Gelo Rûsyayê li miqabilî stendina S-400an Afrîn da Tirkîyeyê?

Dewleta tirk mayîndetîya xwe çiqas li ser bingeha kurd û Kurdistana bêstatu ava bike, dê ewqas jî bi pirsgirêkên wekî S-400an û hwd. re mijûl bibe. Çunku nêzîkbûn û nirxandina civata navneteweyî ya di derheqê kêşeya kurdî û Kurdistanê de û xem û xeyalên Tirkîyeyê yên di derheqê bêstatuya kurdan de naşibin hevûdu. Ji ber vê yekê pêçandina S-400an a bi lingê Tirkîyeyê ve bi Afrîn û kurdan dest pê kir û berdewam dike.

Translator

R ûsya di 2015an de beşdarî şerê navxweyî yê Sûrîyeyê bû. Desthilatdarên rûsî ji wê rojê vir ve di her fersendî de dibêjin; divê hemû hêzên ku bêyî vexwendina Şamê li Sûrîyeyê ne, vê derê terk bikin.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin, di peyivîna xwe ya 9ê sibata 2019an de daxuyand ku ji bo vê babetê grubeke xebatê hatîye damezrandin. Hebûna hêzên Rûsya û Îranê ya li Sûrîyeyê jî bi tesbîta li ser vexwendina desthilatîya Şamê ye, binxêz kir.

Di 2014an de DAÎŞ derket holê û dest bi êriş û dagirkirinê kir. Li dijî van êrîşan gelê Kurdistana Başûr û Rojava berxwedanên girîng nîşan dan. Kurdên rojava tenê bi paqijkirina axa welatê xwe ji destê DAÎŞê neman, di heman demê de li herêma cografîk ya di bin kontrola xwe de birêveberîyên xweser ên îdarî ava kirin.

Tirkîye ji sedema kêşeya xwe ya kurdî li dijî Birêveberîya Xweser reaksîyoneke dijwar û tund nîşan da. Hêzên YPG (Yekîneyên Parastina Gel) û PYD (Partîya Yekitîya Demokratîk) ên di nava HSDê (Hêzên Sûrîyeya Demokratîk) de cih digirin wekî ‘’rêxistinên terorîst’’, erdên ku ji alîyê van hêzan tên kontrolkirin jî wekî ‘’korîdora terorê û dewleta garnîzon’’ terîf kir. Daxuyand ku dê tucar destûr nede vê yekê.

Tirkîye bi operasyona bi navê Mertalê Feratê di 24ê tîrmeha 2016an de da destpêkirin. Di encama vê erîşa leşkerî ya ku 7 meh û 5 rojan berdewam kir, bêyî ku li hemberî xwe berxwedanekê bibîne û bi hêsanî bajarên Cerablus, El Bab û Dabikê ji ‘’destê’’ DAÎŞê girt. Bi îfadeyeke din DAÎŞê kir bin parastin û baskên xwe.

Li dû Hereketa Mertala Feratê, Tirkîyeyê daxwaza xwe ya kontrolkirina du bajarên din ên ku di navbera wan de 160 km mesafe heye, ango Minbîc û Efrînê daxuyand. Di her fersendî de ji desthilatdarên Amerîka û Rûsyayê re got ku ji bo bikaranîna vê daxwaza xwe amadeyîyên leşkerî dikin.

Tirkîye di vê pêvajoyê de xwest ku ji Amerîkayê Sîstema Patrîot a Parastina Hewayî bistîne. Lê serokê DYAyê yê wê demê Barack Obama û desthilatdarîya wî bi erênî nêzîkî daxwaza Tirkîyeyê nebûn û qebûl nekirin. Tirkîyeyê jî, li ser vê yekê daxwaza xwe ya ji Rûsyayê stendina sîstema S-400an xist rojevê.

Daxwaza Tirkîyeyê a stendina S-400an di navbera Waşîngton, NATO û Enqereyê de bû sedemên muzakere û gengeşîyan. Enqere bi zanebûn daxwaza xwe ya ji bo stendina S-400an bi dengekî bilind xist rojeva raya giştî û xwest Waşîngtonê mecbûrî tercîhekê bike.

Li gora vê tercîhê, divîyabû DYAyê piştgirîya ku li Sûrîyeyê dida kurdan paşve bikşîne û wekî gava yekem Minbicê teslîmê hêzên Tirkîyeyê û hêzên cîhadxwaz ên ji alîyê Tirkîyeyê ve tên parastin, bike. Bi kurtasî tiştê ji DYAyê dihat xwestin, sîyaseta xwe ya Sûrîyeyê li gorî berjewendîyên Tirkîyeyê rewîzekirin bû.

Ger gotin li cih be, di mijara Minbicê de DYAyê, Tirkîye gelek ewiqand. Enqere di meseleya Minbicê de negihîşt mirazê xwe. Bi ser de daxuyanîya DYAyê ya ‘’em ê ji nav HSDê hêzêke sînorê ya ji 30 hezar kesan pêk tê, biafirînin’’ bû xwê û îsota vê meseleyê. Li berevajî sîyaseta bi zîkzak a Obama û xelefê wî Trump, DYAyê piştgirîya ku dida kurdan qut nekir.

Enqere ji helwesta DYAyê kêfxweş nebû, li dijraberî vê helwestê di 12 îlona 2017an de bi Moskovayê re li miqabilî 2,5 mîlyar dolarî ji bo stendina du S-400an peyman îmze kir. Wê demê bajarê rojavayê Kurdistanê Afrîn û dorhêla wê ji alîyê hêzên kurdan û leşkerên Rûsyayê ve bi hev re dihat kontrolkirin. Li Sûrîyeyê ji alîyê ewleyîyê ve yek ji bajarên herî aram Afrîn bû.

Moskova, dixwest hemû hêzên bîyanî yên bêyî destûra Şamê li Sûrîyeyê ne, xwe paş ve bikşînin. Lê 4,5 meh li dû peymana S-400an, di kanûna paşîn a 2018an de ‘’bi carekê de’’ destûr da dagirkirina Afrînê ya ji alîyê Tirkîyeyê ve. Rûsya sehaya ezmanî ya Sûrîyeyê ji bo balafirên şer ên Tirkîyeyê vekir û leşkerên xwe ji Afrînê bi paş ve kişand.

Ev biryara Rûsyayê di serî ji alîyê kurdan, Hewlêr, Waşîngton, Şam, Tehran, Yekîtîya Ewropayê û li gelek navendên ku bi mijarê re têkildar in, bi şaşwazî û metilmayî hat pêşwazîkirin. Bi taybetî Tehran, ji bo Moskovayê dev jî vê biryara xwe berde gelek hewldanên dîplomasîyê meşand. Wezîrê Karê Derve yê Îranê bixwe çû Moskovayê. Li hemberî Moskovayê dest û pîyê Şamê jî jixwe girêdayîbû, nikaribû tu tiştek bikira.

Tirkîye û grûbên cîhadîst ên ji alîyê wê ve tên destekkirin, Afrîn û dorhêla wê dagirtin û talan kirin. 160 hezar kurd bûn penaber. Hêzên dagirker bi lez û bez dest bi veguherandina demografîya Afrînê kir.

Analîstên sîyasî û leşkerî li ser destûrdayîna Rûsyayê ya ji bo Tirkîye da, ku Afrînê dagir û talan bike, şirove û analîzên cur bi cur kirin. Ji van şiroveyan sê hebên bingehîn ev in:

Ya yekem; Rûsya li gel ku Tirkîye ji alîyê enerjîyê ve girêdayî û mecbûrê wê ye, li Sûrîyeyê rê da Enqereyê da ku têkilîyên Tirkîyeyê yên sîyasî û leşkerî bi dewletên rojavayî re bi pirsgirêk bike, di navbera wan de probleman geş bike û Tirkîyeyê bikşîne cem xwe.

Ya duyem; Li gorî Rûsyayê, têkilîyên kurdan ên bi DYAyê re li herêmê zerarê dida berjewendîyên Rûsyayê. Ji ber vê yekê Rûsyayê dixwest û difikirî êdî dem hatîye ku bi bikaranîna Tirkîyeyê dersekê bide kurdan û DYAyê.

Ya sêyem; Erdoğan dixwest wekî serokekî şer qezenckirî beşdarî hilbijartina serokdewletî û parlemontoyê ya 2018an bibe. Armanca Erdoğan ew bû ku pozîsyona xwe ya sîyaseta hundirîn bi piştgirîya Putînî bihêztir bike.

Ev hemû şirove jî di çarçoveya mantiqê xwe de rast bûn. Lê şertê herî girîng yê peymana S-400an ji bo êrîş û dagirkirina Afrînê, ji Rûsyayê destûr û vîzegirtina Tirkîyeyê bû. Ev hûrgilî wê demê li paş perdeya mij û dûmanê mabû. Li dû demeke dirêj di çapamenîya Îsraîlê de li ser vê yekê şirove û nirxandin hatin kirin.

Rûsyayê dixwest ku hêzên bê destûra desthilatîya Şamê li Sûrîyeyê ne ji Sûrîyeyê derkevin. Ji ber vê yekê wê demê tu kes nedîanî bîra xwe ku dê Rûsya destûr bide Tirkîyeyê da ku bikeve Sûrîyeyê. Peymana S-400an li miqabilî Afrînê ji Rûsyayê re bertîla (ruşvet) Tirkîyeyê bû.

Ger Enqere bi Moskovayê re peymana navborî îmze nekiraya, dê Rûsyayê destûr nedaya ku Tirkîye li herêma di bin kontrola wê de ye gavekê jî bavêje.

Kremlîn di derheqê Afrînê de bêdeng ma û bêdengîya xwe parast. Ev bêdengî îro jî berdewam dike. Bi tenê çapemenîya Rûsî bi dengekî bilind got: ‘tu deynê Moskovayê ji kurdan re tuneye, Rûsya ji bo berjewendîyên xwe yên stratejîkî çi pêwîst be, dikare bike’.

Bê guman, di nav pêvajoyê de ji alîyê balans û dengeyên herêmî û navneteweyî yên sîyasî û leşkerî ve, tesîr û encamên cuda yên firotina S-400an derket holê. Lewre îro kêşeya bingehîn a ku Tirkîyeyê bi têkilîyên DYA û NATOyê re meşxûl dike, ji alîyê Enqereyê ve dagirkirina Rojavayê Kurdistanê nîne, peymana stendina S-400an ya ku bi Rûsyayê re hatîye îmzekirin e.

Ji alîyê kurdan jî giringî û balkêşîya peymana S-400an ev e; vê bûyerê dest nîşan kir ku karta kurdan di qada navneteweyî de gelek biqîmet û giranbiha ye.

Gelek pisporên leşkerî, hewl dan ku, mijara bi rastîn jî hewcedarîya Tirkîyeyê bi sîstema parastina hewayî heye an tuneye, analîz bikin. Çunku dema pêwistîya Tirkîyeyê hebûya NATO Sîstema Parastina Hewayî ya Patroîtê li Tirkîyeyê bi cih dikir.

Armanca Tirkîyeyê ev bû; bi peymana S-400an Afrînê dagir bike, destketîyên kurdan ji holê rake, yekîtîya cografî ya kurdan parçe bike û li maseya Sûrîyeyê destê xwe bihêz bike. Erdoğanî bi peymana S-400an ev armanca xwe bi dest xist. Hem Tirkîye û hem jî Rûsya li gorî berjewendîyên xwe bi pêkanîna vê peymanê qezenc kirin.

Enqereyê hewl da, bi zanebûn û bi qurnazî hem Waşîngtonê hem jî Moskovayê îdare bike.

DYAyê ji sedema vê peymanê, dest bi gengeşîya mueyîdeyên li ser Tirkîyeyê pêk bîne, kir. Lewre ev peymana navborî peymanek enerjîyê nebû, raste rast di nava bloka dewletên rojavayî de pêşeroja pozîsyona leşkerî ya Tirkîyeyê bû.

Trump hewl da ku pêşnîyaznameyên bi armanca mueyîdedanîna li ser Tirkîyeyê pêşkeşî Kongre û Meclîsa temsîlkaran hatibû kirin, rawestîne. Wekî sedem jî, ji alîyê Rûsyayê ve bo Tirkîyeyê hîna teslîmnekirina S-400an nîşan dida.

Di hezîrana 2019an de S-400 teslîmî Tirkîyeyê hat kirin. Trump îcar jî, bi bahaneya S-400 ne aktîf in, Qanûna bi Neyarên xwe re bi Rêya Mueyîdeyan Têkoşînkirin (CAATSA) neda şixulandin. Lê Tirkîye ji projeya balafirên şer ên nifşê nû F-35an hat derxistin.

Ji vê yekê pêve, ji alîyê NATO û DYAyê ve stendina S-400ên di destê Tirkîyeyê de jî hat rojevê. Rûsya, bi reaksîyonek tund li dijî vê îhtimalê derket. Tirkîye daxwazîyên xwe bi dest xistibû, ji mueyîdeyên CAASTAê xelas bûbû û ji hêlekê de jî ketibû Afrînê.

Di vê navberê de Trump digel ku Pentagon, Meclîsa Nûneran û Kongreyê li dij bû, dîsa jî di çirîya paşîn a 2019an de destûreke ku dişibîya destûra Rûsyayê ya ji bo Afrînê dabû, da Tirkîyeyê. Ango ji bo Tirkîyeyê cara duyem lambeya kesk hat pêxistin. Tirkîye û cîhadîstên di bin baskê wê de ne, Serêkanîyê û Girê Spîyê dagir kirin.

Tirkîye ligel ku ji ser teslîmgirtina S-400an sal û nîv derbas bûbû hîn sîstemê aktîf nekiribû û kiribû embarê. Enqere bi zanebûn û qurnazî hem ligel Waşîngton hem jî ligel Moskovayê lîstika demdirêjkirinê dilîst.

Xalek herî girîng ya peymana S-400an a di navbera Tirkîye û Rûsyayê de transfera teknolojîyê bû. Hin parçeyên S-400an dê li Tirkîyeyê bihata hilberandin. Heta dê Rûsya û Tirkîye S-500 a nifşê nû bi şirîkayî hilberandina.

Ji ber ku Tirkîye bi salan S-400an di embarê de hişt sebra Rûsyayê fûrîya. Sefîrê rûs yê Enqereyê Aleksey Yerhov di daxuyanîya xwe ya di derheqê S-400an de reaksîyona rûsan weha bi lêv dikir: ‘’Dixwazin bi wan re kartolan bar bikin, dixwazin reşaşeyekê (çeka otomatîk) li ser monte bikin û beşdarî şer bibin, helbet veşartina wan a di garajê de jî mafê we yê xwezayî ye’’.

Di têkilîyên navbera Tirkîye û Rûsyayê de kêşe û pirsgirêk kêm nebûn. Berevajî meseleyên hin herêmên din tesîr li ser têkilîyan kir. Lîsteya dubendîya di navbera herdu welatan de ligel meseleya Sûrîyeyê, bi meseleyên Lîbya, Roj-hilatê Deryaya Spî, Nogorno-Karabax û Kafkasyayê zêdetir bû.

Enqereyê dizanibû ku di warê enerjîyê de hemû hêkên xwe kirîye zembîla Rûsyayê. Ji ber ku dewleta ku herî zêde enerjî dida Tirkîyeyê Rûsya bû. Enqere bi armanca girêdayinbûna xwe ya bi Moskovayê re kêmtir bike, li alternatîfên nû digerîya.

Tirkîyeyê çend roj berê S-400an test kir. Li gorî hin nûçeyên ku di çapemenîyê de cih girtin, pisporên leşkerî yê rûsan beşdarî ceribandinê nebûne û ceribandin bi ser neketîye. Erdoganî bi xwe ceribandinê piştrast kir. Pentogon di daxuyanîya xwe de got: ‘’Em bi tundî şermezar dikin!’’ Ev ceribandina navborî gelek pirs û gengeşîyên wekî; S-400 aktîf bûna an nebûne û pêkanîna wê ya çend roj berî hilbijartina serokatîya DYAyê 3yê çirîya paşîn, xist rojevê.

Dewleta tirk mayîndetîya xwe çiqas li ser bingeha kurd û Kurdistana bêstatu ava bike, dê ewqas jî bi pirsgirêkên wekî S-400an û hwd. re mijûl bibe. Çunku nêzîkbûn û nirxandina civata navneteweyî ya di derheqê kêşeya kurdî û Kurdistanê de û xem û xeyalên Tirkîyeyê yên di derheqê bêstatuya kurdan  de naşibin hevûdu. Ji ber vê yekê pêçandina S-400an a bi lingê Tirkîyeyê ve bi Afrîn û kurdan dest pê kir û berdewam dike.

 Wergera ji tirkî: Nedim Baran