Cemal Ebdulnasir, sembolek

ROJHILATA NAVIN
Translator

Kêm fîgurên sîyasî hene ku di heman demê de hem ewçend nefret li hemberî xwe afirandine, hem jî ewçend xwe dane hezkirin. Dema ku rayedar û çapemenîya rojavayî ewqas bi xirabî behsa wî dikirin, li Misir û li cîhana erebî jî bi milyonan kesan bi coşeke wisa mezin navê wî zikir dikirin ku ev yek heta hingê nebûbû nesîbê tu rêveberekî din ên Rojhilata Navîn. Ev qelşa di navbera her du têgihîştinan de şûna bijarte ya Cemal Ebdulnasir di nava dîrokê de destnîşan dike. Ew bi vê taybetmendîya xwe, ne tenê dibe sembola têkoşîna li dijî dagirkerîya bîyanî ya li Misirê, lê herweha dibe vîneke, qismen serneketî, sazkirina welatekî ku ketibû nava pêvajoya qutbûna ji pergala navneteweyî ya serdest.

Hema li pey destpêkirina muzakereyên wî yên navbera filistînîyan û deshilatîya urdunî ya biryar dabû wan biperçiqîne, Nasir di 28ê îlona 1970yî de mir(1). Du pirtûkên berî çendekê hatin weşandin, bergeha wî, tercîhên wî, serketin û têkçûnên wî tînin ziman. Hoda Nasir, keça wî, ku di navbera salên 1966 û 1970yî de li tenişt wî xebitî, karî beşek ji arşîvên ku wî li xanîyê xwe yê malbatî radigirtin, rizgar bike. Ew hem rêgeha wî ya şexsî hem jî sîyasî vedibêje. Ji alîyê şexsî ve, jêdera wî ya burjûwa ya ji bajarekî biçûçik, bi kûrahî girêdana wî ya bi malbatê ve, jîyana wî ya spartayî. Ji alîyê sîyasî ve jî nasyonalîzekirina şirketa kanala Suweyşê ku bi vê yekê navûdeng da, wekî din şerê Yemenê, têkçûna wî ya 1967an û hewldanên wî yên dawî yên ji bo jinûvesazkirina artêşê û amadekarîya ji bo rizgarkirina xakên ji alîyê Îsraîlê ve dagirkirî(2).

Bê guman evîna wê ya ji bo bavê wê ye ku bûye sedem ku Hoda Nasir hin rastîyan veşêre. Di encamê de peymana 19ê çirîya pêşîna 1954an a li gel brîtanîyan a li ser vekişandina hêzên wan ji Misirê, ku ji dema dagirkirina welatê wan a di 1882an ve ev daxwazeke qedîm a nasyonalîstan bû, coşa ku dihat payîn neafirand, ji ber ku yek ji xalên peymanê rê dida jinûvedagirkirina welêt eger şerek dîsa rû bida. Lê belê ev belge ronahîyê didin ser dilsozîya rêveber û bîrûbawerîya wî ya bi tecrubeyê qewîbûyî ku rizgarîya Misirê divîyabû bibûya parçeyekî têkoşîna hê firehtir li dijî emperyalîzmê, li gorî du belgeyên weşandî protestokirina wî, di 1960î de, ya li hemberî êrişa li dijî Kongoya serbixwe an jî, di 1963an de, li dijî destwerdana Kendava berazan (Kuba). Ji nava tekstên herî orîjînal, yên têkildarî danûstandinên wî yên şidîyayî yên li gel rêveberê sovyetê Nîkîta Krûsçev bûn, nexasim jî yên li ser îstîqameta yekîtîya ereb û cihê komûnîstên ereb. Bi «rojnivîsa wî ya şer» a têkildarî şerê yekemîn ê Îsraîlo-ereb ê 1948-1949an ku têde wêrekîya wî li ber çavan tê raxistin, pirtûk bi dawî dibe. Ew ê li wir bibe şahidê îhmalkarîya fermandarîya bilind a misrî û ya qiral Farûq û bi vê yekê re biryardarîya wî ya dawîanîna li rejîmeke rizyayî wê xurtir bibe. 23yê tîrmeha 1952an, «subayên azad» ên li bin fermandarîya wî, dest datînin ser rêvebirina welêt. Ew hingê 34 salî ye.

Berhema, teorîktir, lêkolîner Sara Salem(3)nîşan dide ka çawa Nasir zanîye «enîyeke hegemonîk» saz bike, bi komkirina li derdora sûbayan, gundîyan, karkeran, burjûwayên biçûk ên bajarî û burjûwazîya ji sermayeya bîyanî serbixwe. Bi saya alîbûna xwe ya rast, neteweyî û pêkanîna kontrola li ser aborîyê, bi pêşkêşkirina fethên nedîtî ji gel re, wî karî vê yekê bike: reforma çandinîyê, perwerde û xizmetên tendirustîyê yên bêpere, derfeta xwegihandina zanîngehan bi awayekî girseyî û hwd. Projeya Nasirî ya «xwe disipart têkoşînên berê», têkoşînên karkeran, yên gundîyan, jinan (ku daxwaza nexasim mafê dengdayînê dikirin) û wî jîyana rojane ya piranîya kesan guherand û di encamê de piştgirîyeke pir berfireh bi dest xist. Lê belê berdêla ku wê bihata dayîn, wê biserûberkirina tevgera civakî bûya; tevgera civakî ya şertên şoreşa 1952yan afirandibû. Têkçûna 1967an, dûre jî «liberalîzasyon (infitah)» a ji alîyê xelefê wî Enwer El Sedat ve dest pê kir, wê sînorê «projeya nasirî» destnîşan bikira. Nivîskar berhema xwe bi fikirînên Frantz Fanon ên li ser pirsa postkolonîyal bi dawî dike. Evê dawî ji derketina holê ya burjûwazîyeke nû li nava welatên hê nû serbixwe ditirsîya, lê belê bi taybetî israr dikir li ser pêwistîya vegera ji modela pêşketina ewropî ya ku xwe dispart bazara serbest û pergaleke navneteweyî ya neadil.  Ji bo afirandina cîhaneke nû: mijara ku hê jî li rojevê ye û ne tenê li Misirê.

 

Wergera ji fransî: Baran Nebar

________

1    Binêrin, Le Monde diplomatique, îlon 2020.

2    Hoda Nasser, Nasser. Arşîva veşarî, Flammarion, Paris, 2020, 21,90 ewro.

3      Sara Salem, Anticolonial After lives in Egypt: The politics of hegemony, Cambridge University Press, Cambridge (Qiralîyeta Yekbûyî), 312 rûpel, 2020, 75 livres.