Çima Çîn û Hindistan derbarê Himalayayê de li hev nakin?

PROVAKASYONÊN Lİ DERDORA SÎNOREKÎ HİMALAYAYÊ KU TU CARAN STABÎL NEBÛYE
Translator

Bi berbanga sibehê re, li alîyê hindîyan, heftê û heşt birîndar û bîst mirî hebûn, piranîya wan yan ji hîpotermîyê çûbûn yan jî piştî avêtina nav ava cemidî ya robarê Galwanê ya li jêr xeniqî bûn. Hin laşên bi ber avê ketî û ber bi başûr ve çûyî, hê paşê li cihê ku robarê Galwan û Shyok digihîjin hevûdu, hatibûn dîtin. Pekîn red dike ku hejmarekê bide, lê belê çavkanîyên baş-agahdarkirî yên hindî dibêjin ku Artêşa Rizgarîya Gel (l’armée populaire de libération, APL), zêdetirî 40 kes ji dest dane.

Ev bûyera trajîk, li dû pevçûnên çend hefteyan ên li ser vî sînorê 3,488 kîlometreyî ku qet eşkere nehatîye xêzkirin rû da. Ji şerê Çîn û Hîndistanê yê çirîya pêşîn-çirîya paşîn a 1962an vir ve, ev sînor, wekî «Xeta Kontrola Rastîn» (Line of Actual Control, LAC) tê binavkirin û devereke gewr a mezin dihundirîne ku tê de deverên ku ji hêla her du welatan ve tên îdîakirin jî hene. Her du alî jî li gor xwe xwedî sînorekî cuda ye, lewra sînorên îdîakirî dikevin nav hev û rê li ber nakokîyên dewrîyeyan, pevçûnan (carna bêhemdî) û binpekirinên curbicur vedikin. Herweha, ev çil û pênc sal e, cara ewil di encama bûyereke wisa de mirin çêdibin.

Krîza herî xedar

ji 1962an ve

Heya wê demê, nakokîyên di navbera her du welatan de, bi guftûgoyên di asta leşkerî an dîplomatîk de, bi awayekî aştîyane dihatin çareserkirin. Û Hindistan û Çîn bi serkeftineke mezin destûr nedabûn ku li derdora sînorên xwe pevçûneke mezin derkeve. Di 1988an de, her du alî li hev kirin ku pirsgirêka sînorî bi paş bixin da ku têkilîyên xwe yên di warên din de kûrtir bikin. Peymana dualî ya 7ê îlona 1993an, derbarê parastina aşitîyê ya li ser xeta kontrola rastîn de «di peymaneke navneteweyî de, soza beramber a her du welatan ji bo domandina statukoya li ser sînorên xwe fermî kir. A rast, wan soz da ku dê ji bilî guftûgoyan, bi rêyên din hewl nedin ku sînorên xwe li ser alîyê din ferz bikin.’’ (1) Di 2016an de, protokoleke taybet li ser vê peymanê hate zêdekirin ku ji bo bergirîya xwînrijandinê, ji bo leşkerên li herêmê bikaranîna çekan qedexe dike.

Ev peymana dualî bi çend jestên nêzîkbûnê hate xurtkirin: vekirina pîyaseyan a beramber, hevkarîya veberhênanê, perwerde û çandê, “tedbîrên avakirina bawerîyê“ (Confidence-building Measures, CBM), îmzeya protokolên cihêreng ku ya herî dawî di 2013an de bû. Digel vê xwesteka rastîn a parastina têkilîyên bi îstîqrar, heta dilgerm jî, pirsgirêka sînorî qet nehate çareserkirin.

Hindistana bi wehşeta pevçûna 15ê hezîranê matmayî, ji ber cihdabûna bûyerê jî mat mabû. Çunku guftûgoyên ji bo berterefkirin û aşkirina pevçûneke leşkerî ji destpêka gulana 2020î vir ve dewam dikirin. Ev guftûgo jî, piştî rêze-êrîşên Çînê yên li ser deverên ku ji hêla New Delhi ve têne birêvebirin an bi gelemperî ji hêla hêzên Hindistanê ve têne venihêrtin, dest pê kiribûn. Her çiqas geşedana bûyeran bi tevahî ne dîyar be jî, li gor qanit û delîlên berdest, wisa xuya dike ku pevçûnên 15ê hezîranê ji hêla Çînê ve ji pêş de bi baldarî wekî xefikekê hatîye plankirin.  Bi taybetî, tê gotin ku çînîyan berê çend çemên biçûk guhertine da ku li ser leşkerên dijber ên ku ber bi wan ve tên lehîyekê derxin. Bi vî awayî, çend leşkerên hindî dê hevsengîya xwe winda bikirana û meşa xwe li robarê, di bin gelîyê de bi dawî bikirana.   

Ji bo hindîyan, alîyekî din ê ecêb jî ew bû ku êrîş li ser erdên ku Çîn berê qet lê doza daxwazê nekiribû qewimîbû. Ev cara ewil e ku Pekîn îdîa dike ku hemû Gelîyê Galwanê bi hinceta ‘’ji mêj ve aîdî me ye’’ dagir bike. (2) Bi reddîyeya eşkerekirina vîn û daxwazên xwe yên herêmî, çînî bi êrîşên leşkerî û destdirêjîyên mayînde dixwazin zorê bidin ser xeta kontrola rastîn û sînorên wê ji şiroveyên cuda re vekirî bihêlin. Pêşketina wan a herî dawî, li Ladakhê, xwebicihkirina li qeraxa başûrê Gola Pangong Tso bû ku qeraxa bakurê wê jî ji zûde li ser radara wan bû.

Lêbelê, piştî civîneke di navbera fermandarên hêzên çekdar ên her du welatan de, general Manoj Mukund Naravane, serokê Hêzên Çekdar ên Hindî, ji xwe pir bawer bû: «Ez dixwazim milletê xwe piştrast bikim ku rewşa sînorê me yê bi Çînê re bi tevahî di bin kontrolê de ye», wî ev yek di seremonîya salane ya xwendekarên Akademîya Leşkerî ya 13ê hezîranê de got ku bi tenê du roj berîya rûbirûhatina bixwîn a li ser banê cîhanê bû (3)

Ev krîza heyî ya di navbera her du mezinên asyayî de, ji şerê kurt yê 1962an vir ve, ku bandorên kûr li dû xwe hiştin, krîza herî giran e. Ev pevçûn ji bo hindîyan bi têkçûneke rûreş, ji bo serokwezîrê demê Jawaharlal Nehru jî bi têkçûneke kesane bi dawî bûbû. Ji hêleke din ve, çînîyan îdîa kir ku ji bo derseke baş bidin cîranê xwe, şerekî cezayî li dar dixin. Li gor gelek nivîskarên rojavayî, di nav de Alastair Lamb û Neville Maxwell jî heye, nemaze Maxwell, di kitêba xwe ya bi navê India’s China War (4) de, Hindistan bi destpêkirina ‘’polîtîkaya pêşverû’’   (Forward Policy), yanê li ser sînorê Çînê bi bicihkirina leşkeran, hinceteke îdeal daye wan.  

Lêkolînerên din îtirazî vê şiroveyê dikin: Bertil Lintner jî di China’s India War (5) de binê wê yekê xêz dike ku hazirîyên şerê li dijî Çînê, du sal berîya ku Nehru vê konseptê formule bike dest pê kiribû. Li gor wî, şer ji rûxandina desthilatdarîya Nehru bêhtir girêdayî dagirkirina herêmê bû. Ku Nehru jî wekî serokê welatên Cîhana Sêyemîn dihate hesibandin û Hindistan wekî hêza esil a Asyayê saz dikir. Nehruyî, mesele ji binî ve xelet fêm kir û Hindistanê ji bo vêya berdêleke mezin da. Di nav sê salên berîya pevçûnê de, digel gelek nîşaneyên nerazîbûna çînîyan, Serokwezîrê Hindistanê ebeden nedixwest bawer bike ku dê Çîn êrîşekê bibe ser wan. Ew bi hatina «sedsala asyayî» bawer bû û bi daxuyanîyên aştîyê yên hempîşeyê xwe yê çînî, Zhou Enlai, aş dibû.  

Wî herweha xetayeke cidî kir ku teklîfa dawî ya 1960î ya naskirina xeta McMahon a li rojhilatê (li qutîkê binêre) bi tundî red kir. Ev teklîf bi şertê ku Hindistan dev ji îdîayên xwe yên ji bo herêmên Aksai Chinê ya li rojavayê, di bin dagirkerîya Çînê de berde, hatibû kirin.

Piştî şerî, yê ku meh û rojekê dom kir û rê li ber Çînê vekir ku pir zû bikeve nav axa Hindistanê, Zhou Enlai pêşnîyaz kir ku her du alî jî 20 kîlometre ji xeta kontrola rastîn vekişin. Nehruyî ev yek red kir: “Tu maneya vê (pêşnîyazê) tune. ‘Xeta kontrola rastîn’ çi ye ka? Ew xeta ku di encama êrîşa wan a di destpêka îlonê de (1962) çêbûye, ew e? 40 an 60 kîlometre bi zora çekan tecawizî axa me dikin û hê paşê hege em heman tiştî bikin behsa vekişîna 20 kîlometreyan dikin, ev manevrayeke bihîle ye ku tu kes pê naxape” (6)

Xatirata vê têkçûna giran hêj zindî ye. Çi bi wateya hêza polîtîk, çavkanîyên aborî an jî bi nîyeta berfirehkirina sînoran be, haya hindîyan baş ji bêhevsengîya hêzî ya bi cîranê xwe re heye. Lê dîsa jî hesteke wilo bi wan re çêdibe ku ew ê serî li ber taktîkên salamî (7) netewînin ku dixwaze axên herêmê bikeritîne. 

Loda xetere ya çekan

Ji dawîya tebaxa 2020î vir ve, ton dîsa hişk bû. Hindistan, APLyê bi binpêkirina dezangajmana leşkerî û dîplomatîk tawanbar dike ku her du alîyan derbarê vê dezangajmanê de li hev kiribû. Bi heman awayî Hindistan wê rexne dike û dibêje ”bi rêya provakasyonên leşkerî statukoyê yekalî diguherîne” û dixwaze xeta kontrola rastîn ber bi rojavayê ve bikişîne û di vê prosesê de jî doza devereke 600 km2 dike. Axirê, Hindistan daxwaza statukoya berê dike -rewşa ku di Nîsana 2020î de serdest bû-.

Hikûmeta Çînê pê bawer e ku angajmana plankirî nehatîye binpêkirin. Heger bihata binpêkirin, ji rûyê hindîyan dibû ku “serwerîya axa Çînê bi awayekî cidî binpê dikin”. Pekînê, ji bilî vê yekê hişyarî da New Delhîyê ku ”bêyî ku dereng be vekişe”. Rojnameya Global Times, ku rabêja fermî radigihîne, hişyarî da: ”Hege her du welat biketana nav pevçûneke mezintir, Çîn dê zehmetî nekişanda ku dijminên Hindistanê yên mîna Pakistanê bigirta kêleka xwe”. (8)

Ji destpêka krîzê vir ve, her du artêş jî hebûna xwe li ser xeta kontrola rastîn xurttir kir. Li gor sazîya îstixbaratî ya amerîkî, Strategic Forcasting Inc. (STRATFOR), ku rapora xwe di tîrmehê de belav kir, Çînê, li herêmê zêdetirî 5000 leşker û herweha wesayîtên zirxî û ekîpmanên  giran kom kirine û 26 wargehên leşkerî, 22 baregehên pêşketî û du helîkoptergeh ava kirine. Hindistan jî 3 yekîneyên peyadeyan li rojhilata Ladakhê heşidandine.

Xêzkirina neteqez a sînorê Çîn û Hindistanê ku yek ji sînorên dirêjtirîn ên cîhanê ye, koka xwe ji nîveka sedsala 19mîn hildigire, berîya ku her du welat bibin komarên modern, serbixwe û serwer. Nexwe ev tansîyona nû divê çawa were şirovekirin?

Ji bo nivîskar û rojnamevan Prem Şankar Jha û pisporê têkilîyên navneteweyî Victor Gao -di heman demê de tercûmanê berê yê Zhou Enlai-, a rast, dê armancên sereke ​​yên Çînê tunebûna. Di gotareke hevpar de ku li ser malpera Hindî, thewire.inê belav bû, weha dibêjin:

“Armanca stratejîk a dagirkirina arteşa çînî ya lûtkeyên Finger 4ê (yek ji 8 pozikên çîyayî ye ku ber bi Gola Pangong Tso ve bi cîh dibin) pêşîlêgirtina êrîşên Hindistanê ye. Pozîsyoneke din jî dikare derbendekê pêşkêşî APLyê bike û rêya Ladakhê (Binkeya Hewayî ya Hindî) ya heta Daulat Beg Oldieyê bixe bin çavdêrîya hêzên çînî”. (9)

Gava hevkarî bi ser diket

Hemû bûyerên hanê dişibin amadekarîyên şerî, her çiqas li gor analîstan Çîn vê yekê naxwaze jî; ew bes dixwaze Hindistanê qaneh bike ku rêzê li peymanan bigire û Serokwezîr Narendra Modi li ser maseya guftûgoyê rûne da ku ”şik û gumanên di serê serokatîya çînî de dûr bixe ku ji 2014an ve bi guherîna sîyaseta xwe ya derve her li dar e”.

Baş e lêbelê Modî çi kir ku cîranê xwe yê çînî ew qas aciz kir? Lîsteya gilî û gazinên potansîyel dirêj e. Çend meh piştî hatina ser desthilatdarîyê, Modî bi rêveberîya Dewletên Yekbûyî re ”Vîzyona Stratejîk a Hevpar ji bo Asya-Pasîfîk û Okyanûsa Hindî” (Joint Strategic Vision for the Asia-Pacific and Indian Ocean Region) îmze kir da ku azadîya hatûçûna keştîyan li Deryaya Çîna Başûr garantî bike, ku Çîn jî dibêje ew ê rêzê li vê peymanê bigire. Hindistanê, ji DYAyê statuya ”partnera sereke ya parastinê” bi dest xist; bi şandina hin keştîyên cengî beşdarî hêzên DYA-Japonî yên Deryaya Çîna Başûr bû û dest bi mazûvanîya operasyona ”Malabar” a Kendava Bengalê kir ku ji rêze-tetbîqatên leşkerî pêk dihat û bi taybetî tê de tetbîqata astengkirina Tengava Malacca jî cih digirt, ku di vê tengavê re 40% hinardeya Çînê û %90 jî petrola wê bi mecbûrî derbas dibe.

Herweha, di tebaxa 2019an de, kêfa Çînê ji rakirina madeya 370mîn a makezagona Hindistanê, ya ku dawî li xweserîya Jammu û Keşmir anî (10), nehat. Herweha belavkirina nexşeyên nû yên Hindistanê ku Gilghit (di bin kontrola Pakistanê de ye) û tevahîya Ladakhê dihundirîne (Aksai Chin jî tê de) ji hêla çînîyan ve nehat ecibandin. Di 6ê tebaxa 2019an de, li parlamentoyê, wezîrê karûbarên hundir ragihand ku Hindistan dê Aksai Chin’a di bin kontrola Çînê de, tevî Gilghit û Keşmîra ku ji hêla Pakistanê ve tê birêvebirin (Pakistan-Occupied Kaşmir, POK) ji nû ve dagir bike.  

Talîya talî, Hindistan ji bo piştgirîya lojîstîkî bi Dewletên Yekbûyî û Japonyayê re peymanên cihê girêdan û bi Awistiryayê re ku têkilîyên wê bi Pekînê re nebaş bûne, pêwendîyên xwe xurttir kirin.

Prem Jha dibêje «Di bin desthilatdarîya Modî de, hesteke wisa bi Hindistanê çêdibe ku êdî xwe girêdayî prensîbên peymana Panchşeel nabîne ku di nav van prensîban de -hev-jîyaneke aştîyane jî heye- û di peymana sînorî ya 1993an de jî derbas dibe. Ev rastîyek e ku Çîn êdî nema dikare piştguh bike. (11) Jha, lê zêde dike ku Çîn bi xwe jî gelek caran van prensîban binpê dike: demeke dirêj bi behaneya ku wan Peymana Ne-belavbûna Çekên Nukleerî îmze nekirîye, rê li ber beşdarbûna Hindistanê girtin da ku nikaribe tevlî Koma Peydakerên Nukleerê bibe (Nuclear Suppliers Group, NSG). Herweha Çîn dîsa îtîraz dike ku cihekî din li Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) zêde nebe. Hewldanên Hindistanê yên ji bo xurtkirina hêza xwe ya leşkerî  û başkirina binesazîya xwe ya li ser sînorî, dîsa jî Çînê aciz dike ku di van waran de ew jî ne kêmî Hindistanê ye.

Ji alîyê din ve, «dîplomasîya gurê şerî» a Xi Jinping, Deryaya Çîna Başûr kir «stratejîya ewil», ev jî tê wateya hişkbûna helwesta wî li hember Taywan, Vietnam û welatên din ên li beravê. Digel vê yekê, alozîya sînorî ya bi Hindistanê re jî bû «stratejîya duyem». Lê belê ev yek dîsa rê li ber Çînê nagire ku hewldanên li dijî serdestîya xwe, bêyî ku bikeve nav alozîyeke mezin,  bi rêya êrişên çekdarî asteng bike. Ma armanca wê ne ew e ku Hindistana cîran bi domdarî  bêîstîqrar bibe?

Di 1988an de, dema ku her du welatan li şûna pevçûnê hevkarî hilbijart, Hatinîya Millî ya Nesade ya wan (GDP) nêzî hevdu bû -ya Hindistanê 296 mîlyar dolar, ya Çînê 312 mîlyar dolar (bi hesabê 2010î)- û butçeya wan a parastinê eynî bû -20 mîlyar dolar-. Bîst sal şûnda, bi GDPya 1,2 trîlyon dolarî, Hindistan li ber 4,6 trîlyon dolarên Çîna qerase helîya. Îro, Çîn hema bêje 5 car ji cîrana xwe ya başûrî mezintir e û ji artêşa xwe re 261 mîlyar dolar (% 5,7ê  GDPyê) xerc dike, digel ku New Delhi encax dikare 60 mîlyar dolar (% 5ê  GDPyê) veqetîne ji bo artêşa xwe. Bi kurtasî, êdî hevsengîya ku peymanên her du welatan girê dida nemaye, ev yek jî wan peymanan dike «newekhev».

Di deh salên dawî de, New Delhi binesazîya leşkerî û tora rêyan li bakur û bakurê rojhilat xurt kir. Ji bo ku xeta kontrola rastîn bi balafirgeha Daulat Beg Oldie re girê bide, li hinda Robarê Galwanê rêyek hat çêkirin. Projeyeke din, ew jî li Ladakhê ye: avakirina rêyeke li ser xeta kontrola rastîn a li derdora Gola Pangong Tso ye ku ew ê hebûna hêzên leşkerî yên hindî li herêmê xurttir bike. Di sala 2009an de du yekîneyên leşkerî yên çîyê hatin damezirandin û di 2013an de avakirina yekîneya çîyê ya komandoyan hate ragihandin ku dê ji 90.000 leşkeran pêk bihata.

Axirî, Hindistanê hejmara dewrîyeyên xwe zêde kir û kalîteya binkeyên xwe yên hewayî bilindtir kir ku tê de binkeya Daulat Beg Oldie jî heye ku mazûvanîya firokeyên C-130 û Antonovan dike. Digel vê pêşketinê, artêşa Hindî ku demeke dirêj nehatibû fînansekirin û guh nedabûnê, hin jî gelek ji seferberî û hêza lêdanê ya APLê dûr e.

Di vê sê salê dawî de, êrişên Çînê yên li ser sînorî zêdetir û tundtir bûn. Hege serdestîya leşkerî ya wan bête ber çavan, ev surprîzek e. Ya rast, Pekîn ji ber sedemên navxweyî û derveyî, dixwaze vîn û daxwaza xwe îsbat bike. Aborîya wê dikule û hikûmet ji ber krîza koronavîrusê di bin rexneyên navneteweyî de ye.  Ji hêleke din ve wilo hest dike ku hingê têkilîyên wê bi DYAyê re nebaş in, lê belê Hindistan pêwendîyên xwe ligel vî welatî xurttir dike. Ji ber vê yekê xwe di bin tehdîtê de dibîne.

Her çiqas di vê prosesê de çend derb û kulmên biçûk bixwe jî, Çîn, tevî êrişên xwe yên sînorî dixwaze hewesên Hindistanê ya ji bo desthilatdarîya herêmê bişkîne. Ji bo ku nîşan bide ka kî biryarê dide, dibe ku Çîn serî li metoda 1962an bide ku xwe îsbat kirîye: rûreşkirin. Ji bo vê yekê rezervên xwe yên ezamet bikar tîne da ku nêzî cîranên xwe, Hindistan, Nepal, Bangladeş û Srî Lankayê bibe û wan aciz bike. 

Ji perspektîfa Hindistanê, li ser rojavayê sînorî, hege em li tevgerên leşkerî yên vê dawîyê û hewldanên kûrkirina avantaja taktîkî binêrin, wisa xuya dike ku New Delhi bibiryar e serî bi Çînê re bikişîne.

Ji ber ku di navbera her du alîyan de asîmetrîyeke stratejîk, operas-yonel û aborî ya girîng heye, hege alozî weha berdewam bike -belkî ev wekî sekneke piştguhkirî bête nirxandin- dibe ku hêzên leşkerî yên her du terefan bikevin bin tansîyoneke cidî.

Çunku her çiqas welatên hevalbend ên wekî Japonya, Dewletên Yekbûyî û Awistirya amade bin ku carna tevî piştgirîya lojîstîkî, piştgirîya ewil bidin jî, ne mimkin e gava ku alozî geş bibe ew ê bên hawara Hindistanê.

Qadek hebû ku Hindistan her tim li pêşîya Çînê bû: hêza sazîyên demokratîk. Lê hikûmeta otorîter a Modi, ya ku neteweperwerîya Hindî derdixe pêş, gav bi gav binê van sazîyan vala dike û wan qels dike.

TikTok qedexe

Gelo serokwezîr dê şopa Nehru bişopîne û çewtîyên 1962an dubare bike? Bi karîzma xwe bawer, ji xwe razî û ji bo çareserkirina pirsgirêkên herî tevlihev qanehkirî, ji 2014an vir ve bi hempîşeyê xwe yê çînî re 18 hevdîtinên yek bi yek pêk anîne û 5 serdanên fermî kirine. Dîyar e ku ji gelek sînyalên hêrs û nerazîbûna ku ji teref Pekînê ve dihat re kor bû. Vê enîya dilsozîyê rê li ber wî negirt û tevî talûkeya acizkirina serokê Çînê, dev ji belavkirina peyamên hevnegirtî berneda. Modi, tevî nexşe û daxûyanîyên gurmînî îdîayên xwe yên girêdayî axê dubare kir û hevaltîya xwe ya bi dijberê sereke ya Çînê, DYAyê re, derxist pêş. Lê li vir jî nesekinî. Bi avakirina Partîya Gelê Hindî (Bharatîya Janata Party, BJP), hewl da hestên li dijî Çînê li welêt geş bike. Di nav tev-dîrên tolhildanê de, TikTok jî tê de, qedexekirina 200 sepanên çînî û di sektorên sereke yên wekî rêhesin, binesazî û telekomunîkasyonê de sînorkirina veberhênanên çînî jî heye. Û ji vê xirabtir, li gor pisporan, biryarên hanê talîya talî ji aborîya Çînê bêhtir dê zirarê bide aborîya Hindistanê bi xwe. 

Piştî ku pota sor ew qas baş hejand, Modi, 19ê hezîranê, di civîneke piralî ya li ser bûyerên xwînrêj ku çend roj ewil qewimî bûn de, ji nişkê ve xwe li lihevhatinê danî: «Ne ji hêla me, ne jî ji hêla cîranên me ve, tu binpêkirina axê çênebûye». Daxuyanîya hanê, li Hindistanê leşker û dîplomat ecêbmayî hiştin û ew dan şermê. Rayedarên Çînê jî demildest ew gotin îstismar kirin da ku nîşan bidin ka ew ne sûcdar in. 

Gelo dijberên Asyayî dê hejmara çekên xwe zêde bikin an jî dê bikevin nav şerekî rast ê sînorî? Yan jî talîya talî dest bi guftûgoyên cidî bikin?

*Profesora Zanîngeha Rojnamegerî, Medya û Sînemayê ya Zanîngeha Aşokayê, Hindistan; seroka Navenda Guherîna Civakî û Reftarîyê.

 

Wergera ji fransî : Bilal Ata Aktaş

 

______

1) Shiv Shankar Menon, Choices, Brookings Institution/Allen Lane, Waşington, DC/London, 2016.

2) Ji hêla Liu Xuanzun and Liu Xin ve, “China urges India to restrain“,     Global Times, Pékin, 16ê hezîrana 2020î.

3) Toit du monde: Banê cîhanê, bi wateya li ser çîyayên Hîmalayayê (têbinîya wergêrî).

4) Neville Maxwell, India’s China War, Natraj Publisher, New Delhi, 2011 (edîsyona ewil 1970).

5) Bertil Lintner, China’s Indian war, Oxford University Press India, New Delhi, 2017.

6) Ji serokwezîr Jawaharlal Nehruyê bo serokwezîr Zhou Enlaiyê name, 27.10. 1962an, di nav Notes, Memoranda and Letters Exchanged and Agreements signed between the Governments of India and China de, Pirtûka Spî ya Wezareta Karên Derve ya Hindistanê, vol. VIII: çirîya pêşîn a 1962an-kanûna paşîn a1963an, New Delhi.

7) Taktîkên salamî (Salami tactics): Di lîteratura sîyasetê de ji bo ku bertekên mezin neyên û dijmin pê nehese, gavavêtinên biçûk in (têbînîya wergêrî). 

8) Ji Prem Shankar Jha et Victor Gao îqdîbas, “A tragedy has been averted but the danger for India and China persists“, The Wire, New Delhi, 23.07.2020.

9) Prem Shankar Jha û Victor Gao, op.cit.

10) Binêre:  “Au Cachemire, l’hindouisme sabre au clair“, Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn a 2019an.

11) Prem Shankar Jha û Victor Gao, “LAC tensions to fester till Modi, Xi revive prospects for India-China strategic cooperation“, The Wire, New Delhi, 24.07.2020.