Bahaîden

WENESAZE VE HEJMARE
Translator

 

Bahaiden

Wênesazê vê hejmarê Bahaîden di sala 1970yî de li Sileymanîyê ji dayik bûye. Perwerdeya xwe ya wênesazîyê li Zanîngeha Heidelberg (Almanya) û Zanîngeha Madrîdê (Spanya) kirîye û ji van zanîngehan mezûn bûye.

Hunermend di 1994an de wekî penaber hatîye Almanyayê, li bajarê Mannheimê bi cih bûye û xebatên xwe yê hunermendîyê li vî bajarî didomîne.

Hunermend Bahaîden di ciwanîya xwe de pêşangeha xwe ya yekem li Silêmanîyê vekir û heta niha jî hema hema li her welatên Ewropayê, Afrîka, Asya, DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û li Rojhilata Dûr beşdarî pêşangeh û projeyên şexsî û grûbî bûye.

Bahaîden wekî wênesazekî bi tecrûbe, di heman demê de li akademîyên hunerê yên navneteweyî wekî perwerdekarê hunerê dersan jî dide.

Ew xwe naxe nav çarçoveya sînorekî, neteweyekê û alayekê. Evîna dinyayeke bêsînor, hunereke bêsînor û mîrovahîyeke bêsînor ji xwe re kirîyê armanc. Ligel vê yekê bi evîneke mezin girêdayî û hezkirîyê kultura gelê xwe ye jî.

Bahaiden, bi taybetî di xebatên xwe de, bi mijarên wekî felsefe, spîrutualîte û medîtasyonê ji nêz ve têkildar e. Ev taybetmendîya wî Yves Kleînê tîne bîra min. Rengê berhemên Bahaîdenî yên wekî Yves Klein ne şîn bin jî, payîdarîya wan ên hevbeş; kulturên Rojhilata Dûr, Japonya, bûdîzm, spîrualîte û medîtasyon e. Bahaîden bi firçeya xwe li rabirdûya cografyaya xwe digere; dibe reng û xeta neyênî, êş û trawmayên ku hatîne jîyin. Van xebatên xwe bi ziman û estetîkeke bihêz pêşkêşî şopînerên xwe dike. Bi hunera xwe bi rabirdûyê re rû bi rû dibe û vê yekê bi bîrdozîyeke felsefî pêk tîne. Bi vê rûbirûbûnê armanca wî ne rexnekirina bûyerên rabirdûyê ye, dixwaze tesîra ku van bûyerên li ser hiştîye raxe ber çavan. Hunermend vê tesîrê bi reng, xet, mekan û felsefeyê dixemilîne, bi estetîkeke baş pêşkêş dike û bi vî awayî rûbirûbûnê pêk tîne. Wekî mînak ev taybetmendî di berhemên wî yên ku li ser mijara doza enfalê hatîye çêkirin de tê dîtin.

Yek ji taybetmendîyên hunermend yê ku balê dikşîne jî nûjenîparêzîya wî ye. Girêdayîyê heman reng, motîf û xetê namîne. Her carê bi meraq û ceribandinên nû li ser mijarên curbicur dixebite. Ji ezmûnên rabirdûyê îlham werdigire û bi cesaret xwe ji nûjenîyê re vedike. Ev helwest taybetmendîyeke erênî ye. Keda xwe ji bo hunera felsefî û civakî bi kar tîne. Hunermend reng û xetan bi hosteyî bi kar tîne, bi kontrasteke ahengî, bi kompozîsyon û hunadina armonîk gihişîtîye şêwazeke xwerû. Di hemû berhemên hunermend de wateyeke xwedayî, taybet û girîng a hejmara 4an heye. Hunermend di berhemên xwe de, hejmara 4an pirî car wekî 4 xal an jî 4 deq bi kar tîne. Li gorî hunermend 4 wateyên hejmara 4an ev in: ‘’Xwedê, Dayik, Evîn û ew’’.

Hûn dikarin di derheqê hunermend û berhemên wî de agahdarîyên berfirehtir ji malpera wî ya taybet http://bahaiden.com bişopînin.

Hasan Hüseyin Deveci

Wergera ji tirkî:

Nedim Baran