Sînorên linavhevketî

Translator

Di navbera Çîn û Hindistanê de, dîroka zehmetîya xêzkirina sînorekî kevn e. Li vê herêmê, bi gelemperî sê deverên sereke hene. Li bakurê rojhilata Hindistanê (û rojavaya Çînê), di bin rêveberîya Çînê de Aksai Chin; li alîyê Hindistanê bi domahîya Ladakhê, li alîyê Çînê jî bi domahîya Xinjiang û Tibetê dirêj dibe û derdora 33.000 km2 ye. Beşa navendî ya li rojavaya Nepalê, eyaletên Himachal Pradesh û Uttar Pradesha Hindistanê ji Tibetê vediqetîne û bi mezinahîya 2.000 km2 ya di bin kontrola hevpar de, di nav van deverên binîqaş de ya herî biçûk e. Ya dawî, beşa rojhilatê ya di bin kontrola Hindistanê de ye û teqabilî sînorê Tibet û Arunachal Pradeshê dike. Navê vê beşê, di wexta rêveberîya îngilîzan de Ajansa Sînorê Bakur-Rojhilat bû (North-East Frontier Agency, NEFA). Bi qasî 90.000 km2 mezinahîya xwe, heya Burmayê dirêj dibe. Li vê herêmê, ji sînorî re dibêjin «Xeta McMahon», navê erdpîvê brîtanî ku 1914, di Konferansa Simlayê de tevî îngilîz û tîbetîyan ev sînor xêz kiribû.(1)

Di kitêba xwe ya bi navê Choices (2) de, ku di 2016an de weşîya, wezîrê karên derve yê Hindistanê yê berê (2010-2014) û şêwirmendê ewlehîya neteweyî Shivshankar Menon weha dinivîse: «Hindistan her tim hizir dikir ku bi Tîbetê re sînorekî kevneşopî û adetî parve dike ku ji hêla peymanên curbicur ve jî bi qanûnî hatîye naskirin. Peymanên hanê bi taybetî Xeta McMahonê ya 1914an eleqeder dike ku sînorê Tîbet û Sikkimê, tevî domahîya robarên Teesta û Amo Chuyê bi fermî di 1906an de bi rêkeftina Pekînê dipejirîne. Ev peyman jî rêkeftina Anglo-Tibetan ya 1904an piştrast kir ku destûr dida ku Çîn desthilatdarîya xwe li Tîbetê saz bike. Herweha di navbera hikûmeta Tîbetê û rêveberên Jammu-Keşmir û Himachal Pradeshê de çend peymanên derbarê sînorî de jî di sedsala 17an de hatin îmzekirin.»

Wê demê, rayedarên kolonyalîst ên brîtanî bi taybetî ji xurtbûna hêza Rûsyayê endîşe dikirin. Ev xembarî dê bi polîtîkaya «Lîstika Mezin» bihata pêşwazîkirin ku referansê dide dijberîya tund a rûs û îngilîzan a wî çaxî. Lê belê Çîn ji wan re lawaz û fedîyok xuya dikir. Ji ber vê yekê ew li ser sînorên bakurê rojhilat û bakurê rojavaya Hindistanê hûr bûn û Tîbet hiştin ji Çînê re. Bi hêvîya ku ev her du welat rûsan dûr bixin û bibin warên tampon.

Piştî şerî, Çîn di dîroka xwe de cara ewil bi Tîbetê re xwe li ser sînorê Hindistanê dît. Di konferansa Simlayê de, delegeyê çînî metna kongreyê îmze nekir. Ji wî çaxî vir ve, Çîn li dijî hemû peymanên di navbera brîtanî û tîbetîyan de derket û wan wekî “peymanên newekhev” bi nav kir ku jê re rêzgirtin ne mecbûr e.

Ji alîyê din ve, Hindistan bawer dike ku ew ê bikare bi rêkeftinên dîrokî, nexşe û peymanan îsbat bike ku Aksai Chin beşek ji Ladakhê, ji herêma Jammu û Keşmîrê ye. Derbarê beşa rojhilat a sînor de jî, li ser têkilîyên tîcarî, çandî û dînî yên ligel Tîbetê disekine û bi bîr dixe ku rê û rotaya heyî ji dewra Rajê maye -rejîma kolonyalîst a brîtanî-.

Çîn qet guh nade van nîqaşan. Tevî Aksai Chinê, li piranîya Arunachal Pradeshê jî doza axê dike. Ji ber vê yekê hemû nexşeyên fermî li şûna ku sînorê li nêzê lûtkeyan, li rex xeta parvekirina avê nîşan bidin, wî li qûntarên çîyê xêz dikin.

Yek ji astengîyên herî mezin, derheqê bajarê Tawangê de ye ku cihê jidayikbûna Dalaï Lama ye û piştî Lhasayê duyem bajarê herî pîroz e. Ev bajar, ji bo hilbijartina dalaï-lamayê nû de dê roleke girîng bilîze -Pekin bi vê meseleyê re ji nêz ve eleqeder dibe-. Çînê tu carî Hindistan efû nekir ku di 1959an de penaberîya sîyasî teklîfî rêberê gîya-nî yê tîbetî kir. Heta ji bo hin analîstan, ev yek ji sedemên êrîşa Çînê ya 1962an e.

Vaiju Naravane

Wergera fransî: Bilal Ata Aktaş

_______

1 Komara Çînê, wekî navê xwe yê paşê Komara Gel a Çînê Xeta McMahonê nas nake.

Shiv Shankar Menon, Choices., Brookings Institution/Allen Lane, Waşîngton, DC/Londres, 2016.