Li Asyaya Navîn, çavxapînoka cîhaneke nû

Li Qazaxistan û Ozbekistanê, guherînên sîyasî û aborî di bin parastineke baş de ne

Piranîya welatên Asyaya Navîn, bi dehan salan bi destê serokekî ve hatin birêvebirin. Piştî çûna van zordestan, xelefên wan hewl didin kontrola guherînên sîyasî yên xeternak di destê xwe de bigirin. Li hember zexta civakên ciwan û newekhev, ziravê van zordestan ji senaryoyên mîna «Bihara Ereban» diqete. Loma di navbera berfirehkirina azadîyan û berdewamîya rewşa heyî de dudil dibin.

Translator

 

Asya

 

Veguherîna desthilatdarîyê bi gelemperî rejîmên otorîter nerazî dike, bi taybetî gava ku ew desthilatdarî di destê serokekî giştî-bihêz de be ku ji ber temendirêjî an jî mirinê îstîfaya wî tê xwestin. Zêdetirî rejîmên Asyaya Navîn yên ji sazîyên sîyasî yên lawaz û nehiqûqî pêkhatî, di van salên dawî de rastî rewşên bi vî rengî hatine. Di sala 1991ê de piştî belavbûna Yekîtîya Sovyetê, ji sekreterê giştî yê Partîya Komunîst ya herêmî heya serokatîya welêt, zilamên ku di cihê xwe de man, piştî serokatîya bi dehan salan li pey hev dev ji karên xwe berdan. Di 2006an de, Saparmurat Nîyazov li Tirkmenistanê û di 2016an de Islam Karimov li Ozbekistanê mirin; di Adara 2019an de serokê Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev, di 78 salîya xwe de îstîfa kir; Emomalji Rahmonê 67 salî, piştî serokatîya 28 salan hê jî difikire ku cardin bibe serokê Tacikistanê.

Qirxizistan îstîsnayek e. Li wir, guherîna sîyasî bi kombînasyona hilbijartinên demokratîk û serhildanên xelkê çêdibe ku ji hêla elîtan ve tên birêvebirin. Ev elît jî ji fraksîyonên cuda yên sîyasî ne û li gor berjewendîyên aborî û dilsozîya qebîleyî dabeş bûne (Bakur li hemberî Başûr). Du hikûmet li wir hatin hilweşandin; a ewil di 2005an de û ya din jî di 2010î de. Rejîma heyî ya serok Sooronbay Jeenbekov, ku di sala 2017an de hat hilbijartin, her çiqas ji avakirina modeleke piranîgir (pluralist) dûr be jî, li gor cîranên xwe bêhtir demokratîk e û xwedî muxalefeteke kêm-tepisandî û civakeke bêhtir sîvîl e.

Ji nîvê salên 2000î û vir ve, gelek modelên cuda hatin ceribandin, Li Tirkmenistan û Ozbekistanê «bavên miletî» bêyî ku bi awayekî eşkere warisekî ji xwe re bihêlin berê xwe dan gorê. Lê belê xelefên wan, bi dorê, wezîrê tendirustîyê yê berê Gurbanguly Berdimuhamedov û serokwezîrê berê Shavkat Mirzyoyev ku endamên qesrê bûn, bi ser ketin ku hêza xwe bi cih bikin û dijberên xwe yên hişk hêdîka berteref bikin. Çawa ku Haydar Alîyevê Azerbaycanê, Îlhamê kurê xwe di 2003an de li ser Bakûyê ferz kiribû, li Tacikistanê jî, serok Îmamalî Rahman, hêvî dike ku rojekê Rustemê kurê xwe bîne ser «textê» ku ew hê jî şaredarê Dushanbeya paytext e.

Perestroykaya ozbekî

Qazaxistan dikare modeleke bêhempa ya veguherîna serokatîyê pêşkêş bike li herêmê, modeleke ku serok bi nîyeta ku ji xelefê xwe re zêrevanîyê bike dev ji erka xwe berde -bêyî protestoyên li kolanan- û ji xwe re statûyeke li gor wê peyda bike. Nazarbayev, piştî desthilatdarîya nêzîkê 30 salan hê jî bi rêya sazîyên ku ew bi rê ve dibe, welêt kontrol dike: Encûmena Ewlekarîyê, Nur Otanê partîya serokatîyê û «ofîsa serokê ewil» ku ji bo vê hincetê hatîye avakirin. Keça wî ya mezin, Darîga, heya destpêka gulana 2020î serokatîya senatoyê kir. Zavayê wî, Timour Koulibaev, holdînga bi navê Samruk-Kazyna bi rê ve dibe ku di sektorên sereke de hemû şirketên mezin ên dewletê dihundirîne (enerjî, elektrîk, rêhesin û hwd.). Her çiqas bidawîanîna fonksîyonên Dariga nîşan dide ku nîyeta serokê nû Kassym-Jomart Tokaiev nîne ku wan rehet bihêle, dîsa jî malbata serokatîyê ji devjêberdana vê desthilatdarîyê dûr e.

Lêbelê şêwaza veguherîna desthilatdarîyê destûr nade ku paşeroja sîstemê bê texmînkirin. Wekî mînak, li Ozbekistanê, kêm çav-dêran texmîn dikir ku Shavkat Mirzyoyevê serokwezîr -ku dilsozê serok Islam Karimov e- piştî zêdetirî deh salan, gava ku di 2006an de bû desthilat dê bi vî rengî bi reformên rijd careke din beşdarî desthilatdarîyê bibe. Aborîya Ozbekistanê ku ji hilweşîna Yekîtîya Sovyetê û vir ve ji nêz ve di bin kontrola dewletê de ye, niha tedawîya lîberalîzmê dibîne: Veguherîna pereyê neteweyî (som), rakirina qedexeyan li ser reqabeta di bazirganîya biçûk û navîn de, sînorkirina hêza sazîyên talanker ên wekî gumrikê û karûbarên bacê. Di nîveka yekem a 2020î de, dewletê, bi 348 milyar somê (29 milyon ewro) 299 mal û milk (actifs - tiştên bi qîmet) firotin û wisa tê texmînkirin ku ji hezarî zêdetir dê bikevin destê veberdêrên (investisseur) şexsî. Di adara borî de, Ozbekistanê hilberîna pembûyê (ku çaryeka dewlemendîya wê ye) serbest kir ku heya wî çaxî teslîmatên mecbûrî lê ferz dikir. (1) Herweha îhtîmaleke biçûk e ku ev perestroykaya Ozbek rê li ber demokratîzasyona vî welatî veke. Hikmê partîya serokatîyê her li ser jîyana polîtîk berdewam e ku sazîyên din lê rolên fîguranîyê dilîzîn.

Tevî her tiştî bayekî azadîyê bi ser civakê de tê: Nîqaşên televîzyonê tund dibin, polemîkên li ser torên civakî li nav hev dikevin, milet xwe azadtir îfade dike, tirs qismen winda bûye. Lêbelê, di 2yê vê hezîranê de, rayedaran gotarên rojnameyeke online winda kirin ku tê de behsa nîqaşa navbera niştecîhên gundekî girêdayî parêzgeha Ferghanayê û walîyê wê derê dikir ku ew walî jî ji hêla serok ve bi berdewamî rastî heqaretê dihat. Gava ku yek, kesayetîyên sîyasî yên sereke rexne bike, hê jî talûkeya girtinê heye. Digel vê nifşên nû vê yekê wekî derfeteke bêhempa dibînin, loma hêvîya wan her geş e.

Xeleftîyê rê li ber tevlihevîyên bi vî awayî venekir li Qazaxistanê. Serok Kassym-Jomart Tokayev, ku ji perwerdehîya xwe ve dîplomat e, ne tenê xeta zordestîya Nazarbayev didomîne, lêbelê Nazarbayev bixwe jî bi heman awayî jîyana sîyasî di asteke wisa de bi rê ve dibe ku meha çirîya paşîyê borî, di «Civîna Asyaya Navîn» de ku li Taşkentê pêk hat, li şûna serokê fermî nûnertîya welatê xwe kir.

Guhertina serokatîyê, hewcedarîya mayîna li ser karî ya nifşekî nû yê teknokratan piştrast kir ku emrê wan dora 40î ye û hewesdar in aborîya welêt cihêreng bikin ku petrol, ji 30 % sermîyana salane û ji 3yan 2yê îxracatê pêk tîne. (2) Gelo ev atmosfera ku hê jî şermoke ye, dê bikaribe welêt pêşda bibe ku bi taybetî di resesyona global de bi pandemîya Covid-19ê ve pêwendîdar e?

Neyeksaniyên herêmî

Hikûmetên Ozbekistan û Qazaxistanê wisa dîyar e ku qeyran baş bi rê ve birin û di nava zehmetîyên tendirustîyê de sîyaseteke zelal meşandin. Lêbelê zirara aborî ya pandemîyê hêj nehatîye pîvan. Modelên veguhastinê yên van herdu welatan di heman demê de bandorekê li ser hawirdora jeopolîtîk a herêmî çêdike.

Li vir, ya ku hewl dide rewşê biguherîne dîsa Ozbekistan e. Piştî îzolasyona bîst salan, bi taybetî di babetên enerjî û avê de, Taşkent cardin vegerîya ser maseya danûstandinê ya herêmî. Nakokîyên ligel Tacikistan û Qirxizistanê yên derbarê bikaranîna robarên navsînorî, Amou-Daria û Syr-Daria, aramtir bûn. Di sala 2016an de piştî guhertina rotayê, pênc serokên Asyaya Navîn gelek caran li hev civîyan û hêvî dan wan kesên ku bang li hevkarî û entegrasyona herêmî ya van 5 welatan dikin.

Li Ozbekistanê, bawerîyên herêmî yên Mirzyoyev nayê wateya têkçûna hêzên mezin. Rûsya hê jî karê xwe baş pêk tîne, têkilîyên dualî yên bi Taşkentê re bi awayekî bêhempa didomin. Nemaze piştî ku Hikûmeta Ozbekistanê di adara 2020î de qebûl kir ku ew ê li Yekîtîya Aborî ya Ewrasyayê statûya çavdêrîyê bi dest bixe ku ji bo endamtîyê ev gava ewil e. Lêbelê Çîn jî tekilîyên xwe yên ligel vê herêmê bi awayekî sîstematîk kûrtir dike ku ew li wir hevkarê bazirganî yê ewil e li pêşîya Rûsyayê. Di 2018an de, tevî perwerdekirina hin leşkerên payebilind ên Ozbek li sazîyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, têkilîyên Çînê bi DYAyê re nemaze di asta stratejîk de germtir bûn.

Di rewşa Qazaxistanê de berdewamî li dar e. Wekî selefê xwe, Tokayev jî sond dixwe ku sîyaseta «pir-vektorî» bimeşîne da ku di navbera Rûsya, Çîn û welatên Rojava de hevsengîyê dayne. Lêbelê di pratîkê de, ji hêla aborî û hêj bêhtir stratejîk ve di bin kontrola Moskovayê de ye. A rast, aborîyê ji entegrasyona ligel Yekîtîya Ewrasyayê piçekî sûd wergirtîye. Ji alîyekî ve, şirketên neteweyî bi şirketên rûsî re di reqabetê de ne, ji alîyekî din ve jî bûne qurbanîyên mueyîdeyên Rojavayê ku di 2014an de ji ber desteserkirina Qirimê li ser Rûsyayê hatibûn ferzkirin. Dîsa van şirketan jî, ji ber têkilîyên qewî yên bi şirketên rûsî re, pêwendîyên xwe yên ligel sermayedarên Rojavayî ji dest dan. Di van salên dawî de û di asta stratejîk de, hewcedarîya Qazaxistanê ji bo teknolojîyên leşkerî yên rûsî zêde bûye ku xweserîya vî welatî her kêmtir dike.

Serok kî be jî, welatên vê herêmê kêm zêde rastî heman zehmetîyan tên: Piştî sala 2014an, nirxê pereyên wan tevî rûbleyê ket û pereyê ku koçberan ji derveyî welêt dişand helîya. Ev ji bo Tacikistan û Qirxizistanê bobelatek e ku ev pere ji 4an 3, an jî nîvê dahatûya neteweyî ya nesade (gdp) ya van welatan e. Sekanîya aborî ya global (recession) dê rewşa aborî ya Asyaya Navîn xirabtir bike û ya van herdu dewletan jî hîn qelstir bike ku feqîrtirîn dewletên Sovyeta berê ne. Lê ji bilî vê, bi taybetî ew ê bandorê li projeyên têkildarî Rêyên Hevrîşimê yên navdar ên Çînê jî bike ku dê Asyaya Navîn -a rast, hema bi tenê Qazaxistanê- bike xaçerêyek bo derbasbûna Rûsya û Ewropayê. (3)

Pirsgirêkeke din jî newekhevîyên herêmî yê li Qazaxistanê ye. Herêmên li başûr, tevî nîşaneyên civakî yên xirabûyî herêmên herî feqîr in (Nexweşxaneyên kêmderfet, dibistanên bêmamoste, rêjeya bilind a ciwanên bêkar, keçên ku piştî dibistana seretayî dizewicin, hwd). Lêbelê herêmên rojava yên Atyrau û Mangystau ku bi petrolê zengîn in, dewlemendî tecrube kirin û karên qenc û bikalîfîye peyda kirin -bi qasî ku nerazîbûna nifûsa li başûr geş bikin û agirê îslamîzmê har bikin jî-. Dabeşkirineke çêtir a kirêya hîdrokarbonê, bi taybetî ji bo herêmên gundewar (zone rurale) ferz e. Ev herêm, têkçûyîyên van bîst salên dawî ne ku bes çîna navîn a bajarî heya bêjî ji vê rewşê sûd wergirtine.

Digel vê yekê, zêdetirî nîvê nifûsa Asyaya Navîn (bi giştî ji 70 milyonê hinekî zêdetir) ji 25 salî biçûktir e û ji bilî Qazaxistanê zehfî wan di herêmên gundewar de dijîn. Metirsîya “gurmîna ciwanan” ku dê sîstema sîyasî û civakî ber bi “Bihara Ereban” ve biteqîne di hişê her kesî de ye. Bi ser de jî, li du welatên sereke, Qazaxistan û Ozbekistanê, civakên sîvîl pêk tên û bibiryar in ku zextê li ser rayedaran çêkin da ku ji elîtan bêhtir zelalî û berpirsîyarîyê bigirin û ji bo hewcedarîyên xelkê ligel wan bişêwirin. Li Ozbekistanê, pirsgirêka mafên milkîyetê hem li bajaran hem jî li herêmên gundewar aloztir dibe. Bi modela Dubayîyê, biryara avakirina “Taşkent City” wekî navenda karsazîyê, daxwaza derxistina bi hezaran şênîyan ji navenda dîrokî ya paytextê dike. Vê yekê jî rê li ber protestoyên nedîtî vekir ku li ser torên civakî birêxistin bûbûn. (4)

Li Qazaxistanê, du şêweyên protestoyê derdikevin pêş; Li bajaran, her çiqas li gor Rûsyaya cîran qels bimîne jî çalakîyeke nû ya derbarê pirsgirêkên plansazîya bajêr û kêşeyên hawirdorê xwe dide der (trafîka erebeyan li bajêr, rakirina çopan, mesrefên elektrîk û germbûnê, qelebalixîya bajêr û hwd.). (5) Ciwanên bajarî yên ji çîna navîn, di bihara 2019an de li dijî guhertina navê paytextê -ku dixwestin bikin Nur-Sultan, remza kesayetîya Nazarbayev- derketin kolanan û hilbijartinên azad û dadwerane daxwaz kirin. Lêbelê hewldana wan bi gelek desteserkirin û mehkûmîyetan demildest hate tepisandin. (6)

Lêbelê dîsa jî ev tevger zeyîf nebû û hêdî hêdî li dora Oyan, Qazaxistan xwe birêxistin kir (Şîyar be, Qazaxistan) - referansek ji helbestvan Mirjaqip Dulatuli, di destpêka sedsala 20î de, yek ji damezrênerên tevgera neteweperwer Alach Orda (Hoza Alaş). Ev tevgera, ji bo protestoyên sîvîl bû etîketek û ji hêla derdorên cihêreng ve hate qebûlkirin. Di nav van derdoran da ev hene; ciwanên polîtîzebûyî ku modela sîber-mîlîtanê Rûs Alexei Navalnyê li dijî korupsîyonê dişopînin, hunermend, ressam, rapçî, youtuberên Qazax ên navdar, çalakvanên LGBT+ û hawirdorparêzên ku çêkirina avahîyên kaşûnê li ser çîyayên Kok Zhailau, nêzî Almaty protesto dikin. Her çiqas hema yekcar ji piştgirîya populer bêpar bimîne jî, dînamîka hanê vîn û daxwaza beşdarbûna jîyana giştî nîşan dide.

Ev şîyarbûna protestoyê tenê paytextê eleqedar nake. Qanûna reforma axê, ya ku divîyabû mafê kirêkirina zevîyan bidaya bîyanîyan, bayê tirsê bi xwe re anî ku digot muteşebbisên Çînî dê bikaribin axên me ji me bistînin. Talîyê, vê qanûnê rê li ber protestoyên mezin vekir li gund û bajarên biçûk ku nîşanî me da ku xwedîtîya axê hêj semboleke girîng a neteweyî ye. Ev nerazîbûna deverî rayedaran xembar dike. Çunku nerazîbûna hanê nexasim nifûsa qazaxîaxêv eleqedar dike ku ji bo armancên rejîmê bo avakirina xeta neteweyî elzem e. Rejîm, nifûsa hanê mîna çîna navîn a bajarî nabîne ku piranî bi rûsî diaxivin, kozmopolît in û wekî serhildêr tên hesibandin.

Li hember vê qeyrana li ber derî, li pêşîya rejîmên ku dikevin nav veguherînên nedîyar, du vebijêrk hene: bergirîyên tengasîyê (les mesures d’austerité) jî tê de, yan ew ê guhê xwe bidin daxwazên bo beşdarbûna bêhtir kesan yan jî vegerin ser polîtîkayên zordestîyê. Tercîhên ku pêşeroja dewletên Asyaya Navîn dîyar bikin, dê girêdayî geşedanên konteksta jeopolîtîk a herêmî jî bin, bi taybetî yên li Rûsya û li dinyayê.

 

* Profesora Zanîngeha George Waşîngton (Waşîngton DC).

__________

 

1.  Cf. Étienne Combier, «L’Ouzbékistan libéralise entièrement la production du coton», Novastan, Paris, 8ê adara 2020î, www.novastan.org

2. Cf. Dominique Menu, «Le Kazakhstan, une puissance énergétique méconnue dans un environnement incertain», Connaissances des énergies, Paris, 7ê hezîrana 2019an, www.connaissancedesenergies.org

3. Lire Arthur Fouchère, «Les ”routes de la soie” passent par le Kazakhstan», Le Monde diplomatique, îlona 2017an.

4. Cf. Dilmira Matyakubova, «Who is “Tashkent city” for? Nation-branding and public dialogue in Uzbekistan», CAP Paper 205, Waşîngton, hezîrana 2018an, https://centralasiaprogram.org

5. Cf. Danîyar Kosnazarov, «Do-It-Yourself Activism: Youth, Social Media and Politics in Kazakhstan», CAP papers 217, Waşîngton, sibata 2019an.

6. Cf. Marlene Laruelle, «On Track to a Kazakh Spring?”, The Diplomat, Waşîngton, 1ê tîrmeha 2019an, https://thediplomat.com

 

Wergera ji fransî: Bilal Ata Aktaş