Modela perwerdeya zimanê zikmakî ya Swêdê û kurdî

Di encamên baş yên perwerdeyê de rola mamosteyên jêhatî roleka sereke ye. Ji bo ku mamoste bikaribe vê rolê bi cih bîne, divê berî her tiştî di branşa xwe de xwedî kompentenseka bilind be. Heçî mamosteyên kurdî ne, divê berî her tiştî kurdî bizanibin û xwedî kompentensa pedagojîk ya bingehîn bin. Divê hertim di nav hewldana bilindkirina asta kurdîya xwe û kompentensa xwe ya pedagojîk de bin.

Ji bo ku modela perwerdeya zimanê zikmakî ya Swêdê û rewşa perwerdeya kurdî bê fêmkirin, ez dixwazim li ser sîstema perwerde û hîndekarîyê ya swêdî hin agahdarîyên giştî binivîsim.

Sîstema dibistanê ya Swêdê ya fermî, ji dibistana mecbûrî, ku ji sinifa yekê heta nehan (1-9) neh sal e û ji dibistana bi dilxwazî (nemecbûrî) pêk tê.

Hîndekarîya mecbûrî ji bo van dibistanan derbas dibe: Dibistana bingehîn (polên 1-9), dibistana laponî (sameskolan), dibistana bingehîn ya taybetî ji bo seqetên fizîkî û dibistana bingehîn ya taybetî ji bo seqetên ruhî.

Hîndekarîya dilxwazî (nemecbûrî) jî ji bo xwendina lîseyê, lîseya teybetî (ji bo şagirdên pêşneketî), perwerdeya ji bo salmezinan û perwerdeya taybetî ji bo salmezinên ku ji alî derûnî (psîkolojîk) de nerehet in, pêk tê.

Perwerdeyî û hîndekarî ji pola yekê heta dawîya lîseyê bê pere ye. Ango, pirtûk, defter, qelem, xwarina nîvro (firavîn) û mesrefa pêdivîyên dibistanê yên din şaredarî didin.

Şaredarî jî ji bo vê mesrefê, li gor hejmara şagirdên xwe û rewşa şagirdan ya civakî, ji dewletê alîkarîyê distînin; ango hem butçeya dibistanên şaredarîyan hem jî butçeya dibistanên taybet ji pereyên dewletê pêk tê. Malbatên ku zarokên xwe dişînin dibistanên taybet jî ji bo perwerdeya zarokên xwe pere nadin. Çima? Ji ber ku qanûna perwerdeyê weha dibêje:

“Hemî zarok û ciwan/genc, bêyî ku meriv li zayend, cihê ku lê rûdinin, rewşa wan ya civakî û aborî binêre, di xwendegehên fermî de ji bo hemûyan derfetên wekhev yên perwerdeyê hene. Kalîteya perwerdeyê, dê li her alîyê welêt û di hemû formên xwendegehan de wek hev be. (Qanûna dibistanan 1985:1100, made 2)

Parlamento û hikûmet çarçoveya program û hedefên dersê dîyar dikin. Her şaredarî li gor wê çarçoveyê programeke herêmî amade dike û her dibistan jî li gor şertên xwe planeka ku bikaribe bi cih bîne çêdike û bi rê ve dibe.

Sendîka û meqamên Wezareta Dibistanan, li gor qaydeyên destnîşankirî, hemû biryarên di derheqê meşandina karên dibistanê û heq û tayina mamosteyan de bi hev re digirin. Mamoste karmendên şaredarîyê ne û her şaredarî, heta her dibistan mamosteyên xwe bi xwe tayin dike.

Li Swêdê weşanxaneyên taybetî (şexsî), li gor nirxên sîstema perwerdeyê û naveroka babetên dersê, materyalan amade dikin û dibistan ji wan weşanxaneyan dikirin. Her mamoste bi xwe ji bo şagirdên xwe pirtûkan hildibijêre. Ne şaredarî, ne wezareta dibistanan û ne jî rêveberîya dibistanê têkilî pirtûkhilbijartina mamosteyan dibin. Lê wek hemû çalakî û dokumentên ku peywendîya xwe bi perwerdeyê re hene, materyalên dersê jî li gor felsefe û van nirxên sîstema perwerdeyê yên bingehîn bin:

Demokrasî
Wekhevîya jin û mêran
Hevkarî
Alikarîya navnetewî

Lê çarçoveya butçeya materyalan jî  li gor hejmara şagirdan tê dîyarkirin.

Civineke-Mamosteyin-Swed

Li Swêdê reforma perwerdeya zimanê zikmakî -1975

Di sala 1975an de Parlamentoya Swêdê ”Reforma Zimanê Zikmakî” pejirand û ev reform di sala xwendinê ya 1976-77an de bi cih hat. Li gor vê reformê li qanûna dibistanan ev made hat zêdekirin:
”Ku zarok li mala xwe bêyî swêdî bi zimanekî din biaxifin, mafê dayîk û bavê wan zarokan heye ku ji zarokên xwe re perwerdeya zimanê zikmakî bixwazin. Divê ew ziman, zimanê rojane yê zarokan be. Divê zarok wî zimanî bizanibin.” Qanûna dibistanan 2010:800, made 10/§7

Di qanûna lîseyan de jî heman tişt hatin nivîsîn. (made 15/§19)

Girîngîya zimanê zikmakî, di qanûna dibistanan, beşa pêşdibistanê de jî weha hatîye nivîsîn: ”Divê pêşdibistan xebata xwe wisa bikin ku, zarokên ku zimanê wan yê dayîkê ne swêdî ye, hem zimanê xwe yê zikmakî hem jî swêdî pêş ve bibin.” Qanûna dibistanan (Skolag) 2010:800, made 9/§10

Çima zimanê zikmakî?

Li gor raporeka ku li Swêdê, Nihad Bunar, li Zanîngeha Stokholmê profesorê zanista zarok û ciwanan, amade kirîye, li dinyayê 580 lêkolîn wekî referens piştrast dikin ku, kesên ku zimanê xwe yê zikmakî baş dizanin, di dersên din de jî leztir û baştir zanyarîyan bi dest dixin.

Herweha zimanê zikmakî hînbûna zimanê duyem hêsantir û bi kalîtetir dike. Zimanê zikmakî nasnameya meriv ya etnîkî xurt dike, merivan bi grûbekê ve girê dide, di serê meriv de ji bo welat û çanda grûb yan jî neteweyê xwe serbilindîyê peyda dike. Ku zarok hînî zimanê xwe yê zikmakî bibin, dê bikaribin xwe pêşde bibin û bi xizm û merivên grûba ku jê tên re peywendîyan deynin. Li gor heman raporê, ji van lêkolînan 58 heb li Swêdê hatine çêkirin.

Li Swêdê paşxaneya refoma zimanê zikmakî

Di destpêka salên 1960î de munaqeşeyên li ser zimanê zikmakî dest pê kirin. Alîyekî digot ji bo ku zarokên bîyanîyan bibin “meriv”, divê bên asîmîlekirin. Ango ziman û kultura xwe ji bîr bikin û xwe biguherin bibin swêdî. Alîyê din jî li dij vê polîtîkaya asîmîlasyonê bûn û entegrasyon diparastin. Di wan salan de alîyê asîmlasyonê bi ser ket û polîtîkaya asîmlasyonê hat meşandin. Bi gelek navgînan, propagandaya “qezenc” û “başbûna” swêdîbûnê hat kirin. Li malbatên zarokên bîyanî şîret hatin kirin ku bi zarokên xwe re bi swêdî bipeyivin.

Piştî demekê vê politîkaya asîmlasyonê encamên xeter nîşan dan. Bi hezaran zarok û xortên bîyanî li derveyî civakê man. Ji dibistanan revîyan, di kolanan de bûn diz, eroînman, şerkir. Zimanê xwe ji bîr kirin lê zimanê swêdî jî baş hîn nebûn. Bi kurtayî zarok û xortên bîyanî ji civakê re bûn barekî giran. Vê rewşê, rê li guftûgoyên nû vekir. Piştî wan guftûgoyên dûr û dirêj îcar dewletê guh da alîyê entegrasyonê û dev ji polîtîkaya asîmlasyonê berda.

1975an de Parlamentoya Swêdê reforma perwerdeya zimanê zikmakî pejirand. Ev maf di programên perwerdeyê yên 1980, 1994, 2000 û 2011an de jî hat parastin.
Di programa dersê ya ku Parlamentoya Swêdê pejirandîye de armancên dersa zimanê zikmakî weha hatine destnîşan kirin:

Zarok ê bibin xwedîyê kesayetîyeke pêserbilind.
Zarok ê koka xwe nas bikin.
Zarok ê zimanê xwe hîn bibin, ku bikaribin bi merivên xwe yên nêzîk û grûba ku jê tên re peywendîyan deynin ku bikaribin bi pêş kevin.
Zarok ê bibin merivên duzimanî û xwedîyê kesayetîyeke duçandî.
Zarok dê zimanê xwe yê malê hîn bibin ku zimanê duyem û beşên dibistanê yên din baştir hîn bibin.

 

Şagirten-Li-Newroze

Çend têgehên bingehîn yê vê mijarê

Ji bo ku ev mijar baş bê fêmkirin, divê em çend têgehên ku peywendîya xwe bi vê mijarê ve hene zelal bikin. Ango dema ku em dibêjin zimanê zikmakî, zimanê duyem, zimanê bîyanî, zimanê dibistanê, zimanê malê yan jî zimanê rojane mebesta me çi ye?

Zimanê zikmakî: Li gor Kenneth Hyltensam, ku li Zanîngeha Stokholmê profesorê duzimanîyê ye, Zimanê zikmakî, ew ziman e ku meriv pêşî hîn dibe. Ango zimanê meriv yê yekem e. Di hin şertan de meriv di destpêka zaroktîya xwe de çend zimanan bi hev re hîn dibe û dipeyive. Hingê dikare zimanê meriv yê zikmakî ji yekî pirtir bin. Kurdî zimanê me yê zikmakî ye.

Zimanê duyem: Ew zimanê ku meriv li piştî zimanê xwe yê zikmakî hîn dibe ye. Meriv zimanê duyem di derdora ku ew ziman lê tê axaftin hîn dibe. Tirkî zimanê me kurdên bakur yê duyem e. Swêdî ji bo kurdên li Swêdê dijîn zimanê duyem e. Almanî ji bo kurdên ku li Almanyayê dijîn zimanê duyem e.

Zimanê bîyanî: Zimanê ku meriv li pîştî zimanê xwe yê zikmakî, li derveyê derdora ku ew ziman lê tê axaftin hîn dibe, ye. Zimanê bîyanî meriv di dibistanan de hîn dibe. Wekî ku meriv li Amedê, li Berlînê, li Stokholmê di dibistanan de îngilîzî, fransî, îspanyolî hîn bibe.

Zimanê rojane: Zimanê rojane, zimanê ku meriv di peywendî û fikirandina xwe ya rojane de bi kar tîne ye. Zimanê rojane zimanekî devkî ye û her kes gencîneya peyvên bi sînor yên devoka mala xwe bi kar tîne.

Zimanê dibistanê: Zimanê dibistanê zimanekî nivîskî ye û yê tu herêmê nîn e. Meriv zimanê dibistanê xwe bi xwe hîn nabe. Ev ziman li dibistanê tê hînkirin. Gencîneya peyvên zimanê dibistanê gelek mezin e.

Bêşik zimanekî me yê dibistanê heye, lê pêşketina wî li gor şertên dîrokî, sîyasî û civakî yên zimanê me ne. Ferhenga me heye, gramera me heye û rastnivîsa me jî li gor şertên zimanê me çêbûye. Ku qedexeya nêzî 100 salan li ser zimanê me rabe û em bikaribin di her qada jîyanê de zimanê xwe bi kar bînin, kêmasîyên ku hene jî dê di demeke kurt de bên çareserkirin.

Perwerdeya zimanê kurdî bi devoka her şagirdî/ê ve sînorkirin, hewldanên ji bo her gundî bi devoka wan materîal amadekirin, ne xizmeta kurdî dike, ne jî zimanê şagirdan pêşve dibe. Lê divê her mamosteyê/a kurdî devokên şagirdan hîn bibe ku ew û şagird ji hev fêm bikin. Ku wisa nebe, dê zarok ji bo hînbûna zimanê dibistanê motîfe nebin. Loma divê mamosteyên kurdî, xwe ji sînorê kurdîyeka devkî ya gelek navçeyî rizgar bikin.

Li gor profesorê pedagojîya taybet yê Unîversîteya Stokholmê Mats Myrberg, zarokekî/a heftsalî, dema ku dest bi dibistanê dike, 5000-7000 peyvan dizane. Yekî/a 17 salî, ku çûbe dibistanê, 50-70 hezar peyvan dizane; ku neçûbe dibistanê 15-17 hezar peyvan dizane.
Yekî/a 17 salî, ji bo ku bikaribe di civaka îro de xwe bi zimanê xwe îdare bike; ango rojnameyan bixwîne, nûçeyên TVê guhdar bike, tekstên rêberîyê yên telefonê, makîneyên malê bixwîne û fêm bike, divê bi kêmanî 50 hezar peyvan bizanibe!
Îcar di şertên welatê me û zimanê me yên îro de, bi taybetî li Bakur û Rojhelat, gihaştina vê astê ne pêkan e. Lê ku em ji xwe re hacetan peyda bikin û di îmkanên heyî yên perwerdeyê de jî xwe bi zimanê devkî bi sînor bikin, em ê hîn pirtir dûrî asta ku Mats Myrberg dîyar dike bikevin.

Di pirsa têgihên hîndekarî û perwerdeyê de jî di nav kurdan de tevlîhevîyek heye. Hîndekarî ew çalakîya pedagojîk e ku bi rêberîya mamoste yan jî dersdarekî/ê di polekê de pêk tê.

Têgeha perwerdeyê ji ya hîndekarîyê gelek firehtir e û têgeha perwerdeyê, hîndekarîyê jî di nav xwe de dihewîne. Perwerde dikare di her qada jîyanê de û bi gelek navgînan pêk were.

Li Swêdê kronolojîya perwerdeya zimanê kurdî

Li gor agahdarîyên ku Reşo Zîlan di hevpeyvîneka xwe ya bi SR (Radyoya Swêdê) re dide, di payîza sala 1976an de, li bajarê Uppsalayê grûbek şagird dest bi xwendina kurdî kirine. Mamosteyê vê grûbê Reşo Zîlan e. Ev grûb ji çend zarokên kurd ku malbata wan hingê nû hatibû Swêdê pêk tê. Perwerdeya vê grûbê wekî dersa alîkarîyê (studiehandledning) dest pê dike.

Ji sala 1976an û heta îro li Swêdê perwerdeya kurdî heye û hejmara şagirdan her ku çûye pirtir bûye. Wekî mînak, perwerdeya kurdî di sala 1976an de bi grûbek biçûk ya ji şagirdên polên 1-9 dest pê dike, ev hejmar, ji bo heman polan, di sala 1996-97an de dibe 3129 û di sala 2019an de digihê 8672.

Kovarên zarokan

Di salên 1980-1981an de kovarên zarokan Kulîlk, Hêlîn, Hêvî derdikevin. Ev kovar li ser navê komelên kurdan dihatin weşandin û ji dewleta Swêdê alîkarîya madî werdigirtin.

Pirtûkên zarokan yên pêşî

Di sala 1981ê de pirtûkên zarokan, Keça Şerrût Lotta û Alfons Oberg û di sala 1982an de jî Pîppîya Goredirêj ji Stokholmê hatin wergerandin û çapkirin. ”Redaksîyona Hêvî”yê wergera van pirtûkan amade dike û ”Çapxaneya Kurd” jî çap dike. Lê mixabin navê wergêran li ser van pirtûkan tune. Herweha di di van pirtûkan de tîpa ”î” wek ”i” û tîpa ”i” jî wek ”ı”ya tirkî hatîye bikaranîn.

Pêşdibistana kurdî ya pêşî

Di sala 1984an de li Stockholmê li şaredarîya Tenstayê pêşdibistana kurdî vebû. Zarokên kurd diçûn vê dibistanê û bi rêya muzîk, lîstik, çîrok û awayên din zimanê xwe hîn dibûn. Li gel mamoste û pedagogên swêdî, Mahmûd Lewendî, Bonye Cegerxwîn, Cîhan Akrawî, Husamettîn Aslan, Sîyabend Kaya, Hîwa Zandî, Barzan Şahsiwar û gelek mamosteyên din di vê pêşdibistanê de wekî mamoste û perwerdekar kar kirine.

Di sala 1985an de dewleta Tirkîyeyê ev pêşdibistan bi wasiteya konsolosê xwe Haluk Özgül protesto kir û ji hikûmeta Swêdê xwest ku bê girtin.

Ji bo girtina vê pêşdibistanê argumanên Tirkîyeyê ev bûn: ”Li gor qanûnên me, zarokên hemwelatîyên me bi tenê dikarin bi zimanê me perwerde bibin. Zimanê me jî tirkî ye. Dayîk û bavên zarokên ku diçin vê pêşdibistanê hemwelatîyên me ne. Loma ev zarok nikarin bêyî tirkî bi zimanekî din di vê pêşdibistanê de bipeyivin.” Lê ne hikûmeta Swêdê ne jî şaredarîya Tenstayê guh da daxwaza rayedarên dewleta Tirk.

Li Zanîngeha Stokholmê beşa mamostetîyê

Di sala 1984an de li Zanîngeha Stokholmê beşa mamostetîya kurdî vebû û heta 1991ê dom kir. Xwendina vê beşê du sal bûn û mamosteyên kurmancî û soranî hatin gihandin. Mamosteyên zimên yên van kursan Reşo Zîlan û Ferhad Şakelî bûn.

Li Swêdê pirtûkên dersên kurdî yên pêşî

Di navbera salên 1975-1985an de, li Swêdê, pirtûkên ku meriv bikare bêje ”pirtûkên kurdî yên dersê” ne, tune ne. Ango şagirdên kurdî bê pirtûk in. Lê mamosteyan hin tekstên ku ji bo salmezinan hatibûn çapkirin û hin materyalên din bi kar anîne.

Di sala 1985an de yekem pirtûka dersê ya kurmancî, ”Em Bixwînin”, hat weşandin. SIL, Enstîtuya Dewletê ya ji bo Materyalên Hindekarîyê (Statens Institut för Läromedel) ji çend mamosteyên kurdî grûbek çêkir û bi wê grûbê ev pirtûk da amadekirin û çap kir. Ev pirtûka kurdî ya dersê ya pêşî ye ku dewleta Swêdê amade kirîye û weşandîye. Grûba mamosteyan ya amadekirina vê pirtûkê ji Nesrîn Aydin, Bareş Batê û Jîr Rexnegir pêk tê. Salek piştî wê, heman Enstîtuyê pirtûka xebatê ya vê pirtûkê, ”Em Binivîsîn” da amadekirin. Amedekarên vê pirtûkê jî heman kes in.

Piştî van pirtûkan, bi alîkarîya dewleta Swêdê, gelek pirtûkên dersê hatin weşandin. Ji wan 10 pirtûk yên ku min  bi tenê yan jî bi hin hevalan re nivisîne. Pirtûka min a hîndekarîyê ya pêşî di 1990î de hat weşandin. Heta niha sê çapên vê pirtûkê hatine weşandin û 6000 nusxe li dibistanên Swêdê hatine bikaranîn.

Pirtûka yekem ya ji bo lîseyê, bi navê Dergûşa Nasnameyê, di sala 2003an de wekî pirtûka dewletê derket. Haydar Diljen, Azad J. Erdem, Remzî Kerîm û Mahmûd Lewendî ev pirtûk amade kir. Çapa vê pirtûkê ya duyem di sala 2016an de li Wanê weşanxaneya Sîtavê çap kir.

Projeya ”Lexin” (Leksîn)ê

Ev proje jî ya Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Dibistanan (Myndigheten för Skolutveckling) e. Ev proje  wergerandina ferhenga swêdî bo kurmancî bû. Ev ferheng ji 70 hezar peyvan pêk tê. Ji wan 28500 peyvên sereke ne. Wergêrên vê ferhengê Vildan Tanrikulu, Mustafa Aydogan û Mahmûd Lewendî ne. Xebata vê versîyona mezin ya vê ferhengê di 2002yan de dest pê kirîye û di sala 2006an de temam bûye û hatîye weşandin.

Li gor agahdarîyên ku di danasîna vê ferhengê de hatine nivîsîn, xebata vê projeyê, di salên 1980î de, bi wergera 5000 peyvan ji alîyê Reşo Zîlan ve hatîye destpêkirin û di sala 1989an de jî hatîye çapkirin û weşandin.

Li Swêdê, ji bo standardkirina zimanê dibistanê ev ferheng roleka girîng dilîze. Ez di nivîsîna pirtûkên xwe yên dersê de standardên peyvên vê ferhengê referens digirim. Ev ferheng, wekî versîyona dijîtal, kurdî-swêdî û swêdî-kurdî li ser înternetê jî heye û li dibistanan gelek tê bikaranîn.

Projeya malpera

”Dibistana Kurdî

Projeya ”Dibistana Kurdî” ya înternetê, wekî projeyeka pîlot ya kurmancî di dawîya salên 1919an de dest pê kir. Xwedîyên vê projeyê Skolverket (Dayreya Giştî ya Karûbarên Dibistan) û Şaredarîya Vesterosê bûn. Redaksîyona projeyê Sabîha Diljen, Mahmûd Lewendî û Haydar Diljen bûn û rêveberê projeyê jî Haydar Diljen bû. Kemal Mavane jî ji alîyê teknîkê ve alîkarîya projeyê kir.

Ev proje bi pêş ket û ji bo 35 zimanên din bû projeyeka nimûne û bingeha projeyeka Skolverketê ya mezin. Redaksîyona vê projeyê hem li ser pirsên zimên û perwerdeyê agahdarî û zanyarî diweşandin, hem jî materyalên dersê yên dijîtal belav dikirin. Di bin rêveberîya redaksîyona vê projeyê de, ji bo mamosteyên kurdî yên seranserê Swêdê, 9 konferansên navendî hatin organîzekirin. Herweha redaksîyona vê projeyê Appa zarokan ya pêşî, Alfabeya Kurdî, amade kir û weşand. Vê projeyê heta dawîya sala 2010î berdewam kir.

Li Swêdê bi hejmaran perwerdeya kurdî

Ji sala 1976an ve ye ku perwerdeya kurdî di dibistanên Swêdê de heye. Li gor statîstîkên dewletê yên sala 2019an:

Li dibistanên Swêdê, di polên 1-9an de, 15629 zarok û ciwanên kurd hene û ji wan 8672 şagird beşdarî perwerdeya kurdî dibin. (SCB- Dayreya Statîstîkan ya Navendî ya Dewletê.) Ku meriv îro şagirdên dersa alîkarîyê, yên  lîseyê û  pêşdibistanê jî bihesibîne, ev hejmar digihîje 12000an.

Li Swêdê, li gor statîstîkên dewletê yên sala 1996/97an, bi 91 zimanan dersa zimanê zikmakî dihat dayin. Dîsa li gor statîstîkên fermî, li dibistanên Swêdê, di sinifên 1-9 de 3129 zarokên kurd hebûn. Di lîseyê de jî 500 şagirdên kurd hebûn. Ji van şagirdan nêzî %60î beşdarî dersa zimanê zikmakî dibûn. Di wan salan de di zarokxaneyan de jî zarokên kurd hebûn, lê hejmara wan di statîstîkan de xuya nake.

Li gor stastîkên SCB, di sala xwendinê ya 2018-2019an de, li Swêdê bi 164 ziman û lehçeyan dersa zimanê zikmakî tê dayîn. 298 600 şagirdên xwedî mafê perwerdeya zimanê zikmakî hene. Ev rêjeyeke ji %20,5 hemû şagirdên ku diçin dibistanê (polên 1-9) ye. Ji wan 168 261 şagird beşdarî dersa zimanê zikmakî dibin. Ev wekî rêje dike %59. Herweha li Swêdê 3000 mamosteyên zimanê zikmakî bi 164 zimanan perwerdeya zimanê zikmakî didin. Ji wan 200-250 mamosteyên kurdî ne.

Li gor statîstîkên heman salan, ango sala xwendinê ya 2018-2019an, li dibistanên Swêdê, di polên 1-9an de, 15 629 zarok û ciwanên kurd hene û ji wan 8672 şagird beşdarî perwerdeya kurdî dibin. Ev wekî rêje dike % 59,1. Ev tê wê wateyê ku ji her 100 şagirdên kurd yên ku mafê wan yê beşdarbûna perwerdeya zimanê zikmakî heye nêzî % 60ê wan beşdarî perwerdeya kurdî dibin.

Li Swêdê mafê perwerdeya zimanê zikmakî bi qanûnê hatîye misogerkirin. Lê ev perwerde ne mecbûrî ye. Divê dêûbav vê perwerdeyê bi nivîskî bixwazin. Ku dêûbav bixwazin û hin şert pêk werin, hingê ji bo şaredarî û dibistanan dibe mecbûrî.

Kurdî li Swêdê di nav 10 zimanên mezin de ye.

Li Swêdê deh zimanên mezin:

Li gor statîstêkên SCB, kurdî li Swêdê di nav 10 zimanên mezin, di rêza pêncê de ye. Ew 10 zimanên mezin ev in: Erebî, somali, îngilîzî, serbokratî (bosnî, serbî, xirwatî), kurdî, farisî, îspanyolî, albanî, polonî, fînî.

Li çend şaredarîyên Swêdê hejmara şagirdên dersa kurdî

Min di Adara 2020î de, ji bo xebatekê, ji hin şaredarîyên Swêdê hejmara şagirdên perwerdeya kurdî ya polên 1-9ê xwastin. Du bajarên Swêdê yên mezin Stokholm û Goteborg jî di nav van şaredarîyan de ne. Dayreyên Perwerdeya Zimanê Zikmakî yên van şaredarîyan ji min re ev hejmarên li jêrê şandin.

Şaredarî

Kurmancî

Soranî

Hemû Mamoste

 

 

 

 

Pol 1-9

mamoste

Pol 1-9

mamoste

 

Mamoste
hemû

Stockholm

326

16

809

10

1408

26

Göteborg

338

17

658

12

996

29

Västerås

312

16

309

6

662

22

Borlänge

379

7

22

1

436

8

Uppsala

125

9

273

5

398

14

 

 

Meriv çawa dikare li Swêdê kalîteya perwerdeya kurdî bilindtir bike?

Li Swêdê perwerdeya kurdî, hem ji alî hejmara şagirdên beşdar û rêjeya beşdarbûna wan, hem ji alî hejmara mamosteyan, hem ji alî garantikirina qanûnî û hem jî bi her awayî fînansekirina dewletê ji hemû welatên Ewropayê baştir e. Baş e, meriv çawa dikare kalîteya perwerdeya kurdî ya li Swêdê hîn bilindtir bike?

Di kalîteya perwerdeyê de rola mamosteyan sereke ye

Di encamên baş yên perwerdeyê de rola mamosteyên jêhatî roleka sereke ye. Ji bo ku mamoste bikaribe vê rolê bi cih bîne, divê berî her tiştî di branşa xwe de xwedî kompentenseka bilind be. Heçî mamosteyên kurdî ne, divê berî her tiştî kurdî bizanibin û xwedî kompentensa pedagojîk ya bingehîn bin. Divê hertim di nav hewldana bilindkirina asta kurdîya xwe û kompentensa xwe ya pedagojîk de bin.  Herweha divê mamoste xwedîyê kompetenseka sosyal/civakî be ku bikaribe bi şagird, mamoste, dayîk û bavên şagirdan re peywendîyên germ û dostane deyne.
Piştî van taybetmendîyên giştî, ku divê li ba her mamosteyekî/ê hebin; divê mamosteyekî/a baş çawa be?

Berê her tiştî divê mamoste şagirdên xwe nas bike û li gor rewş û asta her şagirdî/ê dersa xwe plan bike.

Divê mamoste di destpêka her dersê de bizanibe ku ew û şagird dê di wê dersê de çi bikin, çima bikin û çawa bikin.

Divê di dawîya her dersê de bi şagirdên xwe re nirxandina dersê bike ku bizanibe ka şagird çi hîn bûne û dersa bê plan bike.

Divê tiştên balkêş yên ku di dersê de diqewimin yan jî di nirxandinê de derdikevin pêş not bike.

Divê materyalên dersê li gor naverok û armanca dersê û asta şagirdan hilbijêre.

Divê her cara ku şagird nayê dersê xeberê bide malbatan û ji şagird jî bipirse.

Divê têkilîyên xwe bi malbatan re qut neke. Ku şagird bizanibin têkilîyên mamoste bi dayîk û bavê wan re hene, dê bala xwe baştir bidin xwendina xwe.

Dema ku mamoste karê xwe cidî bigire, şagird jî xwendina xwe cidî digirin û mamosteyê xwe baştir guhdar dikin. Şagird ji mamosteyên sist û bêplan hez nakin.

Divê mamoste ji karê xwe hez bike; ku mamoste ji karê xwe hez neke, divê wî karî neke.

Ku mamoste xwe di warê kurdî de piştrast nabîne, divê hewl bide ku xwe bi pêş bixîne.

Gelek caran di grûbên perwerdeya kurdî de şagirdên xwedî devokên cihê cihê cih digirin. Divê mamoste şagirdan bide hîskirin ku devokên wan jî kurdî ne û bi nirx in û hewl bide ku devokên şagirdan fêm bike.

Rol û erka dêûbavan/malbatan

Ku dêûbav dixwazin zarokên wan ziman û çanda kurdî hîn bibin û bi nasnameya xwe ya kurdî serbilind bin û di ziman û tiştên din yên ku dixwînin de serketî bin, divê berî her tiştî li malê bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyivin.

Divê her hefteyê piştî her dersa kurdî ji zarokên xwe bipirsin, ka wan di dersa kurdî de çi kirîye, çawa kirîye û çi hîn bûne?

Divê carina rewşa zarokên xwe yên di dersa kurdî de ji mamoste bipirsin.

Ku pêkan be, divê carina herin serdana dersa kurdî û dersê bişopînin. Ji bo vê yeka han divê wextê veqetînin.

Ji zarokên xwe re pirtûkên kurdî yên zarokan bikirin û dema ku zarok wan pirtûkan bixwînin wan guhdar bikin.

Ku gazincên zarokan yên li ser perwerdeyê hebin, wan bigihînên mamoste û yên mamoste hebin bigihînin zarokên xwe.

Divê bi zarokên xwe bidin hîskirin ku, ji bo wan, qîmeta ders û mamosteyên kurdî bi kêmasî wekî qîmeta mamoste û dersên din e.

Rol û erka medya, komel, federasyon û rêxistinên kurdan yên din

Divê hemû rêxistinên kurdan pirsa perwerdeya kurdî her tim di rojeva xwe de zindî bigirin.

Rêxistinên kurdan, wekî nimûne Federasyon, Konseya Komeleyan, yan jî Yekitîya Jinên Kurdistanê li Swêdê dikarin ji bo mamosteyan konferansan organîze bikin.

Medya kurdî ya li Swêdê dikare li ser perwerdeya kurdî bernameyan çêke, dayîkûbavan, mamosteyan û şagirdan dawetî bernameyan bike û bi wan re pirsên perwerdeyê nîqaş bike.

Rêxistinên kurdan dikarin ji bo qedandina lîseyê şahîyên taybet amade bikin û şagirdan bi xelat bikin.

Federasyon, Konseya Komeleyan yan jî Yekitîya Jinan [Li Swêdê] dikarin ji bo mamosteyên ku teqawid dibin, civînên taybet çêkin.

Herweha heman rêxistin dikarin şagird û mamosteyê salê hilbijêrin û xelatê bidinê.

Wekî peyvên dawîyê

Ez dixwazim wekî peyvên dawîyê bibêjim ku zimanê me nîşana herî mezin ya kurdbûna me ye. Lê wekî hemû zimanan, zimanê me jî dê bi perwerdeya kurdî pêş bikeve. Loma divê em ji alîyekî ve ji bo îmkanên perwerdeyê yên hîn baştir bixebitin, ji alîyê din ve jî îmkanên heyî baştir bi kar bînin. Divê ne mamoste, ne dayîkûbav, ne jî rêxistinên kurdan van îmkanên heyî yên perwerdeya kurdî îhmal nekin.

Min li Swêdê 35 salan, ji pola yekê heta lîseyê mamostetîya kurdî kir. Min kêfeka gelek mezin ji karê xwe yê mamostetîyê girt. Min bi hezaran şagird gihandin. Min bi sedan mamosteyên kurdî, mamosteyên branşên din û bi rêveberên perwerdeyê re kar kir. Min bi sedan malbatên zarokan re peywendî danîn, min bi wan re civîn çêkirin. Ji bo ku zanyarîyên xwe yên pedagojîk bi pêş bixim, ez beşdarê bi sedan konferans û civînên li ser perwerdeyê û zimên bûm. Min li zanîngehê çend kurs xwendin. Min 10 pirtûkên perwerdeyê nivisîn. Min xelata salê ya pedagojîyê ya bajarê xwe wergirt. Ez wekî mamosteyê pêşeng hatim hilbijartin. Min wekî mentor gelek mamoste gihandin.

Li gor van tecrubeyên min yên bi salan, zarokên ku xwedî mamosteyekî/a baş in û ji malbatên ku perwerdeya zarokên xwe ya kurdî dişopînin, di perwerdeya ziman û çanda kurdî de ji zarokên malbatên din serkevtîtir in.

* Mamoste û Prerwerdekar