Cenga jeopolîtîk li derdora 5G

«WÊ KÎ VENÊRÎNA TEKNOLOJÎYÊN ÎNTERNETÊ BIKE?»

Di berbanga bicihkirina wê de, telefona mobîl a nifşê pêncan –5G– bi xwe re qederek pirsên têkildarî tesîra wê ya li ser hawîrdor, tendirustî û hê bingehîntir, pirsên têkildarî pêşketinên teknolojîk ên derveyî kontrolê, bi gewde dibin. Lê belê «lîstîka mezin» a 5G herweha li ser qada jeopolîtîk, li pişt perdê, bi pevçûnên berdewam ên her diçe dijwatir ên navbera Dewletên Yekbûyî û Çînê tê lîstin.

Translator

 

Di 1994an de, hîn ku Huawei bitenê kilîtfiroşekî piçûk ê telefonan bû, danerê wê, Birêz Ren Zhengfei, bi serokê Çînê yê wê demê, Birêz Jiang Zemin re hevdîtinek pêk anî. Vî mihendisê berê yê artêşê ku dest avêtibû karê elektronîkî yê giştî karta xwe ya welaparêzîyê dilîst: “Karên telekomunîkasyonê di heman demê de yên ewleyîya neteweyî ne. Ji bo neteweyek, ku di vî warî de ne xwedîyê alavên xwe bixwe be, wekî ku artêşa wê tunebe ye(1).” Ev fikra aqilane di encamê de ji alî welatên din ve jî, ku Dewletên Yekbûyî serkêşîya wan dike hate qebûlkirin. Cîlweya dîrokê ew e, ku îro dîsa ew bixwe Huaweîyê û teknolojîya 5Gyê ji bo ewleyîya xwe ya neteweyî wekî tehdîdekê dibînin.

Şîrketa ku karkerên wê xwedîyê wê ne, bi sîstema xwe ya taybetî ya rêveberîya bidorê, bi rêznegirtina xwe ya peymanên giștî –ku ji alî Birêz Zhengfei ve bi «çavbirçîtîyê» dihatin darizandin– bi rêza xwe ya ji bo nirxên maoîst û dilsozîya xwe ya fikra nûjenkirina neteweyî da ku rê li ber girêdayîbûna Çînê ya bi fîrmayên bîyanî yên «emperyalîst» re bigre tê naskirin. Ev kom êdî torên li 170 welatan bi rê ve dibe û wê ji 194 000î bêtir kes girtine kar. Ji 2009an vir de, ew him di warê pîșesazîyê û him jî di nav rêxistinên cihê yên navneteweyî yên standartkirinê de bûye yek ji aktorên serekî yên pêșxistina 5Gyan. Di havîna 2020î de, Huawei, Samsung ji ser textê wê daxist û ew li șûna wê bû yekem smartfonfiroșê cîhanê. Şîrketa ku wekî yek ji șîrketên çînî ya herî nûjenker dihate hisêb, sazîya wê ya talî HiSilicon kêç/çîpa kirin a ku hin sepanên hișê çêkirî yên li bazarê herî belavbûyî bihêz dike sêwirand.

Ev serketina balkêș heta radeyekê bi girêdaneke xurt a ji bo lêkolîn û pêșxistinê (L&P) tê ravekirin, ku șîrket ji % 10ê kara xwe bêtir mesrefê lê dike, ew jî di 2019an de ji 15 milyar dolarî bêtir dike di 2020î de 20 milyar tê hêvîkirin–, ku ji ya Apple û Microsoftê bêtir e. Ji bo beramberîhevkirinê, tevayîya sektora otomobîlê ya almanî di 2018an de 30 milyar dolar ji L&Pê re veqetandibû. Ji van reqeman jî bêtir, Huawei ji bo civata çînî direwșgirîyê jî dike: wekî mînakeke seyr a șîrketeke ku ji xeleka herî binî ya zincîrê bi berhemên seretayî û gelekî standart dest pê kir, niha bi Apple û Samsûngê re yarîyan dike. Rêgeha wê hêvîyên desthilatê yên mezin ên di derbarê sektora teknolojîyê de nîșan dide. Çînê demeke dirêj wekî wargeha kargehên bihevxistina berhemên bîyanî kar kir, wekî bibîrxistina vê kêmdîtinê jî li paș hemî cîhazên Applê weha hatîye nivîsîn: “Li Californîyayê hate sêwirîn, li Çînê hate bihevxistin”. Çarenivîsa Huaweiyê nîșan dide ku dewreke nû dikare bi slogana: «Li çînê hate sêwirîn, li Vîyetnamê hate bihevxistin» vebe.

Heke șîrketên din ên çînî jî bidin ser șopa vê mînakê, serdestîya amerîkî ya li ser aborîya dinyayê dikare bi awayekî cidî lawaz bibe. Bêgûman, di dema berê de, welatên ku çi bigre bi tevayî di bin bandora qada karîger a Dewletên Yekbûyî de bûn ji alî aborî ve bi bez mezin bûn û bi firê ketin -Almanya, Japonya, Pilingên Asyayî-, lê pêvajo dîsa kêm zêde ji alî Waşîngtonê ve hate kumandakirin û di bin kontrola wê de ma. Di destpêka sedsala XXIê de, dema ku amerîkî li ser dîreksîyonê dihînijîn bi zorê dîtin, ku Çîn bi îmkanên xwe, li pey armancên xwe yên jeopolîtîk bixwe, bi zîrveyê de radipelike.

Di vî warî de, kar û zirara gotûbêja niha ya di derbarê 5Gyê de pirsa serdestîya Çînê ya li ser vê norma telefonê gelekî derbas dike. 5G ew teknolojî ye ku divê derfeta girêdaneke herî bilez a bi jimareyeke herî pir a bi cîhazan re bide, ku ew bixwe jî girêdayî û bi hev ve jî girêdayî bin, herweha jî operasyonên vekolîna daneyên jêderên wan nêzîkî hev bike, heta bighê bikarhênerê dawîn. Lê qamçîkirina reklama li dor wê dide jibîrkirin ku gelek asteng li pêș sepandina wê ya di warê pîșesazîyê de hene. Ji bo piranîya bikarhêneran, bandora 5G dê bilezên daxistinên zêde dibin û belbî, bi derketina holê ya înternetê re ragihandina tiștan herî ji zû de bi sînor be.

Artêşa girêdanên caxên nanqelandinê

Helbet, pirbûna cûreyên tor û cîhazan envestîsmanên pir mezin û șerê kișûmatî ji bo bidestxistina bazarê dixwaze. Lê Huawei û 5G bitenê alîyê xuya yê çîyayê qeșayê ne. Li paș perdeyê șer û pevçûneke aborî û jeopolîtîk yê hîn berfirehtir heye ku tê de çînî han didin ku li hemberî amerîkîyan avantajê bi dest bixin. Heke 5G yên dawîyê dixe nav ew çend tengasîyê, mana xwe lehengekî wan tuneye ku bișînin enîya șerî. Ewropa xwe hîn sakîntir nîșan dide, ji ber ku li ber destê wê techîzat –Nokia û Ericsson– hene.

Êrîșa Waşîngtonê ya li dijî teknolojîya bilind a Çînê li baweșînka berfireh a șîrketên, ji tec-hîzatî ZTE (xwedîtîya dewletê û 5Gya ku li ser saheyê hîn jî pir aktîf e) heta bighê WeChat, TikTok û gelekên din ku baș nayên naskirin dide. Le Huawei bê minaqeșe armanca pêșîn e, ji ber ku di çavên Qesra Sipî de, di eslê xwe de nûnerayetîya Çîneke bêwijdan dike, ku Dewletên Yekbûyî bêrawestan sûcên wê yên giran li Hong-Kong, li herêma xweser ya Xinjiang, li derya bașûr(2)ya Çînê û hwd. mahkûm û ceza dike. Heta wê radeyê ku Birêz Donald Trump șîrketê bi yek ji wan nasnavên piçûk ku jê hez dike bi nav dike: «Casûs» («The Spyway»).

Wekî ji Buroya oval tê dîtin, Huawei temsîla van serketinên neheq dike ku dinya jî bi neheqî li wan wekî serketinên bazirganî yên hêja dinêre. Ew mafên xwedîtîya entelektuelî bin pê dike, pișkdarên xwe yên kar dike despot, ji alîkarîya comerdane ya dewletê sûdê werdigre ku bihayên xwe kêm bike û rikeberên xwe bipelixîne. Bi avakirina torên teleragîhandinê li welatên bașûr, ew di nav têkilîyeke girêdayîbûnê ya kûr de derî li ser wan digre, bi vî awayî jî beșdarî «dîplomasîya deynkirinê» ya Pekînê, bi taybetî jî bi rîya projeya wê ya «rîyên nû yên hevrîșim» dibe. Ji vê jî girîngtir, Huawei dê berhemên xwe bi «derîyên dizî» (backdoors) techîz bike da derfetê bide rejîma Çînê ku çalakîyên xwe yên çavdêrîyê berfirehtir bike. Heke em ji rexnegirên herî bîrkûr bawer bikin, șîrket dê di demeke nêzîk de karibe sarincok û nanqemirênên me yên bi 5Gyê ve girêdayî jî bizîvirîne hemberî me.

Bi desteka van rexneyan, gelek caran bahsa qanûna neteweyî ya di warê îstixbaratê de ku ji alî Pekînê ve di 2017an de derketibû û ku gelek caran li ser șîrket (û li ser welatîyan jî) ferz dikir ku hevkarîyê li gel desthilatdaran bikin û heke daxwaz ji wan bê kirin agahdarîyê bidin wan. Sedemeke din a endîșeyê: lezandina «tevlihevkirina sivîl û eskeran», handaneke ku armanca wê hêsankirina têkilîyên di navbera sektora teknolojîyan û artêșê de bû… ku ji mînaka amerîkanî(3) îlham digirt. Huawei, ji hindava xwe de, li tawanbarîyên casûsîyê bi awayekî net dide mandelê û destnîșan dike ku hikûmeta Çînê dê rîska têkdana îtibara wê û krêdîya wê ya navneteweyî negire.

Wekî bûye adet, îdiayên birêveberîya Trumpî xwe dispêrin delîlên pir lawaz, heta gelek caran tune. Lê dîsa jî vê yekê rê li ber negirt, ku li rîya komkirina gelek welatên dost; bi taybetî yên wekî Qiralîyeta Yekbûyî, Fransa, Îtalya û gelek welatên Ewropaya rojhilat di nav seferên xwe yên xaçperestîyê de bigere û wan «gijbike» ku Huaweîyê ji torên xwe yên 5Gyê dûr bikin – zextên aborî û dîplomatik ên ku Wezareta karên derve bi rîya balyozên xwe bi awayekî sergirtî pêkanîn pir xurt bûn. Û ew li ser hemî kișweran bi heman awayî pêk hatin. Piștî çalakîyên lobîyê yên çir û pir ên Wezîrê karê derve Mike Pompeo, hikûmeta Şîlîyê mecbûr bû ku biryara derkirina Huaweîyê ji projeya xwe ya kabloyên bin deryayê ya ji Pasîfîkê wêde bide. Li Hindistanê, ku Huawei li gelek cihan amade ye, Serokwezîr Narendra Modî li ser tercîha erê yan na ya tedarikerîya Çînê, piștî pevçûnên dijwar ên li ser sînor, wekî amûreke bersivdana Pekînê dijdilîze. Tevî ku tu qedexekirin a fermî nehatibû ragihandin jî, Delhîya Nû serîlêdana șîrketeke neteweyî pêșbînî dikir, ku ew jî Reliance Industries bû.

Her çend Qiralîyeta Yekbûyî, di vê dema Breksitê de hinekî tizîya be jî, bi ferzkirina derkirina hemî tedarikerên Huaweîyê yên heyî ji niha û heta 2027an li ser operatorên xwe yên telefonên destan derbeke mezin, di tîrmeha bihurî de, li Huaweîyê da. Vê biryarê ev welatê ku baskêșa stratejîya ewropî ya komê pêk tanî û Londraya ku mêvandarîya navenda wê ya herêmî dikir tevde pir șaș kir. Herweha dîsa li Qralîyeta Yekbûyî bû, ku Huaweiê, di 2010î de, bi hevkarîya servîsên îstixbaratê yên Birîtanî, navendeke nirxandinê ya sîberewleyîyê (Huawei Cyber Security Evaluation Centre, HCSEC) ya ji analîz û dagirtina valahîyên ewleyîyê yên di torên wê de hatine dîtin berpirsîyar vekir. Lê mixabin giranîyeke van têkilîyên baș li hemberî tehdîdên Waşîngtonê û rexneyên Partîya Mihafezekar, ku di nav refên wê de grûbeke parlementerên berberîya Çînê –modaya mezin a wê demê– dikir ava bûbû, nebû.

Yekîtîya Ewropî, nikaribû sîyaseteke hevbeş di derheqê 5Gyê de pêk bîne, ji ber ku pirs di çarçoveya ewleyîya neteweyî de hate gotûbêjkirin, warekî ku welatên endam tê de xwedî desthilat nebûn. Heke ji alî sîyaseta pîşesazî û têkilîyên navneteweyî ve bihata gotûbêjkirin dê hîn baştir bûna. Hûteke ewropî ya bêhempa di warê 5Gyê de, zaroka Nokia û Ericssonê, divîya bi vî awayî bihata subvansekirin û bi misyona wekhevkirina Huawei di warê L&Pyê de ji dayik bûbûna. Meriv dikare bikeve şikê ku tişt bi vî alîyî de pêş dikevin, her çend ku Komîsyona Ewropî, di bin zexta fransiz û almanan de, di demên dawîn de hewes kiribe dev ji hobîya xwe -reqabetê- berde ku çarçoveya wê ya jeoaborîyî hisab bike.

Almanya, welatê Ewropa yê bitenê yê ku hîn plana xwe ya 5Gyê eșkere nekiribû, soz da ku vê meselê di payiza 2020î de hal bike. Çîna sîyasî di vê pirsê de par vebûbû û heta bi partîya Xanim Angela Merkelê jî ji hev çirvirî bû. Dîplomatên amerîkî yên li Berlînê kar dikirin, çi carî derfeta bibîranina mixetabên xwe, ya ku xweșbînîya wan a li hember Huawei dikare li wan bi çi bibe mal, ji dest bernedidan.

Dîplomasîya deyndarîyê

Heke, di nav destana ku Birêz Trump nivîsîye de, șîrketa Shenzhen nûnerayetîya «komunîzma hevkar» a Çînê bike jî, fenomena Huaweîyê gazîya xwendinên din dike. Yek ji yên herî zêde ku dikeve serê meriv a ku aborînas Yun Wen pêșnîyar dike ye. Her çend ku wekî pisporekî jîr ê kitekitên jeosîyasetê bê dîtin jî, li paș welweleyên serokê niha yê șîrketê Birêz Zheng-fei, heza wî ya aforîzmayên maoîst û meylên wî yên neteweperest hene. Birêberayetîya wî, Huaweîyê li herêmên herî zor cihê xwe çêkir –li çolterên Çînê ji salên 1990î virde, pașê li hin welatên Bașûr ku perspektîfên karê lawaz bûn– wî ew di pirê re derbas kir ku karibe êrîșî bazarên bêtir hêvîdidan bike. Di çarçoveya ku Çînê, li Afrîkayê û li Amerîkaya Latîn çeng û baskên xwe berfireh kirin de, Huaweîyê û hemwelatîya wê ZTEyê li ser vê bingehê cihên xwe çêkirin û torên xwe ava kirin, ev şantîye bi awayekî neyekser ji krêdîyên ku Pekîn dide hikûmetên herêmî ji bo alîkarîya wan bike ku projeyên mezin ên jêrxana aborî fînanse bikin, îstifade dikin. Li gor Yun Wen(4), di rewşên wekî ya Huaweîyê de, dê bitenê encamên neyînî yên vê dîplomasîya deynkirinê hebin. Ne bitenê hatinîya ji alî şîrketê ve li welatên Başûr hatîye bi dest xistin li gor bazarên din dê mitewazî be, lê pêşketina wê ya li van herêman, ku heta dereceyekê ji ber fikra «enternasyonalîzma dinya sêyem» a ji bo Mao biqîmet bû pêk tê, derfeta perwerdekirina jimareyeke girîng a endazyar û teknîsyenên kalîfîye li ser sahê da.

Dewletên Yekbûyî, hîn berî serokayetîya Birêz Trump û heta ya Birêz Barack Obama jî, her tim ji bo Huaweîyê herêmeke birîskên mezin pêk anîye. Di 2003yan de, tedarikerê çînî ji alî reqîbê xwe yê amerîkî yê wê demê, Cisco ve, bi sedema binpêkirina mafê patentê hate mehkemekirin. Li pey vê lihevnekirinê dê gelekên din pêk bihatana. Piştî ku dît hemî stendina hiseyan kontrola di şîrketên Amerîkî de lê hate qedexekirin, Huawei dikaribû bi rastî jî îro kapasîteya xizmeta mişterîyên xwe bixwe û berhemên nû li Dewletên Yekbûyî bidana destpêkirin, wenda bikira. Ji destpêkê de, tawanbarîyek wekî dubarekirinekê hate rojevê: Huawei dê mil bi mil bi artêșa Çînê re bixebitîyana. Di 2011an de, tevî mueyîdeyên Amerîkayê yên li dijî vî welatî li kar, daxuyanîyeke Wall Street Journalê (27ê çirîya pașîn) radighand ku șîrket bi Îranê re bazirganîyê dike û vê jî dosya wê girantir kir. Ji 2013an de, Huaweîyê ragihand ku ew ê xwe ji erda Amerîkayê vekișîne û hebûna wê ya li Washingtonê, ji niha û pê ve tê mana artêșeke lobîkaran.

Meriv dikare bi awayekî biheq ji xwe bipirse çima, guleyên pêșîn berî niha bi 17 salan hatin reșandin, lê seferberîya amerîkî ya li dijî Huaweîyê bitenê niha gur dibe. Di dawîya 2018an de, hikûmeta amerîkî emrê girtina keça Birêz Zhengfei, Xanim Meng Wanzhou, birêvebera dravî ya Huaweîyê, dema molayeke balafira wê li Kanadayê da. Ji wê demê pê ve, Waşîngtonê biryara mueyîdeyên giran da ku komê hilweşîne. M. Trump xwest ku fonên xanenişnîyê yên fermî yên hikûmetê li şirketên Çînê envestîsmanên xwe nekin. Taşeronên Dewletên Federal divê îsbat bikin ku çi têkilîya wan a bazirganîyê bi Huaweîyê re tuneye. Heke em bên ser şîrketên çînî yên di Borsaya Dewletên Yekbûyî de lîstekirî, ji bo ku hisabên xwe beyan bikin û her têkilîyeke xwe ya bi hikûmeta Pekînê re dîyar bikin, hişyarî hate dayin. Gelek faktorên aborî û jeopolîtîk tên bal hev ku êrîşa Waşîngtonê ravebikin.

Di warê jeopolîtîk de, daxuyanîyên Birêz Edward Snowden ên di 2013an de, li ser çalakîyên Ajansa Neteweyî ya Ewleyîyê (National Security Agency, NSA) ya amerîkî, wekî ku Yun Wen jî radighêne elametên enteresan in. Di 2010î de, bi navê «operation Shotgiant», NSA serverên Huawieyê ji bo du armancan hack kir: yek dîtina şopên têkilîyên mihtemel ên şîrketê bi artêşa çînî re, –li gorî ku çi belge neketin destê medyayê, dîyar e ku nêçîr bi ser neketîye– û ya din tesbîtkirina dosyayên ewleyîyê yên techîzatên wê bû da ku derfet bidana servîsên îstixbaratê yên amerîkî ku hin dewletên mişterîyên wê, yên wekî Îran yan jî Pakîstanê îspîyon bikin. Di nav belgeyên ji alî Birêz Snowden ve hatin belavkirin de, NSA nîyetên xwe venaşêre: «Piranîya armancên me bi alîkarîya cîhazên Huaweîyê çêkirine ragihandina xwe pêk tînin. Em dixwazin dilê xwe dicîh xin ku em van berheman baş nas dikin da ku em karibin wan bi kar bînin û xwe bighînin xetên wan» Birêz Guo Ping, serokê Huaweîyê yê bidorê, wê gavê șiroveyeke biaqilî kir: «[Huawei] sitrîyeke di binê pîyên Washingtonê de, lewra rê li ber wê digre ku casûsîya kesê ew minasib dibîne bike.»

Heke bi rastî jî, Huawei qayișkêșîya 5Gyê qezenc bike, serdestîya amerîkî ya di warê îstixbaratê de, dê bi awayekî cidî têkeve xeterê, ji ber ku șîrketa çînî îhtimaleke mezin wê bi ajansên amerîkî re, bi awayekî nefermî, wekî mînak bi nisbet reqîbê wan ên ewropî re, pir nexwaze hevkarîyê bike.

Di warê aborî de, ji jêrxaneya fizîkî ku ji 5Gyê re pêdivî ye bêtir, divê meriv bi çarçoveya tora mafên xwedîtîya wê ya entelektuelî eleqedar bibe. Berîya her tiştî, 5G normek, pîvanek e. Her tor û cîhazeke ku bixwaze bi kar bîne divê rêza taybetmendîyên xwe yên teknîkî bigre, ku ev jî bi awayekî pêdivî di bikaranîna teknolojîyên bi patent re derbas dibe. Smartfoneke nûjen a bi wifi, bi ekrana destdanê, bi prosesor û hwd. bi kêmanî bi 250 000 patentî (ev reqem îro mimkin e hîn zêdetir be) tê parastin. Li gor texmîneke di 2013an de, 130 000 ji van patentan dê «patentên bingehîn ên xwedî normeke» an BEN (Standarda Bingehîn a Patentan, SBP) bin, bi vî awayî meriv dikare taybetmendîya tiştê ku dest dide meriv xwe adapteyî normeke teknîk wekî ya 5Gyê bike, dîyar bike.

Di warê teknolojîya mobîlan de, jimare û belavbûna cografîk ya xwedîyê BENê di eleyhê Amerîka û Ewropayê de û di lehê welatên asyayî de bi pêş dikeve(5).Gava ku meriv behsa patentê bike, divê meriv behsa mafê telîfê jî bike. Bi vî awayî, Qualcomma amerîkî, ku ji 2G û gelek normên girîng ên din fêde kir, ji sisîya duduyê cîroya xwe ji Çînê, bi piranî ji Huaweîyê derdixe. Ya dawîn bitenê, ji 2001ê virde ji 6 milyar dolarî bêtir ji bo mafê îmtîyazê mesref kir, ku ji % 80yê vê mesrefê ji şîrketên amerîkî re çû. Ev mîqdarên newekhev di encamê de bûn sedemê acizbûna Pekînê. Piștî cezakirina Qualcommê bi 975 milyon dolar cezayê pereyan, bi sedema suistimala serdestîya rewșa xwe di 2015an de, di pey ve re bi sê salan, șîrketê karibû teșebusa xwe ya kirîna NXPya Hollandî, bi sedema ku operasyon dê hîn bêtir paya manevraya șîrketên wê kêm bike, bloke bike.

«Em di şer de ne»

Gelek tișt guherîn. Huawei êdî niha di nav xwedîyên herî mezin ên BENê yên girêdana wan bi 5Gyê re hene de cih digre. Ev yek dîsa jî rê li ber wê nagire ku rexneyên li dijî sîstema cîhanî ya xwedîtîya entelektuelî neke. M. Ping bang kir ku divê rêzikên vê «kluba navneteweyî», ji bo herkesî, di çarçoveyeke hîn adil û bikêr de di ber çavan re bên derbaskirin û heqê îmtîyazan bi «mafekî derbasbûnê yê ji alî rêberên rîyên mezin» re beramberî hev kir. Helbet, taybetmendîya «bingehîn» a patentên di destê șîrketê de, dikare bibe mijara lêpirsînê. Wekî ku șirovekerek destnîșan dike, heke smartfon balafirek bûna, patentên Nokia û Ericsson dê motor û sîstema rênîșandanê bigirtana bin baskê xwe û yên Huaweîyê jî bitenê palkursî û erebokên xwarinê biparastana… Lêbelê, hêza patentên wê çi dibe bila bibe, Huawei karibû xwe xwe ji rewșa girêdayîbûnê rizgar bike.

Ji bo Çînê, (ji deynkirekî bêtir) li rîya bûyîna deyndayekî patentê gerîyan, ji alî aborîyê ve bimanetir e. Bi vî awayî ew biser ket ku ew dûlêra mezin a ku wê ji Dewletên Yekbûyî vediqetîne ji alî mafê safî yê bidestxistî ve dagire: her çend, di 1998an de, șîrketên amerîkî li gor rêjeya hempîșeyên xwe yên çînî ji 26,8 carî zêdetir mafê telîfê girtibin jî, di 2019an de rêje ji 1,7an nezêdetir bû(6). Bi awayekî mentiqî, giranîya Pekînê jî êdî her ku diçe di sazîyên cîhanî yên standartkirinê de zêde dibe(7). Komîsyona Elektronîk a Navneteweyî   (International   Electrotechnical Commission) û Yekîtîya Navneteweyî ya Teleragîhandinê, an YDT (International Telecommunications Union) ji alî çînîyan ve tên birêvebirin û manda/girteya sê salî ya serokê yekem ê çînî yê Rêxistina Navneteweyî ya Standartkirinê yan jî ISO (International Organization for Standardization), di 2018an de bidawî hat.

Di Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) de, ew di warê danasîna normên li dora teknolojîyên naskirina rûyî de, xwe bi awayekî pir çalak nîșan dide. Di nav ISOyê de, ew bi taybetî jî bi bajarên girêdayî ango onlayn, warê berbiçav yê Elîbaba eleqedar bû, ku ev jî bû sedema endîșekirina Japonyayê(8). Di encamê de, ew bi bernameya xwe ya bi azwerî ya China Standards 2035, ku di 2020î de biwelweleyeke mezin dest pê kir dixwaze hevkarîya di navbera șîrketên teknolojîyê û ajansên hikûmetî de pêș bixe, ku amadekirina normên navneteweyî li gor berjewendîyên xwe teșwîq bike.

Îcar niha, Dewletên Yekbûyî dê çi bikin? Hin çavdêr dixwazin di navbera seferberîya niha ya li dijî Çînê û dema salên 1980yî de, gava ku Waşîngtonê dixwest hûtên pîșesazîyî yên Japonî kedî bike paralelîyekê pêk bînin. Di 1986an de, dema ku Fujitsu nîyeta xwe ya kirîna Fairchild Computing, berhênera efsanewî ya amerîkî ya nîvraguhêzbaran ragîhand, gelek endamên rêveberîya Reagan û pîșesazan bawer dikirin ku ew dê xwe bixeniqînin. Kadroyekî vê sektorê kurtebirîya hisa giștî weha vedibêje: «Em bi Japonyayê re di șerî de ne, ev ne pevçûneke biçek û gulan e, lê șerekî aborî ye, ku tê de teqemenî teknolojî, hilberînî û kalîte ye.» (Los Angeles Times, 30ê çirîya pașîn a 1987an) Berî niha bi çend salan, mueyîdeyên bazirganî yên ku ji alî Qesra Sipî ve dihatin teșwîqkirin biserketin ku rê li ber Toshiba, qeraseyeke din a Japonî bigre, ku nikaribe komputurên xwe li bazara amerîkî bifroșe.

«Em di șerî de ne»: ev șîar birastî jî neguherî. Lihevnekirina bazirganî ya amerîkî û japonî bi jihevbûneke aștîyane bi dawî bû; li Çînê jî gelek kesan xwestin bawer bikin ku dê heman tișt pêk bê û dê lihevkirineke berdewam bi bihayê çend tawîzan karibe pêk bê. Lê weha xuya ye ku, rîya ji vê krîzê derketine her ku diçe zortir dibe. Di vê mijarê de, rêveberîya Trumpî jî dibe sê beș. Ya yekem ya serok bixwe ye. Hemî tișt dibe sedema ku meriv bawer bike êrișên wî yên li dijî Huaweîyê û șîrikên wê ne li xaneya stratejîyeke hîn mezintir tomar dibin ku armanca wê misogerkirina awantajeke bazirganî li ser Pekînê be. Birastî jî, heke armanc wekî hatîye dîyarkirin rêlibergirtina serdestîya Çînê li ser 5Gyê bûna, ZTE, șîrketa dewletê dê ji Huaweîyê bêtir bibûna topeke kulman -ji ber ku wê niha xwe bitenê bi 1 milyar dolar cezayî rizgar kir. Ji bo Birêz Trumpî, Huawei di bazara bazirganîyê de pere/qozekî guhastinê- herweha jî sloganeke kampanyaya hilbijartinê ye.

Beșa duyem ya eyloyan e, ku ji alî Birêz Peter Navarro, șêwirmendê bazirganîyê yê serok û Robert Lighthizer, nûnerê amerîkî yê bazirganîyê ve tê birêvebirin. Li gor nêrîna wan, kontrolkirina bilindbûna hêza Çînê ji ber pêdivîyeke jîyanî pêk tê û ew dê dudilîyê nekin ku li Huaweîyê derbên hîn dijwartir yên heta niha nedane bidin. Yên li paș hemî pêșnîyarên ku berfirehkirina baweșînka șîrketên çînî yên ji mueyîdeyan mûzdarîb in bikin armanc jî dîsa ew in. Di encamê de jî, beșa sêyêm heye, ew ya kompleksa leșkerî-pîșesazî ye, ku lîstina rola kevokan tercîh dike. Helbet ji ber sedemeke baș: ji ber ku Çîn ji bo wê bazareke bikar e, vê yekê dixwaze. Di 2019an de, bitenê Huaweîyê, bi 19 milyar dolaran alavên elektronîk ji berhênerên amerîkî kirî. Ji bo wê rêlibergirtina bazirganîya pîșesazên neteweyî ya bi Çînê re, tê mana rêlibervekirina rikeberên wan ên bîyanî.

Heta ku hêvîya sepandina bitevayî ya lihevkirina bazirganî ya navbera Çîn û DYAyê, ku di çileya pașîn a bûrî de pêk hatibû hebe, kampa kevokan, ku bi taybetî Wezîrê Xezîneyê Steven Mnuchin jî di nav de ye, bi ser ket ku herareta li dijî Çînê ya MM. Navarro û Lighthizer daxe. Bi xerabûna rewșa jeosîyasî û krîza Covîd 19ê –ku Birêz Trump berpirsîyarî xiste stuyê Çînê–, ev perspektif lawaz bû. Ji bo vê jî, Huawei di bin rîska ku wekî qozek/pereyekî guhastinê di guhastinên ku dê çi carî pêkneyên de dimîne.

Di vê navê de, tedbîrên misîlemeyê pir dibin. Di destpêka tebaxa çûyî de, Birêz Pompeo bihêzkirina bernameya Tora pak (Clean Network) ragihand, ku armanca wê paqijkirina Internetê ji «bandora xeter» ya Partîya Komunîst a Çînê bû. Piștî vê bi çend rojan, Waşîngton, Huawei ji hemî derfetên serîlêdana teknolojîyên ku têkilîya wan ji nêzîk an dûr bi șîrketên Amerîkî re hebûn bêpar kir, ku ev jî li pêș berdewamkirina hilberîna berhemên wê bû astengeke pir mezin. Ji ber tevî ku wê pereyên bêjimar ji bo lêkolîn, gûrdanên endazyaran û parastina nûjenkirina «mal»a xwe mesref kiribûn jî, pêdivîya wê bi perçên ku ne Huaweîyê bixwe karibûn çêkirana û ne jî ji Çînê peyde bikirana hebû.

Ev yek ji bo çîp/kêçên pir nûjen ên Kirin jî, ku li Çînê hatibû sêwirîn lê li derve hatibû kolan û ku ji bo erkdarîya li ser bingeha heșê çêkirî (IA) pir girîn e jî derbas dibe. Çîna ku ev serê panzdeh salan e bi Silicon Valley re ketîye pêșbirkê, di vî warî de pêșketinên mezin bidest xist, ta radeya ku biawayekî zelal di warê hin teknolojîyan de serdest bû, ku naskirina rûyî yek ji wan e. Tevî vê jî, kozê wê yê serekî heta niha di karebûna wê ya berhevkirina girseyên hûtanî yên daneyên xwedîkirin û hînkarîya algorîtmayên fêrbûna xwebixwe ku berhevkirineke ji alî hûtên wê yên dijîtalîzekirine ve, lê bi saya jêxwarina renca xwendekaran ya erzan pêk dihat de bû. Lê ev model ji bo dinya berê, dinyayeke ku Çînê karibû hisabê xwe li ser teslîmata bêrawestan ya alavên performansa bilind ku li Taywanê yan Dewletên Yekbûyî dihatin çêkirin dikir, hatibû sêwirîn. Îro, ji hev qetîyana van zincîrên tedarikirinê, zekaya çêkirî ya Çînê bitevayî dixe bin metirsîya wendabûnê(9). Bi ragihandina șerî li hemberî Huaweîyê, Amerîkî belbî jî dixwazin rê li ber bigrin ku him birîya șîrketa xwe ya HiSiliconê nîvraguhêzbarên xwe bixwe çêke û him jî pêșketina wê ya di warê 5Gyê de asteng bikin.

Di mijara sîyaseta pîșesazîyî de jî, dema êrîșa Amerîkî hatîye. Parlementeran biryar dan ku fonan ji bo avakirina torên bi avayîsazîya vekirî veqetînin da ku karibin, biwext, cihê yên Huaweîyê û rikeberên wê bigrin. Di heman demê de, zerfa budceya ji bo berhênerên Amerîkî yên nîvraguhêzbaran di çarçoveya qanûna «CHIPS for America» de hatîye cihêkirin, ku niha li Kongreyê tê gotûbêjkirin, ku mîqdarê wê derxistin 10 milyar dolaran. Dîyar e, Waşîngton tê gihîștîye ku dema tansîyona jeosîyasî neguncaw e ji bo lawazkirina gernasên wê yên dijîtal. Silicon Valley ji vê yekê sûdê werdigre: li ser șîreta patronê Facebookê bû ku Birêz Trump biryar da ku êrișî sepana TikTokê bike.

Bi awayekî giștî, vebizava Pekînê pir êrîșkar nebû. Divê meriv bêje ku Çîn li bendî êrîșa amerîkî nema ku serwerîya xwe ya teknolojîyî ya bi milyar dolarên perê giștî, herçend ku di wê navberê de, krîza tendirustîyê beșek ji van fonan bi xwe re bir (berbelavbûna 5Gyê, bitaybetî dereng ma). Di heyva gulanê de, tam jî piștî ragihandina sînordarkirinên li dijî Huaweîyê û tedarikerên wê ji alî rêveberîya Trumpî ve, Birêz Jinping planeke 1400 milyarî, ya ku armanca wê misogerkirina serkirdayetîya Çînê ya li ser gelek teknolojîyên kilîta  asoya 2025an bû, eșkere kir. Di vê demê de du sloganên li Çînê herî mode ev bûn «neamerîkanîkirin»a zincîra tedarikirinê û jêrxaneya teknolojîye –û «aborîya du tevgerî»– arastebûneke nû ya sîyasî ku xwe bispêre israrkirina ji nû ve lêkombûna bazara navxweyî û pêșxistina teknolojîyên pêșketî yên ku karibin bên îxrackirin.

Hîn ku gotûbêjên li dora firotina çalakîyên amerîkî yên TikTokê di nêzîk de, bihemî hêza xwe dom dikirin, Pekînê lîsteya teknolojîyên, algorîtmayên tewsîyekirina naverokê, naskirina dengî û hîn gelek sepanên hîșê çêkirî jî di nav de, ku dixwest îxracata wan kontrol bike dirêj dikir. Wekî vebizava programa amerîkî ya Tora pak, wê jî herweha destpêkirina tora xwe ya navneteweyî ya taybetî ragîhand; Global Data Security Initiative / Teșebûsa Ewleyî ya Daneyan a Cîhanî, ku li dijî çavdêrî û casûstîya Amerîkayê bû.

Heta niha, Huawei di ber xwe dide. Hema ku Xanim Wanzhou hate girtin, bilezandina tûjkirina mueyideyan, șirketê dest bi komkirina stokan kir, ku dikare ji deh mehan heta du salan pê îdare bike lê hin parçe dê heta wê demê nema bi kêr bên. Lê yê wê jî di tûrikê wê de hîn gelek peymanên tora 5Gyê hene. Di encamê de, ew jî dizane ku cîhazên wê êdî dê di nêzîk de nikaribin xwe bighînin rojanebûnên Androidê, ji bo wê jî biryara pêșxistina sîstema xwe ya bikaranînê da: Harmony OS.

Di dema bê ya nêzîk de qedera Huaweîyê çi dibe bila bibe, Pekînê, Moskovayê û serbajarên din mesaj pênc li ser pêncê girtin: serwerîya teknolojîk pêdivîyek e. Çînê ev mesaj hîn berî ragîhandina șerî ji alî Birêz Trumpî ve, ku wî bitenê hisên acîlîyetê hîn bêtir xurt kirin, girtibû. Bi awayekî paradoksî, ya ku Pekîn dahf dabû ku yek ji gelek prensîbên Birêz Zhengfeîyî bisepîne Waşîngton bû: «Bêyî serxwebûna [teknolojîk], serxwebûna neteweyî ne mimkin e» Cîlweya qederê ew e, ku șerê Amerîkayê yê li dijî Huaweîyê, bû sedema ji dayikbûna Çîneke di warê teknolojîyê de hîn bêtir pêșketî û xweser, ku dê tedarikerên Amerîkî bi temamî ji zincîrên xwe yên tedarikirinê derxistana.

* Daner û edîtorê malpera The Syllabus (the-syllabus.com). Nivîskarê Pour tout résoudre cliquez ici. L’aberration du solutionnisme technologique / Ji bo çareserkirina her tiştî li vir bitikîne. Ji rê derketina çareserîya teknolojîyî, FYP éditions, Limoges, 2014.

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademîr

______

1) Di Yun Wen de, behsa The Huawei Modelê hatîye kirin. Hûta teknolojîyê The Rise of China’s, Champaign (Illinois), University of Illinois Press, dê piștî çirîya pașîn a 2020î çap bibe. Jêgirtinên rêveberên Huaweiyê yên li pey vê tên ji vê berhemê hatine girtin.

2) Gotara Philipp S. Golub, ya bi navê «Entre les États-Unis et la Chine, une guerre moins commerciale que géopolitique/Di navbera Dewletên Yekbûyî û Çînê de, șerekî ji bazirganîyê bêtir jeosiyasî» bixwîne, Le Monde diplomatique, çiriya pêșîn a 2019an.

3) Bnr. Linda Weiss, America Inc.? Innovation and Enterprise in the National Security State, Ithaca, Cornell University Press, 2014.

4) Yun Wen, op. cit.

5) Dieter Ernst, «China’s Standard-Essential Patents Challenge: From Latecomer to (Almost) Equal Player?   / Têkoșîna Çînê ya Patentên Bingehîn ên Standart: ji Lîstikvanîya derengmayî ber bi (çi bigre) Wekhevbûyî», Center for International Governance Innovation, tîrmeha 2017an, Waterloo (Kanada), www.cigionline.org

6)  Ji gotara Gregory Shaffer û Henry Gao, a binavê «A new Chinese economic order? / Nîzameke nû ya aboriya Çînê ye, gelo?», Journal of International Economic Law, Oxford, ku dê derkeve.

7) John Seaman, China and the New Geopolitics of Technical Standardization, IFRI / Çîn û jeosiyaseta nû ya standartkirina teknîkî, IFRI (Enstituya Fransizî ya têkiliyên navneteweyî), Paris, çileya pașîn a 2020î.

8) «Japan grows wary of China’s smart-city global standards / Japonya li hemberî standartên cîhanî yên bajarê biheș ê Çînê bi îhtiyat e», Nikkei Asian Review, 11ê tebaxa 2020î.

9) Bnr. Paul Triolo û Kevin Allison, «The Geopolitics of Semiconductors / Jeosîyaseta nîvraguhêzbaran», Eurasia Group, New York, îlona 2020î û Dieter Ernst, «Competing in Artificial Intelligence Chips: China’s Challenge amid Technology War / Pêșbirka çîpên zekaya çêkirî: di nîveka șerê teknolojiyê de nav dixwedana Çînê», Center for International Governance Innovation, adara 2020î, Waterloo (Kanada), www.cigionline.org