Deranîna jina pêşdîrokî ji bin sîyê

GUFTUGOYEKE DIRÊJ A RONAKBIRÎ

Baş e eger pêşîyên me yên jin wêneyê Lascaux çêkiribin, nêçîra bufaloyan kiribin, alav qewartibin... Bi jibergirtina modelê pederşahî yê sedsala XIXem û pergala wî ya îlahî, li ser objeyên xwe yên lêkolînê, pêşdîrokzanan efsaneyên ku jîyanan biçûk dixin afirandin. Nêzîkatîya zanistî berê me dide cihekî dûrî van pêştexmînan da ku em rola «zayenda duyem» a di veguherîna mirovî de ji nû ve binirxînin.

Translator

Tu delîleke arkeolojîk nabe palpişt ji bo hîpoteza ku li serdema paleolîtîkê rewşa jinan a civakî ji ya mêran nizimtir bû. Arkeolog, bi xwespartina zêdebûna temsîlîyetên mê, îdîa dikin ku jin ji ber ku li navenda bawerîyan bi xwe bûn, li nava van civakan jî xwedî pozîsyoneke bilindtir bûn. (1) Ev yek, qet nebe, ji bo hinan ji wan wekî ku tê piştrastkirin, lê belê gelo ev yek tenê ji ber vê sedemê bû? Hin lêkolînerên din îdîa dikin ku li wan serdemên pêşî, civak xwedî zûrîyeta dayîkî, heta, maderşahî bûn.

Pirî caran şîlobûneke tevlîhevkirinê heye di navbera civaka maderşah (matriarcale) -di navê de jin in desthilatdarên civakî û hiqûqî- û dêzurîyetî (matrilinéaire) de -pergala ku eqrebatî xwe dispêre zêdebûna ji hêla dayîkê ve-. Peyva «matriarcat» hinek tê wateya serdestîya mê, wekî ku di etîmolojîya wê de jî xuya dike (bi yûnanî «ἄρχειν», «birêvebirin», «bi fermanan birêvebirin»). Eger hîyerarşîyeke ku xwe spartibe mêya serdest û jêzêdebûna wê hatibe çavdêrîkirin li cem hin cureyên sewalan, bi taybetî jî li cem pismam pisxal, dotmam û dotxalên me yên nêz bonoboyan [cûre meymênek] û eger dîsa, qebîleya bi navê Na, gelê bi koka xwe tîbetîyên ji gelîyên pêşî yên Yûnan ên li Çînê, hê jî civakeke maderşahî bin jî heta salên 1990î (2), maderşahî îro bi xwe êdî li holê nemaye. Li hemberî vê yekê, gelek civak, li ser hemû parzemînan, bûne dêzurîyetî (matrilinéaire) û hin ji wan hê jî wisa ne. Bi tesbîtkirina, ji Serdema Antîk û vir ve, ku mêr li piranîya şaristanîyan xwedî deshilatîya aborî û civakî ya raserî jina ne, gelek nivîskar û lêkolîner îdîa dikin ku ew ji destpêka mirovahîyê ve jî wisa bûye. Ew guh nadin teza hebûna maderşahîyê ya berîya pederşahîyê ku ji sedsala XIXem ve gelek zan-yar diparêzin. Hebûna wê ya li nava civakên pêşdîrokî, ku zêdetirî qirnek û nîv e mijara guftugoyê ye, hê jî bi coşegermî tê guftugokirin û lêkolînkirin. Ji bo gelek nivîskaran, «maderşahîya pêşî» wê ji efsaneyekê pêk hatibe, ji bo yên din jî, wê yê hebûna xwe parastibe heta xuyabûna pederşahîyê di Serdema Neolîtîkê de. (3)

Dayiksalarîya despêkî mijara gotinê ye

Li nava qebîleyên têkel, ji ber ku ne mimkin bû bi zelalî bihata zanîn ka kî bavê kîjan zarokî/ê bû, zurîyeta eqrebatîyê bivênevê ancax bi navgîna dayîkê dikaribû pêk bihata. Ji bo antropologê polonî Bronisław Malinowski (1884-1942) û hiqûqzanê swîsreyî Johann Bachofen (1815-1887), ev zurîyeta bi navgîna dayîkî li nava civakên pêşî yên mirovî hebû. Ji 1861ê ve, Bachofen, bi xwespartina efsaneyên kevin û çîrokên li ser geryanê, bi taybetî jî yên keşeyê xiristîyan Joseph François Lafitau (1681-1746), misyonerê li Nû-Fransa (Canada), îdîa dike ku «çaxê kevnare» bi hiqûqa dayîkî serdema «jînekokrasî» ye. Hiqûqzan îdîa dike ku jinan wê raz» a dayîkbûnê bikar anîbe ji bo rêxistinkirina êlê li derdora perestgeha «Xwedawenda Mezin» û desthilatî jî ji dayîkê derbasî keçê dibû. Hebûna maderşahîyeke kevnare, an jî qet nebe wekhevîyeke civakî ya mêran-jinan, ji alîyê gelek antropologan û fîlozofên sedsala XIXem ve hat destekkirin. Ji bo wan, ew dem dibû werçerxa derbasbûna ji aborîya dirindetîyê (nêçîrvan-berhevkar) ji bo Serdema Hilberînê (çandinî-şivanî) ku mêran wê destilatî zeft kiribin û piştî maderşahîyê zurîyeta bavikî saz kiribin. Ev teza, ku heta destpêka sedsala XXem jî ji alîyê çend antropologan ve dihat parastin, di salên 1930yî de ji nû ve tê nirxandin. Sazûmanîyên civakî yên civakên pêşdîrokî wê bi pêvajoya demê re  guherîbin. Ew ê pêşî bûbin qebîleyî-klanîk, dûre maderşahî û dêmanî û dawîya dawî jî, malbatî (hevser-cot-mêrûjin) û koçer. Bi xwe spartina gelek kêmasîyan, ev şemaya veguherînî ya rastkêş a ji alîyê arkeologê rus Piotr Efimenko ve hatîye pêşnîyarkirin, îro êdî bi temamî hatîye licîhiştin.

Nêzî sî sal şûnde, Marija Gimbutas, pispora çaxê Bronz (-2200 heta -800), civakên pêş-hîndo-ewropî wekî «matristiques» (4) (matrilinéaire: dêzûrîyetî-jidayîkhatî) tarîf dike. Wan ê jî 27 000 salan berdewam kiribe, berîya ku peyderpey şûna wan bigirin, bi gihîştina, ji 3 000 sal berîya çaxê me û vir ve, eşîrên koçer ên ji çolterên Asyaya Navîn hatî. Şaristanên Derya Spî ku ji wan re «hypogées-cîgeh-avahîyên binerdî» jî tê gotin -ku bi veşartina mirîyên xwe li nava şikeftên li zinaran kolandî, hatine nasîn- wê bikevin nava van cure rêxistinbûnên dêzûrîyetî û wê tûşî heman aqûbetî bûbin li derdora 3 500 sal berîya çaxê me. Êl û hozên siwarî wê li şênîyên xwecihî yên dêzûrîyetî pergaleke pederşahî û şervanî ferz kiribe. Ev tez, bi xwe, tê redkirin, bi taybetî ji ber ku çek û şopên tehkîmatên wan ên dîroka wan diçin heta serdema berîya gihîştina van êlan û berfirehbûna wan wê piranîya caran bi awayekî aştîyane pêk hatibe.

Di salên 1980-1990î de, hejmareke mezin dîrokzanên amerîkî bi xwe îdîa dikin ku çandên pêşdîrokî dêzûrîyetî bûn, lê belê herweha ji civakên pederşahî bêhtir yeksanîgir, bêhtir aştîyane û kêmtir hîyerarşîk bûn. Lê belê ev tez jî ji alîyê gelek lêkolîneran ve tê betalkirin. Ji bo gelekan ji wan, tarîfkirinên civakên maderşahî wê tenê ji «çîrokên mîtolojîk ên fêrkirî» pêk hatibin û têkildar in li gel romantîzma «çaxekî zêrîn» ê windabûyî ku têde serdestîya zayendekî li ser yê din tunebû (5). «Jînekokrasî» ya Bachofen wê bi «xweşxeyal»ê re têkildar be li gorî Emmanuel Todd, ku ji bo wî jî «rewşa jinê di eslê xwe de li nava pergalên eqrabatîyên cihêrengbûyî ji yên civakên dêzurîyetî bilindtir e» (6). Maderşahîya pêşî ji ber vê yekê wê tenê ji efsaneyekê pêk hatibe! Parêzvanên wê xwe dispêrin palpiştên etnografîk, eynî wekî dijberên wan ên ku bala me dikşînin ser gelek nimûneyên civakên kevneşopî ku, yeksanîgirî ji alîyê nêrîna aborî û civakî ve, ne di nava têkilîyên mêran-jinan de bûn. Li gel vê yekê, her çendî ew bi awayekî zelal bi hejmara xwe kêmtir bûn jî, hebûna civakên ku di nava wan de têkilîyên zayendî bi denge bûn, (bo nimûne li cem êlên San ên Afrîkaya Başûr), nikare were înkarkirin.

«Maderşahî tu caran nebû!» Ev formula kurt a me di hejmara çirîya paşîn a sala 1992yan a kovara  L´Histoire de xwend,  hin pirsan di serê me de diafîrîne  li ser s edemên  helwesta redkar  a  hejmareke mezin  lêkolîneran beramberî hîpoteza ku li gorî wê yekê, wê serdestîya nêr, pergala pederşahî, ne rast be, lê belê peyderpey çêkirîbe ji ber guherînan, belkî jî ji ber nîzama aborî, yên ku sazûmana civakî ya civatên nêçîrvan-berhevkar koçer guherand. Zêdebûna mal -hema hema qet tunebû li nava civakên paleolîtîk- ku hat teşwîqkirin bi dêmanîbûnê û malîkirina (kedîkirina) şitilan û sewalan, wê bûbe sedemê derketina holê ya karûbarên nû, ya parastina wan, fonksîyona guncaw ji bo mêran, ku ji alîyê fîzîkî ve xurtir dihatin dîtin. Mêrên ku hêdî hêdî bûn xwedîyên çandinî û kerîyan, wê bavzûrîyetî saz kiribin da ku dewrkirina wan a ji bo zarokên xwe misoger bikin. Xwedîbûn û venêrîna li zarokan ku bi giştîkirina mafê bavikî, wê li nava civakên ji alîyê civakî ve organîzekirî derketibin holê, li gorî teza Claude Lévi-Strauss a li ser Sazûmanên bingehîn ên dêûbavîtîyê (1949). Ev bicihkirina zûrîyetê wê berê civakê dabe ser pêvajoyeke kêm zêde dirêj ji bo derketina holê ya pergala baviksalar. Ji ber vê yekê bi îhtîmaleke mezin guherînên aborî û civakî yên li Neolîtîkê pêk hatine, têkilîyên navbera mêran û jinan bi kûrahî guherandine. Van guherînan wê bêguman destpêka çaxê baviksalar destnîşan bikira, wekî ku fîlozof Olivia Gazalé jî dinivîse: «Pêşî, ne jinê nîzama zayendî xira kir, mêr, dema ku dawî li cîhana têkel anî -têde maf û azadîyên jinan pir berfirehtir bûn û li navê, rêz ji cinsê mê re dihat girtin û hatibû xwedawendîkirin- ji bo sazkirina cîhaneke nû, cîhaneke mêranîyê [ku xwe dispêre nêrîtîyê], ku têde jin wê bibûya binketî, ragirtî, û wê ji wir û şûn ve dê tevahîya hêzên xwe winda bikirana. Li berbanga şaristanîya nû êdî bi gewde dibe çîroka mezin a serdestîya mêranîyê, ku her sedsal hinekî din zêdetir, bi navgîna mîtolojî, (bi îmaj û remzê), metafîzîk (bi têgehan), ol (bi qanûna îlahî) û zanistê (bi fîzîyolojî) wê bihata xurtkirin.» (7)

Derketina holê ya bijarteya şervan

Hê ji sala 1884an ve, Friedrich Engels pevguherîna qonax bi qonax ji zurî-yeta dayîkî ber bi zurîyeta bavî, wekî yek ji sedemên bindestkirina jinan pênase dikir; li gorî wî, berevajîkirina mafê dayîkî, bû «têkçûna mezin a dîrokî ya zayenda jinê». Zêdetirî piştî sed salên din, Emmanuel Todd jî destnîşan dike ku, eger prensîba zurîye-ta bavî bûbe zemîn ji bo pêşketina formên malbatî yên tevlîhev ku wê dû re hema hema li tevahîya Awrasyayê belav bûbe (ev jî tê wê wateyê ku berê li wê derê wê prensîbeke din hebûbe), li hêla din jî ew bûye sedemê da-xistina jêr a statuya jinê û di encamê de kêmkirina rola dayîkan di veguhestina çandî de. Bi vî awayî, nadirbûna çerxên maderşahî - hem yên dêzurîyetî hem jî dayîkmalî (têde «mêr» tê li nava malbata «jin»a xwe bicih dibe) - bi serdestîya mêr a gerdûnî wê bihata îzahkirin. Bi xwe ve girêdana jinan, ku formeke şîdetê ye, wê encama parçekirina ji hev veqetandina zayendîgira kar be.

Li nava civakên paleolîtîk, bi zarokanînê û gihandina wan, jin xwedî erkeke sereke bûn di berdewamkirina zûrîyeta hoz û êlê de. Ji ber ku ne pêkan bû bi zelalî bihata zanîn ka bavê rastî yê zarokên nûhatî kî bû, dêzurî-yetî muhtemeltir xuya dike. Bi beşdarîya xwe ya nava hejmareke mezin karûbaran, roleke wan a berbiçav a aborî hebû û xwedî statuyeke civakî ya berdêlî ya mêran bûn, heta, dibe ku, hê bilindtir jî bûn li nava malê û wekî sembolîk ji ber cihê navendî yê temsîlîyetên jin di hunera paleolîtîk de. Eger bi awayekî mafdar mirov karibe bifikire jî ku di nava van civakan de, têkilîyên navbera cinsan bidenge bûn, li ber me tu îşaretek tune ye ku me bigihîne hebûna civakên maderşahî, bi awayekî veşartî li bin serdestîya jinan an jî hebûna civakên pederşahî. Heye ku jinûve şûngirtina hêdîhêdî ya dêzurîyetî ji alîyê bavzûrîyetî ve li pêvajoya Neolîtîkê pêk hatibe, lê belê ne li her derê, ji ber ku civakên dêzûrîyetî hê jî li hin herêmên cîhanê hene.       

Li serê destpêka Serdema Neolîtîkê, rêxistina civakî-aborî ya civakên pêşî yên çandinîyî wekî ku ji alîyê jinan ve tê amadekirin. Cotyarên jin, wê li jêdera malîkirin-kedîkirina şitil û alavên çandinîyê yên wekî tevrik û destaran ên hêrandina zad, cih girtibin. Li derdora 6 000 sal berîya çaxê me, guherînek li nava rêxistina civakî xuya dike. Teqîna demografîk a xwecihî ya girêdayî zêdebûna qût-zad (ku ev yek bi vedîtina gelek gomên zad hatîye îspatkirin) û berfirehbûna dêmanîbûnê (xuyabûna gundên pêşîn) mohra xwe li vê serdemê dane. Bi pêşketina terşvanîyê-sewalxwedîkirinê û hakimîyeta li ser teknîkên nû yên çandinîyê, di karûbarên girêdayî çandinîyê de mêran wê peyderpey şûna jinan girtibe. Sûdwergirtina ji sewalan ji bo bidestxistina hirî an jî şîr, wê jin hinekî din zêdetir xistibin nava malê ji bo ku bikarûbarên nava malê re mijûl bibin. Bi zêdebûna dewlemendîyan re (zevî, mêrg, paşerojên qût), di nava êl û qebîleyan de mêran wê cihekî gav bi gav girîngtir dagir kiribe. Van guherînan wê têkilîyên civakî ji nû ve bigewde kiribin û bûbin sedema derketina holê ya bijarteyan û kastan, ku yek ji wan jî şervanî ye û wekî din wê dabeşkirineke zayendî ya peywiran, gelemperîbûneke xaneyeke malbavî [ku têde jin li nava malbata «hevserê» xwe dijî] û secereyeke bavzûrîyetî pêk anîbin.

Ev serûbinbûnên ku cihê jinan ê li nava civakê vediguhezînin, ji 5 000 sal berîya çaxê me û vir ve li nava kompozîsyona tabûtê cenazeyî (zêdetir zayendî û kêmtir cihêreng di gorên jinan de) tên dîtin û rewşa tendirustîyê ya hestîyên bedena jinan jî radixin pêş çavan. Lêkolîner balê dikşînin ser zêdebûneke ne tenê nexweşîyên girêdayî xebatên giran ên wekî hilgirtina barên giran û ducanîbûnên pirbare, lê herweha yên girêdayî kêmasîyên ji ber xwarinên kêm-proteîn (bi taybetî xwarinên nîşastayî, gîyayî bûne sedemê zêdetir kêmasî û nexweşîyên girîng) û travmayên li pey hev ên ji ber şîdetê. Lê belê ev rewş ne ya hemû jinan e. Di gelek gor û tirban de, mirî bi dewlemendane hatine xemilandin û nîşanên nexweşîyan û travmayan pir kêm in bi wan re8. (8) Rewşa jinan di vê serdemê de wekî ku li gorî fonk-sîyona cihê wan ê civakî guherîbe.

Pêvajoya zêdetirî qirnek û nîv, şirove û nir-xandinên ku li ser bermahîyên arkeolojîk hatin kirin, bi xurtî bûn palpişt ji bo ku jinên pêşdîrokî zêdetir bên nexuyayîkirin, bi taybetî jî bi sivikirina girîngîya wan a di aborîyê de. Vedîtinên nû nêrîneke nû dertîne pêş ji bo jinan ku rola wan a di veguherînê de bi qasî ya mêran girîng e.

*Gerînendeya lêkolînê li Navenda Neteweyî ya Lêkolîna Zanistî, beşa Mirov û Hawîrdor a Muzeya Neteweyî ya Dîroka Xwezayî. Nivîskara berhema Mirovê pêşdîrokî herweha jinek e. Dîrokeke nexuyayîbûna jinan, ji alîyê weşanên Allary yekê çirîya pêşîn a 2020î derket. Ev nîvîs jî beşeke biçûk a ji heman pirtûkê ye.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

____________

1) Piotr Efimenko, Civaka kevnare (1953), in Claudine Cohen «Nîvê “nexuyayî”ya mirovahîya pêşdîrokî» colloque Mnemosyne, Lyon, IUFM, 2005.

2) Cai Hua, Une société sans père ni mari. Les Na de Chine, Civakeke bê bav bê mêr. Gelê bi navê Na yê li Çînê PUF, Paris, 1997.

3) Ernest Borneman, Pederşahî (Perspektîfên rexneyî), PUF, 1979.

4) Marijas Gimbutas, Bronze Age Cultures of Central and Eastern Europe,-Çaxê bronzê Çandên Ewropaya Navendî û Rojhilatî Mouton & Co., London, 1965.

5)  Cynthia Eller, The Myth of Matriarchal Prehistory. Why an Invented Past Will Not give Women a Future-Mîta Maderşahî ya Pêşdîrokê. Çima Rabirdûyeke Borî Wê Paşerojek Dîyarî Jinan Neke, Beacon Press, Boston, 2000.

6) Emmanuel Todd, Bingeha Pergalên Malbatî, cild I :Ewrasya, Gallimard, Paris, 2011.

7) Olivia Gazalé, Efsaneya nêrîtîyê, Robert Laffont, Paris, 2017.

8) Anne Augereau, «Şertûmercên jinan li serdema neolîtîk. Ji bo helwesteke çeşnî li serdema Neolîtîka ewropî», bi desteka HDR, Enstîtuya Neteweyî ya Dîroka Hunerê. 28-01-2019.