Ev du sed sal in Libnan li pey xweçêkirina neteweyî ye

LI DIYARE SEDR, CEMAETGIRI, MISTERIGIRI, KARQEDANDIN U BEEDALETI

Civaka lubnanî ya ku bi krîza Covid-19 û bi zehmetîyên aborî hat ceribandin, bi devaulasyona lîra jî dibe mexdûrî xizanîyeke her diçe girantir. Rayedarên sîyasî yên girêdayî ragirîya dewleteke qels îmtîyazên xwe misoger dikin, tevî hêrsa ku bi cot teqîna lîmana Beyrûtê ya 4ê tebaxê mezin bû, îspat kirin ku qabîlîyeta wan a pêkanîna reforman tune.

Translator

 

Ji sedsala XIXem ve, Libnan bê navber bi destwerdanên hêzên mezin re rû bi rû dimîne û van destwerdanan ew kir xwedî statuyeke trajîk a «qada tampon» li gel serwerîya fermî. Di 1833an de, welat ji alîyê hêzên kur ên walîyê Misrê, dijberê siltanê osmanî Mehmet Alî Paşa yê bi hêz, Îbrahîm Paşa, ve tê dagirkirin. Lê belê brîtanî vê yekê qebûl nakin û di sala1840î de Fransayê mecbûr dihêlin ku zextê bide ser walîyê Misirê da ku kurê wî hêzên xwe ji çîyayê Libnanê vekişîne. Walîyê Misirê hem heyranek hem jî hevalbendekî Fransayê bû. Pênc hêzên kolonyal (Fransa, Îtalya, Prûsya, Awusturya, Brîtanya) li hev kom dibin û dîyar dikin ku ew ê qebûl nekin ku Mehmet Alî Paşa bikeve nava hewldana hilweşandina selteneta osmanî û qadên wê yên serwerîyê bi xwe ve girêbide.

Girêdayî têkoşîna bandorê ya navbera hêzên mezin ên ewropî beramberî siberoja împeretorîya osmanî ku ji alîyê dîplomasîya rûs ve wekî «zilamê nexweş» dihat binavkirin, di dîroka çîyayê libnanî de cara pêşî di navbera gundîyên maronît û durzî de jî gelek alozîyên bi xwîn rûdidin. Ev şerûpevçûn dibin encameke rasterast a rikberîya emper-yalîst a franko-brîtanî ku bi seferên leşkerî û destwerdanan li herêma Şûf dijwar bû û jîyana hevpar a civatên durzî û maronît a bi sedan salan dewam dikir, hilweşand. Ji wê jîyana hevpar kesayetîyekî mezin ê wekî Faxredîn II yê ku mîrekîya Çîya ji sala 1590î heta sala 1635an birêve biribû, derketibû holê. Mîr ji ber hewldana xwerizgarkirina ji bin nîrê osmanî, û sazkirina têkilîyan bi taybetî li gel Toskana îtalî, bû hedefê gelek seferên leşkerî yên hêzên Babi-Alî. Dawîya dawî, emîr ji alîyê osmanîyan ve hat girtin û li Konstanînopolîsê (bi navê xwe yê îro Stenbolê) bi serjêkirinê hat înfazkirin.

Di 1860î de pevçûnên navbera durzîyan, ku kêm zêde ji alîyê artêşa osmanî ve dihatin destekkirin û xiristîyanan dijwar dibin û dirêjî deşta Bekayê dibin. Fransa, ku hingê li bin hikmê Napoléon III ye, biryarê dide destwerdanê bike û hêzên xwe dişîne kevîyên Libnanê. Pênc hêzên ewropî û împaratorîya osmanî li ser biçûkkirina xaka Libnanê li hev dikin . Bi dijberîya li hemberî vê «Libnana Biçûk» rayedarên wekîl ên fransî wê di yekê îlona sala 1920î de «Libnana Mezin » îlan bikin. Ev welatê xwedî xakeke 10 452 km2, qedera wî dê her bimîne girêdayê rikberîyên emperyalîstên ewropî, heta «rojavayî» li gel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku piştî şerê duyemîn ê cîhanê bû hêza serdest a «cîhana azad» a ku bi awayekî bi tesîr wê sê olên yek-yezdanî ji bo pêşîgirtina li hêza Yekîtîya Sovyetê bixe nava livûtevgerê.

Di vê navberê de divê neyê jibîrkirin ku li pêvajoya mandaya fransî bi xwe (1920-1943), bi biryarnameya hejmar 1936 a Komîserîya bilind cemaetkarîya sazîyî tê avakirin. Bi rastî jî ev biryarname di asayişa gelemperî de cemaetên olî vediguherîne sazîyan û vê yekê weha tîne ziman: ji bo cemaetên ku heta niha nedihatin naskirin, wê civateke hiqûqî ya hevpar were sazkirin. Ev rewşa sîvîl hê jî veneguherîye sazîbûnekê. Ji ber vê yekê hejmareke mezin ji libnanîyan ji bo karibin bi kesên li derveyî mezheba xwe re bizewicin, neçar dimînin biçin Qibris, Tirkîye an jî Fransayê.

Libnan, wekî dewleta tampon, a pir caran ketîye ber bayê bandorên antagonîst, hertim bûye xwedî êşa nekarîna dîyarkirina qedera xwe bi destê xwe û çareserkirina pirsgirêkên xwe yên nakok. Di 1949an de Georges Naccache (1904-1972), yek ji rojnamevanên herî jêhatî yê libnanî û avakarê, di 1925an de rojnameya L’Orient (bi navê xwe yê îro L’Orient-le jour), sernivîseke rojnameyê ya ku bû sedemê girtina xwe weşand. «Ne Rojava, ne Erebistan: li ser vê cot redê ye ku xiristîyanîyê û îslamê hevalbendîya xwe saz kir [ji bo adoptekirina peymana neteweyî ya mijdara 1943, a ku bû xizmetek ji bo lihevhatina ne-nivîsandî ya navbera civatan]». Kîjan cure yekîtî dikare were pêkanîn bi formuleke wisa? Piştî van pirsan nivîs weha didome: Tiştê ku nîvê libnanîyan naxwazin, em pir baş dibînin. Lê belê tiştê ku her du nîvên libnanî dixwazin, em nabînin, ev e tiştê ku nayê dîtin.  Dewletek ne yekûna du bêhêzan e û du neyînî tu caran neteweyekê pêk naynin»(1)

«Jenosîda mîmarî»

Paşê, Georges Naccache wê bibe heyranekî ji dil ê general Fûad Şehab (1902-1973), fermandarê artêşa libnanî, dûre jî serokkomarê libnanî di navbera salên 1958 û 1964an de. Ew bû avakarê rastîn ê dewleta libnanî û pêşengê hejmareke mezin reforman bi şîretên zîrek ên Louis-Joseph Lebret (1897–1966), keşeyê domînîkî, aborîzan û avakarê Enstîtuya navneteweyî ya lêkolîn û formasyona perwerde û pêşketinê (Irfed). Şehab ji Louis-Joseph Lebret xwest, di navbera salên 1960 û 1964an de lêkolîneke civakî- aborî li ser astên jîyanê yên herêmên cihêreng ên Libnanê bimeşîne. Ji lêkolînê encameke pir girîng derket holê. Wê ronahî da ser asta bêedaletîyên mezin ên civakî, kombûna zengînîyên mezin di destê hindikahîyeke biçûk a libnanî de ku nakokîyeke pir mezin bû ev yek, dema hebûna hejmareke pir mezin a xizanên li herêmên gundewarî yên kevîyên welêt li ber çavan dihat girtin.

Aborîzan li konferanseke bi navê «Li werçerxa Libnanê» (2), a di sala 1962an de lîbnanî hişyar kirin ku berdewamîya bêedaletîyên wisa li Libnanê dikarin bibin zemîna hilweşîna welatê wan. Vê parçebûnê bi rastî jî ji sala 1975an û şûn ve xwe nîşan da. Bo nimûne, şîdeta navbera partîyên sîyasî yên «xiristîyan», bi taybetî jî partîya falanjîst a ji alîyê Pierre Gemayel ve avabûyî û «Tevgera Libnanî», ya ku partîyên der-cemaetî yên li bin kontrola Kamal Jûmblat (1917-1977), lîderê cemaeta durzî, ku di navbera xiristîyan û misilmanan de doza zêdetir wekhevîyê dikir. Evên dawî ji alîyê tevgerên çekdar ên filistînî yên li Libnanê ve bi ihtîyat dihatin destekkirin.

Fûad Şehab pir caran bal dikişand ser wan kesên ku wekî «penîrvan» bi nav dikirin, bi gotineke din sîyasetvanên kêmwijdan ku hewl didan dewletê bi parçekirinê sererast bikin. Li qada navneteweyî, serokkomar sîyaseta xwe ya derve bi danîna têkilîyên baş li gel serokdewletê misirî saz kir. Ev yek bivênevê dibû sedemê sorkirina hêrsa burjûwazîya karsaz a xiristîyan a ku reîs wekî panarabîst, sosyalîst û adeta navenda xirabîyê didît. Li hemberî pêngava reforman û vîna serokatîyê ya ji bo sazkirina dewleteke xurt, bersiva derdorên kevneparêzên xiristîyan bi vê dîruşmeya zêde ne zelal xwe dida der: «hêza Libnanê di qelsîya wê de ye». Ji alîyê xwe ve, burjûwazîya misilman jî li nava komara serbixwe zêdetir maf dixwest û bi awayekî giştî destek dida tevgerên çekdar ên filistînî ji bo pêkanîna zextê li ser burjûwazîya xiristîyan a li dijî lihevhatinê. Evên dawî li Libnanê bi saya vê qelsîyê bi pêş diketin, lê belê herweha ji ber wê yekê ku beşeke girîng a «fedayîyan» di sala 1970yî de ji Urdunê hatibû qewirandin. (3)

Hemçaxekî din ên Fûad Şehab ê ji ber rastbûna nêrînên xwe hêjayî bibîranînê heye. Ev kes Mîşel Şîna (1891-1954) ye ku bû bankavan û alîgirê lîberalîzma aborî. Lê belê ew herweha bû parêzvanekî pirrengîya cemaetî û pir zû bi hişyarîyan bal kişand ser xetereyên li Libnanê yên ji ber sîyaseta îsraîlî a li hemberî hem welatê xwe, hem jî filistînîyan. Berhevoka wî ya nivîsarên li ser Filistînî berhemeke pir pêşbîn û xwedî tesbîtên zelal e.(4) Mîşel Şîna wê pir baş têgihîştibe ji nakokîya hebûnî ya navbera Îsraîla li ser nexweşbînîya civakî avabûyî û Libnanê, berevajî, li ser rêvebirina pluralîzma aştîyane sazkirî. (5)

Lê belê, li hin derdorên maronît, ên bêhtir marjînal, fikrekî nû derket holê: Eger cihû li Filistînê bûbin xwedî dewleta xwe, çima xiristîyan jî ji statuyeke wisa bêpar bihatana hiştin? Xiristîyan û Cihû ku li vê derê civakên hindikayî ne, çima li dijî misilmanên ku bi hejmara xwe piranî ne, nebin yek? Nêrîneke wisa zêde dibû li lîteratura îsraîlî ya ku hilweşandina Libnanê û pêwistîya parçebûnê wê di navbera xiristîyan û misilmanan de diparêze. Em dewama vê meseleyê êdî zanin. Pêşî destdanîna Îsraîlê li ser parçeyê başûr ê Libnanê di sala 1978an de, dûre dagirkirina di havîna sala 1982yan de ku artêşa Îsraîlê anî heta Beyrûdê û li wir komkujîyên sîvîlên filistînî li kampên Sabra û Şatîla ji alîyê mîlîsên falanjîst ve li bin çavên hevparên sûc ên leşkerên îsraîlî hatin kirin. Beşîr Gemayel, kurê şefê partîya falanjîst Pierre Gemayel, wê bibe serokê parlamena libnanî ya ku ji alîyê tankên îsraîlî ve were dorpêçkirin, dûre jî di nava çend rojan de bi teqîneke sir û ecêb a ku navenda partîya wî hildiweşîne, wê were kuştin. Birayê wî Amin Gemayel wê were şûna wî û li kevîtaxên başûrê Beyrûdê yên bi giranîya nifûsa xwe şiî wê bombebaranan pêk bîne. Girêdayî vê rewşa aloz şervanên filistînî li bin kontrola hêza pirneteweyî ya destwerdanê wê ji wir bên derxistin. Hêza pir neteweyî jî, paşê, wê bibe mexdûra gelek êrişên bombeyî yên terorîstî.

Dawîya çerxa şerên navber-civakan a di sala 1990î de jî wê qelsîyên qedîm ên Libnanê û bêkapasîtebûna wê ya avakirina dewleteke hêjayî navê xwe, baş neke. Jê jî xirabtir, hatina ser deshilatîyê, di sala 1992yan de, ya serokwezîr Refîq Herîrî, karsazê li bin hîmaya qralê Erebistana Siûdî bû, -li ser kar bû, heta çend meh berîya mirina xwe ya bi suîkasta sala 2005an- ku welat xist nava çerxeke aborî ya rantê, wekî ku li ber destên wî çavkanîyên pir mezin hebin. Peymanên bazara serbest li gel hejmareke mezin bi welatan re îmze kirin. Ew peyman bûn sedemê tesîrên pir neyînî li ser kapasîteya hilberîna welêt a di warê pîşesazî û çandinîyê de. Rejîma ku rêjeyên dovîza sabît a lîrayê libnanî bi dolar ve girêda û astên zêde bilind ên rêjeyên faîzê li ser bonoyên xezîneyê yên bi perê libnanî, bûn sedemê zêdebûna deynên giran ên hilweşîner. Vê yekê bi taybetî leza zengînbûna çîna halxweş zêde kir. Vê sinifa civakî ku bi faîzên pir nizim xwe xist bin deynên bi cinsê dolar, di pey re jî bi cinsê lîrayê libnanî perên xwe razandin nav karên ku qezencên pir bilind bi xwe re anîn.

Di vê serdemê de, welatîyên li beşa herî xweşik a paytext, ji bo berjewendîyên Şirketa erdan a Solidere ku navenda bajêr a muhteşem veguherand kopîyeke xirab a bajarên ji cam û pola ên Kendavê, ji cih û warê xwe hatin mehrûmkirin. Di nava panzdeh salan de, Beyrût, ku jixwe bi ewçend salên şer û pevçûnan hatibû wêrankirin, îcar adeta bi qirkirineke mîmarî re rû bi rû hat hiştin. Bo nimûne avakirina mizgefteke dêwasa bi şêweyê tirk a ku xweşikîya mîmarî ya qada kevin a şehîdan bi navekî din Qada Topan, bi temamî ji ber çavan winda kir.

Çîneke bijarte ya xwe li nava çar dîwarên teng ragirtî

Sedemê qelsbûna aborîya Libnanê, rasterast rêvebirina bi awayê «harîrîyî» ya aborîyê bû. Herçendî rêjeya mezinbûnê ji sedî 6 hilkişîya heta ji sedî 7an jî, ew tu cara negihîşt astên li gorî pêvajoya jinûveavabûna piştî şer. Hikûmetê hema hema qet serê xwe neêşand bi mijarên wekî edaleta bacê, rêjeyên bacê yên li gorî hatina serê mirovî ku hingê bi awayekî sosret daketibû herî zêde ji sedî 10î, tevî ku vê rewşê li ser sermayeyên di pêvajoya şer de bi gewde bûbûn baceke taybet ferz dikir. Sektora erdan xwe bi halê xwe xweş kir, lê belê di demeke pir zû de jî bi zehmetîyên diravî re rû bi rû ma. Ji ber ku faîzên bilind ên li ser mevdûatên bankayan an jî yên li ser senedên deyn ên gelemperî bûn sedem ku teserûfên libnanîyan werin vekişandin. Dîsa li serdema rêveberîya Harîrî gava ku gelek ciwanan bi saya bernameyeke bi hezaran bûrsên xwendekaran karîn perwerdeya xwe ya bilind li Ewropayê an jî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bidomînin, hejmareke mezin qebîlîyetên ciwan jî ji xwe re welat terk kir. Ev jî dîyardeyeke balkêş e ku îzah dike ka çima Refîq Herîrî û kurê wî Saad Herîrî ji bo beşeke mezin a civakê hê jî populer in.

Lê belê îro, aborîya libnanî bi xetereya parçebûnê re rû bû rû ye. Cemidandina de facto-fiîlî ya mevdûatên bankayan, ku tedbîreke bi temamî li dijî destûra bingehîn e, dibe îspata rejîmeke «bankokrasî» ya yekane li ser rûyê cîhanê û yekcar li dijî mafên mirovan. Ev dibe encama rêvebirineke rezîl a sektora bankayî û ya bankaya navendî ya libnanî ku ev 30 sal in ji alîyê heman walîyî ve tê birêvebirin. M. Riad Salamé ku yekê tebaxa 1993yan li ser biryara Refîq Herîrî hat tayînkirin, sermayeya bankaya sermayerazandinê ya Merîll Lynch bi rê ve dibir. Îro, bilindbûna pir zêde ya rêjeyên dovîzê beşeke mezin a sinifa navîn a civakê hilweşand û rêjeya xizanîyê gihand raserî ji sedî 50yê nifûsê. Ji ber vê yekê îhtîmala xetereya kêmbûna temenê mirov pir mezin e.

Eger em bên ser sinifa xwedî îmtîyaz a sîyasî ya welêt bi rê ve dibe, ew jî bê navber dikeve nava manevrayên adetî yên cemaetkarîyê. Wekî ku aborîya Libnanê di nava seyreke asayî de be ev sinifa bi îmtîyaz a sîyasî xwe li nava çar dîwarên teng adeta kîlît kirîye û hebûna gelê biêşûazar bi temamî ji bîr dike. Ji alîyê din ve, pir eşkere ye ku faalîyetên aborî wê ne bi daxwazên reforman ên Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF)ê bên paqijkirin û zindîkirin. Jixwe ji mêj ve hatîye plankirin ku gelek demûdezgehên gelemperî dewrî şirketên taybet bên kirin û arazîyên dewletê bên firotin. Li van bedbextîyan wekî din cot-teqîna mezin a 4ê tebaxa îsal a ku taxên rojhilat ên paytext rûxandin, zêdebû. Tu caran welatê Sedrê nebûbû mexdûrê felaketeke xwedî çapeke ewçend mezin.

Di nava vê kontekstê de, pêdivîya Libnanê bi refroman heye; reformên herî lezgîn îro yên têkildarî pêwistîya rasyonalîzekirina lêçûnên butçeyî ye. Ji ber ku ev lêçûnên fuzûlî bi awayekî sunî bi reqemên subvansîyonên ji bo mişterîgirîyê hatine werimandin divê baştir bên birêvebirin. Teserûfên din ên divê bên kirin weha dikarin bên rêzkirin: divê mîrasa arazîyên dewletê û milkên hevpar ên xwecihî baştir bên birêvebirin, divê li şûna bacên cihêreng ên bi tarîf baceke yekkirî li ser hatina serê her şexsî û herweha bacên serwetên mezin bi awayekî sazîyî bên wergirtin. Divê hêza kirînê ya xanenişînan were parastin. Lê belê herweha û bi taybetî divê sektorên berhemdar ên aborîyê bên destekkirin, dawî li enflasyona ku bi çar gavan hildipeke were anîn û dîsa ji bo sinifên xizan ên civakê bi navgîna fonên alîkarîya civakî destek were zêdekirin. Dawîya dawî, tedbîreke teserûfên aborîyê bi asêkirina devê hin fonên xweser ên tazmînatê dikare were pêşxistin. Ji ber ku ev fonên perexur êdî tu wateyeke wan a hebûnê tune. Bo nimûne fona ji bo kesên di şerê 1975-1990î de ji cih û warê xwe bûyî, an jî ya tezmînata ji bo kesên ji ber dagirkerîya îsraîlî ya di 1982yan de li başûrê Libnanê bêserûşûnbuyî.

* Profesorê zanîngehê, wezîrê berê yê malîyeyê yê Libnanê, nivîskarê gelek pirtûkan û bi taybetî pirtûka bi navê Le Liban contemporain. Histoire et société-Libnana hemdem. Dîrok û civak, Weşanxaneya La Découverte, Parîs, 2012.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1)- L’Orient, Beyrouth, 10 adar 1949.

2)- Jean-Marc Fevret 1948-1972: le Liban au tournant. L’anémone pourprée, Geuthner, Paris, 2011. Et Cf. Stéphane Malsagne, Louis-Joseph Lebret, Chronique de la construction d’un État. Journal au Liban et au Moyen-Orient (1959-1964), Geuthner, Paris, 2014

3)- Binêrin li nivîsa Alain Gresh a bi navê, «Bîranîna îloneke reş-Mémoire d’un septembre noir», Le Monde diplomatique, îlon 2020.

4)- Michel Chiha, Filistîn, Weşanên- Éditions du Trident, Beyrûd, 1947.

5)- Bixwîne; Yaacov Sharett, «Dewleta cihû û yekbarebûna Libnanê - L’État juif et l’intégrité du Liban», Le Monde diplomatique, çileya paşîn 1983.