Ji bo yekîtîya kurdan sê pêşnîyar

Ev rewş têgeheke kurd û Kurdistanî ya li ser bingeha serokperestî û fanatîzma partîyê bilind dibû, derxist holê. Helbet ev rewş ji serokperestî û têgeha rizgarker a Rojhilata Navîn serbixwe nîne. Lê belê Mûsayê rizgarker yê ku kurd li bendê ne, dê neyê! Divê her kurd xwe ji Mûsaperestîya rizgarker xelas bike, di nav mercên xwe de ji bo azadîbûn, piştgirî û bi armanca avakirina pira dîyaloga bi kurdan re çalak be.

Translator

Y ekîtîya kurdan ji yekîtîya Kurdistanê girîngtir e. Ez ê di vê gotarê de mijara çima ev yekîtî wekî pêşşertekê derdikeve pêşîya yekîtîya Kurdistanê, gengeşî bikim.  Berî her tiştî  qesta min a ji kurdan ne nasname û sazîyeke yeksan e, berevajî ez diparêzim ku kurdîtî pêvajoyeke li ser kategorîyên curbicur yên wekî polîtîk, çînî, ‘sinorî’, dînî, mezhebî, kulturî, zimanî û hwd.  bilind dibe; pêvajoyeke guherbar, dînamîk û pirparçeyî ye.  Hîn zêdetir ez vê yekê jî diparêzim: têgiha ku kurdîtîyê dadixîne avadanîyeke polîtîk a aşkere, dîn û mezheb, grûbên kiryaran, sermayeya zimanî û kulturî tu feydeya wê ji yekitîya kurdan re tuneye; beravajî pêkanîna nasname û neteweparêzîya mînor, grubên menfaatê û serdestîya moralî parçebûn û cudabûna di navbeyna kurdan de kûrtir dike.

Di nava kurdan de têgiheke ku bi awayekî belavbûyî tê çavdêrîkirin heye. Li gorî vê têgihê ‘Kurdistan 4 parçe ye’. Lê li gorî nêrîna min ‘Kurdistan paramparçe ye’ û ev rewşa parçebûna wê,  îşareta cudabûn û parvebûneke ji sînorên netewe-dewletê wêdetir e.  Her çiqas beşek ji vê parçebûnê ji encama rasteqînîya tarîxî û sosyolojîkî ya ‘çar parçebûyî’ pêk hatibe jî, jihevcudabûna kurdan bi vê yekê re sînordar nîne û ev parçebûn û cudabûyîn her diçe zêdetir dibe.  Ancax bir metoda, li ser tewereke (eksen) nû jinûveavakirina  tesewira kurdîtîyê, dikare pêşî li vê yekê bê girtin. Ev tewere jî, ji aktorên polîtîk yên kurdan zêdetir, dikare bi hewla takekesên kurdan pêk were. Helbet qesta min a ji vê tesbîtê, sedema bê tesîrbûna aktorên polîtîk yên kurdan nîne, ez vê yekê naparêzim. Berevajî, aktorên polîtîk ên kurdan û sazîyên wan dikarin ji bo pêkhatin û belavbûna vê tesewira nû bibin alîkar. Lê belê terza sîyaseta heyî destûr nade ku di nava aktorên polîtîk yên kurdan de dînamîkeke weha çalak û aktîf hebe. Aktorên polîtîk ên kurdan jî, bi têgeheke kurdîtîyê ku li ser bingeha îdîayên sabît û serdestîya exlaqê bilind dibe, cudabûna di navbeyna kurdan de mezintir dikin. Tekane rêya pêşî li vê rûdanê girtin jî ancax dê wisa mimkin be: divê ji nava jîyana rojane û ji alîgiran dengek û têgeheke nû geşe pêde da ku aktorên polîtîk ên kurdan mecbûr bimînin pozîsyonên xwe veguherînin.  Bargirên vî zimanî û vê  têgeha nû jî, ciwanên kurd in. Baş e, pêkhatina vê têgehê dê çawa mimkin bibe?

1- Di derheqê Kurdistanê de guherîna xewn û xeyalên neteweperestî

Yek ji arîşe û tevlihevbûna herî girîng a neteweperstîya kurdî tesewira tarîxî ya di derheqê Kurdistanê de ye. Piranîya neteweperestên kurdan di rabirdûyê de dijîn. Ew ji sedema zexta ku nikarin ji bo çareserkirina kêşeyên demkî çareserîya mayînde bibînin, xwe diparêzin, dewlet û desthilatdarîyên ku kurdan ji berîya tarîxê heta niha ava kirine û ji metodên çareserkirinê direvin.  Ji bo hinekan îdîaya bidestxistina mafê derheqê Kurdistanê, bi mîrata ku bapîrên wan avakirine û ji wan re hiştine re sînordar e. Ji ber vê yekê hinek ji neteweperestên kurdan bi raserîyek morala ‘mîratxur’ pasîfîzma xwe meşrû dikin.  Mînaka vê tîpolojîyê bi vê gotina pêşîyan dikare bê îfadekirin: “Ji qantirê [hêstir] dipirsin, bavê te kî ye? Dibêje, xalê min hesp e”. 

Neteweperestê kurdan yê ku xwe parastîye ev raserîya exlaqê, ji bo rexnelêgirtina  arîşeyên aktorên polîtîk yên di sîyaseta rojane de rû didin, xwe feda kiriye. Lê ji bo çareserkirin û rêya ji vê arîşeyê xelasbûnê jî tu hewlê nîşan nedaye.  Argumana wî/wê ya herî mezin mîrata tarîxî ya jê re maye ye, lê ji bo bikaribe vê tarîxê veguhezîne roja îro, pirî caran di destê wî de tu plan û proje tune. Dema hûn bipirsin ji Deryaya Spî heta bigihîje Kendava Besrayê maf îdîa dike, lê ji Kurdistanê û sînorên wê kêm car derbas bûye. Baş dizane ji kuderê hatîye, lê ji bo bizanibe dê biçe kuderê di destê wî de planeke bi hûrgilî tune.

Veguherîna vê xeyalê ku bingeha xwe ji tarîxê werdigire û avakirina tesewira Kurdistanê  li gor şert û mercên ‘îroyîn’ pêwîst e.  Ji bo bersivdayina pirsa Kurdistan kuderê ye, ji serîlêxistina dema Med, Selaheddîn an jî Mirîtîyan zêdetir divê neteweperstê kurdî li gor mercên demkî tevbigere; mukelef e bersiva vê pirsê li gorî rewşa îroyîn bide.  Lewre welatê ku em jê re dibêjin Kurdistan, xwe di jîyana rojane ya kurdan de bi newekhevîyên binyadî (strukturelî) dubare-dubare nîşan dide. Ji bo dîtin û nîşandana van newekhevîyan jî, ji refên bitoz yên arşîvan zêdetir hewcedarî tenê bi statîstîkên derheqê îroyîn û agahdarîyên ji herkesî re vekirîye re heye; hewcadarîyek din tune.  Wekî mînak ji bo parçeyek Kurdistanê nexşeyek kalîteya jîyanê bê çêkirin û ev nexşe bi beşa serdest ya wê parçeyê re bê berhevdan, gelo dê encameke çawa derkeve holê? Ji bo ku bê fêmkirin em bipirsin: ji alîyê kalîteya jîyanê ve herêmên herî paşvemayî yên Tirkîyeyê kuder in? Ji ber çi sedemê dermanên depresyonê herî zêde li herêma kurdan tên bikaranîn? Nexşeya leza tora înternetê ya Tirkîyeyê bê çêkirin, gelo dê leza înternetê ya herî xirab li kuderê bê dîtin? Çima li herêmên kurdan rêjeya zarokên mirî ji dayik dibin, trawmayên pitikbûnê (bebikbûnê) û her cûre nexweşî li gorî herêmên din yê Tirkîyeyê sê car, pênc car zêdetir e.  Di warê bêkarîya ciwanan, kalîteya perwerdeyê û wekhevîya fersendê de herêmên herî xirab kuder in. Çima di her mulaqatê de ji zarokên kurdan ‘teror’ tê pirsîn? Nexşeya binesazîya Tirkîyeyê bê çêkirin, dê binesazîyên herî xirab li kîjan herêman bin. Ger xeletî û qebahatek bê kirin karmend dê sirgûnî kuderê bên kirin? Karkerên demsalî herî zêde ji kîjan heremê diçin? Li cihê ku diçinê bi miameleyeke çawa re rû bi rû dimînin? Dema sucên nefretê û şidet li wan bê kirin, çi bi kiryarên van sûcan dibe? Bersivên van pirsan û pirsên bi vî rengî li ser nexşeyekê bê destnîşankirin û newekhevîyên vê nexşeyê bi rengan bên nîşandan, gelo li gorî we dê dîmenek çawa derkeve holê?

Dema xewn û xeyalên neteweperestê kurdan li dora vê tewereyê  bizivire, dê tesîra dengvedanê ji grubeke biçûk û sînordar zêdetir be. Lewre pêwist e, bê têgihîştin û fêmkirin ku Kurdistan xwe di jîyana her kurdî de wekî newekhevîya binesazî, cudakerî,  şideta polîtîk, bêcezayî, nexweşî û her cûre bela û musîbetê nîşan dide.  Di jîyana ‘kurdê ne polîtîk’ de jî ceribandinên trawmatîk, nexweşîyên psîkolojîk û newekhevîyên binesazîyê derdikevin holê. Lê ew bi xwe ji ber gelek sedeman nedîtina vê yekê tercîh dike; xwe di bin sîwana îdeolojî, newekhevîyên sinifî, dîn, ummet û bilêvkirinên ‘em hemî wekî hev in...’  de diparêze. Wezîfeya neteweperestê kurdan ji dêlva ku bi vegotinên wekî  ew kurd ‘dejenere bûye, nasnameya xwe wenda kirîye,  xwefiroş û tirşîkçî ye’ sûcdar bike,  bi armanca ew ji nû ve û ji nû ve rastîyê bibîne, bi vegotinên nû, peydakirina pergal û alavên dîtbarîyê ye.

2- Kiryarîya kurdên ji rêzê û di navbera kurdan de dîyalog

Aktorên sîyasî yên kurdan, hinek jî di encama xweferzkirina mercan de hertim bala xwe dan ser daxwazên bidestxistina mafan û têkoşîna li dijî desthilatdarîyên ku van mafan xesp kirine an jî mizakereyên bi wan re tên kirin. Ev rewşa ku ji mecburîyeta polîtîkaya reel pêk tê, qeyrana teslîmîyeta îradeya kurdan her diçe berbiçav dike.  Ji alîyekî ve her kurd, têkoşîna aktorê polîtîk yê difîkîrî ku temsîlîyeta wî jî dikir, wekî têkoşîna yekane nirxand û ji xwe re pozîsyoneke pasîf dest nîşan kir, ji alîyê din ve aktorên polîtîk jî daxwazên maf û têkoşîna azadîyê ji bo zexmkirina qadên xwe yên desthilatîyê  wekî fersendekê nirxandin û bi kar anîn. Ev rewş têgeheke kurd û Kurdistanî ya li ser bingeha serokperestî û fanatîzma partîyê bilind dibû, derxist holê. Helbet ev rewş ji serokperestî û têgeha rizgarker a Rojhilata Navîn serbixwe nîne. Lê belê Mûsayê rizgarker yê ku kurd li bendê ne, dê neyê!  Divê her kurd xwe ji Mûsaperestîya rizgarker xelas bike, di nav mercên xwe de ji bo azadîbûn, piştgirî û bi armanca avakirina pira dîyaloga bi kurdan re çalak be. Ev çalakî dê bibe hîmeke girîng a yekîtîya kurdan.  Divê ev dîyalog ne di navbera aktoran de, di navbera takekesan de pêk were; divê dîyalog di navbera aktorên polîtîk ên kurdan û serdestan de nebe, berevajî divê kurd vê dîyalogê di nava xwe de pêk bînin. Ango ev yeka dê çawa mimkin be? Di nava cogragrafyaya ewqas parçekirî, jihevcudakirî û rastîya sosyolojîk de dê bi ser keve?  Çarçoveya ku ez li vê derê pêşnîyar dikim stratejîyeke ku dê bikaribe di demeke kin de û ji îro heta sibê pirsgirêkê çareser bike nîne. Berevajî, divê ev hewldan wekî pêngava yekem a hîmê têkoşîna demdirêj a ku kurd ji bo hebûna xwe bi rê ve dibin, bê nirxandin. Wekî mînak çima teşebusên zêdekirina hevûdunasîn û diyaloga di navbera ciwanên kurdan de nayên pêkanîn?

Ji bo cîwanên kurdan yên ji çar parçeyan bên cem hev, çima sazî û civata sivîl bernameyên veguhestina xwendevanan, kampên havînê, betlane û zîyaretkirinê însîyatîf li dar naxin? Ji bo bîst ciwanên kurd hevûdu zîyaret bikin, li bajarên kurdan bigerin,  yekî amedî bikaribe yê duhokî, yekî silêmanîyeyî bikaribe yê mêrdînî, yê mehabadî bikaribê yekî qamişloyî zîyaret bike, gelo divê li benda hebûna dewleta kurdan bê sekinîn? Ji bo pêkanîna diyaloga di navbera kurdan de çima tu kes ji dêlva reçeteyên çareserkirina pirsgirêkên mezin, bi projeyên pirsgirêkên ku ji nava jîyana rojane tên û çareserkirina wan jî mimkin e, bawer nake. Gelo dibe ku ev yek ji sedema ku herkes rola Mûsayê xelaskar ji xwe re rewa dibîne, pêk were?

3- Avakirina hişê kolektîf

Sermayeya herî mezin a kurdan hişê wan e. Lê belê neteweyên kolonîkirî jibîrkirin wekî stratejîyekê pejirandine. Kurdekî/e jirêzê ji bo ku bikaribe jîyana xwe bidomîne, divê pirî caran ji bîr bike, paşçav bike û neyîne hîşê xwe. Xwedîderketina li hiş dijwar e, lê pêwist e. Çima bîr û hişê kurdên ku hema hema her roj bi êrişeke sucên nefretê re rû bi rû dimînin li cihekî berhev nabe?  Sûcên ku li dijî kurdan tên kirin li ser nexşeyên înteraktîf nayên arşîvkirin û herêmên ku ji bo kurdan ewle an jî  xeter in,  nayên îşaretkirin?  Nexşe û arşîvek înteraktîf a wisa hem ji bo tesbîtkirina belavbûyina sûcên li dijî kurdan tên kirin, pêwist e û hem jî dikare  di pêvajoya darazîyê  de wekî delîl bê bikaranîn. Ji alîyê din ve jî arşîv û nexşeyeke wisa peyameke bi vî rengî jî îfade dike: Sucên belavbûyî yên li dijî kurdan tên kirin, nayên ji bîr kirin. Di dahatûyê de dê dîsa werin rojevê û dikarin bibin  mijara pêvajoya darazî û lêgerîna edeletê. Profesor û mamosteyek ku di dersa xwe de tehde û heqaretê li xwendevanekî kurdî dike, ger bizanîbe ev kiryar tên arşîvkirin, dê ewqas rehet û bi xoyratî hereket neke. Karsazek bizanibe li baxçeyê xwe yê findiqan şidet û heqareta ku li karkerên kurdan dike, di  nexşeya şideta li ser kurdan pêk tê de cih bigre, belkî ji encamên gengaz endîşe bike. Karsazê ku heq û mafê kedkarê xwe yê kurd dixwe, dê têbigihîje ku domandina vê kedxwarîyê  ewqas hêsan nabe. Ji bilî vê yekê dê ev nexşe tevkarîya pêkanîna hişmendîya kolektîf a kurdan bike û nîşan bike ku ew ne bi tenê ne. Lewre ji Derya Reş heta Marmarayê, ji Egeyê heta Derya Spî li hemû herêman avahî, qahwexane, bar, otel, baxçeyên meyweyan û bostanê sebzeyan bi keda kurdan hebûna xwe didomînin.  Ger kurdên ku li van deran dixebitin xwedîyê hişmendîyeke kolektîf û piştgir bin, dê bikaribin li hemberî efendî û karsazên xwe xwedî  gotin û helwêst bin. Ango, ‘em nebin yek, em ê herin yek bi yek’...

Helbet divê ev hişmendîya kolektîf tenê bi nexşekirina şidetê re sînordar nebe.  Bi taybetî ji bo dîyasporaya kurdan, yek ji mijarên seretayî bihêzkirina hişmendîya kurdîtî û kurdistanîyê ya nifşên ku li dîyasporayê ji dayik bûne ye. Yek ji derfetên vê yekê jî li dîyasporayê avakirina mûzeyên etnografî, kultur an jî şîdeta polîtîk, galerî û hilberîna hunerî ye. Dîyasporaya kurdî ya Ewropayê ku hejmara wan bi mîlyonan tê îfadekirin, ne xwedîyê muzeyekê ye jî. Îro ji bo ciwanekî kurd ku  li Ewropayê mezin dibe bizanibe hişmendîya kurdîtîyê çi ye alternatîfên gelek sînordar hene.  Hişmendîya polîtîk ya piranîya ciwanan a di derheqê kurdîtîyê de, di nav mercên ku tê de mezin bûne û li ser bingeha desthilatdarîya aktorekî polîtîk a dîyarker de pêk hatîye. Lê tenê beşeke sînordar dikarin ji nav van mercan derkevin û bi rêya perwerde û lêkolînê  bi Kurdistanê re rasterast têkildar bin. Ji bo yên mayî jî Kurdistan welatek e ku  li wê derê hertim kebab tê xwarin,  di Newrozan de govend tê girtin û bi sedema her cûre şerî hatîye talankirin. Îro hûn dikarin li her koşeyeke Amerîka û Ewropayê rastî muzeyeke filîstînîyan werin. Di van muzeyan de ciwanên ku tu carî Filîstîn neditîne li ser mijarên wekî tarîx, kultur, şaristanî, sîyaset polîtîka hwd. înformasyonê werdigirin.  Halbûkî mîrata herî mezin ya ku kurd bikaribên veguhezînin nifşên dahatîyê hişmendîya kolektîf e.

Wekî gotina dawî, ez îdîa nakim ku di derheqê mijarên min li jorê behs kirin tu hewldan nayên dayîn. Berevajî, li gorî deh sal berê, îro di navbera kurdan de dilsozî û hemhestek nû pêk hatîye.  Bingeha vê hemhestîyê bi şer û wêranbûna ku kurd di van deh salên dawîyê de jîyane, hat avakirin. Herkes dîzane ku sîyaseta kurdan a nû ger li ser vê bingehê bê avakirin, ew ê serkeftî be. Teza ku min hewl da ez di vê gotarê de vebêjim ev e; ji bo ev hemhestî veguhere yekitîya kurdan,  tiştê ku em hemû bikaribin bikin hene. Hîn jî zêdetir, yekitîya navbera kurdan, dîyalog û aştîya navxweyî pêşşertê yekîtîya Kurdistanê ye. Ger kurd bikaribin di navbêra xwe de diyalogekê pêk bînîn, dê bikaribin sîyaseta dahatîyê dîyar bikin û li hemberî fanatîzma sekter a aktorên sîyasî alternatîfekê li pêş bixin.

*Dersdar, Zanîngeha Yaleyê

Wergera ji tirkî: Nedim Baran