Li Malîyê, derbeya li dewleta welatekî bê dewlet

HISYARIYEK BERIYA PENC HILBIJARTINEN SEROKATIYE YEN TENGEZAR LI AFRIKAYA FRANSIAXEV

Piranîya welatên Asyaya Navîn, bi dehan salan bi destê serokekî ve hatin birêvebirin. Piştî çûna van zordestan, xelefên wan hewl didin kontrola guherînên sîyasî yên xeternak di destê xwe de bigirin. Li hember zexta civakên ciwan û newekhev, ziravê van zordestan ji senaryoyên mîna «Bihara Ereban» diqete. Loma di navbera berfirehkirina azadîyan û berdewamîya rewşa heyî de dudil dibin.

Translator

D

erbeya leşkerî? Derbeya xêrê(1)? Derbeya zîrek(2)? Çapemenîya malîyî ketîye nava pêşbazîya lîstika peyvan ji bo pênasekirina bûyerên 18ê tebaxa 2020î yên destwerdana komek sûbayên bilind li hemberî serokdewlet Îbrahîm Bûbakar Keyta (IBK) û serokwezîrê wî Bûbû Sîse. Helbet ev welat qet jî şaş nema bi îdîaya derbekaran ku qebûl nakin ev dest-werdana wan wekî derbe were pênasekirin û dibêjin li hemberî «tevlîhevî, anarşî û bêewlekarîyê» ku ji ber «şaşîya kesên berpirsên qedera welêt» bi gewde bûne, ew bi «berpirsîyarîya [xwe] rabûne(3)».Berevajîyê vê yekê, nexwestina bikaranîna vê têgehê ji alîyê aktorên sîyasî û civakî yên rêza pêşî ve di derbarê nerihetîya rengê aramîyê ya gelek welatîyan de jixwe gelek tiştan îfade dike. Di rastîyê de operasyona leşkerî, ku bi lezûbez pêk hat û hema hema bê pêvçûn, ji bo demekê pêvajoyeke tengezarîyên dijwar yên sîyasî û civakî bi dawî dike. Encamên îtîrazkirî yên hilbijartinên giştî yên meha nîsanê li pêşîya sazkirina hikûmeteke nû ji meha hezîranê ve dibûn asteng. Di ber de jî bi xwepêşandanên girseyî yên ji alîyê platforma muxelefetê ve organîzekirî ku Tevgera 5ê Hezîranê û Meclîsa Hêzên Welatparêz (M5-RFP) dianîn cem hev, li nava dilê paytext Bamako dihat xwestin ku şefê dewletê îstîfa bike, an jî qet nebe hikûmeta wî ji hev were xistin. Derbekar jî jixwe ku derbeya wan a leşkerî ji alîyê yek ji pêşengên protestoyên li dijî deshilatîyê hat silavkirin, dixwazin ev pêkanîna wan wekî parçeyeke «serhildana gelêrî(4)» were hesibandin.

Li alîyê din, şermezarkirinên tûj ên bi zimanekî biryardar ji alîyê rêxistinên panafrîkî û navneteweyî ve bê navber wekî baranê dibarin. Yekîtîya Afrîkî û Civata Aborî ya Dewletên Afrîkaya Rojava (ECOWAS) bawer dike ku «xeteke sor» hatîye derbaskirin û dixwaze welat vegere rewşa xwe ya «nîzama destûrnameyî». Serokê Komsîyona Yekîtîya Afrîkî, M. Mûsa Faqî Mahamat jî dibêje «Dema derbeyên leşkerî êdî li paş maye». Ambargo jî di cih de dikevin dewrê: Endamtîya Malîyê ya li nava Yekîtîyê û ECOWASê hat cemidandin, li ser tevahîya danûstandinên aborî û bazirganî biryara ambargoyê hat ragihandin. Waşîngtonê û Parîsê bi tedbîr be jî dan ser şopa tevgera şermezarkirina derbeyê.

Rêvebirineke kaotîk

Ji alîyê xwe ve, parêzer Mountaga Tall, anîmatorê M5-RFP, bi zimanekî sert vê bersivê dide: «Malîyî ne, yên ku rewabûnê didin rayedarên welêt. (…) Û tenê welatîyên malîyî(5)». M. Şêx Omer Cîsoko, ku yek ji pêşengên muxalefeta çep e, xwe hê dijwartir nîşan dide û rêxistina bin-herêmî ji hev dixe: «Xeta sor a ECOWAS: Ji bo bextî-yarîya parzemînê em ê wê bişkînin. (…) Kesên li pişt in, ne demokrat in. Ew dixwazin rê li azadîya me bigirin(6)

Ji bilî Meclîsa ji bo Malî, partîya serokdewlet, tu hêzeke din a sîyasî ya malîyî xema ÎBK naxwe, tevî ku vî yê dawî di hilbijartina 2013an de destekeke girîng standibû. Bi îhtîmala herî baş ev hêzên sîyasî dikevin nava bêdengîyeke li bendemayînê. Formasyona bingehîn a muxelefetê, Yekîtîya ji bo komar û demokrasîyê, îdîa dike ku «serhildan, tenê encama rêvebirina kaotîk a welêt a serokdewlet Îbrahîm Bûbakar Keyta û rejîma wî ye». Ev xweza, sîvîl an jî leşkerî, herweha dirêjbûna demê ya derbasbûna ber bi rejîmeke nû ye ku dilivin û endîşeyê didin çîna sîyasî, şirovekaran û civakê. Blogvanên ciwan ên malîyî ji ber vê yekê haşteg #matransition (tranzîsyona min, derbasbûna min) didin destpêkirin, dema ku Komîteya Neteweyî ya ji bo Selametîya Gel (CNSP) jî ku derbekarên leşkerî li hev kom dike û rêzek hevdîtinên şêwrê bi parti û komeleyan re birêxistin dike.

Ji Dakarê, wezîrê berê yê karûbarên derve yê Senegalê, alîkarê Meclîsa Neteweyî, M. Şêx Tidian Gadio, vê rûbirûbûnê bi kurtî vedibêje: ew ji bo derbeyê dibêje «nabe were qebûlkirin» lê belê herweha «bêwate» dinirxîne nera-zîbûna ECOWASê, ku «ceza dide welatekî bira, bi îdîaya ku dixwaze alîkarîyê bidê» (Radiyo televîz-yona senegalî, 23yê tebaxa 2020î). «Fetisandina welatekî ji alîyê aborî ve çokdayî» tê wateya «êşandina gelê wî welatî», li gorî ku Enstîtuya Panafrîk a stratejîyê birêve dibe. Ambargo bi dijwarî tesîrê li terşvanîyê dike (Ji sedî 7ê qezenca îxracata Malîyê) bi qedexekirina firotina sewalan an jî êm û alifên ji bo sewalên li jêr-herêmî.

Rêveberên Yekîtîya Afrîkî û yên ECOWASê tiştê dikin tenê pêkanîna statuyên rêxistinên xwe yên têkildar e. Di vê çarçoveyê de bi lihevkirina li ser şikandina van rêzederbeyên leşkerî li Afrîkayê (bi qasî 170 heb ji 1960î ve), her guherîna destûrnameyî ya bi darê zorê qedexe dikin. Ev her du rêxistin hêvî dikin, bi qeydeyên zelal, tevgera demokratîzasyona li parzemînê piştî bi dawîbûna şerê sar di 1991ê de dest pê kir, zexim bike û bi teşwîqkirina civakên sîyasî û aştixwaz şertûmercên pêşketinê biafirînin. Lê belê destwerdana kolonelên malîyî -tenê heşt sal piştî derbeya Kapîten Amadu Sanogo di 2012an de- tê wateya qelsîya sazîyên sîyasî, bi taybetî jî li Afrîkaya fransîaxêv. Ew li zingilê hişyarîyê dixe tam li demeke ku hilbijartinên serokdewletîyê di rêzê de ne, li Gîneyê, (18ê çirîya pêşîn), li Peravên Diranên Fîl, (31ê çirîya pêşîn), li Burkina Fasoyê (22yê çirîya paşîn), li Nîjerê (27ê çileya pêşîn) û li Afrîkaya navîn (27ê çileya pêşîn). Hemû awir dizîvirin ser Peravên Diranên Fîl (Côte d’Ivoire), ji ber ku li vî welatê aborîya giran a jêr-herêmî, piştî hilbijartinan di 2010-2011an de bûyerên şîdeteke kujer ên demdirêj rû dan.

Li Konakrî û Abîcanê, serokên wan Alfa Konde û Alasan Draman Ûttara li pey cara sêyem a bi destxistina wezîfê ne û ji bo vê yekê bi bahaneyên taybet, gav qevastin di ser qeydeyên destûrnamyî re ku tenê ji bo du caran vî mafî nas dikin (ji ber ku Konde û Ûttara piştî ku cara pêşî hatin hilbijartin di destûrnameyê de hê nû ev guhertina ji bo serokatîya bi du caran sînorkirî pêk anîn, dibêjin serdema wan a pêşî ne lê ye û divê neyê hesabkirin). Xwepêşandanên protestoyî ji niha ve bûne sedema mirina bi dehan kesan li ser du welatan. Li Senegalê M. Macky Sall, ku di 2022yan de wê xwe di heman pozîsyona hemkarên xwe de bibîne, ji alîyê derdora xwe ve zext lê tê kirin da ku daxwaza mafê cara sêyemîn a beşdarîya hilbijartinan bike. Gelek şefên dewletê yên Afrîkaya fransîaxêv di serdema nêz de nekarîn dest werdin qanûna bingehîn û xwe li deshilatîyê ragirin, tevî serlêdana wan a şidetê jî (Kongo-Brazzaville, Togo, Kamerûn)(7) «Derbe ne tenê û hertim karekî leşkeran e, li gorî nirxandina parêzerê senegalî Bekeî Diallo. Armanca wê jî êdî ne tenê fetihkirina deshilatîyê ye, ew dikare herweha bi xweragirtina li desthilatîyê an jî xurtkirina wê jî pêk were. Derbe hene ku ne bi tevgerekê, lê bi biryarekê pêk tên; biryara bêguman dij-qanûnî. (…) Di vê rewşê de, hikûmeta ku nîzama destûrî binpê dike, dibe derbekar(8) Bi heman rengî, Muhemed M. Diatta, sîyasetzan ê li navenda lêkolînên navneteweyî ya xebatên stratejîk (ISS) a li Addîs Abebayê, bawer dike ku otorîterîya rêveberan «bêaramîya sazûmanîyî» teşwîq dike û nahêle li nava civakên têkildar «pîvan û karûbarên demokratîk bên zeximkirin(9)».

Nerazîbûnên hevnegirtî yên beramberî bûyerên Malîyê di vê konteksta tengezar de tên fêmkirin. M. Konde û M. Ûattara, ku dewletên wan endamên ECOWASê ne, giranîya xwe dan û xwestin derbekar bi zimanê herî biryardar werin mehkûmkirin. Serokdewlet Sall bû yê ku banga aramîyê kir, bi taybetî beramberî ambargoya ku versîyona wê ya pêşî têkildarî berhemên pêdivîya bingehîn bû û vê yekê wê bi awayekî cidî tesîr li civakê bikira. Li gorî kevneşopîya navbeynkarîyê ya welatê xwe, wî bang li ECOWASê kir ku li gel cûntaya malîyî bikeve nava dîyalogeke çêker. Li wêdetirî livûtevgerên şexsî, rêzgirtina ji bo qeydeyên destûrnameyî yên bi awayekî demokratîk pejirandî tûşî qelsîya xwemalî ya dewletên afrîkî, nexasim jî yên Afrîkya Rojava ya fransîaxêv hat. Ji ber ku ev welat çi ji alîyê leşkerî, çi sîyasî çi jî aborî ve bi awayekî fiîlî li bin wesayeteke navneteweyî bicih bûne. Gendelîya aborî û trafîka madeyên hişber, li demeke ku welat di nava şer de ye, di radeyeke pir cidî de rayedarên malîyî bêîtîbar kirine. Pir baş tê zanîn ku gendelî û mişterîgirî yên li Malîyê jixwe herweha bûne mijara raporeke hilweşîner a komeke pisporên serbixwe yên Neteweyên Yekbûyî. Naveroka wê çend saet berîya derbeya bi darê zorê ya leşkeran bi dizî li medyayê hat belavkirin(10). Li gel vê yekê, xirabîya mijara gotinê hê kûrtir e. Ew xwe dispêre qelsîya «youpala» ya rejîmên sîyasî, ku girêdayî derve ne. Ji ber vê yekê beza ÎBK amblematîk xuya dike.

Îbrahîm Bûbakar Keyta du caran hatibû hilbijartin, di 2013 û 2018an de, li pey dengdayîneke pluralîst a piştraskirî ji alîyê çavdêrên navneteweyî ve ku bi pesindanî behs kiribûn ji birêvebirina hilbijartinên di şertên ewçend dijwar de û bêewle de hatibûn pêkanîn «Ez dikarim piştrast bikim ku çavdêrên me tu hîle tesbît nekirin, lê belê bûn şahidên hin pirsgirêkên bêserûberîya prosedurê», bo nimûne «du rewşên nivîsandina meqbûzên ji berê ve amadekirî û dagirtî» hem jî berîya bi dawîbûna dengdanê, li gorî daxuyanîya Mme Cécile Kyenge, şefa wezîfeya çavdêrîyê ya Yekîtîya Ewropayê (Le Monde, 30 tîrmeh 2018). Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û serokomar Emmanuel Macron bûn yekemîn rayedar ên ÎBK ji ber ji nû ve serketina wî ya di 2018an de pîroz kiribûn.

«Em tozê li bin xaliyê vedişêrin»

Vê bawerîya bi serketinê realîte-yeke hê tarîtir vedişart. Li navend û bakurê Malîyê, ku temsîla ji sedî 36,6ê hilbijêran dike, dengdayîn hat astengkirin, an jî dest lê hat werdan bi êrişan û bi tehdîdên li ser hilbijêran, bi talankirina buroyên dengdanê, bi dizîya sindoqan, revandina nirxandêran. Namzedê muxalefetê M. Sûmayla Sîse ku li hemberî vê afata sextekarîyan, berevajîyê ku wî di 2013an de kiribû, vê carê encama hilbijartinan qebûl nekiribû. Rêveberê wî yê kampanyayê M. Tiebîle Drame, bi zimanekî sert gilî û gazinc dikir ku «dewlet di pêkanîna mîsyona xwe ya ewlekirina dengdanê de bi ser neketîye (…) tevî îdîaya ku wê 30 hezar hêzên ewlekarîyê ji bo parastinê bicih kiribûn». Hilbijartinên giştî yên bihara 2020î jî li nava xirecirekê û şertên bêewle de pêk hatibûn, bi wê çendê ku gelek namzed nekarîbûn li hin cihan kampanya xwe bimeşînin û M. Sîse bi xwe jî li nêzî Tombouctou, 25ê adarê bi destê komeke nenas hatibû revandin û wekî rehîn hatibû ragirtin. Malî dûre ketibû nava krîzeke kûr a pêbawerîyê û ev pêbawerî bû kronîk bi hilbijartina îtîrazkirî ya 31 parlamenteran, ku paşî ji alîyê Dadgeha Destûrî ve hat betalkirin, piştî ku ji alîyê komîsyona hilbijartinê ve hat qebûlkirin. Gelek xwepêşandanan endamên dadgehê neçarî îstîfayê kiribûn. Di vê navberê de, li Bamakoyê zext bûbû sedema mirina 23 kesan. Lêkolîner Yvan Guichaoua xemgînîya xwe ya ji bo wê demê weha tîne ziman: «Tiştê bi îmtî-yaz ji alîyê civata navneteweyî ve, aramîkirineke nîsbetan kurtedemî ye, bêyî ku bibîne ku ji bo aramîkirina dirêjdemî divê dewletên rewa hebin. Em neçar tên hiştin ku destekê bidin kesên em bi wan re dixe-bitin, ji ber ku rûtinên me hene û em tozê li bin xalîyê vedişêrin» (France culture, 25 tebax 2020).

Çi giranîyî, çi îtîbarî û kîjan rewabûnê dikarin bidin hikûmetên di şertên wisa de hatine hilbijartin? Dîplomatê berê Laurent Bigot balê dikşîne ser «fetîşîzma hilbijartinî» û berpirsîyarîya Parîsê ya ku heta kêlîyên dawî destek da Îbrahîm Bûbakar Keyta destnîşan dike. Cîgirê rektorê zanîgeha Dar es Salaam, William A. L. Anangisye, li vekirina konferanseke li ser «Dînamîkên hilbijartinan û paşeroja sîyasetê li Afrîkayê», ev pirs ji xwe dikir: «Gelo em dikarin bawerîyê bi hilbijartinan bînin?», 12.10.2018. Sîyasetzanê kenyayî Musumbayi Katumanga jî ji alîyê xwe ve berê rexneyên xwe yên tûj dide ser «hilbijartinîzmê», vê tandansa pir xurt a li nava rêxistinên navneteweyî ku xwe dispêre têgihîştina çi dibe bila bibe divê encameke hilbijartînî were bidestxistin, herçendî şertûmerc ne guncaw bin jî ji bo xwegihandina vê yekê.

Di vê perspektîfê de, çavdêrên bîyanî dişibin «tûrîstên» ku rewabûna kastên desthilatê misoger û piştrast dikin. Legalîteya pêvajoyê pisgirêka rewabûnê ji holê radikin. Leşker dikarin hingê bikevin rola hekeman, berîya ku desthilatîyê radestî sîvîlan bikin: Malî (1991, 2012), Nîjer (2010), Morîtanya (2008), Gîneya Bîso (2012), Burkîna Faso (2014), pir caran wekî parçeyekî hilbijartinên îtîrazkirî an jî wekî nêzîkbûneke li van hilbijartinan. « Rayagiştî ya afrîkî ji şefê xwe yên dewletê hesab dixwazin, her çendî ev raya giştî nikaribe jî bi awayekî demokratîk wan ji desthilatîyê bîne xwar, li gorî edîtoryalîst û serokê kluba agahdarîya afrîkî Louis Magloire. Û car carinan, li kolanê, ev raya giştî hêrsa xwe dide der. Tiştê li Malîyê qewmî jî ew bû» (Bernameya C’dans l’air, France 5, 19 tebax 2020). Çileya pêşîn a 2014an, li Burkîna Faso, tevgereke berfireh a gelêrî M. Blaise Compaoré ku sî salan li ser desthilatîyê bû û bi awayekî rêkûpêk gelek caran li pey hev ji nû ve wekî serok hat hilbijartin, qewirand. Leşker in yên ku, pêvajoya salekê, çavdêrî kirin ji bo pêvajoya pêşîya hilbijartinên çileya paşîn a 2015an.

Ji ber vê yekê, li gorî gelek welatîyên malîyî û çavdêrên afrîkî, derbeya leşkerî ya 18ê tebaxa 2020î bi destpêkirina dîyalogekek jidil a neteweyî, bi tevlîkirina xelkê û rêxistinên ku temsîla wan dikin an jî li ser navê wan tevdigerin (komele, sendîka û hwd.) divê bibe firsenda ji nû ve zeximkirina sazîyan. Komeleyên Hiqûqzan ên Afrîkî (AJA) «rûniştinên ku bigihîjin encameke pêkanîna reformeke kûr a sazîyan û teqwîmeke komarger a ji bo derketina ji vê krîzê» pêşnîyar dike. (Walfardjri, Dakar, 22 tebax 2020). Bi nîşandana heman xema ji nû ve lihevkombûnê, dîplomatê morîtanî Ahmedou Ould Abdallah bi pêşnîyarên xwe dixwaze cesaretê bide her hewldana ku civata neteweyî ya malîyî bi hêz dike: «Bêyî ku bi awayekî zarûrî derbeyên li herêmê bên teşwîqkirin, li gorî kesê ku li gel sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan re xebitî, otorîteyên nû bi rêzek tedbîran dikarin bên destekkirin: zeximkirina yekîtîya hêzên leşkerî, bi hevalbendîya otorîteyên nû ji bo şêwreke firehtir li gel hêzên cuda yên xurt ên neteweyê û serketina transîzyoneke aştîyane bi armanca xwegihandina rejîmeke nû ya sîyasî ya qanûnî» (Rojnameya NordSud, Bamako, 28 tebax 2020).

Nazikîya Peymana Cezayîrê

Bi ferqkirina tengahîya bingeh a xwe ya civakî û sîyasî, ÎBK, piştî «Dîyalogeke neteweyî ya berfireh» a di 2019an de, sazkirina «hikûmeteke yekîtîya neteweyî» ceribandibû . Lê belê qabîlegirî û mişterîgirîyê muxelefet jê dûr xistibû û bûbû sedemê zêdebûna xwepêşandanan. «Şênîyên welêt ji kapasîteya xwe ya tevgerê û înîsîyatîfê bêpar hatin hiştin», li gorî sîyasetzan Îbrahim Maïga (Radio France internationale, 6 îlon 2020). Fransayê ku nekarî vê tecrîdbûna deshilatîya malîyî bipîve û bû hevkar di têgihîştina peymana di 2015an de li Ceza-yirê di navbera hikûmetê û serhildêrên çekdar de hat îmzekirin. Tekst ji bilî rêzek tiştên din herweha di neqandina mixetaban de jî têk diçe, ji ber ku Parîsê bi bihayê zirardayîna lêgerîna wan a temsîlîyetê destek da hevalbendên xwe yên li qadê. «Yek ji encamên van qencîyan, tec-rîdbûna fiîlî ya pêkhateyên din ên sazîyên sîvîl ên li bakur û qebûlkirina şirketbûna wan bi navgîna komên çekdar tê nîşandan, li gorî serokwezîrê berê yê Malîyê Mûsa Mara. Bi vî awayî em çekhilgirîyê wekî yekane pîvana temsîlîyetê teşwîq diki Me peyderpey pênc herêmên bakur xistin bin kontrola komên çekdar. Ew di encamê de dikarin bi awayekî aştîyane xwe bigihînin tiştên ku dikaribûn bi darê zorê bi dest bixin». (La Tribune Afrique, Casablanca, 12 hezîran 2020). Hesasîyeta hilbijêrîyê ya «civata navneteweyî» nazikîya peymana Cezayîrê îzah dike, eynî wekî ya li Romayê di 2017an de ji bo Afrîkaya Navîn hat îmzekirin.

Di nimûneya Malîyê de, gava ku welat di bin çavdêrîya ewlekarîyê de ye, îtîbara hilbijartinan zêdetir zirarî dibîne: çawa hilbijêr dikarin bi xwînsarî mafê xwe yê dengdanê li welatekî qismen dagirkirî pêk bînin? Ne tenê herêmên navendê û bakur dikevin ber bayê tevgerên terorîst lê herweha artêşên bîyanî jî berdewam li nava wan di rewşa dewrîyê de ne. Ev artêşên bîyanî wekî din li paytext Bamakoyê konê xwe vedidin. Mîsyona pirhêlî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo aramîkirina Malîyê (Minusma) zêdetirî 10 hezar leşker û polîsan ên ji 110 welatî bicih dike; operasyona fransî Barkhane 5 100 leşker li Sahel û bi giranî li Malî ku operasyonên ji alîyê G5 Sahel jî -Morîtanî, Nîjer, Çad, Burkîna Faso, Malî- lê tên zêdekirin, bi sedan zilaman bi awayekî wextî, bi hezaran jî bi demdirêjî dixe nava livûtevgerê. Ev hebûna leşkerî, ku li pêşîya berfirehbûna bêewlebûna li herêmê nikare bibe asteng, dibe sedemê mezinbûna hêrsa welatîyan. 6ê nîsana 2019an, 10 000 kesî li Bamakoyê, bi taybetî jî li dijî Barkhane xwepêşandan pêk anî: «Eger civata navneteweyî nikaribe ewlekarîya me pêk bîne, bila biqeşitin, bicehimin herin!», dengê qêrîna jinekê bû ku li nava xwepêşandanê bilind dibû (Radio France internationale, 6 nîsan 2019).

Ji 2012an ve û êrişa tevgerên cîhadîst li ser Bamakoyê, a bi operasyona fransî Serval pêşî lê hat girtin, jîyana sîyasî, aborî û civakî ya Malî li derdora şerê li dijî terorîzmê tê birêxistin. Hêzên bîyanî, nemaze Fransa û rêxistinên navneteweyî û herweha yên afrîkî, dibin avantajeke mezin ji bo berdewamîya rejîmên li ser kar ji bo xatirê aramîyê, bi berdêla çavgirtina li bêkêrî, dizî û sûcên ji alîyê rayedarên xwecihî ve tên kirin. Parîs di vê yekê de xwedî gunehê herî mezin e: «Her çendî Fransa dest wernade jî li her tiştê li Malîyê rû dide, di çarçoveya xebata dij-terorê de, wê hewayeke sîyasî ya xweranegir afirand, li gorî lêkolîna Yvan Guichaoua. Fransayê dest nîşan kir ku têkoşîna li dijî terorîzmê divê bibe pêşekî, tevî ku dij-terorîzm bi awayekî zarûrî, ne pêşekîya xelkên malîyî ye îro» (France culture, 25 tebax 2020). Bi rastî, eger bêewlehî xelkê dixe nava endîşeyê, felaketa aborî û civakê jî wan zêde diêşîne. Tevî çavkanîyên wan (yekemîn hilberînera afrîkî di warê pembû de, sêyemîn di warê zêr de), Malî li binê silmeya geşedana mirovî maye, li gorî Bernameya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo pêşketinê, sala 2019an di nava 187 welatan de ew li rêza 184an e.

Ji ber ku wesayeta navneteweyî ku giranîya xwe dide ser welêt herweha aborî ye jî. Di salên 1980yî de, bi teqîna deynên gelemperî re, bexşînerên pereyan (Yekîtîya Ewropayê, welatên rojavayî) û sazîyên diravî yên navneteweyî ketin rewşa kesên ku fermana sîyasetên bên şopandin didin ra-yedarên afrîkî. Ji sî salan û vir ve ye, hertim reçeteya heman îksîra neolîberal dinivîsin û Malî li nava nexweşên herî îtaetkar cih digire. Ew destekê dide îmzeya peymana hevalbendîya aborî (EPA) ya navbera Yekîtîya Ewropayê û ECOWASê û dikeve ber bayê pêla bazirganîya-serbest a tevahîya parzemînê dide ber xwe(11).

Di 2017an de, hikûmeta ÎBK kete nava pêngava «libéralisation»a hilberîna pembû û «jinûvesazkirina» -arizîkirina- Şirketa malîyî ya tekstîlê (CMDT), ku ji 20 salan berê ve ji alîyê Fona Diravî ya Navneteweyî ve dihat xwestin. Pembû dibe berhema debara rasterast an nerasterast 4,5 milyon kesan li welatekî ku nifûsa wî 19 milyon e. Di hezîrana 2020î de, li hemberî ketina bihayên cîhanî ya ji ber şewba Covîd-19, konfederasyona dezgehên hevpar ên hilberîneran û herweha çar sendîkayên sektorê ji hikûmetê xwestibûn fîyetan bilind bike. Vê jî di encamê de qebûl kiribû ku fîyetan serê kîloyê ji 215yî hilkişîne 250 frankî (CFA), fîyeteke ku ket binê sînorê 275 frankî ku di 2019an de hatibû desnîşankirin. Bi zêdetir girankirina rewşê re, hikûmetê herweha xwe neda ber desteka telafîkirina deynên hilberînerên pembû ên ji ber lêçûnên zêde pir giran bûbûn û bi vî awayî bû sedem ku gelek ji wan hilberînê rawestînin. Yek ji biryarên dawîn ên ÎBKê bû «tawîz» (arizîkirin) a balafirgeha navneteweyî Modibo-Keita ya Bamakoyê, ku bû sedemê sûcbarkirinên asêkirina binesazîya statejîk. Di salên 2000î de, arizîkirina rêyên hesinî bi girtina xeta dîrokî ya Dakar-Bamako û îzolekirina hin herêmên dûr ên welêt bi encam bûbû(12).

Aborîya malîyî pir girêdayî derve ye. Tenê ji sedî 3yê pembû li cih tê veguherandin. Qezencên deranîna zêr (ji sedî 8ê hilberîna hundir ê brut) ji alîyê şirketên navneteweyî, nexasim jî yên kanadayî, ku vî metalê bi nirx vediguherînin û hin rêveberên xwecihî yên diz ve tên desteserkirin. Ev çavkanîyên potansîyel li şûna başkirina asta jîyana gel, ji bo armancên din xerc kirin. «Feydeyên zor eynî wekî yên pembû xirab tên parvekirin, li gorî agahîyên ku cografyazanê benînî John O. Igue dide me. Gelek malîyî ji xwe dipirsin ka pere, nexasim jî yê zêr li çi tê xerckirin. Ev pirs -ku tu bersiveke wê tune- li cem malîyîyan dibe sedema hêvîşikestin û bilindbûna tengezarîyên civakî di navbera rêveberan û gel de».

Wekî din, herikînên diravî yên ji alîyê aborîya şer ve çêbûyî û hejmareke mezin operasyonên ewlekarîyê jî dibin sedemên xeyalşikestinan û tengezarîyan. Jeopolîtîsyen Emmanuel Dupuy, serokê Enstîtuya Pêşbîn û Ewlekarîyê li Ewropayê (IPSE), texmîn dike ku bi qasî 2,6 milyar frank CFA (4 milyon ewro) rojane li Malî hatin xerckirin; lêçûnên leşkerî li wir pênc caran ji alîkarîya pêşketinê zêdetir e.

Bêhevsengîyeke wisa bûye gefek li ser Nîjer û Burkîna Faso, ku li wir hilbijartinên serokatîyê yên tengezar di çirîya paşîn û çileya pêşîn a 2020î de li dijî zemîna berfirehkirinê ya tevgerên cîhadî tên lidarxistin. Nifûs pir ciwan e (temenê navînî 16 sal e) bi rêjeya xwe ya herî bilind zayînê li seranserî cîhanê. Betalîya ciwanên malîyîyên li bin 25 salî bi hejmarên fermî ji sedî 14 ye, lê belê ev hejmara di 28 salan de ji sedî 124 bilind bû(13),tenê bi kesên kalîfîye re têkildar e. Şewba cîhanî Covid-19 jî wekî din zirarekî mezin da sektora çandinîyê ku ji sedî 79ê civakê xwe li ser xwedî dike: girtina bazaran, xitimîna rêyên belavkirinê, astengîyên li pêşîya ketina nava bazarên derve. Wezîra çandê ya berê ya Malîyê û pêşengeke tevgera altermondialîst Amînata Dramane texmîna xwe ya li ser aqûbeta welêt weha tîne ziman: «Krîzeke aborî û civakî ku xetereyên wê bi zanebûn bi pîvaneke hişk a ewlekarîyê hatine sînorkirin li benda me ye» (L’Humanité, 20 tebax 2020). Li gorî lêkolînerê International Crisis Groupe de l’International Crisis Group Mathieu Pellerin jî di rewşa xwe ya îro de «dewleta malîyî bêpar e ji jêhatîbûna sûdwergirtina ji ewlekarîyê» ku bi serkeftinên leşkerî yên hêzên navneteweyî yên li qadê hatîye pêkanîn(14)».

Mîrasgirê ji dûr ve yê împeratorîya Mangîngo ya muhteşem, ku di sedsala XIVemîn de ji Nîjerê dirêjî Okyanûsa Atlantîk dibû, Malî ya ku niha hildiweşe temsîla sombolîk e li Afrîkaya Rojava. Wezîrê karên derve yê Senegalê Şêx Tidiane Gadio, ku xeyala Afrîkayeke federal dike, hêrsa xwe weha tîne ziman: «Dewletên me dewletên acûc in» (Radio û televizyona senegalî, 23 tebax 2020). Asêmayî li nava tevna tengasîyên sîyasî û aborî, serwerdîya neteweyî vala dibe. Kuçeyên kor ên «hilbijartinîzmê» berê M. Kartûmanga nadin ser rêya redkirina demokrasîyê: ew ”kanîbalîzasyon” a dewleta afrîkî ya ji hêla berjewendîyên bîyanî ve carinan wê bêbandor dike. Louis Magloire Keumayou jî gazinan dike ku li mintiqeya fransîaxêv, rayedar rasterast wekî «qeymeqamên» fransî xuya dikin (France 24, 08.10.2019). Li Malîyê, «ji ber ku hemû sîyasetên gelemperî ji alîyê aktorên navneteweyî ve tên hilberandin, ev yek wekî pirsgirêkeke demokrasîyê xwe dide der, ji ber ku kesên ne hilbijartî û ne xwedîyê tu berpirsîyarîyê beramberî welatîyên malîyî ketine nava tevahîya wezaretan, li gorî sîyasetzan Îsalîne Bergamaşî. Di heman demê de, beşeke girîng a alîkarîyê rasterast bi projeyên ku ji alîyê sazîyên neteweyî ve tên birêvebirin derbas dibe û ev jî gelek caran dibe sedema pirsgirêkên artîkulasyon, dubarebûn û herweha xweragirîyê (…). Ev rewş ji sala 2012an ve dijwartir bûye, ji ber ku aktorên navneteweyî kom bi kom êdî sermayeya xwe radizînin nava zevîyên humanîter û asayîşî». (Le Monde, 9 îlon 2020)

Rûderveyîya aborîyên afrîkî, li bin zexta bexşînerên pereyan û bi desteka kastên xwecihî yên talankar, di tercîhên wan ên bingehîn û hesas de jî xelk li kevîyê hiştin. ÎBK ku di dawîya operasyona fransî Serval de wekî serok hat hilbijartin, li zîrweya dewletê gelek meqam dagir kiribûn û hercarê jî dikete nava qalibê meqamê ku dagir dikir. Bakary Diallo rewşê weha bi kurtî tîne ziman: «Pêşwazîkirina ji alîyê raya giştî û ciwanan ve ya vê derbeya li Malîyê bi temamî tê wateya tezahira beloq a rizîna moral û exlaqî ya rêveberên sîyasî yên afrîkî bi awayekî giştî. Loma, derbe ne wekî bêserûberîyeke ku li çerxa “asayî” dibe bela, hat şirovekirin. Berevajî, ew wekî bertekeke rewa li dijî bêserûberîya berdewam a ku hikûmet bûbû sedem, xuya dike. Derbe li vir wekî egereke pêwist ê guherînê tê nirxandin(15)».

Kastên xwecihî yên dirinde

Li Afrîkaya Rojava, welatên ingilîzîaxêv wekî ku dikarin xwe zûtir ji nava parçebûn û krîzan rizgar bikin: dêwê nîjerîyî tevî ku bû mexdûrê terorîzma Boko Haramê û di tengezarîyên bi şîdet ên olî re derbas bû, ji 1999an ve muzakereyên aştîyane li dar dixe. Gana jî, tevî hewldana pêşîlêgirtî ya derbeyê di 2019an de li parzemînê yek ji modela demokratîk e. Ji bilî nimûneya balkêş a Senegalê, kolonîyên berê yên fransî giş dudilî dimînin li navbera bêîstîqrarîya derbeyan û otorîterîya kesên ku hilbijartinan ji bo desthilatîyê bi dest bixin manîpule dikin: M. Paul Bîya, serokdewletê Kamerûnê ji 1982yan ve, M. Denis Sassou Ngesso ku Komara Kongo ji 1997an ve birêve dibe, M. Ali Bongo ku di 2009an de hat şûna bavê xwe yê li ser desthilata Gabonê -malbata ku welêt ji sala 1967an ve birêve dibe-, M. Faure Gnassingbé di sibata 2020î de bi rêjeya ji sedî 92,28ê dengan li Togoyê bi ser ket, karsaz Patrice Talon ku koda hilbijartinê ya benînî guherand ji bo pêşîgirtina li pêşbazîya partîyên muxelefetê, ûhw. Şêst sal piştî pêla serxwebûnê ku şazdeh welatên bin-seherî yên kolonyalîzmê azad kirin, çil ronakbîrên afrîkî bang li rayedarên fransîaxêv dikin da ku li ber qanûna demokrasîyê bejna xwe bitewînin. «Eger em dîqet nekin, me hişyar dikin, serok wê ji bêqanûnîyê an jî bêhtir neguherîna sîyasî veguherînin rewşeke asayî ya jîyana gelemperî û bi vî awayî serokatîya dewletê jî veguherînin pêş-goristana ku êdî ne rûsipî û şareza, lê belê gorvedêrên [yên ku gor/mezer vedidin]gelan li navê dimînin(16)».

Wergera ji tirkî: Baran Nebar

______

1) Le Pelican, Bamako, 27 tebax 2020.

2)  L’Informateur, Bamako, 26 tebax 2020.

3) Daxuyanîya 18ê tebaxa 2020î a di radîyo û televîzyona Malîyê de hat xwendin.

4) «Tevgera bingehîn» n°001/CNSP ya 24ê tebaxa 2020î, di Rojnameya fermî ya Komara Malîyê de hat weşandin.

5) Malî: “Li kuderê rê ye derbeya leşkerî gava serokomarê li ser kar eşkere dibêje ez îstîfa dikim?”  », Malî Actu, Bamako, 20 tebax 2020, https://maliactu.net

6) «Malî: “Xeta sor a CEDEAO, em ê wê ji bo bextîyarîya parzemînê bişkînin”»

 Mali Actu, Bamako, 20 tebax 2020, https://maliactu.net

7) Bixwîne: Tierno Monenembo, «Li Afrîkayê, vegera serokên heta hetayî», Le Monde diplomatique, çileya pêşîn 2015.

8) «Li navbera Derbeya herdemî û Derbeya leşkerî, ya ku bi rastî jî alozîya destûrnameyî diafirîne», Financial Afrik, 23 tebax 2020, www.financialafrik.com

9) Mohamed M. Diatta, «Destwerdana leşkerî ya li Malî», ISS Africa, Addis Abeba, 24 tebax 2020 https://issafrica.org

10) Rapora koma pisporên serbixwe li ser Malîyê, ya 14ê tebaxa 2020î radestî Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin..

11)  Bixwîne: Jacques Berthelot, «Çandinîya afrîkî li nava pençeyên bazirganîya-serbest», Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn 2017.

12) Binêrin li nivîsa Sekou Diarra, «Daxwazên welatîyên Malîyê», Manière de voir n°84, kanûna pêşîn 2005-kanûna paşîn 2006.

13) Source: Bankaya cîhanî.

14) «Jeopolîtîk. Gotûbêj», Radio France internationale, 6 îlon 2020.

15) Bakary Diallo, «Li navbera derbeya herdemî û derbeya leşkerî ya bi rastî jî tevlîhevîya destûrnameyî diafirîne», op. cit.

16) «Ji serokatîya heta hetayî re na!», Banga versîyona dirêj dikare li ser vê malperê were bidestxistin Mosaiqueguinee.com, Conakry.