Piştî «cîhana piştre»

HEJMARA NÛ YA KOVARA «MANIÈRE DE VOIR»
Translator

 

Lîderên cîhanê hemûyan soz dabû, xweragirtina li malê ya bihara 2020î wê «cîhaneke nû» biwelidanda. Gemara hewayê, bêedaletî, berxwarinên bêsînor, li piranîya qadan, klona nû ya dawîya dawî derdemî bû. Li gel vê yekê jî mijarek heye ku wisa xuya ye her tişt li dorê dizîvire: deynê gelemperî.

Li pêvajoya dirêjahîya dehan salan, deyn wekî hemwateya aborî ya batirsokê dihat dîtin. Çiqas deyn diwerimî, rêveberên sîyasî û «pisporan» jî tirsa xwe ewqas nîşan dida. Dûre, şewba cîhanî Covid-19 teqîya. Bi pêwistîya bersivdana lezgîn, tevahîya welatên cîhanê dest pê kirin xwe xistin bin deynan. Zêdetirî sed welatî serî li Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF) da û yên herî dewlemend jî niha ketine asta deyndarîyeke ji şerê duyemîn û cîhanê ve nehatibû dîtin. Lê belê, li dema ku cîhan li bin çîyayê deynan diperçiqe, batirsok ji holê windabû. Deyn, ku heta niha wekî tiştekî ku rêvebirina sîyasetên gelemperî asteng dikir dihat hesibandin, berî demeke nêz cihê xwe li nava qutîya amûran a hikûmetan jî çêkir: «Xeta ku amûrên sîyasî yên diravî û rêvebirina deynan ji hev diqetîne ji hemû deman zêdetir ziraftir bûye», li gorî bankaya êdî pir cidî ya sererastkirina hesaban a navneteweyî (The Economist, 25 tîrmeh 2020).

Deyn çi ye? Çawa derdikeve holê? Bi kêrî çi tê û bi kêrî kê tê? Kerem bikin ji we re çend pirsên ku ev hejmara nû ya Manière de voir (1) dinirxîne û bersiva wan dide. Ji bo vê yekê beşek bi temamî ji bo nêrîneke giştî ya perwerdeyî ya têkildarî çerxên aborî yên kar veqetandîye. Hin pirsên ku hewl daye bersivê bide wan ev in: çima dewlet tehwîlan difiroşin derve? Ji kengê ve û çawa vê yekê dikin?

Deyn ne bi krîza ku Ewropa di destpêka salên 2010î de xeritand derket holê. Serdema Antîk, ku xirabîyên deynî nas dikirin, çareserîyên pir wêrek ji bo wî fikirîbûn. Antropolog David Graeber, ku di îlona 2020î de mir, detayên vê yekê vedibêje. Lê belê rewşa welatên Başûr li salên 1980yî bêguman ji awayên din pir baştir radixe pêş çavan awayê ku meblaxa pêşî ya dikare di pir caran de hatibe dabînkirîn, bêyî ku welatên deyndar serbest berde. Piştî vê gera li asoya dîrokî, ev hejmara Manière de voir vedigere ser krîza bi hilweşîna bankaya Lehman Brother destpêkirî û herweha ser qaçaxên bîrbirina diravî yên cîhan xist nava kaosê di sala 2008an de. Di pey re jî vê pirsê dike: gelo bi rastî jî divê em deynên xwe bidin?

Di vê noqteyê de jî dîrok ji alîyê dersan ve pir zengîn e: ew nîşan dide ku, li vê qadê jî wekî yên din, her tişt maye li ser têkilîya hêza sîyasî. Di 2015an de, li ser Yûnanistanê dayîna deynan tê ferzkirin; şêst sal berê, Komara Federal a Almanyayê ji sivikkirineke merdane ya barê xwe sûdê werdigire. Serhildana pêşî li ser pergalê tehdîdek bû; ya duyemîn divîyabû bibûya yek ji bircên bingehîn. Dîsa jî hezar û yek çareserî hene ku, bi çareserkirina pirsgirêka deynan, dikarin xitimînên civakan ên bûne sedemên peydabûna wan, bicebirînin. Ji bo amadekirina serketinên siberojê divê astengîyên bi destê dijberên guherînê bi gewde dibin baştir bên fêmkirin. Beşdarbûna li nava van serketinan jî yek ji dilbijîyên vê hejmara Manière de voire.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

 

1) «Gelo divê em deynên xwe bidin?», Manière de voir, n° 173, çirîya paşîn 2020, li bayîyan an jî li ser navnîşana www.monde-diplomatique.fr/boutique