Ku Rojekê Hilweşin...

NERÎNÊN SEXTE ÊN Lİ SER KURDAN

Tehakum û hegemonîyaya tirkayetîyê li ser esasê zanîneke sexte ya kolonîkirî hatîye avakirin. Modernîzasyona tirkan dema ku bi rêya elîteke xwende yên sivîl, bi taybetî esker bi zora îradeya sîyasî û îdeolojîk a bi zorê dihat sepandin wekî enstrûmentalîzekirina hemû nirx û rûmetên medenîyeta mirovahîyê, di heman demê de kurd wekî şaristanîyeke otantîk ê hezarsalîn di nava pêvajoyên sosyal-navend de, di nava livandineke nûjenîya xwe ya sosyal a resen û xweser de dijîya.

Bi rîska ku kêfa orîentalîzmê cardin bireve, divê bê gotin ku di jîyana şaristanîya kevnar a kurd-îranîyan de têgeha subjectê heye.

Dîroka felsefeyê jê bêşik û bêguman e ku “Xwenasîn” di dema Sokratî de dest pê kirîye, têgeha subjectê jî cara pêşîn bi Descart û Kantî re, di navbera sedalên 15-17an de dest pê kirîye ku ev wekî guhertina dîrokî ya radîkal a mirovî û jîyana sosyal kirîye, bi gotineke din, medenîyeta nûjen bi wê re rû daye.

“Hoshengha” di zimanên kevn ên îranî-kurdî de wekî “xwezanîn, subject” hatîye bikaranin, di Avestayê de ji roleke wê ya girîng heye. Gotina Hoşeng di nava kurdan de wekî navê kesan hatîye parastin, lê çawa ji wateya we ya kevnar dîyar dibe, ew wekî tegeheke sûbjectî hatîye bikaranin.

Gotina Hoş di zimanê kurdî û zimanên îranî de, dikare hem were wateya “Hiş” û hem ji  “Xwe”yê, ew jî ji alîyê xwe ve pir balkeş e; xwe-bûn û hiş-bûn bi hevdu ve giredayi ne... Hoşeng bi hişê xwe navenda livîna hebûna xwe ye.

Belê, di zimanê kurdî de Hoşeng ya ku wekî nav maye, di rastîyê de, bi “Hoshengha” ya di zimanên îranî yên kevn de di heman wateyê de ye. Di zimannasîyê de di cihê subjectê de, di kurdî de gotina kirde” bi kar tînin, lê, di wateya felsefîk û sosyolojîk de kirde” teqez cihê “subject”ê nagire, ji ber ku “kirde” weke faîl, kare bi liveke “der-xwe” be, tevgera wê ne bi hişê xwe be, ne wekî “Xwe” û bi “Hiş”a xwelivîna ku taybetmendîya sereke ya “subject”ê ye.

Hişê kirde kare kolonyal be, hişê xwe wekî wesayet radane hinekan bike, zanîn û hişmendîya wê girêdayî be, lê ya subjectê, çawa ku em di têgeha kevnar a kurdî de jî dibînin, ew girêdayî bi “hiş” û “xwe-bûn”ê ye.

Heya bi rexneyeke bi argumanên rasyonel ji alîyê zimannas û zanyaran ve neyê, ez ê gotina “Hoşeng” wekî têgeheke di cihê subjectbûnê (kirdarbûnê) de bi kar bînim.

Lê, divê em tomarkirineke giring ya din bikin ji bo ku rewşa xwe zelal bikin; tevî ku hizr û bawerîyên universal a medenîyeta semawî bi peyamnêrê pêşîn ê wekî Zerduşt dest pê kirîye, Kurd di medenîyeta serdestîya dînên semawî de, her li derve û li kenarê mane, carina wekî pir, carina jî wekî bi şiroveyên xwe yên cihê...

Dibe ku wekî dualîst, lê, ne misoger dîkotomîk...

Bêguman, kultureke li derveyî her du medenîyetên unîversal (ya îmanê û ya logos-navendî ya rojavayî) bimîne, tesewurên ku li ser te li dinê serdest bin, dê ew tesewurên orientalîstî û ya semawî bin; yên ku te di dema pêş-modernîteyê de wekî yên kultura azadîya çîyaki, yê der-şaristanîyê bihonin.

Ku çavderîyên me li derî wan qalibên orîentalîst ên logos-sentrîzm û îman-sentrîzmê bin, hingê em dikarin di şîfreyên jîyana azad a çîyayîbûna kurdan de, şop û astên kultur û mentalîteya begzadetîyeke gîyanî û peşmergetîyeke dinyewî bibînin.

Kurd wekî pêşmerge li pêş mirinê ne ji ber garantîkirina dinyayeke din, “xelateke ebedî”, axiret an mîstîzmeke din, lê, ji bo hebûna jîyanê bixwe radiwestîya. Ecêb rasyonel, ewqas jî bi dinyewî; jîyin bi rîska mirinê, wa ye, ji te re hoşengê hebûnê, li yê ku Hegel, Nitsche û Heidegger ewqas bêeman lê digerîyan...

***

Ger em Jak Derrida, fîlozofê post-modern a destructionê, guhdar bikin, wê gavê em ê bipejirînin, ku sedema veavakirina wan di dîskurseke dîkotomîk a efendî-koletî de, çawa ku kurd tûşê wê bûne, heta derekê kurd bixwe gunehbar e; ji ber ku, Jak Derrida jî wekî Nitsche û gelekên din îdia dike ku şêweya hizirkirina dubendîtî ya di medenîyeta Rojavayê de ji manîheîzmê, an ku ji “dinyayeke jibîrkirî” a kurd-îranîyan tê. Ew hizirkirina dîkotomîk a ku di bikaranîna wê ya kolonyal de hiş û xwezanîna kurdan wekî ê din ji alîyê tirkîtîyê ve hatîye honandin.

Rast e ku hizirkirina dîkotomîk di nava kurdan de hebû û ew lêvegeranek, rikoşêtek kir û li kurdan xist: di encama wê nêrînê de, em wekî yê “negatîva tirkbûnê” ya ku xwe wekî yê qenc, rasyonal, medenî û hwd. pêşkeş dikin û didin qebûl kirin...

Di şerê bi DAEŞê re, bi hebûna pêşmerge, kurdan careke din peyamek dan dinyayê, ku li vir parezerê hebûnê hene ku ji bo yên ku tesewura wê ew bû ku ew li ser çîyayî ne, ji ber ku li pey azadîya wehş û bes xwezayî ya çîyayî ne.

***

Tirkayetî wekî îdeolojîyeke hegemonîk a kolonîkirina hişê kurdan xwenasîneke sexte, li ser kurdan avakirîye.

Li gor wê têgihiştinê, bergeha dîrokê bi rêgeha tirkayetîyê hatîye guhertin. Her tiştên berî tirkayetîyê êdî di dîroke de mane, bi hatin û serdestbûna tirkayetîyê dîrok di wê heremê de ber bi dawîbûnê ve diçe. Di roja me ya îro de, li derveyî wê pergal û nîzama dîrokî,  hinek kaos û gelşe henin ku bergeha dîrokê ber bi serrastkirina wê, ji hole rakirina ên der tirkayetîyê re dimeşe. Dewlet-neteweya homojen a mezin û tunekirina şakî (eşqîya), terorîst û ên der-medenîyetê, cihêtîyên rêgeha wê prosesa pîroz in.

Tirkayetî li hember kurdan sê metod bi kar anîn:

1. Nasandina wan wekî yên der-nîzama “rasyonel” û “medenî” – şeytanîkirin.

2. Qetlîam, di demên kirîtîk de.

3. Asîmîlasyon.

Ya sêyem li hember kurdan stratejîya sereke bû, ji ber ku wan, kurd ji ber “şerîata biratîyê ya misilmantîyê di osmanîyê de” wekî “tirkên pêşerojê” (Mesut Yeğen) didîtin, ji ber ku bikaranîna “îcazeta berê ya dewrana misilmantîyê” di dema niha de bi tenê bi heman şêweyî bi tirkayetîyê mimkin dibû. Di dema osmanîyê de ên bibin misilman xwedî îcazet û statûyeke serwerî bûn, niha jî di cihê misilmantîyê de têgeha tirkayetîyê hatîbû biîcazetkirin, ên bibin tirk ew ê “mûtlûû serfiraz bibin, lê ên ku wê qebûl nekin, wekî dij-pergala “muasir-medenîyet” wekî yên xerab bên mohrkirin û mafê hebûna wan a xweşengîya kultur, nasnameyî we bên tunekirin. Ên li derveyî vê rêgeha tirkayetîyê bin, ne xwedî maf in, ji ber ku ew ne bi pergala “muasir medenîyetê” re ne.

Tirkayetî tevî ku ji ser taybetmendîyên etnîkî yên tirkmenî felan xwe veavadike, lê, hez, meşrûîyet û hoşengbûna (kirdarbûn) xwe bi ser dîskûrsa temsîlîyeta “muasir medenîyet” wekî rewa dide qebûlkirin.

Tehakum û hegemonîyaya tirkayetîyê li ser esasê zanîneke sexte ya kolonîkirî hatîye avakirin. Modernîzasyona tirkan dema ku bi rêya elîteke xwende yên sivîl, bi taybetî esker bi zora îradeya sîyasî û îdeolojîk a bi zorê dihat sepandin wekî enstrûmentalîzekirina hemû nirx û rûmetên medenîyeta mirovahîyê, di heman demê de kurd wekî şaristanîyeke otantîk ê hezarsalîn di nava pêvajoyên sosyal-navend de, di nava livandineke nûjenîya xwe ya sosyal a resen û xweser de dijîya. Temenê hestên neteweperwerîyê jî, ya rola takekesî jî,  berî ku tirk ji frengan “medenîyetê” fêr bibin, di nava kurdan de wekî pêvajo û xwe-livandinên xweser dihat dîtin.

Di prosesa kolonîkirina hişmendîya kurdan bi rêya tirkayetîyê de, hedefa îdareya kolonyal ew bû ku, kurdan li prosesa netewebûnê jê bibe. Vê yekê bi xurtî bi Tenzîmata Osmanîyan dest pê kir û ev 200 sal in, pir bi tîr û têrî û întensîf li ser wê emelîyat tên kirin. Ev serê 200 salan e ku tirkayetî dizaynan dide kurdan, tehakumê wan dike, xwe kirîye hêza hegemon a kolonyal li ser wan, wan ji xweşengîyê daxistîyê û pê re jî mafê tehakuma wan rewa dike.

Gava ku li ser asîmîlasyona kurdan tê axaftin, pispor, zanyarên sîyasetê, sîyasetmedar bêtir behsa hînbûna zimanê tirkî, jibîrkirina zimanê kurdî didin pêş. Sosyolojîya asîmîlasyona kurdan di çarçoveya tirkayetîyê de jê wêdetir e. Asîmîlasyona kurdan hê ji rêgeha sereke ya tunekirina kurdan wekî netewe ye û ew ne bi hêz, derfet û estetikaya taybetmendîyên etnîkî ya tirkbûnê pêş tê, ew bi îcazetbixwedayina wekî statûya serdest a dewlet û nasnameya “ûlûsal” a ku bi medenîyeta muasir û nirxên ûniversal ên wekî hiqûq û demokrasî û “dewleta meşrû” diqewime. Ew bi sîyaseta sîstematîk a danjibîrkirina hefizeya komelgehî, dîrokî ya kurdan, hêmakirina wan a wekî êdinan, dem-xekirina wan a wekî ên xerab, en der-nîzama ûnîversal a hîqûqan û dinya medenî. Asîmîlasyon di nava kolonîkirina zanîn û hişmendîyeke bi vê şêweyê pêk tê. Lewra jî, bi çi awayî be, ev asîmîlasyon, bi tu forma xwe ve nabe bibe bi dilxwazî.

Di prosesa dîrokî ya sîstema tirkayetîyê de wekî rêgeh çi şans û derfeta kurdan wekî netewe nepêkan e. Bingeha sîstema dewleta tirkayetîyê avakirina “tek ulus” [yek netewe] e. Vê rêgehê “türkçülük” û tirkbûn veguhastîye kirîye heman tişt. Tirkbûn di dawîyê de tirkçîbûn e. Di daîreya tirkayetîyê de jî di dawîyê de divê bibî tirk. Di encama rêgeha tirkayetîyê de bi “mîllîyetçîtî”yê “türk ulusu” [neteweya tirk] îcad û avakirîye, tirkan mehkûmê sîstemeke dîkotomik a tirkçîtî-xaîntîyê kirîye. “Xalis-mûxlîs tirk” jî bî,  eger “tirkçî” nebî, sîstem te wekî dijminekî hundirîn mohrê li te dixe. Ev di bernameya veşartî ya Ergenekonê de jî pir bi zelalî hatîye dîyarkirin. Ku ev şêwe tirkbûn-tirkçîbûn îro li Tirkîyeyê wekî nasnameyeke sosyal înşa dibe, mirov dikare bibêje ku faşîzmeke sosyal, “ulusal-ırkçılık” [nijadperestîya neteweyî] bergeha tirkayetîya îro ye jî.

Çi ambalajên bi gotina “demokrasî”,  “lîberal”, “sosyal”, “misilman”, “mûhafezekar”, “sosyalîst”, “radîkal”, “kozmopolît” û “multîkultî” vê prosesa kolonyal a antî-demokrasîyê nikare veşêre, ji tirkayetîyê re di çarçova wê de çare û alternatîv nîne. Ji ber ku tirkbûna bi destê rêgeha dewletê wekî tirkçîtîya misoger hatîye înşakirin.

Kurdan van 50 salên dawîyê, pêşî bi rêgeha “Rizgarîya Neteweyî”, pişt re ji bi Kûmpasa Demokrasîzmê ketin dawa prosesa texrîpkirina prosesên neteweyî ya kurdan. Kûmpasa Demokarasîzmê xwenasîna kurdan di nava tirkayetîyê de ye. Ew zanîn xwezanîna xweser nîne, ew xwezanîn zanîneke sexte ya bi hişmendîya kolonyal a tirkayetîyê ye.

Yê hişmendîya kolonyal a tirkayetî ye, wekî sexte jihevxistinê bike pêvajoya netewebûna kurdan e. Antî-demokrasîya tirkayetîyê li ser bingeha “tek-neteweyetîyê” ye. Rêgeha tek-neteweyetîyê heya ku esasa dewletbûna tirkayetîyê ye faşizm, antî-demokrasî diktatorî, otorîter yanî varyantên mîsoger ên îdareya tirkîyetîyê bin.

Ji bo xerakirina rêyên faşizmê, antî-demokratbûn û şêt û harîtîyê, di mercên herêmê de yekta alternatîv, alternatîva neteweya din e. Ew jî ji prosesa neteweyîya kurdî pe ve çi yên din nîne. Ne bi tenê ji bo kurdan, herweha bo her ferqîyetên li daîreya tirkayetîyê de mîsogerîya hebûna wan di sitara kurdbûnê de ye. Kurdbûn di wateya sîyasî de ji bo her tirkên ku dixwazin di navbera tirkbûn û tirkçîtîya xwe de sînorekê bikşînin, belê, ji bo wan jî yekane çare ye. Di mercên tirkayetîyê de wekî din her varyantên ku heya niha hatin bikaranîn, li ser rêgeha tirkayetîyê de tek-neteweyê wekî qefeseke hesinî înşa dikin. Ji vê qefesa hesinî ya tirkayetîyê bi kurdbûn û handan û rabûna bi prosesa netewebûna kurditîyê kare bê xelaskirin.

Di vê rêyê de gelek gelş henin, lê, derfetên bêhempa jî di vê bergehê de ne.

Prosesa kurdbûnê wekî bi nezîkahîyeke medenîyeta sosyal-navendî

Ew ji me re kultur û felsefeyeke sîyasî ya din li ser netewebûnê vedibêje.

Xwenasî, hoşengî û qebûlkirin

Sîyaseta kurdî di hîpnoza axaftinên li ser demokrasî û hiqûqê de berê xwe daye qebûlbûnê. Mîzana ku di navbera xwenasî û qebûlbunê de heye, li ser hesabê xwenasîyê berê xwe dane qebûlbûnê. Di vê bergehê de ewqas bi pêş çûn ku êdî çalakîya wan bi refleksa teqqîyeyê jî nikare bê navandin. Ji nasnameya kurdî û ji prosesa netewebûna kurdan, her diçe dûr dikevin, daxistina xwenasîyê û împlantkirina temsîlkarên “xwedî îtîbar ji nasnameya serdest” wekî garantîyên qebûlbûnê ji xwe re kirine rêgeha sereke. Ew rêgeh texrîba proseya netewebûna kurdan e. Lê, teksta wan a texrîbkar di konteksta xem û xeyala neteweyî ya kurdî de çêdibe. Di dawîya rojê de rêgeh bi tirkayetîyê wê xelas bibe.

Ramana komelgehî ya kurdan berdewam bi ser rêgeh û refleksa netewetîyê de ye.

Kurd wekî rêya guhertina modela herêmê, bi soyal-navendî ji jêr ve ber bi jor, di cihê dewlet-navendîtîyê de; di cihê jor ve sepandina ber bi jêr. Di ya yekemîn de avakirinên kulturî û sîyasi xwedî bi hebûna xwe ya sosyal a rasteqîne ye, lê di ya duyem de, avakirinên kulturî û sîyasi destkird, naverok vala, sexte dimînin.

Prosesa pêşketina kultura kurdî di konteksta pêkanîna neteweyi de, ya rastî, tişt di vê herêmê de ew ê li ser “lingên xwe wê were” danîn, hewldan û çalakîyên kulturî, sîyasî bi sosyolojîya xwe ve rû bi rû bibe. Çalakîya neteweyî ya kurdan di 25ê ilona 2017an de, di roja Referandûma Serxwebûna Kurdistana Başûr de dîyardeyeke wer honandina rastîya sosyalbûnê ji jêr ber bi jor ve ye. Ne sepandina zorbarî ya ji destê dewlet û ordîyê ber bi jêr; li ser komelgeh e, her wekî di kultura sîyasî ya tirkayetîyê de ku di warên “netewe, “nasname”, “demokrasî,”, “welat”,”kultur”, “însanbûn” û hwd. yên ku ji naverokên xwe yên resen yên hebûna sosyalbûnê bi gelş in,  dîyar dibin.

Prosesa demokrasîya tirkayetîya ku di hewldanên xwe yên “Çareserîya Pirsa Kurdî” de ya ku hertim di konteksta rêgeha “tek-neteweyetîyê” de diqewime, xwe misoger ser bi antî-demokrasîyê re biguhere, di çarçoveya tirkayetîyê de demokrasî bi ontolojîya xwe ya sosyal wer nepêkan e, ji ber ku ew der bi dijmintîya ferqîyetan ve hatîye honandin, berovaji, di destpêka sedsala bîst û yekê de proseseke resen a netewebûna kurdan a hevdem heye, ku kultura avakirina wê  jixweber demokratîk e. Rabûna kurdbûneke hevdem şans û derfeta seranserê herêmê ye.

Dawîyê

Di ve nivîsarê de li ser zanîna kolonyal a tirkayetîyê ya ku meşruîyeta xwe “temsîla” ji her du medenîyetan werdigire da ku kurdan wekî obje veavabike. Ya ku bingeha tehakkimkirinê ye. Kurdan wekî “der-medenîyet” înşa dike ku ziman û dîskura wê “gelek xwezayi” û qebûlbar tê bo hişmendîya medenîyetên rojava û ya îslamî. Di rastîye de jî, ew zanîna li ser kurdan wekî “ên wehş” zanîneke sexte ye. Berovajî, sosyolojîya dirokî ya kurdan bi dîyardeyên hişmendîya hoşengî ve barkirî ye, di nava kurdan de medenîyeteke taybetî ya sosyal-navendî heye, ku kare li herêmê û li dinyayê bibe rêgeh ji bo hebûneke resentir.

* Haošyaŋha ya ku wekî Xwezanîn, zanîn hatîye bikaranîn têgeheke Avestayî ye, ji Haušyahah a Proto-Îranî tê, pêşgira *Hao-, Hu- di wateyên wek “baş, qenc”, û –šyaŋha ji wekî “bijartin” an “”biryar danîn” hatine bikaranîn. Piştre jî wekî di wateya “hilbijartina qenc” de hatîye bikaranîn.

* Zanîngeha Sofya