Gelo li Waşîngtonê restorasyon heye?

Translator

Di 2008an de, gava M. Barack Obama navendîgirê qedîm Joe Biden wekî namzedê cîgirîya serokatîyê destnîşan dike, wekî ku divê bi îhtîmam be xuya dike: bi tercîhkirina reşekî pêşverû yê li dijî şerê Iraqê ji bo were şûna M. George W. Bush, demokratan ji mêj ve daxwaza xwe ya werçerxa qutbûnê îfade dikir. Di meha çirîya paşîn de, vê carê M. Biden e yê ku rengên wan wê li xwe bike. Li gel vê yekê jî ew tu coş û heyecanê naafirîne. Lîstîkvanekî baş ê sîyasî ji ber vê yekê dixwest ku ew wekî namzedê ku li tenişt bibeze semboleke ku heyecanê biafirîne tercîh bike. Ne sembola tundrewîya sîyasî, lê belê ya «tevlîbûnê». Destîşankirina Mme Kamala Harris, keçeke koçberan, bav jamaîkî, dayîk hindistanî û hevser cihû, ji ber vê yekê ye.

Sînorê wêrekîyê ev der e. Ji ber ku, wekî din, senatora Kalîfornîyayê sîyasetvaneke kevneşop û firsetbaz e ku ji bilî dilbijîyeke xurt a şexsî û qabîlîyeteke komkirina pereyan li cem milyarderan, tu tiştekî din lê nagunce. (1) Fîyetên Wall Streetê ku di meha adarê de têra xwe bilind bûbûn gava ku M. Biden li himberî M. Bernie Sanders bi ser ket, bi ragihandina destnîşankirina Mme Harris ji nû ve hilkişîyan. Xwedîya têkçûneke cansotîner di dema kampanya pêşhilbijartinên demokratan de -berîya dengdana pêşî ew neçar ma di dawîya salê de xwe vekişîne-, wê niha bi temamî bikeve bin mineta kesê ew neqandî û serketina wê jî dê bi xêra wî be. Lê belê ev rewşeke ne ecêb e, ji ber ku ew jî kêm zêde bi awayê wî difikire: Amerîka mezin e, Amerîka xweşik e, bi çend reforman ew ê hê baştir bibe; nirxên amerîkî îlhamê didin cîhanê; hevalbendên DYAyê yên leşkerî demokrasîya lîberal li dijî zordaran diparêzin.

Karûbarên ku M. Biden û Mme Harris soza pêkanîna wan didin ji yên pêvajoya du serdemên desthilatîya M. Obama ne zêdetir in, ango xwe didin ber gelek kêm tiştan. Qet nebe, ew ê nekevin nava bêtedbîrîya îdîayeke mezin a ku M. Obama êvara hilbijartinê weha dianî ziman: «Em ê karibin vê rojê bibîr bînin û ji zarokên xwe re bibêjin ku hingê bilindbûna ok-yanûsan dest bi daketinê kir û cîhana me bi ser xwe ve hat û baş bû.» Piştî heşt salan, gava M. Obama şûna xwe radestî M. Donald Trump kir, zarok êdî mezin bûbûn, lê bêyî ku bilindbûna avê sist bibe.

Nexşeya rê ya «bilêt»a Biden-Harris çiqas sînorkirî be jî, armanceke bi coş dide ber xwe: bi pihînekê qewirandina serokê heyî ji Qesra Spî û bi vî awayî pîrûpakkirina sazîya ku demokrat wisa bawer dikin ku ji alîyê heydûtekî ve hatîye qirêjkirin. Rêveberekî wan wî çendeyî M. Trump bi Benito Mussolînî re muqeyese dikir û digot «Pûtîn jî wekî Hîtler e.» (2) Li hemberî hedefeke wisa nefretkirî jî, tê payîn hilbijêrên demokrat bikevin nava livûtevgerê.

Piranîya paytextên ewropî, ew jî, vegera li Waşîngtonê ya se-rokatîyeke «normal» hêvî dikin. Ev paytextên ku êdî dîyar e nikarin xwe ji lîderîya amerîkî rizgar bikin, welew dema ev welat ji alîyê şefekî qebe û bêper-werde ve jî tê birêvebirin, xeyal dikin ku rêveberîyeke demokrat wê hinekî din bi wijdan nêzî wan bibe. Ev reveberî wê zêdetir rengê bawerîyê bide galegal û xweşgotinên li ser demokrasî, «cîhana azad» û nirxên rojavayî. Tenê ji ber sedema ku kirasê rengên qîyametê li alternatîfê hatîye kirin, gelo pêwist e em bi restorasyoneke wisa kêfxweş bibin?

_____

(1) Michela Tindera, «Milyarderan ji Kamala Harris hez kir», Forbes, New York, 12 tebax 2020.

(2) Li gorî M. Jim Clayburn, yek ji şefên piranîya demokrat a li Meclîsa Nûneran, 2yê tebaxa dawî di CNNê de.

Wergera ji fransî: Baran Nebar