"Sînemaya bêdewlet sînemaya bêpiştgirî ye"

SÎNEMAVAN SONER SERT:
Translator

Hevpeyivîn: Jînda Zekîoğlu

Di van demên dawîyê de li ser sînemaya kurdan û subjektîvîya postkolonyal a sînemayê gelek gengeşî tên kirin. Sînemavan Soner Sert bi pirtûka xwe ya bi navê  ‘Sînemaya Neteweyeke Bê Dewlet’ (Devletsiz Bir Ulusun Sineması) di vê wateyê de çavkanîyeke gelek girîng pêşkêşî me kir.

Bi salan li sînemaya tirkan hebûna kurdan bi figurên wekî, emele, kujer, paqijkar hat  nîşandan. Kolonyalîzm kiryarên xwe yên ku di jîyana rojane de bi kar dianî, di sînemayê de jî dest nîşan dikir. Soner Sert ev têkilîya ezmûna kolonyalîzmê ya bi ‘bêdewletbûnê’ re bi awayekî berfireh û ji her alîyê ve nirxandîye.

Me bi wî re di derheqê aqîbeta sînemaya kurdî, sînemavanîya kurdî ya Yilmaz Güney, ferqa sinemaya bidewlet  û ya bêdewlet, rabirdû û dahatûya sînemaya kurdî de sohbet kir.

Gelo çima em ne 30 sal berê, lê niha di derheqê sînemaya kurdî de dipeyivin? Li gorî we sedem çi ye?

Li gorî min sedema herî objektîf a vê muqayesekirinê sîyaset e. Di hevpeyvînekê de ku li Ewropayê bi  Yılmaz Güney re hatibû kirin, bersiva pirsa gelo te çima filma kerî ‘Sürü’ bi kurdî çênekir, wisa bersivandibû; ‘’Ger min bi kurdî çêkiribûya dê hemû lîstikvan biketana hepsê’’. Ev bersiv û di pêvajoya berdewamîya wê de, ne tenê li Tirkîyeyê, li hemû cografyaya ku kurd lê dijîn çêkirina fîlmên kurdî, têkilaya hunerê ya bi sîyasetê re rasterast dest nîşan dike. Helbet ez nafikirim ku di navbeyna huner û sîyasetê de sîstemeke bi kast heye û bi talîmatên sîyasetê huner tê afirandin. Lê dema dîtbarîya sîyasetê derdikeve pêş, meşrûbûna gotinê zêdetir tê têgihiştin/hîskirin, hem ji alîyê kantîte û hem jî ji alîyê kalîteyê ve di zêdebûna berhemên hunerî de paralelîyek heye.

Berîya ku kurd li sînemayê li ser kursîya derhênerîyê rûnîn, temsîlîyeta kurdan a li sînemaya tirkan çawa bû? Mercên sîyasî yên wê demê li ser sînemayê çi ferz dikir?

Li gorî min ji wê demê heta vê demê tu guhertin çênebûye. Sîstem, wê rojê jî û îro jî sînemayê bi armanca sepandina têgihiştina xwe û ji nû ve hilberîna filmên ji rêzê bi kar tîne. Kurd tune, jin tune, elewî tune, ermenî tune, hevzayend (homoseksuel) tune. Yên hebin jî ne bi van nasnameyên xwe bi nasnameyeke din tên temsîlkirin; ango ger kurd be wekî tirk, ger jin be jineke wekî mêr hwd. tê temsîlkirin. Wekî di rabirdûyê de pêk hatîye îro jî ev têgeh, afirînerên xwe dide xelatkirin. Tu rastîyê çiqas zêde înkar bikî, filmê te ewqas tê ecibandin.

‘’Kurd di sînemaya tirkan de nikarin bibin kirde››

Li gorî we sînemaya tirkan li ser sînemaya kurdî ya îroyîn tesîreke çawa dike? Gelo sînemaya kurdî di nava xwe de bersiva helwesta kolonyalîst a sînemaya tirkan da?

Li gorî min  sînemaya kurdî çavkanî û îlhama xwe ji Yilmaz Güney û ji têgeha estetîk û şêwaza afirandina filmên dinyaya sêyem werdigire. Hem di fîlmên Güneyî de hem jî di têgeha ku li jorê hat behskirin de, rastî wekî ku di jîyanê de tê jîyin, bêyî ku lê îxanet bê kirin, tê veguhestin. Di rabirdûyê de bi taybetî di sînemayê de kurd wekî tirkên rojavayî hatin nîşandan, îro jî wekî kesên ku karên ji rêzê û karên xirab dikin -bi taybetî di televîzyonê de- tên nîşandan. Kurdan cara ewil di salên 90î de hevl dan ku çîrokên xwe bi fîlmên dokumanter vebêjin. Ev hewldan di pêvajoya îroyîn de jî hîn zêdetir bi pêş ket û encamên gelek baş derket holê.

Tu hebûna gelekî bêsînema çawa tarîf dikî?

Em dikarin vê pirsê bi têgeha ‘kirdebûnê’ îzeh bikin. Kesek an jî beşên berfireh ên civakê, kesê ku li ser perdeyê çîrokên wan vebêje an jî xwe bi wan re bike yek, têdigihîjin û xwedî li wî/wê derdikevin. Yilmaz  Güney yek ji kesên tekane ye ku di vê babetê de bi ser ketîye. Di pêvajoya nivîskarî û derhênerîya xwe de, bi kesayetîyên ku afirandîye wî li ser temaşevanan tesîrek kir. Bi taybetî di derheqê kurdan de, çîroka wan rasterast, bêyî ku deforme bike veguhast temaşevanan. Bi vê helwestê jî, di warê têkilîdanîna di navbera kurdan û sînemayê de bi ser ket. Di destpêka salên 2000î de fîlmên sînemavanên kurdan -bi taybetî Bahman Ghobadî- hîn zêdetir hatin dîtin. Vê yekê jî bandoreke erênî li ser têkilîya kurdan û sînemayê kir. Gelek ciwanan biryar dan ku serpêhatîyên xwe, çîrokên xwe bi rêya sînemayê vebêjin. (Helbet di vê pêkhatinê de tesîra hilberîna dokumanterîya kurdî ya salên 90î jî heye.)

"Sînemaya bêdewlet  sînemaya bêpiştgirî ye"

Ango sînemaya bêdewlet tê çi wateyê?

Du wateyên têgeha sînemaya bêdewlet hene: ya yekem estetîk, a duyem jî aborî ye. Wekî têgeheke sîyasî dewlet, di jîyana sosyalî ya kurdan de bûbe sedema gelek encaman jî, di warê sînemayê de wekî ez hewl didim di pirtûkê de jî şirove bikim, li ser sê kodên estetîk  bersiv dîtîye. Vegotina rastîyê, veguhestîna rastîyê ya bê derew, naveroka bingehîn a sînemaya kurdan pêk tîne. Û kurdan hewl dan ku bûyerên ku li derdora wan rû didin û jîyana derdora xwe bi bikaranîna hin niqaşan li ser perdê ji nû ve biafirînin.  Vê hewlê her dem heman niqte îşaret kir. Dema em terîma bêdewletîyê di çarçoveya aborîyê de binirxînin -li sînemayê- encameke wisa derdikeve pêşberî me: tunebûna sazîyeke fînansî. Ev ji pêvajoya destpêka plankirina fonê heta bigihîje bazarê wisa ye. Îro hema hema li her dewletê piştgirîya wezaretekî heye. Dema fîlm temam bibe ji bo nîşandanê torekî mezin ya sînemayan heye. Ji bilî vê derfetê fîrotina fîlman bo televîzyonan heye. Lê kurd di vê mijarê de gelek dij-warî û  zehmetîyan dikşînin.

Em dizanin ku derhênerên kurdan ji alîyê çîrokan ve tu zehmetî nakşînin. Gelo li gorî te ji destpêkê heta niha sedema zehmetîyên sînemaya kurdî, di pêvajoya hilberînê de tunebûna pîştgirîya aborîyê ye? Ez bi kurtasî wisa bipirsim, perê ku ji bo hilberîna fîlman tê veqetandin zêdetir be, dê sînemaya kurdî jî baştir be?

Sînema li gorî beşên din yên hunerê bi mesreftir e. Îro ev rastî ji alîyê merivên ku bi sînemayê re têkilîyên wan ên organîkî tunebe jî tê zanîn. Helbet îmkanên zêdetir, dê tesîr li ser wesfa sînemayê bike. Em dev ji produksîyonên mezin berdin, di navbera carek kişandina sehneyekê û deh car kişandina heman sehneyê jî ferqek mezin heye.

“Yılmaz Güney hunermendekî nayê zeftkirin e”

Tu sînemaya kurdî ya ku Yılmaz Güney ji navenda sînemaya tirkan bang lê dike çawa dinirxînî?

Yılmaz Güney bi tena serê xwe dibistanek e. Li dû fîlmên xwe yên destpêkê, qalîbên Yeşîlçamê xera kir û filmên bi navê Seyitxan ‘Seyyit Han’ û Hêvî ‘Umut’ çêkir. Bi vê pêvajoyê ji xwe re rêyeke li derveyî qalibên Yeşîlçamê hilbijart û ev rê gihîşt heta hilberîna fîlmên Kerî ‘Sürü’  û Rê ‘Yol’ê ku Güney digot bi van filman ‘’min tarîxa kurdan vegot’’. Bi her fîlmên xwe yê nû gavek din jî nêzî rastîyê bûye, jîyana kurdan a civatî, kulturî, aborî û sîyasî bi kûrahî tehlîl kirîye û hewl dayê ku li ser perdeya sînemayê ji nû ve biafirîne. Rûyê xwe ji mercên sînemaya ku wî dorpêç kiribû bada û hewl da ku fîlmên di xeyala xwe de bikşîne û di vî warî de jî bi ser ket. Ger em bi gotineke qebe bibêjin, Yılmaz Güney hunermendekî nayê zeftkirin e.

Pirseke şexsî; li gorî te  Yılmaz Güney îro û di vê demê de bijîya, me yê li fîlmekî wî yê çawa temaşe bikira? Dê berê xwe biziviranda kê û kîjan mijaran?

Me dê filmek çawa temaşe bikira nizanim, lê herdu destên wî girêdayî bûna, di nav nivînan de li ber sikratê bûna jî, dîsa me yê fîlmên wî temaşe bikira. Û ez texmîn dikim ku ew ê di her şertê de li dijî bûyerên îro diqewimin û bêedaletîyên tên kirin dengê xwe derxista.

Te di pirtûka xwe de, bi taybetî di derheqê derhênerên serkeftî yên wekî Bahman Ghobadî, Kazım Öz, Huner Selîm, Hüseyin Karataş û Şevket Emin Korkî û fîlmên wan de lêkolîneke baş kirîye. Gelo li gorî te sînemaya kurdî li başûr û bakur ji hev cuda dibin? Ligel veguherînên şêweyî, tu ji alîyê polîtîkî ve çi cûre veguherînan dibînî?

Li gorî fikra min a şexsî, li Başûr û Bakur cudabûneke mezin tuneye, lê ev yek bi şêweya şiroveya we re têkildar e. Ger li gorî kodên estetîk ên di pirtûkê de min hewl daye ku li ser lêkolîn bikim, bê nirxandin, ev hemû hunermendên navborî xwedîyê taybetmendîyên hevbeş ên sînemaya Yılmaz Güney in. Lê ger meriv li ser taybetmendîyên wan ên ji hev cuda bisekine û hewl bide da ku cudabûnan bibîne, helbet  dê hin cudabûn jî bên dîtin. Hevoka dawî di heman demê ji alîyê polîtîkî ve jî derbasdar e.

"Berhemên ku em hildiberînin me ji nû ve zêde dikin"

Sînemaya kurdî di heman demê de, di nava xwe de ziman, muzîk, huner, kultur û zenaatê ji dihewîne û parastina hebûna van nirxan bi xwe re tîne. Gelo hun difikirin ku di çarçoveya vê mîsyonê de hewcedarîya sînemaya kurdî bi hebûna dewletekê heye?

Dewlet ne tenê avahîyeke sîyasî û metaforek e ku desthilatîyê biparêze. Îro dewlet  temsîlkarê sazîbûnkirina huner û kulturê ye jî; di heman demê de piştgirî dide huner û hilberîna hunerê, wan diparêze, hewl dide ku hilberîna hunerê veguherîne çalakîyeke kevneşopî. Ji bo kalîte û domdarîya hunerê pêşengîyê dike.

Gelek çîrokên kurdan hene ku ew dikarin bi rêya sînemaya xwe ji dinyayê re vebêjin. Li gorî we sînemaya kurdî di salên dahatûyê de dê me zêdetir kelecan bike? Hêvîya we çi ye?

Li gorî min tenê û bi tenê kesên ku dilsozên çîroka xwe ne û bikaribin serpêhatîyên xwe yekser an jî neyekser, bi rêya hunerê an jî bi sohbeteke ji rêzê şirove bikin, li jîyanê dimînin. Peyv bi vegotinê zêde dibe û dema ji devekî bigihîje devekî din, ji çavekî bigihîje çavekî din xwe ji nû ve diafirîne. Kurd bi salan e bi serkeftî ji heqê vê yekê derdikevin. Pirtûk tên nivîsîn, fîlm tên kişandin, stran tên bestekirin, wêne tên çêkirin, çîrok tên vegotin. Û tiştên em dibêjin/dinivîsin me kêm nake, beravajî,  her diçe zêdetir dike.

Wergera ji tirkî: Nedim Baran