberkirin.

Torên kêzînê di derbarê laşê mirovan, xwarinên ku ew dixwîn, narkotik -ku tiştên qedexe yên ku daqurtandine- bermayîyên kîmyewî û heya nexwaşîyên metabolîk de agahîyên giranbiha didin. Profesor Gertjan Medema (Enstîtûya Lêkolînên Avê ya Holandê ya girêdayê Zanîngeha Teknolojîyê ya Delft)yê ku li herêmê li ser belavbûna nexweşîyan yên herêmê dixebite dibêje ku parzîngeheke ava berşoyê dikare ava berşo ya zêdetirê milyonekî kesan parzîn bike. (2) Rêçînkirin û lêkolînkirina li ser torên kêzînan di derbarê belavbûna koronavîrûsê ji testên tibî bêhtir dê agahîyan bide. Ji ber ku ev lêkolîn dê mirovên hindiktir semptoman didin nîşan yan jî qet nadin nîşan jî di xwe de bihewîne. Li gor xebateke raçavgeha nexweşîyên perok ya di derbarê ava berşoyê ya li Fransayê, di navbera hebûna vîrûsê ya li sê parzîngehê ava berşo ya li herêma İle-de-Franceyê de -li gor nimûneyên di navbera 5 adar û 23 nîsanê de hatine hildan- û di hejmara bûyerên Covid-19 de têkilîyeke xurt heye. (3)

Herweha heya niha, berî parzînkirinê testkirina ava berşo, di warê pêşîgirtina bi hezaran mirin û trajedîyên girêdayî bikaranîna narkotîkê de, ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xizmeteke mezin kir. (4) Di navbera 2006 û 2014an de pîşesazîya derman ya DYAyê 60 mîlyon hebên ku di xwe de potansîyela alûdetîyê dihewînin firotîye. Loma wekî ceza 19.2 milyar dolar (17 milyar ewro) pere da sî dewletên xweser (yên DYAyê). (5) Destûrdarên ciwan yên Enstîtûya Teknolojîyê ya Massachusetts taybetî li ser ava berşo ya bajarê Cary ya girêdayî eyaleta Karolîna Bakûrî ya ku ji van dermanan xwe spartibû lêkolînek pêk anîn. Bi vî avayî, bê zirardayîna mahremîyeta mirovan, nexşeya belavbûna van analjezîkên giran çêkirin. Di encamê de, şaredarîya ku bi van agahîyan hatibû arastin, ji bo haydarbûna xeterîyan û kêmkirina nîsbeta van dermanan kampanyayek da destpêkirin. (6)

Di roja me de, ji ber ku veguhestin û ragihandina di navbera mirovan de lezdar bûye, belavbûna gen û bakterîyên ku ji ber zêdetirîn bikaranîna dermanên antî-enfeksîyon her diçin li hemberî dermanên antîbîyotîk hêzdar dibin (BRA) pir hêsan dike. Ji bo dîyarkirina xalên grîng û rêyên belavbûna van cûreyên berxwedar, tîmeke lêkolînê ya navneteweyî berî demeke kin, ji avên berşo yên pênc balafirgehan û yên destşoyên hin balafiran nimûne girtin û li ser wan lêkolîn çêkirin û encam ji alîyê peyrevên (taqîbker) navneteweyî ve hat eşkerekirin. (7) Taybetî, bi saya şêwazên nû yên ku dikarin di cîhên tevlihev de cûrbecûrîya genetîkê rêz bikin (metajenomîk), “di warê nîsbet û cûrbecûrtîyê de çavkanîyeke BRAyê û genên tekoşer yên antîbîyotîkê yên bê hempa” hatin kifşkirin. Zanyaran di nimûneyên parzîngehê avên berşo yên şarederîyên ku bi balafirgehan re têkilîya wan hene û yên têkilîyên wan tunene de nîsbeta van gen û bakterîyan pîvandin. Çawa dihat hêvîkirin ev berşoyên balafiran komeke mobîl û dewlemend ya genan di xwe de dihewîne û nîsbeta wan ji ya şaredarîyan zêdetir e. Tiştê grîng ev e: bakterîyên Escherichia coli yên di avên berşo de, ji bakterîyên ku li hemberî molekolên antîbîyotîkên kêrhatî -Sefalosporin jî tê de- bêhtir xwedî bihêz in. Tîma lêkolînê ya navneteweyî, ji ber ku di nav avên derdor de genên li hemberî antîbîyotîkan têdikoşin bêhtir belav dikin, avên berşo yên balafirgehan wekî xeterîyeke bi potansîyel bi nav dike.

Di dema jiholêrakirina nedîyarîyê ya li hemû tixûbê cîhanê de, raçavkirina zibilên bajaran a bi awayekî ketûber dikare vîzyoneke hişyar bi rayedaran bide qezenckirin. Lêkolînerên girêdayî Enstîtûya Hawirî û Tendirustîya Gel a Neteweyî ya Holandî, çar roj piştî yekem bûyera Covid-19 ya ku bi testeke klînîk ji alîyê rayedaren ve hatibû tespîtkirin, di ava berşo ya balafirgeha Schipholê de hebûna SARS-Cov-2 tespît kirin. Herweha tîma mîkrobîyolojîyê ya Medemayê hê, berîya tespîtkirina şewbê, di ava berşo ya bajarê Amersfortê de hebûna vîral RNA ya vîrûsê tespit kir. Li Îtalyayê Enstîtûya Tendirustîyê ya Bilind toreke raçavkirina koronavîrûsê ya di avên berşo de pêşnîyar kir û di payîza bê de, di demên herî awarte de hewl didin ku di tevahîya welêt de vê pêşnîyarê pêk bînin. Li Parîsê nivîskarên xebatê dibêjin ku; “bêhtir li welatên xizan avên berşo, dema ku lêkolînên di derbarê mirovan li gor pîvanên exlaqî nebin û çêkirina wan ji alîyê lojîstîk de dijwar bin, ji bo tespîtkirina patojenên di nav gelheya mirovan de cih digrin, dikarin amûrên alternatîf û bilez bidin qezenckirin.” (8) Di dawîya meha hezîranê de di vîrûsê de zêdebûneke hindik ferq kirin.

Joshua Lederberg ê ku di sala 1989an de Xelata Nobelê ya Tibê wegirtibû bibîr dixe û dibêje: “di pêşbazîya desthilatdarîya gerdûnê de reqîbê yekane û rastîn yê mirovahîyê vîrûs in.” Belê, şewba îroyîn baş tîne bîra me ku, ew di tevahîya pergala erdî û avî de heyîneyên herî zêde ne.

 

*Akademîsyen, endamê Akademîya Tûnisî ya Zanist, Edebîyat û Şêwekarîyê Beït El Hikma (Qartaca), gerînendeyê berê yê şirîkê lêkolînê ya girêdayî Navenda Lêkolîn û Zanista Neteweyî (CNRS)

 

__________

(1) Communiqué de l’Instituto superiore di sanità n°39/2020, 18 juin 2020.

(2) Cité dans Smriti Mallapaty, «  How sewage could reveal true scale of coronavirus  outbreak  », Nature, Londres, 3 avrêl  2020, www.nature.com

(3) Cf. Sébastien Wurtzer (coll.) «  Evaluation of lockdown impact on SARS-CoV-2 dynamics through viral genome quantification in Paris wastewaters  », 6 gulan 2020, www.medRxiv.org

(4) Lire Maxime Robin, «Overdoses sur ordonnance», Le Monde diplomatique, sibat 2018.

(5) Cf. Jan Hoffman,  «Opioid settlement offer provokes clash between state and cities», The New York Times, 13 adar 2020.

(6) Cf. Celia Henry Arnaud, «Maria Matus means to combat the opioid epidemic with chemical data», Chemical & Engineering News, Waşîngton, n° 98-9, 8 adar 2020.

(7) Cf. Stefanie Hess et al, «Sewage from airplanes exhibits high abundance and diversity of antibiotic resistance genes», Environmental Science & Technology, Waşîngton, vol. 53, n°23, 12 çirîya paşîn 2019.

(8) Cf. Stefanie Hess et al, «  Sewage from airplanes exhibits high abundance and diversity of antibiotic resistance genes  », Environmental Science & Technology, Washington, vol. 53, n°23, 12 sermawez 2019.

 

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana