Nexweşxaneyên alman zêde pereyan qezenç dikin

Li wî alîyê Renê pizîşk û hemşîre ji “dîktaya aborî” gazinan dikin

Di gava lûtkekirina şewba koronavîrusê de pergala tendirustîya almanî di saya beşa lênêrîna awarte yên ku xwedî amûrên çêtir in, modeleke pir baş çêkir. Di gel vê yekê, li alîyê din ê Renê bi salan e karmendên tendirustîyê û nexweşxaneyan nerazîbûna xwe li hemberî kêmasîya amûrên bingehîn û hejmara xebatkaran dîyar dikin. Loma di gel kêmasîyên din, ev pergala fînansî zêdetir dişibe bihadanîna li gor çalakbûnê ya fransî.

Translator

Rêzdar Axel Hopfmann ev demek dirêj bû di nexweşxaneyê de hemşîre bû. Di 2004an de sazîya wî ya li Hamburgê hat xwemalîkirin. Paşê, zilam -yê ku nedixwast bibe xebatkarê komeke mezin a ku tenê li gor destkeftîyên xwe digere- xebatkarîya karûbarê raya giştî tercîh kir û dibêje: “ez îro di buroyekê de dixebitim.” Rêzdar Constanze Weichert a ku ew deh sal bû hemşîre bû û ji bo dermankirina nexweşên biemr a li malan, dev ji nexweşxaneyeke din a li Hamburgê berdaye, dibêje: “Min pir ji nexweşxaneyê hez dikir. Ez pir dixwazim vegerim lê heya mercên xebatê neguherin ez vê yekê pêk naynim.” Ji bo rêzdar Steffen Hagemann karê wî yê li nexwaşxaneyê hinde zor bû ku wî nikaribû karê hemşîretîyê ji heft salan zêdetir bidomanda. Ew poşman e û dibêje : “Ji ber ku di îmaja vî karî de fedakarî heye rêveberî bi vê yekê dilîzin û hewl didin ku pêşîya nerazîbûnan bigirin.” Rêzdar Anja Voigt a ku li Berlînê di beşa lênêrîna awarte de hemşîre ye û çawa ku şahidê nerazîbûna xebatkarên tendirustîyê yên alman ên li hemberî mercên xebatkarîya “ku bi gelemperî her diçe xerabtir dibe” dike, dibêje: “tê bîra min, me berê dikaribû pir caran bêhna xwe bistanda û herweha bi aramî bi nexweşan re eleqeder bibûyana, lê îro belkî di mehê de carekî tenê bikaribim bêhna xwe bistînim.”

alman-hastane

Dijî îmaja bengîn ya ku ji alîyê medyaya fransî ve di serdema koronavîrusê de hatibû çêkirin, pergala nexweşxaneyê ya alman ji kêmasîya amûr û hejmara xebatkaran gazind dike. Hem sendîkayên hemşîreyan û hem jî yên bijişkan, hemî jî ji pirsgirêkên karê nexweşxaneyê muzdarîp in. Li gor lêkolîneke Weqfa Hans Böckler, hejmara hemşîreyên ku bi awayekî teqez pêdivî pê heye 100.000 e. (1) Lê dema mirov zehmetîyên karê hemşîretîyê tîne bîra xwe, ev kar her demê di rewacê de nîne. Helbet rast e, Almanya ji cîranên xwe yên ewropayî zêdetir xwedîyê cihên lênêrîna awarte ye: ji bo 100.000 kesan 34 cih hene ku ev nîsbet li Fransayê 16,3 û li Îtalyayê 8,6 e. (2) Lê gerînendeyê Komeleya Pizîşkên Demokrat (Verein demokratischer Ärztinnen und Ärzte, VdÄÄ) Nadja Rakowitz îronîyekê tîne ziman û dibêje: “ger wekî bakurê Îtalyayê nexweşên me yên Covid-19an hebûyana, helbet têra wan cihê me dê hebûya lê ji bo qenckirina nexweşan pizîşk û hemşîreyên me tunebûn.” Herweha, çend meh berîya şewbê li Almanyayê pêdivîya hinde nexweşxaneyan dihat nîqaşkirin. Herweha Weqfa Bertelsmann lêkolînek li ser mijarê çêkiribû û di encamê de pêşnîyar dikir ku nîvê xexweşxaneyên li welêt bên girtin. (3) Rêzdar Rakowitz dibêje: “piştî hatina vîrusa koronayê, herkesî dît ku xwedîtîya pirtirîn newxeşxane û cih tiştekî baş e...”

«Destnîşankirina reqabetan jî mijara

gotinê bû»

Ji bo têgihîştina van paradoksan divê em biryarên polîtîk ên di derbarê nexweşxaneyan de yên ku li Almanyayê hatine girtin binihêrin. Di sala 1985an de qanûnekê rê da ku şirketên taybet di bazara tendirustîyê de bi awayekî fireh bibandor bibe. Ji vê rojê pê ve, komên klînîk ên almanî ên mezin hatin demezirandin û bihêzkirin: Sana, Asklepios, Röhn, Helios (ji alîyê şirketa amûrên tendirustîyê ya pirnetew Frenesius ve carek din hat kirin), di warê fînansî de di navbera van sazîyên rayeyê û yên taybet an jî nîv-taybet de tu cudahî tune. Hemû jî di şemaya pergala tendirustî ya herêmî de cih digrin. Herweha ku di herikandina jîyana rojane de jî di nav van de tu cudahî nîne. Çawa ku Fransayê di 2004an de terîfeyeke li gor bizavê pejirandi bû (T2A) Almanyayê jî terîfeyeke nêzî vê terîfeyê çêkir: êdî ji bihayê tedawîya giştî zêdetir, bihayê bûyerê an jî buhayê tedawîya lokal derket pêş, dema mayîna di nexweşxaneyê de ne muhîm e, êdî bihadayîn li gor cûreyê patolojîye tê kifşkirin, Wekî Fransayê, emelîyatên teknîkî yên wekî proteza kulêmek û serçokê ji yên wekî cerahîya giştî, razandina jinan (welidandin) a bi awayê xwezayî û nexweşîyên zarokan bêtir tên fînansekirin. T2A ya fransî an jî “pakêta li gor bûyerê” ya almanî xwedîyê heman kokê ne û bingeha xwe ji pergala “komên nexweşî yên homojen” (an jî ji bo heman koman DRG) Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya ku di destpêka salên 1980yî de hatîye damezirandin digirin.  (4)

Ji Yekîtîya Komunên Alman rêzdar M. Uwe Lübking dibêje: “Helbet armanca vê pergala nû destxistina destkeftîya bêhtir bû ku ji bo kontrolkirina navxweyî jî tu asteng an jî merc tunebû. Lê belê encama sereke ew e ku ji ber reqabeta di navbera van sazîyan de hejmara nexweşxaneyan dakete jêr.” Ji bilî navendên nexweşxaneyên zanîngehan yên girêdayî eyaletên xweser yên herêmî (CHU), nexweşxaneyên rayeyê yên Almanyayê girêdayî komunên navend û komunên navber (Landkreis) de ne.

Ev nexweşxane dema ku vala dimînin û herweha destkeftîyê pê nadin qazenckirin yan tên girtin yan jî wan difroşin komên nexweşxaneyên taybet. Li Almanyayê ji 2000î vir ve zêdetirî 300 nexweşxane û klînîk û 50.000 cih (nivîn) ji holê rabûn -li gor bûyerên hatine raçavkirin ev hejmar dibe ku ji çend milyonan zêdetir bibe jî.- Di heman demê de sazîyên taybet ên xwedîyê destkeftîyan tora xwe fireh kir: di sala 1992yan de wan tenê bi nîsbeta % 15 di vê pergalê de cihê xwe digirt ku di sala 2018an de wan bi nîsbeta sisêyan yekî zêdetir (% 37) ev pîyase xistin bin destên xwe. (5) Çendan nexweşxane di bin şert û mercên gumanbar de hatin taybetkirin, wekî mînak, di sala 2004an de li gel bervêdanên gelê eyaleta xweser, heft sazîyên rayeyê yên Hamburgê firotin koma Asklepiosê: herweha di referanduma herêmî de bi nîsbeta Ji çaran dudu hilbijêr li dijî vê firotanê derketin. Dema ku ev sazî hatin taybetkirin, êdî li gor patoloji û nexweşîyên bihagiran tevdigerin û bi nexweşxaneyên rayeyê yên ku bi vî avayî hatine fînansekirin re dikevin pêşbazîya adanîyê.

Rêzdar Rakowitz dibêje: “bi vî awayî sazi bi hev re ketin pêşbazîyê, di warê beşên wekî kardîyolojî û ortopedîyê yên ku li gor bûyerê hatine mizdkirin de xwe rêk û pêk kirine û amûrên çê standine. Li gor min, sedema xwedanîya me ya zêdetirîn cihên lênêrîna awarte ev yek e.” Taybetîyeke pergala nexwaşxaneyên almanî jî fînansekirina dualî ye. Qaşo mûçeyên karmendan tê de tevahîya mesrefên sazîyê ji alîyê sîgorteya tendirustîyê ve tên dayîn, mesrefên bingehîn -wekî avahî, amûr- yên sazîyên rayeyê û yên taybet jî divê ji alîyê eyaletên xweser (Länder) ve bên dayîn; lê parlamenterê Partîya Die Linke (çep) M. Harald Weinberg -ya ku Parlamentoya Federal (Bundestag) de cih digre- dide zanîn ku; “tevahîya eyaletên xweser yên herêmî di konteksta “pêşîbirîn”a deynê rayeyê de li gor butçeyê ji bo van karan pir kêm pere radizînin.” Herweha li gor Koma Nexweşxaneyên Almanî (Deutsche Krankenhausgesellschaft ) ji butçeya nexweşxaneyan yê li serê salê çar milyon ewro pereyê rayeyê bê qutkirin. Û lê zêde dike parlamenterê hilbijartî; “loma butçeya mesrefên nexweşxaneyan ji bo fînansekirina veberhênanên din tên bikaranîn û bi vî awayî hejmara karmendan jî kêm dikin.”

Bi şêwaza butçeyeke kêm û bihadanîna li gorî patolojîyê de rêveberî êdî keştîyê dikare îdare bike. Bi vî awayî sektoreke îstîxdamê ya nû derketîye holê: “birêveberên DRGyê”, venihêr û qodkerên (encoders) din berpirsîyar in ku guncanîtîya bi hezaran patolojîyan a bi katalogên bihadanîna almanî bi awayekî rast qeyd û kontrol bikin. Hemşîreya berlînî Anja Voigt dibêje: “Qodkirina bi rêya kompûterê di vî warî de tene bi nîsbeta % 20 cih digire. Ji bo pizîşkan rewş bêhtir kotî ye.” Karmendên nexweşxaneyên almanî yên ku êdî ji mentiqa aborîyê ya mezin dibe kerixîne, her diçe vê pergalê bêhtir red dikin. Di dawîya 2019an de kovara heftemîn ya bi navê Stern daxûyanîyeke gelek pizîşk û grûbên profesyonel ya bi navê “rizgarkirina tibê” weşand. (6) Di kovarê de pizîşkan digot: “Pizîşk di vê pergala ku li gor patolojîye tê fînansekirin de li tirsa êş û mirina nexweşan nanihêrin” û berdewam dikirin: “dîktaya aborîyê bû sedem ku nexweşxaneyên me de tib êdî ji mirovahîyê derket.”

Di enîya paramedîkal de, ji bo başkirina mercên xebatê, ji sala 2015an pê ve grev hîn diçin zêde dibin. Tevgerê li nexweşxaneya Berlînê ya bi navê Charité de dest pê kir. Ji wê demê vir ve di tevahîya welêt de bi bîst nexweşxaneyên rayeyê re peymanên “sivikkirin”a kar hatin îmzekirin. Li gor peymanê divê li gor her xizmetê û li gor hejmara nexweşan û li gor beşên profesyonelîya wan karmendan peyda bike. Xulase, kêmîtîya karmendan mafê başkirina rewşê da hemşîreyan.

Michael Quetting ê ku li ser navê federasyona sendîkayê pêvajo muzakere dikir dibêje: “Armanca vê peymanê ew bû ku birêveberî bêhtir karmendan hilde kar û em dibînin ku ev Peyman jî niha bikêr tê.” Û sendîkavan lê zêde dike: “Wekî mînak, dijî grevên ajokarên otobûsan, grevên karmendên tendirustîyê ji raya giştî piştevanîyeke qaîm digirin. Di roja îroyîn de, pozîsyona karmendên tendirustîyê êdî dikare neolîberalîzmê têk bibe. Ev tiştekî yekemîn e û dê îlhamê bide hemî sektorên aborîyê yên din.”

Li gelek bajarên Almanyayê ji bilî ajansên nexweşxaneyan, ji bo peydakirina “bêhtirîn karmendên ji bo nexweşxaneyan” bi bajarîyan re hevalbendî hatin lidarxistin. Li çar bajar û herêman (Bavyera, Bremen, Berlîn û Hambûrg) ji bo pêkanîna referandûmeke herêmî ya ji bo mijarê bi milyonan îmze hatin berhevkirin. Bes birêveberîyan, bi bahaneya ku ev mijar ne di bin hikmê desthilatîya eyaletên xweser de ne, li tu derê ev xwestek nepejirandin, lê belê yên ku ev modela tendirustîyê çêkirine ew jî bixwe ne

Vê gavê di komunan de taybetkirina tendirustîyê hêdî bûye. Di van salên dawî de nexweşxane “ji nû ve hatine civakîkirin.” Meclisa Landkreis, di destpêka meha hezîranê de li kantona Ludwigslust-Parchim ya Mecklenburg-Pomeranyaya Rojavayî de, nexweşxaneyeke piçûk ya xwedîyê 74 doşekan ya ku di sala 1997an de hatibû taybetkirin nû vekirî. Stefan Strenberg ê parlamenterê herêmê dibe ku ev biryar bi “yekdengî” hatîye hildan berî Noela çûyî, şirketa xwedîyê sazîyê -ku di heman deme de şirîkê grûba Asklepiosê ye- bê şêwr biryar girt ku beşa zayengehê bigre. Sosyal demokratê 37 salî dibêje: “Gel rabû ser pîya û li hemberî vê biryarê bi giştî seferber bûn. Vê hewadîsê nîqaşên di derbarê xizmetên tendirustîyê yên herêmên tenha yên wekî me gur kirin,” û lê zêde dike: “civakîbûn helbet hemî pisgirêkan çareser nake lê li gor min, dema xwegîhandina xizmetên tendirustîyê tê rojevê, divê mirov bi şirîkekî ku dizane dê çawa rêveberîyê bike re bikeve rê.” Di vir de plana wî ew e ku xwedîtîya para milkê nexweşxaneyê bi nîsbeta % 51 ji wan re bimîne û yê din jî bifroşin teşebûseke taybet û bi vî awayî dê bikaribin ku bi nexweşxaneyên herêmê yên ku berê ji alîyê kolektîfê ve dihatin îdarekirin re di têkilîyê de bimînin, ew dibêje ku “li ser pergala bihadayînê tu bandora wan nîne” lê, lê zêde dike û dîsa dibêje ku; “lêbelê ger em bikaribin sazîyên ku di warên cûrbecûr de pispor bûne rêve bibin wê çaxê em dê bikaribin aborîyeke bi pîvanek bi dest bixin.” Di 2016an de li Hessenê parlamenterê rastgir Michael Koch li kantona xwe pêvajoya “nû ve civakîkirin”a klînîkekê da destpêkirin. Li gor kevneparêz, “nexweşxaneyên almanî bi têra xwe nayên fînansekirin. Divê bi taybetî li herêmên gundewar malîyetên lênêrînê û mesrefên xizmetên tendirustîyê bên dayîn.” Herweha mirov êdî nexweşxaneyan bi sazîya agirkujerîyê an jî bi qereqolên polîsan re hevberî dike. Ew dibêje ku; “lê ew li gor hejmara bûyeran mûçeyên xwe nastînin.”

Tehdîda vegera darê zorê li ser nexweşnêran

Nerazîbûna li hemberî kêmanîya fînansekirinê, di dawîyê de helwesta hikûmetê jî guherand. Ji destpêka 2020î pê ve ji bo ku bikaribin karmendan hildin kar -ku ev karmend jî dê bikaribin li derveyê nexweşxaneyan jî li nexweşan binhêrin- butçeyek taybet stand û êdî ne li gorî patolojîyê tên fînansekirin. Herweha di dema qeyrana tendirustî de, ji bo ku bikaribin nexweşên Covîd-19an bisitirînin, hikûmetê ji bo cihên vala jî pere da nexweşxaneyan. Li dijî vê rewşê, yanî ji bo doşekeke vala ya ku ne xwedî nexweşekî ye û ne ji bo ser bûyerê bihadanîn ev tu tiştî bi wan nade qezenckirin. Li vir jî ev çend meh e şewb sîgorteyên tendirustîyê û nexweşxane û klînîkên ku ev çend meh e pir kêm emelîyet pêk anîne xistîye rewşeke ne baş. Loma girtina hin nexweşxaneyan tirsa nîqaşên berê carek din da destpêkirin. Vehatina mercên berê karmendên tendirustîyê ditirsîne. Hikûmeta herêmî ya Ren-Vestfalya ya bakûrî ya di bin serokatîya paşwerê kevneşop ê Angela Merkel yê bi navê Armin Laschet, tam jî di nava şewbê de, ji bo ku karmendên tendirustîyê ji bo xebatê -nexwazin daxil- di her merc û şertan de neçar bike, hewl da ku qanûnekê çêbike. Lêbelê muxalefet bi tundî li hemberî teklîfa qanûnê derket û di dawîyê de ev teklif hat redkirin. Belê, bi vî awayî, tê xuyakirin ku ji bo vê demê, hemşîreyên kevn Axel Hopfmann û Steffen Hagemann berdilkên xwe yên spî li xwe nakin.

*Rojnameger

__________

(1) Michael Simon, «Von der Unterbesetzung in der Krankenhauspflege zur bedarfsgerechten Personalausstattung», Hans-Böckler-Stiftung, çirîya pêşîn 2018.

(2) «Beyond Containment: Health systems responses to COVID-19 in the OECD», Organisation de coopération et de développement économique (OCDE), Paris, 16 nîsan 2020.

(3) «Zukunftsfähige Krankenhausversorgung», Fondation Bertelsmann, Gütersloh, 2019.

(4) Lire Philippe Froguel et Catherine Smadja, «La peau de chagrin du système public après six ans de reaganisme», Le Monde diplomatique, juin 1987. Cf. également: Reinhard Busse, Alexander Geissler, Wilm Quentin et Miriam Wiley (dir.), Diagnosis-Related Groups in Europe, Open University Press, Maidenhead, 2011.

(5) Sources: Destatis et Institut Arbeit und Qualifikation de l’université de Duisburg-Essen.

(6) «Der Ärzte-Appell: Rettet die Medizin!», Stern, Hambourg, 01.10. 2019, www.stern.de

 

Wergera ji fransî: Sedat Ulagana