Serxwebûnên sexte

Translator

Qesra Spî, îna 4ê îlona 2020î. Sehne kêmtirî nîv deqe didome. (1) M. Donald Trump li pişt maseyeke buroyê rawestîyaye. Li ser maseya wî ya bi rengên zêrîn xemilandî, telefonên ku bi du maseyên din ên biçûk ên tazî ve girêdayî hene. Li pişt yekê, serokê sirbî Aleksandar Vucîc; li pişt ya din, serokwezîrê kosovayî, Avdullah Hotî heye. M. Trump bi rola navbeynkarê aştîyê radibe. Kêfxweşîya wî xwe dide der, li herêmeke ku Yekîtîya Ewropayê heta hingê kontrol dikir, du dijberên ku şerê hev dikirin, mecbûr hiştin li hev werin. Sedemeke din a ku ew ji vê pêkanînê ewçend kêfxweş bû -bi asta ku bawer dike ew ê bi vê yekê re bibe hêjayî xelata aştîyê ya Nobelê- ew e ku bîst sal berê, rêveberîya demokrat a M. William (Bill) Clinton bû ya ku Yûgoslavya berê bombebaran kiribû.

Û dûre, ji nîşka ve, M. Trump weha diaxive: «Sirbistan biryarê dide ku buroyeke bazirganîyê li Qudusê veke û balyozxaneya xwe jî di tîrmeha bê de veguhezîne wê derê.» Li pişt maseya xwe ya biçûk, serokomar Vucic şaşmayî xuya dike li hemberî vê îlana bê eleqe bi armanca merasîmê re (peymaneke asayî ya aborî ya navbera Belgrad û Prîstînayê). Ew awirê xwe dizîvirîne ser belgeya ku ew ê îmze bike û di pey re jî bi haletekî bi endîşe vedigere li şêwirmendê xwe dinêre. Lê êdî zêde zêde dereng e: M. Benjamin Netanyahû, ku wisa xuya ye ji her tiştî agahdar e, hat ew pîroz jî kir…

Wekî berdêla vê dîyarîya surpîz a ji bo M. Trump û hilbijêrên wî yên protestan ên xwe dane doza kolonîzekirina Filistînê, M. Vucic di cih de lomeyên Yekîtîya Ewropayê kom dike. Yek ji van lomeyan destnîşankirina vê yekê ye ku ev berdêl li dijî sîyaseta wê ya fermî ya têkildarî Rojhilata Navîn e tevî ku Sirbistan bi salan e ji bo bibe endama Yekîtîya Ewropayê adeta li ber digere. Dema ku M. Trump anonsa «îsraîlî» dike, nerazîbûna rayedarekî ewropî digihîje asteke wisa ku êdî kenê xwe bi serokomarê sirbî dike: Balyozê Filîstînê yê li Belgradê jî hêrsa xwe tîne ziman; berdevkê wezareta rûs a karûbarên derve fotoyekî din ê hevdîtina li Waşîngtonê yê ku pir jî ne bi xêr e ji bo M. Vucic, belav dike: vê carê rûniştî li pêşîya hemkarê xwe yê amerîkî û emperyal, serokomarê sirbî dişibe şagirtekî tembel ê derketîya hizûra midûrê xwe yê lîseyê. Sê roj şûnde, divê ew pozîsyona xwe ya der barê Rojhilata Navîn de «zelal bike»: «Ji bo em xwe li gorî beyanên Yekîtîya Ewropayê tevbigerin, çi ji destê me bê em ê bikin. Li gel vê yekê, em ê berjewendîyên xwe jî li ber çavan bigirin.»

Gotin ji kirinê hêsantir e. Nasyonalîstê sirbî yê rasta tundrew, M. Vucic tu nostaljîyeke wî ji bo Yûgoslavyayê tune. (2) Tevî ku di wextê xwe de, li ser dika navneteweyî Josop Broz Tîto cihê xwe digirt. Her çi Kosovo ye, wê jî benên xwe yên bi Sirbistanê ve girêdayî qetandin, lê belê Kosovoyê ev yek kir ji bo ku bibe kolonîya Dewletên Yekbûyî. Di eslê xwe de ev dudilîya adetî ya nasyonalîstan e: wextê ew ji gelên ji alîyê erdnîgarî û çandî ve nêzî wan in diqetin, digihîjin «serxwebûneke» ku berdêla wê gelek caran berê wan dide himbêza hêzên din ên dûr û mezin ên wan biçûk dixin. Ew geh pesnê hêzekê didin, geh pesnê yekê din. Otokratên li dewletên xwe yên biçûk, kengê dertên derve dibin xulam.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

1)- «Ji serokdewletê sirbî Vucic hat xwestin sefaretxaneya li Îsraîlê veguhezîne Qudusê», Euronews, 7 îlon 2020 (li gel wêneyên vê sehneyê)

2)-Binêrin li nivîsa Jean-Arnault Derens û Laurent Geslin, « Otokratê sirbî ku Bruksel wî dilorîne », Le Monde diplomatique.