Miameleya mirovî ya bi ajelan re tê çi wateyê?

KARL KRAUS Û FELAKETA «ŞERÊ MEZIN»

Li tenişt têkoşînên xwe yên li dijî bêparsûbûna rojnamevanî, paşdegavêtinên Demokrasîya Civakî û mîlîtarîzmê, hicivkarê Viyanayî Karl Kraus (1874-1936) di dema şerê yekemîn ê cîhanê de fikrekî têkildarî sereguhbûna bi sewalan re bi pêş xist. Sedsalek şûnde, dengê wî niha di serdema aştîyê, di qonaxa endurtrîyel de dibe hevalbend li gel dengên li dijî bêwijdanîya li hemberî sewalan bilind dibin.

Translator

«Yekê tebaxa 1914an, wisa dinivîse mîzahvanê vîyanayî Karl Kraus di kovara xwe ya bi navê Die Fackel de (Meşale), min qîrînek bihîst: ”Hertim raseterast ber bi serfirazîyê ve, dê em bimeşin!” Min şerm dikir ji ber gazinokîya xwe, ji ber ku min hê hingê baş zanibû ku wê rojekê wext bihata ji bo bibêjim: ”Ez dixwazim ji vir derkevim êdî!” Lê belê ez di heman demê de çakbînekî wisa bûm ku tarîxa ji bo îfadekirina vê daxwazê, ku ne mimkin bû xwe nedabûya hîs-kirin hê di yekê tebaxa 1915an de, min wekî yekê tebaxa 1916an dîyar kir, ne wekî yekê tebaxa 1917an. Li gel vê yekê jî di rewşên wisa de mirov nikare tam bi hesabekî sabît ê matematîkî bixebite, lê belê mirov dikare bi hesabê qîyametî bixebite.» (1)

Kraus têkildarî bîrûbawerîyên xwe tîne ziman ku tenê hewldaneke xeyalsazîya awarte, ku yek ji wan jî awayê fikirîna qîyametî ye û dibe nimûneyek û digihîje asta bersivdayîna nebûna bi temamî ya xe-yalsazîya ku bû zemîna rûdana felaketê û derfet da me, di rewşa nebûna hêza pêşîlêgirtinê de, em fêm bikin ka çi qewimîye di rabirdûyê de û niha çi diqewime. Ev zimanê zarê qîyametê ye û heta teksta Qîyametê bi xwe ku Kraus bi awayekî xwezayî vediguhezîne ji bo behskirina ne tenê ji windahîyên jîyana mirovî û êşên nikarin bên xeyalkirin jî ku şer dibe sedema wan, lê belê herweha ji bo behskirina ji hilweşînên ku kombînezona pêşketinên teknîkê li gel desthilatîya sînornenas a pere û lêkolîna derfeta berhemdarîyê û qezenca li ser talanê yên dest bi zirardayîna hawîrdor û xwezayê kirine. Her du tişt, bihêzbûna sînornenas a kujer û tîrana pere-qral, ku jixwe êdî di çavên wan de, ji hemû deman zêdetir bi hev ve girêdayî ne, çunku, çawa ku ew jî dibêje, di qonaxa pêşî de bazar veguherîn qadên şer û di pey re jî qadên şer jî veguherîn bazarên ku divê bên fetihkirin û ji bo pîşesazîyan û bazirganên çekan bên bikaranîn. Girêdaneke bi vî cureyî dibe ku di nêrîna pêşî de zêde zelal xuya neke, lê belê Kraus, bi xwe, qet şikê nake ji «hebûna xaleke sebebî ya navbera xwîn û qezencê», digihîje wê encamê ku her carê bi hezaran kes dibin meh-kûmên mirinê, bi taybetî jî ji bo xatirê feyde û rihetîya çend kesan.

Zirarên li rûmetê, li mafan û li jîyana heyîna mirovî, ku şer bi awayekî kambax bû sedemê kêmkirina nirx û bihayê wan, nabe ku bi tu awayî bên veqetandin ji biçûkxistin û bêrûmetkirinê ku pê mirovahîya heyî elimîye haymayîna herweha ji hawîrdor bi awayekî giştî û ji sewalan bi taybetî. Li vê derê di rastîyê de tenê du hêlên cihêreng ên heman pêvajoya dermirovîkirinê û di encamê de jî xwehilweşandinê ya ku mirovahî ketîyê navê hene.

«Gunehê kesî bi me nayê»

Ji ber vê yekê ev ne tesaduf e ku di monologa dawî ya Râleur de tiştê mijara gotinê (Rojên Dawî yên Mirovahîyê, perde V, sehne 54) pirsgirêkeke wisa ye ku mirov dikare wekî pir talî binirxîne, lê belê berevajî, ji bo Kraus, ew xwedî girîngîyeke jîyanî ye: problema hilweşandina çendeyeke mezin kaxezan e ku her diçe zêdetir pêdivî bi fabrîkasyona rojnameyan heye û ev jî dibe sedem ku zêdetir daristan bên hilweşandin. Ev girêdana, ku hilgira wateya felaketê ye, li navbera zêdebûna bêpîvan a çapemenîyê, wisa xuya ye wê êdî naveroka wê vala be û kêmbûna daristanan, hertim ji bo wî bû karaktereke sembolîk a xwedî temsîlîyeta herî bilind a tiştê ku rû dide, bi razîbûn û heta şaşîya wê, şaşîya mirovahîyê, bi xwe.

Beşa ku di monologa Râleur de behsa wê tê kirin, careke din dibe aîdî kategorîya tiştên sosret, lê belê dîsa jî mezinbûna vê yekê nekarî pêşîyê li qewimîna wê bigire: «Patronekî dikana defteran li Harzê, ê ku xwest fêr bibe ka dareke li dibistanê di nava gelek salan de mezin dibe, çiqas dem jê re pêwist e ji bo ku ji rewşa xwe ya darbûna li dibistanê veguhera rojnameyekê, pê re fikrê pêkanîna ceribandineke pir balkêş peydabû. Saet 07:35ê sibê, wî sê dar jêkirin li nava daristanên cîran û piştî qeşartinê, ew bar kirin fabrîkaya hevîrê kaxezan» (Rojên dawî yên mirovayê, rûpel. 637). Bersiva ji bo pirsa têkildarî çareserkirinê bû ev: dewama operasyonên ku pêwist bûn ji bo veguherandina darê li rojnameyeke çapkirî karî di demek wisa bi lez de pêk were ku saet 11ê sibehê rojname li kolanan dihat firotin jî. «Ji ber vê yekê, dema pêwist, li gorî anonsa ku Râleur hê jî dixwîne, tenê sê saet û bîst û pênc deqe bû ji bo gihandina destê xwendevanan da ku bixwînin nûçeyên dawî yên li ser madeyên ku ji darên ku li ser şaxên wan vê sibê jî çivîkan çîveçîv dikir.» (ibid.)

Gava mirov dikeve nava nirxandina pirsa li ser hebûna têkilîya teng, di çavê hicîvkar de, a navbera dermirovîkirina heyîna mirovî û veguherandina xwezayê ber bi statuya alaveke ku mirov xwedî maf e li gorî dilê xwe bikar bîne, hingê êdî hema hema ne mimkin e mirov balê nekişîne ser nêzîkahîyên beloq ên di vê noqteyê de yên navbera helwesta wî û ya Roza Luksembûrg. Kraus, wekî ku îzah dike, bi xwendina ’Arbeiter-Zeitung-Rojnameya Karkeran, li yek ji nameyên wê rast hatibû. Luksembûrg ew name di 1917an de li zindana li Breslau ji bo Sonia Liebknecht nivîsandibû û sê sal piştî nivîsandinê hatibû çapkirin. Tiştê ku wî teqdîr kir û bi taybetî jê hez kir di vê nameyê de, dîyar e, ku ne tenê kalîteya wêjeyî ya bijarte ya xwedî girîngîyeke ji bo wî aşîna bû, lê belê herweha evîna kûr a xwezayê ku têde îfade dike û dilovanîya wê ya beramberî êşê bû ku heyîna mirov dikare wê êşê bi hemû hişmendîya xwe ya wijdanî bide hin niştecihên din ên li wir dijîn, nexasim jî bide sewalên ku neçar hiştine xizmeta wî bikin û heta carna ew daxistine rasterast û bi tevahî rewşa koleyan.

Ji bo Roza Luksemburg û herweha ji bo Kraus, girêdana navbera tiştê wê nivîsandîye di nameya xwe de û tiştê ku şerî bi gewde kirîye -an jî belkî jî tenê ji ber ku ronî daye ser- derhal li ber çavan dikeve. Gava çavdêra hêrsbûyî dipirse ji leşkerê ku bi awayekî qeba li sewala westîyayî dixe û bi darê zorê barekî zêde giran datîne ser pişta wî, ka qet gunehê wî nayê bi sewalan, bersiv her tiştî tîne ziman: «Gunehê kesî jî bi me, bi me mirovan nayê, eynî wisa bersiva wê da leşker bi kenekî pir xirab û dest pê kir hê zêdetir li sewêl xist.» Tiştê li vir tê îfadekirin meyleke pir adetî ya qurbanîyan e ji bo hilanîna tolê ji qurbanîyên din ên ji wan qelstir û bêqebîlîyettir ji bo xweparastinê.

Ji sewalên ku bi vî awayî bi wan re muamele tê kirin (li vir yên mijara gotinê bufaloyên ku ji Romanyayê hatine anîn), Roza Luksemburg di nameya xwe de weha behs dike: «Wisa bi dirindeyî li wan dixin ku mirov dibêje biwêja ”Vae victis-wey li min” ji bo vê rewşê hatîye bikaranîn û sepandin. (…) Tenê li Breslauyê, ji van sewalan bi qasî sed heb hene; wekî din, tenê qûtê nemir datînin ber van sewalên reben ku di wextê xwe de fêrî mêrgên bi çêre yên romanyayî bûbûn. Zilmeke pir bêwijdan li wan tê kirin, her barê giran datînin ser pişta van sewalên guneh heta ku êdî bêtaqet dimînin û dikevin erdê». Tê bawerkirin ku baş e mirov têkçûyî, zêde zû jibîr bûyî, yê şer be û helbet hê zehf kêmtir qîymetê heq bike, li şûna ku bikeve rewşa kesên din ên ku dilê mirov bi wan dişewite. Ev e tiştê mijara gotinê. Û tiştekî herwisa bi awayê herî sade, li hewşa zindanê, rûyê şer bi xwe ye jî ku Roza Luksemburg dibîne derbas dibe li pişt bûyeran û livûtevgerên ku ew tarîf dike: «Di vê navberê de, girtî li derdora erebeya sewalan meşgul bûn, balyayên giran dadixistin berîya ku wan hilgirin bibin hundir; leşker jî, li hewşê diçû û dihat bi gavên mezin, her du dest di berîkê de, bi bişirîneke qîç dikenîya û hewaya stranên dawî difîkand. Û min hingê muhteşemîya şer a dida pêşîya me û xwe li ber çavê me raxist careke din bi tevahîya muhteşemîya wê ve dît».

Tiştê ku di nameyê de bi awayê ewçend berbiçav tê destîşankirin ew cureyê piştevanîya ji nişka ve ye ku saz dibe li navbera zindanîyê, ku ew bi xwe jî, di wateyekê de, qurbanîyeke şer e, wekî ku ev ji bo beşeke esasî dijberîya wê ya îlankirî, radîkal û mîlîtan e li hemberî wî ku ji ber wê yekê ew hat zîndanîkirin û qurbanîyê din ku temsîla sewalê şehîdbûyî ye. Tarîfa ku tê dayîn bi awayekî ku li gorî wê ev sewal adeta dibe mirov û vediguhere mîna birayekî li nava êşê û xemgînîyê bi rastî jî pir bi tesîr e: «evê [behsa sewalan dike] ku xwîn jê dihat xwedî awirekî sabît û zoq, bi îfadeyeke wisa li ser rû -û çavên reş û nerm weke yên zarokekî ku berî kêlîyekê girîyabû. Ew bi rastî jî îfadeya zarokekî ku bi dijwarî hatibû cezakirin û nizane çima, nizane çawa xwe xilas bike ji vê ezîyet û şîdeta bêwijdan bû. (…) Ez li wir li ser pîya bûm û sewêl li min mêze kir û min hîs kir rondik diherikin li ser rûyê min.- Ew rondikên wî bûn û mirov dikare bilerize bi êşeke hê zêdetir ji bo vî birayê ezîz ku ez lerizîm li nava bêtaqetîya xwe ya nekarîna sivikkirin û kewandina êşa wî ya bêdeng.»

Edward Timms, di berhema xwe ya bi navê bîyografîya Kraus de, bi israr destnîşan dike ku «Paralelên navbera Kraus û Roza Luksemburg pir berbiçav in. Her du nivîskar jî berê me didin ser bergeheke ahenga otantîk ji bo redkirina fikrê xwezayeke xwedî diran û napên sor ên bi xwîn, ku pir caran hatîye bikaranîn ji bo mafdar nîşandana pevçûnên leşkerî û serdestîya nijadî. Kraus bi hêzeke hê xurttir pozîsyona xwe ji nû ve a pênase kir gava ku nameya Mégère (Jina Şerûd) ya ji arîstok-rasîyê gihîşt destê wî. Mégère tinazê xwe dikir bi Luksemburgê û ew dixist çarçoveya ”jinên hîsterîk” ên tên mehkûmkirin bi aqûbeteke zêde nexweş eger di reşandina tovê nîfaqê de israr bikin»(2). «Mégère-Jina Şerûd» a mijara gotinê arîs-tokrateke macarî bû û wekî aboneyeke berê ya kovara Fackel xwe dida nasîn û dîyar dikir ku ew bi tesadufî rast hatîye li hejmareke kovarê ku tê de Kraus nameya Roza Luksemburgê weşandibû û şirove kiribû.

Di hejmara 462-471 ya vê kovarê de, Kraus li ser awayê ku kûçikan şerê «xwe» meşandîye ji xwe di-pirse ka wan çawa karîye tahamul bikin li nava şertûmercên xelayê û xemsarîya cinsê qure yê «serdest» ê ku ew mehkûmî xizmetê kirine û adeta ji her cure mafî bêpar hiştine: «Niha bi gelek awayan, nexasim bi navgîna rojnameyên roja yekşemê, kûçik bi êrişan re rû bi rû dimînin ji ber ku ew ji mirovan ji gepa xwarinê ya devê wan ”bêpar dihêlin”. Ev gazinên pir bêbingeh in. Ji bilî rastîya ku ez pir zêdetir bi kêfxweşî ji rojnamevanekî zêdetir xwarinê didim kûçikekî, tiştekî ku ez zanim ew e ku xwarina piranîya mirovan zêdetir e ji xwarina piranîya kûçikên ku tevî vê yekê jî di navbera xwe de şer nakin û ne berpirsîyar in ji karûbarên şaş ên bi mirovan re têkildar in. Ji ber ku, her çendî hin rewşên awarte yên ku têde kûçik mirovekî ji xwarina wî bêpar bihêle hebin jî, mirov jî di gelek rewşan de tola xwe jê hiltîne û hem jî bi parçekirin û xwarina kûçik. Berevajîyê vê rewşê tu caran nebûye mijara gotinê. Ev jî dibe ku ji ber wê yekê be ku laşê cinsekî ku endamên wê di nava xwe de şer dikin bi gazên jehrî dilê cinsê baştir dixelîne».

Nêrîna Kraus ew bû ku «şahidîya yekan a aîdî cinsê mirovahîyê û helbesta» ku nameya Roza Luksembourg tîne ziman, divê li hemû pirtûkên dibistanê li navbera Goethe, Claudius û xwendevanên ciwan ên agahdarkirî ji ber sedema ku «bedena ku li gîyanekî ewçend bilind xwe pêça, bi qûntaxên çifteyê hat hingaftin»(3) bihata pêşwazîkirin. Ji min kirî, mirov dikare bibêje ku hin beşên bersiva Kraus a ji bo nameya «Mme von X-Y», bo nimûne ev ê ku didome, hêjayî bicihkirina li nava pirtûkên dibistanê ne:

«Mirovahîya ku sewêl wekî zindî-yekî dilovan dibîne pir zêdetir xwedî nirx e ji zalimîya ku tinazê xwe dike bi vê sosret û henekê, bi fikrê ku bufaloyek “bi taybetî” şaş namîne bi mecbûrbûna kişandina erebeya bar li Breslauyê û bi lêxistina derbên qamçîyê. Ev e ew cure henekê dilxelîner ku bi van birêzên Afirandinê û xanimên wan “ji destpêka pêşî ya ciwanîya xwe ve”, dide gotin ku sewal bi kêrî tu tiştî nayê, tenê ji ber ku ew heman beşa morgê bi xwedîyê xwe re parve nake û nikare êşên xwe bi awayê wî yê ucûbe bîne ziman.» (4)

Protestoya Rosa Luxemburg û Kraus rasterast dibe dijberîya li hemberî bergeheke cîhana sewalî ku, di eslê xwe de, hema hema tu tiştî nas nake ji bilî bergeha ku mirovahîyê teşwîq dike ku wê ji xwe re wekî nimûne bibîne ji bo ji nû ve fêrkirina dijwarîyê, bêwijdanîyê û tirsnakîyê, taybetmendîyên ku hêdî hêdî dibin qanûna bingehîn a jîyanê. Li vir tiştê mijara gotinê êdî qebûlkirina bi awayekî hêsantir a vî fikrî ye: xweza şerê herdemî, bi xwe ve girêdana qelsan û ji holêrakirina bêtaqetan wekî qeydeyekê li ser tevahîya zindîyan ferz dike. Wekî ku wê Hîtler jî paşê wê bibêje, cîhana sewalan, wekî ya mirovan, bêpar e ji derfet û alavên ceribandina dijderketina li hemberî aksîyona qanûnên xwezayê, ku bi her halî, zû an jî dereng bi ser dikevin: «Di xwezayê de, tiştê ne xwedî hêza jîyanî bi dorê ji holê radibe ; tenê mirov tiştê ku tûşî qelsîya jîyanî dibe diçîne(5).»

Ji ber vê yekê zarûrî û acîl e, ji bo cinsê me mirov, were qebûlkirin ku formeke din a mirovahîyê ya mêranetir û qebatir bikeve şûna mirovahîya nazik û hestî-yar a ku girîngîyê dide parastin û pêşvebirina qelsan. Ya ku şûna wê bigire, di jîyana wê de heyînên zindî derbas dibin diçin û di pirtûka Hîtler Mein Kampf-Şerê Min de wekî «mirovahîya xwezayê» tê pênasekirin: «Mirov dikare helbet di wextekî de heta cihekî, xwe rakişîne li hemberî qanûnên ebedî yên îradeya parastina berdewambûyî; lê belê tolhildan li gel vê yekê jî zû an jî dereng rû dide. Cinsekî bihêztir wê yên qels biqewirîne, ji ber ku dilbijîya jîyanê bi forma xwe ya dawî hertim wê ji nû ve têkilîyên ucûbe yên qaşo mirovahîya formên xweser ji hev bixe, da ku li şûna wê, mirovahîya xwezayê ya ku qelsîyê ji holê radike û şûnê ji hêzê re dihêle, bicih bibe.» (6)

Li vir veguhestineke ber bi cîhana sewalî ya hin karakterîstîkên herî nefretbar, lê belê gelek caran jî yên herî spesîfîk, yên cîhana mirov bi xwe, tê îfadekirin. Ceribandina qet nebe ji sewalan kêmtir zordarbûn an jî xirabûn, di van şertan de, dikare bibe pêşketineke muhteşem ji bo mirov. Dibe ku ji bêhestîbûn û tirsnakîyê bêhtir tiştekî din ê fêrbûna ji wan hebe. Mirovahîyeke ku xwe biparêze ji bo karibe bi awayê mirovî tevbigere li hemberî sewalan û bi wekhevî muamele bike, wê ji bo mirovahîyê bibe xizmeteke mezintir ji ya ku kêm zêde muameleya alavan bi wan re dike.

Pirsa ku li vir tê formulekirin, di çavên Kraus de, têra xwe girîng bû ji bo ku ew bi israr gelek caran lê vegere. Di Hunde, Menschen, Journalisten de («Kûçik(an), mirov(an), rojnamevan(an)»), ew cih dide gelek kurtebeşên ji berhemên nivîskarên cihêreng ên li ser pirsgirêka mafên sewalan û wezîfeya mirovahîyê ya ji bo wan, bi awayekî erênî û dostane an jî berevajî bi awayekî dijminane û bi temamî neyînî xwe îfadekirine. Wekî ku dikaribû bihata payîn, bi taybetî ew vedigere ser Schopenhauer ê ku jê re cihekî bimtîyaz çêdike, ji ber ku ew wî wekî nimûneyeke ku divê em bidin pey nîşan dide û destnîşankirina vê nimûnebûna wî jî wekî wezîfeya rûmetê dinirxîne û Spînoza ye yê ku bi awayekî bi roleke xirab a dîrokê radibe û Schopenhauer bi helwes-teke radîkal li dijî wî derketibû.

Nêrîna ku ji alîyê nivîskarê Etîkê ve tê parastin, di rastîyê de ew e ku statuya sewalan qet jî ne ya cinsê mirovan û ne jî muhtemelen ya hevaljînan e ku li gel wan em dikarin bikevin nava danûstandinên civakî, lê bêhtir statuya hin cure alavan e ku mafê me heye em bi kar bînin li gorî dilê xwe, li gorî pêdivîyên xwe û li gorî eleqeyên xwe: «Li derveyî mirovan, li nava xwezayê em ne aşîna ne, li gel tu tiştekî taybet ku karibe bi hiş zewqê bide me û karibin em pê re girêdaneke li ser dostanîyê an jî cure-yekî din ê têkilîya civakî çêkin. Û di encamê de, tiştê li nava xwezayê ye, ji bilî mirovan, norma feydebûna ji bo me ji me naxwaze ku em wî biparêzin, lê belê ji me dixwaze em wî biparêzin ji bo bikaranînên cihêreng, wî hilweşînin an jî wî adapte bikin bi her awayî ji bo ji xwe re bi kar bînin.» (7)

Ji ber vê yekê em ne mecbûr in rasterast hay bimînin ji rihetî û parastina sewalan û zindîyên din bi awayekî giştî, bi wî şertî ku ew, ji bo hebûna xwe rasterast an jî nerasterast bi me ve girêdayî bin, Ji ber ku pirsa zanîna ka divê an navê em hewl bidin wan li cem xwe ragirin, di rastîyê de dimîne tenê li ser hebûn an jî nebûna feydeya bikaranîna wan, ji bo em karibin tercîhê bikin ka em wan li jîyanê ragirin an jî na.

Li gorî Schopenhauer ev nêrîna ecêb û jirêderketî ya Spînoza di vê noqteyê de diparêze, berdewamîya tesîra Încîlê ya li ser hişê wî ye, bi taybetî jî tesîra çîroka li ser Afriandinê-Genèse -«Yezdan dibêje: “ Ka em mirovê di sûretê xwe de, mîna xwe çêbikin û bila ew serwer be li ser masîyên deryayê, çivîkên hewayê, dewaran, ajelên dirinde û tevahîya gîyanewerên li ser rû û binê erdê dilivin”» (Afirandin-Genèse, 1 26)-, û kevneşopîya cihû an jî cihû-xiristîyan. Ya ku di rûpelên herî paşîn ên Le Mondeê de wekî wesîyet û wekî temsîl tête binavkirin ev e: ”Spinoza nikaribû xwe ji Cihûyan xilas bike: quo semel est imbuta recens servabit odorem [Kîl bêhna ku carekê wê li xwe gerandîye wê demeke dirêj biparêze.] (Horace, Nameyên, I, 2, V. 69). Tiştê ku di wî de bi tevahî Cihû ye û li gel panteîzmê, bêhtir dibe absurt û herweha tirsnak, biçûkxistina wî ya sewalan e ku ew wan wekî pêşkêşî xizmeta me hatibin kirin dibîne û ew her mafekî ji bo wan red dike (Eth., II, Appendix, c. XXVII).» (8)

Li pêvekeke ku wî paşê zêdekiribû li berhema xwe ya bi navê Parerga und Paralipomena- Parerga û Paralipomena ya têkildarî cîhana sewalan û têkilîya me ya bi wan re, Schopenhauer vedigere ser vê pirsê û mijarê hê zêdetir kûr dike: «Sewal bi piranîya esasê xwe û li ser noqteyên esasî em çi bin ew jî ew e: ferq tenê di tesadufê de, zeka û ne di cewherê de, ku ew jî vîn e. Cîhan ne berhema kalîteya xirab e û sewal ne berhemeke hilberandî ye ji bo ku em bi kar bînin.  Li vir ne tenê rastî, exlaq jî li alîyê me ye. Feydeya herî mezin a rêyên hesin ew e ku wan bi milyonan hespên barkêşîyê ji vî karûbarê kambax rizgar dike(9)

Gava «pîsîtî» ji qalibê xwe derdikeve

Hevoka dawî balê dikşîne ser têkilîya hatine deshilatîya gerdûnî ya makîneyê li gel rewşa kambax a ku hejmareke mezin sewal ji ber şaşîyên mirovan, ketine navê, lê belê vê yekê ji bo tenê yek ji bergehên nadir ê vê deshilatîya ku dikare wekî erênî were nirxandin destnîşan dike. Ev dîsa xalek e ku Kraus li ser wê dikare xwe nîsbeten nêzî Schopenhauer bibîne. Ji ber ku wî jî, xwe îqna kirîye ku awayê ku mirovî pê xwe veguherandîye heyranekî û koleyekî makîneyê ji bo tiştekî wisa ye ku li kêm nirxdayînên ku wî karîye hîs bike ji bo cureyên din ên zindîyan û ji bo jîyanê bi giştî û li nava cureyê tîranîya bêwijdan ku ji alîyê xwe ve ew li ser beşeke cîhana sewalan hikmê xwe didomîne.

Dibe ku bi awayekî xwezayî hinek ecêb xuya bike ku li havîna sala 1916an, li demeke ku şer, du sal li pey xwe hiştibûn, gihîşt radeya herî dijwar li nava tundîya cengan û zêdebûna windahîya jîyanên mirovî, Kraus bi israr vedigere ser pirsa nirxandina têkildarî sewalan û ya şîdet û hovîtîyên ku şer wan jî neçar dihêle bikevin navê û êşê bikşînin. Lê belê ew hewl dide xwendevanan îqna bike ku mirovahî wê bi temamî neheq be bi xeyalkirina wê yekê ku ew dikare pirsgirêkê wekî ku dikaribe were îhmalkirin binirxîne.

Gava mirov dikeve pey nêçîra tiştê ku felaketeke wekî ya Şerê Yekemîn a Cîhanê mimkin kirîye, divê bi taybetî nirxandina li ser hejmarek karakterîstîkên hev-temamker û egerên bingehîn ji ber çavan neyê dûrxistin. Li van karakterîstîkan sosyal-demokrasî nikare pala xwe bide zêdetir bahaneyên ku dibin zemîn ji bo serîrakirina dijberên wê yên burjûwa ku ji ber vê yekê ew ji wan zêdetir nafikire bi rastî jî li ser egeran serê xwe jî biêşîne.

Kraus hiş û bîra xwe dide ser tiştên ku baştir e mirov karibe xwe jê xilas bike biceribîne, li şûna ku mirov neçar bimîne her carê ji nû ve wan deyne ber xwe û binirxîne. Ev yek jî bi zêdekirina nimûneyan û lezandinê mimkin e. Bi gotineke din, divê mirov bi her tiştê ku têkilîya wî bi hilberîn û berxwarina sînornenas re heye binirxîne. Bo nimûne talankirina bêferqûmêl û bêhedûhesab a çavkanîyên xwezayî, xemsarîya be-ramberî hawîrdor û hilweşînên ji ber karûbarên mirovan pêk tên, vîna desthilatîyê û çavbirçîbûna wê ya bêsînor a ku roj bi roj zêdetir rêzgirtina wê ya ji bo sewalan kêm dibe û cehaleta bêhefsar a di asta nexweşîyê de ku, bi bahaneya başkirina zêdetir şertûmercên jîyana mirovahîyê, dibe belayeke hê mezintir ji bo parastina jîyana kesên din û ya jîyanê bi giştî û hwd. Ev çeşît pirsgirêk in ku partîyeke ku dixwaze bibe şoreşger, divê serê xwe pê re biêşîne li gorî Kraus û bi vî awayî ew dikare ji sosyal demokrasîyê zêdetir tiştên şoreşgerî pêk bîne. Lê belê tiştê ku nahêle ew şoreşgertir bibe mixabin, bi giranî, berjewendîya mirovên ku ew wan diparêze bi xwe ye, hem jî bi awayekî ku nayê fêmkirin, li gorî berdewamîya pêvajoya ku divê berevajî bihata ceribandin, eger na, sistikirin û heta muhtemelen dest lê bihata werdan.

Divê mirov neçe li cihê din nekeve dûv peydakirina sedema ka çima kesên ku di prensîbê de li cihê herî musaît in jî ji bo xwestina guherînê di heman demê de dikarin di vê yekê de bi rastî jî bên astengkirin, tevî ku biryardar in ji bo şerkirina li dijî kesên hewl didin vê yekê li wan ferz bikin. Gava mirov difikire, wekî ku Kraus berê jî kiribû, li ser vî cûreyî rewşê, li ser pirsgirêkeke wekî ya zêdegermbûna avhewayê bo nimûne. Mijûlbûna bi awayekî cidî bi pirsgirêka germbûna avhewayê re bi rastî jî êdî dibe tiştekî zarûrî. Eger hat û rewş girantir bû, mirov nikare şaş bimîne ku, mirovahîya îro ji bo heta hetayî wê neçar bimîne bikeve nava hewldana bi hev re jîyandina danezana ku felaket li ber derî ye. Guherînên radîkal êdî bûne zarûrî li gel lêkolîna her derfeta muhtemel a ku karibe were xeyalkirin ji bo pêşîgirtina li felaketan. Lê belê wergirtina tedbîrên tên behskirin jî vê gavê wekî esasî tiştên sembolîk û heta mirov dikare bibêje tiştên pêkenokî ne.

Ev yek, helbet, bi tu awayî nikare bibe sedemek ku mirov ji ber wê yekê bifikire ku, gava bi pirsgirêkeke wekî vê re bên muqeyesekirin, pirsgirêkên edaleta civakî û wekhevî ne di rêza pêşî de ne û heta di rêza talîyê de ne. Tu eleqeya vê yekê tine li gel tiştê ku Kraus li ser difikirî; û tiştê ku wî yê xwestibe û hêvî kiribe bi awayekî beyhûde ji sosyal demokrasîyê ew bû ku sosyal demokrasî, li ser du cureyên pirsgirêkan, ku nabe, bi temamî ji hev cuda bên nirxandin, xwe bi awayekî zelal kêmtir nêzî lihevhatinê bibe û zêdetir jî bibe şoreşger. Tehdîda ku êdî berbiçav e li ser mirovahîyê, xirabûna endîşedêr a bêdadî û newekhevîyê, hê jî mijareke sergêjker a roja me ye û li ser wê Kraus bi awayekî zelal ji piranîya hemçaxên xwe pir dûrtir dîtibû.

Bi bersiva xwe ya ji bo Mme von X-Y, Kraus pêwendîyeke rasterast danî navbera awayê ku wê derbarê Rosa Luxemburg de xwe îfade kirîye û teqdîra bingehîn a ku mirovên wekî wê ji bo şer dîyar kirine. Divîyabû ku li tenişt nameya Roza Luksemburg di pirtûkê de herweha cihê xwe bigirta, «nameya vê jina şerûd, da ku ne tenê rêzgirtina mezinahîya xwezaya mirovî lê herweha dilxelîna li hemberî xirabîya wê jî fêrî nifşên nû bihata kirin». Ev e yek ji sedeman ku ji bonê Kraus bi şêweyekî vekirî tîne ziman ku ew dixwaze komunîzm bibe xwedî jîyaneke hê têra xwe dirêj, qet nebe ji bo pêşîgirtina li xewa rihet, xemsarî û kêfxweşîyên vê çîna dilxelîner a ku bi hovîtîyên kirine îftîxar dike: «Xwedê komunîzmê ji me re biparêze wekî tehdîdeke li ser serê kesên ku xwedî mal û milkên bêsînor in û ji bo parastina van zengînîyan, bi kêfxweşî dikarin hemû kesên din bişînin enîyên xelayê û rûmeta welatparêzîyê ji wan re bilorînin ji bo teselîkirina wan. Li gorî van lorînan malûmilkên dinayayê ne hêjayî tu tiştî ne. Xwedê komunîzmê ji me re biparêze da ku ev çîna gemarî û dilxelîner ku têra xwe bêwijdan e, nikaribe zêdetir bêwijdan tevbigere, da ku xewa wan, qet nebe, xira bibe û xewnereşkan bibînin ev kesên ku dinyayê ji bo zewqa xwe hildişeşînin û difikirin ku bi navgîna Syphilis ji roja roj ve hestên evînê têra xwe di damarên mirovahîya wê de hatine bicihkirin».(10)

Ev «çîna pîs» a ku Kraus behs dike, niha sedemên wê yên hê baştir hene ji bo bifikire ku ew di şerê li dijî xizanan de hema hema bi zehmetî bi ser ketîye. Ew sinif dikare, wekî ku Kraus gotibû, dîsa bi bêedebî tevbigere û bikeve nava heman hewldana dayîna dersê exlaqê ji bo qurbanîyên xwe û dersên aramî û biaqilbûnê bide wan û ji wan re îzah bike ku tu sedemeke wan tine bi kîn û nefret bin û serî hildin li dijî berpirsîyarên ku wekî sedemê vê sefaleta wan tên hesibandin.

* Fîlozof

Wergera ji fransî: Baran Nebar

______

1) «Verwandlungen», Die Fackel, Vienne, n° 462-471, çirîya pêşîn 1917, p. 171

2) Edward Timms, Karl Kraus Apocalyptic Satirist, Culture and Catastrophe in Habsburg. Mîzahvanê Roja Heşrê, Çand û Felaketa li Habsburg Vienna, Yale University Press, New Haven û London, 1986.

3) «Vorlesungen (mit dem Brief Rosa Luxemburgs)» (Lectures (avec la lettre de Rosa Luxemburg), Die Fackel, n° 546-550, juillet 1920, p. 5

4) «Şerên Karl Kraus », op.cit.

5) Adolf Hitler, Monologe im Führerhauptquartier 1941-1942, notên Heinrich Heim, çapkirî ji alîyê Werner Jochmann ve.

6)  Adolf Hitler, Mein Kampf, çapkirî ji alîyê Christian Hartmann, Thomas Vordermayer, Othmar Plöckinger, Roman Töppel, Enstîtuya dîroka hemdem, Munîh-Berlîn, 2016.

7) Ethique, Beşa çaremîn, appendice, chap. XXVI, in Spinoza, Berhemên yekpare, Paris, Weşanên Gallimard, pirtûkxana Pléiade, 1954.

8) Arthur Schopenhauer, Cîhan wekî vîn û temsîlê, wergera fransî ji alîyê A. Burdeau ve, weşana nû ji alîyê Richard Roos di ber çavan re hat derbaskirin û rastkirin, Presses Universitaires de France, Paris, 1966.

9) Arthur Schopenhauer, Senilia, Gedanken im Alter (Senilia, ramanên mirovekî kal), çapkirî ji alîyê Franco Volpi û Ernst Ziegler ve, Darmstadt, Wissenschaftliche Buchgesellschaft, zweite durchgesehene Auflage, 2011.

10) «Şerên Karl Kraus», op. cit.

.